Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1483)


Şoreşa qoçgiriyê
Îsmaîl Heqî Şaweys
Di sala 1920ê Zayînî de serhildana Qoçgiriyê dest pê kir û piştî ku şeş sal ajot, li sala 1926an bi kuştina Mûrad Paşayê xayîn re kutayî lê hat. Di vê şoreşê d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6535)


Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî
Tahsin Sever
Xalid Begî Kurdistanê yekparçe didît. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe, 'serketina her hewldanek a ji bo serxwebûna Kurdistanê wek serketina xwe didît. Ji vê çendê ji tev...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4902)


Ala Kurd û „Ey Reqîb“ ji Kurdan re jiyan e!
A.Bali
Ala Kurd û „Ey Reqîb“ ji Kurdan re jiyan e!
Çi mixabin gelek bêstekar ji eslê nivîsa sirûd dûrketine û her yekî ji xwe re bi gotinên cuda cuda sirûd bêstekirine! Di nav Kurdan de bi her zaravayî sirûd têye g...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (7170)


Zimanê Zikmakî, Perwerde û Perwerdeya bi Kurdî
Evdirehman Onen
Perwerde, çalakiya bidestxistina zanîn, huner û têgîhaştinê ye, dewlemendkirina mirov e. Armanca perwerdeyê ew e ku, zarok xwe, civakê û xwezayê baştir nasbike û têkildariyek qe...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4651)


Di arşîvên Sovyetê de serhildana şex Seîdî
Fevzi Namli
Armanca vê nivîsê ew e ku, hinek enformasyonên nuh ên di arşîva dewleta Rusyayê de ku min bidest xistine bighînim xwendevanên Kurd û kesên li ser pirsa Kurdî kar dikin.Ez bawer i...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (11448)


Şiûra tarîxê û Lozan
Fevzi Namli
Encamên sîyaseta asîmîlasyonê, hafiza tarîxî zeîf dike û tesîrên xwe ên neyînî li ser tevgera netewî dihêle. Bêyî ku mirov li ser vê mij...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (8334)


  
25

Armanca vê nivîsê ew e ku, hinek enformasyonên nuh ên di arşîva dewleta Rusyayê de ku min bidest xistine bighînim xwendevanên Kurd û kesên li ser pirsa Kurdî kar dikin.Ez bawer im ku ev agahdariyên han, ji hin agahdariyên ku di raya giştî ya Kurdan de hene, guhertî ne. Çavkanîyên esasî ên ji bo nivîsê min bi kar anîne ev in: Du raporên diplomat û Kurdnasê Sovyetî Boris şaxovski ne. şaxowski di raporên xwe de li ser rewşa hereketa Kurdî a neteweyî ji salên 1900- de û bi taybetî li ser dema ji 1919-an heta 1924-an bi firehî radiweste.1 Raporeke karbidestê Wezareta Karên Derve a Sovyet Rusyayê Wasilevski2 a li ser serhildana şêx Seîdî ye û raporek Buroya Çapemeniyê û Enfermasyonê ya Sovyetê li Enqereyê ye.3 Ji dervî van çavkanîyan min hinek enformasyon ji nivîsa Hiseyin Ewnî a di 20.01.1925-an de hatîye nivîsandin, bikar anîye. Nivîsa Hiseyin Ewnî di derheqê rewşa hereketa Kurdî a ji sala 1918-an heta 1925-an de ye. Herwiha min hinek name û dokument ên di derheqê eleqeyên siyasî yên di nav Kurdan û Sovyetîyan de derbasbûne bikar aniye.

Bi awaki giştî li ser pirsa Kurdî û taybetî di derheqê sedem û karaktêrên serhildana xelkê Kurd a 13.02.1925-an de gellek nerin û hukmê li dijî hev hene. Kurdnasê Sovyetî Wasilevski di rapora xwe a ji 13.2. heta 31.03.1925-an de, di derheqê serhildana şêx Seîdî weha dinivîse: “Bêşik ev pirseke gellek tevlihev e û li vêderê gellek zahmet e ku mirov karibe bigihêje rastîyê. Ev serhildana îro herçiqas aktuel e, lê di heqê wê de tu lêkolînên objektîf nîn in. Lê belê tenê sîyasetvanên terefgir ên ku enteresên wan li ser sansasyona hene û her wiha alimên rojhilatnas û Kurdnasên binavûdeng û bênavdeng ên vê bûyerê li gor menfeetên dewleta xwe şirove dikin, hene.
Di dema serhildanê de û piştî wê de, dewleta Tirkiyê û dewletên alîgiriya Tirkiyê dikirin, ji bona raya hindirê dewleta xwe û raya giştî a cîhanê li gor menfeetên xwe ji bo ku serhildana xelkê Kurd manipule bikin, serhildana şêx Seîdî bi gellek motîfên negatif û ne rast mahkum dikirin û têkoşîna gelê kurd a li dijî zordestiyê di bin tohmetê de dihiştin.
Çend motîfên ji teref van kesiman û taybetî ji teref dewleta Tirkiyê hatine gotin evin: Niqteya yekê; bi teybetî di prosesa serhildanê de çapemanîya Tirkan a di bin kuntrola dewletê de, kar dikir, ku serhildana xelkê Kurd a netewî, izole bike, ji çav û ji qiymet bixe. Bi derew û komployên xwe hewl da, ku ji raya hundirê Tirkiyê û a giştî a cîhanê nişan bide ku, ev bûyera ne serhildaneke gelê Kurd ya neteweyî ye; bi hesayî digot ku “Ev eşqîyatîya kuçerên wahşî ye“. Bi teybetî redaktorê rojnameya “Tanin“ Huseyin Cahid, di nivîsa xwe a tarîxa 25.02.1925-an de inkara muhtewa serhildana kurd a neteweyî dikir û digot: “Ev ne serhildanek neteweyî ye. Veya neticeyên cehalet û fanatîzma nexwendiyên çiyayî û ê di konan de dijîn e." Niqteya didoya, karbidestên dewleta Tirkiyê û çapemanîya resmî û ne resmî xwastin ku motifa din wek sedemên serhildanê rê bidin. Wasilevski di rapora xwe de dibêje, ku rastîya vê motifa dîn gellekî izafî ye. Ji ber ku serokatîya vê serhildanê “Komîteya Merkezî a Kurdîstanê“ kirîye. Di serokatîya wê rêxistinê de şexsîyetên weke albay Xalit Begê Cibrî, mebusê Meclîsa Enqerê Yusuf Zîya û ronakbîr û lîderên Kurdan ên din cih stendine..
Di derheqê sloganen “micadele ji bona bi şunde anîna şerîetê û sultanetê“ pêwîst e ku mirov bibêje, tu esas ji vê îddîayê re nine. Tarîxa hereketa Kurdî a hetta vê demê şahidîyê dike ku, Kurd di hemî dema osmanîyan de û taybetî di sedsala 19-an de li dijî sultanê Osmanî û îdareya wî şer kirine da ku serxwebûna xwe bistînin. Lê Osmanîyan herdem erîş dianîn ser hikûmet û heremên Kurdan ên ku xwedî îdarên otonom bûn. Bi taybetî êrîşên dewleta Osmanî ên di sedsala 19-an encax di hikmê pêncî salî de, bi darê zorê (qetlîem, surgûn û girtin) û bi alîkarîya dewletên mezin ên wek Îngilîz, Rusya û Îranê karibû hikimetên Kurdî û heremên Kurdan ên di warê idarî de otonom bûn, têk bibe. Di sala 1914-an de û sala 1916-an de xelkê Kurd du cara teşebusi serhildana giştî a neteweyî kir. Her du caran jî Kurd di dema hazirîyê de ji teref dewleta Osmanî de hatin şikandin. Rastîyek din jî ev e, ku berî sultanetî ji Tirkîyê rabe, Kurdan ji bona azadî û serxwebûna welatê xwe rêxistinên siyasî û civakî ava kirine û kar kirine da ku di sîyaset û pêywendîyên navneteweyî de pirsa Kurdî aktûel bikin. Herwiha, ji bona qerarên peymana Sewrê di jiyanê de bê tetbîq kirin, Kurdan hewl dane ku tesîrê li ser dewletên mintiqê ên xwedî nifuz bikin û ji bo vê gellek çalakîyên siyasî kirine. Rastîyek din jî ev e ku, di vê serhildanê de tenê Kurdan cih girtîye. Xwastina sultanetê ji Kurdan bêtir ewê daxwaza arîstokratîya Tirkan a dema sultanetîyê û kesimên menfeet ji vê sîstemê didîtin be. Çi hikmet e ji dêlva ku, serhildan li Tirkiyeyê dest pê bikiraya, li Kurdistanê dest pê kir û ji derveyî Kurdan kesekî dinê beşdarî vê serhildanê nebû.
Çi berî serhildanê û çi jî di dema serhildanê de, hebûna slogana “xwestina xelîfetîyê“ mirov kare bi şêweyekî tektîkî şîrove bike. Ji ber ku serokê hereketa neteweyî a Kurdan Yusuf Zîya di dema hevdîtina xwe bi diplomatê Sovyetê4 re, sedemên hebûna slogana xwestina xelîfetê wanî tîne zimên: “Di karê xwe yî di nav serokên dîn û begên guhertî de em daxwaza bişûndeanîna xelîfetê bi kar tînin û her wiha em vê sloganê derdixin pêş, ji bona ku em bikaribin mixelefeta Tirkiyeyê notralîze bikin û hinek qisimên vê mixalefetê mobîlîzeyî hereketa Kurdî bikin."
Ev rastîyên ha hemî ispat dikin, ku ideolojîya dînî -xelîfetî- ji teref Kurdan bi rengekî tektîkî, ji bona ku hedefên xwe yên sîyasî û neteweyî pêk bînin hatîye bikaranîn.
Niqteya sisiya; fikra ku xwedêgiravî sedema esasî a serhildanê fen û fût û kirinên îngilîza ne. Wasilevski di derheqê ve iddîa ye de dibêje ku “Hetta niha tu delîlên vê ideolojiyê piştrast dikin tunene. Hebûna silah û perên dewletên derve ku di destên Kurdên serîhildane de hene, ne ispat e, ku tilîya îngilîza di vê serhildanê de heye“. Wasilevski dewam dike û dibêje, “Kurdistan di nav tuxubên çar dewletan de ye, pêwendîyên Kurdan ên ticarî di ser benderên Xelîcê û behra Sipî de tê kirin. Kurd herdem ji van imkanan fêde dîne û herdem xwedî silah û perên dewletên xerîb bûne.
Lê gellek balkêş e, li gor agahdarîyên Buroya Çapemanî û Enformasyonê a Sovyetê li Enqerê dide, diyar e Îngiliz, ji bona serhildana Kurdan têk biçe gellek astengî derxistinin. Çendek ji wan astengîyan ev in: Eger ku Îngilîz piştgirîya serhildana Kurdan bikirana, berî her tiştî karîbûn aktiwîstên Kurd (Îhsan Nurî û alaya eşîretê ya ku ew kumandarê we bû) ên neteweyî ji Kurdistana Bakur, ku li Musulê bi cî bûbûn û herweha Ssurîyên (jimara 5000 bû), ku ji teref Tirkan ve bi zorê ji Hekarîyayê hatibûn koçkirin li dijî Tirkiyeyê mobîlîzeyî sefê Kurdên serhildayî bikirana. Herweha, Îngilîzî, karibûn rê bidina eşîrên Kurdan ên li ser tuxubên Kurdistana Başur. Ji ber, ku eşîrên Kurdên Başur dixwastin biçin alîkarîya birayên xwe ên li Kurdistana Bakur. Herçiqas Kurd û asurî dixwastin derbasî Kurdistana Bakur bibin û piştgiriya Kurdên serhildayî bikin jî, Îngilizan rê ne didan wan.
Helwest û nerîna siyasî a dewleta Sovyetê di heqê serhildana şêx Seîdî de, bi kurtayî S-Brike5 di rojnama Pravdayê6 de wanî dianî zimên: “Ev serhildana paşverû ye û netîceyên fen û futên Îngilizan e“. Buroya çapemenî û enformasyonê ya Sovyetê li Enqerê di rapora xwe ya 27-ê adara 1925-an de sedemên serhildanê di van xalên jêr de formule dikir: Ev serhildana netîceya, lihevketina nakokîyên di nav prinsîpên dewleta cumhurîyetê û psikolojiya derebegtiyê - feodalizmê de ye; alayên Hemîdîyê -alayên eşîretan- dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin; şêxên Kurd ên xwedî nûfuz in, ji bona berjewendîyên xwe li dijî derbên giran ên hikûmeta Enqerê derdikevin; daxwaza paşdeanîna sultanetîyê ye û rawestandina li dijî avakirina cumhurîyetê ye.
Di vê demê de hikûmeta Sovyetê di sîyaseta xwe ya resmî de piştgiriya dewleta Tirkiyê dikir û serhildana gelê Kurd a neteweyî, bi paşverûtîyê û “netîca fen û futên“ Îngilizan mahkum dikir. Herwiha Îngilizan jî hewl didan, ku Sovyetê wek organizatore vê serhildanê nişan bidin. Bi taybetî çapemaniya Îngilizan û Amerîkîyan ev propaganda dikirin. Çapemenîya Bulxarî, Elmanî û Îtalî a resmî jî li gel hikûmeta Enqereyê helwest stendin û li dijî serhildana Kurdan derketin. Helwesta van dewletan li gel Tirkiyê û rawestina wan li dij serhildana Kurdan tê wê manê, ku denga quweta li mintiqê li menfeetên dewleta Tirkiyê bû. Dewletê ev dizanîbû û ji bo wê jî êrîşên dijwar dianî ser milletê Kurd.
Wasilevski, herçiqas karbidestê wezareta karên derve a Sovyetê bû, lê dixwast tehlîlek objektif di heqê serhildana Kurdî a neteweyî de bike. Ji bo wê jî Wasilevski di nameya xwe a ji Tirkiyê dişîne de, ji karbidestê wezareta karê derve li Moskovayê Polyakuv re weha dinivîsîne: “ ... Ez zen dikim ku rewşa komisyona me ji we ve diyar e. Ez li ser pirsa Kurdî kêm ne xebitî me. Netîcên xebata xwe xususî li ser navê xwe, ne li ser navê komisyonê ji we re rapor dikim û rê dikim. Muhtemel e ji karê we re bibe. Herwiha ji bona heval şaxoski jî di heqê vê pirsa (pirsa Kurdî) tevlîhev de xwedî helwest be, dikare alîkar be. Wasilevski di rapora xwe de7 bi firehî li ser rewşa hereketa Kurd û du mehên serhildanê ên ewil radiweste. Vê rapora bersîva tohmet û iddiayên bê esas ên ji teref dewleta Tirkiyê û dewletên piştgirîya Tirkiyê dikin, dide. Di eynî weqtî de, Wasilevski helwesta dewleta xwe a Sovyetê jî mehkûm dike û dibêje: “Gellek mixabin, ku merkeza me (wezareta karê derve a Sovyetê) li ser agahdarîyên ne rast, an jî ên rastîya wan hîn îspat nebûne, bûye xwedîyê nerîna, ku xwedêgravî “ev serhildana paşverû ye û netîcên fen û futên Îngilizan e“.8
Di serhildana şêx Seîdî de, fikir û daxwazên neteweyî faktorên herî esasî ne. Van fikir û daxwazan bi dehhezaran Kurdên biçek li dijî hikûmeta Tirkiyeyê seferberî serhildanê kirin. Mirov dikare bibêje, faktorên wek ziman, kultur, li ser erdekî bi hev re jiyan, qedera tarîxî a bi hev re, zordariya dewleta Tirkiyeyê a di warê aborî û iktisadî de, Kurd ji bo xelasîya neteweyî anîn ba hev. Bi taybetî, zordariya dewleta Tirkiyeyê a di warê iktisadî de, Wasilevski wanî îzah dike: Ji ber parvekirina Kurdistanê di nav dewletên wek Tirkiye, Îran, Îngiliz û Fransa û bi taybetî, ji ber siyaseta Tirkan a bi dewletên din ên ku Kurdistan işgal kirine, Kurdan imkanên pêwendîyên ticarî en bi derva re wenda kirin û eleqeyên wan bi benderên Başur (ên li ser Xelice u Behra Sipî) re hatin birîn. Perçebûna Kurdistanê û têkçûna eleqeyên ticarî ên bi derva re, di warê reqebeta pazarê de bûn sebebê şundemayina Kurdistanê Bi kurtayî, rejima siyasî-îdarî a Tirkiyê, li Kurdistanê bû asteng li hember pêşketina kapitalizmê.
Gundîyên Kurdan ji zordarîyên îdarî û bacdayina giran hatibûn hilakê û ji ber vê jî nefret ji hikûmet û karbidestên Tirkan dikirin.
Dewleta Tirkiyê bi zanebûn ronakbîr û xwendayên Kurdan bêkar dihişt û wan ji kar û wezîfeyên resmî izole dikir. Dewlet ji ronakbirên Kurdan ne bawer bû û ji bo wê her kar dida kesên Tirk. Vê siyaseta dewletê a ne adil rê li nerazîbûna ronakbîrên Kurd vedikir. Ronakbîrên Kurdan nerazîbûna xwe li dijî siyaseta dewletê eşkere diyar dikirin.
Bi kurtayî mirov dikare bibêje ku, dewletê li Kurdistanê di warê iktîsadî, siyasî, civakî û kulturî de siyaseta kolonyalistan dimeşand. Ji vê siyaseta wahşî ronakbîr, tuccar, xebatkar, gundî û hemî endamên civata Kurdan gellek zerar dîtin û muteesir bûn. Li gel faktorên objektif ên civata Kurdan, van faktorên li jor jî tesîr lê kir ku, şiûrê neteweyî û hereketa Kurdî a neteweyî bighêje merheleke nuh û formek nuh û pêşkeve.
Herçiqas di vê demê de rewşa sermaya ticarî û ronakbîrên Kurd di merhela destpêkê de be jî, lê belê ew bûn ku rêberîya fikrên neteweyî û serhildana şêx Seîdî dikirin. Ya din, ji dêlva serhildanên heremî, hereketeke Kurdî a bi rêxistin, bi program û hedefên ji bona Kurdistanek yekbûyî û serbixwe ava bike danîye ber xwe, hebû. Daxwazên hereketa neteweyî a Kurdan di vê demê de, mirov kare di du xalan de formule bike. Ya yekê, daxwaza herî kêm (minîmum) otonomî ji bo Kurdistanê bû; ya didoya jî, avakirina Kurdistanek serbixwe bû.
Serhildana şêx Seîdî dibe ku, bê wext, bê hazirî û ji bê çaretîyê dest pê kir, lê ne hereketeke spontan an jî ji nişka ve bû. Wasilevski dibêje ku Kurd ji mêj de hazirîya serhildanek neteweyî dikirin. Li gor agahdarîyên wî, di despêka sala 1919-an de kongreyeke Kurdî li şîroyê li mala Hecî Bedir axa hate çêkirin. Di vê kongreyê de li ser pirsên micadela ji bona Kurdistanek serbixwe hate minaqeşekirin. Herwiha di meha Îlona 1924-an de, di bin serokatîya “Komîta Merkezî a Kurdistanê“9 de li gundê Hetmî10 di bin navê dawetê de bi dehan serok û rêberên Kurdan hatin cem hev. Di vê civînê de li ser pirsên serhildanê hate axaftin û ji bona hazirîya serhildanê biryar stendin ku li bajarê Helebê kongrekê çêkin. Di 11.11. 1924-an de li Helebê kongra neteweyî a rêberên Kurdan hate çêkirin. Li gor agahdarîyên Wasilevski di vê kongrê de biryar hate girtin ku, di meha Îlona sala 1925-an de dest bi serhildanê bikin. Li gor hinek agahdarîyên din, tê gotin ku biryara destpêka serhildanê serê meha sibatê, an jî meha adarê bû. Bi qeneeta min jî, dibe ku biryar jibo destpêka adarê hatibe stendin. Lê ji ber girtina serokên hereketê yên wek Xalit Cibrî, Yusuf Zîya, Kemal Fevzî û gellek kadroyên dinê, mirov dikare bêje haziriya serhildanê têk çû.
Herçiqas ji teref Tirkan û dewletên hevalbendê wan ve dihate iddîa kirin, ku xwedêgiravî, “maceraperestek“, “eşqiya“ an jî “cahil û fundementalîstên dîndar“ serî hildane, lê rastîyek e û ji gelê Kurd re serbilindiyek e ku serokatiya hereketa gelê Kurd û serhildana 13.02.1925-an “Komîta Merkezî a Kurdistanê“ kirîye. Bê şik şêx Seîd serokê vê serhildanê ye û ew bixwe jî endame “Komîta Merkezî a Kurdistanê“ye û her wiha enformasyonên gellek sexlem hene ku serokatiya vê serhildanê “Komîta Merkezî a Kurdistanê“ kirîye. Ji ber ku di vê serhildanê de endamên vê Komitê, kesên wek Cemil Paşazade, Hemdî paşa, subay Newruk Beg û gellek subayên Kurd, ên di ordiya Tirkiyeyê de kar dikirin jî cî girtine. Bi vê wesîlê dixwazim hinekî li ser serokatîya serhildana şêx Seîdî “Komîta Erziromê“ (“Komîta Merkezî a Kurdistanê“ E.F.) û serokê wê miralay Xalid Begê Cibrî rawestim.
Rehên tarîxa “Komîta Erziromê“ dighên Komîta Kurdî a yekê “Kurd Tealî Cemîyetî“(K.T.C.).Gellek endamên Komîta Erziromê di destpêkê de endamên K.T.C. bûn. K.T.C. di sala 1918-an de li Stenbolê hate avakirin û serokê wê Seyid Evdilqadir bû. Mirov dikare bêje, K.T.C. rexistina Kurdan a ewil a neteweyî ye û ronakbîr û rêberên Kurdan di bin baskê xwe de gihandîye hev û herwiha bûye bingeha komête û rêxistinên Kurdan ên di salê 20-an de hatine ava kirin. Hereketa neteweyî a Kurdî ji vê demê pêş de dest pê dike karakterekî rexistinî û bi koordine distîne . Hiseyin Ewnî11, di rapora xwe a di 20.01.1925-an de li ser pirsa Kurdî, ku ji Sovyetiyan re niwîsîye dibêje ku berî sala 1920-î kumita Kurdî K.T.C. bi xurtî karê xwe bi pêş de bir. Di sala 1920-î de Komîta Kurdî perçe bû û bû du grub. 1) Gruba “otonomîyê“, 2) gruba serxwebûnê. Seyid Evdiqadir û çend kes ji Bedirxahîyan û hin kesên din gruba “otonomîyê“ teşkîl kirin. Doktor şukrî Mihemed Beg, Mewlanzade Rifat Beg û hinek kesên Bedirxanîyan gruba “serxwebûnê“ pêk anîn. Gruba “serxwebûnê“ digot ku beyî serxwebunê pêşketina Kurdistanê ne mimkin e.
Piştî perçebûna K.T.C. gruba “otonomîyê“ di bin navê “Komîta Stenbolê“ karê xwe dimeşîne. Li gor agahdarîyên şaxovski dide; “ronakbîrên Kurdan (Komîta Stenbolê. E.F.) biryar stendin, bi şertê ku Tirkiye, Kurdistanê di bin hîmaya xwe de otonom îlan bike, ewê iltîhaqî hereketa Mustafa Kemal bikin. Lê Hiseyin Ewnî dibêje ku, ronakbîrên Kurdan piştî ku K.T.C. ava kirin çûn cem hikûmeta Tirkiyeyê, lê hikûmet ji desthilatî ketibû û nikarîbû tu şertên Kurdan bi cîh banya. Lê wer diyar e, ku Komîta Stenbolê bê ku tu garantiya ji Kemalîstan bistîne, li ser soz dayina Kemalîstan û hêvîyên serokê Komîta Stenbolê Seyid Evdilqadir ku, ewê Tirk bi “idara Kurdistaneke serbixwe razî bibe“12, her piştgiriya dewleta Tirkiyê kiriye. Komîta Stenbolê heta destpêka konferansa Lozanê piştgiriya xwe ji dewleta Tirkiyê re dom kiriye û herwiha hevî kiriye ku wê Kemalîst otonomiyê bidin Kurdan. Hiseyin Ewnî jî di rapora xwe de dibêje, ku ji destpêkê de Komîta Stenbolê ji bo menfeetên Tirkan kar kiriye. Axaftina Mebusê Erziromê X13 bi diplomatê Sovyet Rûsyayê re (Ihtîmalek mezin Boris şaxovski ye. Jiber, ku ew di vê demê de li Enqerê bû û Kurdnasekî herî zîrek bû.) di 27.02.1923-an de agahdarîyên Hiseyin Ewnî tesdîq dike. Mebusê Erziromê X. di heqê munaqeşeyên li meclisê bûne de ji diplomatê Sowyetî re dibêje: “Piştî îlankirina agahdariya Ismet paşa û Rauf Beg a di heqê hiştina Mûsilê jibo igîlîzan (Tirk û Îngiliz li hev kirin ku pirsa Mûsilê salekê pêş de bavêjin.), mebusên Kurdan ên meclisa Enqereyê gotin: “Ji îro pê de pirsa Kurdî ji nû de ketîye rojevê. Ji anha pê de divê Kurd bi xwe ji bona qedera xwe bi destê xwe tayin bikin li ser pirsa Kurdî kar bikin“. Herwiha mebusê Bitlisê Yusuf Zîya jî di vê hevdîtinê de ji diplomatê Sovyet Rûsyayê re helwesta Komîta Stenbolê a heta destpêka konferensa Lozanê wiha dianî zimên: “Eger, ku vekirî bêjim, heta nuha em (Komîta Stenbolê A.F.) difikirîn, ku em û Tirk dê bi hev re karibin yekîtîya welêt ji zora emperyalistan biparêzin û bi hev re pirsa Kurdî çareser bikin. Lê belê iro, piştî hikûmeta Tirkiyê Mûsil da Îngilizan, hemî hevîyên me tek çûne“. Yusuf Zîya jî hevîyên xwe ên ji hikûmeta Tirkiyê, ku ewê otonomîyê bida Kurdan vekirî digot û wanî didomand: “Îngilizan pêşnîyarek ji hikûmeta Tirkiyêre ani. Pêşnîyara wan ev bû: bi şertê, ku Tirkiye Kurdistanek otonom îlan bike ewê ji Mûsilê derkevin. Lê belê Tirkiye ji delva otonomiye ilan bike, Mûsil ji Îngilizan re hişt. Ev jî delîl e ku Kurd jibo qedera xwe bi destê xwe çareserbikin divê serîhildin.“
Li ser esase agahdarîyên Hiseyin Ewnî; mirov dikare bêje ku mebusê Erziromê X. û mebusê Bitlîsê Yusuf Zîya, Komîta Stenbolê heta destpêka sala 1923-an piştgiriya hikûmeta Enqerê kiriye û hevî kiriye, ku ewê Kemalîst otonomîyê bidin Kurdan.
“Komîta Erziromê-Kurdistana Serbixwe“
“Komîta Erziromê“, li gor agahdarîyên Hesretyan di Çiriya Pêşin a sala 1920-an de bi navê “Cemîyetî Îstîklal Kurdistan“ ava bûye. Li gor agadarîyên şaxovski, navê vê rêxistinê “Komîta Erziromê-Kurdistana Serbixwe“ye. Konsolosê Erziromê ê Sovyet Rûsyayê Pavlovski di nama xwe a ji sefîrê Sovyet Rûsyayê ê Enqereyê re dinivîsîne de, dibêje: “Ji bidilbûn û ciddîyeta Komîta Erziromê tu şikên min tune. Komite, hemî serokên Kurdan ên tên naskirin û xwedî nufûz gîhandine hev. Seroke Komitê miralay Xalit Begê Cibrî ye û endamên wê yên din, Hiseyin Paşa, mebusê Wanê Hesen Beg, Selim Beg, Îsmail Heqqî Beg, kaptan Elî Awer Beg û yên dinê. Her çiqas Xalit Beg endamê K.T.C. bû, lê di dema perçebuna K.T.C. de Xalit Beg di kîjan grubê de cî stendîye ne diyar e. Li gor agahdarîyên şaxovski û Hiseyin Ewnî mirov dikare bibêje, helwesta Komîta Erziromê di heqê hereketa M.Kemal ne wek a Komîta Stenbolê bûye. Herçiqas Komîta Erziromê li dijî hereketa M.Kemal şer nekiriye lê piştgiri ya wê jî nekiriye. şaxovski dinivîsîne, ku di destpêka şerê Kemalîstan de li dijî dewletên Antant, rêberên Kurdan ên Komîta Erziromê civînek çêkirin û tê de biryar girtin, ku ewê piştgiriya hereketa M.Kemal nekin û ewê bipên. Vê helwesta Komîta Erziromê heta destpêka konferansa Lozanê dom kir. Îngîlîzan û Tirkan li ser qerarê peymana Sewrê û pirsa Mûsilê li hev kirin, ku ewê van her du pirsa bi temamî ji rojeva Konferansê derxin. Lê belê haya Kurdan ji van guftûgoyê di nav Îngilizan û Tirkan de dihate kirin tunebû. Encax di civîna konferensê a yekê de, a di 30.11.1922-an de Kurd tê gihan, ku Tirkan Mûsil ji Îngilizan re hiştine û di rojeva Konferansê de qerarên peymana Sewrê tunene. Piştî vê bûyerê rêxistinên Kurdan -Komîta Erziromê û Komîta Stenbolê- helwestek siyasî ya nuh li dijî dewleta Tirkiyeyê stendin. Komîta Erziromê, piştî civîna konferansa Lozanê ya yekê, di meha 12‘an a1922-an de endamên xwe ji bona, ku rewşa nuh a ji bo Kurdan ehemîyetek wê yî heyatî heye civand. Endamên komitê di vê civînê de çend biryarê heyatî girtin. Van biryarana di tarîxa siyasî a Kurdan de prosesek nuh vekir. Qerara Komîta Erziromê ya yekê ev bu: Jibona avakirina Kurdistanek serbixwe û yekbûyî alîkarîya siyasî, iktîsadî û eskerî pêwîst e. Komite, ji bona vê alîkarîyê bistîne divê bi dewleta Sovyet Rusyayê re pêwendîyan deyne. Qerara dudoyan: Komîta Erziromê pişgirîya hikûmeta Kurdistana Başur (şêx Mehmûdê Berzencî) dike. Komîta Erziromê dihesibîne, ku hikûmeta Kurdistana Başur destpêka daxwazên Kurdan ên acîl in. Di eynî wextî de Komite ji şêx Mehmûd re nameyekê dişîne û tê de dinivîsîne ku bi şertê şex Mehmûd pêwendîyên xwe ji Îngilizan bibire ewê Komîta Erziromê pişgirîya wî bike. Paşê Komite bersîvek pozitîf ji şêx Mehmûd stend.
Li gor agahdarîyên şaxovski û Wasilevski, Komîta Erziromê û Komîta Stenbolê di bin navê “Komîta Merkezî a Kurdistanê“ di meha gulanê sala 1923-an de yekîtîyek ava kirin. Lê, li gor agahdarîyên Hiseyin Ewnî; ne hemî endamên Komîta Stenbolê ketine vê yekîtî yê. Serokê Komîta Stenbolê Seyid Evdilqadir li dervê vê yekîtîyê maye û muhtemel e ku Hiseyin Ewnî bixwe jî li dervê vê yekîtîyê mabe.
Komîta Erziromê, rexistina neteweyî a Kurdî ya yekê ye, ku cara ewil hewl daye pêwendîyên siyasî bi dewleta Sovyet Rusyayê re deyne. Diplomat û Kurdnasên Sovyetê ên vê demê îddîa dikin, ku di 22.12.1922- an de serokê Komitê Xalit Begê Cibrî, nameya “şert û qerarê“ Komîta Erziromê û nameyek li ser navê xwe gihand konsolosê Sovyet Rusyayê ê li Erziromê Pavlovski. Bi qeneeta min Komîta Erziromê nameyên xwe berî vê tarîxê gîhandîye konsolosê Sovyetê Pavlovski. Ji ber ku, herçiqas li ser nameyên Komîta Erziromê ên tercumeyî Rûsî bûne de, tu tarîx nine, lê li ser nameya Pavlovki a di heqê vê nameyê de ji sefirê Enqerê re hetîye rê kirin de, tarîxa 20.12.1922 hatîye nivîsandin.
şert û qerarên Komîta Erziromê14
“1) Kurdistan ji wilayetên Erzirom, Wan, Mûsil, Bedlîs, Dîyarbekir, Xerpêt, beşê rojavayê wilayeta Surîyê li Tirkiyê û Kermanşax, Sine, Sakiz, Mahabat, Urmiye û Selmas li Îranê pêk tê.
2) Li wan wilayetan ewê Kurdistaneke serbixwe bê avakirin.
3) Hikûmeta Kurdî di warê eleqeyên siyasî, îdarî, iktisadî û eskerî de dê bi temamî serbixwe be. Di eynî wextî de hikûmeta Kurdî himayeta dewleta Rusyayê li ser xwe qebul dike.
4) Himaya Rusya dê di çerçeweya van xalan de be: Bikaranîna neft, maden û dewlemendiyên din ên çiyayên Kurdistanê, avakirina reyên trênê û wasitên din û gihandina elemanên eskerî û teknikî.
5) Hikûmeta Kurdî û liderên Kurdî ewê li dijî prensipên hikûmeta Rûsyayê û berfirehbûna fikrên komûnizmê dernekevin.
6) Wek me di xala sisîyan de gotibû, hikûmeta Kurdî himayeta Rûsyayê qebul dike. Lê li hemberî wê hikûmeta Rûsyayê divê ji bo avakirina hikûmeteke Kurdî di warê aborî û siyasî de alîkarîyê bike. Eger liderê Kurdan pêwist bibînin, Hikimeta Rûsyayê lazim e bi deyn pare bide me û ji bo hazirîya refên eskerî alîkari ya me bike.
7) Hikûmeta Kurdistanê a ku pêş de bê avakirin, dê bixwe forma îdarî ava bike û bi serê xwe erkên xwe yên siyasî bimeşîne. Hikûmeta Rûsyayê ne lazim e ku di warê siyasî, malî, îdarî, iktisadî û eskerî de tedaxulî serbxwebûyîna tevgera hikûmeta Kurdî bike.
8) Eger rêberên Kurdan, ji mecburî ji bo ava kirina hikûmeta Kurdî derbasî Rûsyayê bibin û ji bona ku Kurd karibin bighên hedefên xwe û bi serbestî karibin hereket bikin, pewist e hikûmeta Rûsyayê alikarîya wan bike.
9) Eger heremên di xala yekê de bi tevayî nekevin bin destê hikûmeta Kurdî, wê gavê rêxistina Kurdan bi alîkariya Rûsyayê, ji bona heremên mayin jî tevî Kurdistana serbxwe bike, ewê kar bike.
10) Eger hikûmeta Rûsyayê li ser esasên van neh xalên li jor razî dibe, ku hikûmetek Kurdî ava bibe, di vê çerçewê de rêberên Kurdan amadene bi aktifî hereket bikin.“
Nama Xalit Begê Cibrî
“Ez hîs dikim raya giştî a gelê Kurd ku, ez jî endamê wî gelî me, ber bi terefê Îngilizan ve diçe. Îngîlîz dixwazin xwe bidin nîşandan, xwedêgiravî berê tevgera wan ber bi azadî û serxwebûna Kurdan de ye. Ez bi xwe ji vê sempatiya li hember Îngilizan heye tu neticeyên baş hevî nakim. Ez baş bawerim ku gelê me bes bi piştgirîya Rûsan dikare azadî û serxwebûnê bistîne. Ji bona ray û simpatiya Kurdan li hember Îngilizan kem bibe û sar bibe û herwiha sempatiya gelê Kurd li gel Rûsan zêde bibe, pêwist e ku jibo vê bingehek çêbibe. Ji bona avakirina vî bingehî min ji we re şert û pêşniyarên me di deh xalan de pêşkêş kiribû. Eger hikûmeta Rûsyayê pêşniyarên me qebul dike û alîgir e , ku em hikûmeteke Kurdî di çerşeweya van xalan de ava bikin, wê gavê ji bo me pêwîst e, ku hûn bersîveke vekirî a teqabulî van şertan dike bidin. Gava ji teref hikûmeta Rûsyayê bersîvek pozitif bê, wê gavê emê rêxistina xwe xurt bikin û bi serokên eşîran û rêberên Kurdan bi aktifî dest bi hereketê bikin. Bes wê gave ez soz didim ku, ezê karibim navên çend kesên Komîta me û biyografiya wan ji we re pêşkêş bikim. Eger ku Rûsya piştgiriya me bike ewê Komîta me bi aktifî dest bi karê xwe bike. Li ser esasên ku eleqên min bi rêber û serokeşîrên Kurdan re xurt in û bawerîyek saxlem min daye wan, ez bi her awayî bawer im ku ewê sempatiya xelkê me li hember Rûsan zêde bibe.“
Ez dixwazim nivîsa xwe bi hinek gotinên Hiseyin Ewnî ên ku di derheqê Xalit Cibrî de gotine xelas bikim. Hiseyin Ewnî dibêje ku Miralay Xalit Beg xwendina xwe li “Aşîret Mektebî “ a li Stenbolê xelas kir. Piştî mekteb qedand bû serokê tumena eşîretên Kurdan. Ev tumena ji çar alayên eşîretên Cibranîyan pêk dihat. Ji wê rojê pê de Xalit Beg dest pêkir ku ferî ilmê tarîxê, dîn û h.w.d bibe. Xalit Beg bi vê xebata xwe giha netîcên baş û di vê demê de bû mirovê herî perwerde. Di warê karê eskerî de bi xîret xebitî û di derheqê pirsên eskerî de zanebûnek mezin anî zimên. Xalit Beg, bi saya perwerdebûyin, enerjîkbûyin û xusûsîyetên xwe yên din, sempatî û hurmeta xelkê Kurd stend. Karekî bi esas li ser pirsa Kurdî, tarîxa Kurdan, orf û adet û jiyana Kurdan kir. Xalit Beg bi vê xebata xwe bû mirovekî terefdarê pêşketin û dewlemendîya xelkê Kurd. Xalit Beg fikrên xwe ji kesekî venedişart û ji herkesî re digot. Hiseyin Ewnî li ser tekilîyên Xalit Beg û Kemalîstan jî wanî dibêje: “Di dema hereketa neteweyî (kemalista E.F.) a Tirkan de Xalid Beg di hereketa Kemalistan de cî ne girt, xwe da alîyekî. Wî, ji bo bi serbestî karibe karê siyasî bike gellek caran îstîfa xwe xwest. Kemalîstan vê imkana ne didan wî, her gavê îstîfa wî ji teref dewletê ve dihate redkirin. Dewlet ji Xalit Beg ne razi bû û dixwast her wî di bin kontrola xwe de bihêle. Lê Xalit Beg îstîfa kir û di dema talîyê de bi serehetî dest bi karê siyasî kir. Di dest pêka meha yekê ya1925-an de Xalit Beg ji teref Tirkan de hate girtin û wî dane mehkima eskerî a Bitlîsê û ji re cezaye girtinê tê xwastin“. Lê mixabin Xelit Beg û bi sedan Kurdên welatparêzên Kurd di sala 1925-an de ji teref dewleta Tirkiyeyê de tên xeniqandin.
Notên binî
1 Boris şaxovski, ji dema berî şoreşa Oktobrê generalekî ordiya dewleta Rusyayê ye; piştî şoreşê helwest li gel bolşewika stend; di sala 1922-1923-an de li Enqerê di sefareta Sovyet Rusyayê de karê diplomasî kiriye û yek ji diplomatên ku cara yekem bi serokên Kurdan rê li ser navê dewleta Sovyet Rusyayê eleqe danîye. Gellek serokên Kurdan ên ji sala 1910-an heta dema serhildana şêx Seîd ji nezîk te nas dike û li Kurdistanê gellekî maye.
2 Wasilevski kurdnaseki sowyetî ye û di dema serhildana şêx Seîd li Tirkiyê bûye û serhildan ji nêzîk ve taqîb kiriye.
3 Ev rapora di 27.2-1925-an de, di heqê serhildana şêx Seîdî hatîye çapkirin.
4 Rapora Kulikov 3.7.1924. Kulikov, karbidestê wezareta derva a Sovyetê ye.
5 S.Brike, serokê beşê Rojhilata Navîn a Wezareta Derve ya Sovyetê ye.
6 S.Brike, Pravda, 4.3.1925.
7 Rapora Wasilevski 62 rûpel e.
8 Makaleya S.Brike, Pravda, 4.3.1925.
9 “Komîta Merkezî a Kurdistanê“ di meha Gulana 1923-an de bi yekîtîya Komîta Erzirumê û Komîta Stenbolê hate avakirin. Di serokatîya wê de, şexsîyetên wek Miralay Xalid Begê Cibrî, mebusê meclisa Enqerê Yusuf Zîya, Kemal Fevzî û ronakbîrên Kurd ên wekî din cî girtine.
10 Gundê Hetmê ayidê qeza Sasonê ye.
11 Hiseyin Ewnî muhtemel e Mîr Seyfîzade Hiseyin Ewnî ye, endamê “Kürt Tamim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti“ û “Kürt Teali Cemiyeti“ ye. Huseyin Ewnî di ordiya Tirkiyê de yarbay e û li Stenbolê, di mekteba eskerîyê de mamostetiyê dike.)
12 Kürdistan Tealî Cemîyetî, Ismail Göldaş, 1991, r. 189.
13 Di dokumentan de navê X ji bona ku îstihbarata Tirkiyê nizanibe dizî hatîye girtin. Lê belê diyar e ku, ew Kurd e, ji Erzirumê ye û pêwendiyên wî bi hereketa Kurdî re hene. Muhtemel e endamê Komîta Erzirumê be. Herwiha diyar e, pêwendîyên wî bi diplomatên Sovyetiyan re heye û ew e ku cara yekê li Enqere mimesîlê Kurdan û diplomatê Sovyetiyan li mala xwe anine cem hev.
14 Konsolosê Erzirumê Pavlovski di nama xwe de a ji sefîrê Enqerê Aralov re dibêje, tekstê vê namê bi Kurdî, Tirkî û Rûsî ye. Teksta min ditî ye bi Rûsî ye. Ez vê tekstê werdigerînim bo Kurdî.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Afganistan’da Solun Yok Edilmesi Hastalıklı Bir Toplum Yarattı
Vijay Prashad
Afganistan’da Solun Yok Edilmesi Hastalıklı Bir Toplum Yarattı
Afgan Komünist Anahita Ratebzad, solun kesilip atılmasının barışçıl ve müreffeh bir Afganistan için gerekli kaynaklardan yoksun bir toplum yarattığını söylüyor. Ülkeyi sol yönettiği zaman kadınlar öğre...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (562)


Sovyetler Birliğinin Kürdlere Karşı Resmi Tavrına İlişkin Önemli Bir Belge
Aso Zagrosi
Şunu da  bilmek  gerekiyor,  Kürdler  içinde  değil, Azeriler  içinde  güvenilir ve  bize  sadık  şahsiyetleri bulmak gerekiyor.  Bundan  dolayı  hemen  K&u...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (449)


CIBRANLI HALİT BEYİN ERZURUM’A YERLERŞMESİ
Abdulbari Han
Halit bey, Erzurum’a yerleştikten sonra yaptığı ilk iş, daha önce Varto’da çerçevesini çizdiği ‘AZADİ’ örgütünü kurmak olur. Her ne kadar bazı kaynaklar 1920 veya 1922 yıllarını iş...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (654)


Newşirwan Mustafa ve Kürdistan Başkanlığı Meselesi
Aso Zagrosi
Newşirwan Mustafa’nın Kürdistan Başkanlığı ve görevleri meselesinde bugün ileri sürdüğü düşünceler yeni değil, eski düşünceleridir… O Kürdistan’da geniş yetkilere sahip bir baş...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1274)


MEHMET EMİN ÖZDEN'İN ÖYKÜSÜ
Ahmet Zeki Okçuoğlu
İddiaya göre Dr. Şivan ve diğer iki arkadaşımız Sait Elçi ve diğer iki kişiyi öldürmüşlerdi. Bunun bir komplo olduğu sonradan ortaya çıkacaktı.  TC devleti ve müttefikleri, hazırlık yaptığımız direniş hare...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1725)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1483)


LİDERLER TOPLUMA GÜVEN VERMELİDİR
Abdulbari Han
Bilinen bir gerçektir ki Hamidiye Alayları sultan Abdulhamit’in 1892 yılında Kürt ağa ve beylerin çocuklarını İstanbul’daki aşiret mektebinde eğitmeye başlaması ve bunların içinde başarılı olanları askeri okul ve...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2001)


   «   [1]  2  3  4  5  6  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media