Fuad Onen posted on January 07, 2017 13:01
Serxwebûn du tiştan tîne ziman, yek jê, em ji sîstema dewleta ya cîhanî re îtîraz dikin, bi sedem ku sîstema dewlata ya cîhanî ya li holê heye, cîh ne daye miletê kurd. Miletê kurd ji dervê vê sistemê hiştîye, em ji vê ra îtîraz dikin. Em dibêjin veya dagirkerî ye û zulim e. Weke temama milletê cîhanê, mîletê kurd jî xwedî maf e ku bi dewlet be.
Duyem, li gel vê îtîrazê em arzuhalekî didin sistema dewletê ya cîhanê. Em dibên li cîyê xwe ji me re cîh veqetînîn. Ji bo çi miletê kurd di wê derê de nayê temsîlkirin. Hem em îtîraz dikin hem talebekî dikin. Ji bo îtîrazê û ji bo talebê jî dibê em şertê cîhane baş behesîbînîn û şertê waqiê (rastiya) welatê xwe baş bidin ber çavê xwe.
Nuha sîstema dewleta cîhanî perçekî nîzama cîhanê ye. Esas ev peyva nîzama cîhanê ne peyvek pir kevin e. Dor 200 sali ye ketîye rojeva siyaseta cîhanê. Piştî ku kapîtalîzim bûye nîzamek cîhanî, pêre nîzamek cîhanê jî dixwaze. Yanî di dema împaratorîyan de nîzamek cîhanê li her terefên cîhanê nepewîst bû. Lê ku sîstem bû sîstemek cîhanî, îdin nîzameke cîhanî jî dixwaze. Ew jî hun dizanin, piştî Herba Cîhanê ya yekem esas nîzama cîhanê ewilî pêk hatîye û Cemîyetî-Akvam an Koma Miletan dezgehê wê nîzamê ye. Nîzama heye nîzameke kolonyalîst e. Yanî xweşkirina van nîzaman ne karê kurda ye. Bi sedem, ku vê nîzamê miletê kurd li nav çar dewletan belav kiriye û di nav çar dewletan de bêdewlet hiştîye.
Pirsgireka kurdan a esasî ew e. Yani em tim dibêjin em bê dewlet in Ji aliki wê jî li Kurdistanê çar dewlet hene. Yanî dewletek li Kurdistanê tune ku temsîla huquka bihevra jîyanê ya kurdistanîyan bike, ji dewla wê çar dewlet hene ku hukuka miletê kurd bin pê dikin. Ev kêşe gerek çareser bibe.
Nîzama cîhane ya dudiyan jî piştî Herba Cîhanê ya dudiyan ava bû. Wê nîzamê jî, miletê kurd li derveyê xwe hişt û di hundir sîstema dewletên cîhanî de cîh neda mîlete kurd. Dixwazim bêm vê niqtê. Ji sala 90î pê ve, piştî Yekîtîya Sowyetê têkva çû nîzama cîhanê bela bû. Anha nîzamek li cîhane nîne. Têkçûna Sovyetê ne tenê têkçûna sosyalîzma reel bû, di heman demêde tekçûna nîzama cîhanê bû. Veya ji bo çi ji bo me gîrîng e? Îro hejmara dewletên henin zêdeyî 200î ne. Piraya van dewletna ya di dema şerê cîhane de yan jî piştî şerê cîhanê hatine avakirin.
Miletên bindest, miletên biçûk, dema nîzama cîhanê hebe, cîhan li cîye xwe runiştîbe derfet liber wan nîne, ku rê ji xwe re vekîn û bibin dewlet. Bi giranî ya dema şerê cîhanê yan jî piştî şerê cîhanê dewlet ava dibin. Konjuktura cîhanê jibona taleba serxwebûnê û dewletbûyînê gelek musaît xuya dike. Ji ber wê ye, di vî 25 salên dawîn de bi dehan dewltên nuh avabûne. Baş e, salên 70yî bînin bîra xwe; li bakure Kurdistanê temama rexistinên me serxwebûnxwaz bûn, Kurdistanek serbixwe, yekgirti, demokratîk an sosyalîst talep dikirin. Wê çaxê ji bona avakirina dewletên nuh şertê cîhane jî ne pir musaît bû.
Anha, yanî ev 20 sal e şertên cîhanê musaît bûye. Sîyeseta partî, rêxîstin, saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefên serxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. Di vir de anormalîyek heye. Yanî îro ji her demê betir taleba serxwebûn û yekîtîya Kurdistanê realîst e. Rexneya li serxwebûnxwaza tê girtin, yek jê jî ew e, dibêjin: em herkes serxwebûnê dixwazin, lê ev talep ne pêkan e. Nuha hevalanên wer difikirin, hizir dikin ku dikarin çar dewletên dagirker demokratîze bikin, eveya hesan e; feqet nikarin dewletekê li Kurdistanê ava bikin, eveya zahmet e. Eveya jî anormalî ye. Yanî ev çar dewletên ku li avabûna wan de û di meşa wan a vî 100 salî de tu bêhna demokrasîyê ji wan nahatîye. Hun dikarin van çar dewletan demokratîze bikin, ji bo çi nikarin ji xwere dewletekê avabikin? Avakirina dewletekî li Kuriîstanê, bi ya min ji demokratîzekirina van her çar dewletan hîn realîstir e û hîn pekan e. Problem ku gîyanê demê banga dewletbunê li miletê kurd û sîyaseta kurd dike. Sîyaseta kurd ji devla vê bangê fam bike û li gor vê bangê organîze bibe, hedefên ji dervê giyanê demê ji xwe re dike hedefên sîyasî. Anha, bi ya min şertên navdewletî û li her çar perçeyên Kurdistanê geşbûna tevgera mîllî, hedefa serxwebûn û yekgirtiya Kurdistnê, hîn aktuel dike û hîn realîstir dike.