Yê ku wêjeyê xwedî dike ziman e. Yê ku ziman dewlemend dike wêje ye. Di navbêna ziman û wêjeyê de têkilîyeke pir kûr heye. Di ziman û wêjeya Kurdî de jî heman têkilî heye.
Mirov nikare bêyî boyaxê li wêneyan bifikire. Bê deng, muzîk nayê çêkirin. Ev yek dîyar dike ku malzemeyê wêneyan yê bingehî boyax e, yê muzîkê jî deng e. Mirov dikare bêje malzemeyê bingehî yê heykelan jî kevir e. Malzemeyê wêjeyê, yê bingehî jî ziman e. Bê çawa bêyî boyaxê wêne, bêyî deng muzîk, bêyî kevir heykel nikarê bê çêkirin, herweha bêyî ziman wêje jî nikare bê çêkirin. Îro yên ku zimanê Tirkî ji Türk Dil kurumu (Sazîya Zimanê Tirkî) bêtir dewlemend kirine nivîskarên weke Orhan Kemal, Yaşar Kemal, Çetîn Altan, Vedat Turkali û hwd bixwe ne. Bi vî awayî nivîskarên Kurd ku bi Kurdî dinivîsin, xizmeta wan gelekî mezin e. Herweha nivîsên Mehmet Emin Bozarslan, Mehmet Uzun, Firat Ceweri Malmisanij, Roşan Lezgîn... girîngin.
Di sala 1992’an de Kovana Nûdem dest bi weşanê kir. Nûdem li Swêdê dihat çap kirin, lê bo her derên ku Kurd lê dijîyan dihat şandin. Deh salan bi rêk û pêk hat weşandin. Nûdem ku Firat Cewerî birêve dibir, di derbarê hişmendîya pêşveçûna zimanê Kurdî de, ya wêjeya Kurdî û Alfabeya Kurdî de xizmetin gelekî mezin kir. Di wergerê de jî kar û xebata Nûdemê çêbû. Armanc, wergerandina nivîsên cîhanê yên girîng bo Kurdî bû. Herweha berdewama hewildanên wergerê jî gelekî hêja ne. Wergerandina berhemên sereke yên wêjeya cîhanê bo zimanê Kurdî, di pêşveçûna zimanê Kurdî de ê rolekî ciddî bilîze. Wergera romana Orhan Pamuk ya bi navê Benim Adım Kırmızı ye (Navê Min Sor e) ku Weşanxaneya Dozê derxistîye û ya Cervantes bi navê Don Kişot pêşveçûneke baş e. Projeya Weşanxaneya Lîsê li Dîyarbekirê ku bi navê ‘Ji Wêjeya Cîhanê Sed Berhemên Bingehî’ bo Kurdî dest bi wergerê kiri ye, hêjayî baldarîyê ne.
Wergera nivîskarên weke Homeros, İbn Haldun, Shakespeare, Cervantes, Moliere, Montaigne, Honere de Balzac, Victor Hugo, Goethe, Henrich Heine, Dostoyevsky, Tolstoy, Turgenyev, Gogol, Gançarov, Gustave Flaubert, Stendhal, Charles Dickens, Knut Hamsun, Henrik İbsen, Marcel Proust, Oscar Wilde, Jack London, Ednest Hemingway, Tagore, Willaam Faulkner, John Steinbeck, Şolohov, Gabriel Garcia Marquez, ê zimanê Kurdî dewlemend bike.
Nivîskarên Kurd Ku bi Tirkî Dinivîsin
Nivîskarên Kurd ku bi Tirkî dinivîsin, tibabek hene. Wergera vana bo Kurdî jî têra xwe girîng e. Divê helbest û romanên nivîskarên weke Yaşar Kemal, Ahmet Arif, Orhan Kotan, Yılmaz Güney, Hasan Bildirici, Metin Aktaş bo Kurdî bên wergerandin. Tê zanîn ku hin helbestên Ahmet Arif û Orhan Kotan bo Kurdî hatine wergerandin. Lê ez bixwe pêrgî tu kesên ku bi Kurdî xwendine nebûme. Nedim Baran di şevên şahîyên zindanê de, helbesta Orhan Kotan ya bi navê ‘Halklarin Kardeşliği Adına’ (Jibo Biratîya Gelan) ku di pirtûka ‘Gururla Bakiyorum Dunyaya’ (Ez bi Serbilindayî Li Cîhanê Dinerim) de ye, her tim dixwend. Lê ez pêrgî tu kesên ku wê bi Kurdî dixwînin nebûm. Wergereke nû ya pirtûka Ahmet Arif çêbû. Mirov dikare bêje wergereke gelekî başe. Divê wergerên Orhan Kotan jî yên nû çêbibin.
Ahmet Arif (1927-1991) di gûrûbên sê sê, di yên çare çar de, di derbarê Kurdan de hest û ramanên xwe bi xemgînî tanî ziman. Lê di civînên jibo gel vekirî de, di çapemenîyê de xwe dûrî eşkerekirina van hest û ramanan digirt. Min û kekê Ahmed, di salên 1974-1975’an de, li Ankara li Pasaja Zafer, li pirtûkxaneya Umit Firat ya bi navê Barış Kitabevî hevdû nas kir. Di pê re li der û demên cûr be cûr me hevdû dît. Helbestên xwe ji dil dixwend. Bi Tirkî dixwend. Hin caran kurdekî eciqandî, hin caran jî kurdekî tekoşer bû. Dema ku pirtûka wî ya navê Hasretinden Prangalar Eskittim (Min ji Hesreta Te Qeydên Xwe Kevn Kirin) weşanên Cem di nav ‘Nivîskarên Tirk’ de diweşand, kekê Ahmed îtîraz ne dikir û ne digot ‘Ez Nivîskarekî Kurdim’. Tu axaftinên me di van mijaran de çênedibû.
Orhan Kotan (1944-1998) jî nivîskarekî Kurd bû lê bi Tirkî dinivîsî. Orhan bi fikir û hestên xwe Kurd bû. Timî di çapemenîyê de û di civînên jibo gel de hest û fikrên xwe tanî ziman. Di jîyana Orhan Kotan de Komal-Rizgarî, Kurdistan Press hêjayî baldarîyeke girîngin. Di salên dawîya jîyana wî de demeke bi navê Realite Pres ku ji 4,5 hejmaran pêk tê jî heye. Ev hinekî xwe ji dema berê diqetîne. Lê yê ku jîyana Orhan Kotan dîyar dike, dema destpêkê ye. Tiştên ku ji wî mane yên dema destpêkê ne. Bêgûman mirov nikare dema duyemîn ne hesibîne an jî bavêje. Lê hest, fikir, şiklê jîyanê, sekin û berxwedana wî ya di cîh de bêtir ya dema destpêkê ye. Min nedîtîye ku tu kovarên ku di derbarê wêjeya Tirkî de agahdarîyan didin, Orhan Kotan weke ‘Helbestvanekî Tirk’ nîşan daye.
Hasan Bildirici, di derbarê malbata xwe ya li Axlatê de, agahdarîyan dide. Mijara dema ku malbateke Tirk bûkeke Kurd tîne, pêvajo çawa dimeşe, hêjayî baldarîyê ye. Di vê mijarê de divê mere li cîhê bûkê yê çîna civakê binere. Dema ku ji malbateke Kurd ku xizanin qîzek li malbateke Tirk bibe bûk, bandorê dike ku asîmîlasyona bûkê zûtir bibe. Qîzeke ji malbateke Kurd ku bandorê li der û dora xwe dike, li malbateke Tirk bibe bûk, bûyereke ku kêm çêdibe derdikeve holê. Heger ku alîyê bûkê bi xal û xaltîkan bi hêz bin, pir bin, asîmîlasyon berovajî pêk tê.
Dema ku qîzek ji malbateke Tirk an jî Tirkmen ku bi hêz e, li malbateke Kurd ku xwedî bandor û hêza eşîrîne dibe bûk, dîsa jî asîmîlasyona Kurdan pêk tê. Malbat jibo ku bi bûka xwe ya Tirk an jî Tirkmen re bikaribin bipeyivin, herweha jibo zimanê wê fêr bikin, dikevin hewildaneke gelekî kûr. Qîzeke ji malbateke Kurd ku li der û dora xwe tê naskirin û bi hêz e, kêm caran li malbateke Tirk û xizan dibe bûk. Di rewşeke wiha de dibe ku asîmîlasyon berovajî pêk bê.
Dîya Hasan Bildirici bi ciwanî, dema ku ew zarok bû nemira, Hasan dikarîbû tiştek ji dîya xwe, ji malbata dîya xwe, xal û xaltîkên xwe tiştek bigirta. Hasan ji alîyê dîya xwe bêtir, bahsa alîyê bavê xwe, ap û metikên xwe dike.
Weke mamoste Kadir Cangızbay û mamoste Mithan Sancar dibêje, zimanê zikmakî bêyî ku mirov têkeve ferqîya fêrbûnê, jibo fêrbûnê bêyî ku mirov di helwesteke hişyar keve mirov fêr dibe. Weke mirov xwarinê bixwe, avê vexwe. Du heb bingehên vê yekê hene. Der û dora malbatê, têkilîya dê û zarokan, zikak, têkilîyê zarokan yên bi hevalên xwe yên zikakê re... Divê li Axlatê vekolîna nifûsê ya parvekirina taxan girîng be. (Mithat Sancar, Lisan Bizi Nasıl Böler, Taraf, 3 Îlon 2009, r. 13)
Nivîskarên Kurd ku bi Tirkî dinivîsin, di pêşveçûna çanda Kurdî û pêşveçûna Kurdolojîyê de xwedî cîhekî girîngin. Wergera van nivîskaran bo Kurdî, eşkereye ku ê di wêjeya Kurdî de pêşveçûneke girîng pêk bîne. Di pêvajoya netewîbûnê de, rolê wergerê gelekî girîng e. Wergera cîhanê, wergera berhemên jîyana ramanên cîhanê bo Kurdî, ê xizmeta zimanê Kurdî, xizmeta jîyana ramana Kurdî dewlemend bike. Di bawerîya min de, wergera nivîskarên Kurd ku bi Tirkî dinivîsin bo Kurdî ê xizmeteke hîn mezintir bike.
Agahdarî
Di nivîsa bi navê “Di Derbarê Wêjeya Kurdî de” ji Roşan Lezgîn û Recep Maraşlı ji min re peyam hatin. Di dawîya nivîsê min gotibû ‘divê Kurd bi nasnameyên xwe yên eşkere binivîsin’. Rojan Lezgîn li hember vê nerînê wiha dibêje: ‘Roşan Lezgîn navê min yê Kurdî ye. Ez navê ku dewletê daye min qebûl nakim. Ez navê xwe yê Kurdî bi kar tînim.’ Firat Cewerî, Roşan Lezgîn, Berzan Botî, Malmisanij, Asa Zağrosi, Salih Agir Qoserî û hwd bi nerîna min navên tên nas kirin. Vana weke Roşan Lezgîn dibêje ne navên çêkirî (sixte) ne, navên rastî ne, navên Kurdî ne...
Pirsgirêka Kurdî, pirsgirêkeke gelekî mezin e. Çareserîya wê pir dereng ketîye, loma jî zahmet bûye. Di salên 1920’an de çareserî hêsantir bû. Di salên 1920’an de, di dema Cemîyeta Gelan de, weke Iraq, Urdun, Fîlîstîn, Sûrî, Libnan û hwd, manda (kolonî) Kurdistanê jî hatiba ava kirin, ev pirs ne dihat heta îro. 85 sale ev pirsgirêk li hev gerîyaye, tevlihev bûye. Hejmara mirovên têkildarê vê pirsgirêkê pir bûne. Vana giş, çareserkirina pirsgirêkê girantir dikin. Lewre divê ev pirsgirêka ku ji salên 1920’an û vir de berdewam dike, ango parvekirin û perçekirina Kurd û Kurdistanê, divê li gorî têgehên zanyarî, sîyasî û dîplomasî bên vekolîn.
Bi gotina ‘divê Kurd bi nasnameyên xwe yên eşkere binivîsin’ min xwest bahsa mijareke teknîkî bikim. Komputir, înternet bêgûman malzemenin pir bi kêrin. Pêşveçûna derfetên têkilîyan, hejmara nivîskarên Kurd jî zêde kir. Ev jî baş e. Lê xetereke wiha jî derdikeve holê. Divê mere vêya jî jibîra neke. Hin nivîskar navên sixte bi kar tînim û heqaretê li hin nivîskaran dikin, wan kêm dixin. Heger ku navên xwe yên rast binivîsin, qet bawer nakim vê yekê bikin. Ancax dema ku bi navên sixte xwe vedişêrin dikarin vê yekê bikin. Rexne û xwerexnekirin bêgûman metodên girîng û hêja ne... Lê heqaret û kêmxistin, bi zanebûn kiryarên wiha, nayên qebûl kirin.
Heta îro me bahsa nikarîbûna navên Kurdî li zarokan, astengên li hember bikaranîna tîpên Q,W,X,Ê dikir. Îro êdî pirseke wiha derdikeve holê. Bêtir paşnavên weke Türk, Heptürk, Tümtürk, Türkoğlu, Öztürk, Cantürk, Türkyılmaz, Türkgücü, Türker, Türkeri li Kurdan dikin. Li gel vana paşnavên weke Kaya, Deniz, Yıldız, Toprak, Demir, Bulut, Işık, Güneş jî li Kurdan dikin. Balkêş e ku dê û bavên ku navên Kurdî li zarokên xwe dikin, li hember nav û paşnavên ku dewlet dide wan dengê xwe nakin. Ev mijareke hêjayî baldarîyê ye.
Selim Çürükkaya, Aysel Çürükkaya, di salên 1990’î de mîlîtanên PKK’ê bûn û tekoşîn dimeşandin. Lê li hember navên ku dewletê daye wan dengê xwe ne kirine. Di PKK’ê de pirsgirêkên wiha tune ne... Nerîneke weke ‘Ez navê xwe yê Kurdî bistînim. Tekoşînê bi navê xwe yê Kurdî bimeşînim’ tune ye. Aysel Çürükkaya û Selim Çürükkaya navê qîza xwe kirine Soma Ma Diya. Vegera li Kurdîtîyê, vegera li xwe, vegera li nirxên xwe di vêderê de dest pê dike. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke pir mezin e. Dema ku mirov di derbarê Kurdan de bêtir tiştan fêr dibe, dema ku pirsgirêk bêtir li hişmendîya mirov dikeve, mirov ferq dike zanebûna mirov di derbarê Kurdan de çiqasî heye.
Recep Maraşlı, di peyama xwe ya ku ji min re şandibû de dibêje, Kurdên ku di dema Osmanîyan de nivîsîn û di dema Komara Tirkîyê de bi Tirkî dinivîsin, Tirkî jî weke Îngîlîzî, Fransî, Îspanî û hwd zimanekî emperyal were pejirandin. Lewre ev mirov di nav van têkilîyan de gîhaştine loma jî mirov wan weke wêjeya Kurdî binirxîne. Mirov dikare li hember vê mijarê îtîrazeke wiha bike. Weke mînak Brîtanya Mezin, li tu kolonîyên xwe zimanê herêmê qedexe ne kir, ne ket helwesta îmha kirinê. Berovajîyê vê yekê, jibo pêşvexistina wan, enstîtu ava kirin. Weke mînak di sala 1858’an de li Hîndîstanê Enstîtuya Sanskrît bi destê Brîtanya Mezin hat ava kirin. Lê polîtîka bingehî ya Tirkîyê ya li hemberî Kurdan li ser bingeheke înkar û îmhakirinê hatîye ava kirin. Dema ku mirov bi Tirkî binivîse, tê wateya ku mirov van polîtîkayên dewletê dipejirîne.
İsmail Beşikçi
Wergera ji Tirkî: Salih Agir Qoserî
Kurdistan-Post