×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (511)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1136)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1404)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1326)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1418)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1276)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1375)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2030)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2086)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2155)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
31

Di van sê-çar mehên dawîyê de, nîqaş di derbarê Kurdan de gelekî pir û kur bûne. Nîqaş hem giran bûne hem jî kûr bûne. Rêlêvekirina Kurd, rêlêvekirina demokratîk, projeya yekîtîya netewî, projeya hûzûr û ewlekarîyê... Jixwe berdewamkirina van axaftin û nîqaşan, bi serê xwe rêlêvekirinek e.

Di nîqaşên ku di telewîzyonan de tên kirin, der û dorên çapemenîyê, mirovên ku bi koka xwe ji eskerîyê hatine û mirovên ku di rêxistinên civaka sifîl de dixebitin, li gel vana tevan hin caran yek, hin caran jî du heb Kurd peyde dibin. Di nîqaş û guftogoyan de neteweperestî tê rojevê. Tirkên ku beşdarî panelê dibin, dibêjin ‘ez dijî netewepereztîyê me, tu cûreyên netewepereztîyê yên baş tune ne. Her cûreyên netewepereztîyê xerab in.’ Kurdên ku beşdarî panelê bûne jî, bi tevayî dibêjin ‘ez Kurd im, lê ez ne netewepereztê Kurd im, ez dijî netewepereztîyê me’. Herweha ew hewl dide û dixwaze bêje ku ew ne ‘perçekirina Tirkîyê’ naxwaze.

Bi raya min, divê ev helwest, ev fikir hinekî bê nirxandin. Dijîtîya netewepereztîya Tirk tê famkirin. Lewre netewepereztîya Tirk gelek caran nîjadpereztîyê digre nav xwe. Weke mînak, yên ku îdeolojîya Kemalîzmê pejirandine, jibo Kurdan ne alîgirên tu haq-hûqûq in. Kemalîst, jibo Kurdan, ji Tirkbûnê pêve tu heqî nabînin. Yên ku vê îdeolojîyê diparêzin, jibo ku Kurdan, tev ziman, çand û dîroka wan ji holê rakin, jibo mamela koletîyê bi wan re bikin, her rêyê mûbah dibînin. Poltîkaya bingehî, ya vê netewepereztîyê, asîmîlasyon e. Jibo asîmîlasyonê jî dewlet, dibistanan, çapemenîyê, dîn, malzemeyên îdeolojîk yên çewisandinê, herweya qereqol, dadgeh, hefs, malzemeyên ku zulm û zorê pêk tînin bi tundî tên bikar anîn. Yên ku dijî asîmîlasyonê tên jî, ji cîyên wan derdixin, paqijkirina etnîkî jî, pir bi tundî tê kirin. Dema ku vana giş têrê nekin, îmhaya fîîlî jî heye. Bêgûman mirov ê dijî netewepereztîyeke wiha be. Lê dema ku bahsa netewepereztîya Kurd tê kirin, gelo dixwazin çi bêjin? Gelo sazîyeke Kurd, sazîyeke çewisandina îdeolojîk, ya zorê ku dixwxaze plana asîmîlekirina Tirk, Ereb û Farisan dike heye?

Yê ku dibêje ‘ez Kurd im lê ez ne netewepereztê Kurd im’ gelo çawa difikire, xwe çawa his dike? Ev mirov Kurdekî neteweperezt di serê xwe de ava dike. Em bêjin ev mirov, Kurdê ku mirovê A di serê xwe de ava dike, gelo mirovê B çi difikire, dikeve helwesteke çawa ku mirovê A wî weke neteweperezt dibîne. Jibo vekolîna vê yekê divê mirov li civaka Kurd û şertên Kurdistanê binere.

Di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn, bi destê dewletên wê demê yên emperyal Brîtanya Mezin, Fransa û hevkarên wan yên Rojhilata Navîn, desthilatdarên Ereb, Fars û Tirk, coxrafya û gelekî ku hatîye parvekirin û perçekirin... Gelekî ku li Rojhilata Navîn hejmara wan 40 mîlyon heye lê statuyeke wan herî biçûk jî tune ye. Gelekî ku Netewên Yekbûyî, Konseya Ewrûpa, Yekîtîya Ewrûpa, Konferansa Îslamê, NATO û hwd di rêxistinên navnetewî de dema ku bahsa heq, hiqûq tê kirin qet navê wan derbas nabe, lê dema ku bahsa ‘terorê’, ‘terora navnetewî’, ‘mafya’ tê kirin navê wan berî her kesî tê gotin.

Gelekî li Tirkîyê nifûsa wan ji 20 mîlyona bêtir, mafên wan yên bingehî, mafên wan yê ku ji mirovahîyê tên, mafê wan ku ji Kurdîtîya wan tê, mafê wan yê ku hatîye gasp kirin. Gelekî ku zimanê wî yê zikmakî hatîye qedexekirin, navên derên ku lê çêbûne û lê dijîn hatîye guhertin, ku navên Kurdî hatine qedexekirin... Gelekî ku ziman, çanda wan hatibe qedexekirin, nikaribe navên Kurdî bidin zarokên xwe, herfên Q,W, X, Ê jê re hîna jî problem e... Gelekî ku bi zimanê xwe yê zikmakî ku Kurdî ye nikaribe perwerdê bibîne... Gelekî ku li ser bingeha polîtîkayên asîmîlasyonê ji cîyê wan tên qewirandin, paqijîya etnîkî li ser wan tê pêkanîn... Xerakirin û şewitandina gundên wan, xerakirina çavkanîyên debara wan, bi zorê derxistina bi mîlyonan mirovan ji cîyê wan... Divê mirov li ser vê bingehê bi nirxîne.

Ev zulm û zora ku li Kurdan tên kirin, bêgûman zulm û zora nîjadpereztî ye. Bêgûman di pêşveçûna netewepereztîya Kurdî de, gelekî rolê van polîtîka û pêkanînên çewisandinê hene. Polîtîkayên çewisandin, înkar, îmha û asîmîlasyonê bûye sedem ku gelek Kurd gîhaştine hişmendîya xwe ya netewî. Bi bawerîya min, fikir, helwest, û pêkanîna temama Kurdan li hember vê rewşê dişube hevdû. Tekoşîna jibo mafê Kurdan ku hatîye gasp kirin, jibo bidestxistina mafê Kurdan yê xwezayî. Ev jî netewepereztî ye, rewşeke ku bi temama Kurdên ku xwe gîhandine hişmendîya netewî bixwe ye. Herweha pirsgirêka Kurd, berî vê yekê pirseke mirovahî ye, pirseke ûjdanî ye. Mirov, tu Kurdên ku dibêjin ‘xwezîya min bi dilê wî yê ku dibêje ez Kurd im’, ‘her Kurdek hêjaye cîhanê’ nabîne. Mirov, tu Kurdên ku dibêjin ‘em Tirkan asîmîle bikin, em ziman û çanda Tirkî ji holê rakin’ nabîne. Mirov, tu Kurdên ku dibêjin ‘Kurd pesnê xwe bide, bixebite, bawer be’, ‘Kurdîno bilind bibin, jibo te tu hudûdên bilindbûne tune ne’ nabîne. Mirov, tu Kurdên ku dibêjin ‘em Tirkan di warê etnîkî de paqij bikin, em Tirkan ji cîh û warên wan derxînin’ nabîne. Mirov, tu Kurdên ku dibêjin ‘Kurd nîjadekî serdest e, xwedî serdestîya gelên din, herweya xwedî serdestîya Tirkane jî’ nabîne.

Ji bilî vana gişan, hewildana rewşenbîrên Kurd, ya ku dixwaze gel û zimanê Kurdî ji bin zulm û zorê xelas bike, jibo vê yekê mirov têkeve hewildanekê zirarê nade tu kesî, zerarê nade Tirk, Ereb û Farisan. Halbukî dema ku Tirk, Ereb û Faris jibo Kurdan û zimanê Kurdî tune bikin, polîtîkayên ku pêk tînin, gelek zirara wan li Kurdan, herweha li van gelan jî heye. Mehmet Bayrak dibêje Plana Şarqê ya Islehetê, kelepçeyeke ku li Kurdan hatîye xistin bixwe ye. Bêgûman ev yek rast e. Lê ev kelepçe ne tenê li Kurdan hatîye xistin, herweya li Tirkan û Tirkîyê jî hatîye xistin.

Me gotibû ku rolê polîtîkeya Tirkîyê ya înkarcî, îmhacî, nîjadpereztî û asîmîlasyoncî, di şîyarbûna hişmendîya Kurdan de heye. Di vê rewşê de, mirovê A ku dibêje ‘ez Kurd im lê ne netewepereztê Kurd im, mirov B ku weke netewepereztê Kurd tê dîtin jî, kêm zêde bahsa doza heman tiştan dike. Bahskirina van tiştan gelekî xwezayî ye. Ev jî netewepereztî ye. Tiştê ku divê di nav Kurdan de hebe jî ev bixwe ye. Jixwe ev yek ji netewepereztîyê wêde, rewşeke mirovahî ye, rewşeke ûjdanî ye. Wê demê gotina ‘ez Kurd im lê ne netewepereztê Kurd im’ tê çi wateyê? Ev gotineke klîşe ye. Ev ne gotineke ku bi zanyarî tê gotin. Gotineke jibo ku bibe xwedî helwest tê gotin, sloganek e. Yê ku vê gotinê dibêje, yê ku dixwaze destûrê ji dewletê û ji rewşenbîrên Tirk bixwaze, yê ku hewcedarîya vê destûrê dibîne bixwe ye. Hewce dîtina daxwaza destûreke wiha, taybetmendîyeke gelek rewşenbîrên Kurd e.

Divê mirov li hember çewisandina dewletê bi şik be û jê bitirse. Lewre dema ku fikrên derveyî fikrên fermî tên gotin, dema ku mirov fikrên fermî rexne dike, mirov pêrgî cezayên dewletê dibe. Ev şik û tirs tê famkirin. Lê gelek rewşenbîrên Kurd, ji rewşenbîrên Tirk jî ditirsin. Hetta ji dewletê bêtir, ji rewşenbîrên Tirk ditirsin. Ev ne rewşeke normal e. Rewşenbîrên Kurd, ditirsin ku rewşenbîrên Tirk wan bi netewepereztîyê tewabar bikin. Lê yê ku netewepereztîyê dikin, hetta yên ku dikevin hewildanên nîjadpereztî, rewşenbîrên Tirk bixwe nin. Jiber ku ramana înkar, îmha û asîmîlasyoncî, peywendîyên xwe ji kemalîzmê ne qetandîye. Rewşenbîrê Kurd ku dibêje ‘ez Kurd im lê ne netewepereztê Kurd im’ kopyeke xerab ya rewşenbîrê Tirk e.

Rewşenbîrê Tirk kî ye? Li gel temama hewildanên ku ezberê xera dikin, rewşenbîrê Tirk, rewşenbîrekî ku bi îdeolojîya fermî ve girêdayî ye. Gotina ku dibêje ‘tu cûreyên baş yê netewepereztîyê tune ne, her cûreyên netewepereztîyê xerab e’ bi gelek rewşenbîrên Tirk re heye. Temama rewşenbîrên Tirk, mirovên ku dibêjin ‘ji Tirkbûne pê ve tu şansên we tune ne’ û yên ku li hember zulm û zorê ditekoşin, yên ku li hember zulm û zorê dixwazin nirxên xwe bi dest bixin, dixin heman kefê.

Di cotmeha 1990’î de, Kongreya Mezin ya Komeleya Mafê Mirovan li Ankarayê pêk hat. Dema ku dora axaftinê hat endamê avakirina KMM yê Amedê Vedat Aydın, axaftina xwe bi Kurdî kir. Dema ku Vedat Aydın dest bi gotina xwe kir, yekser di salonê de miri mirê dest pê kir. Hin delege û temaşevanan jibo ku Vedat Aydın protesto bikin, salon terk kirin. Vedat Aydın axaftina xwe bi Kurdî berdewam kir. Serokê dîwanê Vedat Aydın hişyar kir û got ‘kes axaftina te fam nake, bi Tirkî biaxivi’. Vedat Aydın dîsa axaftina xwe berdewam kir. Wê demê avukat Ahmet Zekî Okçuoğlu çû ser kursîyê û dest pê kir axaftina Vedat Aydın wergerand Tirkî. Axaftinê wiha berdewam kir. Dîwana serokatîyê jibo Vedat Aydın û Ahmet Zekî Okçuoğlu protesto bikin, salon terk kirin. Jixwe wê demê nêvîyê salonê vala bûbû. Vedat Aydın axaftina xwe di bin van şertan de qedand û ji kursîyê daket.

Yên ku li salonê man, ji Vedat Aydın û Ahmet Zekî Okçuoğlu re şipyayî û bi coş li çepika xistin. Ez bawerim gelek ji vana Kurd bûn, rewşenbîrên Kurd bûn.

Jiber ku vana li hundir qewimîn, li derve, polîsan dora salonê girtin. Piştî îfadeya li emnîyetê, dozger, dadgeh... Li dadgehê herdûjî hatin girtin û ew xistin hefsê. Piştî vê bûyerê bi heyşt meh û heyşt rojan, di 5’ê tebaxa 1991’ê de, Vedat Aydın bi destên yên failên wan eşkere, nîvê şevê ji mala wî hat derxistin, piştî bi du rojan, laşê wî li bin pirekê bi îşkencê hatîye kuştin, hat dîtin.

Heger ku Kurd li Kongreya Mafê Mirovan bi zimanê xwe neaxivin, ê li kîder biaxivin? Çima rewşenbîrên Tirk, li hember vê helwesta Vedat Aydın hewqasî reaksîyoneke hişk rê didin, vê helwestê protesto dikin? Kî di dîwana serokatîyê de hebûn? Avukatên ku di salên 1971’ê de avûkatîya xortên ku îdam bûn, ya Denîz Gezmîş û hevalên wî kirin, di nav mirovên diwanê de hebûn. Ji van avûkatan re dibêjin ‘avûkatên her kesî’. Çima ev avûkat tahamula axaftina Kurdan ya bi zimanê xwe nakin? Heger ku ne ev protestoya rewşenbîrên Tirk bûya, ê polîs hewqasî bi rihetî bikarîbûya Vedat Aydin û Ahmet Zekî Okçuoğlu bigirtana bin çav û bişandana hefsê? (1)

Ev bûyer kengî pêk hat? Di 28’ê Cotmeha 1990’î de. Piştî ku li Bûlgarîstanê, navê Tirkan guhertin, navê Bûlgarî li wan kirin (1985-198819 bi du salan. Wê demê dewlet, hikûmet, zanîngeh, dadgeh, çapemenî ü rewşenbîr... Dewleta Bûlgarîstan, hikûmeta wan çawa rexne dikirin? Digotin dewlet û hikûmeta ku ketîye operasyona guhertina navan, emperyalîst e, paşverû ye, mêtingeh e, faşîst e û hwd... Digotin zimanê zikmakî, navên Tirkî qûtsal in, li dij vê zulm û zorê ê bi biryar bên paraztin...

Divê mirov, dijîtîya ku rewşenbîrên Tirk li hember helwesta Bûlgarîstanê ketinê û li hember Kurdan ketinê, bibîne. Li vêderê durûtîyeke eşkere li holê ye. Bi durûtîyê hûn nagîhên tudera. Bi durûtîyê ne şoreşgerî, ne demokrasî ne jî lîberalîzm pêk tê. Bi durûtîyê, dîktatorî tenê pêk tê. Durûtî pêvajoyeke ku fikrê dirizîne bixwe ye. Heta hûn dikarin vê helwesta xwe bi termînolojîya şoreşgerîyê, bi têgehên Marksîzmê bêjin... Di vêderê de, rewşeke ku xîtabî ûjdanan dike heye. Hûn bi vê durûtîya xwe ûjdanê xwe reş dikin û hûn li gel zulm û zorê cîh digrin.

Ji dawîya salên 1960’î û vir de, ango piştî ku gotina ‘li Tirkîyê Kurd hene, zimanê Kurdî heye’ ketîye çapemenîya rojane û pêve, ev rewş ji alî hin rewşenbîrên Tirk weke ‘nîjadperestî’ tê nirxandin. Dema ku ev nerîn weke nîjadpereztî tê nirxandin, ne mumkune mirov bikaribe têgihîştina zulm û zora ku li Kurdan, li zimanê Kurdî dibe, derxîne hişmendîyê. Hem zulm û zora ku dewlet li Kurdan dikin hûn ê nebînin û hem jî hûn ê van fikir û pêkanînên dewleta xwe nebînin. Bêgûman ne mumkune mirov van gotinên weke ‘nîjadpereztî’ bi nirxîne. Lê di vêderê de armanc ew e ku Kurdan kêm bixin. Ji dêvila ku rewşenbîrên Kurd vê helwesta rewşenbîrên Tirk rexne bikin, gotinên mîna ‘ez Kurdim, lê ez ne netewepereztê Kurd im’ dibêjin. Herweha ev helwesta ku pê destûrê ji dewlet û rewşenbîran dixwaze ne pêvajoyeke ku bê pejirandin. Ji 1990’î heta 2009’an... Di navbêrê re 19 sal derbas bûye. Bêgûman di vê demê de gelek guhertin pêk hatine. Mamosteyên zanîngehan, mirovên çapemenîyê, mirovên sazîyên civaka sifîl yên ku zimanê Kurdî baş fêm kirin û li gorî wê tevgerîyan çêbûne. Lê hina ji pêvajoya bingehî bi hêz li holê ye.

Li dewleteke weke Tirkîye, rewşenbîr kî ye? Li Tirkîyê îdeolojîya fermî, sazîyeke bingehî ku jîyana ramanê, zanyarîyê û huner dîyar dike û rê didê bixwe ye. Divê mirov bêje ku îdeolojîya fermî ne îdeolojîyeke ji rêzê ye, lewre ew sazîya bingehî ya sîstema sîyasî, ya rejîma sîyaseta Tirk bixwe ye. Ev îdeolojî bi îdare û cezayên dewletê tê paraztin û meşandin. Dema ku îdeolojîya fermî hewqasî li ser sîstema sîyasî, li ser rejîma sîyasî, li ser jîyana ramanê, zanyarî û huner hewqasî bi hêz be, rewşenbîr kî ye, karê rewşenbîr çi ye? Di rewşeke wiha de, rewşenbîr yê ku îdeolojîya fermî rexne dike bixwe ye. Yê, dema ku di vê pêvajoyê de pêrgî ceza were û vê yekê bi durustî pêşwazî bike bixwe ye.

Îro eşkere ye yê ku naveroka îdeolojîya fermî didê, Kurd, pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Kurdistanê ye. Heta 25-30 sal berê jî helwesteke îdeolojîya fermî li hember komunîzmê, li hember hêzên dînî, şerîetê hebû. Îro dewlet herdû hêzan jî weke tehdît nanirxîne. Dewlet herdû hêzan jî, jibo tekoşîna Kurdan bisekinîne, bikar tîne.

Gotinên mîna ‘tu cûreyên netewepereztîyê yên baş tune ne, her cûreyên netewepereztîyê xerab in, em dijî her cûreyên netewepereztîyê ne’, ‘jibo her gûrûba etnîkî dewlet ne hewce ye’, jibo Kurdan, jibo tekoşîna Kurdan bê bisekinandin hatine îcat kirin.

Fîlîstînî, ji salên 1960’î û vir de, jibo ku xwe ji bin desthilatdarîya Îslarîlîyan derxîne, dewleteke serbixwe ava bikin dixebitin. Tu kes ji wan re nabêje ‘netewepereztî xerab e, ji Îsraîl neqetin, bi Mûsewîyan re weke bira bijîn’. Divê nebêjin. Veqetandina ji bin desthilatdarîya Îsraîl û avakirina dewleteke Erebên Fîlîstîn jibo Fîlîstînîyan mafekî xwezayî ye. Biratîya Yahûdî û Fîlîstînîyan encax bi vî rengî pêk were.

Li Kibrisê biratîya Rûm û Tirkan, ancax bi naskirina Dewleta Tirk ya Bakurê Kibrisê ji alî Rûman û raya navnetewî pêk were. Bêyî ku wekhevîya sîyasî pêk were, biratî nayê pêk anîn.

Dema ku pirsgirêka Kurd tê rojevê, rewşenbîrên Tirk bi tevayî, dibêjin ev, projeyeke emperyalîst e. Lê rewşenbîrên Tirk, di salên 1920’an de, di dema Cemîyeta Gelan de, coxrafya Kurd, Kurdistan û gelê Kurd çima û çawa hatîye perçekirin û parvekirin, qet nînin rojevê. Halbûkî, polîtîka herî berfireh û mayînde, ya ku bi awayê perçe bike-îdare bike-wenda bike li navenda Rojhilata Navîn, li Kurdistanê pêk hatîye. Rewşenbîrên Tirk ku bi emperyalîzmê ne razîne, qet bala xwe nadin van pêkanînan, balê qet nakşînin ser vê mijarê. Ev helwest hêjayî baldarîyê ye.

Dema ku tekoşîna Kurdan bilind bû, dewleta Tirk, rewşenbîrên Tirk nerîneke ku dibêje ‘jibo her gûrûba etnîkî dewlet ne hewce ye’ îcat kir. Ne ketin mijarên gelo jibo kê hewce ye, kî vê biryarê dide, lê dibêjin ji Kurdan re ne hewce ye, qet ji Kurdan re bi kêr nayê, vê yekê bi israr dibêjin. Dibêjin ‘li cîhanê nêzîkî deh hezar gûrûbên etnîkî hene. Ma divê deh hezar dewlet bên ava kirin?’ Lê dema ku îro li cîhanê hejmara dewletên ku nifûsa wan di bin mîlyonekê re li dor 40’î bin, rewşenbîrên Tirk, jibo Kurdên ku li Rojhilata Navîn hejmara wan zêdeyî 40 mîlyonî ye tişkî nabêjin. Weke ku mijareke wiha tune be tevdigerin.

Do salên 1970’yî û 1980’î de hin caran nûçeyên wiha derdiket. ‘Li Amerîka, li filan bajarî Enstîtuya Kurdî tê ava kirin.’ Li ser nûçeyên wiha digotin ‘aha projeya emperyal ev e. Ev nûçe jî îspata vê projê, îspata vê daxwazê ye...’. Halbûkî pirsgirêka bingehî, ew e ku çima Enstîtuya Kurdî nikare li Dîyarbekir an jî li Stenbolê were ava kirin. Rewşenbîr qet balê nakşînîn vî alîyê pirsgirêkê, balê qet nakşînin ser qedexebûna pirsgirêkê.

Li hember vê rewşê gotina rewşenbîrên Kurd ku dibêjin ‘netewepereztî xerab e, em dijî her cûreyên netewepereztîyê ne’, ‘Ez Kurd im lê ez ne netewepereztê Kurd im’, ‘Ez ne yên ku perçebûne dixwazim, ez enternasyonalîst im’, ‘Jixwe Kurd dewletê naxwazin, dewletbûn jixwe jibo Kurdan ne baş e...’ û gotinên wiha timî dibêjin, ji destûra ku ji rewşenbîrên Tirk û ji dewletê dixwazin hîn dûrtir e. Vana giş tê wateya ku mafên Kurdan yên xwezayî, mafên ku ji civaka Kurdan tê na hesibînin.

Gotinên mîna ‘yên ku veqetandinê dixwazin, ez ne ji wan im’, ‘jixwe Kurd dewletê naxwazin’ gotinên ku ji hişmendîya dîrokî dûr bixwe ne. Lewre yê ku hatîye perçe kirin, hatîye parve kirin Tu bixwe ye. Gotinên wiha dîyar dike ku tu di derbarê perçebûn û parvebûne de ne gihîştî ye. Ne gihîştina vê hişmendîyê, Kurdan dike gelekî xwedî taybetmendeyeke xas ku ji gelên din cûda ye. Li cîhanê tu gelên din ku nifûsa wan zêdeyî 40 mîlyonî ye û bêyî statuyeke sîyasî, hatîye perçe kirin û parve kirin heye? Li cîhanê tu gelên din ku dijminên xwe weke ‘bira’ dibînin, lê birayên xwe yên xas weke ‘netewepereztên hov’ dibînin, wan kêm dixînin, wan bi tişkî na hesibînin hene? Li cîhanê tu gelên ku jiber polîtîkayên asîmîlasyon, zulm û zorê, bi zimanê xwe yê zikmakî nikarin du-sê hevokan biaxivin, lê dîsa dibêjin ‘ez ne netewepereztim’ heye?

***

(1) Mamoste Atifê Îskîlîpî, di destpêka 1926’an de jibo ku rojavatî rexne kir û şewqe ne da serê xwe, ji alî Mahkemeyên Îstîklalê ya Ankara bi îdamê hat mahkûmkirin. Piştî vê biryara mahkemê, ji Îstîxbaratê (MAH/Milli Amale Hizmet) yek bi kiyafetekî weke yê rojnamevanan dihere Îskîlîpê. Kolan bi kolan li sûkê digere, li camîyan, li şadirvanan, li dikanan, bi gel re, bi gundîyên mamoste Atif re (Gundê Toyhanê) sohbetê dikin. Dipirsin dibêjin ‘hûn mamoste Atif nas dikin?’, ‘Merivantî, nêzîkatîya we û ya mamoste Atif heye?, mamoste Atif çi kiriye?, We pirtûka mamoste Atif xwendîye?, Hûn gundê mamoste Atif dizanin?’ û hwd dipirsin. Îskîlîpî bi tevayî dibêjin em mamoste Atif nas nakin, nizanim kî ye, nizanim çi kiriye. Ez gundê wî jî nizanim. Ez ne şaş bim, vê helwestê di îdama wî de rol lîstîye. Mamoste Atif di sala 1910’an de li Stenbolê li Fakulteya Îlahîyatê ya Darulfunun muderris (perefesor) bû. Dema ku hat îdam kirin 50 salî bû.

31 Ekim 2009

İsmail Beşikçi

Wergera ji Tirkî: Salih Agir Qoserî

jeder:Kurdistan-post

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2551)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2623)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2839)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2339)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2383)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2631)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2921)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2552)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2512)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2297)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last