×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (498)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1129)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1397)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1319)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1410)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1267)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1367)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2023)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2078)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2148)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
03

Vekolîna pêşveçûna civakî û ya dîroka civaka Kurd xebateke girîng e. Pêşveçûnên mezin yên sîyasî, di rengê bûyina civaka Kurd de, di guhertina civakî de rolekî mezin dilîze. Di salên 1920’an, di dema Cemîyeta Gelan de, tiştên di derbarê Kurd û Kurdistanê de qewimîne mirov nikare dûrî baldarîyê bigre. Di vê demê de, hêzên emperyal weke Brîtanya Mezin û Fransa perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê pêk anîne. Van hêzên emperyal, bêgûman ev polîtîkayên xwe bi hevkarîya desthilatên Rojhilata Navîn yên Ereb, Fars û Tirk pêk anîne.

 
Perçekirin û parvekirinê îskeletê Kurdistanê û mejîyê Kurdan ji hevdû xistîye. Vê pêvajoyê li ser Kurdan bandoreke wiha kiriye. Perçekirin û parvekirina Kurdên ku li navenda Rojhilata Navîn in, dînamîkên hundir yên civaka Kurd qels kiriye, û bi demê re wenda kiriye. Kurd bi sînoran, di wan sînoran de têlên bi strî û elatrîka xurt, bi erdên bi mayin, bi qûleyên çavderîyê, bi balafirên casûs ji hevdû hatine qetandin. Jibo ku vê veqetandinê herdem peyde bikin, kûrtir û berfirehtir bikin her tedbîr stendine. Bi vî awayî têkilîyên çandî û aborî yên Amedê, Wanê, Mêrdînê, Ruhayê, Agirî, Mûşê û yên Helebê, Qamişlo, Silêmanîyê, Hewlêrê, Mahabatê ji hevdî qetandine. Weke mînak êdî kerîyekî heywên ku ji der û dora Bidlîsê, Amedê, Agirî, Mêrdînê radibe, nema kare xwe bigihîne mazatên Helebê, Şamê, Silêmanîyê, Tahranê û Tebrîzê. Van tedbîrên ku li sînoran stendine, li pêşîya pêşveçûna aborî û çandî astengekî mezin e. Ev asteng, pirbûna sermayê û pêşveçûna sanayê jî disekinîne.
Konkujîya ku di sala 1915’an de li hember Suryanî û Êzîdîyan hat kirin, destpêka surgûna Kurdan, derbek mezin li pêşveçûna sanaya Kurdistanê xist. Piştî vê konkujî û sigrûnê, karên weke xerratîyê, avakirina xanîyan, hesinkarîyê, zêrcîtîyê, çerm, kulavcîtîyê, boyaxcîtîyê û hwd bi destê şagirtên ku li ber destên wan gîhabûn hat meşandin. Lê ev karanan di demeke kin de biçûk bûn, hindik bûn û bandora xwe wenda kirin. Tê zanîn jibo ku zarok fêrî karê wiha bibin, Kurdan zarokên xwe weke şagirt dişandin ba hostayên Ermenî û Suryanî.
Serhildanên ku bi avakirina Komarê re destpêkirin, şewitandin û xerakirina gundan, şewitandina daristanan, xerakirina faktorên debarê, sirgûn, dînamîkên civaka Kurdan gelekî qels kirin û her ku çû wenda kirin. Weke mînak di dema Osmanîyan de, karê tûtinê û masîyan ku li Colemergê gelekî pêşve çûbû, di vê demêde derbek mezin xwar. Colemerga ku demekê bazarên Tahran, Bexda, Şam û Stenbol bi zexîreyên çandinîyê xwedî dikir, ketîye merheleya ku êdî nema dikare malbatên xwe xwedî jî bike. Demekê, em bêjin di sedsala 18 an jî ya 19’an de, karwanên bi barên deva barkirî zexîreyên çandinî dibirin Tahranê, Bexdê, Helebê, Şamê û Stenbolê. Lê îro malbat bi zahmetî debara xwe dikin. Şewitandina gundan, xerakirin, bi zor derxistina malbatan ji cîh û warên wan, gelek malbat xizan kiriye. Jiber qorîcîtîya bi zorê, hin malbatên ku ji herêmê bar kirine, li taxên rexê bajarên weke Stenbol, Bursa, Kocaelî bi xizanî û perîşanî jîyana xwe dimeşînin. Em bêjin li Colemergê, li cîhê wan av heye, erd heye lê ev malbat tu menfaatê jê nabînin...
Bişûnde mayîna herêmên Kurdan, bişûnde hiştina wan deran di pêvajoyeke wiha de pêk tê. Di bingeha bûyerên bişûnde mayîn-bişûnde hiştinê de ev têkilî hene. Di pêvajoya înkar û îmhakirina Kurdan, ya nasnameya Kurd, helwestên asîmîlasyonê de bikaranîna malzemeyên çewisandina îdeolojîya dewletê, bişûnde mayîn-bişûnde hiştin pir zûtir û girantir kiriye.
Dewlet bi hevkarîya bi serokê eşîran, bi şêx û axayên erdan re, dixwaze pêşveçûna netewî ya Kurdan bisekinîne. Bêgûman ev yek destekeke du alî ye. Şêx, serokên eşîran û xwedîyên mezin yên erdan, berjewendîyên dewletê diparêzin. Beşekî hindik ji vana, jibo Kurd û Kurdistanê beşdarî serhildanan bûne. Jîyana van mirovan an bi mirin, bi idamê, bi derketina derveyî dewletê an jî bi sirgûnê bi dawî bûye. Piştgirîya şêx, reîsên eşîran û axayan bo dewletê di warê aborî de piştgirîya ku ji dewletê stendine, di parvekirina hatina aborî de gelek cûdabûn derxistîye holê.
Girtin û paraztina sînoran bi têlên bi sitrî û elatrîkê, bi mayinan, bi qûleyên cavderîyê, bi balafirên casûs û hwd bûyereke bi navê qaçaxçîtîyê derxistîye holê, ev jî bûye sedema pêşveçûna mafya. Jibo ku mirov bikaribe di dereke wiha re derbas bibe, divê mirov bi awayekî, bi leşker re têkeve têkilîyeke îllegal. Dîyar e ku bi vê rêyê gelek rant tên bi dest xistin. Jibo ku ev sermaye here herêmên Rojava jî, dewletê bi her awayî tedbîr stendîye. Li Kurdistanê astengkirina avabûna bûrjûwazîya Kurdan, mijareke ku dewlet bi her awayî, bi hassasîyet li ser disekine bixwe ye. Ligel vana tevan, weke mînak, pirbûna baca ku li Kurdistanê tê stendin balkêş e. Weke mînak li Stenbol KDV ya ku ji %8 e, li herêmên weke Amedê, Sêrtê, Colemergê, Mûşê, Wanê, Agirîyê, Qersê, Bidlîsê û hwd bi hesabên cûr be cûr digîyê ji %20.
Di dema şerê van 25 salên vê dawîyê de, di civakê de hin dînamîkên din derketine holê. Ev dînamîkên nû, bandoreke giran li civaka Kurd dikin, herweha pêşveçûna civakê jî pêk tînin. Hêjaye mirov bi kurtayî li vana binere. Ji dawîya meha Tîrmehê û vir de, zêdeyî sê meha ye, di derbarê pirsgirêka Kurd de, bahsa rêvekirinekê tê kirin. Hikûmetê di destpêkê de veya weke rêvekirina Kurd anî rojevê. Piştî bi demeke kurt jê re gotin rêvekirina demokratîk. Di pê re jî navên weke projeya yekîtîya netewî, projeya hizûr û ewlekarîyê derbas bû.
Li der û dora polîtîkeya rêvekirinê, hikûmetê hîna pêşniyarên eşkere ne kiriye. Bi tenê bahsa tiştên ku nabe kir. Weke mînak daxuyanîyên mîna ‘guhertina zagona bingehî tune ye, efû tune ye, bi zimanê zikmakî perwerde tune ye’ da. Di çarçoveya rêvekirinê de hîna tiştekî ku bê kirin ne hatîye gotin. Hikûmet dibêje em ê di 10’ê Mijdara 2009’an de vê mijarê bînin Meclîsê. Lê di vê mijarê de, zêdeyî sê meha ye, di çapemenîyê de nîqaşên kûr tên kirin. Di telewîzyon, radyoyan de panel, rûniştinên vekirî tên lidar xistin. Di rojnameyan de, nivîskarên quncikan, di derbarê mijarê de fikrên xwe dinivîsin. Rêxistinên civaka sifîl di derbarê vê mijarê de konferans, rûniştinên vekirî, panelan li dar dixin. Di derbarê pirsgirêka Kurd de, ji dawîya Tîrmehê û vir de nîqaşên kûr tên kirin. Ev yek bixwe jî rêvekirinek e.
Hikûmetê, di rojên 10 û 13’ê Mijdara 2009’an de, di derbarê rêvekirinê de, hin pêşniyarên eşkere anî Meclîsê. Bi raya min, bahs kirina azadîya îfadeyê girîng e.
Bêyî ku tiştek bibe, hikûmet tu rêvekirinên Kurd, rêvekirinên demokratîk ava nake. Heger ku îro em li ser van mijaran diaxivin, wan nîqaş dikin, di vê yekê de rolekî girîng yê tekoşîna PKK’ê ku bi biryar meşandîye, heye.
Di mijara Kurdan de, di pirsgirêka Kurd, di têgihiştina têkilîyên Kurd-Tirk de, mirov dikare bêje cûdahîya hikûmeta AKP’ê ji hikûmetên berê heye. Bi raya min gotina Serokwezîr Recep Tayîp Erdoğan ku dibêje ‘bedel çi dibe bila bibe, rêvekirin ê berdewam bike’ hêjayî baldarîyê ye. Mirov dikare bêje helwesta Wezîrê Karê Hundir Beşîr Atalay ji helwesta yên berê cûdatir e. Herweha helwesta Serokkomar Abdullah Gül jî, ji helwesta yên berê cûdatir e.
Ez bawerim dewlet û hikûmet di çarçoveya mafên şexsî de çareserîyekê difikire. Destûra dayîna weşana zimanê Kurdî bo radyo û telewîzyonên bi taybetî, dayîna navên bajar û herêman, dayîna derzên zimanê Kurdî weke derzên mirov hildibijêre di lîse û dibistanên weke lîse de, di hin zanîngehan de vekirina beşê Kurdolojî, daxistina baraja hilbijartina ji %10 bi jêr de, dibe werin rojevê. Peydebûna tercûmanên Kurdî li daîreyên fermî, firehkirina Zagona Tirk ya Ceza xala 221. weke mînak rakirina şertê axbarkirina rêxistin û hevalên xwe, li hin bajarên ku Kurd lê dijîn avakirina ajansên pêşvexistinê... dibe bibin mijara kirinê. Bêgûman vana bersivê nadin daxwazên Kurdan. Divê Kurd di her rewşê de, bi zimanê xwe perwerdeya mejbûrî biparêzin. Herweha divê mirov dijî nerîna derzên ku tên hilbijartin be. Fikra ku gelekî zêdeyî 20 mîlyonan bi derzên hilbijartî razî bibim, mirov şaş dike. Ev, metodekî şitexilandinê ye. Şitexilandina Kurdan bi vî awayî ne axlaqî ye jî. Bi taybetî, divê mirov vê yekê bêje.
Kurd, bi tekoşîna xwe ya bi biryar ku dimeşînin, dikarin van mafên biçûk, mezin bikin. Jixwe mafên ku Kurd bi dest xwe dixînin, mafên fîîlî ne. Weke mînak îro li gorî 20-25 sal berê, di rewşeke pir pêjde de ne. Herweha 20-25 salên din ê rewş hîna jî pêjde biçe.
Wezîrê Karê Hundir Beşîr Atalay, di 13’ê Mijdara 2009’an de li Meclîsê, di civîna di derbarê rêvekirinê de, bahsa firehkirina azadîya ramanê û bişûnde dayîna navên herêman kir. Got ku ê rêvekirina demokratîk jî berdewam bike. Telewîzyon û radyoyên bi taybetî jî dest bi weşanê kirin.
Di 19’ê Cotmehê de hatina heyşt gerîla ji Qendîlê, hatina 26 heban ji qampa Maxmûrê, bûyerên balkêş çêbûn: Yên ku hatin, li Xabûrê bi kutleyên mezin û bi şahîyeke mezin hatin pêşwazîkirin. Çapemenî, dewlet û hikûmet dibêjin ev kêfa Kurdan hikûmetê û gelê Tirk rencîde dike. Tê gotin ku ev kêf, ev şahî hassasîyetên Tirkan bi tişkî nahesibîne. Çapemenîya Tirk bi vî rengî nûçeya radigihîne û progaxanda dike. Divê mirov di vêderê de li propaxanda ku zêdeyî 25 sala ye dijî Kurdan tê meşandin binere. Ev yek hewqasî hatiye kirin ku dijîtîya Kurdan di mejîyê Tirkan de hatîye neqişkirin. Piştî vê propaxandê gel nema kare bifikire ku dewlet bi Kurdan başîyekê bike.
Dîsa di bin barana vê propaxandê de, hayê gelê Rojava, gelê Tirk ji qorûcîtîyê, ‘cinayetên faîlên wan ne dîyar’ JITEM, sucên ku li hember Kurdan sîstematîk kirine, cinayet, û hwd tune ye. Dema ku bahsa qorûciya, bahsa sûcên ku qorûcî dikin tê kirin dibêjin ‘hûn derewa dikin, li ba me qorûcîtî tune ye, heger ku li Denizli tune be, li bajarên ku ew jî lê dijîn tune ye’. Dema ku bahsa operasyonên JITEM’ê, bahsa ‘cinayetên faîlên wan ne dîyar’ tê kirin dibêjin ‘li ba me tiştên wiha tune ye, heger li ba me tune be li wan deran jî tune ye, dewleta me arteşa me tiştên wiha nake’. Dema ku mirov di van mijaran de israr jî dike, wê demê dibêjin ‘jixwe ew sûclî ne, her cûreyên cezayê heq dikin’.
Li Xabûrê, di pê re li bajarên weke Silopî, Cizîrê, Nisêbînê, Amedê hin Tirkên ku kêfa gelê Kurd dîtin, bawerim dikevin hestin wiha: Li gorî ku Kurdan hewqasî kêf kirin, ev yek dîyar dike ku di lehê Kurdan de tiştin baş tê kirin. Piştî propaxandayek ku zêdeyî 25 sala ye dijî Kurdan tê kirin, pêvajoyeke wiha çawa dest pê bike? Halbûkî kêfxweşîya vê pêşwazîyê rewşeke xwezayî ye. Kêf hesteke wiha ye, dema tê parve kirin zêde dibe.
Loma jî di derbarê van kiryaran de, divê dewlet, hikûmet û çapemenî gelê Tirk jî kanih bike. Ya ji vêya hîn girîngtir; divê dewlet di derbarê bûyerên ku li bajarên Kurdan hatine kirin, qorûcîtî, ‘cinayetên faîlên wan ne dîyar’, şewitandin-xerakirina gundan û hwd de gelê Tirk, yên Rojava agahdar bike. Herweha divê slogana ‘biratîyê’ li ser van bûyeran ji serî de were nirxandin. Dema ku kêf tê parve kirin rewşeke rûhî ku mezin dibe derdikeve holê. Dema ku bahsa ‘biratîyê’ dibe, kêfa ku Kurd dikin çawa hassasîyetên Tirkan bêşîne, çawa Tirkan rencîde bike?
Tê gotin ku di 19’ê Cotmehê de pêşwazîkirina 34 mirovan, hassasîyetên Tirkan bi tişkî ne hesibandîye, gelê Tirk rencîde kiriye. Lê qet nafikirin ku dibe hassasîyetên Kurdan jî hebin. Li herêmên ku Kurd dijîn, li çol û çîyan, li bînayên fermî gotinên mîna ‘xwezîya min bi dilê wî yê ku dibêje ez Tirk im’, ‘her Tirkek hêjayî cîhanê ye’, ‘Tirko pesnê xwe bide, bixebite, bixwe bawer be’, te nivîsîye, tu bi sûnda ku dibêje ‘Ez Tirk im, rast im, jêhatî me... Bila hebûna min jibo hebûna Tirkan dîyarî be’ dide xwarin... Vana ne rewşên ku gelê Kurd dêşîne, wan rencîde dike bixwe ye? Tirkek li kîjan dera ku dixwaze dikare bêje ez Tirk im, dikare pesnê xwe bi vê yekê bide, lê vê yekê bi Kurdan gotinkirin bide, mirov daxwaz bike ku Kurd jî pesnê xwe bi Tirkîtîyê bidin gelek şaş e, ne axlaqî ye.
Li Tirkîyê, nerîneke îdeolojîya fermî heye. Dibêje ‘di kederê de, di kêfê de em şirîk in’. Ev yek gelek caran tê gotin. Dema ku Kurd daxwazên xwe yên di derbarê ziman û çanda xwe de dikin, dema ku daxwaza mafên xwe yên ji Kurdîtîyê tê dikin, dibêjin ‘cûdahîya me tuneye, hezar sal e em bi hevdûre ne, hezar sal e em bi hevdûre girîya ne bi hevdûre kenîya ne, em di keder û kêfê de şirîk in’. Bi vî awayî dixwazin pêşîyê li Kurdan bigrin. Lê ev yek, rastîya ku heye eşkere rê dide. Di çapemenîyê de nûçeyên wiha derdikevin; ‘Me xaîn di şikeftên wan de asê kirin’, ‘Me bombe weke baranê avêtin ser terorîstan’ û hwd... Tê zanîn ku ev nûçe li ba Kurd û Tirkan dibe sedema hestên cûda.
Di sala 1992’an de li Kurdistana Başûr avakirina Parlementoya Kurd, di 2005’an de avakirina Îdareya Herêma Kurdistanê, li Kurd û Tirkan bûye sedema hestên gelekî cûda. Vê rewşê rûmet daye Kurdan, lê jibo Tirkan bûye sedema endîşe û tasiwasê. Gotina çapemenîyê, dewletê û hikûmetê li hember kêfa Kurdên ku hatin Xabûre, gotin ‘hassasîyetên me rencîde bûn’ û aciz bûn, vê yeka han rê dide: Xuyaye kêfxweşîya Kurdan jibo gelek Tirk weke rojeke reş e.
Li bajarên ku Kurd lê dijîn, weke Amed, Wan, Batman, Bidlîs, Muş, Şirnax, Colemerg, Gever, Nisêbîn, Qoser, Bazîd, Kele, Patnos û Erxenî gelek caran bi hêzên mehteran re tîmên bi taybetî hûn dimeşînin, ‘bimre mafê mirovan’ bi wan gotinkirin didin; gelo veya nagîhê hassasîyetên Kurdan, Kuran na êşîne? Tê zanîn leşker çawa tên birêkirin, Kurd çawa tên kêmxistin tê zanîn. Di mehên havînî de, li herêma Karadenîz li hember karkerên findeqa çi helwest heye, Kurdên ku karkerên findeqa ne, li Rojavayê Anadolê Kurdên ku di karên wanî de dixebitin çawa tên kêmxistin ji nêzîk ve tê zanîn. Tê zanîn heqê ku didin karkerên Kurd, ji yê karkerên herêmê kêmtir e. Li gel vana tevan, ji şahîya pêşwazîya 34 heban li Xabûrê re dibêjin ‘hassasîyet’ û dibêjin ‘me rencîde dike’. Ev yek ji nêzîk ve bi polîtîkeyên dewletê yê dijî Kurdan re têkildar e. Dibe ku vana tev berhemên van polîtîkeyên dewletê, hikûmetê yên antî-Kurd be.
***
Şerê 25 salan, di nifûsa bajarê Kurdan de gelek guhertinên mezin kiriye. Dewletê di pêvajoya şer de, bi sedema ku alîkarî bi gerîlan re kirine, cîh dane wan nêzîkî çar hezar gûnd û mezra vala kiriye. Valakirina gundan, şewitandin û xerakirina xanî û gundan, bi zor valakirina gundan, tê wateya hilweşandina kanîyên debarê. Yên ku gundên wan hatine şewitandin û xerakirin, li der û dora Amedê, Wanê, Batmanê û hwd bi kutlan bi cîh bûne. Dîsa tê zanîn ku gelek ji van koçberîyan, ber bi Rojava weke bajarên Mersîn, Adana, Îzmîr û hwd bûye. Îro Amed bajarekî ku nifûsa wê di ser mîlyonekê re ye. Nifûsa Wanê li dorî 700 hezar, ya Batmanê li dor 500 hezarî ye. Piraya vê nifûsê muxalîfê dewlet û hikûmetê ye û bi rêxistin e. Li der û dora bajarên weke Colemergê, Bidlîsê, Şirnaxê, Sêrtê, Mûşê, Ixdirê hewkas mirov bi cîh bûne. Mirov heman tiştî li dora Geverê, Erxenî, Farqînê, Melazgirê, Wêranşarê, Tatwanê, Nisêbînê, Qoserê, Cizîrê, Silopîyê, Bazidê, Patnosê û hwd jî heman tiştî dibîne. Van navçeyana bi nifûsa xwe bûne bajarên ku xwedîyê zêdeyî sed hezar koçber e. Mirov dikare heman tiştî li bajarên mîna Adana, Mersîn, Kocaelî, Bura, Stenbol jî mirov heman nifûsê dibîne. Taybetmendîya vê nifûsê ya bingehî, xerakirin û şewitandina gundê wan e, bi ‘cinayetên faîlên wan ne dîyar’ mirovên xwe wenda kirine.
 
Em li salên 1920 û 1930’yî bifikirin. Di wan salan de, di wê demê de, li wan bajarên ku navê wan li jor e, eşrafekî bi koka xwe feodal hebû. Xwedîyên erdên pir, şêx, eşîr hebûn. Gelek ji van eşrafan, di dema serhildanan de li gel dewletê cîh girtin. Bi tevayî ev serhildan bi destê pir hindik feodalan dihat îdarekirin. Ew jî an di şer de dihatin kuştin an jî bi darê sêpekê dihatin dardakirin. Jibo ku firar bikin, şert dihatin amadekirin an jî dihatin sirgûnkirin. Bi vî awayî bandora wan dihat şikandin. Lê gelekan ji eşrafan piştgirîya eşrafan dikir. Di dema serhildanan de cîh girtina li gel dewletê, tevgêra bi dewletê re, jibo eşrafan helwesteke bingehî bû. Axayên erdan, reîsên eşîran û şêxan jî bi tevayî li gel dewletê cîh digirtin. Dewlet, jî jibo hem maddî hem jî manewî wan bi hêz bike, diket hewildaneke mezin.
Lê nifûsa îro, nifûseke muxalif e. Di heman demê de, nifûseke ku ji gundîyên xizan pêk tê, nifûseke kedkar e. Ji bilî vêya jî, yên ku tekoşînê îdare dikin zarokên gel yên kedkar in. Vana giş, diyar dike çawa ji binî de nifûsa tekoşîn û tevgêrê hatîye guhertin.
Taybetmendîyeke din, ya guhertina vê nifûsê heye. Tekoşîna mîllîyetçî tekoşînin ku dikare li bajaran pêşve bikeve bixwe ye. Li gundan tekoşînên mîllîyetçî nikare pêşve bikeve. Pêşveçûna nifûsa li bajaran, pêşveçûna nifûsa muxalif li bajaran, jibo pêşveçûna tekoşîna mîllîyetçî bingehek amade kiriye. Bûyina vê nifûsa ji kedkaran, tespîteke girîng e divê bê kirin. Dema ku dibêjim tekoşîna mîllîyetçî pêşve dikeve, dixwazim bêjim pêvajoya ku di nav Kurdan de divê pêşve bikeve, ev bixwe ye.
Beşdarîya jinan bo vê tekoşînê dîsa rewşeke encax li bajaran pêk were bixwe ye. Li gundan, zahmetîya çûn û hatinê, kêmasîya îmkanên agahdarîyan, qelsbûna dayin û stendinê, jibo bûyin û pêşveçûna hereketên wiha ne musaîd e. Beşdarîya jinan bo xebata sîyasî, bo tekoşîneke netewî û civakî gîhandina tekoşînê dîyar dike. Ji dawîya salên 1970’yî û vir de, ya rasttir, bi PKK pêvajoyeke wiha dest pê kir. Ev pêvajo kûrtir û girantir dibe û pêşve diçe. Îro mirov dibîne ku di meşên girseya gel de, jin di piranîyê de ne. Weke mînak di xwepêşandaneke ku ji deh hezaran pêk tê, jin di piranîyê de ne.
Gund hatini xerakirin, şewitandin, daristan hatini şewitandin, çavkanîyên bingehî yên debarê hatine xerakirin, bo ‘cinayetên faîlên wan ne dîyar’ qurban hatina dayîn, malbatên ku bi zorê ji cîh û warên xwe koçber bûne, gelek ji wan li rexê bajarên Kurdan bi cîh bûne. Vê yekê jî rewşeke cûda, lê jibo Kurdan bûye despêka pêvajoyeke nû û erênî. Jibo ku Kurdan û pirsgirêka Kurdan bi dawî bînin, gund şewitandin, lê ev yek bû sedema rewşeke nû ku berê ne xistibûn hesêb. Ez bawerim ev yek her ku here ê pêşve biçe. Kurdên ku li bajarên Rojava dijîn, ku gelek caran Tirkên der û dorê wan rihetsiz dike, bûye sedem ku bajarên Rojava êdî jibo Kurdan ji rewşa paraztinê derketîye.
Dewlet, jibo ku li herêmên Kurd lê dijîn, li bajarên Kurdan, hêzên dînî, hestên dînî pêşve bixe di hewildaneke giran de ye. Dewlet gelek xortên Tirk ku melle ne dişînin gund û navçeyên Kurdan. Bi vî awayî, weke ku Roşan Lezgîn jî dibêje, bi rêya dibistan, saxlik ocaxi, camî û hwd dewlet jibo ku tekoşîna Kurdan bisekinîne, bike Tirk di hewildaneke giran de ye. Ango ev xortên ku weke melle tên şandin, dîyar e ku di rêya ‘fethûllahçiyan’ de ne. Tu pirsgirêka dewletê bi dîn û hêzên dînî re tune ye. Dewlet pir bi hêsanî, dîn û hêzên dînî jibo astengkirina tekoşîna Kurdan bikar tîne. Hêzên dînî li hember tekoşîna Kurdan, li hember mîllîyetçîyên Kurdan bi kar tîne. Lê jibo ku Kurd jî ketine ferqîya vê helwesta dewletê, Kurd dîn û hêzên dînî li gorî berjewendîyên tekoşîna Kurd fam dikin. Gelekî hêjaye mirov van pêşveçûnan ji nêzîk ve, bi baldarî bişopîne.
Li vêderê, divê mirov mijareke din jî ku girîng e, bêje. 8 gerîlayên ku ji Qendîlê hatin, nameyek ku ji 8-9 pêşniyaran pêk dihat bixwe re anîbûn. Di xala sisîyan de wiha tê gotin. ‘Weke perçeyekî netewê civaka Tirkîyê ya demokratîk, li ser bingeha nasnameya Kurdîtîya xwe û bi paraztina ewlekarîya zagonî, azad, wekhev û jîyana bi hevdûre...’
Di vêderê de, nasnameya Kurd ya serbixwe nayê paraztin. Weke perçeyekî nasnameya Tirk, ango weke nasnameya Tirk ya sereke û nasnameya binî ya Kurd tê paraztin. Têgeha ‘Netewên demokratîk yên Tirkîyê’ têgeheke bi zorê ye. Himberê civakî, yê vê têgehê tune ye. Weke civak, gelê Tirk heye û gelê Kurd heye. Dema ku mirov dibêje ‘Netewê demokratîk yê Tirkîyê’, tê wateya ku mirov ‘tenê gelekî, tenê welatekî, tenê dewletekê, tenê zimanekî, tenê dînekî’ diparêze. Hêjaye ku ev mijar werin vekolîn. Li Tirkîyê niqaşên nasnameya jor, nasnameya jêr tenê di rewşeke wiha de dikare encameke baş derxîne holê: Heger ku nasnameya Tirk jî weke nasnameyên din, nasnameyeke jêr were pejirandin, wê demê gera li nasnameya jor dikare bi wate be. Heger ku ne wiha be, ne mumkune mirov ji nîqaşên wiha encameke rast derxîne.
İsmail Beşikçi
Werger: Salih Agir Qoserî
jeder: Kurdistan-post
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2547)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2618)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2834)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2335)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2380)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2628)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2917)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2548)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2508)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2294)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last