×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (311)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1039)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1348)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1241)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1328)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1193)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1318)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1976)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2036)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2055)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
11

Dîtinên Îbrahim Güçlüyî wek “Ji bo Beşîkçî dîrokeke çewt tê afirandin, wî pêxember dîtin, bi afrîneriya Kurdan danasîn .” di cih de ne. Pêwist e heval ji gotinên wiha bi mubalaxe dûrkevin. Li vir a girîng ev e: Beşikçi, ne lîderê tevgereke sîyasî ye ku di nava xwe de giseyek dihewîne.

İbrahim Güçlü, di nivîsa xwe  ya bi navê“ Di dîroka Beşikçi de, gelo cihê Komuna  DDKOyê,  Weşanxana Komalê, Kovara Rızgariyê û  hevalên wî yên berê nîn e?”nivîsî. Ev nivîs, di malpera  gelawej. Netê de ji 1 Mart 2012an vir ve heye.
 
İbrahim, berî her tiştî,  gazinên wiha dike: ”Di dema avakirina weqfa İsmail Beşikçi de hevdîtin bi hevalên Komal û Rizgariyê re nehatine kirin, ev kêmani ye.”
 
Armanca bingehîn ya weqfê, pêşkêşkirin û bi fonksiyonkirina  ji 20 hezarî zêdetir pirtûk, ji 3 hezar bêtir bergên rojnameyan, bi sedan koleksiyonên kovarên mehî, hefteyî , pazdeh rojî, arşîvên belgeyên darizandin, fotograf û name ji bo xizmeta lêkolîneran  pêşkêşkirin bû. Bona vê pêvistî bi lijneyek sazkarên  ji pênç kesên bi hêsanî li hev bikin, desteyek rêveber û desteyek kontrolkar ku karibe her dem bicive hebû.  Girîng bû ku ev grûb ji hevdîtinên bi kesên din re bêtir, bi hev re civîn û hevdîtinan pêk  bînin. Helbet li ber çavan negirtin û tune hesibandina hevalên ji DDKOyê, ji Komalê, ji Rizgariyê ne mumkun e.
 
Îbrahîm Guçlu dizane ku Ruşen Arslanê hevalê me ku di xebatên sazkirina weqfê de cih girtibû niha jî di rêveberiya weqfê de ye û cîgîriya serokê weqfê didomîne û di heman demê de parêzerê weqfê ye, ji DDKOyê, Komal û Rizgariyê tê.
 
Paşê İbrahim, behsa nîqaşeke ku di 1990î de  hatiye kirin dike. Ev nîqaş, nîqaşeke ku xwedî naverokeke civakî û sîyasî ye.  Nîqaşeke ku bi rêya nameyan hatiye kirin. Ez neqani’ im ku ev name û naverokên wan bi raya giştî re parvekirin xwedî xeter e.
 
Civînên danasîna weqfê ji her kesî re vekirî ne. Daxuyaniyên civînan li gelek İnternet û malperan cih girtin. Vexwendinname nayên bi kar anîn. Wek mînak min tu kesî re vexwendname neşandiye. Lê dibe ku rêveberiya weqfê ji hin kes û saziyan re vexwendname şandibe. Civîn ji her kesê re vekirî bûn. Vexwendname natin rojevê.
 
Dîtinên Îbrahim Güçlüyî wek  “Ji bo Beşîkçî dîrokeke çewt tê afirandin, wî pêxember dîtin, bi afrîneriya Kurdan danasîn .” di cih de ne. Pêwist e heval ji gotinên wiha bi mubalaxe dûrkevin. Li vir a girîng ev e: Beşikçi, ne lîderê tevgereke sîyasî ye ku di nava xwe de giseyek dihewîne. Ji va jî girîngtir her kesê ku çiqas bixweze dikare Beşîkçî rexne bike. Her mirov, bi rêya  internetê, telefonê dikare bigîhîje Beşîkçî. Ger nivîskarekî lêkolîner dikare rexne bike ev rêyeke rast e.  Beşikçi keseki ye ku bi rexne û pêwistiya rexneyê bawer e.  Dîsa bawer dike ku rexne mirovan pêş ve dibe.
 
Di dîroka Kurdan de nirxeke mezin û girîng î DDKOyê, Komuna wê û  167 rûpel teksta bersiva îdî’anameyê heye. Beşikçi, her gav behsa hevalên  komunê, parêzeran û bi taybetî jî behsa Gulfer xanimê dike. Beşikçi vana nû nabêje. Di gelek nivîsên xwe de, di gelek hevpeyvînên pê re hatine kirin de rewşê diyar kiriye. Dibe ku hinek ji vanan  İbrahim jî dîtibe. Lê dîsa jî İbrahim vana nivîsiye. Pêvajoya ku berî DDKOyê jî hatiye jiyîn ji  nêz ve tê zanîn.Çend mînak wek  49an,  Axayên 55, 23yan, kovara Deng, kovara Cîhana Aştî-kovara Alî, Partiya Demokrat a Kurdîstan,  Mitîngên Rojhilat, mijarên ku ji nêz ve tên zanîn. Berxwedanên Kurdan î serdema  tek partiyê jî wisa…  Pêvajoya hîndekarî, lêgerîn-lêkolînan di serdema danişînên 1971an de û piştê wê destpêkir. Bi awayekî divê ev jî wek teqandina çekan yekem bê hesibandin.
 
Di serdema 12ê Adarê de, Li dadgeha leşkeriya fermandariya awarteya bajarên Amed-Sêrtê, di derbarê amadekirina parastinana de tiştên   İbrahim vedibêje rast in. Parastina bi Kurdî anîna rojevê jî rast e. Lê ji hev xeyîdîn ne rast e.  Hinek hevalên me yên weqfê, divê bi demê re zimanê xwe ji mubalexeyan paqij bikin.
 
Di vê nivîsê de, ez dixwazim li ser mijareke girîngtir rawestim. Ew jî ev e:
 
           Di 1984an de  Çi Bû?
 
Di 15ê Gelawêja 1984an de tekoşîna gerîla dest pêkir. Ev pêvajoya ha di 1970yan de hemî hêzên kurdan dixwastin pêk bînin. Di dawiya salên 1970yan de ev niyet, ev hest û ev xwestin bêtir pêşket. Lê vê pêvajoyê ji derveyê PKKyê tu hêza din pêk nanî. Bo çi pêk nehat, helbet divê ev rewş bê lêkolîn kirin. Dibe ku hejmara xwe têr nedîtin, dibe ku wêrekiya wan têr nekiribe…  Wan deman têgihîştineke wiha hebû:”Dem nehatiye, pêşî em xwe birêxistinkin, paşê xelkê birêxin û paşê jî…”
 
Di 1971an de, derketina çepgirên Tirkan a Nûrhaqê jî rewşeke ku pêwiste li serê lêkolîn bê kirin. Bo çi tekoşîn nedomiya, PKK çawa li herêma xwe cih girt, pêşket, kok berda rewşek e hêjayê baldariyê ye.
 
Hinek hevalên ji wê demê gotinên wiha dibêjin:”Min çek negirtine destên xwe”, “Destê min bi çekan nebûye.” Ez li hember van gotinan diheyîrim. Belbî herkes di navbera salên 70yan de şerê çekdarî difikirî.  Di serdema 12ê Adara 1971an de trajediya ku di navbera her du Seîdan de derket holê jî sedemê wê ev bû.Xebat û projeyên şerê gerîlatî yên Dr. Şivan î serokê Partiya Demokrat a Kurdîstan li Tirkiyeyê hem dewleta Tirk hem jî Mele Mistefa nerhet kirin.
 
Yeka din jî ev bû: Em havîna sala 1970ê bibîr bînin, Komandoyên hêza ewleyî, bi berbanga sibehan re davêtin ser gundan. Jin û mêr, zarûzîç, kal û pîran ji malên wan  derdixistin devre. Mêrên  50-60 salî, xwedî bûk û zava û nevî, li cihekî cuda dicivandin. Wan çîp tazî dikirin, benek bi hacetê wan ve girê didan, serê ben jî didan destê keç, jin û bûkên wan li nav gund digerandin. Divê mirov vî çawa şîrove bike? Bi serde jî ev heqaret li kesên ku digotin “15 zarok û 33 neviyên min hene…”  mêrên Kurdan ku bi hêza xwe ya mêranî dipesinîn dihate kirin.  Divê mirov vê pêvajoyê çawa têbigihîje?
 
DDKOyê di derbarê kirinên komandoyan de telgrafek jî ji serokomarê serdemê Cevdet Sunayî re şandibû. DDKOyê di bultena xwe ya çaremîn a di 15êTîrmeha 1970yan de cih dabû kirinên komandoyan û telgrafê.
 
Rewşa dawiya salên 1960an û 1970yan ev bû: Partiyên di bernameyên xwe de cih bidin Kurdan dihatin girtin. Di çapemeniyê de nivîskarên ku Kurd û Kurdî bikin mijar, dihatin darizandin bi mueyîdeyên îdarî û cezayî rûbirû diman. Komelên civakiyên sifîl dibin tehdîda cezayî de bi zehmet dixebitîn. Zanîngeh ji Kurdan û meseleya wan re girtî bûn.Yanî rêyên ku bi navê“aştiyane” tên gotin tev girtî bûn.Ya din jî wek bi kurtî min li jor behs kir heqaret hebûn. Li hember vê rewşê dikarin çi bikin? Parastina şerefa xwe nerewa ye? Rewşew e ku ev heqaret li ku dibe bila bibe dixwazî  li Başûrê ‘efrîka, li Sîbîrya, li Başûrê Amrîka, li Avusturalya, li ‘Erebîstan, li Tirkîstan li kûderê dunyayê  dibe nayê qebûl kirin… Bê gûman li Kurdîstanê jî wisa ye…
 
Piştî 1984an pêvajoyeke pir cuda hate jiyîn. Bi gelemperî siyasetmedarên Kurd li hember  Abdullah Öcalanî, PKKyê û şerê gerîla derdiketin.  Di 1970yan de kesên gerîlatî difikirîn, piştê 1984an li hemberî şerê gerîlatî derketin. Ez di wê qen’etê de me ku pçwist e li ser vê pêvajoyê divê bê fikirîn.
 
                                        Rexneya azad
 
Îhtiyaciya Kurdan bi taybetî jî ya PKKyê bi rexneyê heye. Pêvajoya yekane ku kesan û saziyan bi pêşxe ev e. Pesin tu sazî, tu kesî bi pêşnaxin.Bo pêşî lêgirtina rexneyê,hewldanên birîna dengê rexnegiran, tehdît kirin û bi kuştinan axaftin helwestên çewt in.  Ev helwest ji tu kesî re, ji tehdîtkaran re jî tu sûd pêk nayne.
 
Tenê, tehemula ji rexneyan re nebes e. Pêwist e ji rexneyan re bersivên maqûl jî bên dayîn. Di van rojan de, gelek nivîskar û lêkolîner rexneyên Abdulah Ocalan, PKK û Partiya Aşîtî û Demokrasiyê dikin û pirsan dipirsin. Ev nirxandin û pirsan bi tewanên “xayîntî, sîxurî, hevkariya dijmin” pêşwazî kirin ne bersiva pirsan e.Ev tewanbar kirin û tehdîtkirin hebûna pirsan ji holê ranake. Pêwist e jo bo bersiva van pirsan hewl bê dayîn. Her diçe pirs û pirskar bêtir dibin.
 
PKK; PAD(BDP)  û Abdullah Öcalan,  hergav, li ser sazkirina “Komisyona Heqîqetan”  û“Rûbirûbûnê” radiwestin. Ger  PKK din av xwe de bi kirinên xwe re rûbirû nebe, ji gelê xwe re hesab nede, bo vê jî Komîsyona Heqîqetan avaneke;  ji dewletê xwestina avakirina “Komisyona Heqîqetan” û “rûbirûkirin” helwestekî berbiçav nîne.
 
Divê em li vir behsa xebatên Komisyona Mafê Mirovan ya Meclîsa Tirkiyeyê(TBMM) jî  bikin. Ji van xebatan ev tê fêm kirin. Li alîkî PKK heye.  LI hember ne PKKYî, dijî PKKê hene. Wek  Selim Çurukaya gotibû, dewlet, xwe kiriye rola dadwer. Hin kesên li dij PKKê guhdarî dike. Ev helwesteke çewt e. Xistina dewletê bo rola dadwer  çewt e. Çukî hemû kuştinên kirde nediyar bi teşwîka û alîkariya dewletê hatine kirin. Hemû agahî di destê dewletê de ne. Pêdiviya deewletê bi şahidiya kesê tuneye. Kuştina  Vedat Aydın, Musa Anter, Mehmet Sincar, Ferhat Tepe, Hüseyin Deniz … bi hezaran kuştin….  Lê di derbarê van kuştinan de dewletê tu lêpirsîn venekiriye û bi kirinên xwe re rûbirû nebuye. Ev heqîqet li holê ye… Ji înfazên di nav PKKê de jî ne agahdariya dewletê nabe. Pêwist e PKK û BDP li ser van pêwendiyan bifikirin.
 
Mesela Kurd û Kurdîstanê bi destûrname û yasayan nayê çareser kirin. Ev mijareke ku bi guherîna zîhniyetê re girêda ye. Guherîna çanda sîyasiya Tirkan a têgihiştina netewbûna Kurdan re têkildar e. Bi gotina  “Hersê xalên pêşîn ên destûrnameyê naguherin” li ser çêkirina destûrnameyeke “nû” xebat tên kirin.Wateya neguherîna ev her sê xalan ew e ku Kurd wek netew nayên qebûl kirin û tu mafê wanên netewî nîne. Destûrnameyek ku mafê Kurdan ên netewî nede jê re nayê gotin “nû”ye. 
 
Pirsa Kurd û Kurdîstanê bes bi guherîna zîhniyeta  li hember netewa Kurd çareser  dibe. Di 28 Şubat 2012 de, li Stenbolê, Teqsîmê, bîranîna “Qetlî’ama Hocali” re têkildar axaftina Serowezîr Recep Tayip Erdoğan ku hest û ramanên xwe li ser Tirkên Azerî çawa dihanî ziman balkêş bû. Di 28ê Kanûna  2011an de,  li Roboskiya Qilabanê, ew qetlî’ama ku bi ser zaokên Kurdan  de hat kirin Serokwezîr, hest û ramanên xwe bi awakî din anî ziman, yanî ne wek a Azeriyan bû. Ji hezarî yekê wê negot. Ji gotina “Ger çewtî hebe…” pê ve tu tişt negot. Lê ji zaliman re, ji qatilan re ji wan re spasiyên xwe jî pêkêş kir.
 
Bi vê awayî guherîna zîhniyetê dê çawa pêk bê? Dê çawa têgihîştina çanda sîyasiya Tirk a bo Kurdan biguhere? Hêza ku dê vê guherînê pêk bîne bes hêza Kurdan e. Ger Kurd bi mafê xwe yên netewî ve bi dil û can girêdayî bin… bi demê re wê guherîna zîhniyetê pêk bê. Fehma çanda siyasiya Tirkan a derheqê Kurdan de, heşê dewletê yê derheqê Kurdan de encax bi vî awayî û bi demê re dikare biguhere.  Lê ger Kurd bêjin,“Ev hezar sal in em wek birayan bi hev re dijîn,…” wekheviyên xwe derxin pêş û cudahiyên xwe veşêrin, ev guherîn pêk nayên.
 
Du encamên girîng yên vê tekoşîna sih salên dawîn hene: Encama yekem Kurd gihîştine hişmendiya rehên xwe. Pirsa “Di dîrokê de çi bû, çawa hatin roja îro” pirseke pir girîng e. Di vê çarçovê de di cıvata Kurdan de birêxistinbûneke giranbiha, lêkolîn û lêgerîn hene. Di qada çand-ziman, wêne, muzîk û şanoyê de karûbarên rêxistinî  hene. Jin, zarok… xwe birêdixin. Cıvata Kurdan bi her awayî ber bi civateke xwedî rêxistinî ve diçe.   Ev bo pêşeroja Kurdan destxistinek pir girîng e.
 
Encama duyem, Kurdan hev naskiriye.Kurdên Başûrê Kurdîstanê, bi Kurdên Rojhilat re; Kurdên Rojava bi Kurdên Bakur re pêwendiyên xwe xurt dikin. Pêwendiyên bazirganî pêwendiyên çandî jî bi xwe re tînin. Di van salên dawîn de ji hêla ragihandinî ve jî pêşketin hene. Di serdema Sedam de Deqtîloya bi destan dixebitî jî qedexe bû. Lê îro li Başûrê Kurdîstanê ku di bin Serokatiya Hikûmeta Herêmî de ye, alavên ragihandinê înternet… hwd. Bi lezûbez pêşdikevin. Telefonên mobaîlan li her cih tên bikaranîn. Hikûmeta Kurdan van pêşketinan teşwîq dike. Hemû pêşketinên han, bo dahatûya Kurdan destkeftiyên pir mezin  û pir girîng in.
 
Wergera Kurdî: Ahmed KANÎ
 
www.rizgari.com
 
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2463)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2568)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2780)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2289)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2330)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2570)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2859)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2499)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2467)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2242)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last