Fuat Önen posted on January 19, 2026 14:45
Projeya DYAyê bû. Di ser erebên sune re têkbirina rejîma Esad armanc dikir. Esasê vê projeyê di ser DEAŞê re li Sûrîye û Iraqê re hatibû xêzkirin. Lê piştî ku DEAŞê di ser Tirkiyeyê re berê xwe da Kurdistanê "(Kobanî û Efrînê) koalîsyonê ew proje bi Sûrîyeyê re sînordar kir. Ji dêvla DEAŞê eşîrên ereban di serperestîya YPG,YPJ re birêxistin kir. Ev eşîrên ereban dema DEAŞê Reqa û Dêrazorê sitend hevalbendê DEAŞê bûn. Bi sedem ku Rejîma Esad wek rejîma Alewî,nusayrí dihat dîtin bo eşîrên ereban sefguherîn ne zehmet bû. Wek encam dîsa li dijî rejîmê bûn.
Îro ên li Şamê birabavê wan in. Û dihat zanîn ku wê bi kurdan re şerê birabavên xwe nekin.
Projeya Bakur-Rojhelatê Sûrîyeyê têk çû. Ji xwe bo DYAyê projeyek demkî, taktîkî bú. Lê mixabin PYD,YPG,YPJ bi hişmendiya Ocalan ew wek projeyeke stratejîk fahm kirin û wer nîşan dan. Sûrîyeyek nenavendî, neteweya demokratîk, paradîgmaya wekhevmafîya zayendî û hemû tiştên "demokratîk" li pêhev xêz kirin. Sûrîyeyek xeyalî ava kirin bi birayên xwe yên ereb re. Şoreşger, serxwebûnxwazên Kurdistanê ji rojê ewil de gotin li Bakur-Rojhelatê Sûrîye tu şoreş çênabe, şoreşa Rojava di hindur vë projeyê de nehelînin. Hevkarên we eşîrên ereb in (wek takekes yên birastî jî demokratîk ne tê de) û dûrin ji xeyalên we yên "demokratîk".
Projeya Bakur-Rojhelatê Sûrîyeyê têk çû. Çawa ku proje taktîkî bû têkçûnê jî taktîkî ye. Me welatek wenda nekiriye. Berovajî wê em li welatê xwe vedigerin: Başûrê Piçûk (Rojavayê Kurdistanê). Dem ne dema derûniya têkçûyînê an bêhêvîtiyê ye. PYNK divê bizanibe hevkarên taktîkî wenda kirin lê hevkarên stratejîkî li li qadê ne. Ev qad seranserê Kurdistanê ye. Demildest divê li Başûrê Piçûk yekîtîya neteweyî rojane bibe. Heyeta kurdî-kurdî derkeve qadê. Mazlûm Evdî heta nûha digot ez ne li ser navê kurdan lê li sernavê Bakur-Rojhelatê Sûrîyeyê diçim Şamê. Tu ji wî barî rizgar bû Kerem ke çi hunera te heye li Başûrê Piçûk tetbîq bike.
Civînên Qamişlo û Hewlêrê referans bigire.
Yekîtî û serxwebûna Kurdistanê hedefa stratejîk e. Ev ne asteng e ji bo hedefên taktîkî (otonomî, federasyon, konfederasyon).
Têkçûneke taktîkî be jî, têkçûn têkçûnê e.
Munasebe şerd e ya girîng muhasebeya hişmendî ye. "Paradîgmaya Ocalan" sedema esasî ya vê têkçûyinê ye. Di destpêka pêvajoya Bahçeli-Ocalan de wek dijmin Îsraîl nîşanî me da û got ez Tirkîyeyê tercîh dikim. Yê li Şêxmeqsûd, Eşrefiyeyê hicûmî we kirin di sûretê HTŞyê de Dewleta Tirkiyeyê bû.
Dinya di nav şerekî demdirêj de ye. Kurdistan bi her çar parçeyên xwe qada vî şerî ye. Çîrokên aştîyane, biraderane me di warê Fîkrî de bêçek dihêle. Mazlum Kobanî dibêje şer li ser me hat ferzkirin, bi sedem hevkarên me sef guherîn em vekişîyan Hesekê. Ev der Kurdistan e, şerê me û dagirkeran dê li vir encam bigire. Şer, sîyaseta bi alavên şîdetê tê meşandin e. Sîyaseta te ne dirust be şervanî encam nagire. Siyaset dirust be lê ne şerbaz be jî encam nagire. Divê em diyalektîka şer û siyasetê baş fahm bikin.
Şervanên azadî, Rizgarî serxwebûna Kurdistanê rûmeta me ne. Bi giyanê xwe li sernserê cîhanê ú Kurdistanê giyanekî neteweyî afirandin. Zîyad û Denizê bûn sembola vî giyanî.
Ji dagirkeran re mirin!
Ji şoreşger û serxwebûnxwazên Kurdistanê re şan û şeref!
PÊLKURD