Esra Selmanij posted on January 14, 2014 08:33
Di rihê netewperweriya miletan de dîrok, wêje û erdnîgarî xwedî cihên girîng in. Dîrok ji bo hiş, wêje ji bo rih, ziman û erdnîgarî jî (mekan, war,nexşesazî) ji bo dîrok û wêjeyê weke sahneyê ne . Ev her sê faktor jî ji bo milletek cihê rih, beden û hişî digirin. Heke ji van yek bê îhmalkirin (ev îhmal) wê bibe sedema (bê) kesayetîyek tevlîhev, bê xîrî, bindestî û dawîya dawîn jî tune bûnê. Erdnîgariyek ji bo xwe û bi serê xwe, dîroknivîsiyek ne tene ya 5-6 sed salan, ya hezar salan ku layiqê qedîmîya Kurdistanê be, dengê gotinên wêjeya Kurdîya zelal, sîyasetek desthilatîxwaz (ku sîyaset xwestina desthilatê ye) wê bibe çarenûsa serxwebûna Kurdistanê. Netewa Kurd xwedî dîrokek qedîm e lê belê Kurdistan, welatê qedîm a rojhilata nêz, ne xwedîye (bîlxesse li Kurdistana Bakur) dîrok nivîsiyek bi sîstematîk e. Kêmasîya vê mijarê derfet dide ku li ser dîroka Kurdistanê hinek rastî ji derve û ji hundirê Kurdistanê bên manupilekirin. Ji ber vê yekê divê milletê Kurd her tim li ser dîroka xwe xwedîye înîsîyatîf be.
Îsal du pirtûkên Fuat Onen hatin çapkirin. Yek li ser rewşa sîyasî û rêxistinên serdema 1971-2011 ku bi navê ‘Jiyan û Helwest’ bû, ya din jî ‘Ray Raman û Bîranîn’ bû. Ev pirtûk ji gellek alîyan balkêş in . Li ser sîyaseta Kurdistana bakûr cara yekemîne ku pirtûkek sîyaseta Kurda ya 40-50 î salî bi Kurmancî, bi têgehên sîyasî, akademîk û analîzên berfireh nîqaş dike. Di pirtûka yekemîn de zêdetir li ser civata Dêrikê, tekilîyên Ermen û Kurda, Perîdîzasyona dîrok û ya tevgera Kurdistanê, nirxandinên li ser Dr. Şivan û şîrovekirina têgehên girîng hene. Ji van têgehan yek a herî girîng li ser taqîyeyê ye , ku bi ya min ji aliye Kurdên bakûrî bi taybetî divê bê xwendin. Pirtûka duyemîn bêtir li ser rêxistinên bakûrê Kurdistanê dest pê dike û li ser wê demê hişmendîyek gellek zelal dide ber çavan. Rexistinîbûn, nakokîyên wan, perçebûn, belavbûn û têkilîyên wan ên bi dewleta dagirker re bi nêrînek analîtîk hatîye nivîsandin. Di pirtûka duyemîn de beşa herî xweş eve ku ji avabûn a Pkk yê dest pê dike û bi pêvajoya wê ya mezinbûn, sîyaseta wê, guherandina sîyaseta wê, tekilîyên wê yên navneteweyî şîrove didomin. Onen, tevgerên Kurdan bi têkilîyên wan ên navneteweyî û navxweyî bi analîzên sîyasî dinirxîne û rexneyên xwe yên erêni û neyênî bi heman rayê dide ber çavan. Li ser nirxandinên Pkk’yê Onen bi tespîtek pir di cih de wiha dinivîse: “Divê kes an hêzên welatparêz bi zimanê xwe Pkk’yê rexne bikin, di vê rexnekirinê de jî lê miqate bin ku cûdatîya zimanê wan û yê dewletê eşkere be, ne li tenişta hev bin.” Nirxandinên Onen ên li ser Pkk’yê bi vê perspektîfê ne. Karê rexnekirinê û qebûlkirina rexneyan di şert û mercên Kurdîstanîyan de ne karekî pir rihet e. Ji bo rexneyên serkeftî divê sîyaset xwedî têgehên zanyariya sîyasetê, dîrok xwedî têgehên felsefeya dîrokê û nêrînek welatperwer be. Di nirxandinên Onen de ev xal tên dîtin.
Di sed sala 21 an de axa Kurdistanê dîsa şahîdiya nîqaş û nêrînên dîrokîyan dike. Lê belê miletê Kurdistanê êdî dixwaze berpirsiyariya sîyaset, ziman, dîrok û axa xwe bi hêza xwe ya hundirîn hilgire. Vê heftê li Geverê, sê Kurdistanî ji alîye dewleta dagirkerve hatin qetilkirin û wek rexne, yan jî gazinek, dîsa bi raya pirtûka Onen dixwazim hevokek binivîsim : “Şoreş ji bo însanan lazim e, insan di şoreşan de ne enstruman in, însan ne dewama fişek an jî keleşê ne.” Hewarî (şînî) bi piranî bê deng in, Kurdistaniyan vê şîniyê de jî, hêsrên çavên xwe kirin qurbana pêvajoya aşîtî yê. Bi hêvîya ku dîroka Kurdan ya ne tenê a 40 salan, ji 200 salen peşiyê ên berîya hezar du hezar salan jî bi destên Kurdistanîyan û bi zimanê Kurdî derkeve holê.
Esra Selmanij
Amed-Kurdistan