×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (251)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (974)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1286)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1167)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1264)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1115)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1280)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1944)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1968)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1994)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
16

Wesfên Rejîmê, Yên Esasî V

Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê


Li Tirkîyê timî tê gotin ku di derbarê îdarekirina dewletê de sazî li hev dikin. Ev fikir weke ‘di îdarekirina dewletê ya sereke de sazî hemfîkîrin’ tê îfade kirin. Lê divê mere vê yekê weke organên dewletê li hevdû nakin fam bike.

Serokkomar, Serokwezîr, Serkerkanê leşker, Wezîrê karê hundur, Wezîrê Edaletê û hwd. timî dibêjin ‘dadgeh serbixwe ne’. ‘Hemfikirtîya’ di nav organan de jî tişkî wiha ye.

Di demokrasîyên modern de, di îdareya dewletê de sazîya girîng û xwedî hêz hikûmet e. Tenê hikûmet di îdarekirina dewletê de xwedî mesûlîyet e. Di demokrasîyên modern de hikûmet hem xwedî wezîfe ye û hem jî xwedî mesûlîyet e. Weke mînak di demokrasîyên Rojava de, tu sazîyên bi navê îdeolojîya fermî tune ye. Divê mere balê bikşîne ser ku îdeolojîya fermî, bi cezayên dewletê tê paraztin û meşandin. Dewleteke xwedî îdeolojîya fermî, ne dewleteke demokratîk e. Krîtera demokrasîyê ya herî girîng, azadîya raman, sazîya azad ya rexnegirtinê bi rengekî feal bê bikar anîn. Di demokrasîyên modern de azadîya raman, rexnegirtina azad weke sazî bi cî bû ye. Sîstemeke ku raman û rexnegirtin weke sazî lê rûniştibe, çapemenî jî azad e. Lê sîstemeke ku îdeolojîya fermî her tiştî îdare dike û rê didê, çapemenî propaganda nerîna fermî dike, li gorî daxwazên îdeolojîya fermî tev digere.

Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolojîya fermî bixwe ne. Ev yek li Tirkîyê arteş e. Arteş îdeolojîya fermî, bi burokrasîya bilind re ava dike. Dadgeha Zagona Bingehî, Dadgeha Temyîzê, Şûraya Dewletê û hwd sazîyên dewletê yên bilind, herweha zanîngeh, di paraztin û meşandina îdeolojîya fermî de xwedî rolin. Çapemenî jî di bin bandora îdeolojîya fermî de di hewildanê de ye.

Li dewletên ku ne demokratîn, ango li dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî ne, mere dikare bahsa yên hatine tayînkirin û yên hatine hilbijartin bike. Di îdarekirina dewletê de tu giranîya ciddî yên ku hatine hilbijartin, li hember yên ku hatine tayînkirin tune ye. Ji vî alî de, tenê hilbijartinên ku ji çar an jî ji pênc salan carekê pêk tên ne kriîtereke demokrasîyê ne. Ev krîter pêwiste lê têrê nake, krîterekî du di asta duyem de xwedî girîngî ye.

Di têkilîya yên hatine tayînkirin û yên hatine hilbijartin de, hêjaye mere li parvekirina selahîyet û mesûlîyeta wan binere. Yên hatine tayînkirin, di îdarekirina dewletê de xwedî selahîyetin. Lê vana di encamên pêkanînan de ne xwedî mesûlîyetin. Ne pejirandina mesûlîyetê, pêwîstîya hikûmeteke sivîl derdixwe holê. Di vêderêde gotina ‘sifîl’ di wateya ku ne leşker e de ye. Burokrasîya bilind, organên dadgehî yên bilind, zanîngeh, weke mînak di derbarê pirsgirêka Kurdan de, bi her awayî nerînên leşker diparêzin. Ev sazî, paraztin û pêkanîna van nerînan dikin. Di eslê xwe de, sifîlbûn ne ku hêzê ji sazîyeke dewletê distîne û di nav sazîyên dewletê de parve bê kirin, sifîlbûn dana hêzê bo gel bixwe ye. Hêzên ku bi destê rêxistinên civakî yên sifîl hatine avakirin divê têkevin destê gel.

Îxtîlafa di Navbêna Sazîyan de

Rojnameya tarafê di roja 12 Hezîran 2009’de belgeyek di derbarê ‘xelaskirina Adalet ve Kalkinma Partîsî û Cemaata Gülen’ de weşand. Hat gotin ku ev plan li Qarargaha Sererkanîyê, ji alî albayekî hatîye amade kirin. Veya dîyar dike ku di navbêna arteş û hikûmetê de îxtîlafek heye an jî di nav arteşê bixwe de, li hember hikûmetê hebûna cûntayekê heye.

Dibe di serê dewletê de, di nav sazîyan de îxtîlaf, dubendî û dijîtî hebe. Herweha dibe ku ev dijîtî hîn jî bêtir bibin. Lê tu qetandin di vê pêvajoyê de çênabe. Her çiqas herdû sazî di îxtîlafê de bin jî, dîsa ew ê jîyana xwe berdewam bikin. Dibe di vê pêvajoyê de fikra sazîyekê têkeve giranîyê, lê ê tu qetandin di pêvajoyê de çênebe. Heger ku qetandin çênebe, ê rê li jîyana sazîya din veke. Dînamîka bingehî ku hêzê dide naveroka vê pêvajoyê, pirsgirêka Kurd bixwe ye.

Di pirsgirêka Kurd de, sazîya ku pirsgirêkê tespît dike, ya ku pirsgirêkê ji pirsgirêkbûnê derdixe û xwe di vê mijarê de weke xwedî wezîfe dibîne, arteş e. Arteş di vê mijarê de naxwaze hikûmet û sazîyên din di vê mijarê de xeber bide, vê yekê asteng dike. Arteş tenê jibo pêkanînê, planan dide hikûmetê û çavderîyê dike da ku tên pêkanîn an na. Hikûmet jî di mijara ku ew bê însîyatîf dimîne de ne aciz e.

Naveroka ‘Plana xelaskirina hikûmeta AKP û Cemaata Gülen’ ne rast e. Lewre yên ku rê didin hêzên dînî û taybetî hêzê dide Cemaata Gulen, leşker bixwe ye. Jibo bikaribin bi pirsgirêka Kurdî re derxîn serî, rêyeke girîng ew e ku li herêmên Kurdan hêzên dînî, radyo û telewîzyonên ku weşanên dînî dikin, wekfên dînî û hwd tên teşwîk kirin. Ev, polîtîka ji dewletê û arteşê re polîtîkayek girîng e. Şitexilandina Kurdan bi hêzên dînî, helandina pirsgirêka Kurdî di hêzên dînî de, nerîn û pêkanîna dewletê ya girîng e. Teşvîkkirina Kurdan di vê mijarê de li her derê, polîtîkayek dewletê ya bingehî ye. Weke mînak; Kursên Kuranê li Kurdistanê tên teşwîkkirin, hêz û cemaatên dînî jî tên teşwîkkirin. Tê zanîn ku bi taybetî Hîbullah jibo li hember PKK û li hember pirsgirêka Kurdî bê bikar anîn, dewletê ava kiriye, dewleta kûr ew birêxistin kiriye û li sazîyên arteşê perwerde jibo wan hatîye dayîn. Mere dikare bêje dewlet li herêmên Rojava, di derbarê hêzên dînî de hessas e û dixwaze asteng bike. Lê li herêmên Kurdan pêşxistina hêzên dînî, polîtîka dewletê bixwe ye. Li alîyê din, Cemaata Gulen jî li herêmên ku Kurd lê dijîn, li gorî îdeolojîya fermî perwerdeyê dike, ziman û çanda Tirkî pêşve dixe. Weke mînak eşkere ye ku di kursên Kuranê de Kurdî li şagirtan qedexe dike. Cûdabûneke mezin di navbêna kursên Kuranê yên Cemaata Gulen û medreseyên Kurdan de yekser tê çavên mere. Di medreseyên Kurdî de, perwerdeya bi kurdî, perwerdeya Erebî ku bi kurdî dihat kirin, bu sedema ku hatin girtin. Tê zanîn ku Cemaata Gulen, gotinên Saîd-î Nursî yên di derbarê Kurd û Kurdistanê de derdixin, diguherin, xera dikin û diweşînin. Ev pirtûkên Saîd-î Kurdî, bi destên alîkarên Kurdan dîsa hatine weşandin.

Arteş di pêvajoya van têkilîyan de ne tenê îhtîyacê ji Cemaata Gulen dibîne. Herweha îhtîyacê ji temama hêz û cemaatên dînî dibîne. Îhtîyaceke mezin ji partîyeke mîna Adalet ve Kalkinda Partîsî û ji hikûmeta wê tê dîtin. Jiber ku dema bahsa Yekîtîya Awrûpa tê kirin, bahsa têkilîyên Yekîtîya Awrûpa tê kirin, di çi astê de be bila bibe, di têkilîyên Amerîka de, di bahsa maf û azadîya mirovan de, têkilîyên nerînên lîberal çawa dibe bila bibe, hêzeke dînî tîne bira mere. Dema bahsa AKP dibe berî her tiştî vana tên bîra mere. Di hilbijartinên tevayî û herêmî de sazîyên leşker û polîs, jibo gel dengan bidin AKP û nedin DTP gel tehdît dikirin. Ev rewş têkilîyên AKP û leşker dîyar dike.

Pirsgirêka Kurdî, îhtîyaca sazîyan bo hevdû derdixe holê, her çiqas îxtîlafa wan bêtir jî bibe, ji hevdû qetandinê disekinîne. Lê veya rastîyeke: Hikûmeta ku di pirsgirêka Kurdî de li hember leşker dengê xwe nake, nabe xwedî însîyatîf. Parvekirina selahîyet û mesûlîyetê ku li jor hatîye vegotin, qetandineke wiha pêk nîne.

Gelek nîqaş li ser ‘belge’ an jî ‘perçeyek kaxet’ ku rojnama tarafê di 12 Hezîranê de weşand, hat kirin. Di pêvajoya van nîqaşan de TBMM, qanûnek ku rê vedike leşker di dadgehên sifîl de bên dadgeh kirin, hate derxistin. Veya, weke fikra hikûmetê ji meclîsê re hatibû şandin. Li gorî vê qanûnê, dema ku leşker sucên giran bike, ê bikaribin li dadgehên sifîl bên dadgeh kirin. Li hember hikûmetê çêkirina planên darbeyên leşkerî jî, sûcekî giran e. Leşker li dijî qanûneke wiha bû. Muxalefet, bi taybetî CHP li gel leşker cîh girtibû. Li vêderê jî gotina ‘sifîl’ tê wateya ne leşkerî. Tê zanîn ku hin hakim, hin Mahkemeyên Cezaya Giran, bi taybetî Mahkemeya Temyîzê li gorî daxwaz û talîmatên leşker biryara dide. Li Tirkîyê leşker, di warê îdarî û malî de serbixwe ye. Ya hîn girîngtir, di warê huqûqî de serbixwe ye. Leşker nahêle kes wan kontrol bike. Malê leşkerî, qadroyên leşkerî, mesrefên leşkerî, ne di kontrola Dîwana Muhasebe de ye. Polîs jî di rewşeke wiha de ye. Li gel vana tevan, pejirandina vê qanûnê, di pêşveçûna nirxên demokrasîyê de ê alîkarîyeke girîng bike.

İsmail Beşikçi

Werger ji Tirkî: Salih Agir Qoserî

Kurdistan-Post

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2421)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2480)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2742)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2255)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2288)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2531)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2817)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2462)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2433)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2200)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last