Admin admin posted on December 19, 2025 12:13
Hevalê hêja Cano Tu çûyî! Lê navê te, fikir, nerîn û xeyalên te wê her tim bi me re bin û dê di têkoşîna serxwebûna Kurdistanê de bijîn.
Bi te re fikirandin, hiskirin û xeyal kirin, dê perçek ji jiyana me be. Her çend tu bi fîzîkî di nav me de tune bî, lê tu wek beşekî ji jiyana me, wek ronahî û wek rêberî, bi me re, dê her tim hebî.
Hevalê me yê heja di dema xwendekarê lîseyê bû, bi hişyarî û bi baweriyeke mezin tevil tevgera şoreşger bû. Em, ji wê rojê heta îro, bi hev re bûn. Me pêkve ji bo hewldanên kolektîf, avakirina teorî û kadroyan û lêgerîna rê û rêbazên şoreşa Kurdîstan, xebitîn.
Heval Cano, demekê nivîskarî û rêvebirîya Medya Guneşî kir. Heval Cano, bi nivîs û fikirên xwe ronahiyek daye hişmendîya welatparêzan. Hêvî, xwestek, bîr û bawerîyên xwe bi dilsozî nivîsandin û heta talîya jiyana xwe wek kadroyek û nivîskarê PÊLKURDê, xebitî.
Heval Cano, mirovekî xweşdil, bi rûmet û bi berpirsiyarî bû. Jiyana wî jiyaneke têkoşînê, fedakariyê û xebatê bû. Emê wî, her tim di têkoşîna serxwebûna Kurdistanê de, bibîr bînin.