×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (511)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1136)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1404)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1326)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1418)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1276)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1375)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2030)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2086)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2155)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
09

Alîyê Axlaqî yê Têkilîyên Navnetewî

Tê gotin ku di têkiliyên navnetewî de, berjewendîyên dewletê weke bingeh tê girtin. Tê gotin ku her dewlet, di pêvajoya van têkilîyan de, berjewendîyên xwe bingeh digre. Herweha berjewendîyên dewletê, di têkilîyên navnetewî de, dibe hêzeke dînamîkî. Ev rewşeke ku tê fam kirin. Lê dîsa jî divê paraztina hin prensîban weke bingeh bê girtin.

Dîyar e, ev 200 sale Kurd jibo azadîyê, jibo axeke azad bi dest bixînin, di tekoşînê de ne û bedel didin. Dewletên ku li jor hat bahs kirin, tu bedelên wiha jî ne dane. Li vêderê hêja ye mere vê xala han eşkere bêje. Dewletên ku hat bahs kirin, tu kes li hember mafê wan yên dewletî dernakeve, lê jibo Kurdan, tenê bahsa neheqîya ku sazûmana navnetewî li wan kiriye tê kirin.

Lê di pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de, bahs nekirina tu prensîbên axlaqî, xaleke ku divê bê bahs kirin bixwe ye. Konkujîya di 16 Adara 1988’an de li Başûrê Kurdistanê ku li hember Kurdan hat kirin û cîhan li hember bê deng ma, rewşeke axlaqî ye? Peydekirina teknîk û xam maddeyê gaza jahrê ku gelek dewletan ji Saddam Hisên re dibûn alîkar, rewşeke axlaqî ye? Şewirmendîya gelek dewletan ku di afirandin û bikaranîna gaza jahrê de ji Saddan Hisên re dikirin tişkî axlaqî ye? Û bi ser de, wê demê Rêxistina Konferansa Îslamê li Kuwêtê di civînê de bû. Konferansa dijî çewisandina ku Yûnanîstanê li ser Tirkan pêk tanî, navê wan diguhertin belavokek belav kir, lê li hember konkujîya Kurdan bê deng ma. Mirov dikare vê yekê bi prensîbên axlaqî ve girêde? Di îdarekirina Kurdan de, tu prensîbên axlaqî tune ye. Li dera ku prensîbên axlaqî hewqasî dûr be, bê gûman mirov nikare bahsa hiqûq û edaletê bike. Di rewşeke wiha de, li hember zulmê tekoşîn, li hember çewisandinê berxwedan weke mafekî bingehî derdikeve holê.

Di derbarê Kurdan de hin biryarên Yekîtîya Ewrûpa û Konseya Ewrûpa hene. Di van biryaran de tê gotin ku ‘Kurd li dewletên ku dijîn, divê bibin xwedî hin maf, bibin xwedî hin mafên şexsî. Divê dewletên têkildar di vî warî de têkevin hewildanê’. Ev fikir, di hevoka biryarê, ya duyem de tê vegotin. Hevoka yekemîn wiha ye; ‘Em li Rojhilata navîn dijî avakirina dewleteke Kurdan e. Em li Rojhilata Navîn dijî guhertina sînoran e.’ Di vê mijarê de, gelek biryarên Yekîtîya Ewrûpa û Konseya Ewrûpa yên wiha hene. Dema ku Yekîtîya Ewrûpa û Konseya Ewrûpa bahsa hin mafên Kurdan, yên bingehî dikin, dîsa jî, berjewendîyê dewletên dagirker weke bingeh digrin. Ev rewş hêjayî baldarîyê ye. Li alîyê din dema ku bahsa ‘Rojhilata Navîn’ dikin, eşkere ye ku bahsa Kurdan tenê dikin. Yekîtîya Ewrûpa û Konseya Ewrûpa avakirina dewleteke Fîlîstîn dipejirînin, hetta teşvîk jî dikin.

Hêjaye ku mirov van têkilîyan vekole. Îmzeya dewletên mîna Luxembûrg, Kibris, Malta, Andora, San Marîno, Monaco, Lîechtensteîn û hwd di van biryarên ku min li jor bahs kir de heye. Divê mirov bi pirse. Dewletên ku nifûsa wan li dor 40-50 hezar, yên ku nufûsa wan di bin mîlyonekê re ne, çawa dikarin bibin xwedî maf û biryara Kurdên ku li Rojhilata navîn nufûsa wan zêdeyî 40 mîlyonî ye bide? Firehbûna axa van dewletan belkî bi qasî navçeyek Kurdistanê jî tune ye. Di van têkilîyan de axlaq heye? Ma mere ê di van têkilîyan de li axlaqekî sîyasî yekî biçûk jî negere? Vana giş, dîyar dike di salên 1920’an de di dema Cemîyeta Gelan, sazûmana navnetewî çiqasî dijî Kurdan hatîye ava kirin.

Di avakirina aşitîya navnetewî de Netewên Yekbûyî bi ser nek. Piştî Şerî Cîhanê yê Duyemîn di 1945’an de Yekîtîya Netewan hat ava kirin. Lê jibo Kurdan tiştek ne hat guhertin. Statukoya ku di salên 1920’an de hatibû avakirin li dijî daxwaza Kurdan weke berê hat berdewam kirin. Di 1920’an de dekoşîna Şêx Mahmûdê Berzencî, mohra xwe li pêvajoyê xistibû. Lê di dema avakirina Netewên Yekbûyî de jî li Rojavayê Îranê, Komara Mahabad û têkçûna wê, mohra xwe li pêvajoyê xist.

Mîllîyetçîtî - Nîjadpereztî

Di salên 1960’î, 1970’yî, 1980’yî de, jibo Afrîka Başûr ‘di cîhanê de, dewleta herî nîjadperest’ dihat gotin. Amerîka jî bi nîjadpereztîyê dihat tawabarkirin. Li Afrîka Başûr mirovê spî ji yên herêmê re wiha digot: ‘Rengê we reş e. Tev li me nebin. Taxên we, dibistanên we, otibozên we, otêlên we, sînemayên we, parqên we, plajên we... bila cûda bin.’ Jibo vê yekê pêk bînin, herêmên fireh bi navê ‘Bantustan’ ava kiribûn. Lewre ‘Bantustan’ tê wateya, herêmên ku zencî lê dijîn. Kesên herêmê, li van deran bêyî ku bigîhên mirovên spî, dijîyan. Li herêmên ku bi navê ‘Bantustan’ bûn, rê, av, elektrîk, kêzîn, çûnûhatin, ragihandin... hwd pir kêm bû. Lê mirovên herêmê li van deran taybetmendî û nirxên xwe diparaztin û dijîyan. Wan xwe bi xwe îdare dikirin.

Li Amerîka jî, polîtîkayek mîna vêya dihat pêkanîn. Dibistan, otiboz, otel û hwd. yên zencîyan cûda bûn. Jibo ku zencî ji yên spî bên cûdakirin, polîtîkayek bi taybetî dihat meşandin.

Li Tirkîyê ji Kurdan re wiha dihat gotin: Tu yê bi Tirkan re bijî, lê tuyê bişube Tirkan û bijî. Di vê pêvajoyê de, heger ku tu bêje ‘zimanê min, çanda min û hwd ev nayê qebûl kirin. Ji şubandina Tirkan pêve şansa te ya jîyanê tune ye. Heger ku tu bêje zimanê min, çanda min û tu di vê mijarê de israr bike, tu yê pêrgî rewşên giran bibe’. Ev jî nîjadpereztî ye, rengekî dinê yê nîjadpereztîyê ye.

Ez dixwazin vêya han ragihînim: Nîzadpereztîya ku dibêje ‘tu yê bi min re, bi Tirkan re bijî, lê tu yê bişube Tirkan û bijî’ ji nîjadpereztîya ‘tu nekeve nav min, nekeve nav mirovên spî, li deverên cûda bijî, li herêmên din bijî’ hîn girantire. Weke mînak, serokê Kongreya Netewî Ya Afrîka Nelson Mandela, di sala 1990’î de ji hefsê derket, di 1994’an de weke Serokkomar hat hilbijartin. Serokê desthilata dewleta spîyan De Klerk weke cîgirê Serokkomar hat hilbijartin. Ev têkilî dîyar dike ku li Afrîka Başûr dibe ku îdeolojîya fermî nerm bibe. Lê li Tirkîyê mirov dizane ku îdelojîya fermî çiqasî hişk û dijwar e û nayê guhertin. Dixwazin têkilîyên sîyasî û civakî ku gelekî zû pêşve dikevin, bi îdeolojîya fermî di bin kontrolê xin. Ji vî alî de, bêgûman rejîma Tirk ya sîyasî, sîstema sîyaseta Tirk ne demokratîk e.

Tê gotin ku li Tirkîyê nîjadpereztî tune ye, cûdahî tune ye, herkes, herweha Kurd jî dikarin bên ser her wezîfê, di birêvebirina civakê de rol bigrin. ‘Kurd jî dibin walî, parlementer, profesor, serokwezîr, serokkomar...’ Ev demogîjîyek e. Eşkereye ku encax Kurd bibin Tirk, bi nasnameya Tirkan dikarin bigîhên hin deran, bi nasnameya Kurdî nikarin bigîhên tu deran. Jixwe ku Kurd ji dayika xwe dibin-nabin yekser di nasnameya wan de Tirk, hemwelatê Tirkîyê tê nivîsandin. Bi vê nasnameyê, ango weke Tirk dikarin beşdarî hilbijartinan bibin. Lê piştî ku weke parlementer hatin hilbijartin û pêve, heger ku daxwaza mafên Kurdan yên xwezayî bikin, di vê mijarê de israr bikin, dibin ku bi cezayên giran re rû bi rû bimînin. Parlementerên Partîya Demokrasî (DEP) jibo ku di nasnameya wan de Tirk nivîsî bû beşdarî hilbijartinan bûn, (Cotmeh 1991), piştî bûn parlementer û pêve, jibo ku gotin em Kurdin, daxwaza mafên Kurdan yên xwezayî kirin û di vê mijarê de israr kirin, destnedayîbûna wan rakirin û xistin hefsê (Adar 1994). Di jîyana sîyaseta Tirk de, rakirina destnedayîbûna 15 heb parlementeran yekser, di vê çerçoveyê de mumkun bûye. Ev, tenê di çerçoveya pirsgirêka Kurd de pêk hatîye.

Îro Kurd û Kurdîstan, di navenda Rojhilata navînde bi rengekî perçekirî û parvekirî, tekoşîna hebûnê, tekoşîna jîyanê didin. Ev mafên ku jibo her kesî xwezayî ne, jiber mirovahîbûn xwedîyê van mafa ye, jibo Kurdan qedexe ye. Sûrî, Îran, Tirkî, Kurdan pir xerab îdare dikin, bi zulmê û çewisandinê îdare dikin. Di dema Saddam Hisên de, li Îraqê desthilatdarîyeke gelekî xerab hebû. Li Sûrî, nêzîkî 300 hezar Kurd bê nasname ne. Ev Kurdên bê nasname nikarin tişkî bikin, nikarin tişkî bikirin-bifroşin, nikarin herin dibistan, nexweşxanê hwd. Tê zanîn ku di dema Saddam Hisên de bi gaza jahrê, li ser Kurdan konkujî hat pêkanîn. Li Îranê jî, van salên vê dawîyê yên ku tên idamkirin bêtir Kurd in, jin-mêr, ciwanên Kurd in. Îro çîyayên Qendîlê, ku mîlîtanên PKK’ê lê bi cîh bûne, rojekê Tirkîye bombe dike, roja din Îran. Roja sisîyan jî herdû bi hevdûre bombe dikin. Lê Iraq li hember van bomberanan dengê xwe qet dernaxe. Desthilatdarîya Herêma Kurdistanê van bombebaranan şermezar dike. Gelên herêmê li hember van bombebaranên sîstematîk mexdûr dibin. Jiber hin sedeman dibe ku di navbêna Tirkîye û Îranê de dijberî hebin. Lê dema ku pirsgirêka Kurd tê rojevê, li hemberî Kurdan bi hevdûre tevdigerin.

Em li ‘Civîna Dewletên Cîranê Iraqê’ bifikirin. Wateya vê sazîya ku di dawîya salên 1990’î de û destpêka 2000’an de hatîye ava kirin çi ye? Li kîdera cîhanê civîneke weke vêya heye? Weke mînak li Afganîstan jî pirsgirêk hene. Li Afganîstan tu sazîyên bi navê ‘Civîna Dewletên Cîranê Afganîstan’ heye? Tu civînên bi navê ‘Civîna Dewletên Cîranê Macarîstan’ heye? Di Civîna Dewletên Cîranê Iraqê de eşkere ye jibo Kurdan başî nayê axaftin.

Jibîrkirin – Jibîrkirindan

Di pirsgirêka Kurdistanê de rewşeke mezin ya jibîrkirin - jibîrkirindanê heye. Ev rewşa giran û rizandinê ku di salên 1920’an de pêk hatîye, xuyaye li hişmendîya Kurdan nakeve. Bi raya min malzemeyê herî mezin yê jibîrkirin – jibîrkirindanê îdeolojîya fermî ye. Divê mirov bi bîr bixîne ku îdeolojîya fermî ne îdeolojîyeke ji rêzê ye, ev îdeolojî bi îdare û cezayên dewletê tên paraztin. Di mijara perçekirin û parvekirinê de wendabûneke mezin ya bibîranînê heye. ‘Biratî’ dirûşmeyeke ku wendabûna bibîranînê vedişêre, wendabûnê kûrtir û berfirehtir dike. Wendabûna bibîranînê ne tenê di nav gel de, herwiha bi lêkolînvan û rewşenbîrên Kurd re jî heye. Wendabûna bibîranînê bi lêkolînvanên rojava, çapemenîya rojava, mirovên zanîngehên rojava re jî heye. Mirovên zanîngehên rojava, lêkolînvanên rojava jî nakevin mijara perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê, xwe ji vê yekê bi zanebûn diparêzin. Qet bêyî balê bikşînin ser perçekirin û parvekirinê, qet bêyî vê pêvajoyê nîqaş bikin, dibêjin ‘Kurdistana Tirkîyê, Kurdistana Îranê, Kurdistana Sûrî, Kurdistana Tirkîyê’. Gelekî hêjaye ku bi têgehên zanyarî, sîyaset û dîplomasîyê ev rewş bê rexnekirin. Divê ev yek wezîfeyeke girîng ya ramana Kurd, rewşenbîrên Kurd, çapemenîya Kurd, dîplomasîya Kurd û sîyaseta Kurd be.

Berî her tiştî pirsgirêka Kurdistan, pirsgirêkeke ûjdan e. Divê vana giş wezîfeya rewşenbîrên Tirk, Ereb, Faris, rewşenbîrên Ewrûpa, mirovên zanîngeh û çapemenîyê be.

Hiqûk û Tekoşîna Azadîyê û Kurd

Perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê, rewşeke ku di îdarekirina Kurdan de tu prensîbên axlaqî neyê fikirandin derxistiye holê. Dewletên ku bi şirîkayî Kurd xistine bin îdareya xwe, her dem hêzên xwe yên polîtîk, îdeolojîk, leşkerî û dîplomatîk li hemberî Kurdan kirine yek. Li hemberî Kurdan avakirina tevgêreke wiha, weke faktorekî ku îdareya Kurdan hêsan dike derdikeve holê. Bêgûman ev yek tekoşîna Kurdan jî gelekî zahmettir dike.

Heta dawîya Şerê Cîhanê yê Yekemîn, van hêzanan, Îngîltere, Fransa, Komara Tirkîye, Îran (Faris) û Erebbûn. Piştî 1960’î jî Iraq, Sûrî, Tirkîye, Îran û Îngîltere, Fransa, Amerîka û Yekîtîya Sovyetê ku bi van dewletan re di nav hevkarîya aborî, polîtîk, dîplomatîk û têkiliyên leşkerî de bûn bixwe bûn. Ji ber hin sedeman dibe di nav van dewletan de hin dijberî hebin. Lê dema ku pirsgirêka Kurd û Kurdistanê dikeve rojevê, giş li hemberî Kurdan bloqekê ava dikin. Îro dema ku li herêmeke Kurdistanê bûyerek pêk tê, bandora xwe an erênî an jî neyênî li perçeyên Kurdistanê yên din dike, dewletên ku Kurd û Kurdistanê bi şirîkayî îdare dikin, kontrol dikin yekser jibo ku tedbîrên lazim bigrin, civîna pêk tînin.

Gelekî eşkereye ku ev yek, hiqûq, edaletê na afirînî, bileksê vê yekê, eşkere ye ku hestên hiqûk û edaletê dieciqîne, xera dike. Li hemberî vê pêvajoya zulm û çewisandinê jibo Kurdan mafekî meşrû ye ku ew tekoşîna azadîyê bikin. Di van şertan de, berxwedana li hember zulm û zorê, weke mafekî meşrû derdikeve holê.

İsmail Beşikçi


Wergera ji Tirkî: Salih Agir Qoserî

Kurdistan-post

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2551)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2623)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2839)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2339)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2383)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2631)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2921)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2552)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2512)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2297)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last