×
Xwezî gorr bihata zimên
Zinare Xamo
Xwezî gorr bihata zimên
Aslan, sal zû derbas dibin, me tew nedît 18 sal çawa derbas bû. Îro ez û Hêvî dîsa bûn mîvanê te. Li ber serê te me bi hesreteke kûr û bi xemgîniyeke mezin rojên borî yad kirin. Me bîstekê qala te kir. Hêvîyê got, qey qismet û nesîbê te ev ax, ev gor...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (372)


Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.
Fuad Onen
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne. Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. H...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (616)


Me îro silavek da gorra hevalekî pir ezîz !
Zinare Xamo
  Mehmet Aslan Kaya 17 sal berê di rojeke wiha da di 51 saliya xwe da ji nişka ve, bêyî ku kesî nerehet bike, bêyî ku haya kesî pê xe wek çirayekê vemirî û çû gerdûneke din. Mirina wî ne malbata wî tenê, bi sedan, bi hezaran kesên ev kurdê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1070)


Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Zinare Xamo
Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civata Swêd da hatine der û meqamên muhîm, ji bo gelê xwe xebatên pir baş dikin. &n...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2205)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Fuad Onen
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. Lê taleba desthelatîyên navendî lawaz e. Sedemek ji, ku sernîvîsa vê panelê j...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2292)


Serxwebûna Kurdistanê
Fuad Onen
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. Di vir de anormalîyekheye. Yanî îro ji her demê betir taleba serxwebûn û yekîtîya Kurdistan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2558)


Qirîza Dewleta Tirk
Fuad Onen
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji dest me here”. Dogu Perînçek jî dibêje ”em tekevin Musulê, dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2849)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê tu carî nikaribim wekî wî xweş bi lêv bikim, loma rasterast jê digrim, wiha dibêje Fuad On...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2217)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Helwest û çalakî
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman demê de li taxên heman bajaran, an jî li bajarekî din ên Kurdisstanê ji teref rêxist...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2323)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yanê biryar: biryara hêzên hukumdar. hêzên deshiletdar, hêzên dewleta hov. Ev peyv bi dewrana ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4620)


Page 1 of 6First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  Next   Last   
14

Destpêka meha Tebaxê pirtûka bi navê Fuad Onen, Ray Raman û Bîranîn ji hêla weşanên Pêriyê ve hate weşandin. Di vê pirtûkê de hevpeyvînên ku Şemsedîn Işikli û Evdirehman Onen bi Fuad Onen re kirine û hin gotarên Fuad Onen cih digirin. Mirov dema ku dest bi xwendina pirtûkê dike, naxweze berde. Lewre axaftin û gotarên kekê Fuad gelek balkêş in. Mirov tê derdixe ku her peyv berhema hizrîneke kûr û piralî ye. Hin ji têbîniyên kekê Fuad wek encamên nîqaşên domdirêj in, lê belê hin ji wan jî destpêka nîqaşên nû ne.

Di destpêka pirtûkê de kekê Fuad hin rastiyên xwedêgiravî yên li ser dîroka Kurd û Kurdistanê dide ber pirsan û dehfikên ku dijminên neteweya Kurd danîne eşkere dike. Yek ji wan rastiyên xwedêgiravî, gotina dawîn a Seyîd Riza ye ku Îhsan Sabrî Çağlayangîl, ango kesê ku dardakirina Seyîd Riza tetbîq dike, gotiye (r. 41). Li gor gotina Îhsan Sabrî Çağlayangîl, Seyîd Riza beriya ku were dardekirin gotiye ku “Bîz ewladê Kerbelayix, bêxetayix, ayiptir, zilimdir”(Em ewladên Kerbelayê ne, bê guneh in. Şerm e, zilm e). Ango kujerê Seyîd Riza qaşo gotinên wî yên dawîn neqil dike û ev yek wek belge tê pejirandin. Kekê Fuad bi awayekî hûrbîn gotinên Seyîd Riza dide berpirsan û eletewşiya pejirandina van gotinên Îhsan Sabrî Çağlayangîl nîşan dide. Lewre Seyîd Riza ne ji ber Kerbelayîbûnê, lê ji ber Kurdistanîbûnê hatiye dardekirin. Şahidiya kujerekî ku dixwaze xwe bêguneh nîşan bide, çiqas bawerpêkirî be, ya Îhsan Sabrî Çağlayangîl jî ewqas bawerpêkirî ye û ev şahidî wekî gelek şahidiyên din divê di ber pirsan re were derbaskirin.

Kek Fuad mîna mamoste Beşîkçî balê dikşîne ser nebûna fikreke siyasî ya Kurdistanî (r. 70). Ew bi vî awayî ji nû ve têgehên wekî biratî û aştiyê di çarçoveyeke Kurdistanîbûnê de şirove dike û hewl dide hin hêz û ramanên nû bigihîne deryaya ramana Kurdî. Marksîst, oldar, lîberal û hwd. ên Kurd divê di fikreke siyasî ya Kurdistanî de yek bin. Li gor wî, bi vê ramanê destmêja wî ya çepîtiyê naşikê (r. 71).


Mijareke din a balkêş jî ew e ku kekê Fuad wisa difikire ku Kurd di merhaleya koletiyê re derbas nebûne û ji ber vê jî di nav Kurdan de eşîrtî maye. Ev raman, diyardeya hebûna eşîran a li nav Kurdistanê ji xwe re dike pirsgirêk û hewl dide ji bo vê pirsgirêkê çareseriyekê dayne. Bi ya min, bi serê xwe wek pirsgirêk dîtina vê diyardeya civakî jî gelek girîng e. Lewre dema ku haletek wek pirsgirek were qebûlkirin jê re çareseriyek tê dîtin. Ji bo bersiva vê pirsê jî bi ya min pêwîstî bi lêkolînên civakî û dîrokî hene.

Piştî peywendiyên Ermen û Kurd û jenosîda Ermenan mijar tê ser kuştina Dr. Şivan û Seîd Elçî. Di vê mijarê de kekê Fuad her çiqas ji hêla jîrbûn û hişmendiyê ve pesnê Dr. Şivan bide jî, dibêje ku Dr. Şivan teqiye kiriye. Lewre li gor wî, Dr. Şivan dema ku ne Kemalîst bûye nivîsên Kemalîst nivîsandine û dema ku ne Barzanîst bûye nivîsên Barzanîst nivîsandine. Bi ya min delîl û egerên vê tespîtê têra xwe nehatine danîn. Kekê Fuad bi van tespîtan ango ji ber taqîyetiya Dr. Şivan dibêje ku ew bi hevalên xwe ne bawer bû. Ew bi vê tespîtê jî bi awayekî dibêje ku Dr. Şivan yekî wisa bû ku dikare hevalên xwe û Seîd Elçî bikuje (r. 254-255). Bi ya min ji bo ku mirov tespîteke wisa bike divê destê wî de delîl û agahiyên qaneker hebin. Her wisa, kekê Fuad wisa bawer dike ku di kuştina Seîd Elçî de Dr. Şivan cih girtiye (r. 256). Lê ji bo vê yekê tu delîl û çavkanî nîşan nedaye. Ango ji ber çi ew îdîa dike ku Dr. Şivan di vî karî de cih girtiye, ne diyar e. Em baldariya caran a kekê Fuad di vê mijarê de nabînin. Ew, bi awayekî mafdar dibêje ku ev bûyer li gor berjewendiya dewleta Tirk bû (r. 257). Lê bi ya min ev tespît bi tena serê xwe ne bes e.

Di vê mijarê de ewil divê mirov bala xwe bide polîtîkayên wê demê yên PDK’ya başûr. Lewre tiştekî eşkere heye ku PDK’ya başûr bi tawana kuştina Seîd Elçî, Dr. Şivan kuştiye. Divê mirov ewil li ser vê meseleyê bisekine. Her wisa em dizanin ku wê demê PDK’ya başûr, wekî Suleyman Muînî çend serkêşên şoreşger ên Kurdistana Rojhilat ên ku şerê çekdarî diparast kuştine. Ango wê demê polîtîkaya Mele Mistefe Barzanî ew bû ku Kurdên Başûr dê şer bikin û parçeyên din ên Kurdistanê jî tenê piştgiriya wan bikin. Mele Mistefa nedixwest di parçeyên din ên Kurdistanê de şerê çekdarî hebe. Wî dixwest parçeyên din wek qada pişt bereyê bi kar bîne. Lê em dizanin kek Mesud dev ji vê polîtîkayê berda. Wî carna piştgiriya şerê çekdarî ya parçeyên din kir, bi PKK’yê re di destpêka salên 1980’yî de peymanek danî û ji bo ku dest bi şerê çekdarî bike alîkariya PKK’yê kir. Kek Mesud –qet nebe- di wan salan de wisa difikirî ku eger parçeyên din de Kurd bi hêz bin, karên Kurdên başûr jî dê hêsantir bin. Lê belê Mele Mistefa Barzanî wisa nedifikirî. Bi ya min di kuştina Seîd Elçî û Dr. Şivan de rola vê polîtîkayê heye. Her wisa PDK’ya başûr jî heta niha tu delîlek nîşan nedaye ku Dr. Şivan, Seîd Elçî kuştibe. Di vê mijarê de şêlûbûnek heye û çi mixabin heta niha jî ev şêlûbûn berdewam e.

Di vê mijarê de kekê Fuad dibêje ku PDK’ya başûr bi şertê ku neaxive Omer Çetîn serbest hiştiye. Gelo PDK’ya başûr çima naxwaze Omer Çetîn biaxive. Diyar e Omer Çetîn tiştên wisa dizane ku ew tişt eger werin zanîn dê ji bo PDK’ya başûr xirab be. Ango di vê mijarê de çewtiyeke PDK’ya başûr heye. Lê tiştekî balkêş e ku kekê Fuad van dide aliyekî û kuştina Seîd Elçî û Dr. Şivan bi teqiyetî û bi hevalên xwe re nebawerbûna Dr. Şivan re girê dide. Bi baweriya min mirov ji bo kuştina Seîd Elçî û Dr. Şivan divê li egerên din bigere. Kuştina Suleyman Maunî ji bo ronîkirina vê bûyerê dikare were nirxandin.

Piştî mijara kuştina Seîd Elçî û Dr. Şivan, di pirtûkê de gotareke kekê Fuad a li ser meseleya jenosîdê heye. Ramanên ku di vê gotarê de hatine ragîhandin, bi ya min yek ji ramanên herî balkêş ên kekê Fuad e. Di vê gotarê de tê gotin ku komara Tirkiyê tesadûfeke tarîxî ye (r. 280-281). Lewre eger di hevpeymanên şerê yekem ê cîhanê de guherînek nebûya împaratoriya Osmanî dê wek Ermenîstan, Erebistan, Kurdistan û Tirkiyê parçe bûya û dê ji Tirkan re li rojhilata Stenbolê devereke nefireh bimaya. Lê ji ber ku di nav şerê navborî de li Rûsyayê şoreş pêk hat û Bolşevîk desthilatdar bûn. Ji ber tirsa ber bi behra Navîn daketina Bolşevîkan dewletên Brîtanî û Fransî xwest ku li deverên bakur ên împaratoriya Osmanî bi serkêşiya Kemalîstan dewleteke Tirk pêk were.

Nêrînên kekê Fuad ên li ser pêvajoya damezrandina Komara Tirkiyê gelek girîng in. Lê belê kekê Fuad dema ku dîroka Kurdistanê dinirxîne qet behsa rola tamponbûna Osmanî ya li hember împaratoriya Rûsan nekiriye. Ango ew ramanên wî yên li ser Komara Tirkiyê bi ya min ji bo sedsala dawîn a împaratoriya Osmanî jî derbas dibe. Beriya ku împaratoriya Rûsan derkeve, em dibînin ku di navbera împaratoriya Osmani û Safawiyan de şerekî dijwar heye. Di vê devera dinyayê de Osmanî wek hêzeke Sûnnî û Safewî jî wek hêzeke Şîa bi hevdu re şer dikin. Heta ji ber vî şerî mîrnişînên Kurd otonomiyeke berfireh bi dest dixin. Lê belê di destpêka sedsala 17’an de împaratoriya Rûsan li bakur hêdî hêdî ber bi jêr jî tê. İmparatoriyên Osmanî û Safewî ji ber vê zexta împaratoriya Rûsan bi hevûdu re Peymana Qesra Şîrînê datînin û ev peyman, di dinyayê de peymana herî kevn ên li ser sînorên navdewletî ye. Di sedsala 17 û 18’an de împaratoriya Rûs her ku diçe firehtir û bihêztir dibe. Êdî ev împaratorî ji bo dewletên Rojavayê dibe metirsiyek. Ji ber vê jî dewletên Rojavayê dixwazin ji bo ku firehbûna împaratoriya Rûs asê bike, piştgiriya împaratoriya Osmanî bikin. Dewletên Rojavayê di sedsala 19’an de hemû saziyên Osmanî modernîze dikin. Sermayeya Brîtanî, Fransî û Almanî aboriya împaratoriya Osmanî nûjentir dike. Eger ev piştgiriya dewletên Rojavayê nebûya Osmanî di destpêka sedsala 19’an de dê ji holê rabûya. Ji ber vê jî em dikarin wiha bibêjin: Di sedsalên 19 û 20’an de herdu dewletên Tirk (împaratoriya Osmanî û Komara Tirkiyê) bi xêra împaratoriya Rûsan û Yekîtiya Sovyetan desthilatdariya xwe domand. Ji ber vê yekê dewletên Rojava di qetlîamên ewil ên Ermenan û têkbirina serhildanên Kurdan de piştgiriya Osmaniyan kir.

Bê guman ramana kekê Fuad a li ser damezrandina komara Tirkiyê, bi awayekî zelal nêrînên ku roleke dij emperyalîst li tevgera Kemalîst bar dike, pûç dike. Ango komara Tirkiyê bi daxwaz û piştgiriya dewletên emperyalîst ên mîna Brîtanya û Fransayê hatiye damezrandin. Kekê Fuad dibêje ku piştî vê lihevhatina navdewletî komara Tirkiyê incex bi rêya jenosîdê dikare li ser piyan bimîne. Di vê niqteyê de kekê Fuad ji bo jenosîda li Kurdistanê têgeha “jenosîda domdar û giştî” bi kar tîne (r. 294). Ew, bi awayekî eşkere nebe jî, ji bo rewşa Kurdistanê, li dewsa kolonyalîzmê jenosîdê bi kar tîne. Beriya ku em li ser naveroka vê ramana kekê Fuad rawestin, dixwazim hinek li ser statuya siyasî ya Kurdistanê rawestin.

Ez nizanim bê ka cara ewil kê ji bo Kurdistanê peyva koloniyê (mêtingeh) bi kar aniye. Lê em dizanin ku li bakur di destpêka salên 1970’yan de gelek şoreşger û rewşenbîrên Kurd ji bo Kurdistanê kolonî gotiye. Ji salên 1970’yan heta salên 1990’an ev paradîgma di nav siyaseta Kurdan de desthilatdar bû. Di destpêka salên 1990’an de mamoste Îsmaîl Beşîkçî di vê mijarê de di berhema xwe ya bi navê Mêtingeha Navdewletî: Kurdistan de şerhek daniye û gotiye ku Kurdistan mêtingeh jî nîn e. Mamoste Beşîkçî şerhek daniye, lê têgeheke nû ku statuya siyasî ya Kurdistanê salox bide, pêşniyar nekiriye. Ango rexne li vê paradîgmayê hatiye girtin, lê ev paradîgma bi şiklekî heyîna xwe domandiye.

Ez dixwazim hinek behsa teoriya bingeha şoreşên zanistî ya Thomas Kuhn bikim. Kuhn di berhema xwe ya bi navê Bingeha Şoreşên Zanistî de dibêje ku zanist bi rêya paradîgmayan bandora xwe li ser dinyaya zanistî dike û her zanyar jî li gor wê paradîgmayê zanyariyan pêk tîne. Li gor vê teoriyê jî her paradîgma ji sê merhaleyan pêk tê: preparadîgma, zanista normal û şoreşa zanistî. Di merhaleya preparadîgmayê de du an jî hîn zêde paradîgma hene û yek ji wan paradîgmayan jî hîn nebûye desthilatdar. Bi wextê re yek ji wan paradîgmayan li ser paradîgmayên din desthilatdar dibe û bi desthilatdarbûna paradîgmayekê zanista normal dest pê dike. Her diyarde li gor vê paradîgmayê tê îzehkirin û her kar û xebateke zanistî di çarçoveya vê paradîgmayê de tê birêvebirin. Bi wextê re hîn diyarde tên dîtin ku bi vê paradîgmayê nayên îzehkirin. Dema ku hejmara van diyardeyan zêde dibe êdî pêwîstî bi paradîgmayeke nû dibe. Eger paradîgmayeke nû neyê pêkanîn, êdî qeyrana zanistî pêk tê.


Lê belê ji hêla din ve jî hemû diyardeyên ku li Kurdistanê hene bi paradîgmaya mêtingehbûnê nedihatin îzehkirin. Paradîgmaya mêtingehbûnê hin diyardeyan îzeh dikir, lê hin diyarde jî hebûn ku bi vê paradîgmayê nedihatin îzehkirin. Lewre li gor vê paradîgmayê dewletên kapîtalîst ên ku bûne emperyal û dixwazin qada desthilatdariya xwe fireh bikin, aboriya welatên paşdemayî bi aboriya xwe ve girê didin. Ji bo pêkanîna kedxwarinê jî dewleta mêtinger sîstema koloniyê li nav welatê dagirkirî pêk tîne. Lê belê li van welatan jenosîd an jî bişaftin nayê pêkanîn. Gelek welatên Afrîkayê û Asyaya Rojhilata Başûr wisa bûn û piraniya wan di salên 1960 û 1970’yî de dewleta xwe ava kir û ji statuya mêtingehbûnê (kolonîbûnê) rizgar bûn. Lê belê gelek taybetmendiyên Kurdistanê hebûn ku bi vê têgehê re li hev nedihat. Ango paradîgmaya kolonîbûna Kurdistanê êdî di destpêka salên 1990’an de nedikarî hin diyardeyan îzeh bike. Heta hin dengên dij li vê paradîgmayê hatin bihîstin. Lê belê li dewsa vê paradîgmayê paradîgmayeke nû nehate pêşniyarkirin. Lê belê bi ya min ev pêşniyara kekê Fuad rê li paradîgmayeke nû vedike.

Em dîsa vegerin ser pêşniyara kekê Fuad. Li gor ramana kekê Fuad Bîzansiyan ji bo deverên Klîkya, Kurdistan û Ermenîstanê Rojhilata Nêzik digotin. Li vê deverê gelên alokton (biyanî) ango Tirk, Cihû û Çerkez dixwazin gelên otokton (xwecihî) ên Rojhilata Nêzik ango Ermen, Suryanî û Kurdan bi rêya jenosîdê ji holê rabikin. Êdî li wê deverê Ermen û Suryanî nemane û niha jî bi rêya jenosîdeke domdar û giştî dixwazin Kurdan ji holê rakin. Niha teoriya kekê Fuad dixwaze jenosîd û qetlîamên ku li devera navborî hatine kirin di çarçoveya deverî û neteweyî de îzeh bike.


Teoriyek çiqas xwedî agahiyên kitekit be ewqas li rastî arîşe û pirsgirêkan dibe. Ango teoriyek çiqas sade be ewqas xurt dibe. Ji bo vê jî Wîllîamê Ockhamî ku fîlozofokî sedsala 14’an e rêbazeke hêsankirina teoriyan daniye ku ji bo vê rêbazê gûzana (ustureya) Ockhamî tê gotin. Bila kekê Fuad min bibexşîne, bi ya min eger bi gûzana Ockhamî teoriya jenosîda domdar û giştî hinek were sade kirin, dê karîgertir be. Lewre li gor min binavkirina deveran yên mîna Rojhilata Nêzik, Rojhilata Navîn û Rojhilata Dûr di nav proseyên dûr û dirêj de diguhere. Him şêniyên hezar sal berê yên van devaran guherîne him jî sînorên van devaran... Meseleya otokton û alokton jî bi ya min proseya jenosîda Kurdan tam îzeh nake. Lewre eger em bi dijberiya devera Rojhilata Nêzik û dijberiya gelên otokton û alokton jenosîda Kurdan binihêrin em nikarin jenosîda ku li parçeyên din ên Kurdistanê tê birêvebirin, îzeh bikin. Lewre li parçeyên din ên Kurdistanê ev sê gelên alokton tune ne, lê dîsa jî di wan parçeyan de Kurd li qayî jenosîdê dibin. Dema ku em ji vê hêlê ve dinihêrin, dibînin ku teoriya jenosîdê ya kekê Fuad tenê ji bo bakurê Kurdistanê derbas dibe, ango teoriyeke parçeyî ye. Her wisa kekê Fuad qet qala jenosîda parçeyên din nake. Ev jî aliyê qels ê vê teoriyê ye. Ji ber vê jî eger ev aliyên vê teoriyê were derxistin û teorî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê were fireh kirin, ev teorî qewîtir be.

Em dibînin ku li her çar parçeyên Kurdistanê –ji xeynî beşeke başûrê Kurdistanê- dewletên serdest li ser Kurdan jenosîdê pêk tînin. Li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî domdirêj jenosîd tê birêvebirin. Ji hêla civakî, çandî, aborî, zimanî û erdnîgarî ve li ser Kurdan jenosîd tê pêkanîn. Ew diyardeyên ku em li Kurdistanê dibînin bi ya min bi têgeha jenosîdê dikarin werin îzehkirin. Ev têgeh dikare di siyaseta Kurdî de bergeheke nû veke. Ji ber vê jî bi ya min divê em bi têgeha jenosîdê li Kurdistanê binihêrin, doza nehiştina jenosîdê û azadiya Kurdistanê wekî hev bibînin, di vê çarçoveyê de doza mafên neteweya Kurdan bikin.


Bê guman min, bi vî awayî hevpeyvîn û gotarên kekê Fuad xwendin. Dibe ku nêrînên min şaş bin an jî agahiyên min kêm bin. Lê belê min gelek jê sûd girtin û ez bawer dikim ji bo her Kurdekî/ê berhemeke sûdewar e. Ji ber vê xebatê spas ji bo kekê Fuad û kesên din ên ku keda wan tê de heye.
 

Beriya ku ez dawî li vê nivîsê bînim, dixwazim vegerim destpêka pirtûkê. Di destpêka pirtûkê de kekê Fuad dema ku qala zarokatiya xwe dike, qala destpêkirina dibistana seretayî dike. Ew, ji ber qeydbûna dibistanê pir tirsiyaye. Lewre wî wisa zaniye ku çawa ku hesp werin qeydkirin, ango werin girêdan zarok jî wisa bi dibistanê re tên qeydkirin. Lê, ji ber ku temenê wî biçûk bûye bêyî ku wî qeyd bikin, wî dest bi dibistanê kiriye. Ji ber qeydnebûna dibistanê ew gelek kêfxweş bûye. Pêncî sal piştî vê bûyerê em dibînin ku ew qet qeyd nebûye û jiyaneke qeydnekiri li dû xwe hiştiye û hîn jî wê jiyanê dibe serî.
 
 
Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Irak’ta ABD-İran Savaşı ve Kürtler Üzerindeki Olası Etkileri
Arzu Yılmaz
Irak’ta ABD-İran Savaşı ve Kürtler Üzerindeki Olası Etkileri
Irak’taki bu tehditler karşısında en fazla kaybetme riski taşıyan ise Kürtler. Zira Irak’ta kaybedilecek bir düzene sahip tek bölge Kürdistan Bölgesel Yönetimi’ne bağlı topraklar. Özellikle gündelik hayat akışında güvenliğin istikra...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (21)


Mehrdad R. Izady: Sfenks’in Sakalı (ve Kerkük) Kürt Politik Safdilliliği Üzerine Notlar

Mehrdad R. Izady: Sfenks’in Sakalı (ve Kerkük) Kürt Politik Safdilliliği Üzerine Notlar
1992 Yılında Ankara’da kendilerine “Musul Vilayeti Konseyi” diyen Kürt şeyhlerinden ve ağalarından oluşan bir birlik tarafından bir Self-Determinasyon Deklerasyonu yayınlandı. Bu Kürt şeyh ve ağalarının çoktan unutulmuş Osmanlı Türk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (128)


Di Medya Haber TV de em li ser kêşeyên rojane peyivîn
admin
Di Medya Haber TV de em li ser kêşeyên rojane peyivîn
Türk devletinin beka sorunu Kürdistanın varlığı ve bağımsızlığıdır.  Bunları AKP üzerinden okumak yanlıştır, bunun arkasında stratejik bir devlet aklı vardır ve çok açık söyledikleri şudur ; gücümüz yettiğince sizin kendinizi yönetmenizi, devle...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (409)


Ulusal birlik, içine herkesin her şeyi koyabileceği bir kavram değildir
Fuat Önen
Ulusal birlik, içine herkesin her şeyi koyabileceği bir kavram değildir
Meclisteki “Kürt” milletvekilleri Türk meclisini, kendi şereflerini yerlerde süründürmek pahasına şereflendirmişlerdir. Aslında mecliste Kürt milletvekili yoktur. Meclise Türk olarak gidiyorlar ve Türklük, Atatürkçülük üzerine yemin ediyo...
Hejmara şirova (6)   Lê nerin (753)


Türk toplumunun hassasiyeti
Fuat Önen
Türk toplumunun hassasiyeti
Kürdistanlı siyasi çevrelerin Türkiyedeki Kürdler ve Kürd meselesi hakkında açık bir programları ve bu hassasiyeti karşılayacak bir yol-eylem haritaları gözükmemektedir. Hümaniter çığlıklar, mağduriyet edebiyatı ile “bu saldırıyı da savuşturalı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (203)


ALÎŞÊR'İN MEKTUPLARI HAKKINDA DÜZELTME
Fuat Önen
ALÎŞÊR'İN MEKTUPLARI HAKKINDA DÜZELTME
Alişêr'in önemli olan bu iki mektubunun yapabildiğim kadarıyla orijinallerine bağlı transkripsiyonlarını yaptım, yanlışlarını düzelterek Pelkurd ve Bitlisname sitelerine gönderdim, oralarda yayımlandılar. Bu sitelere göndermeden önce, Vate redaks...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (178)


İki Nehir Arasında Boğulmak
Fehim Taştekin
İki Nehir Arasında Boğulmak
Yani bıçak öyle bir yere dayandı ki Türkiye ile savaş ‘yıkım’ demek, Şam’la kavga ‘bozgun’ demek. Kürtlerin kırılgan durumu avantaja çevirmek için Şam-Moskova hattıyla diyalogu güçlendirmekten başka şansı gözükmüyor. Bir...
Hejmara şirova (1)   Lê nerin (467)


Barzani bir kez daha Bağdat’a dönerken…
Fehim Taştekin
Barzani bir kez daha Bağdat’a dönerken…
İşin doğrusu, Kürtler hükümet oluşumunda öyle bir konuma geldi ki hem Iraklı rakip güçler hem de birbirine karşı nüfuz savaşı veren İran ve ABD, Barzani’yi bir an önce Bağdat’ta görmek istiyordu. Çözülmesi gereken bir sürü konu, ortaklığı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (531)


Bu cehenneme ateş lazım!
Fehim Taştekin
Bu cehenneme ateş lazım!
Türkiye birkaç gündür Kobani ve Tel Ebyad’a top atışları yaparak nabız yokluyor. Bu, biraz Suriye sahnesindeki uluslararası güçlere yönelik ciddiyet gösterisi, biraz müdahaleye gerekçe yaratmak için Kürtleri yanıt vermeye zorlama hamlesi, biraz...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (573)


X-large'tan X-small'a: Çaresizliğin hikâyesi
Fehim Taştekin
X-large'tan X-small'a: Çaresizliğin hikâyesi
Malum Türkiye, 2014 sonrasında IŞİD’e karşı savaşta ABD’nin Kürtlerle kurduğu ortaklığı önleyemedi. Ankara’nın istediği ABD’nin TSK ve müttefik milis güçleriyle birlikte hareket etmesiydi. Şimdi Afrin’de yaptığı gibi Fır...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (545)


Page 1 of 14First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last