Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1798)


Şoreşa qoçgiriyê
Îsmaîl Heqî Şaweys
Di sala 1920ê Zayînî de serhildana Qoçgiriyê dest pê kir û piştî ku şeş sal ajot, li sala 1926an bi kuştina Mûrad Paşayê xayîn re kutayî lê hat. Di vê şoreşê d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6852)


Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî
Tahsin Sever
Xalid Begî Kurdistanê yekparçe didît. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe, 'serketina her hewldanek a ji bo serxwebûna Kurdistanê wek serketina xwe didît. Ji vê çendê ji tev...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5183)


Ala Kurd û „Ey Reqîb“ ji Kurdan re jiyan e!
A.Bali
Ala Kurd û „Ey Reqîb“ ji Kurdan re jiyan e!
Çi mixabin gelek bêstekar ji eslê nivîsa sirûd dûrketine û her yekî ji xwe re bi gotinên cuda cuda sirûd bêstekirine! Di nav Kurdan de bi her zaravayî sirûd têye g...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (7709)


Zimanê Zikmakî, Perwerde û Perwerdeya bi Kurdî
Evdirehman Onen
Perwerde, çalakiya bidestxistina zanîn, huner û têgîhaştinê ye, dewlemendkirina mirov e. Armanca perwerdeyê ew e ku, zarok xwe, civakê û xwezayê baştir nasbike û têkildariyek qe...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5002)


Di arşîvên Sovyetê de serhildana şex Seîdî
Fevzi Namli
Armanca vê nivîsê ew e ku, hinek enformasyonên nuh ên di arşîva dewleta Rusyayê de ku min bidest xistine bighînim xwendevanên Kurd û kesên li ser pirsa Kurdî kar dikin.Ez bawer i...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (11760)


Şiûra tarîxê û Lozan
Fevzi Namli
Encamên sîyaseta asîmîlasyonê, hafiza tarîxî zeîf dike û tesîrên xwe ên neyînî li ser tevgera netewî dihêle. Bêyî ku mirov li ser vê mij...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (8643)


  
22

Zimanê Zikmakî, Perwerde û Perwerdeya bi Kurdî

1. Zimanê Zikmakî û Perwerde
Perwerde, çalakiya bidestxistina zanîn, huner û têgîhaştinê ye, dewlemendkirina mirov e. Armanca perwerdeyê ew e ku, zarok xwe, civakê û xwezayê baştir nasbike û têkildariyek qenctir li hev siwar bike.
Zarokên ku dest bi dibistanê dikin 6-7 salî ne; bi rêya zimanê xwe yê zikmakî ji xwe, civak û derdora xwe haydar in; bi vî awayî têkildariyek ramanî û hestî (hisî) avakirine. Bi zimanê xwe raman, kêf, hêrs û xeberên xwe tîne ziman. Bi zimanê xwe difikirin û fikrên xwe tînin ziman. Di destpêka perwerdeyê de zarok ne vitûvala ne; bi rêya ziman xwedî çand, şexsîyet û raman in. Lewra divê perwerde li ser vê bingeha ku zarok bi zimanê xwe avakiriye dest pê bike.
Dibistan jibo zarokan derdorek nuh û biyanî ye. Hin zarok bi zorê diçin, hin ji roja ewil dixwazin birevin mala xwe, hin bi gilî û gazin diçin. Hek ku zimanê dibistanê biyanî be, zor û zehmetên zarokan pirtir dibe. Gelek zarok ji ber van zehmetiyan ji dibistanê sar dibin, hin jê direvin, hin jî bi darê zorê lê ne ji dil dimeşînin.
Zarokên ku bi zimanê biyanî û pirtirîn bi mamosteyên biyanî perwerde dibin ji astengan xelas nabin:
“Rojekê gava min ders dida, xwendevanekî min tiliya xwe rakir û got:
- Ez dixwazim herim Îzmîrê. Ez şaş mam, min jê pirsî.
- Tu yê jibo çi here Îzmîrê. Bersiva min neda.
- Tu yê kengî here Îzmîrê? Cardin bersiva min neda. Min ji zarokên mezintir pirsî, gotin:
- Dixwaze biçe tuwaletê
Ji ber ku peyva “yuznûmare” wek îzmare tê ziman, min wek Îzmîr fahmkiribû”
1.1. Têklildariya Zimanê Zikmakî û Hînbûna Zimanê Biyanî
Di dibistanên bi zimanê biyanî de zarok herdu zimanan jî baş hîn nabin. Zimanê xwe zane lê ji ber ku li dibistanê ev ziman nayê bikaranîn pêş ve naxin. Zimanê biyanî jî ne li gor bingeha wan e, lewra di hînbûnê de zehmetê dikşînin. Zimanê li mal hîn bûne li dibistanê û yê li dibistanê hîn bûne li malê nikanin bikarbînin. Zarok di nabêna herdu zimanan de bê ziman dimînin. Ji ber vê yekê ye ku hin Kurd dest ji Kurdî berdidin û bi zarokên xwe re bi zimanê biyanî diaxivin. Li ser vê yekê gelek lêkolînên zanyarî hene, yek jê jî ev e:
“Li DYEyê hin zarokên Spanî di destpêkê de bi zimanê wan yê zikmakî tên perwerdekirin, paşiyê jî Îngilîzî bi wan didin hînkirin; hin zarokên Spanî jî sererast bi Îngilîzî dest bi perwerdeyê dikin. Koma yekem baştir fêrî Îngilîzî dibin.”
1.2. Perwerdeya bi Zimanê Biyanî û Tirsa ji Nivîsandinê
Di nav Kurdan de hîn jî zimanê devkî pir pêşketî, lê yê nivîskî qels e, sedema vê rewşê ya herî mezin perwerdeya bi zimanê biyanî ye. Bi sedan, heta bi hezaran Kurdên ku serokatî li tevgerên civakî û siyasî kirine qe tiştek ne nivîsîne an pir kêm nivîsîne.
Jibo pirtûka Birîna Reş ya Mûsa Anter Azîz Nesîn ji wî re wer dibêje: “Tu merivekî pir enayî ye, hek ez ji dêvla te bûma, minê ji babetên te 10 pirtûk binîvîsanda”
Li ser vê babetê mînakek din Ekrem Cemîlpaşa ye. Li Amed û Îstenbûlê dibistanên seretayî û navendî, li Ewropayê zanîngeh xwendiye. Di damezirandina Hêvî, Kurdîstan Tealî Cemîyetî û Xoybûnê de cih stendiye; di Şerê Yekem yê Dinyayê de wek hevserekî Osmanî di bereyên Çanakkale, Qafqas, Erzûrûm û Sûrî de beşdar bûye; di serhildanên Sêx Seîd û Agirî de cih girtiye; bi salan di hefsan de maye, surgûn dîtiye; di weşanên Jîn, Rojî Kurd, Hetawî Kurd de xebitiye. Jibo beşdarî serhildana Kurdan ya dema Şerê Yekem bibe, ji Îstenbûl heta Amedê di van bajaran re di du mehan de derbas dibe (Pîre, Îskenderiye, Qahîre, Port Said, Aden, Qaraçî, Besra, Bexdad, Mûsil-Deryaya Marmara, Ege, Spî, Sor û Delava Besrayê); çend caran mamosteyî jî kiriye. Ev jiyana wer dewlemend bi delkdana derdorê û di temenên wî yên dawîn de bi pirtûkek 40-50 rûpel hatiye nivîsîn (Muhtasar Hayatim, Beybun Yayinlari, Enqere, 1992).
1.3. Perwerdeya bi Zimanê Biyanî wek Flîmên bi jêrenivîsê ye
Gava ku mamoste bi zimanekî biyanî dersê dide, zarok bi tevayî ji bêjeyîn wî fahmnakin, lewra ji wateya axaftina mamoste jî fahmnakin. Ev jî wek flîmên bi jêrenivîs e; tu li nivîsê dinêre flîm diçe, tu li flîm dinêre axaftin diçe.
1.4. Biserneketina Kurdan ya di Îmtihanên Zanîngehan de
Serkeftina xwendevanan li Tirkiyeyê ya di îmtihanênên zanîngehan de li dor ji sedî 20î ye, lê li bajarên Kurdan ji sedî 10 e; li gelek bajarên Kurdan ji sedî dehan jî kêmtir e (Hekarî 7,20, Mêrdîn 6,10, Şirnax 4,70).
2. Tirkiye, Perwerdeya bi Zimanê Zikmakî û Perwerdeya bi Kurdî
Helwesta Tirkiyeyê ya li hember perwerdeya bi zimanê zikmakî durûtî û înkara Kurdî ye. Bi sê awayan ev rewş pir zelal e: 1- Kurd û perwerdeya bi Kurdî 2- Perwerdeya derveyî bi Kurdî 3- Perwerdeya bi Tirkî ya li derveyî Tirkiyeyê.
2.1. Kurd û Perwerdeya bi Kurdî
Nifûsa Kurdên li Tirkiyeyê li dor 15-20 milyonan, aqara ku Kurd lê dijîn jî li dor 250 hezar km2 ye. Li dor 20 bajaran, Kurd bi nifûs di piraniyê de ne. Kurd bi nifûs û aqara xwe ji 30 dewletên Ewropayê mezintir e.
Li gor vê rewşê Kurd li Tirkiyeyê xwediyê kijan mafên perwerdeyê ne? Bi peyveke Tirkî “Sifira sifir elde var sifir”, yanî tu mafên Kurdan tune.
2.2. Perwerdeya Derveyî bi Kurdî
Ji xêndî Kurdî bi hemû zimanan perwerde azad e. Li gelek dibistanên fermî an taybetî perwerde bi zimanên din e. Di zanîngehan de gelek beşên zimanên din hene (ji Rûsî heta Erebî). Hejmara kesên ku bi van zimanan diaxifin ne ji hezarî yekê Kurdan e.
Li gor agahdariya Wezareta Perwerdeyê ya sala 1991ê, ji 50yî zêdetir dibistanên ku bi zimanên din perwerde dibin hene.
2.3. Perwerdeya bi Tirkî ya li Derveyî Tirkiyeyê
Li Komara Moldawyayê li dor 200 hezar nifûsek Tirkên Îsewî yên Gagawûz dijîn. Xwedî Komara Otonom û hemû mafên perwerdeyê ne.
Nifûsa Tirkên Qibrisê jî li dor 200 hezarî ye (tevî leşkerên Tirk û Tirkên piştî 1974’an çûne). Dewleta wan ya serbixwe heye û xwediyê hemû mafên perwerdeyê ne.
Nifûsa Gagawûz û Tirkên Qibrisê bi qasî navçeyek Kurdîstanê ye. Nifûsa Cizîr, Qamişlo, Zaxo an navçeyek Amedê ji ya wan pirtir e.
Li gelek devletên Ewropayê perwerdeya bi Tirkî an dersa Tirkî heye; Tirkiye jibo vê yekê ji wan deran re pirtûk û mamosteyan dişîne.
Tirkmenên li Başûr, xwedî radyo, telewîzyon û dibistan in; her cure rêxistinên wan yê sîwîl û siyasî hene. Dibistanên Tirkiyeyê jî li Başûr hene (Dibistanên Fethulah Hoce, Zarokên dewlemend, malmezin û sermezinên Kurdan diçin van dibistanan). Tirkmenên Başûr, ji yê Tirkmenîstanê bi gelek awayan azadtir in.
3. Çalakiyên Perwerdeya bi Kurdî
Beriya ola (dînê) Îslamê li nav Kurdan ola herî belave Êzîdîtî bû. Pirtûkên wan yên olî “Mishefa Reş” û “Kitêba Cîlwe” bi Kurdî bûn. Piştî ku di sedsala heftemîn de artêşên Îslamê ketin Kurdîstanê û bi darê zorê Îslamiyet bi Kurdan dan pejirandin, li piraya Kurdîstanê zimanê perwerdeyê wergeriya Erebî.
Împaratoriyên Osmanî û Persan, komarên Tirkiye, Îran, İraq û Sûrî bi her awayî xwestine ku perwerdeya bi Kurdî bifetisînin, ji holê rakin. Lê tevî vê zor û zulma van dewletan perwerdeya bi Kurdî, eşkere an bi dizî, berfireh an berteng dom kiriye.
3.1. Dewleta Osmanî û Perwedeya bi Kurdî
Agahiya ku Ewliya Çelebî (erdnigarîvanê herî mezin yê sedsala XVII. yê Tirkan) dide jibo vê tesbîtê pir balkêş e: “Piştî şerê di nabêna Osmaniyan û Evdilxan de, Osmaniyan pirtûkxaneya Evdilxan ya pir dewlemend û muzeya wî talan kirin. Bi barên 7 deveyan pirtûk û tiştên din ji wir birin. Li Betlîsê 70 û li Wanê 20 dibistan hebû.”
Şerefxan Bîtlîsî di Şerefname de dinivîsîne: “Dibistanên Wan, Bîtlîs, Amadiye, Cizîr ûhwd. pir pêşketî bûn. Mîrê Botan Bedirxan Beg, li zanyar û aliman pir xwedî derdiket, lewra di dema wî de piraya zanyar û aliman li Cizîrê kom dibûn. Tu helbestvan û zanyar bi yên Cizîrê re nikanibûn kaban bavêjin.”
Perwerdekarê herî mezin yên Kurdan Ehmedê Xanî ye. Li Bazîdê (Dogubeyazit) dibistan vekiriye û mamostetiya vê dibistanê kiriye. Bi navê “Nûbara Biçûkan” ferhengek Kurdî-Erebî nivîsandîye (1683). Pirtûka wî ya bi navê “Mem û Zîn” wer tê şîrovekirin: “Shakespear, Cervantes, Dante û Fîrdewsî jibo ziman, çand û wêjeya xwe çibin Ehmedê Xanî jî jibo Kurdan ew e.” C. Elî Bedirxan, dibê ku wî pirtukek erdnigarî jî nivîsîye, lê ev pirtûk hîn jî nehatiye pêdekirin.
Mamosteyê Ermenî Migirdiç Tîgranyan di sala 1848an de li Amed û Bîtlîsê du dibistan vekiriye û mamostetiya van dibistanan kiriye. Tîgranyan di sala 1860î de “Alfabeya Kurdî û Ermenî” û paşê jî “Ferhenga Kurdî û Ermenî” amade kiriye.
Di bihara sala 1907an de serokeşîr, malmezin û şêxên Kurdan ji Dewleta Osmanî re têlgrafekê dişînin:
a- Divê ku Kurdî li hemû deverên Kurdan bibe zimanê fermî.
b- Zimanê perwerdeyê divê bi Kurdî be.
c- Rêvebir û karmendên (memûr) li Kurdîstanê divê Kurd bin.
d- Saziya bacê (vergi) divê wek xwe bimîne, lê diravên (pere) ku tên berhevkirin divê jibo dibistan û rêyên Kurdîstanê were bikaranîn.
Ev têlgiraf ji teref Dewleta Osmanî ve wek serhildan hate pejirandin û li hember Kurdan nefiram (seferberî) li darxistin.
Ciwata Kurd ya Alîkarî û Pêşketinê (Kurd Teavvun ve Terakki Cemiyeti) di sala 1908an de qomîsyona pirtûk û dibistanên bi Kurdî amade dike. Bi xebatên vê qomîsyonê li Îstenbûl li taxa Dîwan Yolûyê (Divan Yolu) Dibistana Meşrûtiyetê (Meşrutiyet Okulu) tê vekirin. Rêvebirê vê dibistanê Evdirehman Bedirxan bû û 30 xwendevanên wê hebû. Ev dibistan paşê ji teref Civata İttihat û Terakkî tê girtin. Ji çar dameziranerên vê civatê dudu Kurd bûn: Îshak Sukûtî û Evdillah Cewdet.
Di salên 1912-1913an de Evdilrezaq Bedirxan û Simko li bajarê Xoyê bi navê “Gîhandin” komelek avakirin. Armancên vê komeleyê amadekirina alfabeya Kurdî, derxistina kovarên Kurdî û vekirina dibistanên Kurdî bû. Bi alîkariya Rûs û Frensizan li Xoyê Dibistana Destpêkî a Kiştûkal vekirin.
Civata Kurd ya Belavkirina Weşan û Perwerdeyê (Kürt Tamim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti) di sala 1919an de hatiye damezirandin, bernameyê wê ya jibo perwedeyê wisa ye:
- Li Kurdîstanê vekirina dibistanên seretayî.
- Li Kurdîstanê vekirina dibistanên hunerî.
- Vekirina dibistana mamosteyên Kurd.
- Weşandina pirtûkên dersan yên Kurdî
- Ferhenga Kurdî
- Qomîsyona ziman.
Vê komeleyê ji armancên xwe tenê weşandina pirtûka “Mem û Zîn” bi cih aniye.
3.2. Li Başûr Perwedeya bi Kurdî
Perwerdeya bi Kurdî herî pir li Başûr domkiriye. Yekîtiya Neteweyan di sala 1925an de jibo Başûr statuyek fermî pejirandibû. Ji ber vê yekê Îngilîz li Başûr mecbûr man ku hin îmkanên perwerdeyê bide Kurdan.
Di sala 1926an de li Silêmaniyê “Cemiyetî Zanistî Kurd” hate damezirandin. Di bernameya vê saziyê de ev xal hebûn:
- Jibo ku perwerde li Kurdîstanê belav bibe karên weşangerî.
- Werger û nivîsa pirtûkên giştî û yên dibistanan.
- Avakirina dibistanên bi roj û bi şev.
- Vekirina pirtûkxane û pirtûkfiroşan.
- Jibo lêkolînên li ser dîrok, erdnigarî û çanda Kurdan şandina xwendevanên Kurd ya derveyî welat.
Di salên 1930yî de bi qasî 60 dibistan û li van dibistanan 1411 xwendevan hebûn. Tevî ku dibistan yên Kurdan bûn jî, ji 37 dersên di hefteyekê de tenê 13 ders bi Kurdî bûn.
Herêmên Rizgarkirî û Perwerdeya bi Kurdî
Di dema şer de Kurdên Başûr li herêmên rizgarkirî dibistanên Kurdî amade kirine. Wek mînak li Gilala dibistanek amadayî (lise), du hebên navendî û çend hebên seretayî hebûne û zimanê perwerdeyê li hemûyan bi Kurdî bûye.
Li gor Peymana 11ê Adara 1970yî şerdên perwerdeyê
- Li deverên ku Kurd di piraniyê de ne, Kurdî wê zimanê fermî be.
- Li van deveran Kurdî wê zimanê perwerdeyê be.
- Li hemû dibistanên Kurdan Erebî, li herêmên İrakê yên din jî wê Kurdî bê hînkirin
Piştî ku desthilatdariya İrakê li gor vê peymanê nemeşiya, Kurdan cardin dest bi serhildanê kirin. Di vê serhildanê de 3 hezar mamoste û ji Zanîngeha Silêmanî 45 profesor beşdar bûne.
3.3. Li Rojhilat Perwerdeya bi Kurdî
Di Komara Mahabadê (1946) de zimanê fermî û perwerdeyê Kurdî bû. Wezîrê Perwerdeyê yê Komara Mahabadê Manaf Kerîmî, ji alîkî dibistanên bi Kurdî vedikir û ji aliyê din bi qasî 600 zarokên Kurd şand Komara Sowyetê da ku ji perwerdeya bi Kurdî re alîkar bibin. Bi navê “Girûgalî Mindalan” (wiçewiça zarokan) kovarek weşandin.
3.4. Li Rûsyayê Perwedeya bi Kurdî
Balyozê Rûs yê Erzirûmê Aleksandir Jaba, di salên 1848-1866an de “Qlasîkên Kurd yên Hilbijartî”, “Ferhenga Kurdî Frensî” û “Ferhenga Kurdî Frensî ya Mezin” weşandiye.
Di sala 1914an de li Petersbûrgê Qursa Ziman û Etnografyaya Kurd vebû. Mamosteyê vê qursê Î. A. Orbelî bû, li ser ziman û çanda Kurd pir xebitiye.
Piştî Şoreşa Sowyetê, li hin zanîngehan beşên ziman û wêjeya Kurd vebûn, li piraya wan serokatî di destên kurdan de bû. Heciyê Cindî di beşa Zimanê Kurdî ya Aqademiya Zanyariyên Ermenîstanê de profesor bû û bi dehan pirtûkên dersan yên bi Kurdî nivîsandîye.
Di zanîngeha Lenîngradê de Qanatê Kurdo profesorê “Kursiya Zimanê Kurdî” bû, jibo ziman û wêjeya Kurdan gelek pirtûk nivîsîye, yek ji wan jî “Ferhenga Rûsî-Kurdî” ye (34 hezar bêje, 1960).
Di sala 1928an de bi tîpên Latinî alfabe amade kirin û rojnameya “Riya Teze” weşandin.
Di sala 1934an de li Erîvanê Qongreya Kurdolojî pêk xistin. Ev biryar stendin:
- Pêşxistina Kurdî ya wêjeyî
- Rastnivîsîn û pêşketina alfabeya Kurdî
- Ji nuh ve nivîsîna rêzimana Kurdî
- Çêkirina bêjeyên nuh
Di salên 1930-1931an de li 27 dibistanên Kurdan 1951 xwendevan perwerde dibûn.
Piştî sala 1938an wek gelek mafan, mafê dibistanên bi Kurdî jî ji holê rabû, tenê li dibistanên Ermeniyan de mafê dersa “Ziman û Wêjeya Kurd” dom kir.
3.5. Li Ewropa Perwedeya bi Kurdî
Li gelek zanîngehên Ewropa beşa Kurdolojî heye (Zanîngeha Sorbonê).
Gelek welatên Ewropa qursên Kurdî vedikin an di hin dibistanan de dersa Kurdî didin.
Li Swêdê di sala 1984an de “Dibistana Mamosteyên Kurd” û li Ewropa caran ewil li Swêdê “Hêlîna Zarokan” vebû.
4. Pêşniyarên jibo Perwerdeya bi Kurdî
Perwerdeya bi Kurdî, di esas de bi biryara ku wê Kurd pêşeroja xwe çawa tesbît bike ve girêdayî ye. Perwerdeya bi Kurdî jî wê li gor vê helwestê rewş bigire.
Lê divê di rewşa îro de jî pêşniyar ev bin:
Bicihbûna Kurdan ya li Tirkiyeyê bi sê awayî ye:
1- Bicihbûna Kurdan ya li Kurdîstanê
2- Bicihbûna Kurdan ya li metropolên Tirkiyeyê
3- Bicihbûna Kurdan ya li Enedolûya Navîn
Li Kurdîstanê divê zimanê hemû dibistanan bi Kurdî be. Bername û pirtûkên dersan divê bi Kurdî bên nivîsîn, mamosteyên dibistanan jibo dersên Kurdî divê bi qursan werin amadekirin.
Fakulteyên Perwerdeyê divê jibo mamosteyên dersên Kurdî bên sazkirin.
Divê li zanîngehên wek Îstenbûl, Enqere ûhwd. beşên ziman û wêjeya Kurd were avakirin.
Li Kurdîstanê divê bi qasî ku kesên perwerdeya bi Tirkî dixwazin dibistan hebin.
Divê jibo kesên derveyî Kurd û Tirkan dimînin jî mafê perwerdeyê hebe (Ereb, Ermenî, Suryanî ûhwd.).
Divê li dibistanên ku perwerdeya bi kurdî bikartînin dersa Tirkî û li yên din dersa Kurdî mecbûrî be.
Divê li gor nîsbeta Kurdan qanalên radyo û telewîzyonan yên Kurdî hebin û yek ji wan jibo ziman û perwerdeya bi Kurdî weşanan bike.
Divê Kurdî li Kurdîstanê bibe zimanê fermî. Li Îswîçre 4, li Komara Efrîqaya Başûr 11 zimanên fermî heye.
4.1. Derbasbûyina Perwerdeya bi Kurdî
Perwerdeya bi Kurdî wê çawa dest pê bike? Divê li ser vê pirsê em gelek lêkolîn û niqaşan bikin, bi çi awayî be wê baştir û tekûztir be?
- Ji dibistana seretayî heta zanîngehan bi derbekê destpêkirin.
- Destpêkirina ji dibistanên seretayî.
- Destpêkirinek di nabêna herduyan de. Li gor derfet, cih û şerdan ya yekem an ya duyem.
Li Başûr, piştî Peymana Otonom ya sala 1970yî ji dibistana seretayî heta zanîngehan bi derbekê destpêkirine.
Li Yûgoslawyayê jibo perwerdeya bi Tirkî ji dibistana seretayî dest pê kirine.
5. Perwedeya bi Kurdî û Saziyên Kurdan
5.1. Perwedeya bi Kurdî û Mamosteyên Kurd
Mamosteyên Kurd heta îro jibo perwerdeya bi Kurdî çerkirine, çi helwest stendine û çi çalakî pêkanîne?
- Heta sala 1970yî tu tişt xwiya nake. Di nav TOSê (Sendîqaya Mamosteyên Tirkiyeyê) de wek kes Kurdan cih stendine, lê helwestek jibo perwerdeya Kurdî an neteweyî xwiya nake. TOSê di sala 1968an de li Enqerê “Şûraya Perwerdeyê ya Şoreşker” (Devrimci Eğitim Şurası) çêkiriye. Piştî vê çalakiyê jî pirtûkek 500 rûpel weşandiye. Lê jibo perwerdeya bi Kurdî qet tu tişt tê de tune.
- Piştî salên 1974-1975an mamosteyên Kurd di nav TOB-DERê de cih sitendin. Di vê demê de bi nasnameya xwe ya rêxistinî û neteweyî û bi daxwazên perwerdeya bi Kurdî cih stendine. Daxwaza perwerdeya bi Kurdî di nav TOB-DERê de jî cih girt. Lê mamosteyên Kurd li ser armanca perwerdeya bi Kurdî nehatin ba hev û rêxistin ava nekirin û li gor vê yekê çalakî pêkneanîn. Pirtirîn jibo ku di nav rêvebiriya TOB-DERê de cih bistînin hewl kirin.
- Li dor salên 1990î de tevgera mamosteyên Tirkiyeyê cardin xurt bû. Ewilî EGİT-DER, paşê Egitim-İş û Egit-Sen hatin damezirandin. Di destpêkê de mamosteyên derdora PSKyê, paşê yên din jî bi awayekî neteweyî di van saziyan de cih stendin. Di vê pêvajoyê de mamosteyên Kurd, xwestin ku jibo armanca perwerdeya bi Kurdî bên ba hev û saziyekê ava bikin. Armanca hemûyan ew bû ku li ser daxwaza “Perwerdeya bi Kurdî” hemû kes bên ba hev û bi hev re kar bikin. Di nabêna salekê de ji Îstenbûl heta Amedê têkili avakirin û gihaştin armanca saziyekê. Jibo vê armancê li gelek herêman civîn çêkirin, cih girtin û jibo rêxistinîbûnê biryara derxistina kovarek bi navê “Mamoste” stendin. Lê tam di vê rewşê de mamosteyên derdora PKKyê armancên siyasî û rêxistinî derxistin pêş. Gotin ku di kovara me de “divê propaganda şerê çekdarî bêkirin, kesên ku li dijî şerê çekdarî divê di kovarê de nenivîsînin.” Ev bû sedem ku em nikanibin bi hev re kar bikin. Piştî vê yekê em ji hev belav bûn. Yên derdora PKKyê bi awayekî hatin ba hev, bi navê “Yurtsever Ogretmen” kovarek jî derxistin, lê pir dom nekir, wan jî ev kar nemeşandin. Di rêvebiriya EGİT-SEN û EGİTİM-SENê de heta îro jî cih stendin, lê jibo perwerdeya bi Kurdî tu jahr belanekirin.
5.2. Karên Mamosteyên Kurd
Divê mamosteyên Kurd ji du hêlan ve kar bikin:
- Şermezarkirina perwerdeya nijadperest.
- Hazirî û hewcedariyên perwerdeya bi Kurdî.
Hazirî û hewcedariyên perwerdeya bi Kurdî çi ne?
- Axaftin, xwendin û nivîsandina bi Kurdî
- Pêkanîna dersdayina bi Kurdî
- Amadekirina pirtûk û bernameyên dersên bi Kurdî
Jibo pêkanîna van karan divê mamosteyên Kurd tenê li ser armanca “Perwerdeya bi Kurdî” bên ba hev û bi rêxistin bin.
Mamosteyên Kurd tenê van karan pêk bînin bes e, heta pir e jî:
- Di nav mamosteyên Kurd de geşkirina xwendin û nivîsandina Kurdî.
- Pêkanîna arşîv û pirtûkxaneya perwerdeya bi Kurdî.
- Wergera pirtûkên dersan yên bi tîpên Kîrîlî, Erebî ûhwd. jibo tîpên Latinî.
- Pêdekirina hemû pirtûkên ku di derheqê Kurdan de hatine nivîsandin.
- Xebatên jibo nivîsandina pirtûkên dersên Kurdî.
Armanca me divê ev be, jibo perwerdeya bi Kurdî mamosteyên Kurd bigihêjin heşekî hevbeş, û li gor vê armancê saziya xwe amade bikin.
Divê di hemû waran de Kurd bi vê ramanê bifikire û gavan bavêje.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Afganistan’da Solun Yok Edilmesi Hastalıklı Bir Toplum Yarattı
Vijay Prashad
Afganistan’da Solun Yok Edilmesi Hastalıklı Bir Toplum Yarattı
Afgan Komünist Anahita Ratebzad, solun kesilip atılmasının barışçıl ve müreffeh bir Afganistan için gerekli kaynaklardan yoksun bir toplum yarattığını söylüyor. Ülkeyi sol yönettiği zaman kadınlar öğre...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (981)


Sovyetler Birliğinin Kürdlere Karşı Resmi Tavrına İlişkin Önemli Bir Belge
Aso Zagrosi
Şunu da  bilmek  gerekiyor,  Kürdler  içinde  değil, Azeriler  içinde  güvenilir ve  bize  sadık  şahsiyetleri bulmak gerekiyor.  Bundan  dolayı  hemen  K&u...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1011)


CIBRANLI HALİT BEYİN ERZURUM’A YERLERŞMESİ
Abdulbari Han
Halit bey, Erzurum’a yerleştikten sonra yaptığı ilk iş, daha önce Varto’da çerçevesini çizdiği ‘AZADİ’ örgütünü kurmak olur. Her ne kadar bazı kaynaklar 1920 veya 1922 yıllarını iş...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (982)


Newşirwan Mustafa ve Kürdistan Başkanlığı Meselesi
Aso Zagrosi
Newşirwan Mustafa’nın Kürdistan Başkanlığı ve görevleri meselesinde bugün ileri sürdüğü düşünceler yeni değil, eski düşünceleridir… O Kürdistan’da geniş yetkilere sahip bir baş...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1608)


MEHMET EMİN ÖZDEN'İN ÖYKÜSÜ
Ahmet Zeki Okçuoğlu
İddiaya göre Dr. Şivan ve diğer iki arkadaşımız Sait Elçi ve diğer iki kişiyi öldürmüşlerdi. Bunun bir komplo olduğu sonradan ortaya çıkacaktı.  TC devleti ve müttefikleri, hazırlık yaptığımız direniş hare...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2110)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1798)


LİDERLER TOPLUMA GÜVEN VERMELİDİR
Abdulbari Han
Bilinen bir gerçektir ki Hamidiye Alayları sultan Abdulhamit’in 1892 yılında Kürt ağa ve beylerin çocuklarını İstanbul’daki aşiret mektebinde eğitmeye başlaması ve bunların içinde başarılı olanları askeri okul ve...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2659)


   «   [1]  2  3  4  5  6  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media