Mafê Netewan yê Tayînkirina Pêşeroja Xwe û Kurd
Pirsgirêka Kurd an jî ya Kurdistanê, pirsgirêka Tirkîyê ya herî girîng e. Pirsgirêka ku polîtîka Tirkîyê ya hundir û derve û têkiliyên aborî dîyar dike, pirsgirêka Kurd bixwe ye.
Serokkomar Abdullah Gul, di havîna 2009’an de bi axaftinên ku li hin deran kir, got pirsgirêka Kurd pirsgirêka Tirkîyê ya herî girîng e, jibo ku mere bikaribe pirsgirêkên din hilîne û dîne, berî gişî divê pirsa Kurd têkeve rê.
Îro dîyar e ku li Tirkîyê, hikûmeta Partîya Adalet û Kalkinmayê, li gorî hikûmetên berê, nêzîktîrî pirsgirêka Kurd e û bêtir alaqa nîşan dide. Dixwaze vekirina Kurd an jî ya demokratîk plan û projekê dest pê bike. Xuyaye hikûmet hewl dide, dixwaze pirsgirêka Kurd çareser bike.
Pirsa ku jê re tê gotin pirsa Kurd an jî Kurdistanê, divê mere li derbasbûna wê ya dîrokî binere. Di vê mijarê de mirov dikare wiha bêje.
Hewildana Kurdan ku Pêşeroja Xwe Tayîn Bikin, bi Çekan Tê Çewisandin
Piştî şerê cîhanê yê yekemîn, dewletên ku di şer de bi ser ketin, Îngîltere, Fransa û Îtalya, jibo kolonîyên dewletên ku şer wenda kirin, ango yên Împaratorîya Almanya û Împaratorîya Osmanîyan li hevdû parve bikin, ketin hewildaneke mezin. Li gorî biryarên Kongra Parîsê ku di meha çile de dest pê kir, di dema Cemîyeta Gelan de, mijareke ku gelekî li ser disekinîn ev bixwe bû. Li ser axa ku ji Împaratorîya Osmanî û Împaratorîya Alman, damezirandina manda, biryareke girîng ya Cemîyeta Gelan bû. Her çiqas manda îdareyeke bi taybetî bû jî, mirov dikare weke kolonî binirxîne.
Li ser axa ku ji Osmanîyan ma, mandayên Tîpa A hat ava kirin. Tîpên B li ser axa li Rojavayê Başûrê Afrîka, ku ji Almanan mabû hat ava kirin. Tîpên C jî li ser axa Împaratorîya Alman ku li Başûrê Rojavaya Afrîka bû hatibû ava kirin pêk hatin.
Di çerçoveya Tîpa A de, bi Îngîltere ve girêdayî Iraq, Urdun û Fîlîstîn hat ava kirin. Û bi Fransa ve jî girêdayî mandayên Sûrî û Lubnanê hat hava kirin. Bi vî awayî, axa ku ji Împaratorîya Osmanî mabû, di navbêna Brîtanya Mezin û Fransa de hat parve kirin.
Di vê pêvajoyê de, pirsa ku me eleqeder dike ev e: Di çerçoveya Cemîyeta Gelan de, dema ku têkilîyên navnetewî ji serî de hat ava kirin, jibo ava kirina aşitîyê hewildaneke mezin dihat kirin, çima daxwazên Kurdan nehatin temîn kirin? Wê demê li Başûrê Kurdistanê Şêx Mahmûdê Berzencî jibo Qraltîya Kurdistanê xebat dikir. Li Brîtanya mezin doza ku wî weke Qralê Kurdistanê nas bike, dikir. Dewletên wê demê yên emperyal, Brîtanya Mezin û Fransa ne Kurdistaneke serbixwe, Kurdistaneke kolonî (manda) jî qebûl ne kirin. Kurdistaneke manda ku bi Brîtanya Mezin an jî Fransa ve girêdayî ne fikirîn. Kurd û Kurdistan hat perçe kirin û parve kirin. Bêgûman dijî îradeya Kurdan, zor hat bikar anîn û hat pêkanîn. Lewre Kurdan jibo Qralîyeta Kurdistaneke serbixwe bi Brîtanya Mezin re şer dikir. Kurd û Brîtanya Mezin ku daxwazên Kurdan ne dipejirand bi hevdûre di şer de bûn.
Operasyona herî mezin ku Cemîyeta Gelan di salên 1920’an de li Rojhilata Navîn pêk anî, perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê ye. Di orta Rojhilata Navîn de perçekirin û parvekirina Kurdistanê, operasyona dewletên emperyal, ya herî mezin, herî berfireh û herî mayîndeh e. Bêgûman dewletên emperyal, ev yek bi hevkarîya dewletên herêmê, dewleta Tirk, Ereb û Faris pêk anîye.
Perçekirin û parvekirinê, li ser Kurdan bandoreke gelekî giran çêkiriye. Ev yek, rewşeke weke perçekirina îskelet û belavkirina mejîyê mirovekî ye.
Di vê rewşê de, divê pirsên bingehî vanên han bin. Sedemên vê polîtîkaya sîstematîk ku li ser Kurdan pêk tê çi ye? Ev polîtîka çawa hat ava kirin? Avakirina vê polîtîkayê, di pêvajoyên çawa re derbas bûye? Ev polîtîka çawa hat pêkanîn? Di nav rista van têkilîyan de, yê alî kîne? Li hember vê polîtîkayê û pêkanîna vê polîtîkayê helwesta Kurdan çawa bûye? Divê mirov bi têgehên dîplomasî, zanyarî û sîyasetê li bersiva van pirsan tevan bigere.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn Ereb jî perçe bûn. Lê Ereb weke dewlet an jî manda cûda cûda hatin organîze kirin. Lê Kurd di navbêna dewletên manda (dewletên kolonî) de, ango Iraqa ku bi Brîtanya Mezin ve girêdayî bû, Sûrîya ku bi Fransa ve girêdayî bû, Tirkîya ku dewama dewleta Osmanîye, Şahitîya Îranê ku berdewama Împaratorîya Îranê bû de hat perçekirin û parve kirin.
Di van têkiliyên ku di salên 1920’an de meşîyan, Kurd alîyekin. Li alîyê hember jî Brîtanya Mezin ku manda Iraqê bi xwe ve girêdabû, Fransa ku manda Sûrîyê bixwe ve girêdabû, Komara Tirkîyê û Şahitîya Îranê heye. Her çiqas di navbêna herdû dewletên herêmê yên bi hêz, Tirkî û Îranê de nîqaş hebin jî, li hember Kurdan bi hevdûre tevdigerin. Bi helwesteke li hember Kurdan tevdigerin.
Di rista van têkilîyan de, divê mere li helwesta Yekîtîya Sowyetê jî binere. Yekîtîya Sowyetê, di salên 1920’an de, di dema Cemîyeta Gelan de, dewleta ku herî pir bahsa mafê gelan ya tayînkirina pêjeroja xwe dikir bixwe bû. Li gel vê yekê jî, li dijî îradeya Kurdan, li hember perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê bê deng maye. Moskova jî weke Londra, Parîs, polîtîkayek antî-Kurd meşand. Di rista têkilîyan de, divê mirov balê bikşîne ser vê rewşê jî. Çima Yekîtîya Sowyetê li gorî van prensîbên bingehî tev negerîyayê, rewşeke ku divê bê vekolîn.
Dema pirseke weke çima Kurdistaneke weke Urdun, Fîlîstîn, Sûrî, Lubnan ne hat ava kirin tê kirin, dibêjin ‘başe lê di nav Kurdan de hin dezgehên feodalî weke şêxtî, aşîretê hene, ê ev dezgeh çawa bibin dewlet? Ev yek ne bersiveke bi wate ye û têrê nake.
Em li salên 1920’an bifikirin. Ma di nav Ereban de, dezgehên weke şêxtî, aşîret, prenstî û hwd tune bûn? Hetta ev sazî îro jî di nav Ereban de hene. Îro ji Kendava Basra heta Fasê 22 heb dewletên Ereban yên serbixwe hene. 22 heb endamên Yekîtîya Ereban hene. Bi dewleta Fîlîstînên Ereb ê ev hejmar derkeve 23’yan. Helwesta dewletên emperyal, yên wê demê Brîtanya Mezin û Fransa weke antî-Kurd, daxwazên Tirk, Ereb û Faris di perçekirin û parvekirinê bûne xwedî hêz. Bêgûman helwestên antî-Kurd çine, daxwazên Tirk, Ereb û Faris mijareke divê bê vekolîn.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, Serokê Amerîka W. Wîlson jî bahsa mafê gelan yê tayînkirina pêjeroja xwe bixwe dikir. Serokê Amerîka Wîlson ji 14 xalên ku pêjde dabû, 12 heb ji wan di derbarê gelên ku li ser axa ji Împaratorîya Osmanîyan mabû dijîyan, di derbarê jîyana wan ya serbixwe de bû. Li gel van prensîban jî, Kurd û Kurdistan di salên 1920’an de hatin perçe kirin û parve kirin. Tûnebûna statuyeke Kurd û Kurdistanê, rewşeke ku divê bê dîyar kirin. Kolonî, statuyek e. ‘Kolonîya Brîtanya Mezin, Hîndîstan’, ‘Kolonîya Fransa Cezayîr’, ‘kolonîya Portekîz Mozambîk’ û hwd. tê gotin. Şexsîyeteke kolonîyê heye. Berî her tiştî sînorên kolonîyê hene. Di eslê xwe de, dewleteke kolonî heye. Dewleteke kolonî ku sînorên wê dîyar e... Dewletên mêtingeh sînorên vê dewletê nas dike. Sazûmana navnetewî jî vê yekê nas dike. Weke mînak, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di salên 1960’î de kolonîyên li Afrîka, di sînorên ku di 1885’an de hatibû dîyar kirin, serbixwebûna xwe stendin. Îngîltere, Fransa, Postekîz hebûna gelekî ku di nav van sînoran de dijî, pejirandin. Lê li Kurdistanê, tu taybetmendî ji vana tune ye. Sînor û tiştek tune ye. Şexsîyeta Kurd, şexsîyeta Kurdistanê nayê nas kirin. Kurdistan ne kolonîye jî. Ev, pir eşkere ye. Li cîhanê bi van taybetmendîyan, tu mînakên dinê tune ne.
Piştî hilweşandina Împaratorîya Osmanî, yên ku pêşeroja xwe dîyar nekirine, tenê gelê Kurd e. Gelên ku di nav Împaratorîyên de dijîyan, ji destpêka sedsala 19.’an û pê ve di rêya dîyarkirina pêşeroja xwe de li hember Împaratorîyê ketine tekoşînê. Di çarîka yekemîn ya sedsala 19’an de Yûnan, di pê re Roman, Sirp, Xirwat, û Bulgar, ji Împaratorîyên qetîyan û dewletên serbixwe ava kirin. Dema ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir nekir, Ereb û Arnawût jî ketin pêvajoya dîyarkirina pêşeroja xwe. Yên ku bi sedsalan li ser axa xwe dijîn û pêşeroja xwe dîyar nekirine tenê Kurd in. Tê zanîn ku di 1915’an de û berê weke mînak di 1894-1895’an û di 1909’an de, li Ermenîstana Rojava li hember Ermenîyan konkujî hatîye pêkanîn. Kirina Ermenîstana Rojhilat bo Bolşevîktîyê, jibo lêxistina Îttîhatçiya li Ermenîstana Rojhilat bû asteng.
Kurdistan: Kolonîya Jêr
Civakeke ku Ne Kolonîye Jî
Îro li Tirkîyê pirsgirêka Kurd, bi pirayî di derbarê ‘çareserîyê’ de tê guftûgokirin. Halbûkî divê pirsgirêka Kurd, ji ‘çareserîyê’ azad, bi têgehên zanyarî, sîyasî û dîplomatîk bê guftûgokirin. Polîtîkayên perçekirin û parvekirinê çawa hatine ava kirin, çawa hatin pêkanîn, di ava kirin û pêkanîna van polîtîkeyan de kê rol stendîye, ev polîtîkayên ku hatine pêkanîn encamin çawa derxistine holê, divê bi bûyerên dewlemend û bingehî bên vegotin. Di pêvajoyê de, dîyarkirina zeafên Kurdan jî bêgûman divê pir girîng be. Di pîvanên navnetewî de heger ku hûn bûbin hedefa polîtîkayek perçebike-îdarebike-xelasbike, ev dîyar dike zeafeke we ya gelekî mezin heye. Hêzên ku dijî we ne, ji vê zeafa we menfaat dîtine û ev polîtîka ava kirine û xistine jîyanê. Loma jî divê ev zeaf bi têgehên zanyarîya antropolojî bê vekolîn.
Di çarîka sedsala 20’an ya yekemîn de perçekirin û parvekirina Kurd û Kurdistanê vê yekê rê me dide. Dema ku civakek, dewletek di dîrokê de carekê bi pêvajoyeke mîna perçebûb, parvekirinê rû bi rû mabe, ew civak careke din nikare xwe bide hev. Her ku diçe perçebûn û parvekirin berfirehtir û kûrtir dibe. Pêvajo heta xwe digîhîne perçekirina eşîran û malbatan jî. Hetta di heman malbatê de bira jî di nav xûrûbên dijî hevdû de dikarin cîh digrin.
Pirsgirêkeke Ermenîyan jî wiha heye. Lê eşkereye ku Kurd vê pirsgirêkê hîn girantir dijîn. Di sedsala 17’an de Ermenîstana ku di navbêne Împaratorîya Osmanî û ya Îranîyan de perçe bû, di sedsala 19’an de di Împaratorîya Osmanî û Împaratorîya Rûs de ma, ji ber van sedeman tucarî hebûneke navendî pêk neanîn. Desthilatdarîya Rûsya Çar û ya Osmanî jibo ku Ermenîyan bera ber hevdû de her rê ceribandine. Cara yekemîn perçekirina Kurd û Kurdistanê, ya bi bandor cara yekemîn di sala 1514’an de di navbêna Împaratorîya Osmanî û Împaratorîya Îranî de pêk hat. Di şerê ku Yavuz Sultan Selîm û Şah Îsmaîl beşdar bû, Kurd û Kurdistan hat parve kirin, bû dudu. Qada şer Kurdistan bû, ev yek jî di şer de xaleke girîng e. Herdû alîyan jî Kurd şandin qada şer. Ev yek alîyekî din yê şer, ku gelekî girîng e dîyar dike. Ev perçekirin û parvekirin di sedsala 17’an de, di 1639’an de bi peymana Qesra-Şêrîn fermî dibe.
Di çarîka yekem ya sedsala 19’an de, di 1828-1829, di dawîya şerê Îran-Rûs de, Kurdistana li Îranê bû du perçe. Herêmên bakur ket bin desthilatdarîya Rûsya. Ji sedsala 11’an, hetta hîn berî wê û vir de, li Qafkasya Kurd û Kurdistan hebûn. Weke mînak hikûmetên Şeddadî û Revadî hin car caran li hin herêmên Qafkasya desthilatdarî ava dikirin. Van herêmanan di çarîka duyem ya sedsala 19’an de ket bin desthilatdarîya Rûsya.
Lê pêvajoya bingehî ku îro dîyar kir, tiştên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û hilweşandina Împaratorîya Osmanî pêk hat bixwe bû. Peymana Sykes-Picot di 16 Gulan 1916’an de ku di navbêna Brîtanya Mezin, Fransa û Rûsya Çar de hat îmze kirin, Îtalya ku bi peymana St.Jeanne de Maurienne beşdarî vê peymanê bû, dîyar dike perçekirin û parvekirin çawa pêk hat.
Peymana Sevr ku di 10’ê Tebaxa 1920’an de hat îmzekirin, peymaneke hîn berfirehtir e. Lê ne peymaneke ku hatiye temam kirin û pêkanîn. Peymana dawîyê jî ya Lozanê ye, di 24’ê Tîrmeha 1923’an de hat îmze kirin. Ev, peymaneke ku perçekirin û parvekirina Kurdistanê fermî kiri ye bixwe ye. Bahskirina Kurd û Kurdistanê di Sevrê de taybetmendîyeke hêjayî baldarîyê ye.
Îro Kurd li Rojhilata Navîn ji 40 mîlyonî bêtirin. Û Kurd di kûrayîya dîrokê de, weke mînak berî Îsa ji salên 4000 û vir de li ser axa xwe dijîn. Hatina Tirkan ya Anadolê jî tê zanîn ku di sedsala dehan, sedsala yazdan de pêk hatîye. Lê her çiqas nifûsa Kurdan hewqasî pir be jî, di têkilîyên navnetewî de bi statuyeke biçûk jî bo wan ne hatîye dayîn. Dema ku ez bahsa vana dikim, di van salên dawîyê de, li Iraqê, li Kurdistana Başûr, avakirina Kurdistanê ku roj bi roj ava dibe û pêşve diçe, Îdareya Herêmî Ya Kurdistanê, bi raya min divê cûda bê nirxandin.
Li gorî nifûsa Kurdan ku hewqasî pir e, Kurd ne di Netewên Yekbûyî de, ne di Konseya Ewrûpa de, ne di Yekîtîya Ewrûpa de, ne jî di Rêxistina Konferansa Îslamê de xwedî statuyeke biçûk in. Tenê dema ku bahsa ‘teror’ê tê kirin bahsa Kurdan derbas dibe. ‘Em ê koka terorê bikolin, em ê terorê bi eciqînin, terorê xelas bikin’ û hwd tê gotin. Dema ku gotina ‘teror’ê tê gotin ji xwe tenê navê Kurdan derbas dibe. Weke mînak, dema ku li Bexdê mîlîtanekî Sunnî bomban li bedena xwe dipêçe û dikeve camîyeke Şîî, di nav mirovên ku îbadetê dikin de xwe diteqîne. 60-70 mirov tên kuştin, 150,160 heb jî tên kuştin... Di pê re bi çend rojan, mîlîtanekî Şîî jî di camîyeke Sunnîyan de heman çalakîyê dike. Çapemenîya navnetewî, weke mînak çapemenîya Tirkî vana weke tekoşer dinirxîne. Bûyerên wiha weke mînak li Pakîstanê jî pêk tên. Ji wan re jî dibêjin tekoşer. Cîhana Îslamî, ku li dijî karîkaturên Pêxember Muhammed, ji Endonezya heta Fasê rabûn ser pîyan jî bûyerên wiha gelekî xwezayî pêşwazî dike.
Miqayese kirin
Îro li cîhanê 207 dewlet hene. Ji vana 204 heb beşdarî Olîmpîyatên Atîna bûn. 206 dewlet beşdarî Olîmpîyatên Pekînê, yên 2008’an bûn. Îro hejmara dewletan 207’in. Ji van dewletan 192 endamên Netewên Yekbûyî ne...
Ji 207 dewletan, bi dehan dewletên ku nifûsa wan di binya mîlyonekê re ne hene. Weke mînak Luxembûrg, Kibris, Malta ku endamê Yekîtîya Ewrûpa ne, nifûsa wan di binya mîlyonekê re ne. Nifûsa Slovenya, Estonya, Letonya, Lîtwanya li dorî 2-3 mîlyona ye. Li gorî vê nufûsa pir ya Kurdan, dîsa Kurdan ne xwedî statuyeke biçûkin jî. Ev yek dîyar dike ku di dema Cemîyeta Gelan, di salên 1920’an de statukoya navnetewî çiqasî neheqî li Kurdan kiriye, çiqasî ew derveyî her tiştî hiştine.
Andorra, San Marîno, Monaco, Lîechtensteîn endamên Konseya Ewrûpa ne. Konseya Ewrûpa xwedî 53 endam e. Nifûsa van çar dewletan di navbêna 40-50 hezarî de ye. Van dewletana bi vê nifûsa xwe ya biçûk dewletên serbixwe ava kirine lê li Rojhilata Navîn nifûsa Kurdan ku 40 mîlyonî derbas dike, bê xwedî statuyeke sîyasî ne, divê bibe mijareke girîng ya sazûmana navnetewî. Di Yekîtîya Ewrûpa de, tenê nifûsa Almanya, Fransa, Îtalya, Îngîltere û ya Îspanya ji nifûsa Kurdan li Rojhilata navîn bêtir e. Belkî Polonya ne xwedî nifûseke biqasî ya Kurdan e. Nifûsa 21 dewletên din di navbêna 5-10 mîlyon û 15-20 mîlyon de tê guhertin. Rewşeke wiha di Konseya Ewrûpa de jî heye.
Li Kibrisê berî ‘hereketa aşitîyê’ di 1974’an de li dor 160 hezar Tirk hebûn. Piştî ‘hereketa aşitîyê’, nifûs ji Tirkîye bo wêderê hat neqilkirin. Nuha nifûseke nêzîkî 200 hezar heye. Tirkîye di Netewên Yekbûyî de, di Konseya Ewrûpa de, di Yekîtîya Ewrûpa de, di Rêxistina Konferansa Îslamê û têkiliyên xwe de, daxwaz dike ku Komara Tirk ya Bakurê Kibrisê weke dewleteke serbixwe bê nas kirin. Her ku Tirkî bahsa vê yekê dike, lê dema ku bahsa Kurdan dibe, polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê pêk tîne, her dem polîtîka Tirkî ya derve xerab dike, tevlihev dike. Ev yek faktorekî gelekî girîng e.
Ê berdewam bike...
İsmail Beşikçi
Wergera ji Tirkî: Salih Agir Qoserî
Kurdistan-post