×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (511)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1136)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1404)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1326)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1418)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1276)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1375)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2030)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2086)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2155)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
14

Sererkanê Giştî Org. İlker Başbuğ di cejna Remezanê de li Mêrdînê çû Qereqola Sınırtepe. Sererkan li wêderê bi axaftineke çapemenîyê gilîyê axayan kir. Got ‘vê herêmê çi kişandîye ji destê axa kişandîye. Nuha jî axayên sîyasetê, yên terorê hene’. Beşê axaftina wî ya li ser vê yekê wiha ye: ‘Bi taybetî li vê herêmê mirovên me, hemwelatîyên me, herweha Rojhilata Anadolê jî gelekî ji destê axa kişandin. Heger îro em li vê astê bin, sedemên bingehî yek jê ev e. Mirovên me yên ku ji destê axa pir kişandine, bi destê axayên sîyasetê, axayên terorê tên eciqandin. Yek ji wan pirsgirêkên bingehî jî, xelaskirina gelê me ji destê axayên sîyasetê û axayên terorê ye’.

Sererkan di vê axaftinê de, bahsa perwerdeya kurdî jî kir. Li ser pirseke rojnamevanan ku gotin, ‘gelo tu pirsgirêkên bi navê Perwerdeya Kurdî heye?’ wî wiha got: ‘Bi raya min pirsgirêkeke wiha tune ye. Ev mirov ê li kîder fêrî kurdî bibin? Mirov li kîderê fêrî zimanê zikmakî dibe? Tu kesî ji dê û bavan re gotîye kurdî fêrî zarokan nekin? Heger ku bêjin em dixwazin fêrî xwendin û nivîsa kurdî bibin, ma qedexe ye?’.

Hêjaye mirov van nerînên Sererkan Org. Îlker Başbuğ nîqaş bike. Ev yeka han eşkere ye. Yê ku bi axa, şex û reîsên eşîran re têkilîyan datînin, yên ku hêzê didin van sazîyan, wan li ser lingan dihêlin, her dem dewlet bûye. Lewre dewlet bi rêya van sazîyan, tekoşîna netewî ya Kurdan dixe bin kontrola xwe, rê li ber pêşveçûna wan digre. Ev yek polîtîkayek ku 80 sal e, dewlet bi biryar û sîstematîk dimeşîne. Jiber ku jibo dewletê mijara herî girîng ev e. Jibo vê yekê, dewlet dibêje heger ku peywendîyên bi axatî, şêxtî û reîsên eşîran re pêwist be, divê bê kirin. Heger ku hîna jî sazîyên feodal li ser pîyan be, ev yek jibo dewlet dixwaze, wiha ye.

Di salan 1985’an de, avakirina korûcîtîyê, jîyan da van sazîyên feodal, ew li ser pîyan girt, herweha pêvajoyeke berdewama van sazîyan hat ava kirin. Bi vê sazîya korûcîtîyê, şêx, seyîd, axa, reîsên eşîran, cîhên xwe yên li pî dewletê xurt kirin, li ser daxwaz û berjewendîyên dewletê ketin hewildan û tevgêrê. Dewlet û sazîyên civakî bi hevdûre ketin piştgirîyeke kûr û giran. Îro axayên herî mezin, serokê korûcîyan bixwe ne. Ew piştgirîya dewletê dikin, dewlet jî piştgirîya wan dike. Ev şexs û sazî, jibo ku nehêlin tevgêra Kurdan û hêzên mîllî pêşve bikeve, di hewildaneke giran de ne. Sazîya dîn jî bi tundî bi kar tînin.

Axayên Dewletê…

Di zivistana 1994’an de hin ji van axayan, beg, şêx û reîsên eşîran li Ankara hatin dawet kirin. Di wê demê de Serokê Emnîyeta Giştî Mehmet Ağar, ji nêzîk de bi van mirovan re mijûl dibû. Telewîzyon, radyo û rojnameyan bi rojan digotin ‘Reîsê eşîra Jîrkan...’, ‘Reîsê eşîra Tayanan...’, ‘Reîsê eşîra Dawûdîyan...’, ‘Reîsê eşîra Kîkan...’, ‘Reîsê eşîra Ertûşî...’, ‘Reîsê eşîra Pînyanîş...’ û meşrûtî dida wan. Van mirovanan Serokkomar, Serokwezîr, Sererkan, Serokatîya Cedirmeyên Giştî, Wezareta Hundur, Serokatîya Emnîyeta Giştî zîyaret kir û zîyareta wan di çapemenîyê de cîyekî girîng girt.

Ev mirov derxistin telewîzyonê. Profesor Doğu Ergîl jî beşdarî vê programê bû. Mamoste Doğu bi israr ji van mirovan dipirsî, digot hûn çi dixwazin. Wan jî digot ‘em selehan dixwazin, pera dixwazin’. Çend caran bi israr ev daxwaza xwe gotin. Mamoste Doğu ji wan pirsî, got ‘hûn naxwazin rojnameyên we hebin, radyo, telewîzyonên we hebin, daxwazên we yên wiha tune ne?’. Wan jî digot ji seleh û peran pê ve tu daxwazên me tunene, herweha digotin jiber ku em di bin ala Tirkîyê de dijîn, em gelekî bextewer in. Vana axayên dewletê, şêxên dewletê, eşîrên dewletê ne. Axa, şêx û eşîrên ku jibo hebûna xwe, minettarê dewletê ne...

Em li dawîya salên 1990’î bifikirin. Wê demê, jibo guftûgoyên pirsgirêkên şaredarîyan, her çiqas Şaredarên Partîya Demokrasîyê (HADEP) daxwaza hevdîtinê li Serokwezîr Bülent Ecevit dikirin jî, Ecevît ne dixwest hevdîtinê bi wan re pêk bîne. Wî ne dixwest HADEP’îyan bibîne. Lê di heman demê de, bi serokê korûcîyan re, ango bi reîsên eşîran, şêx, seyîd û xwedîyên erdên pir re gelek caran, jibo hevdîtinan dawetî Ankara dikir. Vana li Ankara bi Serokkomartîyê, Serokwezîrîyê, Sererkantîyê, Wezareta Hundir, Serokatîya Emnîyeta Giştî û bi temama sazîyên dewletê re hevdîtin pêk tanîn. Dewletê ew pir baş pêşwazî dikirin. Dewletê piştgirî dida wan, wan jî piştgirî didan dewletê.

Sedema ku şerê Kurdan yê dawîyê hewqasî dirêj berdewam kir, meşandina şer Kurdên feqîr dimeşand bixwe ye. Sedem reîsên eşîran, şêx, axa û beg beşdarî vî şerî nebûne bixwe ye. Tê zanîn ku sazîya korûcîtîyê, herweha vana tevan li gel dewlet û artêşê cîh girtine. Vana giş, dîyar dike, di qategorîyên ku şer dimeşînin de cûdahîyên pir girîng hene. Îro şervanên PKK’ê û parlementerên DTP’ê ji mirovên feqîr pêk tên.

Li gel vê rewşa hewqasî eşkere, rexnekirina Kurdan bi têgehên mîna ‘axayên sîyasetê’, ‘axayên terorê’ mirov şaş dike. Kirina sîyasetê li Tirkîyê jibo Kurdan, jibo Tirkîyeke demokratîk pêwist e. Her dem mudaxaleya leşkeran ya sîyasetê, dîyarkirina nerînên wan li ser mijarên sîyasî, dîyarkirina tiştên ku dixwaze û tiştên ku naxwaze, dîyar dike ku Tirkîye ne xwedî sîstemeke sîyasî û rejîmeke demokratîk e. Bi vî awayî Tirkîye ne demokratîk e ne jî laîk e.

Axaftina ‘axayên terorê’, terora dewletê ku di salên 1990’î û 2000’an de kir, ji mirov venaşêre. Faalîyetên JÎTEM’ê ku bi hezaran ‘cînayetên faîlên wan ne dîyar’, şewat û xerakirina gundan, bi metodekî sîstematîk şewata daristanan, bi mîlyonan mirovên ku bi zor ji cîhên wan hatin derxistin, xerakirina çavkanîyên debara wan ê çawa bê îzah kirin? Ev bûyer giş, ev pêvajo çawa pêk hat? Li dor 1500 ‘cînayetên faîlên wan ne dîyar’ ku laşên wan hatîye dîtin heye. Li dor 5 hezar ‘cînayetên faîlên wan ne dîyar’ hene lê laşê wan ne hatîye dîtin. 17 hezar hene ku dosya wan hatîye vekirin lê hîna ne hatîye girtin. Li gel vana gişan, bahsa ‘axayên terorê’ bê kirin mirov şaş dike. Sibakê digrin ser mala we. Lêgera ewlekarîyê... Çewalên arvan, çewalên burxirê, torbeyê deterjanê, xwê, torbeyên şekir û hwd. gişî tevlihev dikin, bera nav hevdû didin... Lawê we / qîza we / mêrê we / birayê we / bavê we... bixwe re dibin diherin. Piştî çend rojan li rex çemekî, li bin pirekê, di şikeftekê de hûn laşê wan yê perçebûyî dibînin... dema ku vana giş eşkere li holê be, bahsa ‘axayên terorê’ bê kirin, rexnekirina Kurdan, tawabarkirina Kurdan îronîyek e.

Divê mirov li gotina Sererkan ya di derbarê ziman de jî binere. Sererkan dibêje ‘mirov ji dê û bav fêrî zimanê zikmakî dibe, yên ku rê li ber vêya digre heye?’ Lê dibêje perwerdeya kurdî jî ne mumkun e. Heta 25-30 sal berê dihat gotin ku ‘kurdî zimanekî hovane ye, ne zimanê nivîsê ye, bi vî zimanî roman ne hatine nivîsandin...’. Kurdî kêm dihate xistin. Îro jî tê gotin ku ‘perwerdeya kurdî nikare bibe, perwerdeya kurdî ê gel û dewletê perçe bike’. Di sala 1983’an de, qanûneke bi hejmara 2983 hebû. Vê qanûne kurdî li her derê qedexe dikir. Di sala 1991’ê de ev qanûn hat rakirin. Bi vê gotina Sererkan mirov dikare bêje jibo Kurdan hinekî azadî tê dayîn. Dibêje ‘dê û bav dikarin kurdî fêrî zarokên xwe bikin lê perwerdeya kurdî nabe’. Bêgûman di derbarê zimanê zikmakî de, helwesta dê û bav girîng e. Lê zikak û dibistan, rewş û hebûna malê temam dikin. Jibo pêkanîna wekhevîyê, dibistana kurdî, hetta dibistana kurdî ya mejbûrî, perwerdeya kurdî pêwist e.

Li gel hin çapemenî ku dibêjin ‘vebûna Kurd’, dîsa jî dewlet heqareta li Kurdan û zimanê kurdî dike, kêmxistina Kurdan berdewam dike. Bahsa derzên ‘li ser daxwazê’ dikin. Kurdî di qategorîya ‘derzên li ser daxwazê’ de dinirxînin. Zimanekî zikmakî ku ê xîtabî gelekî 20 mîlyon bike, mirov wî zimanî têxe qategorîya ‘derzên li ser daxwazê’ jibo Kurdan û zimanê kurdî ne heqaretek e? Alîyekî girîng yê axaftin, nîqaş, plan û projeyên ‘vekirin’ê wiha ye. Pêkanîna daxwazên Kurdan yên demokratîk, bersivdana daxwazên azadîyê, ne mijara yekemîn e. Di plana yekemîn de, tamîrkirina dewlet û sazîyên dewletê ku di şerê 25 salan de ji hevdû ketîye bixwe ye. Ev jî ‘vekirin’ekê pêwist dike.

İsmail Beşikçi


Wergera ji Tirkî: Salih Agir Qoserî

Kurdistan-Post

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2551)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2623)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2839)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2339)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2383)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2631)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2921)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2552)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2512)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2297)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last