×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (251)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (974)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1286)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1167)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1263)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1115)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1280)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1944)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1968)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1994)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
27

Van rojan (Tebax 2009) li ser pirsgirêka Kurdî nîqaş pir tên kirin. Hevdîtina wezîrê Hundir Beşîr Atalay, di 1’ê Tebaxê 2009’an de li Ankara li Akademîya Polîsan ku bi 15 rojnameger û endamên zanîngehan re pêk anî, ev pêvajo zûtir kir. Her roj di telewîzyon, radyo, rojnameyan de li ser pirsgirêka Kurdî gotar û nîqaş tên kirin.

Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe re hevrû bibin, dixwazin hin tiştên biçûk sererast bikin. Yên ku beşdarî nîqaşan jî dibin, daxwaza dewletê ku xwe rexne bike û bi paşeroja xwe re hevrû bibe, nakin. Ev jî, di vê rewşê de, taybetmendîyeke din ku balê dikşîne bixwe ye. Lê belê di vê pêvajoyê de, divê du heb sazîyên dewletê yên girîng, organên dadgehkirinê û zanîngeh xwe rexne bikin, jibo pêkanînên paşeroja bi xwe re hevrû bibin. Polîtîkayên li ser asîmîlasyonê, înkar û îmhayê bi hevkarîya van herdû sazîyan dihat pêkanîn. Eşkere ye ku sîyaseta înkar û îmhayê, sîyaseta asîmîlasyonê çi di zanîngehan û çi jî di sazîyên dadgehan de burokratên bi zîhnîyeta mamûran gîhandine. Bêgûman di vê pêvajoyê de rolê organên îdarê, îdareya civakê, weke mînak, Serokkomar, arteş, Sazîya Ewlekarîya Millî (Mîllî Guvenlik Kurulu), çapemenîyê pir e. Lê du heb sazîyên sereke ku pêwistîyên îdeolojîya fermî pêk tînin, sazîyên dadgehê û zanîngeh bixwe ne. Em li salên 1960’î, 1970’yî, 1980’yî bifikirin. Organên dadgehkirinê yên ku bahsa Kurdan, bahsa zimanê Kurdî dikirin, bi cezayên giran ceza dikirin. Organên dadgehkirinê, mahkeman di biryarên xwe de, digotin Kurd Turkin, tu zimanên bi navê Kurdî tune ne. Dixwestin Turkbûna Kurdan, tunebûna zimanê kurdî îspat bikin. Zanîngehan, yên ku bahsa Kurdan, bahsa kurdî dikirin, ji nav xwe diqewirandin. Di vê mijarê de di navbêna dadgeh, organên îdarî û çapemenîyê de hevkarîyeke mezin hebû. Zanîngehan bi cezayên îdarî, bi komîsyonên lêkolînê, dawî li wezîfeya mirovan tanîn, organên dadgehên jî gelek cezayên giran didan. Nabe ku bêjin vana di pajerojê de man, em li îro binerin. Hetta hin hakimên ku biryarên mahkûmkirinê di derbarê me de didan jibo ku di daweyên din de ruşvet ji malbatên hin mahkûman stendine û li ser sûc hatine girtin, ew bixwe bûne mahkûm. Lê dîsa jî biryarên di derbarê me de ku van hakimên ji ber sûcên rûreş mahkûm bûne, hîna jî derbas dibin. Ango weke encam, van hakiman heddê yên ku bahsa Kurd û Kurdistanê kirine rê wan dane. Ji alîyê dewletê de, ji alîyê îdeolojîya fermî de, ya herî girîng ev bixwe ye. Li gorî vê hevokê, qedexebûna pirtûkan û bê hiqûqî hîna jî tê berdewam kirin.

Îro, li zanîngehan mamosteyên ku li gorî prensîbên zanyarîyê dizanin ku Kurd û zimanê kurdî nikare bê înkar kirin hindik bin jî, hene. Di organên dadgehan de, hakimên xwedî hestên edaletê heger ku kêm bin jî dibin hebin. Lê veya pêwistiya xwe rexnekirinê û hevrûbûna paşerojê ji holê ranake.

Di 28 ê Tîrmeha 2009’an de wezîrê Karê Hundir Beşîr Atalay, li ser metodê ‘vekirinê’ de axaftinek kir. Axaftina wî ya di 1ê Tebaxa 2009’an de li Akademîya Polîsan kir, bandoreke ku vê helwesta wî xurt dike, kir. Bûyera bingehî ku helwesta wezîrê Hundir Beşîr Atalay dîyar kir, bûyera ku di 4 ê Nîsana 2009’an de li gundê Zanqirtê ku bi navçeya Mêrdînê, Şermixê ve girê dayî ye bixwe ye. Di vê konkujîyê de ji heman malbatê 45 heb hatibûn kuştin. Yên ku birîn jî bûbûn hebûn. Wezîrê Hundir Beşîr Atalay wê rojê çû cîhê bûyerê û got ‘ev bûyer naşube êrîşeke terorê’. Halbûkî veya jibo ku bavêjin ser PKK’ê hatibû plan kirin. Daxuyanîya ku ‘ev naşube êrîşeke terorê’ jî bi vê yekê ve girêdayî bû. Bi vê daxuyanîyê, pêşî li vê senaryoyê hat girtin.

Di derbarê pirsgirêka Kurdî de divê mere balê bi erênî bikşîne ser helwesta Serokkomar Abdullah Gul jî. Herweha helwesta Serokwezîr jî. Axaftina Serokwezîr ya di 11 ê Tebaxa 2009’an de ku di civîna gûrûba meclîsa partîya AKP de de kir, axaftineke erênî ye. Di vê mijarê de, mere dikare bêje Serokkomar, Serokwezîr û wezîrê hundir naşubin Serokkomar, Serokwezîr û wezîrên hundir yên berê.

Şerê ku bi sedema înkarkirina Kurd û zimanê Kurdî, xerakirin û şewitandina Kurdistanê bi xwe re anî. Coxrafîya Kurdan hat xera kirin. Daristan hatin şewitandin, kanîyên bingehî yên debarê hatin xera kirin, îmha kirin. Bi hezaran cînayetên ku jê re dibêjin ‘cînayetên faîlên wan ne dîyar’ çêbûn. Gund hatin şewitandin, xera kirin, bi deh hezaran gund hatin telef kirin. Bi mîlyonan Kurd bi zorê ji cîhên xwe hatin derxistin. Civaka Kurdan hejandinên gelekî mezin derbas kir. Li dor 40 hezar mirovên ku dikarîbûn kar bikirana û berhem bi afirandana hatin kuştin. Ji vana bêtir mirov seqet bûn, nema dikarin kar bikin. Sedema van xerabûnan, polîtîkayên dewletê yên ku Kurd û zimanê Kurdî înkar dikirin, dixwestin îmha û asîmîlasyonê pêk bînin bixwe bûn. Jibo ziman û çanda Kurdî xera bikin her metod hatin bikar anîn. Jibo vê yekê her şikil operasyon mubah hat dîtin. Di nîqaşên di derbarê ‘vekirina Kurdan’ de qet bahsa vana nayê kirin. Lê hîna jî yên ku diaxivin, aqil didin Kurdan û ji wan re dibêjin ‘wiha bikin, wiha nekin’. Ev helwest jî taybetmendîyeke din ya van nîqaş û axaftinên van roja ne.

Taybetmendîyeke sisîyan, ya van nîqaş û axaftinan, ew e ku qet bahsa bingeha vê pirsgirêkê nakin. Bêgûman wesfê pirsgirêkê yê bingehî, di dema Cemîyeta Gelan de perçekirin û parvekirina Kurdistanê ye. Hêzên emperyal yên wê demê, Brîtanya Mezin, Fransa ev polîtîka bi hevkarîya Ereb, Fars û Tirk, herweha bi lihevkirina Yekîtîya Sowyetê pêk anîn. Vê yekê, bandoreke ku îskeleta Kurdîstanê perçe kir, mejîyê wê belav kir derxist holê. Perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê ne perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê ya yekemîn e. Di çarîka destpêka sedsala 15’an de Împaratorîya Osmanî û Împaratorîya Îran, di dema Yavuz Sultan Selîm û Şah Îsmaîl de, bi şerekî Kurdistan hat perçekirin, di 1639’an de perçekirin û parvekirinê rengekî fermî stendîye. Lê pêvajoya ku îro tayîn kiriye, di salên 1920’an de pêk hatîye. Di nîqaş û axaftinan de, bahs nekirina vê yekê, bêgûman kêmasîyeke mezin e. Jiber ku bahsa vê yekê nayê kirin, nîqaşa vê pêvajoyê nayê kirin, nayê kişifkirin û têgihîştin, xerakirina ziman, çand û dewlemendîya mirovahî nayê kişifkirin û têgihîştin, rayedarên Partîya Civaka Demokratîk (DTP) û rayedarên PKK’ê yên li Qandîlê, dibêjin ‘em dikarin 17 hezar cînayetên faîlên wan ne dîyar jibîr bikin’, em dikarin ‘paşerojê’ jibîr bikin. Heger ku ev xerakirin bên guftogokirin, bê kişifkirin û têgihîştin, gotina ‘em dikarin jibîr bikin’ ê hewqasî bi rihetî nikaribe bê gotin.

Taybetmendîyeke çaran ya van nîqaş û axaftinan heye. Di nîqaş û axaftinan de çixêzên dewletê, yên sor tên paraztin. Gelê Kurd, Azadîya gelê Kurd nakin bingeha guftûgoyan. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke ku bi înakara dewletê ya Kurdan û zimanê kurdî, bi asîmîlasyona Kurdan, Kurdên ku asîmîle nebe îmha kirina wan ve girêdayî ye. Dema ku ‘çareserî’ tê rojevê, divê bêgûman mirov, mirovên Kurd, azadîya Kurdan pêş de derkeve. Lê di van nîqaşan de hîna jî ne mirov û azadî, lê em paraztina dewletê dibînin.

Di van nîqaşan de, taybetmendîya pêncemîn em dikarin wiha îzah bikin: Îro di derbarê Kurdan de gelek pirtûk tên weşandin. Di van pirtûkan de bahsa ‘biratîyê’ tê kirin, ‘cûdahîya me tuneye, bi sedsalan em bi hevdû re jîyane, bi hevdûre girîyane, bi hevdûre kenîyane’ tê gotin. Ev dereweke gelekî bê mirêz e. Ne helwesteke axlaqî ye. Di dema geşbûna tekoşînê de, çapemenîya Tirk, nivîskaran, Kurd weke ‘eşqîya, xaîn, haydut û hwd.’ bi nav dikirin. Hetta bi doh digotin ‘me eşqîya di mexareyên wan de lêxist. Digotin ‘me bombe weke baranê avêtin ser xayînan’. Dema ku mere li nivîs û şiroveyên vê demê dinere, mere dibîne ku Kurd weke mîkrob û kêzikên ku divê bê paqijkirin, dihatin nirxandin. Lê nuha di ‘rêya aşitîyê’ de bahsa ‘biratîyê’ tê kirin, ‘cûdahîya me tuneye, em bi sedsalan bi hevdû re jîyane, em bi hevdûre girîyane, bi hevdûre kenîyane’ tê gotin. Bi raya min ev, jibo ku mafên mirovan yên bingehî, mafê Kurdan ku ji Kurdbûna wan tê, nede wan, tê gotin. Nerîneke ku dibêje ‘jixwe em bira ne, çi pêwistîya wî mafî, vî mafî heye’ hakîm e. ‘Pêwistîya wî mafê ya vî mafî tuneye’ tê gotin. Di van mijaran de pirsa bingehî veya ye: Di 1923’an de Lozan. Kurd û Tirk Lozanê çawa dinirxînin? Çalakîyên di 1984’an de... Kurd vê bûyerê çawa dinirxînin, Tirk çawa dinirxînin? Di 1992’an de. Li Kurdistana Başûr, avakirina Parlementoya Kurdistanê. Di 2005’an de li Kurdistana Başûr Desthilatdarîya Herêma Kurdistanê... Çapemenîya Tirk vê bûyerê çawa dinirxîne, çapemenîya Kurd çawa dinirxîne? Orgeneralê Teqawît Abdullah Alpdogan, Orgeneralê Teqawît Mustafa Muglali... Kurd van navan çawa dinirxînin, Tirk çawa dinirxînin? Li gel vana tevan, derewên ku ‘em bi hevdûre girîyane, bi hevdûre kenîyane’ çawa tên gotin?

Di nîqaş û axaftinên îro de, divê mere balê bikşîne ser van taybetmendîyên bingehî. Hikûmet, rewşenbîrên Tirk û hin rewşenbîrên Kurd, bêyî balê bikşînin ser van wesfan, nîqaşê dikin. Li gel vana, divê Kurd bikaribin bahsa van taybetmendîyên bingehî bikin û balê bikşînin ser wan. Dewlet û hikûmet, bi mafên şexsî û çandî sînor datînin û dixwazin polîtîkayên rêya wan girtî bimeşînin. Lê divê Kurd polîtîkayên pêşîya wan vekirî bimeşînin. Gotina Serokkomarê Iraqê û Serokê Yekîtîya Netewên Kurdistanê Celal Talabanî ku dibêje ‘dewleta Kurdî xeyal e’ û gotina Yaşar Kemal ku dibêje ‘Kurd dewletekê naxwazin, ne tirsin’ şaş e. Divê mafê tu kesî yê danîna ambargoya ser îradeya nifşên pêşerojê tune be. Perçekirin û parvekirinê dînamîkên Kurdistanê, yên hundir xera kiri ye. Îro li Kurdistanê dînamîkên derve bêtir dîyarkerin. Em li dema heta bi deh sal berê binerin, kî dikarîbû bifikirîya ku Serokê Neteweyên Kurdistanê, bibe Serokkomarê Iraqê?

Ji dawîya salên 1960’î û vir de, li ser axa ku di bin desthilatdarîya Îsraîl de ye, bahsa dewleteke Erebên Fîlîstîn tê kirin. Tu kesî, tu sazîyan ji Fîlîstînîyan re ne got ‘avakirina dewletekê ne baş e, bi Mûsewîyan re weke bira bijîn, jixwe sînor radibin...’ Berovajîyê vê yekê, jibo avakirina dewletekê, Erebên Fîlîstîn bi tundî tên teşwîk kirin. Zêdeyî 25 sala ye, Komara Tirk ya Başûrê Kibrisê hebûna xwe berdewam diki. Tirkîye dixwaze Komara Tirk ya Başûrê Kibrisê weke dewlet bê nas kirin. Daxwaza Tirkîye ji Netewên Yekbûyî, Konseya Ewrûpa, Yekîtîya Ewrûpa, Konferansa Îslamê, Federasyona Rûsya û hwd ev e. Di çapemenîya Tirkîyê de, di nav nivîskaran de li hember vê yekê tu îtîraz, tu rexne tune ne. Dema ku îhtîmala dewleteke Kurdan hat rojevê, çapemenîya Tirk, nivîskar, rêxistinên sifîl û hwd dest pêkirin gotin ‘dewlet ne başe, dewlet berî herkesî jibo Kurdan ne başe, jixwe sînor radibin, çima jibo çêkirina sînoran mere ê bixebite, jixwe hezar sale em bi hevdûre dijîn, biratîya Îslamê’ û hwd. Ev nerîna dewletçîtîyê, li ser navê enternasyonalîzmê, biratîyê, şoreşgertîyê tê paraztin.

Halbûkî biratî jî û enternasyonalîzm jî, ancax dema ku wekhevî bê ava kirin dikare pêk were. Îro dibe bahsa biratîya Tirkîyê-Sûrîyê, ya Tirkîyê-Îranê bê kirin. Herweha dibe bahsa biratîya Tirkîyê-Sûrîyê bê kirin. Çumkî desthilatdarîya sîyasî weke heve. Di heman derecê de xwedîyê desthilatdarîyê ne. Li Fîlîstînê jibo pêkanîna biratîya Ereb û Mûsewîyan, divê dewleta Erebên Fîlîstîn bê ava kirin. Li Kibrisê avakirina biratîya Rûm û Tirkan ancax bi naskirina dewleta Komara Tirk ya Başûrê Kibrisê di asta navnetewî de dibe mumkun be. Di şertên îro de, sloganên mîna ‘biratîya Kurd-Ereb, biratîya Kurd-Fars, biratîya Kurd-Tirk’ rewşeke rast îfade nake. Van sloganan, dibe îfadeya îdeolojîya fermî ku li ser Kurdan tê ferz kirin. Bêyî avakirina wekhevîyê, biratî nabe. Aşitî jî nabe.

İsmail Beşikçi

Wergera ji Tirkî: Salih Agir Qoserî
Kurdistanpost

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2421)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2480)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2742)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2255)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2288)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2531)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2817)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2461)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2433)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2200)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last