×
Îro dîsa li ser gorra te bûm !
admin
Îro dîsa li ser gorra te bûm !
Zinarê Xamo Salek dîsa pir zû derbas bû ! Aslan, sal dîsa zû derbas bû, me hew dît 9ê adarê hat jî. Ez û Hêvî îro dîsa bûn mîvanê te. Tu rastiyê dixwazî min ji bîr kiribû. Lê do ne pêr, nizanim çawa bû, wek heft kes ji min ra bibêjin, ”ma qe...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1547)


Li himberî êrîşên dagirkeran em hêza xwe bikin yek
admin
Li himberî êrîşên dagirkeran em hêza xwe bikin yek
Welatê me Kurdistan ji derveyî îradeya gelê me bi çar perçeyan ve hatîye perçe kirin. Eve nêzîkî sed salîye ku Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye , di meseleya  Kurdistanê de hemû pirs û pirsgirêkên di navbera xwe de datînin alîyekî û bi hevdu re pla...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2003)


Radio Ashti
admin
Radio Ashti
Sipasdarê birayê Haci KardoxiAştî û Radio Ashtî me, sipasdarê dost û hevalên ku bi sebir 4 saetan li me guhdarî kirin û em bi tenê nehiştin im. Mixabin derfet nebû ku bersîvên temama pirsan bidim. Em di têkoşîna rizgarîya neteweyî de bi hev re n...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2935)


19 sal zû derbas bûn
Zinare Xamo
Sal zû derbas dibin, min hew dît salek din jî derbas bû û wa ye dîsa 9ê nîsanê hat. Erê pismamo, 19 sal di ser wefata te ra derbas bûn. Îro dîsa ez û Hêvî bûn mîvanên te. Lê vê carê em ne bi tenê bûn, Mumtaz Aydin Roza Kurdî, Erdal Kurdman, ez û Hêvî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2187)


Xwezî gorr bihata zimên
Zinare Xamo
Xwezî gorr bihata zimên
Aslan, sal zû derbas dibin, me tew nedît 18 sal çawa derbas bû. Îro ez û Hêvî dîsa bûn mîvanê te. Li ber serê te me bi hesreteke kûr û bi xemgîniyeke mezin rojên borî yad kirin. Me bîstekê qala te kir. Hêvîyê got, qey qismet û nesîbê te ev ax, ev gor...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2746)


Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.
Fuad Onen
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne. Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. H...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2897)


Me îro silavek da gorra hevalekî pir ezîz !
Zinare Xamo
  Mehmet Aslan Kaya 17 sal berê di rojeke wiha da di 51 saliya xwe da ji nişka ve, bêyî ku kesî nerehet bike, bêyî ku haya kesî pê xe wek çirayekê vemirî û çû gerdûneke din. Mirina wî ne malbata wî tenê, bi sedan, bi hezaran kesên ev kurdê fed...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2789)


Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Zinare Xamo
Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civata Swêd da hatine der û meqamên muhîm, ji bo gelê xwe xebatên pir baş dikin. &n...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4416)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Fuad Onen
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. Lê taleba desthelatîyên navendî lawaz e. Sedemek ji, ku sernîvîsa vê panelê j...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4498)


Serxwebûna Kurdistanê
Fuad Onen
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. Di vir de anormalîyekheye. Yanî îro ji her demê betir taleba serxwebûn û yekîtîya Kurdistan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4976)


Page 1 of 6First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  Next   Last   
02

Tiştekî balkêşe,ew kesên ku êrîş birin ser boçûna min li ser "romana kurdî" bi xwe jî romannivîs bûn ne ku rexnegir bûn.

 
"Ez hez ji Eflatûn û rastiyê dikim,lê ez rastiyê li ser Eflatûnî digrim "
( Arîsto)
Tiştekî balkêşe,ew kesên ku êrîş birin ser boçûna min li ser "romana kurdî" bi xwe jî romannivîs bûn ne ku rexnegir bûn, di êrîş û bersîvên wan de, ne tenê lawaziya berhemên wan xwiya dike, her weha jî nezanî di têgihiştina edeb de û di hindekan de,(weku nivîsa Helîm yûsiv) difinbilindî û bê şermî

Helbet, ez ê li xwe daneynim û bi asta wan danekevim pirsê.

Lê li vir,tiştekî eşkere ye,ew kesên bi helçûn û pevçûn nêzî nerîna min li ser nebûna "romana kurdî" bûn, ew romanê weku têgeh,tênaghên anku roman weku diyarde û roman weku janirekî destanî ji hev dernaxin.Ev cehil û nezanî di nivîsa Helîm Yûsiv xweş tête dîtin.

Diyare,li vir pêdiviye ez pirsiyarekê bikim: aya roman di edeba kurdî de bûye diyarde, yan na? Û ji vê pirsyarê pirsiyarek serê xwe radike: Aya diyarde çiye? Ez xwe neçar dibînim ku têgehê bidim niyasîn: diyarde ew tiştê ku runiştineke xwe ya giştî heye û xwedî rewiştên taybete. Careke din,ez neçarim pirsyareke din bikim: Aya romana kurdî runiştineke xwe ya giştî heye û bûye xwedî rewiştên taybet? Mixabin,tenê ez bi negetîv dikarim bersîva vê pirsyarê bidim Û ji ber vê çendê min got romana kurdî weku diyarde û têgeh nîne. Lê weku janirekî edebî hejmarek ji romanan di wêjeya me de hene û peyda bûne.

Ji bo zelalkirina vê pirsê, çend nimûne ji jiyanê û ji derveyî edeb. Em dibêjin Kurdistan welatekî çiyayî ye û Erebistan welatekî biyabaniye (sehrawiye) em vê yekê dibêjin li gel ku çawa biyaban(berî) li Kurdistanê heye weha jî çiya li Erebistanê. Lê ji ber ku li Kurdistanê çiya diyardeye û biyaban awarteye, nabe ku ew bi awerteyê bête niyasîn û em bibêjin Kurdistan welatekî biyabaniye (Sehrawiye) weha jî Erebistan nabe bi welatê çiyayî bête niyasîn,ji ber ku çiya li Erebistanê awarte ye ne ku diyarde ye.

Û dîsa nimûne: Em dibêjin pisîka Wanê.Aya ji bajarên Kurdistanê tenê pisîk li Wanê hene?Helbet na, lê ji ber ku taybetiya vê pisîkê heye ku bi çavên dûrengî,dihêle ku ew ji pisîkên din cuda bibe ev jî taybetiya wê ye. Heger pisîka me bi rengên çavên xwe ji pisîkên cîhanê, tê cuda kirin. Aya me romanek heye ku ji romanên cîhanê tête cudakirin.
Dîsan nimûne: Bi dehan corên tirumbêlan hene Marsîdis,Mazda, Teyota,û gelek corên din, her çendê ev tirumbêl li dervey welatên wan çê dibin jî, lê, her ew nav li wan dimîne...

Ev nimûne çi xwiya dikin: Berî her tiştî laseyekirin (teqlîd)Nabe,lê taybetî ji bo her diyardeyekê merce û nabe ku li devereke din weku wê hebe.

Heger roman di wêjeya me de,bûye diyarde,gereke taybetiyên xwe hebin û ne laseyekirin be ji edeba cîhanê re. Helîm Yûsiv ji min re bibêje kîjan roman di wêjeya kurdî de, ne di bin kartêkirina wêjeya cîhanê de,hatiye nivîsîn?

Helîm Yûsiv,te navên zêdeyî sed romanan weku isbat ji hebûna romana kurdî rêzkirine,ew roman bi çî xwe ji romanên edeba cîhanê têne cudakirin?

Ji bo ku hîn bêtir vê pirsyarê zelal bikim,ez neçarim çend gotina li ser danasîna romanê weku janirekî wêjeyî rawestim:

Pirê caran pirsiyara roman çiye tête kirin. Di hemû qunaxên dîrokî de,bersîvên curebecur hatine dayîn.

Û dema eynî pirs ji min tê kirin, ez jî,bersîva xwe bi pirsyarê didim,aya jiyan çiye?Yek ji me,dikare bi yek nerînê,jiyanê bide niyasîn? Helbet na. Weha jî roman bi yek danasînê çê nabe. Li vir, ezê danasîna herî nêzî dilê xwe pêşkêşî we bikim ku bi giştî li ser edeb tête gotin û bi taybet li ser romanê.:Roman pêkoleke (hewildaneke) ji bo rêkxistina cîhana hizir (raman)û hestê di jiyanê de ye.Ji kerema xwe re dîna xwe bidin dû bêjeyan ku ji romanê re dibin kerest:"Hizir"û "Hest"gelo di jiyana me de,tiştek ji hizrê firehtir û kurtir heye? Ez dibêjim her yek ji me wê bibêje,na.Ev ji ber çi tê? Berî her tiştî, ji ber ku hizir bi hêvî,bawerî zanînê û xweniyasînê ve, girêdayî ye. Ji xwe hebûna hizrê li cem mirovî, dihêle ew ji bunewerên (mexlûqên) din cuda be. Evca dewerin vî tiştê herî aloz û berfireh di jiyana qehremanê romanê de berceste bike,ku rastgoyî û jiyanî be !!Wey Xwedo ! Rastgoyî û jiyanî ! Kî ji me dikare heta dawî bi hizra xwe,rast be û ne dûrî jiyanê be? Mirovên weha hene,lê mixabin pir kêmin. Û ji ber kêmbûna wan,navê qehreman tê ser wan. Û kengî mirov bi qehremanî bête niyasîn,êdî,ew dibe kesekî taybet û xwedî kerekter.û heta nivîser qehremanê xwe,di romanê de bighîne wê astê,ew bi qehremanê xwe re di gelek neqeb û pilana re derbas dibe.

Li vir ew bixwaze nexwaze,ji hizrê derbasî hestê dibe.Hesta mirovî çawa bi êşe weha jî bi xweşî ye.ev êş û xweşya qehremanî ku bi hesta nivîserî tête cebilandin,wê bihêle xwendevan bi xwe jî derbasî vê êşê û xweşiyê bibe. Ev jî dibe egerê serkeftina berhemê wêjeyî ku em jê re dibêjin roman.

Ji bo ku nivîser bighêje vê armancê,ew dikeve geryanê û mijûlî wateya jiyanê dibe ku bi qeder û sernivîsa mirovî ve girêdayî ne, wê li ser zimanê qehremanê romanê bête pirsyarkirin: Gelo, mirov ji bo çi hatiye ser rûyê zemînê? Aya çê dibe, ew jiyana xwe bicû û mîna pezî kayîjna xwe bike? Gelo çê dibt ew beramberî neheqiyê xemsar be, yan jî bê deng be? Û gelek pirsên din ku civak pê diêşe. Ji xwe, gehiştin û negehiştina bersîv û çarê,dihêle ku qehreman bikeve nakokî û dijberiya, bi xwe re.

Kengî qehreman derbasî rewşek weha bibe,çawa be wê kartêkirinê li ser reftarî û jiyana wî bike, di vê pirosêsa tevlihevî yê de, qehreman dibe xwedî kerekterê taybet û dihêle ne tenê ew bibe qehremanê romanê, her weha jî, dibe sembola demê û heya netewê jî....

Piştî vê geryanê,ez pisyarê ji cenabê we dikim:kîjan roman di wêjeya me de ev taybetî û rewiştên romanê di xwe de,bercest kikirine (gewde kirine)?

Heger bersîv bi na be, ev jî tê wê wateyê ku romana kurdî weku diyarde,hîn cihê xwe negirtitiye.

Lê roman weku destpêk û janirekî nuh, li gel asta xwe ya ne bilind,hêdî –hêdî gavên xwe davêje. egerên vê asta ne bilind ji ber şêwazê wê tê. şêwaz jî (sitîl) dû warên xwe hene:

1-Di warê zimanî de.
2-Di warê hunandin û avekirinê de.

Ji ber ku zimanê me yê wêjeyî hîn, bi temamî nehatiye runiştin, bandoreke negetîv li ser wênekêşiya hunerî di ristê de dike û li ser derbirînê di hizra kûr de Û ji xwe peydabûna şêwazê taybet di romanê de, dibe egerê peydabûna huner û ciwaniyê (sipehîbûnê).
Di warê hunandin û avekirinê de jî, gelek tevlihevî di berhemên ku di bin navên romanê de derbas dibin, hene. Ji xwe, kengî avaya berhemê xwar be yan jî derizî be têk diçe û romana Helîm Yûsiv ya bi navê "Tirsa bê diran" weku nimûne beşê pêşîn ji romanê ku bi rûdanên 12 ê Adarê ve girêdayî ne,bi şêweyekî ciwan û hostayetî hatiye hunandin. Lê kengî qehreman diçe Ewripa, êdî ev berhem bi despêkek ciwan, û bi dawîbûnek pir xerab diçe serî ku avaya berhemê hemûyî bi xwe re diherifîne,heger bûyer di beşê pêşîn de resenî û rastgoya xwe heye, lê di rûdanên ji dervey welat destkird sexte ye.loma jî perçê yekekem û duyem li hev naguncin. Evê jî hişt ku "Tirsa bê diran "biherife, li gel ku perçak ji vê romanê bi hostayetî hatibû nivîsandin.

Piştî vê yekê, em tên û dixeyidin û dibêjin,çawa yek dikare ceger bibe xwe û bibêje ku romana kurdî weku diyarde,nîne?

Helîm Yûsiv tê navên 122 romanên kurdî pêşkêşî me dike, da bide xwiyakirin: Va ye ma ev ne romanên kurdî ne? Ez jî dikarim sed navên din li ser wan romanan zêde bikim û ji wan jî navên romanên min ku Helîm Yûsiv nexistibûn nav hejmarên romanên bi navkirî.Her ez ê gotina xwe dubare bikim:Romana kurdî weku diyarde û têgeh bi hemû taybetiyên romanê û rewiştên wê nîne.

Û careke din dibêjim hejmarek ji romanan di edeba me de heye ku hîn asta xwe ya bilin nestendi ne. Di wan de laseyekirin ji edeba cîhanê heye. Erê bûyer di civaka kurdî de derbas dibin û qehreman jî bi ziman û netewa xwe kurdin, lê negihiştine wê asta ku rewişt û taybetiyê xwe hebin.

Di edeba ewrupî û rûsî bi taybetî, di sedsalên 19 û 20 an de, bi hezaran nivîser hebûn. Lê çend nav ji wan hezaran mane? Li Rûsya deh nav hene û li Firensa û Engiltira û y.m jî bi dehan nav mane, ne bi sedan. ji xwe, ew navên ku mane bûne kilasîkên edeba xwe û edeba cîhanê.

Aya, ji wan navên ku Helîm Yûsiv rêzkirine weku nimûne, piştî sed salî, wê çend nav ji wan di dîroka edeba me de bimînin?

Aya ewê sînorê welatê me derbas bikin û dê bibin ji kilasîkên cîhanê?

Û tiştê ku ez baş dizanim ew e, heger berhemên van nivîseran bi vê astê bin, ewê tu carî navên wan di dîroka edeba me de neyên nivîsandin.

Li gel ez naxwazim derbasî warê kesayetiya rexnegir û nivîseren bibim,lê li vir ez neçarim bikevim vî warî, ji ber ku Helîm Yûsiv li ser min weku kes jî bêtir rexna xwe kiriye. Ezê li ser sê warên ku amaje pê kirine rawestim: Ew dinivise:" ev zêdey deh salan bi temamî xwe ji qada nivîskariya kurdî ya çalak paşde vekişandiye...Di şikeftên Kurdistana azad de ye."

Li gora hukmê Helîm Yûsiv ji sala 2000-2010an ez dûrî cîhanê ketime. Ji bo ku ez derewa Helîm Yûsiv diyar bikim ez neçarim,berhemên ku min di van deh salan de nivîsandine yan jî amadekirine pêşkêşî we bikim:

-Pertûk:

1- "Miryê Heram " sala 2001 hatiye nivîsandin.
2- "Dara pel weşyayî " sala 2002 hatiye nivîsandin. -Bultên (buroşur):
1-Roman Çiye 2008.
2-Ber bi zimanekî yekbûyî ve 2008.
3-
؟ماذاجرىلكردستانالحمراء.2008
4-Ehmedê X
anî 2009. -Amedekirin:
-Pertûk:
1-Dîroka edeba kevnar (edeba Yûnanî)sala 2010 ji layê Zankoya Dihokê hatiye weşandin (weku pertûkek menhecî) (217 laper).
2-Teoriya edeb – sala 2010 ew jî ji layê zankoya Dihokê hatiye weşandin û ji layê lîjna zanyarî weku pertûkek menhecî hatiye pesend kirin.(210 laper)
-Werger:
1-
البرزانيوشهادةالتاريخ
sala 2005 (li gel hevalekî)
2-Pêşeka Mele Mehmûdê Beyazîdî û ravekirina Vasîlova sala 2009 ji layê wezareta rewşenbîrî hatiye weşandin.
3- Komîdya Gogil ya bi navê "Q
elawiz" (المفتشالعام
)sala 2010 (li ber.çapê ye ).
1-Ferhenga tirminolojîyên wêjeyî (180 laper)(li ber çapê ye )
2-Dîroka edeba kevnar (Edeba Romanî)-(190 laper).(li ber çapê ye )
3-Rêzmana kurdî (teorîtîk û piraktîk ) –(140 laper)

Helîm Yûsiv min di van deh salan de ev xebat kiriye. Evca kî ji me di şikeftan de ye? Tu yan ez?

Erê, di telifizyunê de, tu pertûkan di nav destên xwe de dibe û tîne,lê carekê ji caran bi rijdî tu nêzî wan nebûye û te gotina rastiyê di derheqa wan de negotiye.Her di hundirê çarçovekê de dimînî, ji ber vê çendê, kesên ji dervey vê çarçovê tu wan nabîne.Loma jî rewşa min ya di "şikeftê" de ji rewşa te ya li ser "minarê "bi gelekî çêtire, çimkî li wir tenê tu dike pin-pin û vin-vin.

Piştî vê yekê tu tê nexweşiya şîzufirênyê bi min vedike Evca ew kesê ku bê deng xebata xwe dike nexweşe yan jî ew kesê ku gotinan weku benîşt di devê xwe de dicû,nexweşe? Tu benîştê xwe dicû li gel ku ji mêj ve di devê te de pûç bûye.

Û gotina dawî,ev çawa tu şerm nakî û tu min bi Erebê ku çav li penêr ketiye dişibîne? Di vê mînakirinê de tu dibêjî ku cara pêşî ji bo konfirensekê hatim vexwendin û min xwe winda kir.Di vê widakirinê de,min gotina xwe ya dûrî aqilan got ku "romana kurdî tuneye "lê boçûna min li ser romana kurdî ji mêj ve hatiye belavkirin,li wir min gotibû heya romana erebî û turkî jî nîne.Helîm Yûsiv ev nerîna min li ser romanê te nexwendiye û noka jî tu tê nagihê. Îca gunehê min çiye?

Erê, cara pêşî di xebata min ya nivîskariyê de ez weku mêvanê rûmetdariyê hatim vexwendin.Ez spasya wan dikim û dîsa serê xwe li ber wan diçemînim. li vir pêdviya xwe bi zelalkirinê heye: Ezê bînim bîra te pirtûka min ya yekem sala 1977 hate weşandin romana min ya pêşîn sala 1978 hatbû weşandin.Pirtûkên min ji wê qûnaxê heta roja îro (çi afrandin,çi amadekirin û werger ) nêzî bîst pertûka ye, Gotar û vekolînên min bi sedan hene babetê ez tê de xebitî me: Edeb, ziman û dîroke. Lê heta konfirensa Batmanê, rojekê ji rojan ne enustûtên kurdî li Ewrupa û li welat û ne ew dezgehên edebî û zanyarî ku di bin sîwana PKK, YNK,PDK de dixebitin, carekê ji caran ez ji layê wan ve ne hatime vexwendin. Rojekê yekî wek te pirsyar nekir û ne got ji boy çi Bavê Nazê nehatîye vexwendin?

Evca ez pirsa xwe dikim aya ji ber çi ev yek nebû? Aya ji ber ku ez mirovekî xayinim? Yan jî berhemên min xerabin? Yan jî,ji ber ku ez wek hinekan li ber dergehê van dezgehan,li gora awazên wan, ez govendê nakim?!

Helîm Yûsiv, gotina rastiyê tahle û ne her kes dikare bibêje.Lê li cem min rastî di ser her tiştî û her kesî re ye, û ku ez bibim qurbana wê,.tê wê wateyê ez dibim mirovekî herî bextiyar.!!
Bavê Nazê
www.netkurd.com
Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Netanyahu, HAMAS’ı Yok Etmek, Gazze’yi, İnsansızlaştırmak İstiyor.

Netanyahu, HAMAS’ı Yok Etmek, Gazze’yi, İnsansızlaştırmak İstiyor.
Bağımsız Birleşik Kürdistan’da, Kürdistan coğrafyası, bütün Ermenilere açık olmalıdır. Ve bunlar, belli bir yerde, çoğunluk oluşturup özerklik talebinde bulunurlarsa, haklarıdır. Kürdistan devleti, buna karşı çıkmaz. Çünkü biz bu toprakların ka...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (456)


Sungur Savran’ın “Devrimi” ve T.C. Hakikati

Sungur Savran’ın “Devrimi” ve T.C. Hakikati
1919-23 savaşı, etnik temizlik ve jenosidal hedefli ve pratikli bir savaştır. Bu nedenle devrimci değil, gerici bir harekettir. Komintern’in İkinci Kongresini referans alan komünistler, İttihatçı-Kemalist önderlikle savaşmalıydılar. 1918-23 ça...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (520)


TÜRK SİYASETİ, 1925 KÜRİSTAN BAŞKALDIRISINA NİYE SALDIRIYOR?
admin
TÜRK SİYASETİ, 1925 KÜRİSTAN BAŞKALDIRISINA NİYE SALDIRIYOR?
1926’da, İngiltere ile Türkiye niye anlaştılar? Bu aslında 1925 ayaklanmasından çıkardıkları sonuçtur. Türkiye şunu anladı: Yani Kuzeyde 1925 ayaklanması gibi bir ayaklanma varken, Güney Kürdistan zaten, İngilizlere-Osmanlılara karşı; işte...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (414)


KÜRDİSTAN DAVASINDA VE ÖLÜMLERİNDE, YAZGILARI BİRLEŞMİŞ, İKİ SİYASI LİDER.
admin
KÜRDİSTAN DAVASINDA VE ÖLÜMLERİNDE, YAZGILARI BİRLEŞMİŞ, İKİ SİYASI LİDER.
Saîd Elçî ve Sait Kırmızıtoprak, dünya görüşleri, yaşam tarzları, hatta bir ölçüde kültürleri farklı olmasına rağmen, Kürtlük ve Kürdistan davasında yazgıları birleşmiş iki kadrodur. İki Kürdistan yurtseveridir. Bunların yazgılarının ilk birleştiği y...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (426)


BU SAVAŞ, KÜRDİSTAN’I NASIL ETKİLEYECEK?
admin
BU SAVAŞ, KÜRDİSTAN’I NASIL ETKİLEYECEK?
ABD, Türkiye'yi de gözden çıkarmış değil. Ancak ABD, Türkiye'yi kendi emperyal planlarının bir parçası haline dönüştürmek isteyecektir. Türkiye buna direnirse; ABD, bunun alternatifini arayacaktır. Ya Türkiye'nin içinde arayacaktır ya da ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (537)


HAMAS OPERASYONUNDAN ÇIKARTILACAK DERSLER
admin
HAMAS OPERASYONUNDAN ÇIKARTILACAK DERSLER
Gerek Yakın Doğu’da, gerek Orta Doğu'da; savaşların, acıların, yoksullukların temel nedeni, çizilen siyasi sınırlardır. Yakın Doğu’da siyasi sınırlar değişmeden, barışın gelmesi mümkün değildir. Orta Doğu'da da siyasi sınırlar değ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (996)


TÜRKİYE CUMHURİYETİ'NİN TARİHİ, BİR DARBELER TARİHİDİR
admin
TÜRKİYE CUMHURİYETİ'NİN TARİHİ, BİR DARBELER TARİHİDİR
Devrim reform ilişkisi hakkında Lenin’de, Marx'ta, bütün siyasal önderlerin kitaplarında, konu çok açıktır. Bu kitaplara da gerek yok. İnsan devrimciyse, bunun reformla ilişkisini anlamak çok zor değildir. Ama zaten kendisi reformcuysa ona ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (546)


KUZEYDOĞU SURİYE PROJESİ, GÜNDEME GELDİĞİNDEN BU YANA; BİZ, GÜNEYBATI KÜRDİSTAN’DA; AFRİN'İ, SERÊ KANÎYÊ’Yİ ve GIRÊ SÎPÎ’Yİ KAYBETTİK
admin
KUZEYDOĞU SURİYE PROJESİ, GÜNDEME GELDİĞİNDEN BU YANA; BİZ, GÜNEYBATI KÜRDİSTAN’DA; AFRİN'İ, SERÊ KANÎYÊ’Yİ ve GIRÊ SÎPÎ’Yİ KAYBETTİK
Bu devletlerin bizimle olan hukuku, düşmanlık hukukudur. Kanunla, hukukla falan hiçbir ilişkisi yoktur. Her dört parçada da göstermeliktir: Kanun, hukuk, demokrasi, İslamcılık, işte bilmem Baasçılık, bunların hepsi göstermeliktir. Esası, hepsinin ort...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (591)


SORUN, IRAK DEVLETİ'NİN NE TÜR BİR DEVLET OLDUĞU YA DA OLACAĞI MESELESİDİR
admin
SORUN, IRAK DEVLETİ'NİN NE TÜR BİR DEVLET OLDUĞU YA DA OLACAĞI MESELESİDİR
Umarım, Kerkük'te, Türkiye kontrolündeki Türkmenlerle İran, Irak'ın birlikte kontrol ettiği Arapların, Kürdistanlılara yaptığı bu saldırı, Güney Kürdistan'daki siyasi partililerimizi yeniden düşünmeye sevk eder. Henüz, kazanılmış, garanti...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (632)


TÜRKLER'DE 3, KÜRTLER'DE 2 TARZ-İ SİYASET
admin
TÜRKLER'DE 3, KÜRTLER'DE 2 TARZ-İ SİYASET
Bu yüzyılda Türk devleti bir tek Kürdistan'da savaşmıştır. Evet son birkaç yıldır askerlerini Libya ve Suriye'ye gönderiyorlar ama 2010'a kadar Türk devletinin savaşına baktığınız zaman ABD için Kore'ye bir tugay gönderip, 1974 Kıbrıs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1051)


Page 1 of 25First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
123movies