×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (348)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1059)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1365)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1261)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1351)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1213)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1333)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1987)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2048)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2077)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
16

Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku ev serê 30 salan e li hemberî îddîayên ermenan bi navê “Holdwater” berevanîya Tirkîyê dike Murat Gümen bi xwe ye.

 
Di rastîya xwe de vê nûçeya hanê xwe spartîye wan gotarên Taner Akçamî ku di rojên 18 gulan 2007 û 25 gulan 2007 de ku li rojnameya Agos hatibûn weşandin.
 
Ev babeteke balkêş e ku bê hela çima kesek radibe navê xwe diveşêre. Her wiha divêt meriv bi teferuat bala xwe bide ser vê bûyerê ku, ew kesê ku li hemberî îddîayên ermenan propagandaya awirê resmî yê Tirkîyê dike, ji bo çi ne navek ji navan lê radibe bi navekî amerîkî dikeve nav hewldanan.  
 
Têye gotin ku îllustrator û sazkarê fîlman Murat Gümen li malpereke bi navê “Çîroka Mubalaxeyî ya Ermenan” gotaran belav dike.
 
Murat Gümenê ku bi navê “Holdwater” gotaran dinivîse, bûyera Dr. Friç tîne bîra meriv. Dr. Friç navê nivîskarê wan gotarên derbarê kurdan de ye, ku ji alîyê dewletê ve di dewra Îttîhad we Teraqî de dihatin belavkirin. Pirtûga bi navê Kürtler: Tarihi ve İçtimai Tetkîkat di sala 1918 de ji alîyê Osmanlı Muhacirin Müdüriyet-i Umumisi hatibû weşandin. Li ser vê pirtûgê hatîye nivîsîn ku “ev berhem ji alîyê Habil Adem ve ji almanî bo tirkî hatîye wergerandin”. Ev pirtûga hanê hewl dide xwe da ku bibêje kurd bi eslê xwe tirk in û zimanekî serbixwe yê wek kurdî qet tune.
 
Pirtûgeke din a Dr. Friç hebû ku gelek ji nêzîk ve kurdan eleqedar dike: Beynelmilel Usulü’t Temsil, İskan-ı Muhacirin (Ûsulên Asîmilasyonê yên Navnetweyî û Îskankirina Koçberan). Ev pirtûg jî di sala 1918 de hatîye weşandin. Di nava pirtûgê de derbarê Dr. Friç de îbareyeke din a nasandinê heye, ku dibêje “Friçê ji memûrên Wezareta Mustamleke (Kolonyal) ya Prusya”. Wek wergêr jî, dîsan navê Habil Adem têye nîşandan.
 
Di lêkolînên pişt re hatîye famkirin ku ev zilamê bi navê Dr. Friç kesek bi navê Naci Îsmail (Pelister) e, ku berpirsîyarek ji asayîşa neteweyî ya Osmanî ye û îttîhadçîyek bi eslê xwe arnawud (alban) e. Ev kesê bi navê Habil Adem ku wek wergêr navê wî derbas dibe jî, dîsan hemin ev kes e. Ji bo bawerî bi gotarên wî bête anîn, hingê navê almanan yê Friç li xwe danîye. Her wiha, ev têye zanîn ku di dema Îttîhad we Teraqî de li nav civaka Osmanî alman xwedî rûmeteke bilind bûn û gelek jî qedrê wan dihate girtin. Lêkolîner Mehmet Bayrak di gotara xwe ya bi sernavê “Resmi Kürt Politikasının Temellerini Atanlar ve Bağlaşıkları” de derbarê Dr. Friç de û derbarê deşîfrasyona navê Friç de agahîyan dide. (Bayrak, Mehmet, Kürt Sorunu ve Demokratik Çözüm, Özge yayınları, sibat 1999 Îstanbul, r. 21)
 
Abidin Nesimi pêwendîyên nepen ên Pelisterî wiha eşkera dike: “Maîyeteke Habil Ademî (Naci İsmail Pelister) hebû ku ji panzdeh kesan pêkdihat. Wî wan xwedî dikir û di karên xwe yên taybet de bikardianî. Bi awayekî giştî di numayîşan de (di tertîbkirina lîskên şanoyî de) ew bi xwe nedixuya, ev maîyeta wî dixuya. (M. Şahin - Y. Akyol, Habil Adem Ya da Nam-ı diğer Naci İsmail Pelister Hakkında, Toplumsal Tarih, Hejmar 11, 1994 / Yê ku neql dike: Mehmet Bayrak, Berhema navborî, r. 28)
 
Mehmet Bayrak di gotara xwe ya bi navê “Tarihten Günümüze Çarpan Bir Acılı Gerçek: Çiller, Pelister ve de Kürtler” (r. 24 dewama wê) de behsa Suna Gönül Pelister dike. Suna Gönül Pelisterê di navîna sala 1990î de li Kuşadasi li ser navê malbata Çillerê (serokwezîra wextkê ya Tirkîyê) çewlîgekê kirrîye. Bi maweyeke du sal bi şûn de çilleran tapuya vê çewlîgê dane ser xwe.
 
Mehmet Bayrak di gotara xwe ya bi navê “Çillerlerin Sırdaşı Suna Gönül Pelister’in Hatırlattıkları” (r. 26 û dewama wê) de lêdikole ku bê hela ev Suna Gönül Pelister keça Naci İsmail Pelister e yan nevîya wî ye.      
 
 Ev îllustrator û sazkarê fîlman Murat Günen jî navê xwe yê rastîn diveşêre. Navekî amerîkanan, ango navê “Holdwater” li xwe datîne. Ev kiryara hanê bi me dide nîşan ku, ew ji xwe ne ewle ye, bawerîyê bi xwe nayne. Ew dihizire ku çi dema bi navekî amerîkanan, ango her wekî yekî Amerîkayî li hemberî îddîayên ermenan berevanîya awirê fermî yê Tirkîyê bike, dê bi vê yekê hê bêhtir xwe bide bawerkirin. Îcar Taner Akçam jî dibêje, ji ber ku vî kesî nasnameya xwe ya rastîn veşartîye û li kesên din heqaretê dike, ji ber ku ev yek ne reftarîyeke exlaqî ye, divêt ev lîska hanê jî li gorî qaydeyên xwe bête lîstin, ji lewre min navê wî yê rastîn eşkera kir. Prof. Taner Akçam dema ku ji bo beşdarbûna sempozyumek a derbarê mafên mirovan de sibata derbasbûyî, ango di 16 sibata 2007 de diçe bo Kanada, hingê li Montrealê hatîye girtin. Û 4 saetan di polîsxaneyê de bi tawana “terorîstîyê” pirsîyarkirina xwe dike stûyê vî zilamê bi navê Murat Gümenî. Her wiha, Taner Akçamî derbarê kampanyayên ku di elenîya wî de hatine pêşxistin de li Radikal Iki ku îlaweya rojnameya Radikal e, di hejmara 4 adar 2007 de gotarekê belav kirîye.
 
Ji van her du bûyeran, a pêşî rê vedike ku raya giştî ya hundirîn manîpule bibe. Ango, di nav raya giştî ya hundirîn de hizirînek/qenaeteke wisan çêdibe ku “ger yekî alman jî wisan dihizire, hingê tiştên ku têne gotin rast in.” Bûyera dawîn jî, berê xwe dide raya giştî ya derve, ku bandora awirê fermî li ser raya giştî ya derve kartêker be.
 
Ev daxuyanîyên Prof. Taner Akçamî yên derbarê Murat Gümenî de li rojnameya Hürriyet hejmarên roja 22 û 23 pûşpera 2007 de jî berdewam hatin weşandin. Bo numûne, nûçeya ku di hejmara rojnameyê ya roja 22 pûşperê de hatîye weşandin sernavê wê “rojnameya navborî di malperan de bû armanc”. Rojnameya navborî ji ber ku Taner Akaçamî û Murat Gümenî kirîye armanca rexneyên rêkxistinên ermenan, têye tewanbarkirin. Di van hejmaran de Murat Gümen wek yekî karîkaturîst têye nasandin. Belam qet behsa wê nake ku ‘Holdwater’/Murat Gümenî Taner Akçamî bo hinekan kirîye armanc. Bo hinekan armanckirina hin kesan di çaryeka pêşîn a sedsala 20. de û ev dîyardeya ku di çaryeka sedsala 21. de çêdibe, cihêtîya van her du dîyardeyan pêktîne. Ev her du nasnameyên ku bi navekî almanan û bi navekî amerîkîyan hatine nixaftin, gelo kengî hatine eşkerakirin? Ev jî dê gelek girîng be ku, li ser van her du demên hanê bête rawestîn û vekolandin.
 
 _______________
 
Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn
 
Çavkanî: Ev gotar pêşî li kovara Esmer - tebax 2007 hatîye weşandin û dû re li www.peyamaazadi.org weşîyaye.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2498)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2580)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2793)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2301)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2342)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2586)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2872)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2513)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2478)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2257)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last