×
Xalid Begê Cibrî û Kurdistaneke Serbixwe
Fevzi Namli
Xalid Begê Cibrî û Kurdistaneke Serbixwe
Sal 1925, 14 Nîsanê wek îro, rêvebirê neteweya kurd serokê Tevgera Azadî, Xalid Begê Cibrî ji ber xebata siyasî-rêxistinî ya ji bo serxwebûna Kurdistanê ji teref  dagirkerên tirk ve hate dardekirin. Xalid Begê Cibrî welatparêz û şoreşger bû; ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (541)


Selahattin Eyyubi
admin
Selahattin Eyyubi
“Önce, ben Kürdüm. Ramadi aşiretindenim. Bu aşiret, Kürdlerin en eski ve asil aşiretlerinden biridir. Aşiretin yerleşik yeri, Batı Azerbeycandır(Kızıl Kurdistan). Dedem Şadinin babası Mervandan önceki soyumuz üzerine fazla bilgim yoktur. Bizim...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1751)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
 Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yanê biryar: biryara hêzên hukumdar. hêzên deshiletdar, hêzên dewleta hov. Ev peyv bi de...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3484)


Şoreşa qoçgiriyê
Îsmaîl Heqî Şaweys
Şoreşa qoçgiriyê
Di sala 1920ê Zayînî de serhildana Qoçgiriyê dest pê kir û piştî ku şeş sal ajot, li sala 1926an bi kuştina Mûrad Paşayê xayîn re kutayî lê hat. Di vê şoreşê de gundên Qoçgiriyê tûşî talan û şewitandinê bûn
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (8468)


Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî
Tahsin Sever
Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî
Xalid Begî Kurdistanê yekparçe didît. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe, 'serketina her hewldanek a ji bo serxwebûna Kurdistanê wek serketina xwe didît. Ji vê çendê ji tevgera kurd a di bin serokatîya Şex Mehmûd de ku li Kurdistana Başur pêkdihat, ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6783)


Ala Kurd û „Ey Reqîb“ ji Kurdan re jiyan e!
admin
Ala Kurd û „Ey Reqîb“ ji Kurdan re jiyan e!
Çi mixabin gelek bêstekar ji eslê nivîsa sirûd dûrketine û her yekî ji xwe re bi gotinên cuda cuda sirûd bêstekirine! Di nav Kurdan de bi her zaravayî sirûd têye gotin. Werger û jê fehmkirina sirûd li gor zaravayan di ciyê xwe be jî, dema ji çar z...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (9677)


Zimanê Zikmakî, Perwerde û Perwerdeya bi Kurdî
Evdirehman Onen
Perwerde, çalakiya bidestxistina zanîn, huner û têgîhaştinê ye, dewlemendkirina mirov e. Armanca perwerdeyê ew e ku, zarok xwe, civakê û xwezayê baştir nasbike û têkildariyek qenctir li hev siwar bike.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (7622)


Di arşîvên Sowyetê de Serhildana Şêx Seîd
Fevzi Namli
Bi awaki giştî li ser pirsa Kurdî û taybetî di derheqê sedem û karaktêrên serhildana xelkê Kurd a 13 Sibat 1925ê de gellek nerin û hukmê li dijî hev hene. Kurdnasê Sovyetî Wasilevskiy di rapora xwe a ji 13-31Adara 1925ê de, di derheqê serhildana şêx ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (13533)


Şiûra tarîxê û Lozan
Fevzi Namli
Şiûra tarîxê û Lozan
Encamên sîyaseta asîmîlasyonê, hafiza tarîxî zeîf dike û tesîrên xwe ên neyînî li ser tevgera netewî dihêle. Bêyî ku mirov li ser vê mijarê raweste, ew ê zahmet be mirov têbigihê, gelo ji bo çi îro li bakurê Kurdistanê tevgera netewî gîhaye merhela h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (11193)


16

Fewzî Namlî

Sal 1925, 14 Nîsanê wek îro, rêvebirê neteweya kurd serokê Tevgera Azadî, Xalid Begê Cibrî ji ber xebata siyasî-rêxistinî ya ji bo serxwebûna Kurdistanê ji teref  dagirkerên tirk ve hate dardekirin.

Xalid Begê Cibrî welatparêz û şoreşger bû; serokê Hereketa Azadî bû; rêvebirekî têgihîştî û çalak bû; xebateke cidî li ser pirsa kurdan, tarîxa kurdan, ûrf û adet û jiyana kurdan dikir. Xalid Beg fikrên xwe ji kesekî venedişart û raya xwe ji herkesî re digot. Tevî ku di demekê de ofiserekî dewleta Osmanî  jî bû, li hemberî dewleta dagirker xwedî helwêst bû, piştgiriya kemalistan nedikir, li dijî wan radiwestiya. Hemû ev taybetmendiyên Xalid Begê ji teref hemû rêvêbirên kurd ên hemû beşên Kurdistanê ve bi rêz û bi sempatî dihate pêşwazîkirin.  

 

Xalid Begê Cibrî çalakvan û rêvebirekî netewa kurd bû. Ew, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, di heman demê de li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî wek rêvebirekî neteweya kurd dihate qebûlkirin. Xalid Beg û Tevgera Azadî, li Rojhilatê Kurdistanê ji teref tevgera Simko Axayê Şikakî û li Başûrê Kurdistanê jî ji teref tevgera Şêx Mahmûd Berzencî ve wek beşek ji tevgera neteweyî ya tevaya Kurdistanê dihate pêşwazîkirin. Armanç û hedefa wan yek bû: azadiya gelê kurd û Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî dixwestin. Ango Xalid begê Cibrî û hemû hevrêyên xwe yên li Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê serxwebûnxwaz bûn.

 

Di wê demê de (di destpêka salên 1920î de), şiûra neteweyî û helwêstgirtina li dijî dagirkeran ji ya dema me gelekî pêşdetir bû. Gelê kurd yekgirtî, lihevkirî û birêxistinî  bû. Li beşên Kurdistanê rêxistinên cuda yên neteweyî hebûn, lê hêvî, hedef û armancên wan yek bûn: azadiya neteweya kurd, rizgarî û yekîtiya Kurdistaneke serbixwe armanca hemûyan bû. Xwedîhelwêstek neteweyî bûn.  Şîarên wan ne tenê bi gotinan bûn. Ji doza xwe bawer bûn, ji xwe bawer bûn, ji hev bawer bûn, rêza xwe dizanîbûn û rêza hev digirtin; ji bo doza pîroz a serxwebûna Kurdistanê pêkve tevdigeriyan û li dijî dagirkeran xwedî heman helwêstê bûn.

Xelid Begê Cibrî şoreşger bû. Doza gel û welatê xwe fêm kiribû. Ji bo çareserîya pirsgirêka neteweyî, hevkarî û yekdengiya tevgera neteweyî ferz didît. Ji bo serxwebûna Kurdistanê bêwestan dixebitiya. Di wê zanebûnê de bû ku rizgariya Kurdistanê bê alîkariya dewletên zilhêz nepêkan bû. Ji bo wê, ew hemû rêvebirên hereketa Kurdistanê li derîyê dewletên zilhêz dixistin û piştgirî dixwestin. Wek numûne:

 

Xalid Begê Cibrî ji bo serxwebûna Kurdistanê  ku piştgiriya hukûmeta Sowyetê bigre, nameyek li ser navê Komîta Erzirumê (Azadî)  gîhandibû konsulê Yekîtiya Sowyetê yê bajarê Erziromê, Povlovskîy. Xala yekê û ya duduyan delalet ji serxwebûnxwaziya Xalid Begê Cibrî  û hevrêyên wî re dikir. Di nameyê de weha dinivîse: 1) ”Kurdistan ji wilayetên Erzirom, Wan, Mûsil, Bedlîs, Dîyarbekir, Xerpêt, beşê rojavayê wilayeta Surîyê li Tirkiyê û Kermanşax, Sine, Sakiz, Mahabat, Urmiye û Selmas li Îranê pêk tê. 2) Li wan wilayetan ew ê Kurdistaneke serbixwe bê avakirin”.

 

Gelê kurd û bi taybetî hereketa Azadî ya ku serokê wê Xalid Begê Cibrî bû her bi hêvî bûn, armanca pîroz  dê azadkirin û yekîtiya tevaya Kurdistanê pêk bihata û ji bo wê piştgiriyeke gelek mezin dida hukûmeta Başûrê Kurdistanê.

 

Xalid Beg berjewendiyên neteweyî di ser yên malbatî û eşîretîyê re digirit; ew xebatkarê doza welatê xwe bû. Wek numûne: Di destpêka meha Adara 1923an de dewleta tirk li dijî hukûmeta kurdên Başûr xwest 12 alayên eşîretan yên ku Xalid Cibrî serkêşiya wan dikir, bixin hereketê. Di gel ku  Eşîreta Cibriyan ji Xalid Begê dixwestin ku têkîlîyên wî bi kurdên Başûr re lawaz-pasîf be, dîsa jî Xalid Beg bi ya wan nekir û teklîfa tirkan red kir.

Xalid Beg xwe ne tenê wek welatperwerekî Bakurê Kurdistanê didît, wî xwe rêvebirekî di xizmeta tevaya gelê kurd û Kurdistanê de didît. Ji bo vê helwesta wî konsulê Sowyetî weha digot: Xalid Beg gelek caran wek li ser navê hikûmeta kurd dipeyîvîya. Wer diyar bû ku Xalid Begê bi hukûmeta kurd (Hukûmeta Başûrê Kurdistanê F.N.) re peyman çêkirîye û li hev kiriye. Rola sazkirina dostayiyê di nav Rûsyayê û hikûmeta kurd de daye ser milê xwe; gava alîkariya Rûsyayê pewist be ew ê navçêtiyê bike.

 

Xalid Beg, li hemberî tevgera neteweyî û rêvebirên neteweya kurd, bi berpirsiyariyeke bilind tevdigeriya; rê ne dida tu kesî ku neheqî û bêrêzîtî li wan bike. Wek numûne: Konsul Pavlovskîy gûman dike têkîlîyên rêvebirên kurdan bi îngîlîzan re hene û derheq têkîlîyên rêvebirên kurd bi îngîlîzan re pirsekê ji Xalid Begê dike. Xalid Beg bersîva konsul dide û dibêje: Piraya rêberên kurd ên dema me û her wiha serokê hukûmetê şêx Mahmûd, Simko û Şemşeddînî û yên din, ne ew mirov in ku xwe firotine îngilîzan. Ew tekoşerên dirust ên ji bona azadiya Kurdistanê ne, ji ber pêwistîyê ye ku alîkariya îngilîzan qebûl kirine.

Bi vê mijarê ve girêdayî Xalid Begê Cibrî tevgera Simkoyê Şikakî diparêze û helwêsta Sowyetê ya li dijî tevgera kurdî-neteweyî mahkûm dike û dibêje: ”Pêwendiyên min ên  fireh bi kurdên navdar re hene û ji her alî de, ji min re radigihînin ku ne tenê tirk û faris, lê her wiha rûs jî beşdarî şerê têkbirina tevgera Simko bûne. Belkî jî Rûsya gunehkarê herî mezin e ku Simko li dijî farisan bi ser neket. Heger rast be, wê gavê hevreyên min rast dibêjin: ji derveyî alîkariya ingilîzan tu riyên din nebûn. Hevalên min dibêjin: eger Rûsya di wexta xwe de destê alîkariyê dabûya me, ew ê hîç axaftin bi îngilîzan re nebûya. Lê çiv û giraniya Rûsyayê wan (kurdan F.N.) mecbûr dike, vê hêviyê winda bikin.”  

 

 

Bîranîna rêvebirên kurd, xebat, helwêst û hişmendiya wan a ji bo netewe û welatê me ku kirine, divê hest û ruhê me şad, şiûr û hişmendiya me ya neteweyî bi hêz bike. Bi hêvîya ku helwêst û rêbazên me berdewamiya helwêst û rêbazên wan rêvebirên me bin.

 

Têbinî: Gelek kurd dema Xalid Begê Cibrî bi bîr tînin  rutbeya wî ya dema leşkeriya tirkan li ber navî wî dibêjin an jî dinivîsînin. Neheqî û bêrêzitiyeke kirêt e li hemberî qehramen, pakrewan û rêvebirekî netewayê kurd, Xalid Begê Cibrî ku bi rutbeya leşkerî ya artêşa tirk bê bibîranîn. Xalid Begê Cibrî bi xebata xwe ya ji bo gelê kurd û welatê xwe û bi helwêsta xwe ya li hemberî dewleta dagirker, reda wê rutbeya tirkan kiriye.

 

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Efendinin suçunu üstlenmek: Kürtler ve Ermeni soykırımı

Bazı çevreler ellerinde “Kürtlerin azımsanmayacak bir kesiminin soykırıma katıldığına dair yeterli derecede bilgi ve kanıt olduğunu” iddia ediyorlar. Bizim elimizde olmayıp onların elinde bulunan “bilgi ve kanıt”ları merak edi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (839)


Afganistan’da Solun Yok Edilmesi Hastalıklı Bir Toplum Yarattı
Vijay Prashad
Afganistan’da Solun Yok Edilmesi Hastalıklı Bir Toplum Yarattı
​Afganistan’ı solun yönettiği zaman kadınlar öğretmenlik işlerinin yüzde 70’ine, sivil memuriyetin de yüzde 50’sine sahipti. Bu olumlu dinamiği bozan Batıydı. Batı’nın ve Suudiler’in parmak izi bulunan her noktada toplum...
Hejmara şirova (1)   Lê nerin (3103)


Sovyetler Birliğinin Kürdlere Karşı Resmi Tavrına İlişkin Önemli Bir Belge
Aso Zagrosi
O dönem Sovyetler Birliğinin  Dışişleri Bakanı  olan  Molotov’un   gönderdiği bu  talimatlar   SSCB’nin    Doğu  Kürdistan  politikası  olarak devam etti.    Sovyetler Birli...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3312)


CIBRANLI HALİT BEYİN ERZURUM’A YERLERŞMESİ
Abdulbari Han
Halit bey, Erzurum’a yerleştikten sonra yaptığı ilk iş, daha önce Varto’da çerçevesini çizdiği ‘AZADİ’ örgütünü kurmak olur. Her ne kadar bazı kaynaklar 1920 veya 1922 yıllarını işaret ediyorlarsa da, bunun doğru olmadığı kong...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3407)


Newşirwan Mustafa ve Kürdistan Başkanlığı Meselesi
Aso Zagrosi
KDP Merkezi Yayın organı Xebat gazetesi 22 Ağostos tarihinde imsasız yayınladığı “ Parti ve Yekiti” adlı baş yazısında yine Newşirwan Mustafa’yı doğrudan hedef aldı. Bu makalede “ YNK’ de bir kesimin iradesini Nawşirwan ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3734)


MEHMET EMİN ÖZDEN'İN ÖYKÜSÜ
Ahmet Zeki Okçuoğlu
İddiaya göre Dr. Şivan ve diğer iki arkadaşımız Sait Elçi ve diğer iki kişiyi öldürmüşlerdi. Bunun bir komplo olduğu sonradan ortaya çıkacaktı.  TC devleti ve müttefikleri, hazırlık yaptığımız direniş hareketini doğmadan boğmak için tertiplemiş...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4782)


LİDERLER TOPLUMA GÜVEN VERMELİDİR
Abdulbari Han
Bilinen bir gerçektir ki Hamidiye Alayları sultan Abdulhamit’in 1892 yılında Kürt ağa ve beylerin çocuklarını İstanbul’daki aşiret mektebinde eğitmeye başlaması ve bunların içinde başarılı olanları askeri okul ve akademiye göndermeye başl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5877)


NİSAN KARANLIĞI
Abdulbari Han
1925 yılında böyle yağmurlu ve karanlık bir nisan gecesinde Şeyh Sait efendi ile yanındaki 400 atlı süvari bulundukları Solhan ilçesi Gırvas (Arakonak) köyünden, Varto ilçesinin Habiban (Haksever) köyüne hareket ederler. Burada üç gün konaklandıktan ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3262)


Tarihin Tozlu Sayfalarında Dr. Nuri Dersim’den Feride’ye Mektup
Nevin Güngör Reşan
Tarihin Tozlu Sayfalarında Dr. Nuri Dersim’den Feride’ye Mektup
Aşağıda orijinalini vereceğimiz Feride’ye mektup,bizzat Nuri Dersimi’nin kaleminden Feride’ye duyduğu derin saygı ve sevgi, aşkve muhabeti anlatır. Feride’nin hayatındaki rolü ve emeği, bu mücadeleye biçtiği yüksek değer bunu ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (12055)


Sehîdê Welat Dr. Şivani Aniyoruz
Mehmet Ali Ateş
Sehîdê Welat Dr. Şivani Aniyoruz
Zaman, gecmisle yüzlesme zamanidir. Sözü uzatmadan, evirip cevirmeden biz; akrabalari olarak, Civraklilar olarak, Dersimliler olarak, Kürdistanlilar Kürdistanin Özgürlük savascilari olarak, yoldaslari olarak bu durumdan utanc duyuyoruz. Manevi hatira...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (7974)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last