Pirsa bingehin ev e: Kurd çi ne û çi dixwazin? Bêguman ew pirsa esasî em kurd ji xwe bipirsin. Ev xebat, hewldan, fedekarî, têkoşîn û berxwedana bi sed salan ji bo çi ye?
Em pir dûr neçin. Di van sîh salên dawiyê de çil hezar xortên Kurdistanê ketin bin axê. Bi hezaran gundên kurdan hatin şewitandin. Milyonan kurd hatin koçberkirin û li metropolan li jiyaneke ne însanî hatin mehkumkirin. Çografyaya Kurdistanê hat talankirin û wêrankirin. Gelo sedemê van bûyeran çi bû?
Divê pirsgirêka neteweya kurd baş bê tarîfkirin. Dema pirsgirêka neteweya kurd rast û dirust neyê tarîfkirin, wê demê ji bona çareserîyê jî daxwazên rast û dirust, li gorî pîvan û modelên navneteweyî dernakevin holê.
Riya herî kurt; em neteweyek in û nasnameyeka me heye, em li diroka xwe û zimane xwe xwedi derdikevin, bi zimanê kurdî perwerdeyê daxwaz dikin, wekî neteweyên dînyayê, em ji dezgehên neteweyîbûnê avabikin, hemû warên jîyanê de wek milletek bêne pejirandin.
Pisgirêka neteweya kurd pirsgirêkeke dîrokî û sîyasî ye. Neteweya kurd, neteweyeke bindest e. Kurdistan navbeyna çar dewletan de parçe bûye. Ji bo wî sedemî pisgirêka Rojhilata Navîn e û pisgirêka dinyayê ye.
Her netewe dixwaze xwe îdare bike, xwedîyê devlet û xwedîyê alayê be. Ala sembola millettan e, jê ra hurmet û siyanet lazim e.
Niha ez dixwazim balê bikşînim ser bûyereke girîng. Ev du-sal in di pîrozkirina cejne Newrozê de êrîş diçe ser alaya Kurdistanê. Newroza 2009an de xortên Kurdistanî ala vekirin û êrîş li wan hate kirin. Ji ser sehneyê ev bang hate kirin:
- Şu yabancı bayrağı kaldırın! (Wê alaya biyanî rakin!)
Ev bûyer wek îvideo hinek siteyên Kurdistanî de hate weşandin. Lê zêde bala kesî nekişind.
Newroza 2010’an de ev êrîş bi girseyî hate dubarekirin. Dîsa grûbebeke xortên Kurdistanî Alaya Kurdistanê vekirin. Mixabin yekî ku xwe wezîfedar dibîne tê ber wan, ji bo rakirina Alayê wan îqaz dike. Di vî îqazkirinê de literatura ku bi kar tîne gelek ecêb e. Dibêje:
- Alaya KDPê rakin!
Lê xort bersivê didin û wezîfedar diçe. Piştî deh-panzde deqîqeyan şûn da 15 kesên ku rûyê xwe girtine, tên û êrîşek dibin ser wan kesên ku Alaya Kurdistanê hildane. Hildarên Alaya Kurdistanê ji ya xwe nehatine xwarê û gef êrîşên hatine ser wan ji xwe dûr xistine. Xelqê jî ev êrîşa ne rewa qebul nekiriye û piştgiriya hildarên Alaya Kurdistanê kirine.
Mixabin dema ev êrîşa hatiye kirin, Leyla Zana di axaftina xwe da behsa tehemul û bêhnfirehiyê dike. Mixabin ev tehemul li hemberî tevger û sazîyen kurdan tune ye. Gorî ev siyaseta dersthildar, kurd yek deng in û cuda fikirandin sûcekî gelek mezin e. Demokrasî ji bona civat û rêxistinên kurdan ne hewce ye. Ên ku li ser navê kurdan difikire û biryar dide heye!
Li meydana Newrozê her rengê çepên tirkan ciye xwe girtine. Her wiha, bi jiyan û fikrê xwe grûbên gelek marjinal bi flama û alayên xwe hatine temsîlkirin û tu caran mudaxele li wan nehatiye kirin. Li hemberî saziyên tirkan û saziyen marjînal tehemuleke berfireh û têkiliyeke germ heye. Li dema ku saziyên kurd yên ji derveyî BDP-PKK derdikevin holê, ev tolerans û tehemul ji hole radibe, tehdîd û êrîş dest pêdike.
Di bin wê êrîşê de şerekî psikolojîk heye. Daxwaza wan ew e ku kurdan şaş bikin, avê li ber wan şêlû bikin. Ev projeyeke kûr û dûr e. Milyonan kurd hêdî bi hêdî kedî bikin. Ji dîroka xwe, ji zimanê xwe, ji mafên xwe yên neteweyî dûr bixînin û di bin bandora kemalizmê de cih bigrin. Em bawer in, ev proje dê têk biçe û kurd bi hestên neteweyî roja xwe pîroz bikin.
Cejna Newrozê bi tevayî hemû gelê arî ye, bitaybetî cejna gelê kurd e. Bi sed hezaran Kurdistanî ji bo xemilandina neteweya kurd hatine ba hev.
Cejna Newrozê serhildan û berxwedana kurdan e.
Cejna Newrozê gav bi gav nezîkbûna azadiya kurdan e.
Cejna Newrozê ji bo civata Kurdistanê hilgirtina hestên neteweyî ye û bilindkirina Alaya Kurdistanê ye.
Li Kurdistanê her mirovek, her dezgehek, her rêxistineke sîyasî û civakî xwedîyê helwêst e û xwedîyê berpisiyarîyê ye.
Silav û hurmet.
Diyarbekir, 25.03.2010
www.peyamaazadi.com