×
Ayrılıkçı Yazılar
İsmail Beşikçi
Ayrılıkçı Yazılar
Ana akım Kürd siyasal hareketi, ‘ayrılıkçı’ olmadığını, yemin- billah ederek döne döne ifade etmektedir. Bu yaranmacı tutumun, Kürdlere küçücük bir hayrı yoktur. Fuad Önen (1954, Derik) Ayrılıkçı Yazılar kitabında hep yol yürüd...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (620)


Seyidlik-Şeriflik
İsmail Beşikçi
Seyidlik-Şeriflik
‘Soyum Ehl i-Beyt’ tir demek,  ben Arab’ım demektir. Ehl-i Beyt ev halkı anlamına gelir. Hz. Muhammed’i, kızı, Hz. Fatıma’yı, damadı ve  amcasının oğlu Hz.  Ali’yi, Hz. Ali’nin oğulları Hz. Has...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (345)


Theodor Herzl Bize Ne Anlatıyor?
İsmail Beşikçi
Theodor Herzl Bize Ne Anlatıyor?
Dünyanın dört bir tarafına savrulan Yahudilerin, 2000 sene sonra, 14 Mayıs 1948’de bir Yahudi Devleti kurmalarının çok büyük bir yurtseverlik hareketi olduğunu belirtmiştim. Bu yurtseverlik Kürdlerde yok. Bunca savaşlara, bunca sürgünlere, aslı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (560)


Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2083)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2298)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2087)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2530)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2567)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2398)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2014)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
10

Ji ‘zarokên kevira davên’ re ‘maxdûrên terorê’ jî tê gotin. Taybetmendîyeke vê bûyerê ew e ku ev zarok weke ‘terorîstan’ mamelê bibînin. Dema tên bin çav kirin îşkence li wan dibe, kelepça davên destê wan, di dadgehên mezinan de mahkeme dibin, bi Qanûna Tekoşîna li Hember Terorê tên dadgeh kirin ü wan dixin hefsên mezinan. Zarokên ku ji dibistanê girtine û xistine hefsê jî hene.

Xwezayîye, divê ku zarok, weke zarokan mamelê bibînin. Lê zarokên kurdan weke ‘terorîstan’ mamelê dibînin.
‘Zarokên kevira davên’ ji pirsgirêka mezin ya kurd, perçeyekî biçûk in. Zarokên ku weke ‘terorîst’ mamelê dibînin li dor sê hezaran e. Gelek ji vana zarokên kurd in. Bi dehan Zarok hîn jî di hefsa de ne û zêdeyî 30 salî ceza ji wan re tê xwestin. Hinek zarokan zêdeyî deh salan ceza xwarine.
Em li cejna 23’yê Nîsanê ku her sal li Tirkîyê tê pîroz kirin bifikirin. Berî 23 Nîsanê bi heftakê, dewlet û hikûmet, berdevkê wan çapemenîya Tirk, dest bi propaxanda dike. Dibêjin ‘di cîhanê de, dewleta ku cejn dîyarî zarokan kiriye em tenê ne, dewleta yekem em in. Li cîhanê dewleta ku cejna zarokan çê diki Komara Tirkîyê ye.’ Ev propaxanda ji alî dewlet, hikûmet û çapemenîyê ve heyşt-deh rojan, pir giran tê kirin. Zarokan li maqamên weke Serokkomar, Serokatîya Meclîsê, Serokwezîr, Wezaret, walîtî û qeymeqamtî rûniştkirin didin. Veya tê wateya ku ‘em ji zarokan pir hez dikin, di cîhanê de yên ku ji zarokan herî pir hez dikin em in.’ Li ser bingeha vê propexandê, ji gelek welatan zarok tên Tirkîyê, heftakê, deh rojan bi zarokên tirk re vê cejnê pîroz dikin.
Lê di heman rojan de, hêzên ewlekarîyê li herêmên ku kurd lê dijîn li her derê, gelek îşkenceyên giran li zarokên kurdan dikin. Di rojên 23’yê nîsanê de ev jî pêvajoyeke ku mirov dikare bi rihetî bişoptîne. Ev îşkence, di 23’yê nîsana 2009’an de, weke mînak li Şemzînan, Colemergê, Geverê, Adanê, Mersînê, Êlihê, Wanê, Amedê hwd bi tundî pêk hat. Li Şemzînan, polîsan çawa destê zarokekî deh salî di tewandin û dişikandin, di telewîzyonan de demeke dirêj hat nîşandan. Di 21’ê Mijdara 2004’an de, li Qosera navçeya Mêrdînê, Uğur Kaymazê ku nû ji dibistanê hatibû, tev cilên xwe yên dibistanê, bi bavê xwe Ahmet Kaymaz re, li ber derîyê xwe, bi gulla polîsan hat kuştin. Polîsan 12 gulle berra Ugur Kaymazê 12 salî dabûn. Divê mirov bi bîr bixîne ku dawe ya vê bûyerê li Eskîşehîrê hat dîtin, herweha polîs hatin berdan. Tê zanîn ku berdana wan li dadgeha bilind jî hatîye pejirandin. Di vê dawê de girtina polîsan jî ne mewzûbahs e. Lê parêzerê ku li ser navê malbata Kaymaz bûne mudaxil Tahir Elçi, ji ber paraztinên xwe dawe lê hatibû vekirin. Ev dawe bi beratê bi dawî bû.
Carekê bifikirin: Zarokên tirk, li Tirkîyê bi cilên xwe yên netewî hatine, li Ankara, Stenbol hwd cejnê dikin. Û zarokên kurd jî, di xwepêşandan û meşan de jibo ku kevira davên hêzên ewlekarîya ku zulmê li kurdan dikin, di bin îşkencên giran de ne. Ev fikir û pratîk di dijîtîyeke çawa de ye, yekser tê dîtin. Îdeolojîya Fermî jibo zarokên tirk cejn, pîrozbahî û kêfê, jibo zarokên kurdan jî îşkencê di heman rojê de çawa organîze dike? Bi raya min, têgihiştina vî alîyê îdeolojîya fermî gelekî girîng e. gotineke ku dibêje ‘hewqasî cahiltî ancax bi perwerdê çê bibe’ heye. Ev rewşa ku hewqasî bi dijwarî pêlî ujdanên mirovan dike, dieçiqîne û derbas dibe, ev rewşa sîstematîk ku ujdanên mirov qet bi tiştekî na hesibîne, ancax dikare bi perwedê çê bibe. Hêjaye ku ev pêvajoya perwerdê were vekolîn.
Heta berî bi 20-25 salan, îşkenceya ku lu kurdan dihat kirin di rewşeke wiha de bû. Zarok li hewşê, li bexçe, li ber dîwarê xênî dihatin rêz kirin, 4-5 metra ji wan wê de, li ber çavên zarokan îşkence li bavê wan dihat kirin. Jibo ku zarok negrîn, deng ji wan neyê, jibo dema ku girîyan li wan xin, yek li ser serê wan dihiştin. Di nav qîrîn û hawara bavên ku îşkence dixwarin, bi porê jinan digirtin di kişkişandin dibirin. Îro êdî li zarokên kurd 10-15 salî jî îşkence dibi. Bi vê gotinê ez nabêjim ku ‘zarok êdî mezin bûn, hatin dema ku îşkencê bixwin’. Bêgûman ev yek jî heye û dimeşe. Lê ez dixwazim bêjim ku êdî îşkence li zarokên 10-15 salî jî dibe.
Normên Sûc û Ceza
Berî nuha bi du salan, 7’ê Cotmeha 2007’an, nivîskarekî Rojnama Bolu Expres, nivîsek nivîsîbû digot, ‘li hemberî her leşkerê ku şehîd dikeve, divê pênc heb ji Partîya Civaka Demokratîk were kuştin’. Li ser vê nivîsê wekîlê Gûrûba DTP’ê, parlementerê Amedê, Selahattîn Demirtaş, arzûhalek da Savcîyê Komarê, yê Boluyê û li vî nivîskarê gilî kir. Savcîyê Komarê, yê Boluyê piştî şeş mehan di derbarê vî gilîde, biryara bê taqîbîyê da. Savcî digot ‘tu xalên ku bibe sûc ne hat dîtin. Divê ev gotin di çarçoveya azadîya axaftinê de were nirxandin.’
Jibo ku ev biryar xera bibe, DTP serî li Dadgeha Giran ya Düzce da. Dadgeha Giran ya Düzce biryara savcî pejirand. Vê dadgehê jî dixwest ev fikir di çarçoveya azadîya axaftinê de were nirxandin.
Biryar hatibû dayîn. Li ser vê yekê DTP çû Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa. Dema ku DTP çûn Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrûpa, Wezîrê Edaletê, Mehmet Ali Şahin, di çarçoveya Xerakirina Berjewendîyên Qanûnê de serî li Dadgeha Bilind da. Daîreya Dadgeha Bilind ya Heyştan, di 23’yê Cotmeha 2009’an de li gorî biryara ku da, biryara taqîbîyê ya ku Savcîyê Komarê, yê Boluyê dabû pejirand. Herweha biryara Dadgeha Giran ya Duzce jî pejirand. Dadgeha Bilind gotina ku digot ‘li hemberî her leşkerê ku şehîd dikeve, divê pênc heb ji Partîya Civaka Demokratîk were kuştin’ di çarçoveya azadîya axaftinê de nirxand. Di vê gotinê de, tu xalên sûc ne dîtibû.
Jibo ku kevir avêtinin hêzên ewlekarîyê, zarok bi 10-15 sal ceza tên mahkeme kirin, bi sedan zarok bi vî awayî tên girtin û dixin hefsa. Lê li alîyê din yên ku dibêjin ‘li hemberî her leşkerê ku şehîd dikeve, divê pênc heb ji Partîya Civaka Demokratîk were kuştin’, di çarçoveya azadîya axaftinê de were nirxandin, asta hiqûqê Tirk yê îro, sîstema edaleta Tirk, nerîna wan ya edaletê, ya normên sûc û ceza, bi her awayî dîyar dike. Înkarkirina kurd û zimanê kurdî, polîtîkayên îmha û asîmîlasyonê, li ser vê bingehê aktîf bikaranîna dadgehîyê, asta ku hûqûqê Tirk anîyê, ev bixwe ye. Ev yek, tê wateya ku normên sûc û ceza, organên dadgehîyê û têgihiştina edaletê rizîyaye.
Avêtina Keviran: Rêyeke Daxuyakirina Îfadeyê
Çima zarok kevira davên? Zarokên kevira davên, yên ku li gorî Qanûna Tekoşîna li Hember Terorê tên bincav kirin, îşkencê dibînin, tên girtin, dikevin hefsên mezinan, zarokên kîjan malbata ne? Vana bi pirayî zarokên ku xanîyên wan, gunden wan, kadîn, gov û heywanên wan hatine şewitandin bixwe ne. Li mirovên gelekî nêzîkî wan li ber çavên wan îşkence hatîye kirin herweha dibe ku hatibin kuştin. Amed, Batman, Wan, Colemerg, Gewer, Nisêbîn, Qoser, Kele, Tatwan, Bazîd û hwd, herweha li derên weke Mersin, Adana, Stenbol, Kocaeli, Bursa, li taxên rexên bajêr bi cî bûne. Dibe ku hêzên paraztinê hinek ji wan revandibin û wenda kiribin. Dibe ku bavê wan, bira û xuşk, ap, xal, xaltîk hwd hatibin bincav kirin, ketibin hefsê. Gund, xanî û govên wan... bi van panzêran hatibin xerakirin-şewitandin. Dibe ku ew zarok kevira davên leşker an jî polîsên ku kalik an jî bavê wan kuştine, bi porê dîya wan girtibin bi erdê re kişandibin. Mirov dikare bifikire ku ew zarok jiber van sedeman li hember hêzên paraztinê bi kîn in. Divê ev hêrsa zarokan xwezayî were dîtin. Daxuyakirina bingehî ya îfadeyê ev bixwe ye. Avêtina keviran bo hêzên paraztinê ku îşkence û zulmê temsîl dikin, divê di vê rewşê de were nirxandin. Kevirên ku zarok davên panzêran, divê mirov weke daxuyakirina îfadeyê binirxîne. Ev tê wateya ‘em ji we hez nakin, em we naxwazin’.
Nelson Mandela
Di sala 1992’a de, xelata Navnetewî ya Aşîtîya Ataturk bo Nelson Mandela hat dayîn. Nelson Mandela serokê ANC (Kongreya Netewî ya Afrîka) bû. Nelson Mandela ev xelat red kir. Got ‘li welatekî ku kurd di bin zulmeke giran de bin, mafê kurdan yê xwezayî ne hatibe naskirin, aşîtî nabe.’ Di şerê kurdan yê dawîyê de, alîkarîyeke ku bi kurdan re hatîye kirin, ev e. Redkirina Mandela, rejîma tirk ya sîyasî, li kada navnetewî eşkere kiriye. Di kada navnetewî de, di têgihiştina pirsgirêka kurd de alîkarî kiriye. Sala di pê re, jibo ku tu navên navnetewî ne hate dîtin, ev xelat dan Kenan Evren. Di salên di pê re de ev xelat hew hate dayîn.
Nelson Mandela dema ku ev xelat qebûl nekir, me dît ku di çapemenîyê de hin nivîskaran di nivîsên xwe de ew tawabar kirin, ew kêm xistin. Wiha digotin, ‘ulan reşiko, qûn tazî, me şeref da te, me tu weke zilaman dît, tu çima vê xelata hêja qebûl naki ulan.’
Ewrûpa Gelekî Deyndarê Kurda ye
Em li îro jî binerin. Tirkîye di 23’yê nisanan de dibêje ‘li temama cîhanê tenê Tirkîye cejn dîyarî zarokan kiri ye. Di vî warî de ya yekem Tirkîye ye’ û propaxanda dike. Lê dewlet, di van cejnan de jî, li malbat û zarokên kurd îşkencê dike. Îşkenceya ku hêzên ewlekarîyê li zarokên kurdan dike, wan bi îşkencê binçav dike, digre, dixe hefsên mezinan, ne rewşeke ku nayê zanîn. Lê em dibînin ku dewletên Konseya Ewrûpa, yên Yekîtîya Ewrûpa, li gorî vê propaxandaya Tirkîyê ya dijwar tevdigere û zarokên xwe dişînin Tirkîye. Ji dêvila ku dewletên Yekîtîya Ewrûpa û dewletên Konseya Ewrûpa, Tirkîye jibo ku îşkenceya giran li zarokên kurdan dike, vê helwesta Tirkîye ya dijwar deşîfre bike, rexne bike, li gorî propaxanda Tirkîye tev digere. Ev yek rewşeke divê ku ji baldarîyê ne dûr be. Ev yek, helwesteke ne etîk e. Rewşeke xerab û eyb e. Di demeke ku zarokên kurd îşkencê dibînin, zarokên we heftakê-deh rohan bi zarokên Tirk re kêfê dikin. Di vêderê de rewşeke ku dilê we xwîn dike tune ye? Jiber vê helwesta menfaatperezt, eyb û xerab, ya dewletên Yekîtîya Ewrûpa û dewletên Konseya Ewrûpa ku ji propaxanda Tirkîye ya hişk re dibin alet, divê bên rexne kirin.
Tê zanîn ku dewletên Yekîtîya Ewrûpa, di heman demê de endamê Konseya Ewrûpa ne jî. Lê, ji ber endamtîya Tirkîye ya bo Yekîtîya Ewrûpa, di nîqaşên bi Tirkîyê re, divê mirov careke din bahsa Yekîtîya Ewrûpa bike.
Pirsgirêka zarokên kevira davên, pirseke ujdanî ye. Heger ku di civakekê de, zarok mamela zarokan nebînin, mamela ‘terorîsta’ bibînin, divê mirov bahsa ujdanên ku wenda bûne bike. Wendabûna mejî, dibe telafî bibe. Lê wendabûna ujdan, bi hesanî telafî nabe. Wendabûna ujdan, gelek tiştên din têk dibe. Mirov dibîne ku ujdanên Ewrûpa ku ji polîtîkayên dijwar re dibe alet, wenda bûye. Halbûkî Ewrûpa gelekî deyndarê kurda ye. Di bin vê rewşê de, Ewrûpa, bi çi rûyî dikare bahsa pêşeroja zarokan dike, bi çi rûyî bahsa civakeke azad ku zarok têde azad bigîhên dike?
Dewletên Yekîtîya Ewrûpa, yên Konseya Ewrûpa, bi rêya sazîyên xwe yên cûda, xelata didin hin nivîskar û hunermendên rêzdar. Lê bi vê yekê helwesta xwe ya eyb û xerab nikarin veşêrin. Herweha ew nivîskar û hunermendên rêzdar ku wan xelatan qebûl dikin, bi vê qebûlkirinê, helwesta dewleta xwe ya zalim ya li hember zarokên kurd bin cil dikin. Ev jî eybeke wan e.
Jinên Kevira Davên, Îzmîr
Di 21’ê Mijdara 2009’an de Partîya Civaka Demokratik li Îzmîr meşîya. DTP’yî dema ku dimeşîyan pêrgî reaksîyona hin xirûban bû. Hinan kevir avêtin konvoya DTP û êrîşî wan kirin. Di nav yên ku kevir davêtin konvoya DTP de jin jî hebûn. Polîsan mudaxaleyî yên ku kevir davêtin DTP’yî nekirin. Polîsan jî li bûyerê temaşe kirin. Polîsên ku zarokên ku kevira davên hêzên ewlekarîyê û panzêran, dixin bin çav, wan girtinkirin didin, îşkencê li wan dikin, qet mudaxaleyî yên ku kevir davêtin kurdan ne kirin. Wan tenê li bûyerê temaşe kirin. Mirov bi vê helwestê xalekê eşkere dibîne. Heger ku yên keviran davên kurd bin, heger ku zarok bin jî divê mamela ‘terorîstan’ bibînin, divê pêrgî cezayên dijwar yên îdarî werin, lê heger ku kevira bavêjin kurdan, heger ku ev kevir bikuje jî, divê serbest be...
Helwestên înkar û asîmîlasyona kurd û zimanê kurdî, bûye sedem ku hûqûqekî wiha derketîye holê. Mirov dikare vê yekê weke ji kurdan re û ji tirkan re herkê hûqûqê cûda binirxîne. Qanûn heman qanûn e lê pêkanîna wê cûda ye. Ev yek, zîhnîyeteke ku kû ji hûqûqê kolonî hîn bi şûndetir e, derdixe holê. Jiber ku li kolonîyên klasîk, qanûnên ku li metropolê pêk tên, li kolonîyê nayê pêkanîn, li kolonîyê hûqûqekî cûda tê pêkanîn. Bi vî hûqûqê cûda, hebûna kolonîyê eşkere hatîye pejirandin. Lê li Tirkîye, heman qanûn jibo tirkan cûda, jibo kurdan cûda tê pêkanîn. Jiber ku heman hiqûq tê pêkanîn, di warê hûqûqî de, dibêjin ‘her kes wekhev e, cûdahî tune ye, em di keder û kêxweşîyê de yekin, bi vî awayî propaxanda tên kirin. Pêkanînên cûda tahrîbatên mezin derdixe holê. Cûdahîya pêkanîna heman qanûnê, bi rewşa Kurdistanê ku ne kolonîye jî, bixwe girêdayî ye.
Li jor min hewl da ku dîyar bikim çima zarokên kurdan kevira davên. Lê Îzmîrî çima kevira davên? Berî her tiştî, nehezkirina xwe ya ji kurdan dixwazin bêjin. Bi kevirên ku davên kurdan, dixwazin mesajekê bidin hikûmetê. Difikirin ku polîtîka ‘rêvekirina kurd’ xweşîyekê bide kurdan, kurdan derxîne asta wan. Vê yekê naxwazin. Dibe ku dilê wan bi kurdên xizan dişewite, lê qet naxwazin di warê sîyasî û civakî de wekhev bin. Dixwazin mesajeke wiha bidin hikûmetê.
Di navbêna naveroka çalakîyên zarokên kurd ku kevira davên û Îzmîrîyên ku kevira davên de cûdahîyeke girîng heye. Îzmîrîyan dikarîbûn van fikrên xwe bi nivîs û xwepêşandana jî dîyar bikirana.
Lê jibo zarokên kurd ku kevira davên, çalakîya ku dikarin bikin, tenê ev e.
Di pêşveçûna rewşeke wiha de, bêgûman bandora polîtîka hikûmetê ya atnî-kurd, helwesta antî-kurd, propaxanda antî-kurd gelekî heye. Zêdeyî 80 salîye ku dewlet û hikûmet, bi taybetî van 25 salên vê dawîyê, bi dijwarî û berfirehî propaxandayek antî kurd pêk anîye. Yê ku di derbarê kurd û pirsgirêka kurdan de, reng dide raya giştî, polîtîka antî-kurd ya dewlet û ya hikûmetê bixwe ye. Divê raya giştî ya tirk li hember kurdan çawa tev bigere, ev polîtîkaya antî-kud dîyar dike. Vê yekê, di sîyaset û civakê de, qetîyen nexwestina wekhevîyê, têkiliyên ku her dem dixwaze kurd di asta duyem de bin, bi tirkan ve girêdayî bin, motajî wan bin derdixe holê. Divê mirov gotinên Wezîrê Edaletê yê di salên 1930’î de Mahmut Esat Bozkurt bîne bîra xwe. Ez bawerim jibo ku ew gotin têkevin jîyanê, xebateke gelekî mezin hatîye kirin. Difikirin ku rêvekirina kurd ê di navbêna kurd û tirkan de wekhevîyê ava bike. Îzmîrîyan bi kevirên ku avêtin kurdan, dîyar kirin ku dijî van polîtîka ne. Ji vî alî de, divê mirov vê yekê weke mesajeke jibo hikûmetê binirxîne. Jiber vana tevan, divê dewlet û hikûme bi paşeroja xwe re rû bi rû bibe. Xuya ye bêyî ku ev rû bi rûbûn bibe, pêkanîna polîtîkayên sererast ne pêkan çê bibe.
Çapemenîya Tirk Întîfada Çawa Dinirxand?
Me gotibû ku çapemenîya tirkî, propagandîstîya polîtîkayên dewlet û hikûmetê yên ant-kurd dike. Ew weke beşekî Teşkîlata Mîllî Îstîxbaratê dixebie. Di mijara ‘zarokên kevira davên’ de jî wiha ye. Halbûkî çapemenîya tirkî li Fîlîstînê zarokên ku kevir davêtin hêzên ewlekarîya Îsraîlî, yên kevir davêtin panzêrên wan û malbatên wan bi pesindaneke mezin pêşwazî dikirin. Hingî bahsa zarokên Fîlîstînî û malbatên wan dikirin, ew di erd û erşan de hilnetanîn. Digotin ‘heger ku hestên netewî gîhabe zarokan jî, divê yekser serbixwebûnê bidin Fîlîstînîyan.’ Sedema durûtîya tirk, durûtîya çapemenîya tirk, dîsa polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyona li ser kurdan bixweye. Taybetmendîyeke bandora durûtîyê ku fikra azad difetisîne heye.
9 Aralık 2009
İsmail Beşikçi
Werger: Salih Agir Qoserî
salihagirqoseri@hotmail.com
Jeder: Kurdistan-Post
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3269)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3313)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3516)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2977)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3158)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3414)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3617)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3200)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3136)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2970)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last   
123movies