×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (252)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (975)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1286)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1168)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1264)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1115)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1280)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1944)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1968)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1994)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
08

“Neteweperweriya tirkî modern e”, “Neteweperweriya tirkî nîjadperest nîn e, aştîxwaz e, gerdûnî ye”, “Neteweperweriya tirkî pêşverû ye, li dijî kolonyalîzmê ye, li dijî emperyalîzmê ye”, “Neteweperweriya Atatürkî modern e, pêşverû ye, neteweperweriyeka vekirî û demokratîk e”, “Neteweperweriya Atatürkî humanîst û beynelmilel e”. Neteweperweriya tirkî bi vî awayî tê tarîfkrin. Van taybetmendiyên hanê li neteweperweriya tirkî bar dikin û pesnê wê didin. Di rastiya xwe de ev gotinên hanê li hemberî kurdan li hemberî doza kurdî têne pêşxistin.

Meriv dikane îdeolojîya fermî ya tirkî, neteweperweriya tirkî wisa îzeh bike. Ev nihêrîna îdeolojîya fermî bi awayekî giştî ji layê qada fikirîna tirkî ve hatiye pejirandin. Ya rast, fikirîna tirkî li gorî vê hizirînê şekil girtîye û pêş de çûye. Di vê navberê de fikrê hindek mudîrên asayîşê jî bala meriv dikşîne. Di kuştina Hrant Dink de, di bûyera êrîşa bi ser metranan de ya li Trabzonê, di kuştina metran Santoro de ya li Samsunê, di serjêkirina mîsyoneran de ya li Meletiyê, dema ku bo rojnamevanan bûyerê qal dikirin, digotin “[kujer] bi hestên neteweperweriyê tevgeriyane…” Ev tê vê wateyê ku, bi têgihîneka neteweperane hewl didan xwe da ku bona kujeran sempatiyê berhev bikin, barê kujeriyê (cînayetê) sivik bikin.
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêjin] “Neteweperweriya kurdî, neteweperweriyeka nîjadî ye”, “Neteweperweriya kurdî, neteweperweriyeka girtî ye”, “Neteweperweriya kurdî neteweperweriyeka prîmîtîv e…” Fikrê qada fikirîna tirkî yê derbareyê kurdan û neteweperweriya ku di nav kurdan de çêdibe, bi awayekî giştî wisa ye.
Gürdal Aksoyê ku hîn zêdetir li ser kulturê, di vê navberê de li ser kultura kurdî dixebite, di pirtûka xwe ya binavê Nostradamus’un Kürdistan Kehaneti, Kürtler Üzerine Yazılar, (Komal Yayınevi, İstanbul 2007) de cih dide wan têgehên (term; kavram) durû yên vê derbareyê de. Nivîskarê lêkolîner Gürdal Aksoy di nivîsara xwe ya bi sernavê “Türk Milliyetçiliği Üzerine…” (Li Ser Neteweperweriya Tirkî…) de dide nîşan ku lêkolînerên tirk neteweperweriya tirkî ya kemalîst erînî, neteweperweriya kurdî jî neyînî dibînin. (r.38-50)
Nivîskarên tirk, endamên çapemeniyê, mamostayên zanîngehan, xebatkarên komeleyên civaka sivîl, partîyên siyasî, huqûqnas û hwd. bi awayekî giştî bi neteweperweriya tirkî re dipesifin. Dibêjin, “Neteweperweriya tirkî pêşverû ye, modern e, humanîst e, di neteweperweriya tirkî de neteweperweriya nîjadî nîn e” û hwd. bi vî awayî pesnê neteweperweriya tirkî tê dayin. Kurd jî didin zanîn ku ew ne neteweperest in, dibêjin em enternasyonalîst in. Çi dema ku mesele were ser hest û helwêstên neteweyî hingê kurd dibêjin “ya girîng însanîyet e, ya girîng biratî ye” û bi vî awayî didin têgihîştinê ku bê hela ew çendî ji hest û fikrên netewayetiyê xwe dûr didin.
Çi dema ku em pêzanînên îdeolojîya fermî tetbîqê rastîyên jiyanê, tetbîqê rewşa heyî bikin hingê dê bête dîtin ku rewş qet jî ne wisa ye. Kurd û zimanê kurdî kategoriyên civakî û zimanî ne ku têne înkarkirin û îmhakirin, têne asîmilekirin. Di vê çarçoveyê de zimanê kurdî hatiye qedexekirin, navê merivan yên bi zimanê kurdî, navê gund û navçe û çiyayan bi navên tirkî hatine guhertin. Parastina zimanekî ku hatibe qedexekirin, pêşîlêgirtina zordarîya ku li ser ziman û kulturê ye, têkoşîna bo derxistina meydanê ya ziman û kulturê, di rastiya xwe de proseseka însanî ye. Ango ev têkoşîn di rastîya xwe de peywireka însanî ye, pêwîstîyeka berevaniya însanîyetê ye. Lêbelê meriv dikane vê prosesê ji layekî ve mîna pêşveçûneka neteweperweriyê jî bihesibîne. Çunke wekî pêwîstiyeka însanî hûn xwedîtiyê li nav, nasnav, ziman û kultura xwe dikin, ev hewldana we ya xwezayî ji layê dewletê ve tê astengkirin, tûşî fişardinê tê, bi tehqîqatên îdarî û cezaî re rûbirû dibe. Ev e, muşkile bi xebitîna vê mekanîzmayê re derbasî qadeke siyasî dibe. Wê demê meriv dikane vê pêşveçûna kurdan wekî tevgereka neteweyî bihesibîne. Dibêjin neteweperweriya tirkî pêşverû ye, modern e. Ev neteweperweriya ku zorê li kurdan dike, hewl dide xwe da ku kurdan, zimanê kurdî, kultura kurdî bipelêxe. Neteweperweriya ku dipelêxe, çawa dibe neteweperweriyeka pêşverû? Gotinên ku derbareyê neteweperweriya tirkî de têne gotin bêguman kêşeya kurd û Kurdistanê didin ber çavan û têne gotin. Lêbelê jiyana siyasî ya tirkan, kultura siyasî ya tirkan kurdan nas nake, wan înkar dike. Ji ber ku bi awayekî huqûqî û siyasî kurd, zimanê kurdî û Kurdistan nayêne naskirin, hingê gotinên wekî “Neteweperweriya tirkî nîjadî nîn e, êrîşkar nîn e, asîmilekar nîn e, redkar nîn e…” têne gotin. Îcar çi dema ku kurd tevlî analîzê dibin, bêguman ev dîtin pûç dibin. Jixwe, qedexekirina ramanê li hemberî kurdan, li hemberî kêşeya kurdî çêdibe. Herwisa, roleka qedexekirina ramanê jî ev e ku pêşî li rexnkirina îdeolojîya fermî bête girtin.
Dibêjin neteweperweriya tirkî pêşverû, vekirî, modern e, neteweperweriya kurdî jî girtî û paşverû ye. Qanûna bingehîn ya tirk dibêje “Çi kesê ku hemwelatiyê Dewleta Tirkiyê be, ew tirk e.” Kultura siyasî ya tirk dibêje, çi kesê ku xwe wekî tirk hîs bike, ew tirk e. Ev yek wekî delîlê neteweperweriya vekirî tê nîşandan. Ev yek, mîna delîlê fehma xweşbînîyê tê nîşandan. Lêbelê, di rastiya xwe de, li gorî qanûna bingehîn ya tirk û li gorî kultura siyasî ya tirk her kes mecbûr e ku xwe wekî tirk bibîne. Wekî mînak, çi dema ku tu rabî bibêjî “Ez ne tirk im, kurd im. Ez mafê xwe yên kurdbûniyê dixwazim.” Hingê tu yê bi mueyîdeyên îdarî û cezaî re rûbirû bibî. Neteweperweriya vekirî, di heman demê de tê vê wateyê ku, asîmilekirina yên ku ne tirk in, wan bişibihîne tirkan, ango neteweperweriyeka wisa ye ku her kesî bike tirk. Di kîdera vê neteweperweriyê de modernbûn û pêşverûtî heye? Dibe ku bona neteweperweriya kurdî bibêjin “girtî ye” lê ev tiştekî erînî ye. Ji ber ku çi caran kurdan kesî, wekî mînak, tirk, ereb, fars, ermenî û asûriyan nekirine kurd, çi caran niyet û amanca kurdkirina kesî bi wan re çênebûye. Lêbelê ji ber polîtîkaya asîmilasyonê û tetbîqatên wê, meriv dikane bibêje ku neteweperweriya tirkî neteweperweriyeka nîjadî ye. Ev gotinên mîna “Hemnîjadên me yên li Bulgarîstanê, hemnîjadên me yên li Qafqasyayê, hemnîjadên me yên li Asyaya Navîn, hemnîjadên me yên li Kerkûkê, hemnîjadên me yên li Trakyaya Rojavayê, hemnîjadên me yên li Kosovayê, yên li Makedonyayê” delîlên vekirî yên neteweperweriya nîjadî ne. Berpirsiyarên dewlet û hukûmetê li hemberê kurdên Kurdistana Başûr hestên ne baş geş dikin, wekî mînak, dema ku hewl didin xwe da ku pêşî li referandûma Kerkûkê bigrin di heman demê de dibêjin, “Em ê her dem mafên hemnîjadiyên xwe yên Kerkûkê biparêzin, dê hertim bala me li ser vî karî be”.
Gelo xebera kurdan ji van tiştan çêdibe, ev tişt dikevin nav hişê wan? Ev kurdê ku zimanê wî hatiye qedexekirin, kurdê ku navê wî hatiye guhertin, navê gund û navçe û çiyayên wî hatine guhertin, kurdê ku nikane navê welatê xwe, navê cografyaya xwe bibêje, kurdê ku nikane bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife, kurdê ku nikane bi zimanê xwe bixwîne lê radibe dibêje “Ez ne neteweperest im, ez enternasyonalîst im, em ne neteweperest in, em enternasonalîst in…” Gelo divê meriv çawa li vê yekê binihêre? Ev ne ew tişt e ku, kurd ji rastiya xwe ya tehl direvin? Û bona vê yekê jî, hindek têgehên enternasyonal bo xwe dikin perde. Di vê pêşveçûna ruhî û zêhnî de seqetiyek tune? Gürdal Aksoy di vê berhema xwe ya ku me li jor behsa wê kir de pirsa “fikrekî kurdî, mantalîteya kurdî ya resen heye gelo?” dipirse û li bersivên vê pirsê digere. (r. 6, 54-55, 157)
Gürdal Aksoy dibêje, di nav kurdan de hizirînekî teqlîdî, hizirînek ku xwe dispêre diyardeyên sabît heye [ango di nav kurdan de fikirîna razberiyê (soyutlama) nîn e]. Ez wisa bawer im ku, ev tesbîteka balkêş e. Bi awayekî giştî ev tesbîteka rast e. Dibe ku îstîsna hebin. Li gorî qenaeta min teqlîdkariya roşinbîrên kurd ji ber tirkîaxaftina wan tê, ji ber ku hest û fikrên xwe bi tirkî dibêjin. Meriv nikane zimên tenê wekî alaveka ragihandinê bibîne. Sîstema serdestiyê tenê dikane bi rêya zimên bo kesan, sazî û civakê bête empozekirin. Tu bi kîjan zimanî biaxifî hingê tu dê di nav kultura siyasî ya wî zimanî de, tu dê di nav sîstema siyasî ya wî zimanî de, bi têgehên ku wî zimanî afirandine, tu dê bi têgihîştina serdestiyê ya ku wî zimanî saz kiriye û pêşde birîye bifikirî. Ev yek di bin şuûra meriv de çêdibe. Herwisa, ev jî gelek vekirî ye ku, termînolojiya siyasî ya tirk, kultura siyasî ya tirk, termînolojî û kultura li dijî kurd e. Beriya viya gotarek bi sernavê “Asimilasyon” hatibû belavkirin. (Kovara Esmer, Sibat 2008, hejmar: 37) Ew fikrên ku di wê gotarê de hatine gotin û ev fikrên ku niha li vir têne gotin, ger meriv bi hev re bala xwe bide ser dê sûdewar be.
Dewlet wisa difikire ku, ev însanên ku ew tirkî fêrî wan dike, herwekî ku zimanê wan yê zikmakî (kurdî) nîn be, mîna ku zimanê tirkî diaxifin û tên asimîlekirin bin. Divê ev proses were vekolîn û analîzkirin…
Meriv dikane fikirîna teqlîdwar wisa îfade bike: Em têgeha kolonîyê hildin dest. Dibêjin Kurdistan kolonî ye. Lêbelê, kolonî jî sînorên xwe hene. Wekî mînak, di sala 1885an de Afrîka ji layê Brîtanyaya Mezin, Fransa, Îtalya, Belçîka, Spanya û Portekîzê ve hatiye parvekirin û kolonîzekirin. Welat êdî di bin destê Brîtanyaya Mezin, Fransa, Îtalya, Belçîka, Spanya û Portekîzê de ne. Sînorên welatan hatine diyarkirin… Ji layê din ve, dê heta bi heta wekî kolonî nemînin. Kolonî, çi dema ku ji layê ekonomîkî ve pêşde biçin, çi dema ku gihan radeya xwe îdarekirinê, hingê dewletên emperyal û kolonyalîst dê azadiya wan bidin destê wan. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, di Konferansa Parîsê ya li sala 1919an û dema danîna Yekîtîya Neteweyan de kolonî wisa hatine danîn. Ji ber vê yekê, kolonîbûn jî statuyek e. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, li salên 1960an tevayî kolonîyên li Afrîkayê piştî muzakereyên qanûnî serxwebûna xwe bi dest xistin. Li Afrîkayê çar dewlet hene ku piştî şerê çekdarîyê serxwebûna xwe bi dest xistine. Cezayîrê ku kolonîya Fransayê bû û kolonîyên Portekîzê Gîne Bîssau, Mozanbîk û Angola… Ev taybetmendiyên ku me li jorê behsa wan kir, derbareyê Kurdistanê de qet nîn in. Tu statuyeka kurdan û Kurdistanê nîn e. Sînor tune, nehatiye diyarkirin. Navê kurd û navê Kurdistanê jî tune. Tê xwestin ku kurd û Kurdistan heta bi heta wisa bimînin. Ji vê çendê Kurdistan ne kolonîye jî. Ger lêkolînerên kurd van peywendiyan ji nuh ve hildin dest dê sûdewar be.
Kurd û welatê wan di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de û dema ku li Anadolîyê di pêşengiya Misetfa Kemalî de tevgera hêzên neteweyî (Kuvayı Milliye) de hatiye jihevkirin, parçekirin û parvekirin. Di prosesa vê têkoşînê de rola her du dewletên emperyal, ango Brîtanyaya Mezin û Fransayê gelek mezin e. Ev diyardeyeka zor tehl e. Lêbelê hizirîna neteweyî ya tirk, dîroka siyasî ya tirk, kultura siyasî ya tirk qet bal nakişîne ser vê diyardeyê. Dixwaze serê vê diyardeyê bigre. Xeyret dike da ev felaketê ku hatiye serê kurdan di tarîtiyê de bimîne. Lêbelê bi awayekî berfireh bal dikişîne ser projeya hêzên emperyal ku Anadolîyê di nav xwe de parve dikir. Di rastiya xwe de hêzên emperyal qet projeyeka wisa pêkneanîne. Bona pêkanîna viya jî tu hewldanek tune ye. Lêbelê, hertim vê yekê derdixin pêş, tim qala vê yekê dikin. Bêyî rawestanê hertim li hemberî vê yekê analîzan dikin. Îcar parçekirin û parvekirina kurdan û Kurdistanê ji layê emperyalîstan û ji layê hevkarên wan yên li herêmê diyardeyeka rasteqîn e. Ev pêzanîneka gelek vekirî û gelek sabît e. Jixwe, ev yek di cografyaya Rojhelata Navîn de bi awayekî aşkera tê dîtin. Ev jî tê zanîn ku bona pêkanîna vê yekê, di salên 1920an de dewletên emperyal û hevkarên wan yên li Rojhelata Navîn ligel hev di nav hevkariyeka gelek xurt de bûne. Têkoşîna Şêx Mehmûd Berzencî ya li Kurdistana Başûr, divêt di vê çarçoveyê de bête analîzkirin.
Di roja îroyîn de dema ku neteweperweriya kurd derdikeve rojevê, dema ku kurd bi ziman û kultura xwe re eleqedar dibin, dema ku xwedîtiyê li nirxên xwe yên derdestbûyî dikin hingê têgihîştina “her awayê neteweperwerestiyê xirab e” derdixin pêş. Gelek aşkera ye ku ev têgihîştin jî li hemberî kurdan, li hemberî pirsa kurdî tê pêşxistin. Wekî mînak, qet nabêjin neteweperestiya ereban, neteweperstiya farisan, ya tirkan xirab e, tenê dibêjin neteweperestiya kurdan xirab e. Bona ku vê îddîayê bidine qebulkirin jî dibêjin “her awayê neteweperweriyê xirab e, neteweperestiya bindestan jî xirab e…” Aşkera ye ku ev fikrekî dewletê ye, alîkarê dewletê ye. Ev tê vê wateyê ku zalim û mezlûm, celat û qurban, qesab û mîhê dikin yek firaqî. Ez wisa di wê qenaetê de me ku ev fikrê hanê jî tenê di meseleya kurdan de derdikeve meydanê. Min li jorê jî got ku, di vê pirtûga navborî ya Gürdal Aksoy de tê pirskirin ku “gelo fikrekî resen yê aîdê kurdan heye?” Herwisa, min gotibû ku behsa tiştên sabît û fikrekî teqlîdwar dike. Ev jî rewşeka balkêş e ku li hemberî nihêrîna “Her awayê neteweperestiyê xirab e” deng ji roşinbîrên kurd dernakeve. Bêguman gotara Tarik Ziya Ekinci ya bi sernavê “Kürtleri Kürt ve Türk Milliyetçiliğinden Koruma Hayırhahlığı” (Xêrxwaziya Ku Kurdan Ji Neteweperestiya Kurdan û Tirkan Diparêze) (www.gelawej.org 31 Ocak 2008) helbet reaksîyoneka di cih de ye. Lêbelê dema ku li nav çavê kurdan dinihêrin û van tiştan dibêjin, dikanin van tiştan bibêjin, hingê tê dîtin ku pê re jî qeşmeriya xwe bi oposîzyona (muxalefet) kurdî dikin. Ev fikrên wisa ku her tim têne gotin, ev yek îşaretî lawaziya opozîsyona kurdî dike.
Helbet nîjadperestiya tirk, neteweperestiya tirk xirab e. Ji ber ku, wekî mînak, dixwaze kurdan ligel dîrok û zimanê wan tune bike. Li hemberî viya ew têkoşîna ku dixwaze rêya jiyanê bo xwe veke, dixwaze nirxên xwe yên neteweyî yên di bin fişardinê de derxe meydanê, ev geşedana neteweyî ya ku di nav kurdan de çêdibe, dê çima xirab be? Bindest û serdest, zalim û mezlûm, qesab û mîh çawa dikanin di nav heman kategoriyê de bêne helsengandin? Roşinbîrên kurd, siyasiyên kurd reaksiyoneka ciddî bi şanî vê yekê nadin, bi vî awayî yan jî bi wî awayî ji vî fikrî bawer dikin, hetta ku carînan propagandaya vê yekê dikin. Divê meriv bi îbretê bala xwe bide ser vê yekê.
Hevpeyvînek heye, ku Neşe Düzelê bi Prof. Dr. Süleyman Seyfi Öğünî re kiriye. Di vê hevpeyvînê de Prof. Öğün dibêje “Neteweperestî afyona kurdan e.” (Radikal, 15 gulan 2006) Prof. Süleyman Seyfi Öğün, kurdên ku xwedîtiyê li ziman û kultura xwe ya bindestbûyî derdikevin, li hemberî zordariya di vî warî de têdikoşin, bi vê têgehê wan tarîf dike. Lêbelê, ev dewleta ku zimanê kurdan qedexe kiriye, ziman û kultura wan xistiye bin nîrê zordariyê, li hemberî neteweperestî û nîjadperestiya tirkî qet tesbîteka wisa nake. Gelo, wekî mînak, kurdan qet gotiye, “Kurdek Hêjayî Cîhanê Ye”, qet gotiye “Kurdo, Bipesife, Bixebite, Bi Xwe Bawer Be”? Gelo kurdekî ku gotibe “Xwezî Bi Wî Kesî Ku Bibêje Ez Kurd im” heye? Gelo kurdên ku gotibin “Bilind be Kurdo, Tu Sînorekî Bilindbûnê Bo Te Nîn e” heye? Gelo tu rêveberiyek ku van drûşmeyan bide jiyandin, kurdan di çarçoveya van drûşmeyan de bi rê ve bibe, bona vê yekê têbikoşe heye? Ev hemî bi me didine nîşan ku polîtîkaya dewletê ya ku li hemberî kurdan, li hemberî kurd û Kurdistanê hatiye pêşxistin û tê meşandin qet nehatiye fêmkirin, qet hewl nedane xwe da ku vê yekê têbigihên, tenê, bi hest û hizirînên ku layengîrê dewletê ne, bi awayekî jiber (ezber) kurd têne rexnekirin, kurd têne tawanbarkirin…
Prof. Süleyman Seyfi Öğün dibêje “Ger kurd rabin bibêjin ‘Em kurd in’ hingê dê hinekên din jî rabin bibêjin ‘Em jî tirk in’”. Ma ji destpêka rojgara komarê û heta bi niha wisa nayê gotin? Ev gotinên hanê ku dibêjin “Miletek bi navê kurd nîn e, her kes tirk e, zimanekî bi navê kurdî nîn e, zimanê ku jê re kurdî tê gotin, lehçeyeka tirkî ye…” hertim nedihatin gotin? Kesê ku di sûkê de bi kurdî biaxifiya serê gotinê ceza lê nedihat birrîn? Gelo ev gotinên ku dibêjin “Li vî welatî tenê mafê tirkên resen heye, yên ku ji xwe re dibêjin ‘em kurd in’ tenê mafekî wan heye, ew jî xizmetkariya bo tirkan…” divê çawa bêne helsengandin? Prof. Öğünê ku dibêje “Neteweperwerî afyona kurdan e” gelo ew vê dewleta ku kurdan dike xizmetkarê xwe çawa dihelsengîne? Prof. Öğün, wan kesên ku li hemberî zilmê têdikoşin wekî kesên “afyonbûyî” qebul dike. Gelo derbareyê vê rewşê de, derbareyê yên ku vê rewşê pêkanîne de tu rexneyek, tu analîzeka wî heye?
 
 


Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn
Çavkanî: www.peyamaazadi.org
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2421)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2480)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2742)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2256)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2289)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2532)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2817)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2462)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2433)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2200)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last