Di qonaxeke wiha hestiyar û guherbar a siyaseta herêmî de —ku fişarên li ser kurdan zêde bûne û nîqaşên li ser entegrasyon an daxwazên neteweyî germtir bûne— pêwîstiya bi xwendineke rexnegir û alternatîfeke siyasî ya zelal bêtir xuya dike. Derketina Hevbendî li Amedê, di navbera gumanên li hemberî xetên kevn û lêgerîna daxwazên kurdistanî de,wekî hewldaneke nû û cihê nîqaşê tê dîtin ku dikare di siyaseta Bakurê Kurdistanê de dengekî cuda û bi hêz ava bike. Ev dîtinên cuda rast/şaş dikevin xana gotubêj û dewlemendiyê.
Qonaxa Nû ya Siyaseta Herêmî û Fişara Li Ser Kurdan
Piştî pêşketinên li Bakurê Kurdistanê û lawazkirin an ji holê rakirina rêveberiya xweser li Rojavayê Kurdistanê bi rêya YPG/PKKê re, Tirkiyeyê bala xwe daye ser sînordarkirin û bidawîanîna desthilata kurdî li Başûrê Kurdistanê. Her wiha xuya dike ku wê berê xwe daye Rojhilatê Kurdistanê jî û bi rêya PJAK/PKKê hewl dide li wir jî tevliheviyan çêbike û pêgeha kurdan lawaz bike. Tirkiye, bi hevkariya Îranê û bi erêkirin an hevahengiya Iraq, Sûriyeyê û çend rejîmên din,kampanyayeke nû ji bo guherîna rewşê û lawazkirina pêgeha kurdan li herêmê dimeşîne.
Gelek çavdêr di wê baweriyê de ne ku dijminatiya dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî mafên kurdan eşkere ye; kesê ku vê rastiyê nebîne an ji ber kêmagahî û xwendineke şaş e, an jî di çarçoveya nêzîkbûna bi aktorên dijberî daxwazên kurdan re tevdigere. Rayedarên bilind ên Tirkiyeyê vê helwesta dij-kurdistanî bi eşkereyî tînin ziman, û ev kîn û nefreta wan rastiyeke haşa lênekir e.
Siyaseta Öcalan û Xeta PKKê
Öcalan kesekî zindankirî û di bin kontrola dewleta tirk de ye; ji ber vê yekê, gelek şîrovekar dibêjin ku gotin û arasteyên wî li gorî hevsengî û berjewendiyên dewletê tên sazkirin, û bicihanîna wan ji aliyê PKKê ve li derveyî zindanê nîşan dide ku ev rêxistin di pratîkê de li dijî daxwazên neteweyî yên kurdan tevdigere —heta gelek kurd rasterast wê wekî rêxistineke dewletê dibînin.
Mixabin, hinek rewşenbîr, zana û elîtên kurd dema behsa siyaseta Öcalan dikin û stratejiya PKKê şirove dikin, bi mebest yan bê mebest wê rêxistinê wekî projeyeke serbixwe û kurdistanî ya ji bo mafên kurdan nîşan didin û rewayiyê didinê. Ev nêrîn dikare bibe sedema şaşfêmkirin û xapandinê; ya rast ew e ku gotar û gavên Öcalan û PKKê di çarçoveya hevsengiyên dewleta tirk de bên nirxandin. Jixwe ne gengaz e ku ew bikare gotin û dîtinên xwe bi azadî bêje, û ew hemû peyam, gotin û pirtûkên ku bi navê wî tên çapkirin, bi giranî hiş, berhem û plana dewleta tirkî ne.
Bi rastî jî, kesekî serbixwe —ne siyasetmedar û ne jî rojnamevan— Öcalan nedîtiye, û kesên ku bi navê wî diaxivin, bi giranî li gorî hevsengiyên dewletê tevdigerin.
Wekî ku tê zanîn, parêzerê wî yê pêşîn Ehmed Zeki Okcuoglu di gelek gotinên xwe de diyar kiribû ku tiştekî Öcalan bi pirsa kurdî re nîne û di dawiyê de dev ji parêzvaniya wî berda; bi taybetî gava jê re gotibû: "Dadgeha te pêşî dadgeha miletê kurd e, paşê ya PKKê ye û paşê ya Öcalan e," lê wî û PKKê ev qebûl nekir û berevajî wê rêz kirin: Öcalan, PKK û di dawiyê de miletê kurd. Di hevpeyvînekê de Okcuoglu gotiye: "Öcalan bixwe komplo ye, ew ne qurbaniyê wê ye… qurbaniyê rastîn ê vê komploya navneteweyî tenê miletê kurd e." Her wiha gelek siyasetmedar û rewşenbîrên kurdistanî jî gihîştine vê rastiyê û bi eşkere gotine; rehmetî Mehdî Zana tim digot: "Öcalan mirovê dewletê ye."
Guherîna Nîqaşên Civakî û Berdewamiya Xeta Netewî
Dewleta tirk gelek kesên lawaz û bêbandor kirine nûnerên xeta PKK/DEM/YPG/PJAKê, ku di gelek mijaran de bi eşkereyî ajendayeke dijberî mafên bingehîn ên miletê kurd dimeşînin. Lê îro beşeke berfireh ji kurdan dibînin ku ev xet bûye astengiyek li pêşiya pêşveçûna kurdan. Di hevdîtinekê de, nivîskarekî kurd bi eşkereyî got: "Heya Öcalan hebe, xêr nakeve serê kurdan." Gotinên bi vî rengî zêde dibin, xelk bi azadî û wêrekî van nêrînan tîne ziman, û kesên ku berevaniya PKKê dikin gelek caran xwe vedişêrin û wekî berê bi eşkereyî dernakevin.
Tevî vê rewşa dijwar, xebata kurdan a ji bo mafên kurdan li Bakur û li her derê ne rawestiyaye; belkî di nav hemû astengî û metirsiyan de berdewam li çareseriya pirsa kurdî digere. Di nîqaşeke li ser medyaya civakî de, gava alîgirê PKKê (bi navê veşartî) ji ciwanekî serxwebûnxwaz (bi nav û wêne) dipirse: "Projeya te çi ye?", bersiv zelal e: "Projeya min bidawîkirina vê xeta xapandinê û eşkerekirina rastiyan e."
Avakirina "Hevbendî" Li Amedê û Cudahiya Wê
Di 7ê november a 2026an de, bi beşdariya 170 siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê, li Amedê konferansek hat lidarxistin û tifaqa Hevbendî hat avakirin. Li gorî daxuyaniyan, ev tifaq ji Înîsiyatîfa Netewî ya Kurdistanê, PÊLKURD, PDK-Bakur, PSK, PWK, VEJÎN û çend kesayetên serbixwe yên kurdistanî pêk tê.
Li ser platforma Xê, di bersiva pirseke li ser cudahiya navbera Hevbendî û PKKê de, Alî Çeven van xalan wekî bingeha Hevbendî rêz kiribûn:
Dijberiya tundûtîjiyê
Daxwaza statuyeke mutleq
Ne biratiya gelan, lê biratiya kurdan
Ne entegrasyon, lê federasyon
Vekirî ji bo her baweriyeke di nava kurdan de Îdeolojiyeke yekane: Kurdistan Ev xal nîşan didin ku Hevbendî di gelek aliyên xwe yên bingehîn de ji PKKê pir cuda ye.
Hêvî, Astengî û Pêwîstiya Serbixwebûnê
Her çend ev gav li Bakur hinekî derengmayî be jî, di vê dema hestiyar de —ku gotarên li ser entegrasyon û teslîmbûnê zêde bûne— avakirina Hevbendiyê gaveke pêwîst û berbiçav e. Hêvî ew e ku rêxistinên civakî, rewşenbîr, siyasetmvan, sermayedar,kesayetên serbixwe û hemû beşên civakê piştgiriyê bidin da ku alternatîfeke kurdistanî ya xurt ava bibe û hêvî û baweriya miletê kurd ji nû ve geş bibe.
Bêguman, aliyên ku dixwazin vê xetê sînordar bikin dê bêdeng nemînin û dibe ku hewl bidin astengî û lîstikên cûrbecûr derxin pêş. Ji ber vê yekê, girîng e ku nakokî, çavnebarî, ezezî û berjewendiyên partîtî li pêşiya berjewendiyên netewî nebin asteng. Divê Hevbendî siyaseteke serbixwe bimeşîne —bê fermanên ji jor û destûra tu aliyekî— û bibe saziyeke li ser her berjewendîperestiyeke teng re.
Belê, Hevbendî hêvî ye, û hebûna nêrînên cuda û rexneyên objektîf ên bi mebesta avakirin û serrastkirinê dewlemendî ye. Gotinên li ser kesayetiyên Hevbendî yên wekî Bayram Bozyel, Fuat Önen, Alî Çeven û hinekên din nîşana şefafiyet û saxlemiyê ne; lê xeta netewî yek e, û kesên ku ne hêjayî vê dozê, vî barî û vê dema hestiyar bin, divê cih di nav Hevbendî de negirin û xwe vekêşin.
Hêvî û Berawirdkirina Du Helwestan
Xurtbûna xeta netewî li Bakur dikare stratejiyên li dijî kurdan biguherîne û berovajî bike. Siyaseta ku li ser bingeha înkar û lawazkirina kurdan hatiye avakirin, di dawiyê de nikare bi ser bikeve. Kurd li ser xeta yekîtiya netewî û xebata rêkûpêk dikarin bigihîjin mafên xwe; Kurdistan ne dijminê tu kesî ye, ew tenê mafên xwe yên xwezayî dixwaze.
Di dawiyê de, berawirdkirina du helwestan vê wêneyê zelaltir dike: dema Öcalan tê girtin, di balafirê de diyar dike ku dayika wî tirk e û eger erkek jê re bê dayîn, ew ê xizmeta dewleta Tirkiyeyê bike; lê gava ji Fuat Önen tê pirsîn "Tu kî yî?", ew dibêje: "Ez Fuad im, kurê Mehmûd im û şoreşgerekî Kurdistanê me."
Dîrok tê nivîsandin û di vê dema nazik de Fuat Önen dîroka serfiraziya kurdî nivîsî; qenc û xirab bi hev re nameşin, û ji bo rastiya miletekî wekî kurdan ku fedakar, mirovhez û gelek neheqîdîtî ye, divê rastî wekî xwe girîng bê dîtin. Hevbendî rastiyeke biwêr, pêwîst û nû ye — ji vir û pêve her kes û wijdan û şîrhelaliya xwe ye.