Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1902)


Şoreşa qoçgiriyê
Îsmaîl Heqî Şaweys
Di sala 1920ê Zayînî de serhildana Qoçgiriyê dest pê kir û piştî ku şeş sal ajot, li sala 1926an bi kuştina Mûrad Paşayê xayîn re kutayî lê hat. Di vê şoreşê d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6966)


Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî
Tahsin Sever
Xalid Begî Kurdistanê yekparçe didît. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe, 'serketina her hewldanek a ji bo serxwebûna Kurdistanê wek serketina xwe didît. Ji vê çendê ji tev...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5291)


Ala Kurd û „Ey Reqîb“ ji Kurdan re jiyan e!
A.Bali
Ala Kurd û „Ey Reqîb“ ji Kurdan re jiyan e!
Çi mixabin gelek bêstekar ji eslê nivîsa sirûd dûrketine û her yekî ji xwe re bi gotinên cuda cuda sirûd bêstekirine! Di nav Kurdan de bi her zaravayî sirûd têye g...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (7873)


Zimanê Zikmakî, Perwerde û Perwerdeya bi Kurdî
Evdirehman Onen
Perwerde, çalakiya bidestxistina zanîn, huner û têgîhaştinê ye, dewlemendkirina mirov e. Armanca perwerdeyê ew e ku, zarok xwe, civakê û xwezayê baştir nasbike û têkildariyek qe...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5112)


Di arşîvên Sovyetê de serhildana şex Seîdî
Fevzi Namli
Armanca vê nivîsê ew e ku, hinek enformasyonên nuh ên di arşîva dewleta Rusyayê de ku min bidest xistine bighînim xwendevanên Kurd û kesên li ser pirsa Kurdî kar dikin.Ez bawer i...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (11870)


Şiûra tarîxê û Lozan
Fevzi Namli
Encamên sîyaseta asîmîlasyonê, hafiza tarîxî zeîf dike û tesîrên xwe ên neyînî li ser tevgera netewî dihêle. Bêyî ku mirov li ser vê mij...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (8749)


  
12

Mirovên kurd hergav gazinên xwe li hev dikin, û dibêjin xwedêgiravî bi awakî gistî siûra netewî li nik kurdann zeîfe. Bi raya min, ku îro gazinên wisa bela wela tên kirin, ne bê esasin û rastîyeke wan heye. Rast e. Siûra netewî bi awakî gistî li nik kurdên vê dema em têdene zeîfe û bi taybetî li nik sîyasetvan û ronakbîrên kurd ên bakurê Kurdistanê ji hemû mirovî kêmtir e. Sedema herî esasî a ku vê qenehetê bi min re çêdike ev e: piraniya sîyasetvan û zanayên kurdên bakurê Kurdistanê mirovên li mektebên tirkî xwandine û li bajarên Tirkiyê jiyan e. Ev in ên ku zêde nasiya wan bi kultura tirkî çebûne û herwiha di bin bandora sîyaseta asîmîlasyonê de mane.

Bêsik sîyaseta asîmlasyonê encamên xwe ên neyînî pirtirîn tesîrê li ser mirovên wisa dihêle. Ji ber ku ev mirovên ha di emrekî biçûk de (heft salî) roj bi roj ji jiyana xwe a kurdî dûr ketine. Bi taybetî li bajaran di prosesa xwandina ku armanca wê asîmîlekirina zarokên kurdann, gelek mirov ji kultura kurdî dûrdikevin, ji çîrok û metelokên kurdî mahrum dimînin. Hafiza van mirovan ji dêlva serpêhatî, qehremanî û bûyerên tarîxî ên kurdan, bi qehremanîyên tirkên selçûkî, osmanî û kemalîstan tên dagirtin. Ji dêlva siîr, metelok û stranên kurdî, seir, stran û mersên tirkî bi wan tên ezberkirin. Encamên prosesek wisa gelek tesîrên neyînî li ser jiyana kulturî dihêle, mirovan ji civaka xwe xerîb dixe, hafize û siûra tarîxî bi mirovan re zeîf dike. Bêsik prosesek wisa tesîrên xwe ên neyînî li ser siûra netewî jî dihêle. Mirovên ku di vê prosese de jiyanin, hesabê ku ew çiqasî di bin tesîra wê de manin nekin, ew ê hew xwe bixapînin, ew ê ne tenê bûyerên tarîxî û kulturî ên dema kevin nizanibin, herwiha ên dema herî nezîk, heta ên dema ku ew bi xwe tê de jiyanin jî wê bi sewek rastî nizanibin. Herwiha ji bîr kin, an jî wê çewt û berevwaji bizanibin.
Encamên sîyaseta asîmîlasyonê, hafiza tarîxî zeîf dike û tesîrên xwe ên neyînî li ser tevgera netewî dihêle. Bêyî ku mirov li ser vê mijarê raweste, ew ê zahmet be mirov têbigihê, gelo ji bo çi îro li bakurê Kurdistanê tevgera netewî gîhaye merhela herî nizm? Gelo ji bo çi gelek ji kadroyên siyasî ên bi programên serxwebûna Kurdistanê dest bi xebatê kirin, îro dev ji îdealên xwe berdane? Hin ji wan ”bawer dikin” ku ew realîst in û li gor wan ”rastî ji bo kurdan ew e, ku kurd doza mafên xwe ên netewî daxin dereca herî nizim”. BesekKesimek din dibêjin: ”Ev hêzar sal e kurd û tirk wek bira bi hev re jiyan e û ne mimkin e ji hev biqetin”. Hin jî li ser navê kurdan propaganda ordiya tirkiyê dikin û dibêjin ”tenê ordiya tirkiyê dikare pirsa kurdî çareser bike”. Besek jî, kurd û tirkan endamê neteweyekê dibînîn. Lê hin kes jî ”difikirin” ku xwedêgiravî eger Tirkiye perçên din ên Kurdistanê dagir bike û têkeve yekîtîya Ewrupayê, wê gavê divê hin mafên kurdan bide wan. Mirov dikare bipirse, gelo ji bo çi nerînên wisa di tevgera kurdîî de hakim dibin? Gelo xwedîyê van lênerûnan, tevgera kurdîî gîhandine kîjan merhelê? Ji bo çi ”hevîyên” wan hatine guhertin? Gelo rewsa aborî, siyasî û kulturî ji salên berî heystê çêtir bûye?
Tistê tê zanîn, ji destpêka sala 80î vir ve de, dewletê bi kemanî 3000 gundên kurdan sewitandiye, bi kustin, girtin û darê zorê bi milyonan kurd koçder kirîye. Ev yeka ha jî bûye sebeba ku dinav gelê kurd de hejmara mirovên cahil û nexwendî zêdetir bibe. Dewletê ekonomîya welêt têk birîye û sermayedarên wê koçî bajarên Tirkiyê kirîye. Bax, baxçe û zêvî ji bêxwedîtîyê beyar bûne. Bi kurtayî, dewletê di warê iqtîsadî, civakî û kulturî de struktura civaka kurdî têk birîye û sîyaseta asîmîlasyonê bi her awayî dijwar kirîye..
Pistî van bûyerên neyînî, bersiva pirsên li jor, mirov bi gotina pêsîya, ”sal bi sal xwezî bi par” karê bide. Eger di rewseke wisa de meylên, ku min li jor mîsala wan dabû li nik ”zana” û ”rêberên” kurdan peyda dibin,pêwîste mirov serê xwe li ser sedemên esasî en rê li rewseke wisa vedikin biêsîne.
Fikir û nerînên wisa ne li ser hîmê rastîya civakê ava dibin. Berjewendîyên gelê kurd na parêzin. Mirovên wisa di çarçova statukoya dewletê de hereket dikin û alternatîvên ”çareserkirina” pirsa kurdî, di nav alternatîvên hazir ên di gerîneka dewletê de henin, dibînin. Ew îdealên gelê kurd, nerxên wê ên tarîxî û kulturî xistine jibîrkirine û ên mayîn jî dane ber lingan. Bawerîyên wisa xizmeta du tistan dikin: 1 - Siûr û tewgera netewî a gelê kurd têk dibe. Ev du sed sal e, di dil û mejîyê gel de rih û îdealên serxwebûnê û azadîyê hatîye çandin û bi sedhêzaran kurd bi xwîna xwe nerxê wê dane. 2 - Nerînên wisa hakimîyeta dewletên dagirker û bindestîya miletê kurd mitleq dike. Bi helwesta di nav hêz û alternatîvên hazir de rawestandin tarîx nayê çêkirin. Derheqê vê mijarê de fîlozofê polonî Ejî Satskîn dibêje: ”Eger mirovan, tenê ji hêzên hazir li gel terefekî rawestîyana û tenê ji alternatîvên hazir yek hilbijartana, pistî demekê wê ne xwedî tarîx bana.” (Ejî Satskîn, ”Utopya i Tradîtsîî, 1990. s. 133).
Ji bona ku gelê kurd karibe siûra xwe a netewî li ser linga bihêle, berjewendîyên xwe ên netewî biparêze û girêdanên xwe ên bi neslê berî xwe re nas bike, pêwist e ew jî wek hemû gelên din berê xwe bide tarîxa xwe û bûyer û çalakîyên tarîxî û kulturî di bîra xwe de bîne. Xebatek wisa mirov dikare di çarçova pêwendî û girêdanên siûra netewî û siûra tarîxî de binirxîne.
Biranîna bûyer û çalakîyên tarîxî û kulturî, ji teref zanyaran bi têgeha ”hafiza tarîxî” tê binavkirin. Herwiha, zanebûna derheqê dema derbasbûyî, wek perçekî esasî ê siûra netewî û wek potansîyeleke manewî a gel tê nirxandin. Hafiza tarîxî perçekî kulturê ye û zanebûna mirovan a dema pêsîyên xwe, destanên xwe û urf û adetên xwe îhtîwa dike. Lê hafiza tarîxî û siûra tarîxî ne eynî tist in. Ehemîyeta hafiza tarîxî ew e, ku mirov dikarin wê di gelek wara de bikarbîne. Nimûne: Hisên netewî ên ku li ser bingehên bîranîna tarîxî sikil digirin, li nik mirovan dikarin welatperwerîyê û xurura netewîtîyê ges bike. Lê ew ji teref nijadperest û fasistan jî, li dijî gelên din kare bê bikaranin.
Gava mirov derheqê têgehên hafiza tarîxî, siûra tarîxî û siûra netewî fêrî tistinan dibe, raste rast di serê mirov de hin pirs peyda dibin. Mirov digihê qenehetekê ku zanayên vî ilmî lêkolînên ”nerast” kirine, an jî divê ”çewtîyek” di rewsa kurdan bi xwe de hebe.
Ji encamên bûyerên neyînî, ên ku civaka kurdî xistine nav agirê dewleta Tirkiyê divê hemû mirovên kurd xwedî berpirsîyar be. Gelo ji bo çi van bûyerên dijwar ji bo gel nabin potansiyelek manewî, a ku nefretê li dijî dewletê zêde dike û daxwaza serxwebûnê xurt dike? Gelo ji boçi, ji dêlva rihê welatpererîyê û xurura netewî ges bibe rihê teslîmîyetê û koletîyê li nik zanayên kurdan hakim dibe? Ma ne ev hêzar sal e, tirkan bi zor û talanê Kurdistan dagir kirine? Ma ne ew in, ên bi her awayî hewl didin ku kurdan ji ortê rakin? Ma ne divê ku bûyerêna perçekî kultura gelê kurd bin?
Ma gelo lazime ku gelê kurd mahkûmî jibîrbikina van bûyeran bibe?
Vê gavê mirov têdigihê, bê çi sosirmet bi serê gelê kurd de hatîye.
Di rewseke wisa de, gelo ehemîyeta aktuelkirina bûyerên tarîxî heye? Eger derheqê bûyerekê de lêkolînek zanistî nehatibe kirin û sedemên wê, ên teybetî û gelemperî nehatibin eskerekirin, aktuelkirina bûyereke wisa wê xizmetê ji berjewendîyên gelê kurd re neke. Eger akruelkirina bûyereke tarîxî berjewendîyên gelê kurd biparêze, we gavê dikare siûra tarîxî û netewî a gelê kurd ges bike û encamên pozîtîv li ser tevgera netewî bihêle. Tarîxnasa Sowyetî L.M.Drobijeva derheqê vê mijarê de wisa radigîhine: ”Siûra tarîxî aktuelkirina hafiza tarîxî ye. Hafiza tarîxî elementek siûra netewî ye û ji teref berjewendîyên netewî-civakî tê aktuelkirin. Aktuelkirina bûyerên tarîxî û kulturî bi sertên konkret ve grêdayî ne. Berî her tistî rewsa civakî û siyasî dikare van bûyerana aktuel bike”. (Traditsîî v sovremennom obsestvê, 1990. s. 226-228.) Mirov dikare siûra tarîxî, bi sêwa pêwendî û helwesta mirovan a li gel bûyerên tarîxî û kulturî binirxine.
Bûyerên tarîxî ne tenê ên geleki ne, mimkine li dijî berjewendîyên hin gelan bin, lê ên hinan jî biparêzin. Di rewseke wisa de helwesta mirovan divê ji hev cida bin. Encamên bûyereke tarîxî, ne mimkine ji bo her miletî wek hev be. Di tarîxa gelê kurd de bûyerên wisa gelek in. Ji bona ku karibe hafize û siûra tarîxî bibe perçekî siûra netewî, divê bûyerên tarîxî û kulturî ên gelê kurd di çarçovak wisa de bê nirxandin
Peymana Lozanê bûyereke tarîxî-navnetewî ye.Wê balansa hêza siyasî û eskerî, a dinyayê guherand. peymana Lozanê ji bo demekê be jî, nakokîyên di nav dewletên bloka Antant û bloka Alman, Awstirya û Tirkiyê de rakirin. Bi awakî îzafî be jî, îstîqrarek û balansek siyasî di nav dewlet û hêzên vê herêmê xwedî nifûz bûn saz kir. Ew ji bo hin dewletan serketin bû. Lê ji bo kurdan windakirin bû. Mirov dikare Peymana Lozanê di sê xalê esasî de analiz bike: 1 - Lozan di pêwendî û nakokîyên navnetewî de. 2 - Tirkiye û Lozan. 3 - Pirsa kurdî û Lozan. Her xalek bi serê xwe mijara lekolînekê ye. Ez ê hewl bidim li ser pirsa kurdî û tesîrên encamên Lozanê li ser tevgera netewî rawestim.
1 - Lozan di pêwendîyên Navnetewî de
Wek tê zanîn serê Cîhanê ê yekê di nav du blokê mezin de derket (Bloka Antant - Ingilîz, Ferensa, Îtalya û Rûsya û bloka Almanya, Tirkiye û Avistirya). Di prosesa ser de soresa Oktobrê (1917) balansa siyasî a dinyayê guhert. Herçiqas dewletên Antant terefê serketî bûn, lê mecbûr bûn ku di peymanên bi bloka di ser de sikestibû, rewsa siyasî a nuh, ango hebûna Sowyet Rûsyayê di hesêp xistana.
Soresa Oktobrê; serketina bolsewikan li herêmên Kafkasya û Navçê Asya yê; serketina kemalîstan li Tirkiyê û nakokîyên dewletên Antantê bi xwe, bûn faktorên esasî, ên ku prosesa parvekirina erdên dewleta Tirkiyê gîhandin peymana Lozanê ne. Di prosesa peymanê de sê pirsên esasî hatin minaqesekirin. Pirsa parvekirina erdên dewleta Osmanî; pirsa rejîma tengavên Tirkiyê (Çanakale û Stanbol) û pirsa kapîtîlasyon û deynên dewleta Tirkiyê.
Di sesîya yekem a Lozanê de her du pirsên ewil hatin mineqesekirin. Tirkiye, bi sertê parastina tixûbên siyasî, ên niha, li gel pêsnîyara dewletên Antan rawestîya. Di pirsa Tengavann de berjewendîyên ingilîz û frensîyan digîhan hev. Ingilîz hesabên li dijî Sowyet Rûsyayê û mihtemel sereke, ku di nav wan de derkeve, dikir. Di rewseke wisa de, wê dixwest tengavên Tirkiyê ji gemîyên herbê re vekîrîbin. Frensa bi teybetî dixwest nifûza xwe a li ser nefta Romanyayê biparêze û gava pêwîst be bi gemîyên herbê karibe kontrola rêyên transporta nefta Romanyayê biparêze.
Pirsa rejîma tengavann li ser du pêsnîyarên li dijî hev hate mineqesekirin. Ingilîzî û frensî pirsa, ku gemîyên herbê bi serbestî kariben di tengavan re derbas bibin xistin minaqesê. Lê Sowyet Rûsya ne dixwest gemîyên herbê di tengavann re derbasbibin. Wê digot, divê tengav, ji derveyî gemîyên herbê, ji hemû gemîyên ticarî re vekîrî bin. Konferansê li gor pêsnîyarîya Ingilîz û Frensa bîryar sitend. Bi kurtayî, encamên vê peymanê di têkîlî û nakokîyên navnetewî de berjewendîyên Ingilîz û Frensayê, lê bi taybetî ên dewleta Ingilîz parastin û herwiha nifuza Ingilîzan di warê siyasî û aborî de li herêma Rojhilata Navîn xurt kir.
2 - Tirkiye û rola kemalîstan di peymanê Lozanê de
Wek tê zanîn dewleta Osmanî ji destpêka sedsala XIXde gihabû qonaxa ku têk biçe. Rewsa wê di tarîxê de bi navê ”Pirsa Rojhilat” tê zanîn. Pirsa Rojhilat (pirsa qedera herêmên Balkan û Rojhilata Navîn) bûbû sedema nakokîyên navnetewî. Wê teqrîben sed salî berdewam kir. Bi teybetî nakokîyên Ingilîz û Rûsyayê ji bo nifûza li herêmên Balkan û Rojhilata Navîn temenê dewleta Osmanî sed salî dirêjtir kir. Di destpêka sera Cîhanê a yekê de, li gor biryarên peymana Saykes-Picot (1916) dewletê Antant li ser parvekirina dewleta Osmanî li hev kirin.
Tirkî jî wek dewletek di serê de sikestî, mecbûr bû ku li gor sertên dewletê Antant peymanekê imze bike. Ew peymana Sewrê bû ku di 10. 08. 1920an de di nav hikûmetên Antant û Tirkiyê de hat imzekirin. Sertên wê çend bajarên Anadolîyê ne tê de, temamê herêmên dewleta Osmanî dixist bin nifûza dewletên Antant. Di vê demê de hikûmeta Osmanî di têkîlîyên navnetewî û ên hindûrî de gelekî zeîf bû. Belê rewsa kemalîstann her ku diçû xurt dibû û berî peymanê (23. 04. 1920), li Enqerê meclîsa xwe damezirandin.
Sertên peymana Sewrê gelekî elastîk hatibûn hazirkirin. Ew ji bo bazarek di dema pês de hatibûn hazirkirin. Bi taybetî xalên derheqê pirsa kurdî bi hin egeran ve hatibûn girêdan. Sertên peymana Sewrê, ne tenê li gor rewsa Tirkiyê a siyasî hatibûn hazirkirin. Ew wek perçek stratejîya micadela li dijî Sowyet Rûsyayê û li gor muhtemel guhertin û bûyerên li wê bibin, hatibûn hazirkirin.
Di vê demê de, dewletê Antant û Emerîka ji bo têkbirina hikmê sowyeta, li dijî Sowyet Rûsyayê micadele dikirin. Ingilîzann hewl didan ku nifûza xwe di herêmên Navça Asyayê û Kafkasyayê de xurt bikin û wan ji Rûsyayê biqetîne. Herwiha dewletên Antant hewl didan mixalefeta Rûsyayê xurt bikin.
Xalek herî girîng a peymana Sewrê, planên damezirandina Ermenistana Mezin bû. Li gor vê peymanê erdên ermeniyan û herêmek mezin a bakurê Kurdistanê jî diket hindûrê tixûbên Ermenistana Mezin. Ew plan bakurê Kurdistanê perçe dikir û sertên ku kurd kariben yek bin û dewleteke serbi xwe ava bikin ji ortê radikir û herwiha desthilatiya Ingilîzan li basûrê Kurdistanê xurtir dikir. Planê Ermenistana Mezin gelên kurd û ermenî anî hemberî hev. Gelê kurd ne dixwest di bin hakimiyeta ermenîyan de bijî. Zilm û zora ji teref ermenîyan de (di dema herba Cîhanê de) li kurdan hatibû kirin, ne hatibû jibîrkirin. Ew bêbawerîya di nav kurd û ermeniyan de û xistina hin heremên bakurê Kurdistanê hindurê tixûbên Ermenistana Mezin bû faktoreke esasî ku kurd di wê demê de nêzîkî kemalîstan bûn.
Eger ku Ermenîstana Mezin ava bûbaya, ew ê Ingilîzan di ser wê re karîbana nifûza xwe li herêma Kafkasyayê xurt bikirana û midaxeleyî hindirê Rûsyayê bikirana. Lê planê Ingilîzan û mitefîkên wan neçûn serî. Mixelefeta rûsan ji teref bolsewîkan hat sikandin, herwiha li Gurcîstanê, Ermenistanê û Azerbeycanê hikim ket destê bolsewikan. Sowyet Rûsya di 1921ê de bi dewletên cîran Tirkiye, Îran û Afganîstan re peymanên dostayê imzekir.
Di destpêkê de Ingilîzan di pirsa deshilatiya dewleta Tirkiyê de, li dijî kemalîstan pistgirîya siltanê osmanîyan dikirin. Lêbelê siltan jî, ji her sertên wan re digote erê. Lê hêza ku xurt dibû kemalîst bûn. Ew bi soza ku otonomîyê bidin kurdan, hêzên wan ên herêmî li dor xwe civandin. Kemalîstan pistî ku rewsa xwe a siyasî û eskerî li Kurdistanê saxlem kirin, karîbûn hêza yûnanîyan biskînin. Serketina bolsewîkan li tevaya herêmên Rûsya û Kafkasyayê; hemû bûyer û guhertinên siyasî ên li Tirkiyê, bûn sedemên guhertina balansa hêza siyasî a herêma Rojhilata Navîn.
Kemalîstan di 1921e de pistî avakirina hikûmetê, bîryarên peymana Sewrê rawestandin. Frensî û îtalî ji bona nifûza Sowyetê di herêmê de zêde nebe û kemalîst nekevin bin tesîra wê - frebûna nifuza Rûsyayê berjewendîyên Frensa û Îtalya li Tirkiyê û herêma Balkana dixist tehlukê - xwe nêzîkî wan kirin û sozên rawestandina peymana Sewrê dan wan.
Guhertinên siyasî ên li jor, herwiha planên Ingilîzan, ên peymana Sewrê jî têk birin. Ew jî mecbûr man ku sîyaseta xwe li dijî Tirkiyê, li gora rewsa siyasî a nuh biguherînin. Hevîyên xwe ji siltan birîn û bi kemalistan re pêwendîyên xwe danîn. Ingilîzan pêwendîyên xwe bi Tirkiyê re, hem ji bo ku rê li frehbûna nifûza Rûsya bigirin û hem ji bo pirsa kurdî têk bibin xurt dikirin. Berê her du terefan, tevgera kurdî ji bo berjewendîyên xwe li dijî hev bikartanîn. Lê rewsa nuh, rê dida her du dewleta ku Kurdistanê di nav xwe de parvekin û tevgera netewî têk bibin.
Ji bona têkbirina peymana Sewrê û hazirîyên konferanseke nuh Tirkiyê û dewletê Antant dest bi pêwendîyên dîplomatîk ên nuh kirin. Rewsa siyasî a herêmê hedî hedî ber bi zelal bûnê diçû.Nakokîyên Tirkiyê û dewletên Antant kêm dibûn û înteresên wan ên dabes ew mecbûr dikirin ku dest bi pêwendîyên dîplomatîk bikin. Li ser vî esasî Tirkiyê, Ingilîz, Frensa û Îtalya dest bi guft û goyan kirin. Di dema konferansa Londonê de (1921) sertên peymana Sewrê sivik kirin. Li Mudanyayê (3-11. 10. 1922) her çar dewletan, li ser pirsên esasî ên mijara konferansa Lozanê li hev kirin. Pirsa yekê têk birina qerarên peymana Sewrê bûn, ango redkirina mafê kurdan bû. A duyem jî guhertina rejîma tengavann bû. Kemalîstann ji nakokîyên siyasî ên navnetewî û bi taybetî jî, ji nakokîyên dewletên Antant û Sowyet Rûsyayê fêdek bas dîtin.
Konferansa Lozanê di 20. 11. 1922an de dest bi sesiya yekem kir. Dî vê sesîyê de tirk û ingilîzî serketî ji konferensê derketin. Tirkan gelek erdên nuh bidest xistin û tixûbên siyasî ên niha hatin qebûlkirin. Di konferansêde bîryarên Sewrê nehatin mineqesekirin. Tirk razî bûn Musilê bidin ingilîzan û herwiha rejîma tengavan li gor pesniyara ingilîzan hate guhertin. Sesîya duyem di 09. 04. 1923an de dest pê kir. Di vê dewrê de jî pirsên kapîtîlasyon û deynê dewleta Osmanî hatin minqesekirin û di wê de jî Tirk bi serketî derketin. Peymana Lozanê di 24. 07. 1923an de hate imzekirin.
3 - Pirsa kurdî û biryarê peymana Lozanê
Pirsa kurdî, ji destpêka herba Cîhanê a yekê heta peymana Lozanê subjektek pêwendîyên navnatewî bû. Dewletên Antant û bloka li dijî wan, di pêwendî û pêymanên xwe de , hertim hesabên jeo-stratejîk û iqtîsadî rola Kurdistinê dikirin. Ji prosesa dema herbê heta Loaznê guhertinên ku di hêza siyasî-eskerî de çêbûne, tesîrên xwe dîrek li ser rewsa gelê kurd kirine. Di rojeva guft û goyên dewletên Antant, ên li ser parvekirina dewleta Osmanî, Kurdistanê cîhekî kî girîng girtîye. Li gor çavkanîyên tarîxî, yek ji xalên esasî, a ku di nav dewletên Antant bû sedema minaqesên cidî, pirsa qedera Kurdistanê bû. Li gor qerarên peymana Soykes-Pîko (1916) a ku di nav dewletên Antant hate imzekirin, Kurdistan ew ê di bin nifûza Rûsyayê de bimaya.
Di vê demê de micadela tevgera netewî a gelê kurd, ji dû hêlan ve dimesîya. Li hêlekê tevgera netewî a ronakbîrên kurd bû. Piraniya van mirovan di mektebên tirkî de xwendibûn, li metrepolê dijiyan û karbidestên dewletê bûn. Ev bûyera ha di tarîxa gelê kurd de destpêka prosesek nuh bû. Ji ber ku, ew cîlê yekem e, a ku bi metodên rêxistînî a ”modern” micadele kirîye û ji gelê kurd re di hindurê tixûbên dewleta Osmanî de otonomî xwastîye.
Li hêla din serokên hêzên herêmên Kurdistanê serokatîya micadela gelê kurd - bi serê çekdarî û metodên traditsîonî - dikirin. Li gor çavkanîyên tarîxî, heta sala 1918an micadela her du hêlan ji hev cida bûn. Ronakbîrên kurd ên li metropolên Tirkiyê, karên rêxistînî, komeleyatî û çapemanîyê dikirin. Bi awakî gistî karê ku dikirin, ji pêsketina kultur û siûra netewî re xizmet dikir. Lê encamên karên wan bi awakî berfireh di nav gelê kurd de belav nebû. Herwiha di micadela siyasî de, dewlet ne didan hemberî xwe. Lê rêberên hêzên herêmî herçiqas bi metodên ronakbîrên li metropolan micadele nedikirin, lê li Kurdistanê bûn. Bi gel re di bin zilm û zora dewletê de bûn. Ne tenê derdê gel dizanîbûn, herwiha xwedî hêz û otorîte bûn. Ew xwedî tecrubên civat mesandin û îdarekirinê bûn. Ev xususîyetên ha dibûn faktorên ku gelê kurd bawerîya xwe bi wan dianî û ew ji xwe re rêber qebûl dikirin.
Wek tê zanîn, di tarîxa gelê kurd de serhildana Betlîsê bûyereke teybetî ye. Lê derheqê wê de kêm agahdarî heye. Li gor ragîhandinên generalê Rûsî Saxovskoy, serhildana Betlîsê ne serhildaneke herêmî bûye. Di sala 1914an de rêberên kurdan, ên herêmî û bi taybetî jî bedirxanîyan, hazirîya serhildanekê li tevaya Kurdistanê dikirin. Lê ew di prosesa hazirîyê de bêwext hatin girtin. Dewleta Tirkiyê ji bo pêsî li serhildanê bigire, êrîs anî ser Betlîsê û hin serokên serhildanê girtin û kustin. Li gor agahdarîyên Saxovskoy ermenîyan (rêxistina Tasnak) hazirîya vê serhildanê ixbarî hikûmeta tirk kirine. Sedemên we jî, wisa radigîhîne: Tasnaqan planê damezirandina ”Ermenistana Mezin” dikirin. Li gor planê wan gelek herêmên bakurê Kurdistanê jî diketin hindûrê tixûbên vê dewletê. Wan ha jê hebû ku kurd hazirîya serhildanekê ji bo tevaya Kurdistanê dikin. Lê tasnakan serketina kurdan ne dixwestin, serketina kurdan i dijî planê xwe didîtin û ji bo wê kurd ixbarî dewletê kirin.
Rêberên kurdan ên herêmî, zû bi zû teslîm nedibûn û zilm û zora dewletê jibîr nedikirin. Gava di sala 1915an de ordiya rûsan ket bakurê Kurdistanê, gelek alayên hamîdîyê tevlî malên xwe - ji bo ku li dijî ordiya tirkan ser bikin - derbasî terefê rûsan dibûn. Li gor ku Saxovskoy radigîhîne: ermeniyên ku di ordiya rûsan de lesker bûn, kurd teslîm ne digirtin. Zilm li wan dikirin, dest davetin jinên wan û ew dikustin. Ev sîyaseta ordiya rûsan bû sedemê ku kurd ji wan dûrkevin. Saxovskoy dinivîsîne ku herçiqas Kor Hiseyîn pasa dixwest ku bi rûsan re li dij tirkan ser bike, lê ji ber zilma ermenîyan derbasî terefê Rûsan nebû. Lêbelê li dijî Rûsan jî ser nekir, bê teref ma.
Rûsya pistî kudi sala 1916an de peymana Seykes-Picot imzekir, bi alîkarîya Kamil Bedixan begê ji bona serhildanekê li tevaya Kurdistanê hewl da, pêwendîyan bi rêberên kurdan, ên herêmî re dayne. Rûsan dizanîbûn ku giranî û qîmeta rêberên herêmî di nav gel de heye û ji bo wê hesabê xwe li ser wan dikirin. Lêbelê kurdan bi sertê ku ermenî di nav ordiya rûsan de nebin, pêsnîyarîya wan qebûl kirin. Lê hazirîya serhildanê nîvçe ma. Soresa Oktobrê bû sedemê ku leskerên rûsan bi sûn de vekisin. Herwiha sûn de vekisandina rûsan ji Kurdistanê bû sedêma têkçûna hazirîya serhildanê.
Pirsa kurdî, ji sala 1918an heta navçê sala 1920an xisusîyetek navnatewî distîne. Di vê prosesê de sîyaset û pêwendîyên navnetewî gîhabûn merhelek nuh. Guhertina balansa hêza siyasî li Rojhilata Navîn, sertên ji bona ku gelê kurd karibe qedera xwe bi destê xwe tayin bike hazir kiribû. Lê gelê kurd ji bona karibe firsetên wisa bikarbîne, di warê siyasî û rêxistînî de, tu hazirî nekiribû.
Rêxistina netewî ”Kurt Tealî Cemîyetî ” (KTC) li dora xwe ronakbîrên kurd kom kiribûn û pêskêsîya tevgera netewî dikir. Lêbelê li Kurdistanê, di nav gelê kurd de xebateke wê a berbiçav tunebû. Pêwendîyên wê bi serokên hêzên herêmî rê gelek zeîf bûn. Pista xwe ne dabû hêza gelê kurd. Hesabên xwe ên siyasî, tenê li ser nakokîyên di nav dewleta Tirkiyê û dewletên Antant de dikir. Serokatîya KTC hewl dida ku bi alîkarîya dewletên Antant û bi taybetî jî bi alîkarîya ingilîzan pirsa kurdî çareser bike. Lê tixûbên çalakîyên wan tu netîcên pozîtîv ne didan, ji ber ku ew tenê di çarçova pêwendîyên diplomatîk de bûn. Ingilîzan ji bona ku gelê kurd mihtemel reaksîyonekê nîsan nede, hewl didan serokatîya KTC manîpule bike. Wan hêvîyên KTC, ên ku ji bo çareserkirina pirsa kurdî, tenê bi sozên dewletên Antant, siltanê Osmanî û qerarên peymana Sewrê ve girê didan. Derheqê vê mijarê de wezîrê derve ê Ingilîz Balfur di 31.07.1920an de, di talîmatnama xwe a ji nûnerê xwe ê li Stenbol re radigîhand: ”Divê ku ji kurdan re tawsîya me ev be: L cîyê xwe runên, tahrîq nebin û li benda biryarên konferansa asîtîyê rawestin”. (Abdûrrahman Aslan, Samsun`dan Lozan`a Mustafa Kemal ve Kürtler)
Dewleta Ingilîz sîyaseta xwe a derheqê kurdan li ser bingehê berjewendîyên aborî, siyasî û jeostratejîk ava dikir. Di prosesa guft û goyên di nav dewletên Antant û ên bi Tirkiyê re, ingilîzan hesabê avakirina mandat a li Iraqê dikirin. Pirsa li hevragirtina mandatê û avakirina form û îdara wê, perçek ji tevaya sîyaseta ingilîzan a derheqê kurdan de bû. Bi vê mijarê ve girêdayî, derheqê pêwendîyên bi kurdan re karbidestê Ingilîzî Kîston di 28.10.1919an de li Parîsê wisa radigîhand: ”Herçiqas em naxwazin ji kurdan bawer kin, lê bikaranina wan ji bona berjewendîyên me ne”. Karbideste Ingilîzî Mr. Clerk Cerr jî, di tebaxa1919an de digot: ”Rewsa kurdan û ermenîyan min qet eleqeder nake. Divê ku bingehê siyaseta me a derheqê kurdan, ji bona li Mezopotomyayê damezirandina ”tamponek” tatmînkar be. Tixûbekî wisa divê ne li destê be, pewiste li çiyayên Kurdistanê be”. (Zekî Sarihan, kurtulus savasi günlügü c.2. s. 228. Abdûrrahman Aslan, Samsun`dan Lozan`a Mustafa Kemal ve Kürtler.). Ji van nirxandinên ingilîzan, mirov dikare bêje, sîyaseta derheqê tixûbên navbera Tirkiyê û Iraqê, perçek sîyaseta ingilîzan a derheqê kurdan de bû.
Di prosesa guft û goyên peymana Sewrê de dîyare ku ingilîzan di derheqê çareserkirina pirsa kurdî de ne xwedîyên bîryareke eskere bûne. Lê xwedîyê helwestekê bûne. Bingehê helwesta wan serî li kurdan gerandinbû. Di derheqê mijara pirsa kurdî û jeostratejîk ehemîyeta Kurdistanê de, serokwezîrê Ingilîz Lloyd George, , di 19.04.1920an de wisa radigîhîne. ”Zehmet e mirov karibe derheqê Kurdistanê biryare kê bide. Welat di bin guhê Ermenistanê de ye û ji ber ku qedera wê, asûrî û keldanîyan jî girê dide, bala dewletên Ewrupî gelekî diksîne. Herwiha Kurdistana Basûr perçekî manda, a ku mimkine di bin îdara Birîtanya Mezin keve. Em fikîrîn ku qetandina Kurdistanê ji Tirkiyê, ew ê bas be. Lê zahmet e mirov karibe texmîn bike, encamên daxwazên kurdan û lihevragirtina wan di dewletek otonom de, wê balansek çewa derxe ortê”... (Zekî Sarihan, s. 236.) Encamên vê sîyasetê bû sedemên di konferansa li San-Remo yê (19-26. 04. 1920) de Kurdistan di navbera tirk, ingilîzî û frensîyan de bê parvekirin.
Diplomatê sowyetî Rozenberg sedemên pêwendîyên kemalîstan li gel kurdan û rewsa wan a wê demê wisa dianî zimên. Tirk wisa zeîf û bêçare bûnin, ji mecbûrîyetî hebûna kurdan qebûl dikin û sozên otonomiyê didin wan. M. Kemal û terefterên wî dizanîbûn ku kurd ne li ser hevin. Ji alîkî de welatê kurdan ji nuh de hatibû parvekirin û ew li ser erdê xwe bêçare mabûn. Ji alîyê din de serokatîya KTC ji bo mafê kurdan pistgirîya dewletên Antant dikir. Kemalîstan dizanîbûn di warê siyasî û rêxîstînî de li Kurdistanê valahîyek heye. Wan ev rewsa kurdan a neyînî ji bona xwe firsetek dihesibandin. Herwiha hewl didan ku ew ê kariben serokên kurdan ên herêmî manîpule bikin û hêza wan bi alî xwe de bînin.
Di derheqê vê mijarê de Rozenberg konetî û derew ên kemalîstan wisa dinirxîne. ”Herçiqas mihtemele hikûmeta Kemalîstan soza otonomîyê dabe serokên kurdan, lê wan ne dixwest wê di bîra xwe de bînin. Gava me ji mebûsên tirkan re digot, pêwîst e kurd otonomîyê bistînin, ew bi nefret li dij derdiketin û digotin otonomîya kurdan wê bi xwere serxwebûn û cidabûnê bîne”. Rozenberg dewam dike û dibêje, ”eger hikûmeta Tirkiyê ji bo otonomîyê soz dabe kurdan, ew ji bona dema zeîf ketibûn, ku kurd li dijî wê ranebin û serê wê nekin bû. Li ew gava berxwe bibîne ew ê li dijî kurdan dest bi qetlîamên leskerî bike”. (Rozenberg, Avp. f. 0132. op. 6, por.N. 288, l. 49). Di wê demê de li Kurdistanê gelek alayên Hemîdî yê hebûna xwe berdewam dikirin. Li gor agahdarîyên rûsan, li bakurê Kurdistanê çil hezar mirovên kurd xwedî çek bûn.
Kemalîstan bi sîyasetek kone, serokên herêmî xapandin û bi wan dan bawerkirin ku eger bi hev re li dijî dewletên Antant rawestin û bi serkevin, ew ê tirk û kurd bi hev re bin û xwedî yê mafên wekhev bin. M.Kemal gava ji alîkî de soza otonomîyê dida û pistgirî û dostaya kurdan dixwest, lê ji alîyê din jî konetîya xwe berdewam dikir û li dijî kurdan ji qomandarê xwe ê cepha el-Cîzîrê Newzat Pasa re talîmat rê dikir. M. Kemal di talîmatnama xwe de radîghand: ”Ji bo ku hûn kariben kurdan bi xwe ve girêdin, divê hûn wan ji ingilîz û frensîyan dûr bixin û bi tenê bihêlin û herwiha kurdan û ingilîz û frensîyan bînin beranberî hev” . (Abdûrrahman Aslan, Samsun`dan Lozan`a Mustafa Kemal ve Kürtler.) Derheqê vê mijarê de peyva sefîrê Sowyetê ê Enqerê Aralov (1922) gelek balkêse. Aralov di hevpeyvinek xwe bi M.Kemal re dibêje: ”Kemal pirsa kurdî, pirseke zahmet û têkelhev didît. M.Kemal digot vê gavê serokên kurdan belav bûne. Hin ber bi îraniyan, hin ber bi ingilîzan ve diçin û hin ji ber bi me de tên”. (Aralov S.Î. Vospomineniya sovyetskogo dîplomata (1922-1923), M. 1960. s. 107-108).
Hikûmeta Enqerê pistî pistgirîya kurdan garantî kir, di 07.07.1920an de hemû peymanên dewleta Osmanî imzekiribûn red kir. ”Îttîfaqa” kemalîstan bi kurdan re û pêwendîyên bi Sowyet Rûsyayê re rewsa wan a siyasî û eskerî li Kurdistanê û Anadolîyê xurt kir. Encamên rewsa nuh tesîrên xwe li pêwendîyên Tirkiyê û dewletên Antant jî kir. Generalê Ingilîzî Ravlîson (1920) rewsa tirkan a nuh de diber çavanre derbas kir. Ravlison bi sertê ku nifûza Sowyetê li herêmê fireh nebe, soza ku li Tirkiyê pistgirîya îdarek xurt (kemalîstan) bikin, da. ji ber eynî sedeman frensî û îtalî jî xwe nezîkî kemalîstan kirin. Serketina kemalîstan li dijî yûnanîyan rewsa wan a siyasî di pêwendîyên hindûr û ên bi derve re xurtir kir. Hemû bûyerên nuh, bûn sedemên ku tirk, karibin peymana Sewrê red bikin û di konferansa Lozanê de bi serketî derkevin.
Lê dîyar e, rêberên kurdan (ên serokatîya KTC û ên herêmî), iqtîsadî-stratejîk û jeostratejîk ehemîyeta Kurdistanê, a ji bona dewletên Antant û Tirkiyêû herwiha planên wan ên derheqê Kurdistanê tênegîhabûn. Pistî giranî û otorîta siltanê Osmanî sikest û kemalîst desthilatiya xwe xurt kirin, serokatiya KTC mecbûr bû helwestek nuh bistînê. Serokê KTC Seyid Ebdulqadir û gelek endamên din li nik kemalîstan helwest girtin. Hin endamên KTC daxwaza serxwebûnê derxistin pês. Lê dewletê ew mecbûr kirin ji Tirkiyê derkevin. Grûbek kurd ên li Kurdistanê, di bin serokatîya Xalit begê Cibrî de pistgirîya kemalîstan red kirin, lê li dijî wan jî ser nekirin. Helwesta vê grubê payin bû. Di vê demê de tenê li herêma Dêrsimê - Koçgîrî (1920) kurd ji bona mafên xwe ên netewî serî hildan. Lê ew jî, ji pistgirîya tevgera kurdî mahrûm ma û di herêmek biçûk de hatê sikandin. Kurdên basûrê Kurdistanê di vê rewsa nuh de helwestek rast sitendin. Kurdan li vê herêmê, ji bona ku berjewendîyên xwe ên netewî biparêzin, di bin serokatîya Sêx Mahmût Berzencî de, li dijî ingilîzan serî hildan.
Bi awakî gistî kurd di orta salên 1920 - 1922an de ji bo mafên xwe ên netewî bidestxin tu çalakîyên berbiçav nekirin. Li benda rahma tirkan û ingilîzan man. Lêbelê her du teref jî ji bona berjewendîyên xwe ew li dijî hev bikartanîn. Bi raya min, bêdengîya kurdên Bakur û hevkarîya wan bi kemalîstan re, rê lê vekir, ku kurdên basûr, konetîyên kemalîstan nebînin û ji sozên kemalîstan ên derewîn bawer bin û nezîkî wan bibin. Vê helwesta neyînî a kurdên bakur, herwiha tesîr li ser raya gistî a dinyayê jî kir û pê re qenehetek çêkir ku li Tirkiyê mitleq hakîmîyeta kemalîstan heye, wan bi kurda re problema xwe çareser kirine û istîqrarek siyasî saz kirine.
Bi kurtayî bûyer û guhertinên li herêma Rojhilata Navîn ji bo tirkan encamên pozîtîv anîn û bûn sedemên nezîkbûyina Tirkiyê û dewletên Antant. Hin mirov bêyî ku rastîyê bibînin, dibêjin ku kurdan pistgirîya ingilîzan kiriba, ew ê mafên xwe ên netewî bidestxistana. Li rastî ew bû ku guhertinên dibûn, îdin pirsa kurdî gav dikirin û ehemîyeta wê kêm dikir. Berjewendîyên dewletên hikim li kurdan dikirin, di noqta herî girîng, a têkbirina tevgera kurdî de gihastibûn hev. Daxwaza li vê herêmê balansek nuh a hêza siyasî, ser rawestandin û bêdengî, ji derveyî kurdan, berjewendîyên hemû hêzên li vê herêmê diparast. Ji bo daxwazek wisa di jiyanê keve konferansa Lozanê hate amadekirin û wê niqte danî talîya prosesa kevn û prosesek nuh destpêkir.
Encamên peymanê zerara herî mezin gîhand miletê kurd. Ew li basûr û li bakurê welêt, bû hedefa zilm û erîsên tirk û ingilîzan. Ingilîz li dijî hikûmeta basur rawestîya û dubendî xist nav S.M.Berzencî û havalbendên wî. Tirkiyê eskere li dijî gelê kurd rawestîya, mebûsên wan ji meclîsê avêtin, bi darê zorê hewl da gel bêçek bike. Hemû imkan û derîyên desthilatiya siyasî û iqtîsadî li gelê kurd hate girtin. Tirk, ingilîzî û faris bi pêwendîyên dîplomatîk û bi metodên leskerî, li ser tevaya erdê Kurdistanê li dijî tevgara netewî rawestîyan û hewl dan ku bi her awayî wê ji ortê rakin.
Gelo rewsa Tirkiyê û a navnetewî, rê dida ku kurd pirsa xwe çareser bikin? Bi ray amin tevgera kurdî karîbû tesîr li ser helwesta raya gistî û bi taybetî a gelê kurd bikra. Berî her tist pêwîst bû, yekîtîya netewî saz bûbaya, ango tevgera ronakbîrên kurd KTC xwe gîhandiba hêzên kurd ên herêmî. Lê wê ji dêlva wê pisrgirîya kemalîstan kir. Di dema pêwendiyên dewleta Tirkiyê bi dewletên Antant re xerab bûn û ew bi yûnanîyan re di serde bû, diva bû kurdan jî, li dijî Tirkiyê dest bi ser kiribana. Lê wan pisgirîya wê kirin, an jî bê deng man. Kurdên bakur tenê bi soza kemalîstan bawerî anîn û li se vî esasî bi wan re li hev kirin. Ew bi hin îmtîyazên sexsî û bi runistina li meclîsê ter bûn. Diva bû tirk mecbûrî peymanên resmî kiribana, pêwendîyên xwe bi dewletên li dijî Tirkiyê danîbana û tedbîrên, ku mafê xwe bi destê xwe biparêzin sitendibana. Lê wan ew nekirin û li benda rahma tirkan rawestîyan. Diva bû kurdan hêza xwe a siyasî û a leskerî parastibana û hebûna xwe wek hêzeke leskerî serbixwe, bi tirkan û dewletên li herêmê xwedî nifûz dabana hiskirin. Gava pêwîst ba, li dîjî wan rawestiya û ji wan re astengî derxistiba. Lê wan ew nekir. Kurd di wê demê de ji hev belav bûn û bêdeng man. Gelek caran ji tirkan bêtir li pist tirkan rabûn. Helbet ev faktorên neyînî bûn sedemên ku pirsa kurdî ji dêlva bibe subjektek pêwendîyên navnetewî, bû objekta bazara nakokîyên di nav dewletên Antant û Tirkiyê de. Ji bo we jî, roja ku wan dewletan li hev kirin, pê re jî pirsa kurdî ji bîrkirin û bi hev re li dijî tevgera kurdî rawestîyan. Tenê kurdên basûr bi qewet û liberxwedana xwe bala ingilîz û tirkan bi alî xwe de kisandin. Her tim hebûna xwe bi wan dan hiskirin û ji ber wê jî hin mafên xwe bi dest xistin.
Gelo sedemên tevgera kurdî helwestek wisa neyînî, a li dijî berjewendîyên miletê kurd sitend, çibû?
Bersiva pirsek wisa mimkine bi ronîkirina niqta herî girîng, karakterê serokatîya tevgera kurdî a bîstsalên destpêka sedsala XXan ve girêdayî be. Dî sedala 1800î de, bi rêxistin û metodên tradîtsîyonî, tevgera kurd ji bona serxwebûna Kurdistanê micadele dikir. Rêberên hereketê, ronakbîr û serokên hêzên herêmî bûn û bi kultur û xwendina kurdî gihîstîbûn. Di jiyana civakî a kurdî de mezin bibûn û xwedî sexsîyetek kurdî bûn. Lê piraniya ronakbîr û rêberên ji destpêka sedsala XXan heta peymana Lozanê, herçiqas bi huwîyeta kurdî dihatin naskirin, lê li mektebê tirkî xwendibûn û karbidestên dezgehên dewletê bûn. Serokên herêmî ji bona ku li Kurdistanê bûn ji ronakbîrên kurd ên metrepolê ferq dikirin, lê gelekî wan jî li mektebên tirkî xwendibûn û qomandarê alayê Hemîdîyê bûn, an jî karbidestên dewletê ên herêmên Kurdistanê bûn. Li nik vê xususîyetê, herwiha statu û karên van mirovan ji teref dewletê hatibû tayinkirin. Ew di warê iqtîsadî û siyasî de, bi dewletê ve girêdayîbûn û pêwendîyên wan ên bi karbidestên tirkann re xurt bûn. Wan hesabê xwe li ser hêza gelê xwe nedikirin, hêvî dikirin ku dewletên Antant an jî Tirk ew ê mafên gelê kurd bidinê. Daxwaza hemûyan, otonomî di hindurê tixûbên dewleta Tirkiyê de bû. Vê xususîyeta wan a dabes faktoreke esasî bû, ku nehist tevgera kurdîî firsetên tarîxî bikarbîne û qedera xwe bi destê xwe tayin bike. Herwiha vê xususîyetê nehist ku ew têbighên dewletên dagirker wan ji bo berjewendîyên xwe bikartînin. Tênegîha bûn, ku di pêwendîyên navnetewî de, tistê herî giring, berjewendîyên netewî an jî ên dewletî ne. Biratî, dostayî an jî sozdayin tistên îzafî û miweqet in. Dost û dijmin tenê li ser esasê berjewendîyan tên tayinkirin.
Peymana Lozanê Kurdistan ji nû de perçe kir û hejimara dewletên dagirker ji duduyan derxist çaran. Karaktêra pirsa kurdî a nakokîyên faktorek navnetewî bû têk bir û nehist bigîhê merhela ku ew bibe subjektek pêwendîyên navnetewî. Dewletên dagirker ew wek objektek ji bona nakokîyên xwe çareserbikin bikaranîn. Parvekirina Kurdistanê di nav wan dewletan de li nik berjewendîyên iqtîsadî û siyasî, karakter nû stend. Ew ji bo her çar dewleta bû bufor (tampon) zonek parastinê li dijî hev. Vê jeo-stratrjîk rola nû a Kurdistanê bû encamê sazbûna balansek siyasî di nav wan dewletan de. Lêbelê, iqtîsadî, siyasî û jeo-stratejîk rola Kurdistanê ji bona her çar dewletên dagirker ehemiyeta xwe diperêze. Ew ji bona berjewendiyen xwe ên iqtsadî, siyasî û jeo-stratejîk û bitaybetî ji bona vê balansê biparêzin li dijî tevgera kurdî, di her warî de bi hev re kar dikin.
Ecamên prosesa peymana Lozanê li gel tesîrên neyînî, herwiha tesîrên pozîtîf jî li tevgera netewî kir. Pistî dîyar bû, ku Kurdistanê ew ê bê parvekirin û pirsa kurdî di rojeva peymanê de tuneye, bi derengî be jî, rêberên kurdan têgihîstin ku, divê ew bi xwe pirsa xwe çareser bikin. Derheqê vê mijarê de mebûsê Erziromê - mihtemele Hiseyîn Ewnî beg be - dibije ku di civîna girtî a meclîse de gava Îsmet pasa biryara peymana Lozanê a ku Musil ji Ingilîzan re dihist xwand, mebûsên kurd li dij biryarê dderketin û gotin, divê kurd ji îro pê de qedera xwe bi destê xwe tayin bikin. Her wiha mebûsê Betlîsê Yusuf Zîya pistî vê bûyerê di hevpeyvînekê (27. 02. 1923) bi dîplomatê Sowyetî Saxovskoy re helwesta xwe wisa dianî zimên: ”Heta nuha em difikîrîn, ku kurd û tirk ew ê pirsa kurdî bihevre di serê li dijî dewletên emperyalîst çareser bikin. Lê nuha, ji gava ku hikûmeta Tirkiyê razî bû Musilê bide iIngilîzan, hemû hevîyên me têk çûn”. Herwiha Yusif Zîya, bazara Tirk û Ingilîzan li ser parvekirina Kurdistanê jî dianî zimên û digot : ”Ingilîzan pêsnîyarîyek ji tirkan anîn: bi sertê ku eger tirk li Kurdistanê otonomîyê îlan bikin, ew ê jî, ji Musil derkevin. Lê tirk ji bo otonomîyê nedin kurdan, Musil dan ingilîzan.” (Avf R.F. F. 0132, Op. 6, Por.N. 288, Pap.N.133, l. 111-112). (Mihtemele Yusif Zîya û hevalên wî nizanîbûn, tirk ji gava ku ingilîzan basûrê Kurdistanê zeft kirin, leskerên xwe ji herêmê derxistin û ajotin hêla herema Kafkasyayê. Sultan û kemalîstan ji destpêkê de tu hesabên xwe li ser Musilê nedikirin. Wan jî heta dema peymana Lozanê, ew ji xwe re wek wasitak bazarê bi dewletên Antant re bikar anîn.). Ve bûyerê, bi derengî be jî, bawerîya ku kurd û tirk karin wek hev û bihevre bijîn, li nik rêberê kurdan têk bir û bawerîya ku divê kurd qedera xwe bi destê xwe çareser bikin xurt kir. Vê baweriya herwiha li nik kurdên basûr û rojavayê Kurdistanê jî bû helwesteke hakim. Di wê demê de yekîtîya netewî ji bo kurdên hemû perçan bûbû pirsa herî gîrîng. Herwiha ji bo damezerandina Kurdistanek ser bi xwe, hemû serokên kurdan (Xalit beg Cibrî, Simko, Sêx Mahmudê Berzencî û ên dinê), hewl didan bihevre karbikin û pistgiriya hev dikirin.
Peymana Lozanê rê lê vekir ku hêzên tevgera kurdî - rêxistina hêzên herêmî Komîta Erziromê û a ronakbîrên metropolê Komîta Stenbolê - di rêxistinekê de bighên hev. Di meha gulanê 1923an de her du komîte bi navê ”Kurdistana Serbixwe Komîta Merkezî” rexistinên xwe gîhandin hev. Ji bona damezirandina Kurdistanek ser bi xwe, pêwendî bi kurdên perçên din re danin û ji bo alîkarîya navnetewî dest bi pêwendîyên dîplomatîk kirin. Wê yekîtîya hêzên kurd hîmên serhildanên Sêx Seît û Agrîyê danîn.
Di dema me de aktuelkirina peymana Lozanê, pêwîste di çarçewak wisa de bê nerxandin, ta ku gelê kurd bi zanibe vê bûyera tarîxî, ji bo tevgera netewî bû sedemên kîjan encamên neyînî u pozîtîf.
Ji bona ronîkirina peymana Lozanê û encamên wê, divê lêkolînên zanistî û berfireh bên kirin. Daxwaza min bi vê nivîsê, ew ê tenê li ser ehemîyeta netîcên peymana Lozanê, ên ji bona hafize û sûura tarîxî rawestim. Ji ber ku, ji bona siûra tarîxî ges bibe û bibe perçekî siûra netewî, divê mirov xwedîyê hafizak xurt a tarîxî be. Ji bo wê jî divê mirov bûyerên di tarîxa gelê xwe de rast bizanibe.
Lê mixabin, di dema me de gelek zana û rêberên kurd, wek îxtîyarên xwe, ên nexwendî jî tarîxa gelê xwe nizanin. Ji ber ku mirovên îxtîyar gelek bûyerên tarîxî bi devkî be jî, ji pêsîyên xwe guhdarîkirine. Lê gelek zana û rêberên siyasî, bi awakî gistî tarîx û bi taybetî tarîxa gelî kurd bi awakî çewt û berovacî, ji çavkanîyên tarîxa îslamê û dewletên dagirker fêrdibin. Çend kitêbên tarîxî ên dîrokvanên kurdan bi xwe nivîsîne - ”Tarîxa Merwaniya”, ”Serefname” û ên dinê - bi awakî ciddî ne hatîye xwandin. Her wiha derheqê sexsîyetên kurd ên tarîxî -Selahaddînî Eyubî, Serefxan Betlîsî, Îdrîsî Betlîsî, Ahmedê Xanî, Mele Mahmudê Beyazîdî û ên dinê - jî xebatên zanistî nehatine kirin û herwiha derheqê wan de xwedî agahdarîyên çewtin.
Hemû bûyerên tarîxî ên gelê kurd bi serê derzîyê be jî, divê ji nuhde lê bê gerandin. Agahdarîyên dewletên dagirker divê bi sik û bi rexne bên nerxandin. Di çarçova karekî wisa de mirov dikare hafize û siûra tarîxî bighîne rastîya wê û wê li ser nigê wê bide rawestandin.
Di 75 salîya peymana Lozanê de, li bakurê Kurdistanê tevgera kurdî û siûra netewî daketîyê merhela herî nizm. Li nik gelek mirov û rêxistinên kurd, bawerîya ku karibin bi hêza tevgera gelê kurd xelasbe nemaye. Ev a dema berî Lozanê tîne bîra mirov. Lê di wê demê de, ji teref tirka de hebûna gekê kurd dihate qebûlkirin, mimesîlê kurdan di meclîsa Enqerê de runistibûn û kemalîstan soz û hevîyên Kurdistanek otonom dabûn serokên kurdan. Gava kemalista hebûna gelê kurd înkar kirin û mafên wan ji dest wan derxistin, tevgera kurdî dest bi hazirîyên serhildanên ji bo Kurdistanek serbixwe kirin. Lê dîyare, tarîx ji bo kurdan bi hêlên xwe ên neyînî tekerur dike.
Di dema me de, dewlet ne tenê hebûna kurdan înkar dike, herwiha ji bona ku wan ji ortê rake her metodê bikartîne. Lê mixabin li dijî vê sîyasetê, reaksîyona tevgera gelê kurd bi awaki din xwe nîsan dide. Daxwaza serxwebûnê an jî, qedera xwe bi destê xwe tayinkirin hatîye jibîrkirin. Diyare dewlet çiqasî sîyaseta xwe li dijî gelê kurd dijdîne, helwesta li dijî wê, ji dêlva dijwartir bibe, mixabin sistir dibe û vê helwesta bûyera ”ji çel gurî daket xus xusê” tîne bîra mirov. Ji ber ku xurtbîna tendensên wek: divê hiwîyeta kurdî bê naskirin; ev hêzar sale gelên Tirk û kurd ”bihevre dijîn” û nabe ji hev cida bin; pirsa kurdî pirsa dewletê a hindûrî ye; pirsa kurdî ji pêsketina dewletê re astenge; pirsa kurdî tenê ji teref hêzên derve -bi alîkarîya Emerîka, û dewletên Yekîtîya Ewrupî - kare çareserbibe û h.w. encamên tirsê û bê hevîtî yê ne.Bîr û bawerîyên wisa dibin sedemên ku mirov bûyerên xwe ên tarîxî nerast binirxîne.
Lê divê mirov jibîr nekin ku tarîx mirêka dema derbasbûyî ye û ders ji bo dema pêse. Lêbelê kurd di tarîyê de li ”mirêka” xwe dinêrin. Ji bo wê jî dema xwe yî derbasbûyî di ronayîyê de, di tarîyê de dibînîn û di vê tarîbûnê de hewl didin pirsa xwe nasbikin û alternatvên çareser kirinê biafirînin.
Nimuna herî berbiçav, ji teref hin ”zana” û siyasetmedarên kurdan nerxandina 75 salîya peymana Lozanê û encamên wê ne. Wek tê zanîn, heta Lozanê kurd li Tirkiyê ji teref raya kurdî û tirkî de wek milletekî dihate qebûlkirin. Li gor ”soza” kemalîstan, mafê kurdan ê netewî jî ew ê wek ê milletekî bihata qebûlkirin. Derheqê vê mijarê de, di destpêka peymanê de axaftinên mebusê kurd ê meclîsa Tirkiyê Hisên Ewnî gelek balkês e. Hesên Ewnî di axaftina xwe a di meclîsê de dibêje ku ”ev welata welatê kurdan û tirkan e. Ji vê kursîyê tenê du millet xwe dî yê heqê axaftinênin: milletên kurd û tirk”. (Bedir-khan K.A. La Question kurde. Paris, 1959. M.A.Hasretyan. Kurdî Turtsîî... 1990. r. 47.) Lêbelê peymana Lozanê pirsa kurdî bi temamî red kir û ji bona parastina mafên kurdan tu biryar negirt. Hin mirov hewl didin Xala peymanê a 39an aktuel bikin. Vê xala herçiqas bi awakî gistî hatîye nivîsandin lê ew ji bona parastina mafên grubên etnîk ên nemisilman - ermenî, yahudî û rûm - hatibû hazirkirin. Her çi hikmet e, van mirovana berê milletê kurd dadixin sewîya grubek etnîk-mînorîtet û li ser wî esasî propagandayê dikin, xwedêgiravî kurd jî divê karibin li gor xala 39an a peymanê mafên xwe bi kar bibînin.
Ji bona ku mirov di derheqê bûyera Lozanê, xwe dî helwestek rast be, divê rews û helwesta kurdan a dema Lozanê bi awakî zanistî û objektîf bê nerxandin. Ehemîyeta aktuelkirina Lozanê dibe ji bo propagandayê hebe. Lêbelê bi sertê ku wê Kurdistan perçe kirîye û hemû mafên milletê kurd têk. Ji bo ders stendinê: Bîryarên vê peymanê, bi gelê kurd da fêmkirin ku divê ew pirsa xwe bi destê xwe çareser bike û ji bo wê helwest bistîne. Herwiha, ew têgîhand ku bi tirka rê wek hev (wek du bira) û bi hev re jiyan ne mimkun e, ji ber ku tirk bi xwe hebûna kurdan înkar kirin û heta niha dikin û hemû mafên wan ji dest wan derxistin. Ve siyaseta tirkan bû sedemê ku rêberên kurdan (bi nerxê ku jiyana xwe li ser kirin) dest bi tekosîna ji bo na Kurdistanek ser bi xwe bikin.
Hêvîdarim, biderengî be jî têgîhistin, helwest û tekosîna rêberên kurdan ê dema pistî Lozanê ji cîlên nû re mirêk be.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Afganistan’da Solun Yok Edilmesi Hastalıklı Bir Toplum Yarattı
Vijay Prashad
Afganistan’da Solun Yok Edilmesi Hastalıklı Bir Toplum Yarattı
Afgan Komünist Anahita Ratebzad, solun kesilip atılmasının barışçıl ve müreffeh bir Afganistan için gerekli kaynaklardan yoksun bir toplum yarattığını söylüyor. Ülkeyi sol yönettiği zaman kadınlar öğre...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1119)


Sovyetler Birliğinin Kürdlere Karşı Resmi Tavrına İlişkin Önemli Bir Belge
Aso Zagrosi
Şunu da  bilmek  gerekiyor,  Kürdler  içinde  değil, Azeriler  içinde  güvenilir ve  bize  sadık  şahsiyetleri bulmak gerekiyor.  Bundan  dolayı  hemen  K&u...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1164)


CIBRANLI HALİT BEYİN ERZURUM’A YERLERŞMESİ
Abdulbari Han
Halit bey, Erzurum’a yerleştikten sonra yaptığı ilk iş, daha önce Varto’da çerçevesini çizdiği ‘AZADİ’ örgütünü kurmak olur. Her ne kadar bazı kaynaklar 1920 veya 1922 yıllarını iş...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1108)


Newşirwan Mustafa ve Kürdistan Başkanlığı Meselesi
Aso Zagrosi
Newşirwan Mustafa’nın Kürdistan Başkanlığı ve görevleri meselesinde bugün ileri sürdüğü düşünceler yeni değil, eski düşünceleridir… O Kürdistan’da geniş yetkilere sahip bir baş...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1725)


MEHMET EMİN ÖZDEN'İN ÖYKÜSÜ
Ahmet Zeki Okçuoğlu
İddiaya göre Dr. Şivan ve diğer iki arkadaşımız Sait Elçi ve diğer iki kişiyi öldürmüşlerdi. Bunun bir komplo olduğu sonradan ortaya çıkacaktı.  TC devleti ve müttefikleri, hazırlık yaptığımız direniş hare...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2225)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1902)


LİDERLER TOPLUMA GÜVEN VERMELİDİR
Abdulbari Han
Bilinen bir gerçektir ki Hamidiye Alayları sultan Abdulhamit’in 1892 yılında Kürt ağa ve beylerin çocuklarını İstanbul’daki aşiret mektebinde eğitmeye başlaması ve bunların içinde başarılı olanları askeri okul ve...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2859)


   «   [1]  2  3  4  5  6  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media