×
Ayrılıkçı Yazılar
İsmail Beşikçi
Ayrılıkçı Yazılar
Ana akım Kürd siyasal hareketi, ‘ayrılıkçı’ olmadığını, yemin- billah ederek döne döne ifade etmektedir. Bu yaranmacı tutumun, Kürdlere küçücük bir hayrı yoktur. Fuad Önen (1954, Derik) Ayrılıkçı Yazılar kitabında hep yol yür...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (591)


Seyidlik-Şeriflik
İsmail Beşikçi
Seyidlik-Şeriflik
‘Soyum Ehl i-Beyt’ tir demek,  ben Arab’ım demektir. Ehl-i Beyt ev halkı anlamına gelir. Hz. Muhammed’i, kızı, Hz. Fatıma’yı, damadı ve  amcasının oğlu Hz.  Ali’yi, Hz. Ali’nin oğulları Hz. Has...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (332)


Theodor Herzl Bize Ne Anlatıyor?
İsmail Beşikçi
Theodor Herzl Bize Ne Anlatıyor?
Dünyanın dört bir tarafına savrulan Yahudilerin, 2000 sene sonra, 14 Mayıs 1948’de bir Yahudi Devleti kurmalarının çok büyük bir yurtseverlik hareketi olduğunu belirtmiştim. Bu yurtseverlik Kürdlerde yok. Bunca savaşlara, bunca sürgünlere, aslı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (550)


Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2058)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2278)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2072)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2510)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2544)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2376)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1997)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
24

Seroka Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen (Çağdaş Yaşamı Destekleme Derneği) Prof. Dr. Türkan Saylan derbareyê pirsgirêkên aktuel yên Tirkiyeyê de nivîsarekê belav kir. Nivîsara ku di roja 1 adar 2008 de li rojnameya Radikalê weşiya, sernavê wê “Însanîyet bi ku ve diçe? Em li ku ne?” bû.

Prof. Türkan Saylan, di nivîsara xwe de li ser bêedaletîyên ku serdestîya xwe berdewam dikin rawestîyaye. Wekî mînak, behsa wê dike, ku bi salan çawa hewldanên tunekirina koka xwecihîyên Awusturalyayê dewam kiriye, lê pişt re, di sedsala 21. de bi awayekî durû lêborîn ji wan hatiye xwestin. Herwisa, behsa viya jî dike, ku DYA li dawîya Şerê Cîhanê yê Yekem bombeya atomê avêtiye bajarê Hîroşîma yê Japonyayê. Behsa şerê Kore û Vîetnamê jî dike. Balê dikşîne ser Şerê Kendavê, bazirganîya çekan û di vê prosesê de behsa rola DYA dike. Behsa îşkenceyên ku li Bexdadê li Zindana Ebû Gureyb çêbûne jî dike…
Prof. Türkan Saylan, di nivîsara xwe ya bi sernavê “Însanîyet bi ku ve diçe? Em li ku ne?” de, pişt re, bal dikşîne ser pirsgirêkên bingehîn yên civakî û sîyasî yên li Tirkîyeyê. Dide zanîn ku hukûmetê, berî ku qanûna bingehîn ya nuh bi xelkê xwe re munaqeşe bike, çûye li DYA brîfîng daye. Dibêje, olperesetî û neteweperestîyê dest dane hev, herwisa, behsa baca hebûnê, bûyerên 6-7ê rezberê, bûyerên Meletîyê, Meraşê, Çorumê û Sêwasê dike, kuştina metranên mesîhî jî bibîr tîne. Dide zanîn ku projeyên veguhertinên bajarvanîyê bûne projeyên rantxwirîya bajarvaniyê. Di van hemî bûyeran de, li hemberî van neheqîyan, dixwaze ku meriv bêdeng nemînin, li dijî van neheqîyan derkevin.
Prof. Türkan Saylan, di nivîsara xwe de, te divê li qada navnetweyî be te divê li qada Tirkîyeyê be, destê xwe dirêjî gelek pirsgirêkan dike. Dibêje, ji ber ku ev pirsgirêkên hanê bi awayekî tendurist nayêne helkirin, lewre Tirkiye li paş maye, nehiştine ku bi pêş bikeve. Lêbelê ev pirsa kurd ku pirseka bingehîn ya Tirkiyeyê û jiyana sîyasî ya tirk e, hîç behsa wê nake. Wekî ku tê zanîn, pirsa kurd di roja îroyîn de grîngtirîn pirsa ku li pêşiya hukûmet û dewletê ye. Bêçareserî hiştina vê pirsê, tenê bi rêya metodên leşkerî helkirina vê pirsê, bi awayekî bingehîn karîgeriya xwe li ser jiyana siyasî ya Tirkiyeyê dike. Herwisa, di warê siyasî, civakî û kulturî de bêrengî, nelihevî, cotestandardî hwd. ligel xwe derdixîne meydanê. Pirsa kurd, çawa ku di polîtîkaya navxweyî de hêmaneka gelek grîng e, herwisa, di warê polîtîkaya derve de jî hêmaneka gelek girîng e. Hêmana herî bingehîn ku îstîqametê dide polîtîkaya derve ya Tirkîyeyê, dîsa, her pirsa kurd e. Tirkiye, dost û dişmenên xwe li gorî pirsa kurd dîyar dike.
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polîtîkaya kurd ya antî-demokratîk çênabe. Ji ber vê yekê, di warê beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê de pêşveçûneka ciddî pêk nayê. Di pirsa kurd û Kurdistanê de, polîtîkaya pingehîn ya tirk asîmîlasyon e. Ji dema Îttîhad we Teraqqîyê û bi vir de bona pêkanîna asîmîlasyonanê her şêwe metod têne tetbîqkirin. Tetbîqatên asîmîlasyonê ku ji salên dawîn yên dewleta Osmanî, ango ji dema Îttîhad we Teraqqîyê dest pêkiribûn, bi destpêkirina dema komara Tirkiyeyê re hîn bêhtir bi awayekî sîstematîk û biryardar hatin kirin. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê û asîmîlekirina elewîyan bo muslamntîyê, polîtîkayeka bingehîn ya dewletê ye. Tunekirina ew kurdê ku bo tirkîtîyê nehatiye asîmîlekirin, dîsa, polîtîkayeka bingehîn ya dewletê ye.
Xwendegeh, di warê asîmîlekirinê de metoda sereke ye. Xwendegehên ku têde zimanê kurdî hatiye qedexekirin, zimanê tirkî bûye zimanê sereke yê fêrbûn û perwerdeyê, amûreka gelek girîng ya asîmîlasyonê ye. Amûrên ragihandinê yên mîna radyo, televîzyon, rojname sînemayê jî, dîsa, bona ku asîmîlasyonê pêk bînin têne bikaranîn. Beşeka girîng a sazîyên mîna malbatê, oldarî, partîyên sîyasî, sendîka û sazîyên sivîl yên civakî jî bona tirkkirina kurdan bi awayekî pêt têne bikaranîn.
Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen, yek ji wan komeleyan e ku bi awayekî pêt piştgirîya polîtîkaya antî-demokratîk, nîjadperest, înkarker a dewletê ku li ser kurdan tê meşandin dike. Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen, seroka vê komeleyê Türkan Saylan, bona ku zarokên kurdan bo tirkayetiyê bêne asîmîlekirin, di nav hewldaneka gelek pêt de ne. Di van salên dawîn de berê xwe dane zarokên qîzîn ên piçûk ên kurdan, bona ku pêşî jinê asîmîle bikin di nav hewldaneka gelek mezin de ne. Çunke, zarok di nav malbata xwe de zimanê xwe, zimanê zikmakî ji diya xwe fêr dibin. Ji ber vê yekê gelek girîng e ku pêşî dayik, ango, dayikên paşerojan bêne asîmîlekirin. Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen ji ber vê yekê pêşî berê xwe dide zarokên kurdan.
Prof. Türkan saylanê di roja 22 kewçêr 2002 de li rojnameya Cumhuriyetê nivîsareka bi sernavê “Xwîn û Giyanê Tirkiyeyê: Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî” (Türkiyenin Kanı-Canı YİBO) da weşandin. Di vê nivîsarê de dixwaze ku hîn zêdetir girîngî bi Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî (Devlet Yatılı Bölge Okulları) bête dayîn da ku zarokên kurdan hîn karîgertir, hîn sîstematîktir bêne asîmîlekirin. Dide zanîn ku tirkkirina zarokên kurdan bi qasî “xwîn û giyanê Tirkiyeyê” girîng e. Prof. Türkan Saylanê di nivîsarên xwe de, hîç navê kurdan hilnade, gelek bi îtîna hewl dide xwe da ku peyva kurd bikar neyne. Prof. Saylanê di nivîsara xwe ya ku di roja 6 îlon 2006 de li rojnameya Radikalê bi sernavê “Xwîn û Giyanê Tirkiyeyê: Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî - 2” de, dide zanîn ku divêt gelek girîngî bi Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî bête dayîn û tekîd dike ku divêt dewlet çi caran dev ji vê polîtîkaya bingehîn bernede.
Min dabû zanîn ku Prof. Turkan Saylan sereka ya giştî Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen e. Ev bi me dide nîşan ku, asîmîlasyona ku li ser kurdan tê meşandin, di bin sernavê “nûjenîyê” de pêk tê. Ev polîtîkaya li hemberî kurdan, li hemberî zarokên kurdan, bi taybet jî li hemberî zarokên qîzîn yên kurdan a Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen, ji layê ramyarîya tirk ve bi awayekî giştî tê pejirandin, bi pesindanan piştgiriya wê tê kirin û tê teşwîqkirin. Ev yek dide nîşan ku bê hela di navbera ramyarîya tirk û hêvîyên kurdan de çendî nakokîyeka kûr heye. Çunke, ev rastîyeka vekirî ye ku kurd li hemberî polîtîkaya asîmîlasyonê û tetbîqkirinên wê ne.
Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî sîstemeka xendegehê ya nuh nîn in. Ev sîstem, piştî cuntaya leşkerî ya 27 gulan 1960, di demeka kurt de hate pêkanîn û dest bi tetbîqkirina wê hate kirin. Wê demê navê wan Xwendegehên Nivîstî yên Herêmî bûn. Armanceka girîng a mudaxeleya leşkerî ya 27ê gulana 1960an ew bû ku asîmîlekirina kurdan pêk bîne. 485 tene kurd, bi mebesta ku axa, şêx û serokeşîr bin, hatin tawanbarkirin, li Sêwasê di qampekê de hatin komkirn, pişt re, ji vana 55 kes hatin surgûnkirin. Ev yek bi mebesta asîmîlasyonê hatibû kirin. Xwendegehên Nivîstî yên Herêmî jî, pêkhatineka cihê ya asîmîlasyonê bûn. Ev yek, li sala 1961an hate destpêkirin. Li deverên mîna Tetwan, Xelat, Motkî, Hîzan, Şêrwan, Dep, Palo, Keban, Gogsî, Xinûs, Dara Hênê, Licê, Farqîn, Muks, Melazgir, Kop û Patnosê, avahî hatin çêkirin û tavilî dest bi kar hate kirin.
Profesor Türkan Saylan di beşa duyem a nivîsara xwe ya bi sernavê “Hebûna xwîn û giyanê Tirkiyeyê di Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî de ye” de, dide zanîn ku li Tirkiyeyê, piranîya wan li herêmên kurdan, bi tevayî 301 tene Xwendegehên Nivîstî yên Dewletê yên Herêmî hene. Herwisa, dide zanîn ku, di van xwendegehan de 40 hezarên wan zarokên qîzîn bi tevayî li dora 200 hezar tene zarok dixwînin. Tê dîtin ku Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen di warê asîmilekirina zarokên kurdan de, di warê asîmîlekirina jinên kurdan de ligel dewletê di nav hevkariyê de ye. Ev çalakîyên hanê ligel parêzgaran, ligel qaymeqaman, ligel mudirên asayîşê, ligel garnîzonên leşkerî û jendermeyan, rastîya wê, bi alîkarî û teşwîqa van sazîyan ev karê hanê tê kirin. Lê hîç nehatiye dîtin ku Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen, wekî mînak, ligel komeleyeka mafên mirovan hevkarîyekê kiribe. Navendên Civakî yên Pirramanc (Çok Amaçlı Toplum Merkezleri –ÇATOM) ku li herêmên kurdan çalakîyên li ser jinan bo xwe dikin amanc, bi taybet jî jinên kurd, ew jî herwekî Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen dixebitin. Profesor Türkan Saylan, di rojnameya Cumhuriyetê ya roja 30 gulan 2003 de bi nivîsara xwe ya bi sernavê “Li Tirkiyeyê cihê leşkeran û bawerpêkirina xelkê” de van tiştan qiset dike. Nivîsara bi sernavê “Zarokên qîzîn û xwendegehîbûn” (Cumhuriyet, 2 kewçêr 2002) jî helbet zarokên qîzîn ên kurdan bo xwe dike amanc. Amanca bingehîn a van çalakîyan ev e ku di kurdan de, di jin û zarokan de nasnameya kurd bipelêxe, tune bike. Ji bilî tunekirina zimanê kurdî û kultura kurdî, di şûna wan de empozekirina zimanê tirkî û kultura tirkî, wekî din tu wateyeka din têde nîn e. Ev prosesa bi vî awayî ku di berevajîya nasnameya însanî de ye, paşverû ye. Wekî mînak, aşkera ye ku dê ev kar ligel hevkariya sazîyên mafên merivan pêk neyê. Herwisa, aşkera ye ku asîmîlasyon, helandin, proseseka berevajiya mafên merivan de ye. Digel ku amanca bingehîn a van kirinan jinên kurd in, zarokên kurd in, bi taybet jî zarokên qîzîn yên kurd in, lê Profesor Türkan Saylan di nivîsarên xwe de gelek bi baldarî hewl dide xwe da ku peyva kurdî negre ser zimanê xwe. Ev jî rewşeka balkêş e. Profesor Saylanê nivîsarên xwe bi sernavê “Takekesê Komarê Bûyîn” kom kirine û wekî pirtûk dane çapkirin. (Cumhuriyet Kitap, Adar 2005, çapa 4.) Tavilî bala meriv dikşîne ku di navbera wateya sernavê kitêbê û çalakîyên Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen de gelek nakokîyên kûr hene. Çunke asîmîlasyon takekesîyê pêk nayîne, takekesîyê dikuje, dike kole. Kesê ku hatibe asîmîlekirin, hatibe kolekirin, ji wiya takekes dernakeve. Herwisa, ji layê din ve, bona pêkanîna asîmîlasyonê fişardin, zordarî, surgûnkirin, koçberkirina îcbarî û gelek pêkutiyên wisa tev bi hev re têne bikaranîn. Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen û Profesor Türkan Saylan, herî zêde bi perwerdeyê re eleqedar dibin. Di navbera prosesa asîmîlasyonê û fehma perwerdeyê de jî nakokîyeka mezin heye. Çunke, çi dema ku perwerdeya bingehîn di zimanê dayîkê de bête dîtin, wê demê dikane karîger bibe. Ew zarokên ku perwerdeya bingehîn di zimanê xwe yê zikmakî de bibînin, tenê ew dikanin di perwerdeyê de bi awayekî tendurist pêş ve biçin.
Asîmîlasyon Tawaneka Merivayetîyê ye”
Serekwezîr Recep Tayyip Erdoğan di rojên 13-14 sibat 2008 de bona serlêdaneka fermî çû bo Almanya. Ligel serekwezîra Almanyayê Merkelê hevdîtinekê çêkir. Di vê hevdîtinê de serekwezîr Erdoğanî daxwaz kir ku bila li Almanyayê lîseyên tirk, unîversîteyên tirk bêne vekirin. Serekwezîra alman vê daxwazê qebul nekir. Got, dibe ku li xendegehên alman dersên zimanê tirkî hebin lê ew qayîl nabin ku li Almanyayê xwendegehên tirk vebin. Li ser viya serekwezîr Erdoğanî rêveberiya alman bi asîmîlekirina tirkan tawanbar kir. Got, “Asîmîlasyon tawaneka merivayetîyê ye”. Helbet asîmîlasyon tawaneka merivayetîyê ye. Lê, ev tawan, di serî de polîtîkayeka wisa ye ku li hemberî kurdan tê şuxulandin. Asîmîlekirina kurdan bo tirkîtîyê, asîmîlekirina elewîyan bo muslumantîyê polîtîkayeka bingehîn a dewletê ye. Ji layê din ve, tirk ji kerema dilê, bi îradeya xwe çûne bo Almanya. Îcar kurdên ku ji hezarê salan bi vir de li ser axa xwe ne, bi polîtîkayeka wisa re rû bi rû dibin. Wekî mînak, ev jî rastîyeka tê zanîn ku tirk ji navîna sedsala 11. û vir de hatine Rojhelata Navîn, Îran, Îraq, Kurdistan û Anadolîyê. Tew di ser de jî kurd bi polîtîkayeka gelek giran ya asîmîlasyonê re rû bi rû ne. Navê wan hatine qedexekirin, hatine guhertin, navê gund û bajar û çiya hwd. ên kurdan hatine guhertin, zimanê wan ê zikmakî hatiye qedexekirin. Bi qasî ku bûne tirk ew qas dikanin ji karûbarên dewletê sûd werbigrin. Ev polîtîkaya ku li hemberî kurdan tê şuxulandin, helbet polîtîkayeka paşverû ye. Polîtîkayeka wisa ye ku nasnameya meriv a bingehîn, nirxên kesayetîya meriv dipelêxe, tune dike. Lê yek ji yên ku herî zêde piştgirî didin vê polîtîkayê, yên ku vê tawana li hemberî merivayetîyê pêk tîne Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen e. Komele û sereka komeleyê Profesor Türkan Saylan di warê asîmîlekirina zarokên kurdan de, bi taybet asîmîlekirina zarokên qîzîn yên kurdan, yên herî li pêş, yên herî çalak in. Divê ev kampanyayên “Bavo min bişîne xwendegehê”, “Haydê keçno xwendegehê” di vê çarçoveyê de bêne dîtin. Xwendegeh, xwendin bona herkesî girîng in. Bona kurdan jî. Lê amanca bingehîn a xwendegehên bona kurdan ew e ku kesayetîya kurd û nasnameya kurdî bipelêxin, amanc ew e ku wan bikin tirk. Ji vê çendê ne nûjen e.
Sereka Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen profesor Türkan Saylan ji ber ku polîtîkaya qelandina koka xwecihîyên Awusturalyayê meşandiye, hukûmeta Awusturalyayê rexne dike. Dewleta Awusturalyayê di sedsala 21. de ji aborjînên xwecihî lêborîna xwe xwestiye, profesor Saylan vvê yekê wekî durûtîyê dihelsengîne. Lêbelê, li meydanê ye kurd bêhtir ji aborjînan dibin amancên polîtîkayên asîmîlasyonê. Aborjîn, civakeka wisa ne ku muameleyeka cihê dibînin lê otonomîya xwe ya hundirîn diparêzin û ligel nirxên xwe yên etnîkî jiyana xwe dewam dikin. Profesor Türkan Saylan a ku ji ber aborjînan hukûmeta Awusruralyayê rexne dike, ew bi xwe xwedîyê wê polîtîkayê ye ku li hemberî kurdan tê meşandin, tê tetbîqkirin. Ev çendî nakokîyeka kûr e, cotestandardîyeka çendî seyr e…
Di navbera salên 1985-1988an de li Bulgarîstanê polîtîkaya guhertina navên tirkî bo bulgarîyê, polîtîkaya ku bulgarkirina tirkan bo xwe kiribû amanc li dar bû. Wê demê rêvebirên dewlet û hukûmeta tirk, meclisa mezin a miletî ya Tirkiyeyê, partîyên siyasî, unîversîteyan, endamên dadgehan û çapemenîyê vê kirina ku li Bulgarîstanê çêdibû, çawa rexne dikirin? Peyv û têgehên mîna “kevneperest”, “emperyalîst”, “kolonyalîst”, “nîjadperest”, “komelkuj”, “paşverû” di van rexnekirin û tawanbarkirinan de gelek dihatin şuxulandin. Lêbelê li wan salan, ew kirinên ku li Bulgarîstanê li hemberî tirkan dihatine kirin, li ber yên ku li Tirkîyeyê li hemberî kurdan dihatin kirin de ji kerîyekî parîyek jî nebûn. Ji layê din ve, Bulgarîstanê di salên 1988-1989an de dev ji vê polîtîkaya xwe berda. Îcar, ev asîmîlasyona ku li ser kurdan tê meşandin, ev serê 80 salan e ku bi awayekî sîstematîk her berdewam e. Ji ber kirinên qelandina koka aborjînan, hukûmeta Awusturalyayê ji layê Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen û sereka wê ya giştî profesor Türkan Saylanê ve tê rexnekirin. Asîmîlasyona ku li hemberî kurdan tê meşandin jî, herî zêde, ji layê vê komeleyê ve tê piştgirîkirin, tê teşwîqkirin. Ev yek dide nîşan ku bê hela ramyarîya tirk çendî bi cotestandard e, çendî bi nakokî ye. Çareser nekirina pirsa kurd û Kurdistanê, hêmana bingehîn e ku ramyarîya tirk wisa dike nav haletê cotestandardîyê, nakokîyê dixîne navê. Ev bêçareserî jehrê dixîne nava ramyarîya tirk. Ev rewşa bi nakokî, ev cotestandardî, te divê di warê ramyarîyê de te divê di warê reftariyê de, meriv dikane di her warî de bibîne. Profesor Saylan behsa bombeya atomê ku bo Hîroşîma hatiye avêtin jî dike. Lê hîç nehatiye dîtin ku wê behsa wan operasyonên Enfalê, ew nîjadkujiya ku li Kurdistana Başûr li hemberî kurdan çêbûne kiriye. Jinên ciwan ku bi mindalên xwe re parçe parçe bûne, kalên ku nevîyên xwe kirine hembêza xwe û lingên xwe xistine zikê xwe, çavên ku wergerîyane rengê cam, zarokên ku ji devê wan gilêzga şîn diherike, zevîyên cesedan, heta ku çav dibîne zevîyên ku cesed hatine çandin… Ev ne ew fotografên ku bala Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen û sereka wê profesor Saylanê bikşînin. Hebe tunebe, asîmîlekirina zarokên kurdan… Ev yek bona wan bi qasî xwîn û giyanê Tirkîyeyê hêja ye.
Em salên 1980yên bînin bîra xwe. Tiştê ku li Ebû Gureybê çêbûn li ber yên ku li zindana Diyarbekirê çêbûne de ne tu tiştek in jî. Hovîtîya li Diyarbekir bi salan dewam kiribû. Lêbelê tu reaksîyoneka Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen û sereka giştî ya vê komeleyê profesor Türkan Saylanê li hemberî vê hovîtîyê nîn e. Hewldana wan a herî girîng ew e ku kurdan asîmîle bikin, nasnameya kurdî bipelêxin, kurdan ji merivayetiyê derxînin. Hebe tune be, hewldana wan tenê ev e. Vê hewldana xwe jî di bin navê “nûjenîyê” de dikin lê ev peyv qet nikane kirinên wan veşêre. Di vê xalê de prosesa ku bala meriv dikşîne ev e: Li Îraqê, kirinên li Ebû Gureybê ji layê rojnamevanên Amerîkayî ve hate aşkerakirin. Derbareyê kiryaran de pirsîyarî dest pêkir, doz hate vekirin. Ew hovîtîya ku li zindana Diyarbekirê çêbû, tenê ji layê mexdûrên vê hovîtîyê, ew jî gelek bi derengî, hate aşkerakirin.
Profesor Türkan Saylan dide zanîn ku olperestî û netewepererstîya tund mil dane hev, paşverûtîya olperest hêzdar bûye. Lê em dizanin ku Li Tirkiyeyê dîn û cereyanên dîndarîyê bi tevayî di bin kontrola dewletê de ne. Ger serpûşî zêde bûbe, ger bûye sembola îslamîyeta sîyasî, di bingeha viya de teşwîq û xweşbînîya dewlet û hukûmetê heye. Û ev proses jî bi meseleya kurdî re ji nêzîk ve eleqedar e. Ka em navîna salên 1980yan bînin bîra xwe. Dewlet di nav hewldaneka pêt de ye, bona ku pêşî li gurrbûna bizava gerîla bête girtin, bona ku pêşî lê bête girtin da xort dernekevin serê çiyayan. Bona vê yekê jî dewletê bi xwe biryar girtiye ku ramyarîya îslamî derxîne pêş, hestên îslamî geş bike. Radyo û televîzyonên îslamî vedike, rojnameyên îslamî derdixîne… Weşanxaneyên îslamî dide vekirin û geş dike, li bajarên ku kurd têde akincî ne, li her derê van çalakiyan çêdike… Li Wanê, Diyarbekir, Agirî, Hekarya, Mêrdîn, Stenbol, Adene, Mêrsîn, Îzmîr, Almanya, Brîtanya, Hollanda, Fransa û hwd. li her derê… Li sala 1985an, dema ku Kenan Evren serekê komarê bû, Turgut Özal serekê wezîran bû, Necdet Üruğ serekê erkanîyê bû, Namık Kemal Zeybek wezîrê kulturê bû, Lijneya Ewlekariya Neteweyî (Milli Güvenlik Kurulu) biryareka wisa girtibû.
Profesor Türkan Saylan dixwaze ku bila xelkê tirk li hemberî neheqîyan bêdeng nemîne. Lêbelê mezintirîn neheqî li hemberî kurdan, li hemberî miletê kurd tê kirin. Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen û sereka wê ya giştî jî di nav yên ku vê neheqîyê dikin de ne. Dema ku profesor Saylanê wisa behsa neheqîyên civakî dike, tenê merivî dibişirîne.
Li salên 1960yan, li salên 1970yan, li salên 1980yan bo Afrîkaya Başûr nîjadperesttrîn dewlet dihate gotin. Wê demê çermsipîyên ku li îqtîdarê bûn ji çermreşan re digotin, “Hûn mekevin nava me. Bila taxên we ji me cihê bin, bila xwendegeh û salonên sporê û otelên we ji me cihê bin, bila sînema û plajên we ji me cihê bin…” Bona vê yekê, meydanên gelek fireh ku jê re “bantustan” dihate gotin, bi têldirîyan hatibûn dorpêçkirin. Xelkê xwecihî di van qadan de diman. Di van deran de xizmeta avadanîyê gelek kêm bû. Lêbelê xwecihî xwedîyê xodmuxtariya xwe ya hundirîn bûn û ligel nirxên xwe yên etnîkî jiyana xwe dewam dikirin. Ez şexsen di wê qenaetê de me ku kirinên asîmîlasyonê yên ku li Tirkiyeyê li hemberî kurdan têne meşandin, ji wan kirinan gelek nîjadperesttir, gelek paşverûtir in. Çunke li vir dibêjin ku “Divê tu bi min re bijî, lê divê tu xwe bişibihînî min wisa bijî. Ji bilî viya tu şansekî te nîn e…” Bona ku bişibihîne xwe jî asîmîlasyoneka tund tetbîq dike. Kesên ku asîmîle nabin, yên ku dixwazin xwedîtîyê li nirxên kurdî yên neteweyî bikin, van nirxan geş bikin, bi mueyîdeyên îdarî û cezaî re rû bi rû dibin, bi vî awayî yan bi wî awayî, bi operasyonên tunekirinê re rû bi rû dimînin.
Li dawîya salên 1980yan û li destpêka salên 1990î, li Afrîkaya Başûr di navbera rêveberîya çermsipîyan û Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê de hevdîtinan dest pêkir. Di encama van hevdîtinan de Nelson Mandela ji zindanê hate derxistin. Di hilbijartinên sala 1994an de pêşewayê Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê Nelson Mandela bû serekê komarê. Numayendeyê wê fehma ku Nelson Mandelayî 27 heft salan di zindanê de hiştibû, ango De Klerk bû alîkarê Nelson Mandelayî. Ev yek bi me nîşan dide ku, li Afrîkaya Başûr ku wekî “nîjadperesttrîn dewlet” tê binavkirin jî, nîjadperestî ewçend tund nîn e. De Klerkê ku 27 salan Nelson Mandelayî kiriye zîndanê, piştî hilbijartinan, alîkarîya Nelson Mandelayê ku wekî serekê komarê hatiye hilbijartin qebul kiriye. Belam li Tirkîyeyê ramana fermî gelek tund e, qet naguhere. Îdeolojîyeka fermî ya tund ku hîç naguhere di nav hewldanê de ye ku civakeka ku bi lez diguhere îdare bike. Ev jî dibe sedem ku hertim buhranên sîyasî rû bidin.
Qada Zanistîyê û Azadîya Ramanê
Zanistî tenê dikane di qada zanistîyê de bête hilberandin. Şertê sereke yê ku qada zanistîyê mumkin dike hebûna azadîya ramanê ye, di sîstema sîyasî de sazbûna azadîya ramanê û bêyî tu pirsgirêkek xebitîna vê sazgehê ye. Qada zanistîyê bes dikane di şertên wisa de çêbibe. Li Tirkîyeyê qadeka wisa nîn e. Li unîversîteyan qada zanistîyê nîn e, di çapemeniyê de jî nîn e. Di qada ku azadîya zanistê wekî sazgehekê çênebûbe meriv nikane behsa azadîya zanistîyê bike. Di nav civaka ku azadîya ramanê, azadîya xweîfadekirinê nîn be, ev yek hatibe astengkirin, ne mumkin e ku azadîya zanistîyê çêbibe, pêş de biçe. Ger endamekî unîversîteyê piçek îdeolojîya fermî rexne kiribe û li ser vê yekê derbareyê wî mamostayî, wî profesorî de doz hatibe vekirin, hatibe mehkûmkirin, ev bi me nîşan dide ku li unîversîteyan jî qada zanistîyê qet nîn e. Biryara beratkirina profesoran ji layê dadgeha bilind ve tê xirakirin, ev yek jî bi me nîşan dide ku dadgeh jî bûne sîyasî. Li dera ku îdeolojîya fermî sazgeha herî girîng be, suriştî ye ku dê dadgeh jî di xizmeta îdeolojîya fermî de bin. Carînan di vê prosesê de dadgeh wekî çovekê têne bikaranîn.
Di sîstemeka sîyasî de ku azadîya ramanê saz nebûbe, ramana fermî li ser jiyana ramyarî û sîyasî zal be, ne mumkin e ku serbixwebûna dadgehan wekî sazîyekê çêbibe.
Di şertên wisa de divê unîversîte, çapemenî, sazîyên civakî yên sivîl berevaniya çi bikin? Helbet divêt berevaniya azadîya ramanê bikin. Lê em viya dibînin ku, tu derdekî, tu pirsgirêkekî wisa yê Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen û sereka giştî ya vê komeleyê profesor Türkan Saylanê nîn e.
Di vê çarçoveyê de ger em bala xwe bidin ser wê nameya ku Hakkı Devrimî bi sernavê “Keça min Aysel, tu yê ji Seîdî hes bikî?” bo parlementera Partîya Civaka Gel (DTP) Aysel Tuğlukê nivîsîye dê sûdewar be. (Radikal, 14 adar 2008, r. 7)
Hakkı Devrim, di nameya xwe de wisa dibêje: “Ji bîr meke, ew tiştên ku te bi awayekî heqdar neheq dîtine, tu peywendîyek, tu wekhevîyeka van tiştan û derd û meseleyên miletên kolonî ku tu qet pê nizanî nîn e. Bi vî awayî çêbûna viya de, qet guman nîn e ku daxilîya dînê me jî heye.”
Em peywendîya di navbera dewletên emperyal û dewletên kolonî, gelên kolonî de ji nêz ve dizanin. Tu dewleteka emperyal yan jî kolonyalîst tu caran kesayetîya bingehîn, nirxên kesayetîyê yên gelên bindest înkar nekirine, red nekirine. Di peywendîyên wan de asîmîlasyon nîn e. Di pirsa kurdî de meseleya bingehîn înkarkirina kesayetî, nirxên bingehîn yên kesayetîyê ne, aîmîlekirina kurdan bo ziman û kultura serdest e. Hakkı Devrim jî îfade dike ku bê hela kesayetî û nirxên kesayetîyê çendî girîng in. Di wê nameya ku me behsa wê kir de bo Aysel Tuğluk dipirse dibêje “Gelo te ceriband ku ÎRA û ETAyê bidî alîyekî û pêşî li ser kesayetîya Gandhi, paşê jî li ser şêwaza têkoşîna wî rawestî?”.
Ger em li ser mînaka Gandhi rawestin dê sûdewar be. Welatek bi navê Hindistan hebû. Welatek ku sînorên wî dîyarkirî ne. Welatekî kolonî. Parêzgarekî giştî ku Brîtanyayê ew tayîn kiribû vî welatî bi rê ve dibir. Jê re “Hindistana ku kolonîya Brîtanyayê ye” dihate gotin. Lê kurd û welatê wan Kurdistan, navê kurd û Kurdistanê bona ku ji dîrokê, ji ser zar û zimanan bêne maliştin hatine jihevdexistin, parçekirin û parvekirin. Kurd û welatê wan Kurdistan, kolonî jî nîn in. Lê Hindistan welatekî xwedîyê sînorên dîyarkirî bû. Welatekî kolonî… Zimanê hindîyan yê klasîk sanskrîtî di sala 1856an de li enstîtuyên ku ji layê îngilîzan ve hatibûn damezrandin de bibû babeta lêkolînan. Brîtanyaya mezin bi ku ve çûbe, di hemî kolonîyên xwe de rêveberiyên xodmuxtar ava kirine. Ji vî layî ve rewşa miletê kurd ji rewşa wan miletên kolonî ku Hakkı Devrim amaje pê dike gelek paşvetir e. Di roja îroyîn de tevayî welatên kolonî mîna dewletên serbixwe derketine qada dîrokê. Kurd, digel ewçend nufûsa xwe ya mezin, di sazîyên navneteweyî de hîn navê wan jî nîn e. Dîn jî, sazîyeka wisa ye ku di elenîya kurdan de hatiye bikaranîn. Ewên ku operasyonên Enfalê, komelkujiya kurdan çêkirin ma qey musluman nebûn? Ev e, divê ev hemî tişt bi têgehên zanistîyê, sîyaset û dîplomasîyê bêne axaftin, bêne munaqeşekirin. Azadîya ramanê, di dereceya yekem de bona axaftin û munaqeşekirina van tiştan pêwîst e. Di vê navberê de, divê durûtîya rojavayîyan jî her dem li ber çavan bête girtin. Berpirsîyarî û roleka gelek mezin a Rojavayê, di serî de ya Brîtanyaya mezin û Fransayê heye. Ev yek, proseseka wisa ye ku, baş tê zanîn.
Tehdîd, tu tiştekî bi destê kurdan ve nayne, gelek tiştî dide windakirin.
Tehdîd, geşbûna zanistiyê difetisîne.
Platforma Abantê dê roja 28-29ê adara 2008an li Diyarbekir bi sernavê “Pirsa kurd: Bi hevre lêgerîna aştî û paşerojê” civînekê çêbikirina. Civînên ku her sal li Abantê çêdibûn, ji ber ku îsal mijar derbareyê pirsa kurd de bû, dê li Diyarbekir çêbibûna. Piştî ku derbarê vê civîne de nûçe li çapemenîyê belav bûn, hingê hinde tehdîdên ku li hemberî vê civînê ne jî hatin weşandin. Li rojname û malperên enternetî nûçeyên mîna “Ji apoîstan bo Platrorma Abantê tehdîda vekirî” hatin weşandin. Di van nûçeyan de dihate gotin ku “Însîyatîfa demokratîk a gel a Kudistanê” bi daxuyanîya ku belav kiriye, beşdarên civînê tehdîd kiriye, gotiye “Çi kurdekî bişeref nikane tevlî civîneka wisa bibe”. Roşinbîr û wekî din kesên ji Stenbolê û derên din dê biçûna Diyarbekirê, endamên çapemeniyê hatin tehdîdkirin. (www.rizgari.com, 13 adar 2008, Ruşen Çakır, Abant Platformu Diyarbakır’da Toplanabilecek mi? / Rojnameya Vatan, 14 adar 2008)
Aşkera ye ku tehdîd reftarîyeka gelek şaş e. PKK dikane beşdarîya van civînên wisa bike û dîtinên xwe aşkera bike, berevaniya ramanên xwe bike. Ev tehdîda hanê, bêguman, gelek neyînî ye, reftarîyeka şaş e. Di vê demê de reftarîyeka din a şaş jî, li ser vê tehdîdê, ji layê Platforma Abantê ve, betalkirina vê civînê bû, girtina wê biryarê ye ku, dê di rojên pêş de li bajarekî din civîn çêbibe
 
(Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn).
 
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3258)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3302)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3506)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2965)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3142)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3399)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3605)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3185)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3125)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2957)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last   
123movies