Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (335)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (612)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (692)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (932)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1050)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1097)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2880)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
21
Li Tirkiyê her ku meseleya çareserkirina “pirsgireka kurd” bê axaftin bi xwe re mijara perwerdeya bi zimanê zikmakî tîne. Ji şertên greva birçîbûnê heta xalên qanûna bingehîn a Tirkîyê ev mijara kûr û girîng tê axaftin. Ne tenê di warê polîtîk de, di her warî de divê li ser wê bê sekinandin. Perwerdeya bi zimanê zikmakî an jî bi taybetî perwerdeya bi kurdî bo me çi îfade dike hewce ye ku em zelal bikin.
Di Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî de çend xalên girîng di derheq zimên de hene. Lê dewleta Tirkiyê tevî ku di qanûna bingehîn de bi xala 42emîn ji bilî Tirkî bi tu zimanî perwerdeyê qebûl nake ev peyman bi astengiya xalên 17, 19, 20emîn îmze kiri ye. Bi vî awayî zarokên ku li bakûrê Kurdistanê perwerdeyê dibînin ji vî mafê xwe bêpar dimînin û nêzikî sed sal e asîmîlasyonek tund didome. Ji aliyekî din wek referansek klasîk em vê peymanê didin ber xwe lê ev peymana ku bêhtir ji bo kêmnetewan hatiye amadekirin ji bo netewek ku di navbera çar dewletan de parçe bûye çiqas referansek xurt e, nizanim.
Li dinyayê –piraniya welatên Ewrûpayê- çend zimanan wek zimanê fermî qebûl dikin; li gor wê jî perwerdeya pirzimanî pêk tînin. Lê tiştê ku ji rewşa kurdî û Kurdistanê cûda ye ev e: Zimanên ku li van welatan tên qebûlkirin yên netewên azad û welatên serbixwe ne. Piraniya wan ji Îngilîzî, Almanî, Îspanyolkî, Fransî hwd. pêk tên û bêyî tirsa “dabeşbûna welêt” li ba hev tên qebûlkirin. Xwestina perwerdeya bi kurdî ji aliyek jî li dij dagirkirina Kurdistanê ye. Em bi vî awayî lê binêrin ji vê pirsgirekê, pirsgirekên din derdikevin holê.
Ji bo zarokên kurd destpêkirina dibistanê travmayek mezin e. Jidayikbûna xwe heta wê çaxê bi zimanê dayika xwe dijîn, dû re jiyana wan serûbino dibe û êdî bi zimanekî biyanî dijîn. Bi wî zimanî “hebûna xwe qûrbanê netewek din dikin” ji bo ku ji wê netewê ne “kêfxweş dibin” û hêdî hêdî ev ziman ji mejiyê wan nifûzî hemû hebûna wan dike. 
Di dibistana seretayî de zarokên kurd hem bi zimanekî din perwerde dibn hem jî hebûna netew û zimanê wan tê înkarkirin. Mamosteyên ku ji aliyê dewletê ve li bakûrê Kurdistanê tên wezîfedarkirin, erka xwe tînin cih; bi êrişên fîzyolojîk û psîkolojîk zarokan bêşexsiyet dihêlin. Bi lêdanan, heqaret û piçûkxistinan wan ber bi medeniyetê ve dikşînin(!) Bi hînkirina tirkî re çanda tirkan jî tê empozekirin, ji her alî de modelên tirkî tên hînkirin. Zarokên ku cil û berg, ziman, malbat û li hemû jiyana xwe û yên ku li dibistanan dibînin didin ber hev piçûkxistinek kûr hîs dikin. Yên ku hîn dibin bi tevahî modelên herî îdeal in û dema bi jiyana wan re tê muqeyesekirin encama ku derdikeve holê ji bo wan felaket e. Nikarin li dibistanan behsa malbata xwe , cil û bergên xwe, lîstokên xwe bikin. Travma ev hîsa xwe piçûkdîtinê bixwe ye. Ev li bakûrê welêt dibe sebebê nexweşiyên psîkolojîk.
Piştî hînbûna ziman di astên din de îcar pirsgireka naveroka dersan derdikeve. Di mufredatê de dersên netewî cih digirin. Wek nimûne: Di dersa tarîxê de ji destpêka tarîxa tirkan heta îro bi fehma dîroka pragmatîst behsa dîrokê dikin. Di erdnîgariyê de bakûrê Kurdistanê li gor sînorên “misak-ı milli” perçeyek ji Tirkiyê tê hesibandin û metîngerî bi awayekî berbiçav tê dîtin. Di wêjeyê de ji çaxên kevnar heta niha wêjeya Tirk tê qalkirin… Herî dawî xwendekarên kurd di azmûnên zaningehan de di bin heman şertan de mecbûr in ku bi ser kevin. 
Çareseriya pirsgirekekî ewqas kûr wê ne hêsan be. Sîstema perwerdeya her welatî li gor berjewendiyên wî tê amadekirin. Berî her tiştî eger kurd li ser axa xwe xwedanstatû nebin ev pirsgirek ji kokê ve wê çareser nebe. Kurd di nav “sînorên Tirkiyê” de ne kêmnetewek in û her çiqas min bi giranî behsa bakûrê welêt kiribe jî ev pirsgireka hemû Kurdistanê ye. Tenê li parçeyekî çareserkirina vê meselê ne mimkun e. Perwerdeya netewekî belkî ji bo wê netewê karê herî girîng e. Bi qasî girîngiya xwe zehmet e jî. 
Em di nav “sînorên Tirkiyê de” perwerdeya zimanê kurdî naxwazin li ser axa Kurdistanê perwerdeya “bi” zimanê kurdî dixwazin. Xwestina perwerdeya bi kurdî nayê wateya ku di nav sîstema perwerdeya Tirk de her tişt wek xwe bimîne tenê ziman bibe kurdî. Eger naveroka wan dersan bi kurdayetiyê tije nebin tu wateya zimanê dersan namîne. Eger em dîroka Tirkan bi kurdî hîn bibin wê kêrî çi bike? An em ê wêjeya tirkan bi kurdî bixwînin? 
Divê em di serî de armanca xwe zelal bikin. Çareserkirina vê pirsgirekê bi demokratîzekirina Tirkiyê re eleqedar nîn e. Gavên ku ji vê aliyê bên avêtin şaş in. Xwestina perwerdeya zimanê zikmakî bêbingeh û bêhişmendiyeke zelal cidî nîn e. Statûyek me hebe û em bi rêxistinên xwe karibin mufredata xwe amade bikin ez bawer im wê çareseriya herî baş ev be. Ev çend sal in ku em di bin êşên gelek dijwar de ne, dermankirina birînên me wê ne ewqas hêsan be. Ji ber vê yekê riya xurtbûna me ji azadiya me derbas dibe. 
Kubra Hîwa-Amed




Posted in: Kurdi

Comments

Şeyhmus Özzengin
# Şeyhmus Özzengin
Tuesday, January 21, 2014 7:55 PM
Ez Zarokek Kurd im li Kolanên Ewrûpa!

20 Çilê 2014, 13:48

Foto Dîlan Özzengin



Kurdino, hûn dizanin we çi bi serê me kir!

Em bi hezaran zarokên Kurd li kolanên Ewrûpa ji dayîk bûn. Di malbatên qaşo Kurd de mezin bûn û mezin dibin..

Piraniyên van malbatên me; -bi qasî ku ji ber Tirkan reviyabûn jî- dev ji zimanê tirkan bernedan û di nava malbatê de zimanê tirkan wek zimanê meyî zikmakî bikar anîn..Digotin "em Kurdin, ji Kurdistan in" lê bi tirkî ev digotin..Em jî di nav vê gengeşiyê de mezin bûn..Dema ku me dest bi dibistanê kir, hevalên me jî dipirsîn "hûn ji kîjan netewî ne?"

Me digot "em Kurdin û zimanê me Kurdiye, welatê me Kurdistan"e. Ku li ziman dipirsîn me digot "em bi Kurdî nizanin".

Henekê xwe bi me dikirin û digotin "de here lê/lo hûn tirkin"!

Em fedîkirî derdiketin û carek din ku em mahatabî pirsik wusa dibûn, me bi tirs digot "em Kurd"in..



Hinek malbatan jî di malên xwe de tirkî qedexe kiribûn û bi Kurdî zarokên xwe mezin kirin û mezin dikin..Di nava malbatê de lihevhatiyek xweş hebû. Em bi Kurdî dipeyivîn, me bi Kurdî dilîst, li çîrokên bi Kurdî guhdarî dikir. Bi çîrokên Kurdî, bi stranên Kurdî em radizan..Pir xweş bû. Her tiş li gor dilê me bû..Em Kurd bûn û her tiştên me bi Kurdû bûn.

Ala meyî rengîn li odeyên meyî razanê dalqandî bû û em bi rûhekî netewa xwe mezin dibûn..



Lê roja em derketin kolanan û me bi zarokan re dan stendin çêkir..Derdorên me Elman bûn, Îngilîz, Îsweçî, Holandî, Dênîmarkî, Fransiz û wyd. bûn.

Li zarokxanan em bi zimanê van welatan dipeyivîn..û pir zû em hînî zimanan bûn..Lê em di hesreta zarokekî ji hemwelatiyên xwe bûn ku bi wan re bi Kurdî bipeyivin, bilîzin û li stranan guhdarî bikin!

..

Mixabin gişan bi tirkî wek bilbilan dişiqîyan û yekî ji wan bi Kurdî nizanîbûn..Ji ber wê jî, ew bi zarokên tirkan re dibûn heval û em tenê diman..

Vê babetê jî dilê me diêşand..Digotin "em Kurdin" lê bi Kurdî nizanî bûn"!



Em mezin bûn, me xwest ku em herin welatê xwe bibînin. Bi zarokên welatê xwe re bilîzin. Bi Kurdî hînî lîstikên zarokên hemwelatiyên xwe bibin.

Roja ku em li belafirê suwar bûn û li Stenbolê daketin, polîsên tirkan ji me pirsîn; "hûn diçin ku?" Malbatên me em tembih kiribûn ku em nebêjin "diçin Kurdistan"! Lê dema ku bi tirkî bi me re peyivîn û me got " em bi tirkî nizanin, em Kurdin"(!) bi awirên xerab li me nêrîn!..

Cara yekem ji ber ku me bi tirkî nizanî bû, em wek sucdar di bin awirên polîsên tirkan de man..

Em li bajarên Kurdistan daketin û li wan bajaran bi hesreta ku bi zarokên Kurdan re bi Kurdî bipeyivin û bilîzin, me lotik li xwe dan..



Wey xwelî li serê me be Kurdino!...

Li bajar û bajarokên Kurdistan jî hemû zarok disa bi tirkî dipeyivîn û me jî melûl melûl li nav çavên wan dinêrî..Li ber xwe didan ku çend peyvên tirkî bi me bidin zanîn ji bona ku em bi wan re bi tirkî bipeyivin..

Lê hînbûna Kurdî nedihat bîra wan..

Em polî poşman ji welatê xwe vegeriyan!

Ez niha ji we Kurdan dipirsim:



Em kîne û em ji Ku ne?



0.01.2014 , Şeyhmus Özzengin

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Kürdistan’ın ve Kürt Partilerinin Dostları ve Düşmanları!
Dursun Ali Küçük
Kürdistan’ın ve Kürt Partilerinin Dostları ve Düşmanları!
Bunlarda genellikle Kürdistan’ın arka cephesi “dostlar” dan oluşur. Kürdistan dört parçaya ayrıldığı ve parçalandığı için her sömürgeci devlet veya bunlara yakın düşen bölge de...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (491)


Kandile Operasyon Ne zaman?-
Dursun Ali Küçük
İlahide çatışma ve iç savaş denilirse, biz birbirimizle uğraşırken, boşa kan dökmeye devam edip iyice bataklığa girersek, bir bakarsınız TC, İran, Irak, Suriye Kürdler karşı anlaşmışlardır. Bu kez TC ve İran desteklediklerini ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (367)


Genaral Said'ın Flaş Dıskındeki Askeri Dersler!
Sait ÇÜRÜKKAYA
Genaral Said'ın Flaş Dıskındeki Askeri Dersler!
Yıldırım savaşı, (Almanca Blitzkrieg, okunuşu → Blitskriig) II. Dünya Savaşı'nda Almanların savaş doktrinidir. Doktrinin amacı hızlı ve ani saldırılarla, düşmanın düzenli bir savunma kurmasını engelleyip sonra da hızlı bir şekilde...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (631)


El Bab Hüsranından Rakka Hayaline
Mustafa PEKÖZ
Rusya’nın belirlediği sınırlar içerisinde hareket eden Türk ordusu ve Radikal İslamcı Güçler, El Bab’dan çekilecek ve bölgeyi Esad askeri güçlerine teslim edecektir. Bu bakımdan Türk as...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (391)


süpekulesyonlara yanıtımdır
M. Selim Çürükkaya
 süpekulesyonlara yanıtımdır
Kardeşim, Kürtler'in değerini ancak yaşamını yitirdikten sonra kavradığı rütbesiz bir Genaraldi.  Çekimde olan Fin devlet televizyonunun kamerasının önünde patlama oldu. Her şey ayan beyandır.  Kardeşim mayınlar...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (920)


“İmralı Süreci”
Sait ÇÜRÜKKAYA
“İmralı Süreci”
. Dağdayken tüm olayları  ayrıntılı değerlendirebilecek kapasitemiz ve olanağımız yoktu. Şimdi ayrıldık diye tekrar subjektif bir değerlendirme  yapmanın yanlış olacağı düşüncesindeyim. Objektif olarak örneğin ben, Kongr...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1145)


Kürd Gençliğinin Rol Modeli Dr Süleyman
Yusuf Ziya Döger
Kürdler onun hayatını dikkate almalı ve oradan millet olmanın sırrını çözmelidir. O gelecek nesillerin rol modeli olacak bir yaşam ortaya koydu. Şehadeti makbul ve yolu Kürd gençleri için rol olmalıdır. Ç&uu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (595)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media