×
Selahattin Eyyubi
admin
Selahattin Eyyubi
“Önce, ben Kürdüm. Ramadi aşiretindenim. Bu aşiret, Kürdlerin en eski ve asil aşiretlerinden biridir. Aşiretin yerleşik yeri, Batı Azerbeycandır(Kızıl Kurdistan). Dedem Şadinin babası Mervandan önceki soyumuz üzerine fazla bilgim yoktur. Bizim...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (452)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
 Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yanê biryar: biryara hêzên hukumdar. hêzên deshiletdar, hêzên dewleta hov. Ev peyv bi de...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3081)


Şoreşa qoçgiriyê
Îsmaîl Heqî Şaweys
Şoreşa qoçgiriyê
Di sala 1920ê Zayînî de serhildana Qoçgiriyê dest pê kir û piştî ku şeş sal ajot, li sala 1926an bi kuştina Mûrad Paşayê xayîn re kutayî lê hat. Di vê şoreşê de gundên Qoçgiriyê tûşî talan û şewitandinê bûn
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (8118)


Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî
Tahsin Sever
Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî
Xalid Begî Kurdistanê yekparçe didît. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe, 'serketina her hewldanek a ji bo serxwebûna Kurdistanê wek serketina xwe didît. Ji vê çendê ji tevgera kurd a di bin serokatîya Şex Mehmûd de ku li Kurdistana Başur pêkdihat, ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6393)


Ala Kurd û „Ey Reqîb“ ji Kurdan re jiyan e!
admin
Ala Kurd û „Ey Reqîb“ ji Kurdan re jiyan e!
Çi mixabin gelek bêstekar ji eslê nivîsa sirûd dûrketine û her yekî ji xwe re bi gotinên cuda cuda sirûd bêstekirine! Di nav Kurdan de bi her zaravayî sirûd têye gotin. Werger û jê fehmkirina sirûd li gor zaravayan di ciyê xwe be jî, dema ji çar z...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (9395)


Zimanê Zikmakî, Perwerde û Perwerdeya bi Kurdî
Evdirehman Onen
Perwerde, çalakiya bidestxistina zanîn, huner û têgîhaştinê ye, dewlemendkirina mirov e. Armanca perwerdeyê ew e ku, zarok xwe, civakê û xwezayê baştir nasbike û têkildariyek qenctir li hev siwar bike.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (7082)


Di arşîvên Sowyetê de Serhildana Şêx Seîd
Fevzi Namli
Bi awaki giştî li ser pirsa Kurdî û taybetî di derheqê sedem û karaktêrên serhildana xelkê Kurd a 13 Sibat 1925ê de gellek nerin û hukmê li dijî hev hene. Kurdnasê Sovyetî Wasilevskiy di rapora xwe a ji 13-31Adara 1925ê de, di derheqê serhildana şêx ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (13318)


Şiûra tarîxê û Lozan
Fevzi Namli
Şiûra tarîxê û Lozan
Encamên sîyaseta asîmîlasyonê, hafiza tarîxî zeîf dike û tesîrên xwe ên neyînî li ser tevgera netewî dihêle. Bêyî ku mirov li ser vê mijarê raweste, ew ê zahmet be mirov têbigihê, gelo ji bo çi îro li bakurê Kurdistanê tevgera netewî gîhaye merhela h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (10876)


25

Min Vê nivîsa 26 sal berê di Kovara ”ÇİRA”ya Komela nivîskarê kurd li Swedê, hejmar 8,  1996ê de bi navê Ehmed Ferîd weşandibû. Bi minasebeta bîranîna 94 saliya şehîdên serhildana 1925ê careke din diweşînim. Fewzî Namlî

Armanca vê nivîsê ew e ku, hinek enformasyonên nuh ên di arşîva dewleta Rusyayê de min bidest xistine bighînim xwendevanên Kurd û kesên li ser pirsa Kurdî kar dikin. Ev agahî nuh in û çavkanîyên esasî ên ji bo nivîsê hatine bikar anîn ev in: Du raporên diplomat û Kurdnasê Sovyetî Boris Şaxovskiy ne. Şaxowskyi di raporên xwe de li ser rewşa hereketa Kurdî ya neteweyî ji salên 1900- de û bi taybetî li ser dema ji 1919ê heta 1924ê bi firehî radiweste. (1) Raporeke karbidestê Wezareta Karên Derve ya Sovyet Rusyayê Wasilevskiy (2) ya li ser serhildana şêx Seîd e û raporek Buroya Çapemeniyê û Enfermasyonê ya Sovyetê li Enqereyê ye (3). Ji dervî van çavkanîyan hinek enformasyon ji nivîsa Hiseyin Ewnî ya di 20.01.1925ê de hatîye nivîsandin, bikar anîye. Nivîsa Hiseyin Ewnî di derheqê rewşa hereketa Kurdî ya ji sala 1918ê heta 1925ê de ye. Herwiha hinek name û dokument ên di derheqê eleqeyên siyasî yên di nav Kurdan û Sovyetîyan de derbasbûne bikar aniye.

Bi awaki giştî li ser pirsa Kurdî û taybetî di derheqê sedem û karaktêrên serhildana xelkê Kurd a 13 Sibat 1925ê de gellek nerin û hukmê li dijî hev hene. Kurdnasê Sovyetî Wasilevskiy di rapora xwe a ji 13-31Adara 1925ê de, di derheqê serhildana şêx Seîd weha dinivîse: “Bêşik ev pirseke gellek tevlihev e û li vêderê gellek zahmet e ku mirov karibe bigihêje rastîyê. Ev serhildana îro herçiqas aktuel e, lê di heqê wê de tu lêkolînên objektîf nîn in. Lê belê tenê sîyasetvanên terefgir ên ku enteresên wan li ser sansasyona hene û her wiha alimên rojhilatnas û Kurdnasên binavûdeng û bênavûdeng ên vê bûyerê li gor menfeetên dewleta xwe şirove dikin, hene.
Di dema serhildanê de û piştî wê de, dewleta Tirkiyê û dewletên alîgiriya Tirkiyê dikirin, ji bona raya hindirê dewleta xwe û raya giştî ya cîhanê li gor menfeetên xwe ji bo ku serhildana xelkê Kurd manipule bikin, serhildana Şêx Seîd bi gellek motîfên negatif û ne rast mahkum dikirin û têkoşîna gelê kurd a li dijî zordestiyê di bin tohmetê de dihiştin.

Çend motîfên ji teref van kesiman û taybetî ji teref dewleta Tirkiyê hatine gotin evin: Niqteya yekê, bi teybetî di prosesa serhildanê de çapemanîya Tirkan a di bin kuntrola dewletê de, kar dikir, ji bo serhildana xelkê kurd a netewî, izole bike, ji çav û ji qiymet bixe, bi derew û komployên xwe hewil dida ji raya Tirkiyê û ya giştî ya cîhanê nişan bide ku, ev bûyera ne serhildaneke gelê Kurd ya netewî ye. Bi hesayî digot ku “Ev eşqîyatîya kuçerên wahşî ye“. Bi teybetî redaktorê rojnameya “Tanin“ Huseyin Cahid, di nivîsa xwe ya tarîxa 25 Sibat 1925ê de inkara muhtewa serhildana kurd a neteweyî dikir û digot: “Ev ne serhildanek neteweyî ye. Veya neticeyên cehalet û fanatîzma nexwendiyên çiyayî û yên di konan de dijîn e." Niqteya didoya, karbidestên dewleta Tirkiyê û çapemanîya resmî û neresmî xwastin ku motifa dîn wek sedemên serhildanê rê bidin. Wasilevskiy di rapora xwe de dibêje, ku rastîya vê motifa dîn gellekî relatîf-nisbî ye. Ji ber ku serokatîya vê serhildanê “Komîteya Merkezî ya Kurdîstanê“ kirîye. Di serokatîya wê rêxistinê de şexsîyetên weke albay Xalit Begê Cibrî, mebusê Meclîsa Enqerê Yusuf Zîya û ronakbîr û lîderên Kurdan ên din cih stendine.
Di derheqê sloganên “micadele ji bona bi şunde anîna şerîetê û sultanetê“ pêwîst e mirov bibêje, tu esas ji vê îddîayê re nin in. Tarîxa hereketa Kurdî a hetta vê demê şahidîyê dike ku, Kurd di hemû dema osmanîyan de û taybetî di sedsala 19ê de li dijî sultanê Osmanî û îdareya wî şer kirine da ku serxwebûna xwe bistînin. Lê Osmanîyan herdem erîş dianîn ser hikûmet û heremên Kurdan ên ku xwedî îdarên otonom bûn. Bi taybetî êrîşên dewleta Osmanî ên di sedsala 19ê encax di hikmê pêncî salî de, bi darê zorê (qetlîem, surgûn û girtin) û bi alîkarîya dewletên mezin ên wek Îngilîz, Rusya û Îranê karibû hukûmetên kurd û heremên kurdan ên di warê idarî de otonom bûn, têk bibe. Di sala 1914ê de û sala 1916ê de xelkê kurd du cara teşebusi serhildana giştî a neteweyî kir. Her du caran jî di dema hazirîyê de ji teref dewleta Osmanî de hatin şikandin. Rastîyek din jî ev e, ku berî sultanetî ji Tirkîyê rabe, kurdan ji bona azadî û serxwebûna welatê xwe rêxistinên siyasî û civakî ava kirine û kar kirine da ku di sîyaset û pêywendîyên navneteweyî de pirsa Kurdî aktûel bikin. Herwiha, ji bona qerarên peymana Sewrê di jiyanê de bê tetbîq kirin, hewil dane ku tesîrê li ser dewletên mintiqê ên xwedî nifûz bikin û ji bo wê gellek çalakîyên siyasî kirine. Rastîyek din jî ev e, ku di vê serhildanê de tenê Kurdan cih girtîye. Xwestina sultanetîyê daxwaza arîstokratîya Tirkan a dema sultanetîyê û kesimên menfeet ji vê sîstemê didîtin bû. Çi hikmet e ji dêlva ku, serhildan li Tirkiyeyê dest pê bikiraya, li Kurdistanê dest pê kir û ji derveyî Kurdan kesekî dinê beşdarî vê serhildanê nebû.

Çi berî serhildanê û çi jî di dema serhildanê de, hebûna slogana “xwestina xelîfetîyê“ mirov kare bi şêweyekî tektîkî şîrove bike. Ji ber ku serokê hereketa neteweyî a Kurdan Yusuf Zîya di dema hevdîtina xwe bi diplomatê Sovyetê re, sedemên hebûna slogana xwestina xelîfetê wanî tîne zimên: “Di karê xwe yî di nav serokên dîn û begên guhertî de em daxwaza bişûndeanîna xelîfetê bi kar tînin û her wiha em vê sloganê derdixin pêş, ji bona ku em bikaribin mixelefeta Tirkiyeyê notralîze bikin û hinek kesimên vê mixalefetê mobîlîzeyî hereketa Kurdî bikin."

Ev rastîyên ha hemî ispat dikin, ku ideolojîya dînî -xelîfetî- ji teref Kurdan bi rengekî tektîkî, ji bona ku hedefên xwe yên sîyasî û neteweyî pêk bînin hatîye bikaranîn.

Niqteya sisiya; fikra ku xwedêgiravî sedema esasî ya serhildanê fen û fût û kirinên îngilîza ye. Wasilevskiy derheqê ve iddîaye de dibêje: “Hetta niha tu delîlên vê ideolojiyê piştrast dikin tunene. Hebûna silah û perên dewletên derve ku di destên Kurdên serîhildane de hene, ne ispat e, ku tilîya îngilîzan di vê serhildanê de heye“. Wasilevskiy dewam dike û dibêje, “Kurdistan di nav tuxûbên çar dewletan de ye, pêwendîyên Kurdan ên ticarî di ser benderên Xelîcê û behra Sipî de tê kirin. Kurd herdem ji van imkanan fêde dîne û herdem xwedî silah û perên dewletên xerîb bûne.
Lê gellek balkêş e, li gor agahîyên Buroya Çapemanî û Enformasyonê ya Sovyetê li Enqerê dide, diyar e Îngiliz, ji bona serhildana Kurdan têk biçe gellek astengî derxistinin. Çendek ji wan astengîyan ev in: Eger Îngilîz piştgirîya serhildana Kurdan bikirana, berî her tiştî karîbûn aktiwîstên Kurd (Îhsan Nurî û alaya eşîretê ya ku ew kumandarê we bû) ên netewî ji Kurdistana Bakur, ên li Musulê bi cîh bibûn û herweha Asurîyên (jimara 5000 bû), ku ji teref Tirkan ve bi zorê ji Hekarîyayê hatibûn koçkirin li dijî Tirkiyeyê mobîlîzeyî sefê Kurdên serhildayî bikirana. Herweha, Îngilîzî, karibûn rê bidina eşîrên Kurdan ên li ser tuxubên Kurdistana Başur. Ji ber, ku eşîrên Kurdên Başur dixwastin biçin alîkarîya birayên xwe ên li Kurdistana Bakur. Herçiqas Kurd û asurî dixwastin derbasî Kurdistana Bakur bibin û piştgiriya Kurdên serhildayî bikin jî, Îngilizan rê ne didan wan.

Helwest û nerîna siyasî a dewleta Sovyetê di heqê serhildana şêx Seîd de, bi kurtayî S-Brike (5) di rojnama Pravdayê (6) de weha dibêje: “Ev serhildana paşverû ye û netîceyên fen û futên Îngilizan e“. Buroya çapemenî û enformasyonê ya Sovyetê li Enqerê di rapora xwe ya 27-ê adara 1925ê de sedemên serhildanê di van xalên jêr de formule dikir: Ev serhildana netîceya, lihevketina nakokîyên di nav prinsîpên dewleta cumhurîyetê û psikolojiya derebegtiyê - feodalizmê de ye; alayên Hemîdîyê -alayên eşîretan- dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin; şêxên Kurd ên xwedî nufûz in, ji bona berjewendîyên xwe li dijî derbên giran ên hikûmeta Enqerê derdikevin; daxwaza paşdeanîna sultanetîyê ye û rawestandina li dijî avakirina cumhurîyetê ye.

Di vê demê de hikûmeta Sovyetê di sîyaseta xwe ya resmî de piştgiriya dewleta Tirkiyê dikir û serhildana gelê Kurd a netewî, bi paşverûtîyê û “netîca fen û futên“ Îngilizan mahkum dikir. Herwiha Îngilizan jî hewil didan Sovyetê wek organizatore vê serhildanê nişan bidin. Bi taybetî çapemaniya Îngilizan û Amerîkîyan ev propaganda dikirin. Çapemenîya Bulxarî, Elmanî û Îtalî ya resmî jî li gel hikûmeta Enqerê helwest stendin û li dijî serhildana gelê kurd derketin. Helwesta van dewletan li gel Tirkiyê û rawestina wan li dijî serhildana gelê kurd tê wê maneyê, ku mêzêna hêzên li herêmê, li menfeetên dewleta Tirkiyê bû. Dewletê ev dizanîbû û ji bo wê jî êrîşên dijwar dianî ser milletê Kurd.

Wasilevskiy, herçiqas karbidestê wezareta karên derve ya Sovyetê bû, lê dixwest tehlîlek objektif derheqê serhildana Kurdî a netewî de bike. Ji bo wê jî Wasilevskiy di nameya xwe ya ji karbidestê wezareta karê derve (li Moskovayê) Polyakuv re weha dinivîsîne: “ ... Ez zen dikim ku rewşa komisyona me ji we ve diyar e. Ez li ser pirsa Kurdî kêm nexebitî me. Netîcên xebata xwe xususî li ser navê xwe, ne li ser navê komisyonê ji we re rapor dikim û dişînim. Muhtemel e ji karê we re bibe. Herwiha ji bona heval Şaxoskiy jî derheqê vê pirsa (pirsa Kurdî-netewî) aloz de xwedî helwest be, dikare alîkar be. Wasilevskiy di rapora xwe de (7) bi firehî li ser rewşa hereketa Kurd û du mehên serhildanê ên ewil de radiweste. Vê rapora bersîva tohmet û iddiayên bê esas ên ji teref dewleta Tirkiyê û dewletên piştgirîya Tirkiyê dikin, dide. Di eynî weqtî de, Wasilevskiy helwesta dewleta xwe ya Sovyetê jî mehkûm dike û dibêje: “Gellek mixabin, ku merkeza me (wezareta karê derve ya Sovyetê) li ser agahîyên ne rast, an jî ên rastîya wan hîn îspat nebûne, bûye xwedîyê nerîna, ku xwedêgravî “ev serhildana paşverû ye û netîcên fen û futên Îngilizan e“ (8).
Di serhildana şêx Seîd de, fikir û daxwazên neteweyî faktorên herî esasî ne. Van fikir û daxwazan bi dehhezaran Kurdên biçek li dijî hikûmeta Tirkiyeyê seferberî serhildanê kirin. Mirov dikare bibêje, faktorên wek ziman, kultur, li ser erdekî bi hev re jiyan, qedera tarîxî a bi hev re, zordariya dewleta Tirkiyeyê a di warê aborî û iktisadî de, kurd ji bo rizgariya neteweyî anîn cem hev. Bi taybetî, zordariya dewleta Tirkiyeyê a di warê iktisadî de, Wasilevskiy weha îzah dike: Ji ber parvekirina Kurdistanê di nav dewletên wek Tirkiye, Îran, Îngiliz û Fransa û bi taybetî, ji ber siyaseta Tirkan a bi dewletên din ên Kurdistan işgal kirine, gelê kurd ji imkanên pêwendîyên ticarî en bi derva re dûr xistin û eleqeyên gelê kurd bi benderên Başur (ên li ser Xelice û Behra Sipî) re hatin birîn. Perçebûna Kurdistanê û têkçûna eleqeyên ticarî ên bi derva re, di warê reqebeta pazarê de bûn sebebê şundemayina Kurdistanê. Bi kurtayî, rejima siyasî-îdarî a Tirkiyê, li Kurdistanê bû asteng li hember pêşketina kapitalizmê.

Gundîyên kurd ji zordarîyên îdarî û bacdayina giran hatibûn helakê û ji ber vê jî nefret ji hikûmet û karbidestên tirkan dikirin.

Dewleta Tirkiyê bi zanebûn ronakbîr û xwendayên Kurd bêkar dihişt û wan ji kar û wezîfeyên resmî izole dikir. Dewlet ji ronakbirên kurdan ne bawer bû û ji bo wê hemû kar dida kesên Tirk. Vê siyaseta dewletê a ne adil rê li nerazîbûna ronakbîrên kurd vedikir. Ronakbîrên kurdan nerazîbûna xwe li dijî siyaseta dewletê eşkere diyar dikirin.

Bi kurtayî mirov dikare bibêje ku, dewletê li Kurdistanê di warê iktîsadî, siyasî, civakî û kulturî de siyaseta kolonyalistan dimeşand. Ji vê siyaseta wehşî ronakbîr, tuccar, xebatkar, gundî û hemî endamên civata kurd gellek zerar dîtin û muteesir bûn. Li gel faktorên objektif ên civata kurd, van faktorên li jor jî tesîr lê kir ku, şiûra netewî û hereketa Kurdî- netewî bighêje merhele û formeke nuh û pêşkeve.

Herçiqas di vê demê de rewşa sermaya ticarî û ronakbîrên Kurd di merhela destpêkê de be jî, lê belê ew bûn ku rêberîya fikrên neteweyî û serhildana şêx Seîd dikirin. Ya din, ji dêlva serhildanên heremî, hereketeke Kurdî a bi rêxistin, bi program û hedefên ji bona Kurdistanek yekbûyî û serbixwe ava bike danîye ber xwe, hebû. Daxwazên hereketa neteweyî ya Kurd di vê demê de, mirov kare di du xalan de formule bike. Ya yekê, daxwaza herî kêm (minîmum) otonomî ji bo Kurdistanê bû; ya didoya jî, avakirina Kurdistanek serbixwe bû.

Serhildana şêx Seîd dibe ku, bê wext, bê hazirî û ji bê çaretîyê dest pê kir, lê ne hereketeke spontan an jî ji nişka ve bû. Wasilevskiy dibêje ku Kurd ji mêj de hazirîya serhildanek neteweyî dikirin. Li gor agahdarîyên wî, di despêka sala 1919ê de kongreyeke Kurdî li Şîroyê li mala Hecî Bedir axa hate çêkirin. Di vê kongreyê de li ser pirsên micadela ji bona Kurdistanek serbixwe hate minaqeşekirin. Herwiha di meha Îlona 1924ê de, di bin serokatîya “Komîta Merkezî a Kurdistanê“ (9) de li gundê Hetmî (10), di bin navê dawetê de bi dehan serok û rêberên Kurdan hatin cem hev. Di vê civînê de li ser pirsên serhildanê hate axaftin û ji bona hazirîya serhildanê biryar stendin ku li bajarê Helebê kongrekê çêkin. Di 11 November 1924ê de li Helebê kongra neteweyî a rêberên Kurdan hate çêkirin. Li gor agahdarîyên Wasilevskiy di vê kongrê de biryar hate girtin ku, di meha Îlona sala 1925ê de dest bi serhildanê bikin. Li gor hinek agahdarîyên din, tê gotin ku biryara destpêka serhildanê serê meha sibatê, an jî meha adarê bû. Bi qeneeta min jî, dibe ku biryar jibo destpêka adarê hatibe stendin. Lê ji ber girtina serokên hereketê yên wek Xalit Cibrî, Yusuf Zîya, Kemal Fevzî û gellek kadroyên dinê, mirov dikare bêje haziriya serhildanê têk çû.

Herçiqas ji teref Tirkan û dewletên hevalbendên wan ve dihate iddîa kirin, ku xwedêgiravî, “maceraperestek“, “eşqiya“ an jî “cahil û fundementalîstên dîndar“ serî hildane, lê rastîyek e û ji gelê Kurd re serbilindiyek e ku serokatiya hereketa gelê Kurd û serhildana 13.02.1925ê “Komîta Merkezî a Kurdistanê“ kirîye. Bêşik şêx Seîd serokê vê serhildanê ye û ew bixwe jî endame “Komîta Merkezî ya Kurdistanê“ye û her wiha enformasyonên gellek sexlem hene ku serokatiya vê serhildanê “Komîta Merkezî ya Kurdistanê“ kirîye. Ji ber ku di vê serhildanê de endamên vê Komitê, kesên wek Cemil Paşazade, Hemdî paşa, subay Newruk Beg û gellek subayên Kurd, ên di ordiya Tirkiyeyê de kar dikirin jî cî girtine. Bi vê wesîlê dixwazim hinekî li ser serokatîya serhildana şêx Seîd “Komîta Erziromê“ (“Komîta Merkezî ya Kurdistanê“ E.F.) û serokê wê miralay Xalid Begê Cibrî rawestim.

Rehên tarîxa “Komîta Erziromê“ dighên Komîta Kurdî ya yekê “Kurd Tealî Cemîyetî“(K.T.C.). Gellek endamên Komîta Erziromê di destpêkê de endamên K.T.C. bûn. K.T.C. di sala 1918ê de li Stenbolê hate avakirin û serokê wê Seyid Evdilqadir bû. Mirov dikare bêje, K.T.C. rexistina Kurdan a ewil a neteweyî ye û ronakbîr û rêberên Kurdan di bin baskê xwe de gihandîye hev û herwiha bûye bingeha komête û rêxistinên Kurdan ên di salê 20-an de hatine ava kirin. Hereketa neteweyî ya Kurd ji vê demê pêş de dest pê dike karakterekî rexistinî û bi koordine distîne. 

Hiseyin Ewnî (11), di rapora xwe a di 20.01.1925ê de li ser pirsa Kurdî, ku ji Sovyetiyan re niwîsîye dibêje: berî sala 1920ê kumita Kurdî K.T.C. bi xurtî karê xwe bi pêş de bir. Di sala 1920ê de Komîta Kurdî perçe bû û bû du grub. 1) Gruba “otonomîyê“, 2) gruba serxwebûnê. Seyid Evdiqadir û çend kes ji Bedirxahîyan û hin kesên din gruba “otonomîyê“ teşkîl kirin. Doktor şukrî Mihemed Beg, Mewlanzade Rifat Beg û hinek kesên Bedirxanîyan gruba “serxwebûnê“ pêk anîn. Gruba “serxwebûnê“ digot ku beyî serxwebunê pêşketina Kurdistanê ne mumkun e.

Piştî perçebûna K.T.C. gruba “otonomîyê“ di bin serokatiya Seyîd Evdilqadir û bi navê “Komîta Stenbolê“ karê xwe dimeşîne. Li gor agahdarîyên Şaxovskiy dide: “ronakbîrên Kurdan (Komîta Stenbolê) biryar stendin, bi şertê ku Tirkiye, Kurdistanê di bin hîmaya xwe de otonom îlan bike, ewê iltîhaqî hereketa Mustafa Kemal bikin. Lê Hiseyin Ewnî dibêje ku, ronakbîrên Kurdan piştî K.T.C. ava kirin, çûn cem hikûmeta Tirkiyeyê, lê hikûmet ji desthilatî ketibû û nikarîbû ti şertên Kurdan bi cîh banya. Lê wer diyar e, Komîta Stenbolê û serokê wê, bê ku ti garantiya ji Kemalîstan bistîne, tenê li ser soz dayina wan û bi hêvîyên dê tirk bi “idara Kurdistaneke serbixwe razî bibin“ (12), piştgiriya dewleta Tirkiyê kiriye. Komîta Stenbolê heta destpêka konferansa Lozanê piştgiriyai dewleta Tirkiyê dewam kiriye û herwiha hevî kiriye ku wê Kemalîst otonomiyê bidin Kurdan. Hiseyin Ewnî jî di rapora xwe de dibêje: ji destpêkê de Komîta Stenbolê ji bo menfeetên Tirkan kar kiriye. Axaftina Mebusê Erziromê X (13) bi diplomatê Sovyet Rûsyayê re (Ihtîmalek mezin Boris Şaxovskiy e. Jiber, ku ew di vê demê de li Enqerê bû û Kurdnasekî herî zîrek bû.) di 27.02.1923ê de agahdarîyên Hiseyin Ewnî tesdîq dike. Mebusê Erziromê X. di heqê munaqeşeyên li meclisê bûne de ji diplomatê Sowyetî re dibêje: “Piştî îlankirina agahdariya Ismet paşa û Rauf Beg a di heqê hiştina Mûsilê jibo igîlîzan (Tirk û Îngiliz li hev kirin ku pirsa Mûsilê salekê pêş de bavêjin.), mebusên Kurdan ên meclisa Enqereyê gotin: “Ji îro pê de pirsa Kurdî ji nû de ketîye rojevê. Ji anha pê de divê Kurd bi xwe ji bona qedera xwe bi destê xwe tayin bikin li ser pirsa Kurdî kar bikin“. Herwiha mebusê Bitlisê Yusuf Zîya jî di vê hevdîtinê de ji diplomatê Sovyet Rûsyayê re helwesta Komîta Stenbolê ta heta destpêka konferensa Lozanê weha dinerxîne: “Eger vekirî bêjim, heta nuha em (Komîta Stenbolê A.F.) difikirîn, ku em û Tirk dê bi hev re karibin yekîtîya welêt ji zora emperyalistan biparêzin û bi hev re pirsa Kurdî çareser bikin. Lê belê iro, piştî hikûmeta Tirkiyê Mûsil da Îngilizan, hemû hevîyên me tek çûne“. Yusuf Zîya jî hevîyên xwe yên ji hikûmeta Tirkiyê, ku ewê otonomîyê bida Kurdan vekirî digot: “Îngilizan pêşnîyarek ji hikûmeta Tirkiyêre anîn. Pêşnîyara wan ev bû: bi şertê, ku Tirkiye Kurdistanek otonom îlan bike ewê ji Mûsilê derkevin. Lê belê Tirkiye ji delva otonomiye ilan bike, Mûsil ji Îngilizan re hişt. Ev jî delîl e, jibo kurd qedera xwe bi destê xwe çareserbikin divê serîhildin.“

Li ser esase agahdarîyên Hiseyin Ewnî: mebusê Erziromê X. û mebusê Bedlîsê Yusuf Zîya û Komîta Stenbolê heta destpêka sala 1923ê piştgiriya hikûmeta Enqerê kirine û hevî kirine, dê Kemalîst otonomîyê bidin Kurdan.
“Komîta Erziromê-Kurdistana Serbixwe“

“Komîta Erziromê“, li gor agahdarîyên Hesretyan di Çiriya Pêşin a sala 1920ê de, bi navê “Cemîyetî Îstîklal Kurdistan“ ava bûye. Li gor agadarîyên Şaxovskiy, navê vê rêxistinê “Komîta Erziromê-Kurdistana Serbixwe“ ye. Konsolosê Erziromê ê Sovyet Rûsyayê Pavlovski di nama xwe ya ji sefîrê Sovyet Rûsyayê yê Enqereyê re dinivîsîne de, dibêje: “Ji bidilbûn û ciddîyeta Komîta Erziromê ti şikên min nînin. Komite, hemû serokên Kurdan ên tên naskirin û xwedî nufûz gîhandine hev. Seroke Komitê miralay Xalit Begê Cibrî ye û endamên wê yên din, Hiseyin Paşa, mebusê Wanê Hesen Beg, Selim Beg, Îsmail Heqqî Beg, kaptan Elî Awer Beg û yên dinê ne. Herçiqas Xalit Beg endamê K.T.C. bû, lê di dema perçebûna K.T.C. de di kîjan grubê de cîh stendîye, ne diyar e. Li gor agahdarîyên Şaxovskiy û Hiseyin Ewnî: helwesta Komîta Erziromê di heqê hereketa M. Kemal ne wek a Komîta Stenbolê bûye. Herçiqas Komîta Erziromê li dijî hereketa M. Kemal şer nekiriye, lê piştgiri ya wê jî nekiriye. Şaxovskiy dinivîsîne: di destpêka şerê Kemalîstan de li dijî dewletên Antant, rêberên Kurdan ên Komîta Erziromê civînek çêkirin û tê de biryar girtin, ku ewê piştgiriya hereketa M. Kemal nekin û ewê bipên. Vê helwesta Komîta Erziromê heta destpêka konferansa Lozanê dewam kir. Îngîlîzan û Tirkan li ser qerarê peymana Sewrê û pirsa Mûsilê li hev kirin, ku ewê van herûdu pirsan bi temamî ji rojeva Konferansê derxin. Lê belê haya Kurdan ji van guftûgoyên di nav Îngilizan û Tirkan de dihate kirin tunebû. Encex di civîna konferensê ya yekê de, ya di 30.11.1922ê de Kurd tê gihan, ku Tirkan Mûsil ji Îngilizan re hiştine û di rojeva Konferansê de qerarên peymana Sewrê tunene. Piştî vê bûyerê rêxistinên Kurdan (Komîta Erziromê û Komîta Stenbolê) helwestek siyasî ya nuh li dijî dewleta Tirkiyeyê stendin. Komîta Erziromê, piştî civîna konferansa Lozanê ya yekê, (di meha desember 1922ê) endamên xwe ji bona rewşa nuh a ehemîyetek wê ya hayatî heye civand. Endamên komitê di vê civînê de çend biryarê hgirîng girtin. Van biryarana di tarîxa siyasî ya kurdan de prosesek nuh destpêkir. Qerara Komîta Erziromê ya yekê ev bu: Jibona avakirina Kurdistanek serbixwe û yekbûyî alîkarîya siyasî, iktîsadî û eskerî pêwîst e. Komite, ji bona vê alîkarîyê bistîne divê bi dewleta Sovyet Rusyayê re pêwendîyan dayne. Qerara dudoyan: Komîta Erziromê pişgirîya hikûmeta Kurdistana Başur (şêx Mehmûdê Berzencî) dike. Komîta Erziromê dihesibîne, ku hikûmeta Kurdistana Başur destpêka daxwazên Kurdan ên acîl in. Di eynî wextî de Komite ji şêx Mehmûd re nameyekê dişîne û tê de dinivîsîne ku bi şertê şex Mehmûd pêwendîyên xwe ji Îngilizan bibire, ewê Komîta Erziromê pişgirîya wî bike. Paşê Komite bersîvek pozitîf ji şêx Mehmûd stend.

Li gor agahdarîyên Şaxovskiy û Wasilevskiy, Komîta Erziromê û Komîta Stenbolê di bin navê “Komîta Merkezî a Kurdistanê“ di meha gulanê sala 1923ê de yekîtîyek ava kirin. Lê, li gor agahdarîyên Hiseyin Ewnî; ne hemî endamên Komîta Stenbolê ketine vê yekîtî yê. Serokê Komîta Stenbolê Seyid Evdilqadir li dervê vê yekîtîyê maye û muhtemel e ku Hiseyin Ewnî bixwe jî li dervê vê yekîtîyê mabe.

Komîta Erziromê, rexistina neteweyî a Kurdî ya yekê ye, ku cara ewil hewl daye pêwendîyên siyasî bi dewleta Sovyet Rusyayê re deyne. Diplomat û Kurdnasên Sovyetê ên vê demê îddîa dikin: di 22.12.1922ê de serokê Komitê Xalit Begê Cibrî, nameya “şert û qerarê“ Komîta Erziromê û nameyek li ser navê xwe gihand konsolosê Sovyet Rusyayê ê li Erziromê Pavlovskiy. Bi qeneeta min Komîta Erziromê nameyên xwe berî vê tarîxê gîhandîye konsolosê Sovyetê Pavlovskiy. Ji ber ku, herçiqas li ser nameyên Komîta Erziromê ên tercumeyî Rûsî bûne de, ti tarîx nine, lê li ser nameya Pavlovki a di heqê vê nameyê de ji sefirê Enqerê re hetîye rê kirin de, tarîxa 20.12.1922 hatîye nivîsandin.

Şert û qerarên Komîta Erziromê (14)
“1) Kurdistan ji wilayetên Erzirom, Wan, Mûsil, Bedlîs, Dîyarbekir, Xerpêt, beşê rojavayê wilayeta Surîyê li Tirkiyê û Kermanşax, Sine, Sakiz, Mahabat, Urmiye û Selmas li Îranê pêk tê.
2) Li wan wilayetan ewê Kurdistaneke serbixwe bê avakirin.
3) Hikûmeta Kurdî di warê eleqeyên siyasî, îdarî, iktisadî û eskerî de dê bi temamî serbixwe be. Di heman wextî de hukûmeta Kurdî himayeta dewleta Rusyayê li ser xwe qebûl dike.

4) Himaya Rûsya dê di çerçeweya van xalan de be: Bikaranîna neft, maden û dewlemendiyên din ên çiyayên Kurdistanê, avakirina reyên trênê û wasitên din û gihandina elemanên eskerî û teknikî.

5) Hikûmeta Kurdî û liderên kurd ewê li dijî prensipên hukûmeta Rûsyayê û berfirehbûna fikrên komûnizmê dernekevin.

6) Wek me di xala sisîyan de gotibû, hukûmeta Kurdî himayeta Rûsyayê qebûl dike. Lê li hemberî wê hukûmeta Rûsyayê divê ji bo avakirina hukûmeteke Kurdî di warê aborî û siyasî de alîkarîyê bike. Eger liderê kurdan pêwist bibînin, hukûmeta Rûsyayê lazim e bi deyn pare bide me û ji bo hazirîya refên eskerî alîkari ya me bike.

7) Hukûmeta Kurdistanê a ku pêş de bê avakirin, dê bixwe forma îdarî ava bike û bi serê xwe erkên xwe yên siyasî bimeşîne. Hukûmeta Rûsyayê ne lazim e di warê siyasî, malî, îdarî, iktisadî û eskerî de tedaxulî serbxwebûyîna tevgera hukûmeta Kurdî bike.

8) Eger rêberên Kurdan, ji mecbûrî ji bo avakirina hikûmeta Kurdî derbasî Rûsyayê bibin û ji bona kurd karibin bighên hedefên xwe û bi serbestî karibin hereket bikin, pewist e hukûmeta Rûsyayê alikarîya wan bike.

9) Eger heremên di xala yekê de bi tevayî nekevin bin destê hukûmeta Kurdî, wê gavê rêxistina kurdan dê bi alîkariya Rûsyayê, ji bona heremên mane jî tevî Kurdistana serbxwe bike, kar bike.

10) Eger hukûmeta Rûsyayê li ser esasên van neh xalên li jor razî dibe, ku hukûmetek Kurdî ava bibe, di vê çerçewê de rêberên kurdan amadene bi şeweyek çalak hereket bikin.“

Nama Xalit Begê Cibrî
“Ez hîs dikim raya giştî a gelê Kurd a ez jî endamê wî gelî me, ber bi terefê Îngilizan ve diçe. Îngîlîz dixwazin xwe bidin nîşandan, xwedêgiravî berê tevgera wan ber bi azadî û serxwebûna kurdan de ye. Ez bi xwe ji vê sempatiya li hember Îngilizan heye ti neticeyên baş hêvî nakim. Ez baş bawer im ku gelê me bes bi piştgirîya rûsan dikare azadî û serxwebûnê bistîne. Ji bona ray û sempatiya kurdan li hember îngilizan kem bibe û sar bibe û herweha sempatiya gelê Kurd li gel rûsan zêde bibe, pêwist e ku ji bo vê bingehek çêbibe. Ji bona avakirina vî bingehî min ji we re şert û pêşniyarên me di deh xalan de pêşkêş kiribû. Eger hikûmeta Rûsyayê pêşniyarên me qebul dike û alîgir e, ku em hikûmeteke Kurdî di çerşeweya van xalan de ava bikin, wê gavê ji bo me pêwîst e, ku hûn bersîveke vekirî a teqabulî van şertan dike bidin. Gava ji teref hikûmeta Rûsyayê bersîvek pozitif bê, wê gavê emê rêxistina xwe xurt bikin û bi serokên eşîran û rêberên kurdan, bi aktifî dest bi hereketê bikin. Bes wê gave ez soz didim, ku ezê karibim navên çend kesên Komîta me û biyografiya wan ji we re pêşkêş bikim. Eger Rûsya piştgiriya me bike ewê Komîta me bi aktifî dest bi karê xwe bike. Li ser esasên, ku eleqên min bi rêber û serokeşîrên Kurdan re xurt in û min bawerîyek saxlem daye wan, ez bi her awayî bawer im ku ewê sempatiya xelkê me li hember rûsan zêde bibe.“

Ez dixwazim nivîsa xwe bi hinek gotinên Hiseyin Ewnî ên ku di derheqê Xalit Cibrî de gotine xelas bikim. Hiseyin Ewnî dibêje: Miralay Xalit Beg xwendina xwe li “Aşîret Mektebî “ ya li Stenbolê xelas kirîye. Piştî mekteb qedand bû serokê tumena eşîretên kurdan. Ev tumena ji çar alayên eşîretên Cibranîyan pêk dihat. Ji wê rojê pê de Xalit Beg dest pêkir ferî ilmê tarîxê, dîn û h.w.d bibe. Xalit Beg bi vê xebata xwe giha netîcên baş û di vê demê de bû mirovê herî perwerde. Di warê karê eskerî de bi xîret xebitî û derheqê pirsên eskerî de fêrî zanebûnek mezin bû. Xalit Beg, bi saya perwerdebûyin, enerjîkbûyin û xusûsîyetên xwe yên din, sempatî û hurmeta xelkê kurd stend. Karekî bi esas li ser pirsa kurdî-netewî, tarîxa kurdî, orf û adet û jiyana kurdî kir. Xalit Beg bi vê xebata xwe bû mirovekî terefdarê pêşketin û dewlemendîya xelkê Kurd. Xalit Beg fikrên xwe ji kesekî venedişart û ji herkesî re digot. Hiseyin Ewnî li ser tekilîyên Xalit Beg û Kemalîstan jî weha dibêje: “Di dema hereketa neteweyî (kemalista E.F.) ya Tirkan de Xalid Beg di hereketa Kemalistan de cîh ne girt, xwe da alîyekî. Wî, ji bo bi serbestî karibe karê siyasî bike gellek caran îstîfa xwe xwest. Kemalîstan vê imkana ne didan wî; her gavê îstîfa wî ji teref dewletê ve dihate redkirin. Dewlet ji Xalit Beg ne razi bû û dixwast her wî di bin kontrola xwe de bihêle. Lê Xalit Beg îstîfa kir û di dema talîyê de bi serehetî dest bi karê siyasî kir. Di dest pêka meha yekê ya1925ê de Xalit Beg ji teref tirkan de hate girtin û wî dane mehkema eskerî ya Bedlîsê û ji re cezaye girtinê xwestin“. Lê mixabin Xelit Beg û bi sedan kurdên welatparêzên di sala 1925ê de ji teref dewleta Tirkiyeyê de tên xeniqandin.

Notên binî
1 Boris şaxovski, ji dema berî şoreşa Oktobrê generalekî ordiya dewleta Rusyayê ye; piştî şoreşê helwest li gel bolşewika stend; di sala 1922-1923-an de li Enqerê di sefareta Sovyet Rusyayê de karê diplomasî kiriye û yek ji diplomatên ku cara yekem bi serokên Kurdan rê li ser navê dewleta Sovyet Rusyayê eleqe danîye. Gellek serokên Kurdan ên ji sala 1910-an heta dema serhildana şêx Seîd ji nezîk te nas dike û li Kurdistanê gellekî maye.

2 Wasilevski kurdnaseki sowyetî ye û di dema serhildana şêx Seîd li Tirkiyê bûye û serhildan ji nêzîk ve taqîb kiriye.

3 Ev rapora di 27.2-1925-an de, di heqê serhildana şêx Seîdî hatîye çapkirin.
4 Rapora Kulikov 3.7.1924. Kulikov, karbidestê wezareta derva a Sovyetê ye.
5 S.Brike, serokê beşê Rojhilata Navîn a Wezareta Derve ya Sovyetê ye.
6 S.Brike, Pravda, 4.3.1925.
7 Rapora Wasilevski 62 rûpel e.
8 Makaleya S.Brike, Pravda, 4.3.1925.
9 “Komîta Merkezî a Kurdistanê“ di meha Gulana 1923-an de bi yekîtîya Komîta Erzirumê û Komîta Stenbolê hate avakirin. Di serokatîya wê de, şexsîyetên wek Miralay Xalid Begê Cibrî, mebusê meclisa Enqerê Yusuf Zîya, Kemal Fevzî û ronakbîrên Kurd ên wekî din cî girtine.
10 Gundê Hetmê ayidê qeza Sasonê ye.
11 Hiseyin Ewnî muhtemel e Mîr Seyfîzade Hiseyin Ewnî ye, endamê “Kürt Tamim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti“ û “Kürt Teali Cemiyeti“ ye. Huseyin Ewnî di ordiya Tirkiyê de yarbay e û li Stenbolê, di mekteba eskerîyê de mamostetiyê dike.)
12 Kürdistan Tealî Cemîyetî, Ismail Göldaş, 1991, r. 189.
13 Di dokumentan de navê X ji bona ku îstihbarata Tirkiyê nizanibe dizî hatîye girtin. Lê belê diyar e ku, ew Kurd e, ji Erzirumê ye û pêwendiyên wî bi hereketa Kurdî re hene. Muhtemel e endamê Komîta Erzirumê be. Herwiha diyar e, pêwendîyên wî bi diplomatên Sovyetiyan re heye û ew e ku cara yekê li Enqere mimesîlê Kurdan û diplomatê Sovyetiyan li mala xwe anine cem hev.

14 Konsolosê Erzirumê Pavlovski di nama xwe de a ji sefîrê Enqerê Aralov re dibêje, tekstê vê namê bi Kurdî, Tirkî û Rûsî ye. Teksta min ditî ye bi Rûsî ye. Ez vê tekstê werdigerînim bo Kurdî.
Têbînî: Min di vê nivîsa 23 sal berê hatiye nivîsandin de tenê hin serastkitinên rêzimanî kirine. Nivîs wek di kovara ÇIRA de hatiye weşandin dubare dikim. 28.06.2019

 
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Afganistan’da Solun Yok Edilmesi Hastalıklı Bir Toplum Yarattı
Vijay Prashad
Afganistan’da Solun Yok Edilmesi Hastalıklı Bir Toplum Yarattı
​Afganistan’ı solun yönettiği zaman kadınlar öğretmenlik işlerinin yüzde 70’ine, sivil memuriyetin de yüzde 50’sine sahipti. Bu olumlu dinamiği bozan Batıydı. Batı’nın ve Suudiler’in parmak izi bulunan her noktada toplum...
Hejmara şirova (1)   Lê nerin (2546)


Sovyetler Birliğinin Kürdlere Karşı Resmi Tavrına İlişkin Önemli Bir Belge
Aso Zagrosi
O dönem Sovyetler Birliğinin  Dışişleri Bakanı  olan  Molotov’un   gönderdiği bu  talimatlar   SSCB’nin    Doğu  Kürdistan  politikası  olarak devam etti.    Sovyetler Birli...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2583)


CIBRANLI HALİT BEYİN ERZURUM’A YERLERŞMESİ
Abdulbari Han
Halit bey, Erzurum’a yerleştikten sonra yaptığı ilk iş, daha önce Varto’da çerçevesini çizdiği ‘AZADİ’ örgütünü kurmak olur. Her ne kadar bazı kaynaklar 1920 veya 1922 yıllarını işaret ediyorlarsa da, bunun doğru olmadığı kong...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2792)


Newşirwan Mustafa ve Kürdistan Başkanlığı Meselesi
Aso Zagrosi
KDP Merkezi Yayın organı Xebat gazetesi 22 Ağostos tarihinde imsasız yayınladığı “ Parti ve Yekiti” adlı baş yazısında yine Newşirwan Mustafa’yı doğrudan hedef aldı. Bu makalede “ YNK’ de bir kesimin iradesini Nawşirwan ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3001)


MEHMET EMİN ÖZDEN'İN ÖYKÜSÜ
Ahmet Zeki Okçuoğlu
İddiaya göre Dr. Şivan ve diğer iki arkadaşımız Sait Elçi ve diğer iki kişiyi öldürmüşlerdi. Bunun bir komplo olduğu sonradan ortaya çıkacaktı.  TC devleti ve müttefikleri, hazırlık yaptığımız direniş hareketini doğmadan boğmak için tertiplemiş...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4206)


LİDERLER TOPLUMA GÜVEN VERMELİDİR
Abdulbari Han
Bilinen bir gerçektir ki Hamidiye Alayları sultan Abdulhamit’in 1892 yılında Kürt ağa ve beylerin çocuklarını İstanbul’daki aşiret mektebinde eğitmeye başlaması ve bunların içinde başarılı olanları askeri okul ve akademiye göndermeye başl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5389)


NİSAN KARANLIĞI
Abdulbari Han
1925 yılında böyle yağmurlu ve karanlık bir nisan gecesinde Şeyh Sait efendi ile yanındaki 400 atlı süvari bulundukları Solhan ilçesi Gırvas (Arakonak) köyünden, Varto ilçesinin Habiban (Haksever) köyüne hareket ederler. Burada üç gün konaklandıktan ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2976)


Tarihin Tozlu Sayfalarında Dr. Nuri Dersim’den Feride’ye Mektup
Nevin Güngör Reşan
Tarihin Tozlu Sayfalarında Dr. Nuri Dersim’den Feride’ye Mektup
Aşağıda orijinalini vereceğimiz Feride’ye mektup,bizzat Nuri Dersimi’nin kaleminden Feride’ye duyduğu derin saygı ve sevgi, aşkve muhabeti anlatır. Feride’nin hayatındaki rolü ve emeği, bu mücadeleye biçtiği yüksek değer bunu ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (11691)


Sehîdê Welat Dr. Şivani Aniyoruz
Mehmet Ali Ateş
Sehîdê Welat Dr. Şivani Aniyoruz
Zaman, gecmisle yüzlesme zamanidir. Sözü uzatmadan, evirip cevirmeden biz; akrabalari olarak, Civraklilar olarak, Dersimliler olarak, Kürdistanlilar Kürdistanin Özgürlük savascilari olarak, yoldaslari olarak bu durumdan utanc duyuyoruz. Manevi hatira...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (7600)


Yeniden General İhsan Nuri Paşa Üzerine
Aso Zagrosi
Yeniden General İhsan Nuri Paşa Üzerine
Daha önce "Ararat Kartalı": İhsan Nuri Paşa” adlı yazı serisinde Dr. Haşimi Şirazi’nin Anılarına dayanarak Archie Roosevelt ile İhsan Nuri Paşa arasında yapılan görüşme üzerine durmuştum. Archie Roosevelt bir CİA ajanı olarak A...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (7514)


Page 1 of 3First   Previous   [1]  2  3  Next   Last