Fuad Onen posted on January 01, 2017 20:40
Dewleta tirkan di qirîzeke bingehînde ye. Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji dest me here”. Dogu Perînçek jî dibêje ”em tekevin Musulê, dê Diyarbekir ji dest me here”. Herweha Devlet Bahçeli jî dibêje ”em ji Babê vala vegerîn em dê nikaribin Diyarbekirê biparezin”. Her sê jî rast dibejin. Lê dê ne Diyarbekir ji destê we here. Hun ê ji Diyarbekirê derkevin.
Qirîza vê dewletê ev e ku, ev dewlet li dijî emperyalîzme ava nebuye, berovajiyê wê, emperyalîzma rojavayî ev dewlet avakirîye, û li ser nirxê rojavayîyê ew avakiriye û ev 90 salê, berê wan bi rojava de ye. Endame NATOyê ye, berendamê yekîtîya Evrupayê ye. Lê piştî têkçûna Sovyetê û belavbûna nîzama cîhanê, Şerê Cîhanê ya sêyem destpêkir. Hişmendîya dewleta Tirkiyê dîbîne ku di vî şerî de sînor û statuko li Rojhilata Nezîk û li Rojhilata Navîn de perçe dibe û rojavayî dixwazin vê perçe bikin. Tirk veya jibona hebûna xwe mesela mayin û nemayînê dibînîn. Ez tevil wan dibim, rast e, problemeke wan a mayîn û ne mayînê heye. Baş e, ew dê bi ku de herin. Endamê NATO ye û berendamê Yekîtîya Evrupayê ye. Dewleta Tirkiyê dibe ez ê tevlî Şanghayê bibim. Tu tevlî Şanghayê bibî, tu nikarî vana bimeşînî, tu vana bimeşînî tu nikari tevlî Şenghayê bibî.
Qirîzeke vê dewletê ya bingehîn heye. Di vê qirîzê de sîyasetên kurd divê çi bikin¬? Sîyesetên kurd divê hewil bidin ku vê dewletê ji nuhda arîzeyên wê tamîr bikin û wê xurt bikin? An dibe hewil bidin û bêjin, ev dewlet di qirîzê de ye; li herema me şer e; ev şer 20-30 salê din wê bidome, di van şertanda sîyaseta herî rast ewe ku em vê dewletê ji vî welatî derxînin. Ta ku ev dewlet ji vî welatî dernekeve reya aramîye, reya behevra jîyanê ji me re venabe. Bona vê sîyeseta kurdîstanî li her derê, divê serxwebun û yekîtîya Kurdîstanê ji bo xwe bike hedefa stratejîk. Ev nayê vateya ku ji îro heya sibe em ê Kurdîstaneke serbixwe û yekgirtî ava bikin. Em nuha piştgiriyê didin serbixwebuna başurê Kurdîstanê. Sibe li rojavayê Kurdîstanê federasyonek pêk bê, em ê piştgirîyê bidin wê jî.
Li bakur, li rojhilat çi deskeftî bi dest me kevin em ê wan destkeftiyan bigrin û li ser wan deskeftîyan, em dê taleba yekîtî û serxwebûna kurdîstnê hîn bilindtir bikin. Lê a muhîm ew e ku fehmê yekîtîya Kurdîstanê di hişê me de cîh bigre. Nuha, ewlekariya rojava Kurdîstanê di başûrê Kurdîstanê re derbas dibe. Sînorê dewletên Iraq û Surîyê ji nav eraban rabûye. Anha sînorên dewleta Iraqê û Suriyê yên dagirker tenha peşmerge û gerîlla diparêzin. Eviya zulm e. Yên ji roja serî de li hember van sinoran, em in. Heger tu ewlekarîya rojavayê Kurdîstanê di ser başûr da tasawur bikî, tu dikarî wê çaxê ji Hemrîn heya Efrîn cografyekê destnîşan biki û ser wê ra jî tu dikare xwe bîgîhînî Behra Sipî.