×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (495)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1129)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1397)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1319)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1410)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1267)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1367)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2023)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2078)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2148)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
09

Di Rojnameya Tarafê, ya 25-28’ê Çileyê 2010’an de, Neşe Düzel bi xwedîyê Şîrketa lêkolînê ya bi navê A û G Adil Gür re hevpeyvînek weşand. Di vê hevpeyvînê de Adil Gür di derbarê lêkolîna dawîyê de agahîyan dide. Taraf, beşê vê heypeyvînê yê 26’ê Çile bi sernivîsa ‘Kurd otonmîyê naxwazin’ dide. Ev sernivîs di rûpela yekem de, weke manşet hat dayîn. Adil Gür di vê mijarê de wiha dibêje: ‘’li gorî anketa A û G ku nû hatîye kirin ji %79 Kurd, ji %64 DTP’yî otonomîyeke bi meclîs û polîsên xwe naxwazin’’.

‘’Li Başûrê Rojhilat jî kesên ku herêmeke xwedî meclîs, polîs û mamûrên Kurd dixwazin tenê ji %10 in û ji %90 dibêjin ‘na’. Hetta ji %79 Kurd û DTP’yî jî ji %64 otonomîyê naxwazin.’’ Ez dixwazim di derbarê encamên şîrketa A û G de fikrên xwe bêjim. Gotina ku dibêje ‘’ez otonomîyeke ku ji mamûr, polîs, û meclîsa xwe ava dibe naxwazim’’ tê wateya ku mirov ji îdareya îro, ji hêzên ewlekarîyê, ji polîsan, cedirman, JÎTEM’ê gelekî memnûn e. Gotina ku dibêje ‘’ez îdareyeke bi mamûrên xwe, polîs û meclîsa xwe naxwazim’’ tê wateya ku mirov ji desthilatdarîya ku navên Kurdî qedexe dike memnûn e. Gotina ku dibêje ‘’ez otonomîyê naxwazim’’ tê wateya ku mirov ji îdareya îro ku nahêle mirov navên helbestvan û welatparêzên Kurd bide herêmên Kurdî, bide parkan, bexçan, bînayên fermî memnûn e.

Di dawîya Mijdara 2009’an de û îro jî (Çile 2010) bi Operasyonên KCK, şaredarên Kurd, hunermend, rewşenbirên Kurd çawa bi kelepçan, di rêzekê de anîn mahkeman, her kesî dît. Heta îro rewşenbir, welatparêzên Kurd bi kutlan digrin dixin bin çav û digrin. Bi vî awayî nêzîkî 850 sîyasetmedar, hunermend û rewşenbîr hatin girtin. Ma mirov dikare bêje Kurd ji vê rewşê memnûn in?

Heger ku mirovê bêje ‘’ez otonomîyê naxwazim’’ tê wateya ku mirov ji îdareya ku gundan dişewitîne-xera dike, bi milyonan Kurd ji cîh û warên wan derdixe, kanîyên debara wan xera dike gelekî memnûn e.

Gotina ‘’ez otonomîyê naxwazim’’ tê wateya ku ez ji îdareya ku Kurdî qedexe dike memnûn im.

Bêgûman Kurd ji vê desthilatdarîyê, ji hişmendîya vê îdarê ne memnûn in. Jibo ku xwe bigihînin nirxên gerdûnî, yên hemdem tekoşîneke kûr, giran û bi fedakarî dimeşînin.

Azadî, wekhevî, demokrasî, edalet, aşitî, azadîya ramanî, tekoşîna li hember zulmê û hwd nirxên hemdemî yên gerdûnî ne. Kurd jî, jibo di jîyaneke bi nirxên wiha de bijîn, di tekoşîneke kûr û giran de ne... Di hilbijartinên herêmî yên 29’ê Adara 2009’an de serkeftina ku DTP bi dest xist, li Kurdistanê bi destxistina nêzîkî sed şaredarîyan, encameke girîng, ya vê tekoşînê ye. Li Amed, Batman, Wan, Colemerg, Şirnax, Sêrt, Dêrsim, Ixdir herweha li navçeyên ku bi nifûsa xwe di ser 50 hezarî re ne, hinek jî zêdeyî sed hezarî ne, weke Gewer, Nisêbîn, Qoser, Melezgir, Bazid, Wêranşar, Patnoz, Tatwan, Farqîn, Cizîr, Silopî û hwd DTP biserkeftineke mezin bi dest xist. Tê zanîn ku li van herêma, dema ku şaredarî dixwazin hin navên welatparêzên Kurd, helbestvanên Kurd bidin park, bexçe û hin bînayên fermî, walî û qeymeqam nahêlin. Herweha, dayîna navên Kurdî bo zarokan, tîpên Q,X,W,Ê ku di alfabeya Kurdî de ne, hîna jî bi problem in. Di van mijaran de astengên mezin hene.

Jibo ku nerînên Tirkan di derbarê Kurdan de dîyar bikin, anketên cûr be cûr tên kirin, pirs tên kirin. Divê mirov di vê mijarê de li ser rewşeke girîn bisekine. Yê ku nerîn û têgihiştinên di derbarê Kurdan de dîyar dike, dewlet bixwe ye. Dewlet di derbarê Kurdan de çi difikire, bi tevayî gelê Tirk jî heman tiştî difikire. Veya di temama dîroka Komarê de wiha bûye. Di dema şerê 25 salên vê dawîyê de, ev rewş hîn bêtir hişk û asêtir bûye. Eşkere ye ku nerîn û têgihiştina dewletê ya di derbarê Kurdan û zimanê Kurdî de ne baş e.

Gotinên mîna eşqîya, şakî, haydût, îrtîcacî, mufterî, çapûlcî jibo kê tên bikar anîn? Gotinên mîna ‘kulmeke eşqîya’, ‘sê-çar çapûlcî’ jibo kê tên gotin? Di dîroka Komarê pê de têgehên mîna, sirgûn, qewirandin, cîh guhertin, temdîn, taqtîl, tehcîr, temsîl, tasfîye jibo kê tên bikar anîn? Wê bên tedîp kirin (bên terbîyekirin), tenkîlkirin (cezakirin), wê werin taqtîlkirin (bên kuştin), werin tehcîrkirin (ji cîh û warên xwe werin qewirandin), temsîlkirin (bên asîmîlekirin), bên temdînkirin (medenîkirin), werin temdînkirin (werin medenîkirin), werin tasfîyekirin (bên wendakirin) û hwd jibo kê dihatin gotin?

Di temama dîroka Komarê de, têgehên ku dewletê jibo Kurdan û Kurdîtîyê bikar anîye evin. Gotinên ku nerîn û hestên Tirkan di derbarê Kurdan de ava dikin ev gotin û têgeh bixwe ne. Tê zanîn ku jibo Kurdan kêmxistineke giran tê kirin. Gotinên mîna Kurdên bi terrî, eşîr, jîyana hov, zimanê Kurdî ne zimane, sê-çar gotinê wê jî tune ye, qet ne zimanê nivîsê ye û hwd gelek caran tê gotin. Di vê propaxandaya antî-Kurd de, çapemenîya Tirk jî li gel dewletê ye. Eşkereye ku çapemenîyê di vî warî de rolekî mezin hilgirtîye. Dîsa tê zanîn ku li gel îdareya wiha, zanîngeh, dadgehî ku sazîyeke bingehî ye, sazîyên perwerdeyê, sazîyên civaka sifîl jî di vê helwestê de li gel dewletê cîh digrin. Tê zanîn ku ev sazî di propaxandeya antî-Kurd de faktorên gelekî girîng in.

Birêvebirê A û G Adil Gür dibêje ‘’Kurd otonomîyê naxwazin, yên ku jibo Kurdan otonomîyê dixwazin Tirkên spî ne’’. Li gel van agahîyên jor, mirov di vê tespîtê de dikeve şikê. Li rojava û navenda Tirkîyê gelek Kurd hene. Vana bi pirayî di qategorîya bêkaran de cîh digrin. Weke ku serokê Şîrketa Verso ya Lêkolînê Erhan Göksel jî dibêje vana di karê weke avakirina xanîyan de, tekstîl û xwarinê de dişuxulin. An jî weke karker di karên weke hevdana findeqan, ya pembo, çape, avdana bexçan de karên sezonî dikin. Vana mirovên debara xwe bi zor dikin bixwe ne. Li hember propaxanda dewletê ya antî-Kurd, dibe ku yek caran dilê gelê Tirk bi van Kurdên ku li herêma wan dijîn û di zahmetîyê de ne, bişewite. Lê di warê sîyasî de tucarî naxwazin Kurd weke wan bin. Jiber ku di nasnameya vanan de Tirk hatîye nivîsandin û weke Tirk tên qebûlkirin, dibe ku vana têkevin hin karên fermî, bibin mamûr. Jixwe jî vana Kurdbûna xwe vedişêrin û jibo Kurdan tişkî naxwazin. Ez bixwe bawer nakim ku di îdareyên fermî de an jî burokrasîyê de, Kurdekî weke Kurd, jibo mafê Kurdan yê demokratîk tekoşîn kiribe hebe. Ne ku hebûna wan di îdareya fermî an jî burokrasîya dewletê de, 75 parlementerên ku tên gotin di AKP de hene, tu kesî ji wan jibo Kurdan doza heq û hiqûq kiri ye? Van 75 parlementerên ku dibêjin Kurd in, di meclîsê de, li hember gel tucarî di derbarê pirsgirêka Kurdî de axivî ne?

Em bihesibînin ku Kurd ji vê îdarê memnûn in, azadî û otonomîyê naxwazin. Wê demê ne pêwist e mirov ji wan re bêje azadî, otonomî, îdareya xwe bixwe başe, bi wan famkirin bide? Ma mirov ji vê nerîna koletîyê menfatê bibîne, li ser wê, têkiliyên koletî bimeşîne, helwesteke rast e? Ma nêzîkatîya Saddam Hisên û ya Desthilatdarîya Herêma Kurdistanê bo Kurdan weke hev e?

Helwesta rojnameya Tarafê bi sernivîsa ‘’Kurd otonomîyê naxwazin’’, ku weke mizgînekî bide Sererkanîya Tirk, ji vî alî de ne di cîh de ye. Rojnameya Tarafê, zêdeyî du sala ye xebateke çapemenîyê mezin dike. Di lêpirsînên Ergenekonê de, di pêvajoya van dawan de bi belgeyan, deşîfrekirina planên darbeyan ku di arteşê de, di qarargahê de hatine amadekirin de, gelek xebatên mezin hene. Dîyar e ku rolê vê yekê di pêşveçûna demokrasîya Tirk de heye. Herweha di derbarê Kurdan de jî nêzîkayîyên Tarafê yên baş hene. Lê bi tevayî nêzîkayîya Tarafê ya di derbarê pirsgirêka Kurd de, ji helwesta bûrokrasîya ku rexne dike ne pir cûdatir e. Taraf bêyî bahsa kûrayîya pirsgirêka Kurdan bike, dibêje ‘ê bi wekhevî, biratî, di hundir demokrasîyê de were çareserkirin’’. Lê ma ne pêwist e mirov binere gelo çima heta nuha wekhevî, biratî, demokrasî ne hatîye avakirin? Ma gelo ev yek hewce nake mirov analîzekê li ser dînamîkên bingehî yên vê pirsgirêkê bike?

Em bêjin Kurd dibêjin ‘’em otonomîyê naxwazin’’. Wê demê ne divê mirov Kurdan rexne bike? Heger ku li her derên cîhanê her kes tekoşîna îdarekirina xwe bixwe bikin û tenê Kurd bêjin ‘’bila hinek din me îdare bikin. Bila birayên me, me îdare bikin’’, ne divê mirov wan rexne bike? Em bifikirin ku Şîrketa A û B li Kibrisê lêkolîneke wiha kirine. Ma Tirkên wêderê dibêjin ‘’em otonomîyê naxwazin’’? Çapemenîya Tirk vê yekê bo desthilatdaran weke mizgînekê radigihînin? Em dev ji otonomî û federasyonê berdin, Tirkên Başûrê Kibrisê serxwebûnê dixwazin. Dixwazin dewleta ku fîîlî heye, Komara Tirk ya Başûrê Kibrisê di qada navnetewî de ji alî sazî û dewletan were pejirandin. Em bêjin li Başûrê Kibrisê 200 hezar Tirk dijîn. Heger ku 200 hezar Tirk li Başûrê Kibrisê doza serxwebûnê bikin, ne divê mirov Kurdên ku zêdeyî 20 mîlyonan e û dibêjin ‘’em otonomîyê naxwazin’’, ev ne helwesteke ku divê mirov rexne bike?

Em li Kurdistana Başûr bifikirin. Heger ku Kurdên wêderê bêjin ‘’em otonomîyê naxwazin, em ji îdareya Saddam Hisên, ji operasyonên Kîmyasal Alî memnûn in’’, gotineke xweş e? Ma munkun e mirov di derbarê Kurdan û pirsgirêkan Kurdan de, helwesta Saddam Hisên û Desthilatdarîya Herêma Kurdistanê bike yek?

Serokwezîr Recep Tayyip Erdoğan li hember Israîl, piştgirîyeke mezin dide Fîlîstînîyan. Erebên Fîlîstîn, li Şerîa Rojava û Xezza jibo avakirina dewleteke Fîlîstîn tekoşînê dikin. Bêgûman ev yek mafekî xwezayî ye. Serokwezîr Erdoğan jî vê pêvajoyê di qada navnetewî de, di têkilîyên xwe û Ereban de, aktîf piştgirîya vê pêvajoyê dike. Heger ku li Tirkîyê li ser Kurdan, pirsgirêka Kurdan zulm bi giranî berdewam bike, zêdeyî hezar zarokên ku keviran davêjin polîsan di hefsan de hebin, tu wateya piştgirîya ku Serokwezîr dide Erebên Fîlîstînî tune ye. Heger ku zêdeyî hezar zarokî di hefsan de bin, projeya aşîtî û biratîyê, ya yekîtîya netewî ê çawa pêk bê? Mirovekî ku pêşîya mala xwe paqij neke û ji cîranên xwe re bêje pêşîya mala xwe paqij bikin, tenê kenê mirov pê tê.

Bêgûman, Hamas, Hîzbûllah, Rêxistina Azadîya Fîlîstîn, Cîhana Ereban, Musulman û sazîyên navnetewî jî vê yekê dibînin.

Di çarçoveya van têkiliyan de, hêjaye mirov hevpeyvîna ku Can Dündar bi Şemdin Sakık re kiriye jî binirxîne. Ev hevpeyvîn di 19-21’ê Çileya 2010’an de di rojnameya Milliyetê de hat weşandin. Şemdin Sakık di PKK’ê de bi serê xwe fenomenek e. Rewşa wî ya teslîmîyetçî pêwistîya analîzeke bi baldarî tîne holê. Şendin Sakık bi xerabkirina malbat û rêxistina xwe dixwaze cihekî bigre. Dibêje ez jiber hin dijîtî û pirsgirêkên malbatî beşdarî gerîla bûme. Dixwaze bêje di beşdarîya mirovên din de jî bandoreke wiha heye.

Bi taybetî dibêje tu alaqa hestên azadîyê beşdarîya gerîla tune ye. Helwesteke wiha ya serokekî gerîla ku 20 salan li serê çîyan tekoşîna azadîyê dabe û têkeve helwesteke wiha teslîmîyetçî, divê were vekolîn, herweha têkilîyên divê were rexnekirin jî hene. Dibe ku Can Dündar, Canlı Gazete bi serê xwe nerîneke demokrat temsîl bike. Lê di pirsgirêka Kurd de mirov nikare vê helwestê di çarçoveya demokratîkbûnê de binirxîne. Anîna rojevê ya têkilîyên teslîmîyetçî yên Şemdîn Sakık, hewildana belavkirina van têkilîyan, ancax mirov dikare di çarçoveya pêvajoya îdeolojîya fermî de binirxîne.

İsmail Beşikçi

Werger: Salih Agir Qoserî
jeder: Kurdistan-post
 
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2547)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2618)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2834)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2335)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2380)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2628)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2917)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2548)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2508)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2294)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last