×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (511)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1136)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1403)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1326)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1416)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1276)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1374)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2030)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2086)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2155)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
28

Du heb pirtûken Mehmet Bayrak, yên din jî hatin weşandin. ‘Kelepça ku li Destên Kurdan Hatîye Xistin, Islehat Plana Şerqê (Kürtlere Vurulan Kelepçe Şark Islahat Planı)’, dokumaneke ku yên lêkolîn û vekolîna dikin gelekî bahs dikin, alîkarîyê jê dibînin bixwe ye. Di pirtûkê de Islahat Plana Şerqê, amadekarîya wê, bikar anîna wê, bûyerên din ku di wê demê de pêk hatine, bi têkilîyên bûyerî re kiriye yek û dide. Di pirtûkê de, plana ku di salên 1925’an de hatîye ava kirin û xwestine pêk bînin, bandor çawa li pêşveçûnên hundir û yên derve kiri ye, bi bûyerên dewlemend, bi bingehên bûyerî tîne ziman.

Di dawîya temama pirtûkên Mamoste Mehmet de, albumeke wêneyan heye. Di dawîya pirtûka Kelepça ku li Destên Kurdan Hatîye Xistin Islehat Plana Şerqê de albumeke giranbuha heye. Wêneyên berga pirtûkê û yên di rûpela 243’an de, bi kurtayî dîroka Kurdan, ya bi derd û elem dîyar dike. Ev wêne, helbesta Orhan Kotan, ya bi navê ‘Jibo Biratîya Gelan’ ku di pirtûka bi navê ‘Ez bi Rûmet li Cîhanê Dinerim’ de ye, tîne bîra min. Ev helbest tije rexneyên bi zanyarî û hest in. Dengê Nedîm Baran ku timî ev helbest dixwend, anî bîra min.

Mehmet Bayrak tenê wêneyan naxîne pirtûkan, herweha li bin wêneyan têkilîyên bingehîn, yên wê demê jî dinivîse. Di rûpela 243’an de ‘14’ê Tebaxê li Dersêmê, di 1938’an de dema ku 217 heban li gundê Halvorî dibin kuştinê’ (wêne 55), ‘Di bin sîya çekan de Dêrsimîyên ku dibin rêyeke ku aqûbeta wê ne dîyar’ (wêne 56) heye.

‘Di dadgehkirina Islehet Plana Şerqê ya di 1925’an de, yên ku bi idamê hatine mahkûmkirin, xirûbeke Kurdan berî idamê’ (r.240, wêne 48). ‘Piştî têkçûna serhildana 1925’an, sêpekên îdamê’ (wêne 49), ‘Di 1925’an de, ji îdama Dîyarbekir hin sahne) (Vakit, 27 Nîsan 1925)’ (wêne 50), ‘Di 1925’an de li Dîyarbekir îdamên bi hevdûre’ (wêne 51), herweha wêneyên bi vî awayî...

Bi Plana Isleheta Şerqê, kelepçe ne tenê li destê Kurdan hatîye xistin. Ev di heman demê de, kelepçeyeke ku li Tirkîyê jî hatîye xistin bixwe ye. Di fîzîkê de qanûna ku yekîtîya qutîyan, di têkilîyên civakî de jî xwe derdixe holê. Nerîna ku dibêje ‘em bêhna Kurdan dernexînin, em wan bifetisînin, zulmê ji ser wan kêm nekin...’ bêgûman xwezayîye ku bandorê li Tirkan jî bike. Kelepçeya ku li alîyekî civakê bê xistin, di nav gel de li hinan bê xistin, bêgûman ê bandora xwe li alîyên din jî bike. Sedema ku Tirkîye, civaka Tirkîyê di warê aborî, sîyasî û civakî de peşve ne ketîye, weke ku tê xwestin pêk ne hatîye, bi raya min, bi kelepça ku bi Plana Isleheta Şerqê li destê Kurdan hatîye xistin, têkildar e. Tirkîye bi Plana Isleheta Şerqê kelepçe li xwe jî xistîye.

Her çiqas bi darbeyên leşkerî ji desthilatdarîyê hatibe bidûrxistin jî, yê ku herî pir bi nirxên îdeolojîya fermî ve girêdayî ye Süleymen Demirel e. Ji ber vê taybetmendîya xwe, piştî ku ji desthilatdarîyê hatîye bi dûr xistin, dîsa jî bi destê van hêzan hatîye ser wezîfê. Yekîtîya bi îdeolojîya fermî re, ji alîyekî de xetimandina pêşîya Tirkîyê ye. Ev yek jibo Serokkomarê nehan Süleymen Demirel jî wiha ye. Ez bawerim AKP ketîye ferqîya van têkilîyan. Ev ferqkirin, li gorî hikûmetên berî wan, gelekî girîng e. Helwesta wezîrê karê hundir Beşir Atalay, ya Serokwezîr Recep Tayip Erdoğan, cîgirê Serokê Giştî yê AKP û berdevkê hikûmetê Bülent Arınç ji vî alî de hêjayî baldarîyê ye.

Helwesta Serokkomar Abdullah Gül jî her wiha. Jiber vana tevan, divê vebûna Kurd, vebûna demokratîk, projeya yekîtîya netewî, bi baldarî bê şopandin. Axaftin û nîqaşên di derbarê vê mijarê de, di çapemenîyê de, bi awayekî dînamîk dimeşe. Jixwe ev yek bi serê xwe jî vebûnek e.

Pirtûka Mehmet Bayrak ya duyem, bi sernivîsa ‘Nivîsên Elewîtî, Kurdolojî, Turkolojî 1973-2009’ e. Ev pirtûk ji nivîsên Mehmet Bayrak ku di rojname û kovarên cûda de hatine weşandin pêk tê. Tê zanîn ku Weşanên ÖZ-GE pirtûkên Mamoste Mehmet diweşîne.

Ji salên 1960’î û dawîya van salan vir de, di civaka Kurdan de gelek guhertin û pêşveçûn pêk hatîne. Baldarîya li ser Kurdan, zimanê Kurdî, Kurdistan û civaka Kurdan roj bi roj bêtir dibe. Êdî Kurd, dîroka xwe bixwe dinivîsin. Di van şertan de, heyecana lêkolîn, îhtîyaca vekolîn û dîtina çavkanîyan ya ji destê yekem roj bi roj xwe bêtir eşkere dike. De pêvajoya tekoşîna gerîla de, îhtîyaca lêkolîn-vekolîn hem berfireh bû hem jî kûr û giran bûye. Ez bawerim ji vira wa de ev îhtîyac ê xwe hîn bêtir eşkere bike. Lêkolîn û vekolînên di derbarê van mijaran de ê di dema pêşîya me de pirbûneke cîddî pêk were.

Kelepçeya ku di dema Plana Isleheta Şerqê de li destê Kurdan hatîye xistin, di pêvajoya tekoşînê de ket pêvajoya azadîyê. Xwezayî ye ku Kurdên azad, li pê xwe binerin û hewl dibin fam bikin li pê wan çi bûye çi ne bûye.

Dîyar e ku jibo lêkolîn-vekolînê arşîveke ciddî lazim e. Divê gihîştina hin çavkanîyên bingehî, girîng be. Bi raya min di vê mijarê de, pirtûkên Mehmet Bayrak girîng in.

Kurd û Tekoşîna Netewî ya Demokratîk/Belgeyên bi Dizîn, Lêkolîn, Not 1993, Belgeyên Kurdolojî yên Eşkere-Bi Dizî/Fermî-Xeyrî Fermî I 1994, Belgeyên Kurdolojî yên Eşkere-Bi Dizî/Fermî-Xeyrî Fermî II 2004 pirtûkên Mehmet Bayrak, yên gelekî hêja ne. Piştî ku Plana Isleheta Şerqê hat amadekirin û pê ve, jibo ku pêşniyaran pêk bînin gelek rapor hatine amade kirin. Weke mînak di derbarê çima Kurd ê bên asîmîlekirin, çawa bên asîmîlekirin de gelek rapor hatine amade kirin. Bi dizîbûna van raporan xwezayî ye. Di amadekirina van raporên ku li ser derewan hatine ava kirin de, alîkarîya zanîngehan gelekî çêbûye. Di pirtûkên ku li jor min bahs kir de, beşekî girîng ji van raporan tê dayîn. Ji vî alî de, girîngbûna van pirtûkan mezin e. Plana Isleheta Şerqê, Kelepçeya ku li Destê Kurdan Hatîye Xistin, bi serê xwe belgeyek e.

Elewîtî û Kurd, 1997, Elewîtî ji Çaxa Navîn Heta Çaxa Modern, 2004, Muzîka Kurdî, Reqsên wan, Stran I, II, III, 2002, Ji Berê de û Heta Îro Jina Kurd 2000, Gravur û Kurd, 2002, Di Dema Osmanîyan de Jina Kurd 2007, Di Hundurê Torosan de Eşîrên Elewî Kurd 2006, Di Edebîyata Elewî Bektaşî de Aşiqên Ermenî, 2005, Ji Red û Înkara Heta Pejirandinê Tekoşîna Nasnameya Kurd, 1992, Pirsgirêka Kurd û Çareserîya Demokratîk, 1999 Têkilîya Kurd û Elewîyan, Di Civaka Kurd de Cihê Jina Kurd, Têkilîyên Ermenî-Kurdan mijarên ku divê bên vekolîn. Di van pirtûkan de, di derbarê van mijaran de gelek belgeyên hêja hene.

Dema ku mirov pirtûk, nivsîên di derbarê Kurd, zimanê Kurdî û Kurdistanê de yên ku di salên 1960’î de bi îro re muqayese dike, yekser mirov ferqîyeke mezin dibîne. Wê demê ne pirtûkên di derbarê Kurdan de, di rojnaman de nûçeyên herî biçûk jî dernediketin. Hin hevalan hest û daxwazên xwe wiha tanîn ziman, digotin; ‘bila gotina Kurd tê de hebe, bila ji me re sixêfa jî bikin’.

Di 14’ê Tebaxa 1958’an de li Iraqê darbeyek çê bû û kraltî hat hilweşandin. Di vê demê de Mele Mistefa Berzanî bi 500 peşmerge û zêdeyî 500 mirovî pê re ji Yekîtîya Sowyetê vegerîya çû Iraqê. Di rêya vegerê de, Serokê Misirê Cemal Abdulnasir, Mele Mistefa Berzanî û hevalên wî dawetî Misirê kir, bi wî re hevdîtinek pêk anî. Di wê demê de di radyoya Kahîrê de weşana Kurdî jî dihat kirin. Hevdîtina Cemal Abdulnasir û Berzanî di rojnameya Cumhurîyetê de, di rûpela 5’an de, li jêr bi 5,6 hevokan weke nûçeyek pir biçûk hat weşandin. Di wan salan de rûpelên rojnama kêm bûn. Weke mînak Rojnameya Cumhuriyetê bi 6 rûpelan dihat weşandin. Nûçeyên di rojnameyan de, ji nûçeyan wê de, li hember Abdulnasir bi naverokeke protesto dihat weşandin. Hin xwendevanên Kurd ev nûçe jêkiribûn û xistibûn nav pirtûk û defterên xwe. di 17’ê Kanûna 1959’an de, di operasyona 49’an de, di îddîanameya wan de gelekî bahsa vê nûçeyê hat kirin. Ev nûçe weke peywendîya nav xwendevanan dihat hesibandin. Dihate gotin ku rêxistineke ku xwendevanan jî digre nav xwe heye, herweha armanca vê rêxistinê hilweşandina dewletê û gel e, û ev nûçeya ku bi gelek xwendevanan re hatibû girtin, weke delîlê vê yekê dihate girtin... Di eslê xwe de, ev nûçeya ku di dawîya 1950’î de di derbarê Kurdan de hatibû weşandin, nûçeyeke ku di derbarê Kurdan de kêm dihat weşandin bixwe bû. Loma jî xwendevanan ev nûçe birrîbûn û di nav defter û pirtûkên xwe de veşartibûn.

Weşanên Mehmet Bayrak, yên wekî din jî hene. Di derbarê Tevfîk Fikret, Pîr Sultan Abdal, Enstîtuyên Gundan, Eşqîyatî û pêkenokên gel de, xebatên wî yên hêja hene. Kovara Özgür Gelecek ku di sala 1989-1991’ê de dihat weşandin jî çavkanîyeke hêja ye.

Ji vana pê ve, wergerandina gelek pirtûkên mîna Martin van Bruniessen, Robert Olsin, Kadri Cemil Paşa, Nurî Dersîmî, Celîlê Celîl, Xanadê Kurdo, Lazarev û hin gelekên din bo Tirkî jî hêja ye. Vana giş girîngîyê dide weşanxaneya ÖZ-GE.

Dema ku mirov bala xwe didê, Mehmet Bayrak her dem di derbarê gelê bindest de lêkolîn û vekolîna pêk tîne. Ew alîgirî mirovên bindest e. Weke gelê bindest Kurd, bawerîya bindest Elewî, cînsîyeta bindest jin, sinifê bindest kedkar, mijara xebata Mamoste Mehmet in. Ji bilî van pirtûkan, gelek hevpeyvîn û nivîsên Mamoste Mehmet di gelek rojname û kovaran de hatîye weşandin.

Pirtûka Firaz Baran ya bi navê ‘Ronîya ku Xwe Bera Tarîyê dide, Mehmet Bayrak, Bîyografîya Dokumanî, 2008’ di derbarê van mijaran tevan de, çavkanîyeke hêja ye.

Silav jibo Mamoste Mehmet...

İsmail Beşikçi


Wergera ji Tirkî: Salih Agir Qoserî
salihagirqoseri@hotmail.com
Kurdistan-Post

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2551)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2621)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2839)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2339)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2383)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2631)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2920)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2552)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2512)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2297)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last