×
Ayrılıkçı Yazılar
İsmail Beşikçi
Ayrılıkçı Yazılar
Ana akım Kürd siyasal hareketi, ‘ayrılıkçı’ olmadığını, yemin- billah ederek döne döne ifade etmektedir. Bu yaranmacı tutumun, Kürdlere küçücük bir hayrı yoktur. Fuad Önen (1954, Derik) Ayrılıkçı Yazılar kitabında hep yol yürüd...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (620)


Seyidlik-Şeriflik
İsmail Beşikçi
Seyidlik-Şeriflik
‘Soyum Ehl i-Beyt’ tir demek,  ben Arab’ım demektir. Ehl-i Beyt ev halkı anlamına gelir. Hz. Muhammed’i, kızı, Hz. Fatıma’yı, damadı ve  amcasının oğlu Hz.  Ali’yi, Hz. Ali’nin oğulları Hz. Has...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (345)


Theodor Herzl Bize Ne Anlatıyor?
İsmail Beşikçi
Theodor Herzl Bize Ne Anlatıyor?
Dünyanın dört bir tarafına savrulan Yahudilerin, 2000 sene sonra, 14 Mayıs 1948’de bir Yahudi Devleti kurmalarının çok büyük bir yurtseverlik hareketi olduğunu belirtmiştim. Bu yurtseverlik Kürdlerde yok. Bunca savaşlara, bunca sürgünlere, aslı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (560)


Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2083)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2299)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2088)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2530)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2567)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2398)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2015)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
09

Dema ku li ser Jenosîda Ermenan Pêşnumayek ji Kongreya DYAyê re tê pêşkêş kirin û dema ku di çapemeni û rayagiştî de tê nîqaş kirin, Hikumeta DYAyê wiha dibêje: “ Em wek hikumet li hember vê pêşnumayê ne. Tirkiye dostê me ye.”

Li DYAyê, Serokdewlet, Wezîrê karê derve, Rayedarên Fermandariya leşkerî, Karsaz bi vî awayî daxuyanî didin. Hin kesên ku ji wan re “Dîroknas” tê gotin, hin profesorên universiteyan, kesên têkildarên çapemeniyê wiha diaxivin: “li Tirkiyeyê hikumeteke dostê DYAyê heye, divê em xwe ji karên ku Tirkiyeyê nerhet bike biparêzin. Pirsgirêka Ermenan pirseke ku divê ji hila diroknasan ve bê lêkolîn kirin, ne ji alî siysetmedar û hikumetan ve.”

Dema ku li Frense, Elemanya û Brîtanyayê... ji parlementoyan re, pêşnumayek li ser jenosîda Ermenan, li ser pirsa Kurd û Kurdîstanê tê pêşkêş kirin an karekî wiha bê rojevê û dema ev kar li wan deran û li Tirkiyeyê bê nîqaş kirin, hikumetên wan welatan daxuyaniyên wiha didin:”Tirkiye dostê me ye, hikumeta me li hember van pêşnuma û karan e...” Berjewendiyên aborî li hember bihîstina hewara Kurd û bindestên din dibe asteng.

Başe, gelo berpirsiyariya van dewletan ji ber bindestiya gelên mezlûm tuneye? Van daxuyaniyên wek hev nîşan didin ku berpirsiyarîkî wiha nagrin ser milên xwe. Ev jî nîşan dide ku hîn jî siyaseta navnetweyî nirxên wek heq, hiqûq, azadî wekhevî diyarnakin, esas diyarker çewsandin, zordestî û hêza bêsînor in.

Wek mînak, di van mehên dawîn de, di Çileya 2012an de, li Tirkiyeyê, li herêmên Kurdan çi diqewimin? Li Diyarbekirê, Li dêza navîn, li bexçê avahiya ku navenda JÎTEMê bû kolan pêk tên. Hestî û qaqotên mirovan derdikevin. Heta îro(31 Çile 2012) tê diyar kirin ku 26 qaqot derketine. Ciyê ku navenda Jîtemê bû, berê li wê qadê girtîgeh, dadgeh û Alaya Cendirman jî li wir bûn. Navê vê qadê Derê Sarayê ye. Di salên 1990an de , Kurdên ku bi nepenî ji layê Jîtemê ve dihatin desteserkirin, birine vir. Piştê lêpirsînên biêşkence hatine kuştin. Cesedên wan avêtine bin çalên ku li vî bexçê hatine kolan. Jixwe li cem gel di derbarê Jîtemê de qen’eteke wiha hebû, “Kesên ku Jîtem bigre û bibe wir bi saxî dernakeve.” Di serdema ku Tansu Çiller serokwezîr e, Süleyman Demirel serokomar e, Doğan Güreş serfermandarê leşkerî ye... Piştî destpêka van kolanan, malbatên ku ji mala wan xismên wan hatine birin û tu agahî ji wan nîne, bi hêviya qenebe hestiyên xismên xwe dîtinê DNAyên xwe didin. Gelek malbat bi vê hêviyê li derdora kolanan radiwestin.

Xortan, mezinê malan, apan, kekan û hwd. Bi nepenî ji mal girtin, di lêpirsînên biêşkence de derbaskirin, cesedan jî avitina çalên ku di bexçe de vekirine... Ev wehşet çawa pêk tê. Kesên ku vê wehşetê pêk tînin xwedî giyanekî, ramaneke çawa nin...Bê gûman kesên ku vê wehşetê dikin xwedî têgihîştineke wiha nin:”Kes nikare ji me hesab bipirse” “ Tu kes ne xwedî cesareteke ku hesab ji me bipirse” Hêza dewletê ji vê hêlê ve tê bikar anîn. Aşîkar e ku hêza dewletê ji vê hêlê ve tê bi kar anîn. Bi van kesan re, bi wezîfedarên Jîtemê re ev têgihîştin çawa dikare bi pêşkeve? Dîsa vekirî dixuyê ku van wezîfedaran jî ji postên payeberz fermandarên xwe ferman girtine û bi fermana wan van wehşetan kirine.

Ji ber vî awayî nexşeya gorên komkujiyê li seranserê Tirkiyeyê ku Komela Mafê Mirovan derxistiye tabloyeke balkêş radixe ber çavan. Heta niha ji 12 gorên komî 162 cesedên mirovan hatine derxistin. Di 255 gorên komî yên ku li benda kolanê ne de 3274 cesedên kesan hebûna wan tê texmîn kirin. Gorên komî li herêmên wek Diyarbekir, Şirnax, Bedlîs, Batman, Sêrt, Wan, Mêrdîn, Çewlîk Dêrsim, Agirî, Colemêrg, El’ezîz, Qers in.

Wehşeteke wiha di salên 1990an de çawa dikaribû pêk bihata? Wehşeteke wiha di salên 1990an de çawa bi sazîbûnbû? Di dewleteke ku dibêje ez demokrasî me de, di dewleteke endamê Konseya Ewropê de, di dewleteke berendamê Yekîtiya Ewropê de wehşeteke wiha çawa dikare bê pêk anîn?

Ev di vir de roleke mezin a têgihîştina “Tirkiye dostê me ye” heye.Polîtîkayên “Dewletên dost” yên li dij Kurd û Kurdîstanê cesaret û hêzeke pir mezin didin Tirkiyeyê.
Dema hinek nêztir li gorên komî em binêrin vî dubînin.
Navê Bajarî Gorên Komî Cesedên Mirovan:
Sêrt 36 gorên komî 376 cesed
Bedlîs 35 gorên komî 485 cesed
Colemêrg 33 gorên komî 347 cesed
Çewlîk(Bîngol) 33 gorên komî 468 cesed
Amed(Dîyarbekir) 31 gorên komî 321 cesed
Wan 18 gorên komî 257 cesed
Mêrdîn 14 gorên komî 259 cesed
Şirnex 11 gorên komî 207 cesed
Êlih(Batman) 11 gorên komî 198 cesed
Dêrsim 5 gorên komî 259 cesed
El’ezîz 3 gorên komî 55 cesed
Agirî 2 gorên komî 53 cesed
Riha 2 gorên komî 16 cesed
Erdexan 1 goreke komî 19 cesed
Semsûr 1 goreke komî 17 cesed
Dîlok(‘Enteb) 1 goreke komî 16 cesed
Ixdir 1 goreke komî 14 cesed
Qers 1 goreke komî 7 cesed
Meletî 1 goreke komî 5 cesed
Hetay 1 goreke komî 8 cesed
Cizîr 1 goreke komî 2 cesed
Stenbol 1 goreke komî 19 cesed
Enqere 1 goreke komî 3 cesed
Konya 1 goreke komî 3 cesed

Heta roja îro li Amedê ji goreke komî 76 cesed hatine derxistin. Li Dêrsimê ji goreke komî 7 cesed hatine derxistin. Li Êlihê ji goreke komî 13 cesed hatine derxistin. Li Mêrdînê ji goreke komî 7 cesed hatine derxistin. (Taraf, 27 Çile 2012)

Cengiz Aktar, di ronameya Tarafê a1ê Sibata 2012an de, bi navê “Diyarbekir 1915: Arkeolojiya Xerabiyê” nivîsek weşand. Di vê nivîsê de tê gotin ku ew hestiyên li bexçê navenda Jîtemê ya Derêsarayê hatine dîtin, dibe ku têkiliya wan bi jenosîda Ermanan a 1915an re hebe. Ev îhtîmal wiha nîşan dide: Jenosîda 1915 ku li hember Ermenan pêk hat, di roja me ya îro de li hember Kurdan bi heman awayî li heman cih û mekanan tê pêk anîn.

Di dawiya Berfanbara 2011an de, balafirên şer yên Tirk, li Roboskiya Qilabanê bi serserê gundiyên Kurd ên ku bo qaçaxî diçin Başûr û tên de bombe barandin. 34 kes di vê bombebaranê de hatin kuştin bi dehan Kurd jî hatin birîndar kirin. Ji kuştiyan 19 jê zarok in. Xwendekarên ûniversiteyan jî hebûn.Ev karê ha bo alîkariya malbatê û mesrefa zankoyan dikirrin. Ev bombebarankirin bi zanîn hatiye kirin, yanî zelale ku bombebarankar dizanibûne kesên ku bi ser wan de bombe dibarînîn gundî ne, ne şervan in. Nivîsên fermandarê PKKê Bahoz Erdal û Ali Fikri Işık nîşan didin ku ev bombebarîn bi zanîn hatiye kirin. (bnr, Bahoz Erdal, 4 Çile 2012 www.gelawej.net , Ali Fikri Işık, Roboskî, 26.1.2012 www.kurdinfo.com)

Li Qılabanê, kesên bi bombebaranê hatin kuştin, kesên qaçaxî dikirin di heman demê de cerdevanî jî dikirin.Jiber ku cerdevan bûn, dewletê ji “qaçaxçîtîya” wan re cav digirt. Wek di vê qetlî’amê de jî vekirî tê dîtin, cerdevanî kirin nayê wateya ku ji Kurdîtîyê diqetin. Lê, dewlet, dixwaze kesên ku cerdevanî dikin bi tevayî ji Kurdîtîyê jî biqetin. Jiber ku ji Kurdîtîyê naqetin bi vê qetlî’amê re rûbirû dimînin. Diyare ku ev qetlî’am bi plan û zanîn hatiye kirin. Tê gotin ku kesên ji Kurdîtîya xwe neqetin, nebin Tirk dawiya wan ev e.

Bo ku çapemenî bi vê rûdawê nehese gelek hewl hatiye dayîn,Hikumet encax 12-13 saet piştê bombebaranê karibiye daxuyanî bide. Ev jî, daxuyaniyek bi awayê”em rûdawê lêkolîn dikin, ger xeta hebe...” ye.Çapemeniya Tirk ancax, piştê vê daxuyaniya hikumetê û bo meşrûkirin û mafdarkirina vê daxuyaniyê karibiye nûçeyên alîkar çêbike. Serokatiya fermandariya leşkerî, daxuyaniyek daye ku bi qasê zere naverokeke mirovahî tê de nîne. Jiber van operasyonan Serokwezîr pesnê leşkeran daye.

Pir zelal e ku dewlet li hember Kurdan bêpaxav e.Ne hesabê Kurdan tê kirin, ne jî Kurd tişkî tên hesibandin. Tê hesibandin ku ji Dewletên Rojava jî wê tu pirs dernekeve. Kesên ku dibêjin “Tirkiye dostê me ye” heta îro pirsekî ku Tirkiyeyê nerhet bike nekirine.

Tam di vê demê de, divê nirxandineke wiha bê kirin.Kurd û Kurdîstan, di 1920an de, di serdema NYê de, hatiye dabeşkirin, perçekrin û parvekirin. Di vê pêvajoyê de, di serî de Brîtanya Mezin û Frense tê de roleke mezin a Ewropayê heye. Brîtanya Mezin û Frense ev operasyonên xwe yên li ser Kurd û Kurdîstanê bi hevkariya rêveberên Tirk, ‘Ereb û Farisên li Rojhilata Navîn(Nêzîk) re pêk anîne. Di vê helwesta dij Kurdan de polîtîkayên Yekîtiya Sowyetê jî ji polîtîkayên emperyal ên Brîtaniya Mezin û Frenseyê ne cuda bûn.Rêveberên Yekîtiya Sowyetê jî, tevî ku herî bêtir mafê diyarkirina dahatuya xwe ya netewan diaxivîn, di mijara Kurd û Kurdîstanê de ne alîkarê mezlûman, belkî helwesteke alîkarê dewletên emperyal dadihanîn holê. Her dem li hember statuya Kurdan a li Rojhilata Nêzîk bûye. Bo astengkirina vê statuyê, li Rojhilata Nêzîk her dem bi Tirk, ‘Ereb û Farisan re hevkarî kiriye.

Ewropa helwesta xwe ya antî-Kurd îro jî didomîne.Tekoşîna Kurdîstan û Kurdên ku li Rojhilata Nêzîk hatine dabeşkirin, perçekirin û parvekirin, ji aliyê Tirkiye, Îran û Sûriyeyê ve hîn jî, di çarçoveya têgihîştina ewleyî de, bi têgîna “terorê” tê pêşkêş kirin.Dewletên Rojava, Dewletên Ewropa jî, bi awayê ku Tirkiye li “terorê” dinêre têdigihîjin.
Di nava Rojhilata Nêzîk de, ji 40 milyonan zêdetir serjimarî, ji tekoşîna azadiya Kurdîstana ku tê de ji 40 milyonan zêdetir Kurdên ku hatine dabeşkirin, perçekirn û parvekirin dijîn re, hîn jî “teror” tê gotin. Kesên ku Kurd û Kurdîstanê bindest kirine, bi awakî tûndî li hember şerê azadiya Kurdan derdikevin. Ewropayîyên ku dibêjin”Tirkiye dostê me ye” jî di nava dijîtiya Kurdan de ne. Ev helwest, dewletên wek Brîtanya, Frense, Eleman, Îtalya û Spanya di nava nakokîyeke kûr dihêle.

Li Ewropa, îro, dewletên ku serjimara wan li dor 30-40 hezarî ne hene. Ev endamên Konseya Ewropa û NYê ne jî. Andorra, San Marino, Monaco, Liechtenstein dewletên wiha ne. Vatîkan, dewleteke ku serjimara wê li derdora hezarî ye. Di civaka navnetewî de vana cih digrin, lê Kurdên ku ji 40 milyonan bêtirin di rewşa dabeşkirî, perçekirî û parvekirî de hiştina wan, helbet rewşeke ku pêwist e li ser bê rawestin. Di Yekîtî ya Ewropê de bes pênc dewletên ku serjimara wan Frense, Elemanya, Brîtanya, îtalya û Spanya ji ya Kurdan zêdetir e. Dibe ku serjimara Polonya bi qasî ya Kurdan hebe. 21 dewletên din yên endamên YEyê xwedî serjimareke ji Kurdan kêmtir in. Lüxemburg, Kıbrıs, Malta, xwedî serjimareke li derdora nîv milyonê ne.Li Kıbrısê, Rûm û Tirk bi hev re nagihîjin milyonekî. Serjimara dewletên wek Slovenya, Slovakya, Letonya, Litvanya, Estonya li derdora 2-3 milyonan e. Di YEya xwedî 27 endam de, 13 dewletên din, Belçika, İrlanda,Yunanistan, Portekiz, Hollanda, Danimarka, Swêd, Finlandiya, Komara Çekê, Avusturya, Bulgaristan, Romanya xwedî serjimareke li dora 7- 15 milyonan in. Kurdên ku serjimara wan ji 40 milyonan bêtir e, nexwedîbûna wan a ji statuyeke biçûk re, çima civaka navnetewî di helwesteke dij-Kudan da ne, helbet rewşeke wisa ye divê bê lêkolîn kirin.

Li dunê hin dewlet hene ku serjimara wan li dora dehezarî ne. Pirê van dewletan axa wan bi qasî beldeyeke Kurdîstanê jî tune.Di civaka navnetewî de helwesta dij-Kurdan çawa derketiye holê divê bi hûrgilî bê lêkolîn kirin.

Qadeke bi navê Hiqûqa Dewletan heye.Çi di serdema Cemiyeta Miletan de, çi di serdema NYê de , li ser vê qadê hiqûqa pozîtîf derket holê.Ji Cemiyetê Eqwam(Cemiyeta Miletan) vir ve ye, rêbazeke ku Kurdan bigre berçavan a hiqûqa dewletan bi erênî tuneye. Lê bo çewsandin û asteng kirina Kurdan, bê ku navê Kurdan bê zikir kirin gelek rêbaz hene. Dema ku şerê azadiya Kurdan tê rojevê, ev rêbaz derdikevin holê, bi vê rê Kurd tên asteng kirin. An dema hukmekî gelemperî dertê, ger ev hukum bo kurdan jî aliyekê erênî bîne, ev jî bi awayekî fi’îlî hatiye asteng kirin. Bi zelalî xuyaye ku Hiqûqê Dewletan bo Kurdan tişkî erênî nabêje, bo negotina tişkî erênî jî hewldaneke mezin dixuyê.

Têklahiyên navnetewî jî qadeke girîng e. Lê di vê qadê de, bo Kurdan gotineke erênî, şîroveyeke erênî peyda nabe. Tê gotinê “Cemiyeta Eqwaman”(Cemiyeta Miletan). Tê gotinê “Netewên Yekbûyî”. Ji van navan mafên dewletan na, mafên netewan li ber çavan tê girtin derdikeve. Bi rastî qet ne wisa ye. Dema di têkilahiya navnetewî de mafê Kurdan tê rojevê, tim, mafê dewletên ku Kurdan bindest kirine, bi hevparî mafê van dewletan tê parastin. Kurdîstan mêtingeheke navnetewî ye. Mêtingeha hevpara dewletên têkildar e. Mitingeha hevpara Brîtanya Mezin(Paşê Iraq), Frense(Paşê Sûriye), Tirkiye û Îran e. Di eslê xwe de, Kurdîstan xwedî statuyeke mêtingehî jî nîne. Di vir de divê li ser daçeka “jî” bê rawestandin. Divê Kurdîstana li Kafkasyayê(Kurdîstana Sor) jî neyê jibîr kirin.

Dema mesela Kurd û Kudîstanê tê rojevê pirsa herî pêşîn tê ber heşê mirov ev e: Gelekî xwedî serjimareke ew qas mezin çima nebiye xwedî statuyeke siyasî a biçûçik jî?Civaka navnetewî, gelên xwedî jimareke biçûk wek dewlet qebûl dikin, çima Kurdên ji 40 milyonan zêdetir di çarçoveya têgîna “teror”ê û “ewlekaî”yê de nêzîk dibin? Di civaka navnetewî ya ku ew qas Kurdan di çewisîne de gelo exlaq heye? Ev dewletên biçûçik mafê diyar kirina çarenûsa Kurdan ji kûderê peyda dikin?

Min di İnternetê de şîrove nûçeyek dîbû. Nifûsa deh dewletên endamên NYê li pey hev rêz kiribûn tev li ser hev bi qasî nifûsa Diyarbekir(Amed)ê tunebû. Ev dewletên biçûk, di diyar kirina dahatûya Kurd û Kurdîstanê de xwedî deng bûna wan exlaqî ye? Ev dengên xwe her dem di ‘eleyhiya Kurdan de xebitandin exlaqek siyasîye an an?Divê Hiqûqê Dewletan, têkiliyên navnetewî her gav hêza bêteşe, berjewendiyên aborî diyar bikin; di vir de nirxeke etîk qet nabe?

Pirsa bingehîn ev e.Ev, pirseke divê bi têgînên zanistî, siyasî, dîplomasî bê lêkolîn kirin. Ev pirsa bingehîn divê ji balan neyê dûrxistin, tim li ser baldar bin. Divê ji karê bincilkirina pirsgirêkê jî xwe dûr xînin.

Li nav Kurdan çanda nîqaşê

Pirsgirêka bingehîn ev e.Lê di van mehên dawînde, nîqaş û tehdîdên ku di nava Kurdan de rûdidin, Kurdan ji pirsgirêka bingehîn dûr dixîne. Destpêkirina şer û pevçûnên di nava kes û grûban de, pirsgirêka bingehîn paşda dixîne.

Berî her tiştî,tesbîta vî tiştî bi feyde ye: Di roja me ya îro de, di mijara Kurd, Kurdîstan û Kurdî de, gelek nivîsîn û axavtin dibin. Çapemeniya Kurd şiklê xwe girt û geşbû. Çi medya Kurd, çi jî medya Tirk be, her roj li ser mijara Kurd, Kurdî û Kurdîstan nûçe û şîrive tên weşandin. Di kovarên Kurd û Tirkan de lêkolîn tên weşandin. Di radyo, TV û rojnameyan de li ser van mijaran program û danişînên ji gel re vekirî tên weşandin. Rêxistinên civakî, sempozyum û konferansan lidar dixin. Li gor qene’eta min guherîna herî girîng ev e. Wek mînak li gor 30-40 salan berê guherîneke girîng e. Ev, rewşeke ku bi tekoşîna Kurdan hatiye afirandin. Rewşeke fi’îlî ye. Mayîndetî ya wê jî xuyaye. Li hember vê rewşa fi’îlî, dewlet, hatiye mecbûr kirin ku hin gavên wek TRT-6, Li hin zankoyan beşên Kurdî, serbestkirina li girtîgehan girtî bi malbatên xwe re di hevdîtinan de bi Kurdî axavtin û hwd.bavêje.Di afirandina vê pêvajoyê de roleke pir mezin a tekoşîna gerîla heye. Ger îro di van mijaran de bi rehetî tê axavtin, mirov nikara rola tekoşînê a di vê pêvajoyê de ji balan bidûrxîne. Divê di serî de ev rewş bê tesbît kirin. Li gor qene’eta min ev dîtin bi girseyî jî tê qebûl kirin.Ger tekoşîneke wiha nahatibûya jiyîn, civata Kurd, lêkolînên Kurdî nedigihîştin vê pêngavê.

Tê gotin ku di salên 1978-1979an de li Diyarbekirê Mehdî ZANA, li Agirî yê Urfan Alpaslan wek şaredarên serbixwe hatin nilbijartin. Bal têkişandin ku dê ev rewş berdewam bikira.Tê nirxandin ku PKK, bû sedem vê pêvajoyê da rawestin, şikestinên madî û me’newî çêkir. Li gor qen’eta min ev nirxandin ne rast e. Bêgûman, dema şertên salên 1978-1979an bigrin berçavan hilbijartina Mehdî Zana li Diyarbekirê, ya Urfan Alpaslan li Agirî yê wek şaredarên serbixwe girîng e. Lê, nikare bê gotin ku ev dînamîkeke girîng e, dê civakê biguherîne. Çunkî tu koledar, ji koleyên ku koletî dikin re mafên wan nade. Divê ew maf bi tekoşîn bên girtin. Ji vî girîngtir, qebûl kirina koletiyê ji alî koleyan ve ye. Texmînkirina wan a ku ev koletî rewşeke tebî’î ye.Ji ber vî awayî guleavêtina pêşîn girîng e. Li ber lêdana dijmin, kuştina kesayetiya koletî jî giring e.
Di jiyana civakî û siyasî ya Kurd û Kurdîstanê de, di Dadgeha Leşkerî ya Fermandariya Awarteya Bajarên Diyarbekir-Sêrtê de, di Rejîma 12ê Adarê de, bersivên Îdîanameyê û parastinên ku hatin kirin jî dibe ku wek guleya pêşîn bên nirxandin. Feqet ji vanan tu yek wek pêngava 15ê Gelawêja 1984an nikare bibandor be.

Nirxandinên wek“Vegera Kemal Burkayî projeyeke AKPê ye”, “PKK,projeyeke dewletê ye.” çewt in. Tehdîdên ku li hember rewşenbîr û hunermendên Kurd têne kirin çewt in. Tu civak bêrewşenbîr nikare bijî. Hunermendên Kurd hêmanên girîngên civaka Kurd in. Nîqaşên ku di vê çarçoveyê de tên kirin, Kurdan ji meseleya wan a bingehîn bi dûr dixe, hêza civakî di qadên cuda de dihelîne. Xuyaye ku tu projeyek wek xwestina niyetkirox neketiye. jiyanê, rewşa ku tê hedef kirin neafirandiye. Berî her tiştî, divê PKK di nava xwe de, “Komisyona Rûbirûkirin û Heqîqetan” ava bike.

Dema ku Kemal Burkay vegeriya Tirkiyeyê, diviya ekranên ROJ TV jê re bihatana vekirin. Gelek normal e ku kesên wek Kemal Burkay vegerin welat. Divê şert û mercên ku hevalên din jî vegerin bên amade kirin. Divê ekranên ROJ TV ji nivîskar û hunermendên wek İbrahim Güçlü, Muhsin Kızılkaya, Ümit Fırat, Orhan Miroğlu, Şıvan, Nizamettin Arıç re jî were vekirin.
Divê Kurd di her halûkaran de rexnegir bin. Divê Dewletên Rojava, civaka navnetewî dikaribe bê rexne kirin. Tenê dewlet na, çapemenî, universite, saziyên wan ên darizandinê jî divê dikaribin bêne rexne kirin. Dewletên Ewropa, di serî de Brîtanya Mezin û Frense belayên mezin li serê Kurdan lefandine. Di vê çarçoveyê de nivîskarên ku helwesta Dewletên xwe î Rojava di ‘eleyhiya Kurdan de rexnenakin jî divê bêne rexne kirin.Di Kurdîstanê de, heta hişmendiya rabirdû çênebe, avakirina dahatû ne pêkan e. Divê PKKya ku dîroka Kurdîstanê tune dihesibîne û şerê azadiya Kurdîstanê ji 1984an de dide destpêkirin jî bê rexne kirin. Dîsa ji ber ku PKK nagihîje hişmendiya pirsa bingehîn û li hember dewletbûna Kurdan radiweste bê rexne kirin.
Wergera ji Tirkî ji layê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin
Navnîşana e-mailê: amed_kani@hotmail.com
 
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3269)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3313)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3517)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2977)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3158)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3414)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3618)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3200)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3136)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2971)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last   
123movies