×
Îro dîsa li ser gorra te bûm !
admin
Îro dîsa li ser gorra te bûm !
Zinarê Xamo Salek dîsa pir zû derbas bû ! Aslan, sal dîsa zû derbas bû, me hew dît 9ê adarê hat jî. Ez û Hêvî îro dîsa bûn mîvanê te. Tu rastiyê dixwazî min ji bîr kiribû. Lê do ne pêr, nizanim çawa bû, wek heft kes ji min ra bibêjin, &rdquo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (103)


Li himberî êrîşên dagirkeran em hêza xwe bikin yek
admin
Li himberî êrîşên dagirkeran em hêza xwe bikin yek
Welatê me Kurdistan ji derveyî îradeya gelê me bi çar perçeyan ve hatîye perçe kirin. Eve nêzîkî sed salîye ku Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye , di meseleya  Kurdistanê de hemû pirs û pirsgirêkên di navbera xwe de datînin alîyekî û bi hevdu re p...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (744)


Radio Ashti
admin
Radio Ashti
Sipasdarê birayê Haci KardoxiAştî û Radio Ashtî me, sipasdarê dost û hevalên ku bi sebir 4 saetan li me guhdarî kirin û em bi tenê nehiştin im. Mixabin derfet nebû ku bersîvên temama pirsan bidim. Em di têkoşîna rizgarîya neteweyî de bi hev re ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1603)


19 sal zû derbas bûn
Zinare Xamo
Sal zû derbas dibin, min hew dît salek din jî derbas bû û wa ye dîsa 9ê nîsanê hat. Erê pismamo, 19 sal di ser wefata te ra derbas bûn. Îro dîsa ez û Hêvî bûn mîvanên te. Lê vê carê em ne bi tenê bûn, Mumtaz Aydin Roza Kurdî, Erdal Kurdman, ez û Hê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1263)


Xwezî gorr bihata zimên
Zinare Xamo
Xwezî gorr bihata zimên
Aslan, sal zû derbas dibin, me tew nedît 18 sal çawa derbas bû. Îro ez û Hêvî dîsa bûn mîvanê te. Li ber serê te me bi hesreteke kûr û bi xemgîniyeke mezin rojên borî yad kirin. Me bîstekê qala te kir. Hêvîyê got, qey qismet û nesîbê te ev ax, ev gor...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1557)


Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.
Fuad Onen
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne. Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. H...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1810)


Me îro silavek da gorra hevalekî pir ezîz !
Zinare Xamo
  Mehmet Aslan Kaya 17 sal berê di rojeke wiha da di 51 saliya xwe da ji nişka ve, bêyî ku kesî nerehet bike, bêyî ku haya kesî pê xe wek çirayekê vemirî û çû gerdûneke din. Mirina wî ne malbata wî tenê, bi sedan, bi hezaran kesên ev kurdê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1941)


Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Zinare Xamo
Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civata Swêd da hatine der û meqamên muhîm, ji bo gelê xwe xebatên pir baş dikin. &n...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3228)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Fuad Onen
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. Lê taleba desthelatîyên navendî lawaz e. Sedemek ji, ku sernîvîsa vê panelê j...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3368)


Serxwebûna Kurdistanê
Fuad Onen
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. Di vir de anormalîyekheye. Yanî îro ji her demê betir taleba serxwebûn û yekîtîya Kurdistan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3679)


Page 1 of 6First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  Next   Last   
09

Aslan,sal zû derbas dibin, me tew nedît 18 sal çawa derbas bû.

Îroez û Hêvî dîsa bûn mîvanê te.

Liber serê te me bi hesreteke kûr û bi xemgîniyeke mezin rojên borî yad kirin.
Me bîstekê qala te kir. Hêvîyê got, qey qismet û nesîbê te ev ax, ev gorristanbû.
Îro rojeke pir sar bû, meha nîsanê Stockholm cara hewqasî sar nabe. Berf tunebûlê belê çûk li hewa diqefilî.

LiGulmaspllan em dîsa çûn ser gulfiroşa xwe ya her sal. Îcar xanimeke din li wirbû.
Ji bo ku pezkûvî nexwin me dîsa nêrgizek kirî. Dibêjin pezkûvî ji tahma nêrgizêhez nakin.
Ji bo wê, ez her sal nêrgizê dikirm. Lê îsal Hêvîyê nehîşt ez bikirim, got îsalezê bikirim, lema wê pere da.

Metîn û hinhevalên din îsal jî berî me hatibûn ser gorra te. Wer carê nebû qismet em li ser gorra te rastî hev werin.Ew bi erebe ne, ez û Hêvî peyatî ne. Lema jî em tim piştî nîvro tên. Dema emtên ew hatine. Lê her sal rismê kulîlkên wan jî bi yên me ra derdikevin. 

Ev 18 sal in ez tim dibêjim min îsal xeberên xweş û dilxweşkir bi xwe raneanîne, hêvî dikim salek din ezê bi xeberên xweş werim ser gorra te. Lê sal bisal, xwezî bi par, her sal xerabtir dibe. Bi taybetî jî îsal li bakurêKurdistanê rewşa geleê me pir xerab e, zulm û zoreke mezin li ser gel heye.

Di 31ê adarê da hilbijartinên mehelî çê bûn. Dewletê û hukûmeta AKPê bi zor, bihîle û xurdan gelek belediye ji kurdan girtin. Belediya Wêranşarê jî di navavan belediyan da ye. Belediya Wêranşarê bi zor girtin. Yekî seyidî ye. Navê wîSalih ekîncî ye. Merivê rahmetiyê Kazim Ekîncî ye. Yanî mêrik bûye namzedê qatilên Kazim. Ev jî trajediya me ye kurdaye.

Û hin belediyên HDPê-kurdan qezenc kirine jî nadin, dibêjin kesên  qezenc kirine hevalên terorîsta ne.

Yanî mesele zor û çavbirîn e.

Lê rewşa Tirkiyê nuha bi tevayî pir tevlihev e, kes nizane sibe ewê çi bibe ûçi biqewime.
Hukûmetê bîn li milet çikandiye, tirs û xofeke mezin xistine dilê her kesî. Jibo parvekirina nivîsekê, rismekî di medyaya sosyal da însan tên girtin û zindankirin.Wer bûye kes newêre rismekî, nivîsekê biecibîne ya jî parve bike.

Belediyeyên Anqerê, Îzmîrê û Stenbolê jî di nav da, CHPê beledîyên çend bajarênmezin qezenc kir.

Ev yek ji bo AKPê bû şok.

Lê AKP belediya Stenbolê nade û dibêje hîle bûye, tiliya cimata Fetulah tê daheye û nizanim çi û çi.

Yanî dibêje ez nadim. Dixwazin hilbijartinê ji nû ve bikin û bi vê riyêbelediyê ji CHPê bigrin.
Hela em binêrin ewê çawa bibe.

Hêvî dikim CHP dubarekirina hilbijartinan qebûl neke.

 
Heger qebûl bike ehmeq e û sedîsed ewê nedinê, ewê bibêjin me qezenc kir.
Rewşa kurdên rojhilatê Kurdistanê jî gelkî xerab e. Çend roj berê li herêmaHewreman lehî rabû û gelek gund û bajar di bin avê û gerekê da man û gelek mirîjî hene. 
Li başûrê Kurdistanê ev  6-7 meh in diser hilbijartinan ra derbas bûye lê hîn hukûmet çê nebûye. Rewşa wan li gorsalek berê baştir e, lê dîsa jî ne rewşeke kêfa meriv jê ra were. YNK, PDK ûGoran ne li hev in, lema jî hukûmet çê nabe. Ev yek kurdan û dostên wan xemgînû bêhêvî dike.

Piştî wefata Mam Celal YNK bûye sê, çar serî û ji her serîyekî dengekderdikeve. Hêvî dikim li hev bikin û hekûmetê ava bikin.

Li gel hemû kêmasiyan rewşa kurdên binxetê ne xerab e. Tiştê herî baş Amerîkahîn ji Sûriyê venekişyaye û alîkariya bi HSDê/PYDê û kurdan ra didomîne.
Heger kurd bi xwe dînîtiyekê nekin li rojavayê Kurdistanê herî kêm ewêotonomiyê bi dest xin.

Tirkiyê bi şev û roj gefên dagirkirinê li kurdên rojava dixwar, dixwst hemûrojava wek Efrînê dagir bike.

Lê Amerîkayê destûr neda.

Lema jî nuha rewş baş e û êdî tirsa êrîş û dagirkirina Tirkiyê tuneye. Bikêmanî heta leşkerên Amerîkayê û Franransyê li wir bin Tirkiye ewê nikanibeêrîşî kurdan bike.
Yanî meriv kane bibêje heger kurd bi xwe dînîtiyekê nekin û nabêna xwe ûAmarîkayê xera nekin ewê li Sûriyê bibin xwedî statuyeke siyasî.

Ez par jî û îsal jî neçûm welêt. Rewşê baş xuya nedikir. Îsal Hêvî bi tenê çû,du mehan ma. Piştî vegeriya bi du sê heftan bavê wefat kir. Bi minasebetawefata wî min çend caran telefon kir. Cara dawî xwesiya min ji min ra got,polîsên siwîl ji Rihayê hatin pirsa te kirin. Min got çi pirsîn, newêrîbûbipeyiviya, got ”hin tişt mişt pirsîn û çûn…”
Yanî piştî 30 sal sirgûn wer xuya dike sirgûneyeke din ewê dest pê bike. Hînbaş nizanim ji bo çi li min pirsîne. Lê bi îhtîmaleke mezin ewê ji ber nivîsênmin be. Dixwazin bibêjin em raneketine, haya me ji we heye û bi vî hawî çavêxelkê bitirsînin.
Li ba min wekî din tu ilm û xebereke nuh û girîng tuneye. Wek hertim ez hînblogeriya xwe didomînim û her roj çend nivîsan dinivîsim. Çi bikim, tiştê jidest min tê ev e.
Hindik mabû ji bîr bikim. Bi Fexrî ra têkiliya min heye, salê çûnê çend caranem peyivîn, guhê min li ser e. Di medyaya sosyal da em ji hev haydar in.

De heta saleke din bi xatirê te.

Hêvî dikim salê tê bi xeberên xweş werim ziyareta te. Tu tim di bîra min da yî.Ji xwe tu viya zanî, lê min got dîsa jî bibêjim…



 
Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Dünya savaşı ve devletlerin toprak bütünlüğü
admin
Dünya savaşı ve devletlerin toprak bütünlüğü
Son 30 yılda dünyada devrimci dalganın gerilemesi, sömürgeci, emperyalist güçlerin ideolojik egemenlik sağlamalarına ve emperyalist amaçlarını barış, demokrasi örtüsü altında gerçekleştirmelerine ortam oluşturmuştur. Dünya barışı, barış çağrıları ile...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (237)


Ortadoğu denkleminde güçler dengesi ve Kürtleri bekleyen tehlikeler
admin
Ortadoğu denkleminde güçler dengesi ve Kürtleri bekleyen tehlikeler
Şimdi devletin yapmaya çalıştığı aslında her ikisi de bir ölçüde devletin farklı kanatları tarafından denetlenen manüpüle edilen iki aktörü karşı karşıya getirerek Kürdistani siyasetin önünü kesmektir esas amaç budur . Yani burada CHP Demirtaş a yakı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (419)


Ulus ve ülke aidiyeti
admin
Ulus ve ülke aidiyeti
Modern partiler bu üst aidiyetleri güçlendirmek için vardırlar. Dünyanın her tarafında Fransız devriminden bu yana siyasi partiler bu üst aidiyetler üzerinden siyaset yaparlar. Devletleşenler artık sınıf aidiyetiyle siyaset yaparlar, devletleşemeyenl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (382)


Temsil kabiliyeti
admin
Temsil kabiliyeti
Kuzey batı Kürdistan da temel problemimiz şudur. Temsil kabiliyeti olan siyasi hareket Kürt toplumunu, Kürdistanı temsil etmekten uzaklaşmıştır. Temsil kabiliyeti var, her on Kürt ten dördü  bu siyasi harekete destek veriyor, ancak bu siyasi har...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1532)


Siyasal mücadelede aydın rolü
admin
Siyasal mücadelede aydın rolü
Siyaset kendi doğrularını gerçekleştirmeye çalışma çabasıdır. Bir doğru arayışı değildir. Bizim siyasetçi dediğimiz insanlar doğruları olan ve bu doğruları gerçekleştirmeye çalışan bunun için mücadele eden insanlardır. Bu yanıyla bilim adamlığından f...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (736)


Milliyetçilik kavramı
admin
Milliyetçilik kavramı
Pêlkurd ayrılkçı bir siyasi hareket. Kuzey batı kürdistanda ayrılıkçı siyasi hareketin bağımsız bileşik kürdistan hedefinin teorik siyasi arka planını  oluşturmaya çalışan ve bu çerçevede siyasi bir harekete dönüşmeye çalışan bir hareket. Öyle b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (483)


Ulusal birlik sorunu
admin
Ulusal birlik sorunu
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (508)


Kürdistandan mülteci olarak göç
admin
Kürdistandan mülteci olarak göç
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (516)


Kürdistani bir gövdeye Türkiyeci bir kimlik giydirme çabaları
admin
Kürdistani bir gövdeye Türkiyeci bir kimlik giydirme çabaları
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (459)


Kürt siyasetinin Türk devlet kirizine karşı tutumu
admin
Kürt siyasetinin Türk devlet kirizine karşı tutumu
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (470)


Page 1 of 19First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
123movies