×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (498)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1129)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1397)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1319)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1410)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1267)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1367)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2023)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2078)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2148)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
06

Hevpeyvîneke ku Neşe Düzel bi İsmail Beşikçi re kiribû di 7-8’ê Îlona 2009’an de, di Rojnameya Tarafê de hat weşandin. Di vê hevpeyvînê de, Beşikçi bahsa perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê ya di salên 1920’an de kiribû, Cemîyeta Gelan û dewletên emperyal yên wê demê rexne dike. Di pê re bi avakirina Komarê, li Tirkîyê pêkanîna înkar, îmha û asîmîlasyonê rexne dike. Herweha dibêje, li Rojhilata navîn avakirina dewletê jibo Kurdan mafekî xwezayî ye, di bingeha pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de pirsa axê heye.

Balê dikşîne ku divê ev dem, bi têgehên zanyarî, sîyasî û dîplomasî were vegotin û rexnekirin.

Ev nerînên Beşîkçî, ji alî gelek nivîskar, mirovên çapemenîyê û xebatkarên civaka sifîl hatin rexnekirin. Ji van rexneyan yek, ya Etyen Mahçupyan e. Etyen Mahçupyan di Rojnameya Tarafê ya 11’ê Îlona 2009’an de îlawa nivîsa bi navê Dadgeh di Paraztinê de, van nerînan rexne dike. Di Rojnameya Tarafê de ya di 9’ê Îlona 2009’an de, bi nivîsa bi navê Cahiltîya Netewetîyê, dibêje ‘afirandinên sîyaseta cehaletê berdewam dike’.

Di jîyana ramanê de, rexne, rexneyên azad xaleke girîng e ku mirov nikare tê bibuhure. Metodekî ramanê gelekî bi kêr e. Ev dibe sedem ku yê tê rexne kirin, dîsa li xwe bifikire û xwe bixwe rexne bike. Lê rexneyên Etyen Mahçupyan ku li Beşikçi kiriye, ne di cîh de ne. Di vê mijarê de, mijara ku divê were rexnekirin, salên 1920 û dema Cemîyeta Gelan e. Di vê demê de, perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê, gaspkirina mafê Kurdan yê avakirina dewletekê, ne dayîna tu statuyên sîyasî bo Kurdan, ne mijareke ku ji çav û baldarîyê dûr were girtin. Di dereca yekemîn de, divê Etyen Mahçupyan van polîtîkayên emperyal, yên zulm û zorê rexne bike. Etyen Mahcupyan ji polîtîkayên Cemîyeta Gelan û polîtîkayên Tirkîyê re tişkî nabêje. Ew, Beşîkçîyê ku vana rexne dike, rexne diki. Ew ji rejîma Kemalîst re ku dibêje ‘ji jîyana bi Tirkan re pêve, ji şubandina Tirkan û jîyana wiha pêve tu şansên we yên din tune ye’, û pêkanînê rejîma Kemalîst re tişkî nabêje. Mahçupyan, Beşîkçîyê ku vana rexne dike û dibêje ‘jibo Kurdan avakirina dewleteke serbixwe, mafekî xwezayî ye’ bi têgehên ‘cahiltîyê’ bibîr dixîne.

Perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê, bandoreke weke ku îskeleta mirovekî bê perçe kirin, mejîyê wî bê belav bibe, kiriye. Berî her tiştî, vê yekê dînamîkên civaka Kurd zehîf kiriye, wenda kiriye. Kurd, bi têlên bi stirî, erdên bi mayin, erdên şopê, kozikên nobetê, balafirên casûs... ji hevdû hatine qetandin. Jibo ku ev qetandin kûr bibe, berfireh bibe û herdem hebe her tedbîr hatine stendin. Weke mînak peywendîyên bazirganî yên navbêna Dîyarbekir, Wan, Ruha û der û dora van deran ji Silêmanî, Kerkûk, Mahabad, Heleb, Qamişlo, û hwd, û Qafqasya hatine birrîn. Di salên 1915’an de konkujîya ku li hember Ermenî, Suryanî û Êzîdîyan hatîye pêkanîn, bûye sedema wendabûna mirov û alavên jîyan û aborî, darbeyeke mezin li sanayîbûna herêmê xistîye. Çi di vê pêvajoyê de, çi jî di pêvajoya sehildanan de xerakirin û şewitandina gundan, xerakirina çavkanîyên bingehî yên debarê û sirgûnan, dînamîkên hundirê civaka Kurd, dînamîkên Kurdistanê bi temamî ji holê rakirine. Her dem îdarekirina herêmê bi îdareyên hişk (sıkıyönetim), herêm ji navendên weke Bexdê, Tehran, Stenbol qetandîye, ji pêşketina bazirganî û sanayê re bûye asteng. Ev yek bûye sedem ku sermaya herêmê, her dem bi alîyê Rojava de herikîye. Bişûnde mayîna herêmê, di pêvajoyeke wiha de pêk hatîye. Mirov nikare bişûndemayîna herêmê, bişûndexistina herêmê derveyî van dînamîkan bifikire.

Ez Etyen Mahçupyan dixwînim û dişopînim. Ez ji nêzîk de dizanim ku ew ne li gel pêkanînên Cemîyeta Gela ye û ne jî li gel pêkanînên polîtîkayên çewisandinê yên Tirkîyê ye û wan napejirîne. Lê divê mirov têgeha ‘cahiltîyê’ wekî din çawa şirove bike? Heta ku rewşenbîr ezbera xwe ya mezin ku dibêje ‘netewpereztî ne baş e, her cûreyên netewpereztîyê xerab e’ berdewam bikin, ew ê ne dûrî şaşîyên wiha bin.

Di rexneyên Etyen Mahçupyan de hin xalên girîng hene. Dibêje ‘Beşîkçî dixwaze Kurd bibin xwedî dewlet. Vê yekê jî bi pirbûna nifusa Kurdan ve girê dide.’ Dibêje ‘ma heger ku Kurd hindik bûna, ê asîmîlasyon meşru bûya?’, ‘Heger ku hejmar be, wê demê kêmkirina hejmarê jî divê meşrû be’.

Bêgûman, mafê Kurdan, yê avakirina dewletekê li Rojhilata navîn, mafekî meşrû ye. Lê helwestên kêmkirina nifûsa Kurdan ne meşrû ye. Heger ku nifûsa wan gelekî kêm e, helwestên asîmîlekirina wan jî ne meşrû ye.

Li gorî hejmarên Netewên Yekbûyî, ji destpêka salên 1970’î û vir de, di hundirê 30 salî de (1973-2003) 97 hezar malbatên Kurd ji Kerkukî hatin barkirin dan, gelekên wan bo Çolên Ereban hatin şandin. Ev metodekî kêmkirina nifûsê ye. (binerin li www. peyamner news agency, 26 Cotmeh 2009). Erebbûn li ser Kurdan hat ferz kirin. Ev jî metodekî kêmkirina nifûsê ye. (binerin li Av. Tarık Cambaz, Kerkük’te Kürt ve Türkmen Soykırımı, Arapça’dan çeviren, Geylan, Necmettin Altıparmak, Deng Yayınları, 2. bs. Temmuz 2009 s. 95, 119)*

Di sala 1993’an de ji Berzanîyan 8 hezar mêr ji malê hatin girtin û birin. Û qet tu xeber ji wan ne hat bihîstin. Giş bi hevdûre hatin kuştin û bi hevdûre xistin mezelekî. Ev jî metodekî kêmkirina nifûsê ye.

Di navbêna salên 1980’î û vir de ceribandinên mîna ‘kîjan gaz bêtir bi jahr e, kîjan gaz di warê konkujîyê de bêtir kuştinê dike’ li ser Kurdan pêk hat, li ser gundên Kurdan, li ser mahkûmên Kurd pêk hat. Li welatên Rojava, li ser mişkan pêk dihat anîn, lê li Kurdistanê li ser gundên Kurdan, li ser mahkûmen Kurd pêk hatin anîn. Di van ceribandinan de, ji yên ku li Helepçe bi carekê tenê hatin kuştin, bêtir Kurd hatin kuştin. Ev jî metodekî kêmkirina nifûsê ye.

Li ser rîya dibistan, li merha, li ser sergoyan, di rengê lîstikên zarokan de, di qutîyên konserve de dikarin bombe bên bi cîh kirin. Du-sê zarokên ku bi vana dilîzin tên kuştin, çar-pênc ji wan birîn dibin. Ev jî metodekî kêmkirina nifûsa Kurda ye.

Wekîdin jî têgehên weke ‘cûdahîbûn’ û ‘perçekirinê dixwazin’ hene. Bila Kurd li Rojhilat bi Farisan re bijîn, li Başûr bi Ereban re, li Bakur jî bi Tirkan re bijîn... Statukoya pîroz... Yekîtîya dewleta Faris, yekîtîya dewleta Iraqê, yekîtîya dewleta Sûrî, yekîtîya dewleta Tirkîyê. Statukoya pîroz ev bixwe ye. Dema ku mirov vê statukoyê rexne dike mirov dibe ‘yên cûdahîbûnê dixwazin’, yên ‘perçekirinê dixwazin’. Başê, dema ku di salên 1920’an de, di dema Cemîyeta Gelan de polîtîkayên ku li ser Kurd û Kurdistanê hatin ferz kirin çi ne? Di kolonîyên klasîk de polîtîkayên ‘perçe bike û îdare bike’ tên pêkanîn. Lê Kurdistan ne kolonîye jî. Polîtîkaya ku li vêderê tê pêk anîn polîtîkeya perçe bike-îdare bike- wenda bike bixwe ye.

Gelo îro, mirov, ji yên ku vê statukoya pîroz rexne dikin re bêje ‘yên cûdahîbûnê dixwazin, yên perçekirinê dixwazin’ û rexne bike, nayê wateya ku mirov polîtîkayên emperyal yên dema Cemîyeta Gelan dipejirîne?

Gotinên mîna ‘Kurd dewletê naxwazin’, ‘Em dijî netewepereztîyê ne’, ‘Em ne yên ku perçekirinê dixwazin’ û hwd gotinên dûrî hişmendîya dîrokî ne. Lewre yên ku hatine perçekirin û parve kirin jixwe Kurd û Kurdistan e. Jibo ku PKK û Partîya Civaka Demokratîk (DTP) gotinên wiha tîne ziman, mirov wan biparêze û pesnê wan bide ne rast e, bileksê vê yekê, jiber van fikir û helwestên wan, divê mirov wan rexne bike.

Hin xebatkarên çapemenîyê û nivîskarên din jî jibo vê hevpeyvîna ku bi Neşe Düzel re hatîye kirin, Beşîkçî rexne kirin. Wan, Beşîkçî bi termînolojîyeke tehdîtkarî mîna ku ‘ê xwîn bi cihoka biherike’, ‘ê her der bibe gola xwînê’ rexne kirin. Van der û doran, di axaftin û nivîsên xwe de gelen caran bahsa slogana ‘biratîyê’ jî kirin. ‘Hezar sal e em li gel hev dijîn’, ‘hezar sal e em bi biratî dijîn’, ‘em biran e’, ‘em birayê îslamê ne’ hwd. Him bahsa ‘biratîyê’, ‘bi hezar salan jîyana bi hevdûre’ dikin û him jî Kurdan bi ‘derya xwînê’, ‘bi cihoka herikandina xwînê’ tehdît dikin. Em bifikirin ku bi bahsa federasyonê an jî serbixwebûne, an jî bi pêkanîna vana her tişt ketîye rîya xwe. Gelo çima nafikirin ku wê demê li ser daxwaza wan, guhertina cîh pêk were, jibo pêkanîna vê yekê avakirina bingeheke polîtîk nayê kirin? Ma divê illeh ‘biratî’ bi ‘herikandina xwîna cihokan’ pêk were?

İsmail Beşikçi

Werger: Salih Agir Qoserî
salihagirqoseri@hotmail.com

* Tarık Cambaz, Li Kerkûkê Konkujîya Turkmen û Kurdan, wergêr Geylan, Necmettin Altıparmak, Weşanên Deng, çapa 2. Tîrmeh 2009 r. 95, 119

jeder: Kurdistan-post

 

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2547)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2618)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2834)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2335)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2380)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2628)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2917)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2548)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2508)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2294)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last