×
Ayrılıkçı Yazılar
İsmail Beşikçi
Ayrılıkçı Yazılar
Ana akım Kürd siyasal hareketi, ‘ayrılıkçı’ olmadığını, yemin- billah ederek döne döne ifade etmektedir. Bu yaranmacı tutumun, Kürdlere küçücük bir hayrı yoktur. Fuad Önen (1954, Derik) Ayrılıkçı Yazılar kitabında hep yol yürüd...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (613)


Seyidlik-Şeriflik
İsmail Beşikçi
Seyidlik-Şeriflik
‘Soyum Ehl i-Beyt’ tir demek,  ben Arab’ım demektir. Ehl-i Beyt ev halkı anlamına gelir. Hz. Muhammed’i, kızı, Hz. Fatıma’yı, damadı ve  amcasının oğlu Hz.  Ali’yi, Hz. Ali’nin oğulları Hz. Has...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (338)


Theodor Herzl Bize Ne Anlatıyor?
İsmail Beşikçi
Theodor Herzl Bize Ne Anlatıyor?
Dünyanın dört bir tarafına savrulan Yahudilerin, 2000 sene sonra, 14 Mayıs 1948’de bir Yahudi Devleti kurmalarının çok büyük bir yurtseverlik hareketi olduğunu belirtmiştim. Bu yurtseverlik Kürdlerde yok. Bunca savaşlara, bunca sürgünlere, aslı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (558)


Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2077)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2293)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2083)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2525)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2562)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2392)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2008)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
17

Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv kurdan di warên ziman, edebîyat, dîrok, lêkolînên li ser hebûna civatê, muzîk, wêne, şano, sînema û di warên nivîskî de xebat gurr bûne. Esas ev xebatên bi vî awayî civata kurd radikin ser pîyan, ji alîyê maddî û manewî ve hêz didin civatê. Di proseya van xebatan de civat bi ser xwe ve têye, moralê wê bilind dibe, ji xwe bawer dibe.

 
Li van salên dawî kesên wek Malmîsanij, Cemil Gündoğan, Mehmet Bayrak,  Cemşîd Bender, Osman Aydın, Ruşen Aslan, Munzur Çem, Ali Haydar Koç, Yaşar Kaya, Rohat Alakom, İsmail Göldaş, Naci Kutlay, Tarık Ziya Ekinci, Kemal Burkay, Mehdi Zana, Torî, Faik Bulut û Orhan Miroglu xebatên gelek hêja kirin, gelek berhem derxistin holê. Bi destê Mehmet Emin Bozarslan ji nuh ve weşandina kovara Jîn û rojnameya Kurdistanê, her wiha, ji nuh ve weşandina Mem û Zîn û Şerefnameyê ku ji wan xebatan re pêşengîyê kirin, ev jî gelek girîng in. Di destpêka sala 2007 de versîyoneke cihê ya Şerefnameyê ligel wergera wê ji alîyê Weşanxaneya Yaba (Yaba Yayınları) ve hatiye weşandin. Di nava weşanên Yaba de Rêzepirtûkên Mezopotamyayê gelek balkêş in. Her wiha, ji nuh ve weşandina Maddeya Kurdistanê ya di nêv Qamus el-Heyata Şemsedîn Samî de ku di dawîya sedsala 19. de li çapê ketibû jî gelek balkêş e. Û helsengandina H. Mem a li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî jî her wisan… Pirtûgên Mehmet Bayrak ên Kurdolojî – I, II û Kürtler ve Ulusal-Demokratik Mücadeleleri wek çavkanîyên bingehîn gelek hêja ne. Bêguman di seranserî vê pêvajoyê de Musa Anter jî navekî gelek hêja ye. Ev xebatên hanê di nêv kurdan de ji alîyê pêşketina hizrên dîrokî û civakî ve roleke gelek mezin dilîzin. Ev saman û sermîyaneke wisan e ku dê civata kurd bi pêş ve bibe.
 
Di vê pêvajoyê de rola weşanên weşanxaneyên wek Doz, Pêrî, Avesta, Deng, Komal, Öz-Ge, Aram, Nûbihar, Yaba, Belge, Beybûn, Tevn…, kovarên wek Yurt Kitap-YayınSerbestî, Dema Nû, Deng, War, Bîr, Vate, Tîroj, Özgür Halk, Nûbihar, Mizgîn…, rojnameyên wek Gündem, Azadiya Welat jî gelek mezin e. Bîrnebûn û Nûdem ku li Ewropayê weşana xwe dikirin, wan jî gelek pêşî li geşbûnê vekirine. Bîrnebûn derbarê kurdên Anedola Navîn de weşanê dike. Nûdema ku di navbera salên 1990-2000 de weşana xwe bi zimanê kurdî dewam dikir kovareke kulturî, edebî û hunerî bû. Piştî hejmara 40. ku vê kovarê dawî li weşandina xwe anî, ev yek li ser hesabê kultura kurdan windayîyeke mezin bû. Bêguman divê em bi teqdîr xebatên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Enstîtuya Kurdî ya Brukselê û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî yad bikin. Ferhengên ku Îzolî, Zana Farqînî û Torî amade kirine, her yekî di warê manewî de pêşî li geşbûnê vekirin. Xebatên li ser zimên ên Hüseyin Musa Sağnıç û Abdurrahman Uçaman jî hêja ne.
 
Divê em malperên enternetî yên kurdan jî bihesibînin. Ev malperên enternetî di warê hevûdin naskirina kesayetîyan de, di warê sazkirina pêwendî û danûstendinê de roleke mezin dilîzin, kesayetan derbarê xebatên hev de agahdar dikin. Ez li ser navê xwe bibêjim ku, ez her tim malperên wek www.gelawej.org, www.nasname.com, www.kurdinfo.comwww.peyamaazadi.com, www.rizgari.com, www.dengekurdistan.com, www.kurddem.org û www.pwdnerin.com dişopînim. Weşanên ku li welatên Ewropayê, li DYA çêdibin, ew jî warekî din e, ku divêt meriv bi berfirehî li ser raweste.
 
Di vê proseya hîşyarbûnê de edebîyata kurd geş dibe. Di warê roman û çîrok û helbestê de berhemên girîng hatine hilberandin. Romanên bi zimanê kurdî, ku ji alîyê Mehmet Uzun ve hatine nivîsîn, balkêş in. Hasan Bildirici û Metin Aktaşî di warê roman û çîrokê de berhemên baş hilberandine. Yılmaz Odabaşı, Muhsin Kızılkaya… ev kes jî di qada nivîsînê de mirovên balkêş in.
 
Divêt ez di vê gotarê de qala xebatên Osman Aydın ên bi navê Kürdistan’ın Demografisi ve Kürdistan’da Nüfus Hareketleri (Îsveç, 204, Apec Förlag) û 1925 Kürt Ulus Hareketi (Doz Yayıncılık, Îstanbul Nisan 2006), her wiha xebata Ruşen Aslan a bi navê Şeyh Said Ayaklanmasında Varto Aşiretleri ve Mehmet Şerif Olayı (Doz Yayıncılık, Îstanbul, Nisan 2006) û xebata M. Malmîsanij a bi navê Türkiye’de ve Suriye’de Kürtçe Kitap Yayıncılığının Dünü ve Bugünü  (Vate Yayıncılık, Îstanbul 2006) jî bikim.
 
Ev jî babeteke gelek girîng e ku, bê hela serjimareya (nufûs) kurdan a li nêv sînorên Tirkîyê çend e. Osman Aydın, derbarê tesbîtkirina vê hejmarê de metodeke balkêş dişuxulîne. Ji bo vê tesbîtkirina vê yekê lêdikole ku bê hela li cografyaya kurd jimareya civakê li kû derê û di kîjan radeyê de hîn zêdetir hatîye ser hev. Ji bo vê yekê jî pirseke wekî “Kurdistan kû der e?” dike. Bi vegotineke maqul hewl dide xwe da bersiva vê pirsê bibîne. Lêdikole ku bê hela li nêv welêt ji sedemên cur bi cur çiqas kesî warê xwe terk kirîye û çûye deverên din. Ji bo ku meriv bikarîbe li ser bajar û bajarokên kurdan analîzan bike, xebatên bi vî awayî pêwîst in. Tesbîtkirina vê yekê jî divêt gelek girîng be ku, bê hela bajarên ku kurd bi giştî tê de hene û bajarên ku kurd qismen tê de hene, kîjan in, yekuna wan çi ye? Bi vî awayî têye hesabkirin ku, li gorî sala 2000, ji serjimareya kurdan 10 mîlyon û 700 kes li herêmê, 6 mîlyon û 700 kes li deverên cur bi cur ên Tirkiyê û mîlyonek kes jî li derveyî Tirkîyê ne ku li ser hev serjimareya kurdan dike 18 mîlyon û 400. Osman Aydın li ser encamên îstatîskî yên “Devlet İstatistik Enstitüsü” analîzan dike û digihe vê encamê.
 
Her wiha, ev jî têye zanîn ku li Tirkîyê bi zanebûn serjimareya kurdan her xumam têye hiştin. Her tim wisan di ser re serjimareya kurd li dora 20 mîlyon kesî îfade dibe. Çapemeniya tirk, lêkolînerên tirk bi tundî li dijî daxuyanîyên bi vî awayî derdikevin. Belam qet qala wê nakin ku dewlet bi zanebûn serjimareya kurdan xumam dihêle ku tu rexneyeke wan li ser vê helwestê nîne. Bo numûne, qet li ser nasekinin ku bê hela çima serjimareya kurdan bi awayekî tendurust nayête tesbîtkirin. Di wan serjimareyên ku heta bi sala 1965 hatine kirin de derbarê zimanê zikmakî de pirsin dihatine pirsîn lê piştî ku di nêv kurdan de hestên netewî hîşyar bûn û bi şûn de êdî ev pirs jî ji anketan hatin hilanîn. Sedemê xumam hiştina serjimareya kurdan ev e ku, di nêv kurdan de pêşî li geşbûna hestên netewî yên kurd bêye girtin. Naxwazin reqema ku serjimareya kurd nîşan dide di nêv hişê mirovan de cih bigre. Û her wiha, mebestêke din jî ev e ku, bikaribin serjimareya kurdan gelek kêmtir nîşan bidin.
 
Osman Aydın bi têgihaştineke din bala xwe dide ser Tevgera Kurd a Netewî ya li sala 1925. Ev jî babetek gelek balkêş e ku ew nabêje “Tevgera Şêx Seîd” lê dibêje “Tevgera Netewî ya Kurd”. Ev lêkolîneke wisan e ku di navbera tirk û ereb û eceman de rewşa kurdan, hêvî û mafên kurdan ji xwe re kiriye babeta xebatê.
 
Di sîstema sîyasî ya tirk de pêkhatina îdeolojîya fermî ya derbarê kurdan û zimanê kurdî de Mehmet Şerif Fırat merivekî girîng e. Di vî warî de pirtûga bi navê Doğu İlleri ve Varto Tarihi, di Tevgera Kurd a Netewî ya sala 1925 de, wezîyeta eşîrên Gimgimê (Varto) û kuştina Mehmet Şerif Fırat, ji alîyê îdeolojîya fermî ve dîyardeyên zor girîng in. Ruşen Aslan di pirtûga xwe ya bi navê Şeyh Said Ayaklanmasında Varto Aşiretleri ve Mehmet Şerif Fırat Olayı de bi awirekî rexneyî bala xwe dide ser van dîyardeyan.
 
Li salên 1960î, li salê 1970yî, yanî li wê dema ku hestên netewî hêdî bi hêdî di nêv kurdan de hîşyar dibûn, hindek nivîskarên tirk îddîa dikirin ku zimanek wek zimanê kurdî tune, ger hebe jî, tenê sê-çar peyvên xwe hene. Ji bo ku vê îddîaya xwe li ser bingehekê bidine rûniştandin jî, pirsên wekî “hûn dikarin romanek ku bi vî zimanî hatiye nivîsîn yan jî lêkolînek ku bi vî zimanî hatiye kirin bi me nîşan bidin?” derdixistin pêş. Belam qet behsa vê yekê nedikirin ku, ta ji salên sereta yên Cumhuriyetê û bi vir de ye ku zimanê kurdî hatiye qedexekirin, pêşî lê hatiye girtin. Helwesteke wisan nîşan didan ku, her wekî ku qet tiştek bi vî awayî nîn be. Gelek bi baldarî hewl didan xwe, bi îtîna tevdigeriyan da bila ev qedexekirin neyête bîra kesî. Van nivîskaran û endamên çapemeniyê her tim kurdan tehqîr dikirin, tinazên xwe bi zimanê kurdî dikirin lê qet qala qedexekirina li ser kurdî nedikirin. Ev têye wateya qedexekirina neteweyekê. Çunke heke ziman hebe netewe heye, heke ziman tune be, qet wateya wê jî nîne ku em rabin qala neteweyekê bikin. M. Malmîsanij di xebata xwe ya bi navê Türkiye ve Suriye’de Kürtçe Kitap Yayımcılığının Dünü ve Bugünü de qala pêşveçûna vê proseyê dike. Bi awirekî rexneyî bala xwe dide ser qedexekirina zimanê kurdî.
 
Di roja îroyîn de ev lêkolînên bi vî rengî her berdewam in. Wateyeke gelek girîng a vê pêvajoyê heye. Di pêşgotina berhema Marks a bi navê Ekonomi Politiğin Eleştirisine Katkı de teorîyeke wek “pirsgirêkên ku civat nikaribe ji binî derkeve, nayne rojevê” heye. Ger pirsgirêkek hatiye rojevê, ger têye vekolîn, ger têye munaqeşekirin hingê ev têye wateya ku êdî civat dikare ji bin wê pirsgirêkê derkeve. Xebatên lêkolînerên kurdan ên di warên wek dîrok, ziman, edebîyat û hunerê de têye vê wateyê ku, Pirsa Kurd êdî bi vî rengî yan jî bi wî rengî, dê bigihê çareserîyekê.
 
Ev jî gelek vekirî ye ku dê ev hemûyê lêkolînan bi destê kurdan bêne kirin. Her wiha, ev jî têye zanîn ku, zanîngehên tirkan dê nikaribin di lêkolînên li ser kurdan de tu xebatekê bikin. Her çendî Bilgi Üniversitesi ya Îstanbulê li meha adara 2006 eywana xwe ji bo konferansek bi navê “Türkiye’nin Kürt Meselesi” ku ji alîyê Grûba Empatî ya Komeleya Hemwelatîya Helsînkî ve hatibû organîzekirin vekiribe jî lê di vî warî de helwesta zanîngehan her dîyar e. Rêya tevlibûna civata akademîk, di nav civata akademîk de bilindbûn, ligel sedaqeta bi îdeolojîya fermî ve girêdayî ye. Sedaqeta ligel îdeolojîya fermî, tekane rêya tevlibûna civata akademîk e, her wiha, di zanîngehan de tekane rêya bilindbûnê ye. Di vî warî de munaqeşekirin, yan jî nîşandana helwesteke muxalîf qet nîne. Ger ev sedaqeta hanê temam be, êdî ne pêwîst e ku wî kesî lêkolîneke zanistî kiribe yan nekiribe. Em salên 1960î, salên 1970yî bînin bîra xwe, ku di wan salan de ji endamên zanîngehan ên ku hewl didan xwe da teorîyên ku zimanê kurdî înkar dikin, eslê kurdan wek tirk nîşan didin, kurdî wek versîyonekî pirîmîtîv ji zimanê tirkî nîşan didin derdixin pêş, gişan payeyên doktorî û profesorîyê bi dest xistin. Kesên ku qala kurdan û zimanê kurdî dikirin jî her tim bi tawanên mezin hatin darizandin û cezayên giran li wan hate birîn. Ev helwest di roja me de jî her serdest e. Di vê heyamê de ne rast e ku meriv li benda zanîngehan bisekine da ew li ser kurdan lêkolînên tendurust çêbikin.
 
Di roja îroyîn de bêyî ku balê bikêşin bi ser dîyardeya kurd ve, ji aliyê hinek kes an jî sazîyan ve, bi hindek awayên cihê Yüksek Öğretim Kurumu (YÖK) têye rexnekirin. Belam helwesta derbarê lêkolînên li ser kurdan beriya YÖKê jî her bi vî awayî bû. Li zanîngehan, bi taybet di warên zanistî yên wek dîrok, sosyolojî, zanistîyên sîyasî, antropolojî,  ekonomî û huqûqê de têgihaştina zanistî berîya YÖKê jî tune bû. Di van waran de çi dema ku ku berhemek ji alîyê profesorekî ve dihate xwendin, bi mebesta ku ‘gelo tê de sûc heye yan na’ û ji bo îsbata vê yekê jî, bi armanca ku ‘raporta desteya pisporan’ amade bike, dihate xwendin. Ev jî, gelek vekirî dide îsbatkirin ku di zanîngehan de tu zîhnîyeteke zanistîyê nîne. Îdeolojîya fermî di wan rojan de jî her serdest bû û îstîqameta xebatê tayîn dikir. Jixwe, ger zanîngeh hebûya, dê YÖK tune bûya.
 
Hizrekî wisan heye ku dibêje “Ji bo neteweyekê mezintirîn felaket ew e ku dîroka wê ji alîyê kesên ji derveyî wê ve, ji alîyê dişmenên wê ve bêye nivîsîn”. Kurdan li salên 1990î, li salê 2000î, vê yekê di nêv dilê xwe de hîs kir û ji bo ku ji bin vî barî derkevin dest bi xebatên mezin kirine. Ev jî gelek vekirî ye ku dê ev awa xebat hê gurrtir bin.
 
_____________
 
Ev gotar ji kovara “Esmer, Hej. 28, Nîsan 2007” hatiye wergirtin û ji alîyê Roşan Lezgîn ve ji tirkî bo kurdîya kurmancî hatiye wergerandin.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3265)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3309)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3513)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2972)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3153)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3409)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3613)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3195)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3132)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2965)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last   
123movies