×
Doktor Said
İsmail Beşikçi
Doktor Said
Gerek Aysel Çürükkaya, gerek Selim Çürükkaya, tören sırasında çok önemli konuşmalar yaptılar. Ama konuşmalarını Türkçe yaptılar. Bu, kişi olarak bende biraz burukluk yarattı. Çünkü bu ulusal ruh kavramına aykırı bir tutumdur. Ulusal ruh, ulusun anadi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (310)


30 Eylül’de Seçim
İsmail Beşikçi
30 Eylül’de Seçim
Kürdler, Kürdistan 16 Ekim 2017 sabahında, çok büyük, çok ağır bir darbeyle karşılaştı. Halbuki, 25 Eylül 2017 referandumu sonunda çok başarılı bir sonuç elde edilmişti. Bu çok olumlu sonucu bozmak için hasım güçlerle işbirliği yapmak, gizli anlaşmal...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1039)


Geleceğini Belirleme Hakkı ve Kürdler
İsmail Beşikçi
Referandum ilanından sonra, sık sık yapılan bu açıklamalar şu anlama geliyordu. Siz  Kürdler, kendi geleceğinizi belirleme hakkına sahip değilsiniz. Sizin geleceğinizi ancak biz belirleriz. Siz kendinizi yönetemezsiniz.  Siz şimdiye kadar h...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1348)


Afrin savaşı uzun sürecek
İsmail Beşikçi
Afrin savaşı uzun sürecek
Avrupa’yı Avrupa yapan bazı değerler vardır. Ama Avrupa, Kürd/Kürdistan sorunlarına bu değerlerle yanaşmamaktadır; Ortadoğu’nun otoriter, baskıcı, ırkçı, mezhepçi değerleriyle yaklaşmaktadır. Bu bakımdan 1920’lerde kurulan Kürdlere,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1241)


Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
İsmail Beşikçi
Düşmanlarını Sevindiren Bir Halk…
Tarihte, Kürdler için ‘Yiğit bir halk’, ‘Kahraman bir halk’ ‘Gözünü budaktan esirgemeyen bir halk’ gibi ifadeler, kavramlar kullanılır. Kürdlerin davranışları bu tür nitelemelerle dile getirilir. Kürdler, başka bir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1328)


Kürdler Zoru Başardı
İsmail Beşikçi
Kürdler Zoru Başardı
Irak’a, Türkiye’ye, İran’a, Suriye’ye rağmen, PKK’ye rağmen, Goran’a,  Komel’e rağmen, YNK’nin,  Ala Talabani, Bafil Talabani  gibi bir kesimine rağmen,  ABD’ye, İngiltere&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1193)


Güvenlik...
İsmail Beşikçi
Kürdistan Bölgesel Yönetimi’nde, Kürdlerin ulusal istemleri, bu doğrultuda geliştirdikleri mücadeleler her zaman, Irak’ın güvenliği sorununu, bu sorun çevresinde gelişen endişeleri gündeme getirmektedir. Bu istemler, bu mücadeleler, sadec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1318)


Bir Kürd
İsmail Beşikçi
Bu yazıdaki Kürd herhangi bir Kürd’dür. Üç Kürd yazısında, üç Kürd tipinden söz edilmişti. Biri, milliyetçi, yurtsever düşüncelerinden ve eylemlerinden dolayı, idam edilmiş bir Kürd. İkincisi, bu kişiyi yakalatan, yargılayıp idam hükmü veren, b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1976)


İki Kürd...
İsmail Beşikçi
Kürd/Kürdistan tarihinde, Yirminci yüzyılın ilk çeyreğinde, iki isim önemlidir. Abdurzzak Bedirxan (1864-1918) ve II.Abdusselam Barzani (1868-1914) Kürdler için bu iki İsmin düşüncelerinin, eylemlerinin bilinmesi önemli olmalıdır.
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2036)


Üç Kürd
İsmail Beşikçi
Üç Kürd
Bu yazıda sözü edilen üç Kürd’den biri II. Şeyh Abdüsselam Barzini’dir.(1868-1914) İkincisi, Şeyh Abdüsselam Barzani’yi, ulusal taleplerinden ve ulusaL mücadelesinden dolayı Musul’da idam eden, Musul Valisi Süleyman Nazif&rsqu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2055)


Page 1 of 17First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
19

Dema min daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr Bülent Arınçî ya ku dibêje: “Bi Kurdî perwerdehî nabe. Çunkî Kurdî zimanê şaristaniyê nîne.Lê di demeke munasib de,  wek xwendina derseke bijarte dikare were rojevê.” bihîst ez gelek heyirîm.Cîgirê Serokwezîr Bülent Arınç, vê daxuyaniyê , di 4ê Sibata 2012an de, di bernama CNN Tirkê de, ya ku Şirin Payzınê bi navê “Çi diqewime” pêşkêş dikir da. Bülent Arınç ji Kurdan re wiha jî dibêje “Tikî zimanê şaristaniyê ye. Tirkî fêrbin beşdarê dinya şaristanî bin. Bi zimanê seretayiyê Kurdî hûn nikarin li dinyaya şaristaniyê cih bigrin.”


Rewşeveku dema Cîgirê Serokwezîr Bülent Arınç, di 22ê Kanûna 2011an de, li TBMMê, di axaftina xwe ya dawîn a li ser hevdîtinên budçeyê bi navê hikûmetê wiha digot:”Em dê mafên Kurdan ên perwerdehî, zimanî, zanîn, çand û nasnameyî bidin.”  Bülent Arınç bi binxêzkirina ku nasnameya Kurd 30 sal berê derneketiye digot rastiya 3 hezar salan e. Ger hûn viya înkar bikin dê vegerin berî salên 1980yan. Mirovên ku em nasnameya wan dinasin emê hemû mafên wan bidin.” (Rojnameyên 23ê Kanûna 2011an)
Bülent Arınç, di 3ê Adara  2011an  de, gotibû“Ger girtîkî bixwaze bi zimanê xwe xwe biparêze, divê jê re îzin bê dayîn.”

Ev herdu daxuyaniyên wî û ya berê bi hev nakin. Bülent Arıncê ku dibêje hemû mafên Kurdan dê bê dayîn, bi daxuyaniya xwe ya dawîn jî dibêje ku dê Kurd nebin xwedî tu mafî.Ev, tevliheviya serê hikûmetê û rêveberên AKPê nîşan dide.Hikûmeteke ku serê wê ew qas tevlihev be, nikare Kurdan û mesela Kurdan bi rêkûpêk bi rêve bibe. .
Di vê navê de, divê li ser daxuyaniya Serfermandarê leşkerî Org. Necdet Özelî, ku dabû Hikmet Bilayê nivîskarê rojnama Milliyetê,  di 5ê Çileya 2012an de,  wiha digot “Bi Kurdî perwerdehî nabe.” bê rawestin (Rojnameyên 6ê Çileya 2012an)

Daxuyaniya dawîn daxutaniyek e ku bi rûşûştîkî hatiye dayîn. Cîgirê Serokwezîr di helwesteke rûşûştî de ye. Wiha ye, Kurd û Kurdî ji 80 salan zêdetir e di bin zilmeke pir giran de ne. Bo Kurdan ber bi Tirkîtî ve asîmîle bikin, bo Kurdî ji holê rakin, bo Kurd Kurdî jibîr bikin, hikûmetên Tirkan her tedbîran girtine. Rêveberiyên komara Tirk, tu qenciyekî bi Kurdan nekirine. Komara Tirkan, ji çewsandin, zilim û asîmîlasyonê pêve tu tişt nedaye Kurdan. Gundiyên jarên Kurdan ku dihatin bajaran bo her kelîmekî Kurdî bi perekî giran dihatin ceza kirin û di cih de destserkirina malên Kurdan îcada Komara Tirkan bû.

Navgînên dewletê yên çewsandina îdeolojîk û zorkar bo asîmîlekirina Kurdan ber bi Tirkîtî ve û bo tunekirina zimanê Kurdî bi awakî karîger hatine bi kar anîn. Bo înkara Kurdan û zimanê Kurdî, bo pêşîlêgirtina pêşketina zimanê Kurdî her awa tedbîrgirtin kar û ramanên herî girîng yên sazkarên Komara Tirkan bûn. Operasyonên bi înkarê re pêwendîdar hatine kirin. Wek mînak kovar û rojnameyên Kurdî ku di pirtûkxanên dewletê de bûn hatine îmha kirin, katalog jî hatin guhertin. Di dema lêgerînên ewleyî yên li peyhev de, pirtûk, kovar û rojnameyên Kurdî ku li malan dihatin dîtin di cih de dihatin desteserkirin û bi awakî munasib dihatin îmha kirin.Biçûk kirin, tehqîr kirin û binpêkirina Kurdan û Kurdî fikr û karên herî giring yên rewşenbîrî û Rojavayîbûna wan bû.

Di serdema Osmaniyan de, ji dawiya sedsala 19an vir ve, tê zanîn ku pitûk, kovar û rojnameyên bi Kurdî derdiketin. Di çaryeka pêşîn a sedsala 20an de, gelek pirtûk, kovar û rojname hatine weşandin. Pêvajoya înkar û îmhayê bi Komara Tirkan re destpê kir.
Piştî ew qas çewsandin û zilmê, piştî ew qas biçûk kirin, tehqîr kirin û binpêkirinan, gotina” Kurdî zimaneke paşvemayî ye, ne zimanê şaristaniyê ye.” dibe helwesteke rûşûştî. Ev helwesta rûşûştî, tenê nayê wateya  nehesibandina zilmûzora li ser Kurdî û Kurdan, di heman demê de tê wateya hevkariya vê zilmûzora li ser Kurdî û Kurdan.
Tu dê hem bo Kurdî asîmîle bikî, zilm û çewsandinan pêk bînî, hem jî bibêjî:”Kurdî gelek paşve mayî ye, zimanê şaristaniyê nîne, pê perwerdehî nayê kirin.” Ev helwest, helwesteke rûşûştî û şaşker e.

Cîgirê Serokwezîr Bülent Arınç, dibêje Tirkî zimanê şaristaniyê ye. Dibêje Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye. Dixwaze bêje “Kurdî zimaneke seretayî ye.” Tu Kurdî qedexe dikî, bo Kurdan asîmîlekirinê bi her awayî zilmûzorê bi kar tînî. Şaristanî di kûderê vî de ye? Navgînên dewletê yên zorkar û çewsîner ên îdeolojîk bi kar tînî. Bi awakî karîner û sîstematîk bi kar tînî, şaristanî di kûderê vî de ye? Tu dikevî pirtûkxanan kovar pirtûk û rojnameyên bi Kurdî yekoyeko dicivînî û kom bi kom dişewitînî, îmha dikiî, katalogan diguherînî. Şaristanî di kûderê vî de ye?

Îro, li herêmên Kurdan yên wek, Sêrt, Bedlîs, Colemêrg, Çewlîk, Amed, Wan, Mêrdîn, Şirnex, Êlih,Dêrsim gorên komî der tên.Ji 3 hezaran zêdetir Kurd bi lêpirsînên xwedî êşkencekar hatin qetil kirin û di gorên komî de hatine veşartin. Şaristanî ev e? Jenosîda 1915an a li ser Ermenan bi awakî berfireh îro jî li ser serê Kurdan bi berdewamiya cih û demê didome.

Pisporên zimanê Kurdî,  tevî zimanê Kurdî zimanên rojava, zimanên rojhilat jî dizanin, li ser wesfên Kurdî, dewlemendiya gelek daxuyaniyan dan.Nivîsa İbrahim Sediyani, a bi navê “Bülent Arınç, Kurdî û problema zimên.” nivîseke balkêş e.  Ev nivîs, ji7-8ê Sibata 2012an vir ve ye di gelek malperan de weşiya, di hinek malperan de hîn jî heye.  Ev nivîs, di hin malperan de, bi sernava “ji Bülent Arınç re Şîrmaqa Kurdan” cih girt.
Di metnên bersiva îdî’anameya doza Ocaxên Çanda Şoreşgerên Rojhilat(DDKO) de, beşeke ku bi rêya ferhenga Tirkan etîmolojiya peyvên Tirkî û danberheva zimanê Tirkî û Kurdî hebû. Doza DDKOyê, di rejîma 12ê Adarê (1971)de, li dadgeha leşkeriya fermandariya awarteya bajarên Diyarbekir û Sêrtê dihate dîtin. Nivîsa İbrahim Sediyani, vê parastinê anî bîra min.

Jixwe tê zanîn ku li Herêma Başûrê Kurdîstan ji bexçên zarokan bigre heta zankoyan perwerdehî bi Kurdî tê kirin. Li vê Herêmê di dibistanên ku Cema’eta Gülenî vekirine de jî bi Kurdî perwerdehî tê kirin. Zimanê fermî yê Hikûmeta Herêmiya Kurdîstanê Kurdî ye. Li seranserê Iraqê zimanê Kurdî Zimanê fermiyê duyemîn e.
Bê gûman ev nivîs gelek bi rûmet in.Lê wiha fikirîn jî girîng e. Ji 90 salan zêdetir rûbirû mana zimanê Kurdî bi qedexî, zilmûzorê, biçûkxistin, binpêkirinan re jî nikaribiye kurdî biqedîne, ev jî dewlemendiya Kurdî ye. Tevî vê pêvajoya îmhakirina sîstematîk jî, ger zimanê Kurdî hebûna xwe didomîne û rojbiroj geş dibe, ev jî nîşana dewlemendiya Kurdî ye. Ev çend salên dawîn zimanê Kurdî di axavtin û nivîsînê de bi awakî balkêş rojbiroj belav dibe.
Dema şaristanî tê gotin…
Daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr Bülent Arınç, a ku dibêje  “Tirkî zimanê şaristaniyê ye” bi min re van hestan şiyarkir. Dema şaristanî tê gotin, şaristaniya Ermenan tê heşê min. Şristaniya Ermenan ku di 1915an de hat xwestin bê îmha kirin û ji hol bê rakirin... Li cem Osmaniyan çapxane di1830an de ava bûn. Rojnameya pêşîn di1830an de dest bi weşanê kir.

Li cem Ermenan çapxane pir zû belkî ‘esrek berê hat avakirin. Li Venedîkê, Stenbolê, Îzmîrê pirtûk, kovar û rojname dest bi weşanê kirin.Di sedsala19an de, li qadên wek Stenbol, Îzmîr, Wan, Diyarbekir, Trebzon, Xarpût, Sêwas, Çukurova pirtûk, kovar û rojname bi rêkûpêk diweşiyan. Di jenosîda 1915an de, ev koleksiyonên han jî hatin îmha kirin, binpêkirin,  tunekirin. Vê şaristaniya ha çeteyên İttihat û Terakki yên ku bi Tirkî diaxivîn xerakirin.  Bülent Arınç ji vê pêvajoyaa xirakirinê bi çi heşî şaristaniyek, şaristaniyeke Tirk hildibirîne?  
Divê rola Kurdan jî neyê jibîr kirin. Lê, tê gotin ku Kurd tetikêş bûn, bi gotina tetikêş bûnê rola Kurdan biçûk kirin ne rast e. Lê li hinda plankar û bicîkarên operasyonan helbet tetikêşî biçûk dimîne. Wekîdî, xelatên tetikêş û zilumkarên Ermenan jî pir mezin û cazîb bûn.

Min di romana Metin Aktaşî ya bi navê “Spêleya li Xarpûtê” de xwendibû. Di vegotina Ermenên Xarpûtê yên sedsala 19-20an de, nivîskar di beşeke romana xwe de wiha dinivîsî: “Li mala her Ermenek pirtûkxane hebû. Li mala her Ermenek kesek ku amûrek muzikê wek keman piyano, ûd, tembûr bi kar dihanî hebû. Li her malek kesekî/e ku zimanekî Rojavayiyan diaxivî hebû. Ev e nîşana girîng ya şaristanî û şarezatiyê ye. Ev şaristanî û şarezatî çawa hat xirakirin?
                                                           xxx
Lêkolîner-Nivîskar Temel Demirer, di axavtina xwe ya bîranîna Hrant Dink de gotibû:“Qatilê Hrant Dink dewlet e.” Ji ber vê gotinê Temel Demirer tê darizandin. Darizandin didome.
Bo destpêkirina darizandinê “destûra” wezîrê dadê pêwist bû.Wezîrê Dadê yê vê serdemê(2007-2009) Mehmet Ali Şahin, destûr da. Dema Mehmet Ali Şahin vê destûrê da gotibû “Ez nahêlim ji dewleta min re qatil bê gotin.”

Di salên dawîn de, di mijara kuştinên ku jê re “kirde nediyar” tê gotin de pêşketinên girîng çêbûn. Di pêvajoya lêpirsînên Ergenekonê de, derket holê ku fa’ilê cînayetên  “fail mechûl” dewlet bi xwe ye, ev cînayet ji aliyê Ergenekonê ve û li Kurdîstanê jî ji aliyê şaxê  Ergenekonê yê Kurdîstanê JİTEMê ve pêk hatine. Îfadeyên îtîîrafkarên wek  Abdulkadır  Aygan  û Ayhan Çarkın jî van cînayetan gelek zelal kirin. Ev rewşa han di 19ê Çileya 2012an de, di bîranîna Hrant Dink de, bi drûşmeya “dewleta qatîl dê hesab bide” hate îfade kirin. Deh hezarên ku ji Taksima Stenbolê ta Agosê meşiyan di meşê de seranser ev drûşme berz kirin. Heman drûşim, di mitînga ku li Enqerê li ber TBMMê hatibû çêkirin de hat bi kar anîn. Li gor qen’eta min ev bi wetetir bû.

Lê, divê li vir ev nîşe jî were danîn. Yê Hrant Dinkî kuşt rêxisyina Ergenekonê bû. Çi di xwepêşandanên Stenbolê de çi jî di yê Enqere de be, ne drûşme ne jî axavtin balê nedikşandin ser Ergenekonê. Bi gotina ku AKP bûye dewlet drûşme û axavtin li hember wê hatin kirin. Ev, tê wateya veşartina Ergenekonê. Divê li ser vê helwesta xwedî nakokî bê rawestin.
 
Rêveberên Tirkan, çima li hember Kurdan bêpaxav in.
Tevî ewqas tekoşînê, rêveberên Tirkan helwesta xwe ya ku Kurdan tişkî nahesibînin didomînin. Sedemeke vî ya giring ew e ku Kurd, bi taybetî jî rewşenbîrên Kurdan li zimanê xwe xwedî dernakevin û pê re ‘eleqedar nabin. Negihîştina rewşenbîr, nivîskaran a hişmendiyeke ku çima Kurd û zimanê wan tê biçûkxistin, asteng kirin.
Gelek nivîskar û rewşenbîrên Kurdan wiha vedibêjin:Heta 7-8 saliya xwe ku min dest bi dibistana seretayî kir, min bi Tirkî nizanibû. Li dibistanê bi lêdan û cezayan me fêrê Tirkî kirin.  Ji layê mamosteyên dewletê ve her roj malbatên me,  Kurd û Kurdî dihatin biçûk xistin. Mamosteyan xwendekarek ku pê ewlebûn bo Kurdî axêvan tesbît bike wezîvedar dikirin. Ev sîxur li dibistanê di tenefusan de, di çûndin û hatina dibistanê de, navê kesên ku bi Kurdî diaxivîn dinivîsî dida mamoste. Mamoste di cî de an roja li pey, di polê de cezayê giran dida kesên bi Kurdî axivîne. Bi rastkêşê li kefa destê me dida, guhê me dikişand, serê me li dîwar dixist...

Piraniya nivîskar û rewşenbîrên Kurdan, li ser pirsa nûçegihanek bîranînên xwe yên wiha bi hûrgilî vedibêjin. Ji cezayan mînakan didin.  

Di cihekî hevpeyvînê de, nûçegihan ji nivîskar pirsên li ser wêje û weşana Kurdî dipirse. Wek mînak, tu çima nivîsên xwe berhemên xwe bi Kurdî nanivîsî dipirse. Nivîskar, rewşenbîrê Kurd wiha dibersivîne:”Ez heyranê Tirkî, zimanê Tirkî me.” Gelek nûser û ronakbîrê Kurdan    ku wiha bersiv didin.

Piştê ewqas lêdan, tehqîr, biçûkxistin, îmha û înkarê ev heyranî ji kû tê?
Tîmên hereketa taybet,JİTEM, berdestê sibê davê ser gund.. Jin û mêr, zaro-zîç, kalûpîr, her kesê ji malên wan derdixin. Li qada gund dicivînin.  Bi gotina“Heta 3 saetan/ 3 rojan hûn dê gund vala bikin. Berovajê vî em dê malê we tevî tiştên tê de bişewitînin. Bi zarokên we, Keçên we, jinên we va bikin, wa bikin...”tehdîd dikin. Emir û fermanan direşînin. Li ber çavên her kesê bi daran li hin mezinên malan didin...
Belkî pirên jin û zarokên Kurdan peyv û hevokên cara pêşîn bi Tirkî dibîhisin ev in. Ji van mercan çawa heyranî tê holê?
Mafê xwe bi xwe rêvebirinê
Beşeke girîng î rêveberên Tirk, Universiteya Tirk, çapemeniya Tirk, ronakbîr û nûserên Tirk digotin Kurd û Kurdî nîne.

Di dawiya salên1980yan de, dest bi gotina wiha kirin: “ Zimanek bi navê Kurdî heye lê; ev zimanekî seretayî ye. Bi vî zimanê seretayî karê zanistî, felsefî nayê kirin, bi vî zimanê seretayî roman nayên nivîsîn. Bi vî zimanê seretayî Kurd nikarin bi dinyaya medenî re bibin yek. Baştirîn Kurd fêrî Tirkî bibin daku rêya wan ber bi şaristaniyê ve vebe...”
Di salên 2000an de hat dîtin ku bi zimanê Kurdî, karê zanistî, felsefî dikare bê kirin, roman bên nivîsîn. Ev jixwe hebûn û Kurdan dizanî. Tirkên Îmhakar û înkarker jî fêrbûn. Pêşketinên li Herêma Kurdîstanê balkêş in.  

Lê rêveberên Tirkan, hîn jî ji van pêşketinan re xwe li korî datînin.Bi gotina xwe ya  “Kurdî zimanê şaristaniyê nîne” pêşî li perwerdehiya bi Kurdî digrin.
Wê gavê,
Divê Xwe bi xwe rêvebirin, dahatûya xwe diyarkirin  bibin rêbazên bingehînên ku bên parastin.Bo pêşî lêgirtina îtîrazên wek“Kurd bi Kurdî perwerdehî bibînin wê çi jê derê. Piştî ku azmûna bi Tirkî ya karmendiyê karnekir...”divê Kurd mafê xwe bi xwe rêvebirin û dahatûya xwe diyarkirinê ji xwe re bikin rêbazên bingehîn. Divê Kurd rêveberiya ku her gav wan bi gorên komî re rûbirû dihêle qebûl nekin. Li hember vê rêveberiya nebaş xwestina xwe bi xwe rêvebirinê, helbet xwestineke xwezayî ye.
                          Wergera ji Tirkî ji layê Ahmed KANÎ ve hatiye kirin.
                                                          (
amed_kani@hotmail.com )
 
www.gelawej.net
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Konferansa Pirsgirêka Kurd li Tirkiyê
İsmail Beşikçi
Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin ‘çareserî’ ye. Bêguman her tim kurd li ser ‘çareserî’yê diaxifin, kurd ‘çareserî’yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya ‘çareserî’yê pêwîst...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2463)


Êdî Kurd Dîroka Kurdan Dinivîsin
İsmail Beşikçi
Yek ji encamên girîng ên şerê çekdarîyê ev e ku, di nêv kurdan de hîşyarbûneke manewî daye destpêkirin. Rastîya wê, ew proseya ku ji salên 1960î de zîl dabû li dema şerî û piştî wî hê bêhtir geş bû, belav bû û kok berda erdê. Di roja îroyîn de li nêv...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2568)


Bûyera Dr. Friçê Duyem
İsmail Beşikçi
Di manşeta rojnameya Hürriyetê ya roja 21 pûşper 2007 de nûçeyek hebû. Sernavê nûçeya nûçegihan Özgür Ekşiyî “Lobîcîyê Veşartî Hat Eşkerekirin” e. Taner Akçamê ku li Zanîngeha Minnessota profesorê dîrokê ye, eşkera kirîye ku, ew kesê ku e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2780)


Têgihîştinên Neteweperweriyê
İsmail Beşikçi
Dema ku pesnên neteweperweriya tirkî didin, pê re jî bona wê bizava neteweperweriyê ku di nav kurdan de aj dide, dibêjin “cudaxwaz e”, “paşverû ye”, “nîjadî ye” û hwd. e, bi vî awayî ev bizav tê xirabkirin. [Dibêji]...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2289)


Komeleya Piştgirîya Jiyana Nûjen Çi Dide Kurdan?
İsmail Beşikçi
Li Tirkiyeyê demokratîkbûn pirseka girîng e. Beşdarîya bo Yekîtîya Ewropayê û pêkanîna demokratîkbûnê, amanceka bingehîn a hukûmetan e. Wekî mînak, hukûmeta Partîya Edalet û Pêşveçûnê (AKP) carînan behsa vê amancê dike. Demokratîkbûn jî, ji rûyê polî...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2330)


Li Ser Têgeha “Ez kurd im, lê ne kurdçî me”
İsmail Beşikçi
Beşek ji kurdên ku vê sloganê tînin zimên, li hemberî vê şîroveyê jî derdikevin; dixebitin bidin zanîn ku em ji bo kurdan gelek tiştî dixwazin. Dibêjin, “Ez ne kurdçî me lê ji bo kurdan gelek tiştî dixwazim…” Dîsan dibêjin, “...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2570)


Pirsa Sereke Di Pirsgereka Kurd de
İsmail Beşikçi
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemîn e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2859)


Têgihiştina di Derbarê Kurdan de, Têkilîyên Leşker û Hikûmetê
İsmail Beşikçi
Tirkîye, dewleteke xwedî îdeolojîya fermî ye. Di dewletên ku xwedî îdeolojîya fermî de tu cûdahîya dewlet û hukûmetê tune ye. Di îdarekirina dewletên wiha de, di dereca yekemîn de, yê ku biryar dide û birê ve dibe, sazîyên paraztin û meşandina îdeolo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2499)


Sîstema Dewşîrme
İsmail Beşikçi
Di vê helwestê de, bi raya min sedema sereke, pirsgirêka mulk e. Gelê herêmê, mirovên ku herêmê xuya ne, xwedî mulk in. Weke mînak erdê gelekan heye. Jiber vê  yekê jî li ser gel bandoreke wan eşkere heye. Yekî ku li herêma xwe xwedî erdekî pir ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2467)


Têgihiştin û Nîqaşên di Derbarê Pirsgirêka Kurdan de
İsmail Beşikçi
Taybetmendîya vê pêvajoyê ya herî girîng, ew e ku dewlet û hikûmet qet xwe rexne nake û bi paşeroja xwe re hevrû nabe. Ez bawerim dewlet û hikûmet di vê mijarê de bi himet in. Dewlet û hikûmet plan dikin bêyî ku xwe rexne bikin, bêyî bi paşeroja xwe ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2242)


Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last