×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (348)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1059)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1365)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1261)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1351)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1213)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1333)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1987)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2048)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2077)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
27

Wesfên Rejîmê, Yên Esasî VI

Sîstema Desthilatdarîya Tirk
 
Gelên Anadolê-Gelên Herêmê, Sîstema Dewşîrme

 
Oğuz, di sedsala 11’an de ji Navenda Asya, di ser Horasanê, Îranê re hatin. Êrîşên Oğuza di sedsala 12.13.14’an de berdewam kir. Ev êrîş ne êrîşin bi rêk û pêk bûn. Ev ne êrîşin ku herêma hedefan berê hatibûn dîyar kirin. Turkmen li cîyekî ku bikaribin lê bijîn, debara xwe bikin digerîyan. Li gorî nerînên pisporan, di çarsed sal de hejmara Oğuzên ku hatine der û dora Gola Wanê di navbêna 200 hezar û 600 hezar de bûye.

Dema ku Tirkên Oğuz hatin vê herêmê, gelê  ku li vêderê dijîyan kî bûn? Weke mînak li Jora Mezopotamya, li der û dora Wan û Urmîyê Kurd, Asûrî-Suryanî, Keldanî, Ermenî, Yahûdî, Ereb û li hîn li jortir jî Gurcî hebûn. Li Jêra Mezopotamya, li Iraqê, Sûrîyê Ereb dijîyan. Li rexê Bahra Reş Laz, Pontûs, li herêma Ege, Bahra Sipî, li dora Kizilirmakê Rûm, Ermenî hebûn. Gelên herêmê ev bûn. Dema Tirkên Oğuz di sedsala 11’an de hatin, hejmara gelên herêmê li dor 10 mîlyonan bû.

Di Împaratorîya Selçûkî û di pê re ya Osmanîyan de nerîneke wiha dibînim. Qadroyên ku di îdarê de cîh digirtin, ne ji gelên herêmê bûn. Sîstema Dewşîrme heye. Qadroyên îdarê, sazîyên desthilatdarîyê ji dewşîrma dihat ava kirin. Qadro ji gelê herêmê ne dihat avakirin, bi pirayî gelê herêmê li derveyî îdarê dihatin girtin.

Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir e, weke mînak, Mîrek pêjde li hember desthilatdarîyê dibe pirsgirêkan derxe û doza muxtarîyet an jî serbixwebûnê bike. Jibo vêya bisekinîne bi taybetî, qadroyên îdarê ne ji gelê herêmê, ji dewşîrma ava dikirin. Di îdarê de temama mirovên sereke ji dewşîrma pêk tanîn. Li Balkana ji Rûm, Sirp, Hirvat, Romen, Bulgar, Pomak hwd zarokên bi temenê ciwan didan hev, li gor îdeolojîya Osmanî ew digîhandin û di wezîfeyên bilind de bi cîh dikirin. Ev zarokên ji malbatên xiristîyan digirtin, ji malbatên wan diqetandin, ji der û dora xwezayî ya malbatê diqetandin, li derên cûda digîhandin. Êdî ne mumkun bû li wê der û dora xwezayî bikarîbana têkilî danîyana. Vana êdî bi her rengên hebûna xwe bi dewletê ve girêdayî bûn. Bi saya dewletê hebûn. Ê hebûna wan jî ancax bi saya dewletê bihata berdewam kirin. Têgihiştineke wiha hebûn. Jiber vê yekê jî, van mirovana bi ciddîyeteke mezin li dewletê miqate bûn.

Dibe mîrekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pire, tu nerînên wî ku hewqasî li dewletê miqate be tune  be. Wekî din di warê desthilatdarîyê de dibe ku ew bixwe tiştan bike. Li herêmê rengê mulkîyetê, têkiliyên bi gel re dibe rê li tiştekî wiha veke. Bêgûman ev jî ê pêvajoyeke li dijî sîstema navendî derxe holê. Li alîyê din, hêsane zarokên ku ji malbatên wan diqetînin li gorî armanca xwe bigihînin. Lê gîhandina zarokên musulman û xwedî malbat dibe ne hewqasî hêsan be.

Navê dibistana ku ev zarok lê digîhandin Enderun e. Tu agahdarî di derbarê ku di dema Osmanîyan de di Enderunê de zarokên Turkmen, Kurd, Ereb qebûl dikirin tune ye.

Bi zorê girtina zarokan ji malbatên wan û li derin dûr li gorî daxwazê civakek dinê gîhandina wan, qarakterekî girîng yê sîstema dewşîrme bixwe ye. Avakirina Dibistanên Herêmî Yên bi Roj û Şev (Yatılı Bölge Okulları) jî ji îhtîyaceke wiha derketîye holê. Armanca van dibistanan asîmîlasyona Kurda ye. Îro hîna jî ev dibistan jîyana xwe berdewam dikin. Komeleya Piştgirîya Jîyana Hemdem (Çağdaş Yaşamı Destekleme Derneği) Weqfa Perwerde (Eğitim Vakfı) jî sazîyên civaka sifîl ku bi heman armancê hatine avakirin bixwe ne. Li gorî Peymana Cenevre ku di 1948’an de hatîye pejirandin, mere zarokan ji malbatên wan biqetîne û li gorî daxwazên civakek din bigîhîne, weke sûc dipejirîne.

Ev pêvajoyek ji pêvajoya jenosîdê ye. Lê ramana Tirk bi tevayî pesnê xwe bi sîstema devşîrme dide. Veya di navbêna nerîna hemdem, demokratîk û nerîna fermî de dijberî û cûdabûna têgihîştineke cidî xuya dike.

Di dema Îttîhat û Terakkî de û bi taybetî di dema Cûmhûrîyetê de, qadroyên ku îdareya dewletê pêk tînin, ne ji gelê herêmê pêk tên, ji gelên ku ji derve hatine Anadolê pêk tên. Ev yek rastîyeke eşkere ye. Di herdû deman de jî em dibînin ku Çerkez, di dewletê de, di qadroyên girînd de cîh girtine. Dîsa dîyar e mihacirên Balkanan, yên ku ji Kirim, ji Kafkasya, ji Navenda Asya hatine di dema Cûmhûrîyetê de jî, di îdara dewletê de di derên bilind û girîng de cîh girtine. Ev mirov ji ber zulm û zorê revîyane, bêyî ku xwedî tiştek bin hatine Tirkîye.

Jîyana wan ya li Tirkîye bi temamî bi dewletê ve girêdayî ye. Dewletê, di surgûna Rûm û fermana Ermenîyan de malê ku ma, hîbeyî van mirovanan kir, bi vî awayî di warê îdeolojîk û sîyasî de ev mirov bi dewletê girêdane. Bi vî awayî mihacir bûne xûrûbeke ku bi îdeolojîya fermî û sîyaseta dewletê ve girêdayî ne. Dibe ku gelên herêmê weke Turkmen û Kurd hewqasî bi dewletê ve ne girêdayî bûna. Ev dewlet, her tim bi mihacirên Çerkez, Kirim, Kafkasya û Tirkên Navenda Asya gelekî bawer bûye. Di dewletê de jiber vê girêdana wan ew anîne wezîfe û karên bilind, lewre tu talûke ji wan ne dîtine. Lê li Turkmenên Elewî û Kurdan her tim ketine şikê.

Di dawîya sedsala 19’an de, di şerê Osmanî û Rûsan de ji Balkan û Kafkasya gelek koçber bûn hatin Anadolê. Osmanîyan di sedsala 14’an de dema Balkan fetih kirin, hin mirov ji Anadolê birin li wêder bi cîh kirin. Ji vanan re digotin ‘’Evlad-i Fatîhan’’. Yên ku ji Balkanan hatin Anadolê, torûnê vanan e. Ev koçberî piştî têkçûna Balkanan ya di 1912 de bêtir bû. Di dema Îttîhat û Terakkî de yên ku di îdareya dewletê de hatin bi cîh kirin gelek ji vanan bû.

Di Cûmhûrîyetê de, dema partîyek tenê li îxtîdarê bû, Serokê Cumhurîyet Halk Firkasi Mustafa Kemal bixwe parlementerên xwe tayîn dikir. ‘Hilbijartina du derece (Çift derecelî seçim), bi serê xwe tayînkirin bû. Çi parlementer û çi jî delegeyên ku ew parlementer hildibijartin bi tayînkirinê dihatin wê wezîfê. Gelek ji yên ku weke parlementer dihatin meclîsê ji van mirovan bû.
Alîyekî girîng, yê sîstema desthilatdarîya Tirk ev e. Di dema Osmanîyan de, jibo îdarê, ne stendina gelê herêmî, di dema Cûmhûrîyetê de avakirina îdarê ji mirovên ku ji derve hatine, divê bi alîkarîya bûyeran bê nîqaş kirin.

Di dema Osmanîyan de, erd bi sîstemeke ku jê re digotin timar, dihat şixulandin. Erd weke timar, zeamet, has di nav xwe de dibû çend beş. Li ser îdareya her beşî, mirovên ku ji navenda dewletê hatibûn tayînkirin hebûn. Ev li gorî xizmeta ku mirovên di herbê de kiribûn dihat parve kirin. Ne mumkun bû mirov ji gelên herêmê werin ser van wezîfan. Li Kurdistanê ji sedsala 16’an û vir de, ji dema Îdrîs-î Bîdlîs û vir de, sîstemeke cûda, mere dikare bêje sîstemeke ozerk hebû. Ev sîstem di sedsala 19’an de, di dema Mahmûdê duyem (1808-1839) de, dema ku serhildan pêk hatin xera bû. Kurdîstan bi rengekî organîk kete nav sîstema dewletê.
 
Avakirina Mirovên Yek Tîp, Herkesî Bike Tirk
 
Dema mere dibêje desthilatdarîya Tirk, divê mere dema Osmanîyan ya klasîk, ya Îttîhat û Terakkî û dema Cûmhûrîyetê bi serê xwe binirxîne. Avakirina mirovên yek tîp, qarakterekî herdû demên dawî ye. Vê pêvajoyê bi dema Îttîhat û Terakkî dest pê kir û di dema Cûmhûrîyetê de hîn bêtir sîstematîk berdewam kir. Nerîn û helwesta tenê zimanek, tenê gelek, tenê dewletek, tenê welatek, tenê şefek di vê demê de derdikeve holê. Bi sirgûnikirina Rûman, qatlîama Ermenîyan hewildan astengên li hember vê pêvajoyê ji holê rakin. Yahûdîyan jî, di avakirina îdeolojîya Kemalîzmê de her dem alîkarî kirine. Di dema Îttîhat û Terakkî de jî û di dema Cûmhûrîyetê de jî rewşek e wiha hebû ye. Asîmîlasyona Kurdan bo Tirktîyê, asîmîlasyona Alewîyan bo musulmantîyê jî dîsa li ser bingeheke wiha pêk hatîye. Ji alîyê etnîkî û dînî de avakirina civakek homojen, jibo Cûmhûrîyetê armanceke girîng bû. Îdeolojîya Kemalîst, ev yek weke ‘gelekî bê sinif, bê îmgîyaz û yekbûyî’ dihat îfade kirin.

İsmail Beşikçi
Werger ji Tirkî: Salih Agir Qoserî
salihagirqoseri@hotmail.com

Kurdistan-Post

 

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2498)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2580)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2792)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2301)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2342)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2586)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2872)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2513)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2478)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2257)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last