Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (793)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (953)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1060)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1332)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1304)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1296)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3229)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
02

   Kurmancîya Akademîk

     “Ez dixwazim fêrî Kurmancîya Akademîk bibim”. Van salên dawîn ez li gelek cî bi vê gotinê re rûbirû dibim. Keç û xortên me bi kelecaneke Kurdewar di nav hev de nîqaş dikin û ji bo ku hînî “Kurmancîya akademik” bibin li çareserîyan digerin, dixwazin herin kursên ziman, dezgehên vî karî daxwaz dikin. Ez beşdarî civîneke 6-7 xortan bûm û ji min alîkarî daxwaz kirin, min got, “Ez bi Kurmancî zanim, lê bi ‘Kurmancîya akademîk’ nizanim”; bawer nekirin! Yekî ku bi Kurmancî gotarên sîyasî bide, bi Kurmancî binivîsîne çawa bi “Kurmancîya akademik” nizane! Ez lê rast nehatime ku ji xêndî me tu kes ji dêvla ku fêrbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe ji xwe re bike armanc, fêrbûna “zimanê akademîk” ji xwe re dike armanc. Ya balkêş ew e ku yên ku fêrbûna “zimanê akademîk” ji xwe re dikin armanc kesên azadîxwaz, wekhevîxwaz û serxwebûnxwaz in. Jê ne haydar in ku mirov fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibe, mirov dikane mijarên “akademîk” jî bi zimanê xwe bixwîne, binvîsîne û gengeşîyan bi zimanê xwe bidomî ne.

     Hevalên ku pirtûka “ray-raman û bîranîn” xwendin û em li hev rast hatin, berî ku li ser pirtûkê nirxandinekê bikin an pirseke din bikin, yekser ji min pirsîn: Tirkîya vê pirtûkê wê kengî derkeve? Piştî ku fahm kirin ku di rojeva min de Tirkîya pirtûkê tuneye, geh bi xemgînî geh bi rexnegirî ev helwesta min şaş dîtin. Di nav van hevalan de yên ku bi salan e ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê têdikoşin jî hebûn.


     Bi ya min ev her du helwest anormal in, lê haya xwedîyan ji anormalîya ku tê de ne tuneye. Di binê vê helwestê de derûnîya xwebiçûkdîtina neteweyî heye. Ev fahm xwe disipêre vê argumenta dagirker: “Kurmancî têra ragihandina rojane dike, mirov dikane bi Kurmancî li hal-ehwalê hevdu bipirse, lê têra asta “akademîk” nake. Belavbûna vî fahmî di nav xwendayên Kurdan de dahindurandina dagirkerîyê ye û ji bo me welatperweran sedema fikaran e.

 


     Gelek terîfên dagirkerîyê hene, lê bi ya min li gora encamên wê, dagirkerî û bi taybetî dagirkerîya Sîstema Serwerîya Tirkan a Jenosîdal ev e ku di hindurê civata dagirkirî de normalan anormal û anormalan jî normal dike. Ji bo ku kanibin civata dagirkirî bi rê ve bibin û rasteqînîya welat û neteweyê wan ji holê rakin, divê berê normên wan xera bikin, ji holê rakin û yên xwe li ser wan ferz dikin. Wek encamên biserketina SST, bilêvkirina navê welêt, daxwaza serxwebûna Kurdistanê, bi Kurmancî nivîsîna pirtûkên “akademîk”, di civînên sîyasî de daxwaza serekekirina Kurmancî û hwd anormal xwîya dike, lê ya rastî ev gişt normal, xwezayî û însanî nin. Berovacî vê yekê, normal tê dîtin ku ji dêvla binavkirina welêt peyvên wek “herêm”, “erdnîgarî”, “rojhilat” bên bikaranîn; di bin dirûşmên “aştî, biratî, demokratî”yê de daxwaza “Yekîtîya Tirkîyê” bê kirin; ji bo rewşenbîrên Kurd nivîsîna bi Tirkî bê dozkirin; komcivînên welatperwerên Kurdan bi zimanê Tirkî bên lidarxistin û hwd. Evên ku normal tên dîtin, ne tenê anormal in, her weha kanin bibin mijara nîqaşa xiyanetê jî.

     Welatperwerî, neteweperwerî ji alîkî de jî daxwaza normalîzasyona civatê ye. Ji bo welatekî perçekirî, normalîzasyon di yekparekirina wî de ye. Ji bo neteweyekî ku ji alîyê hêzên bîyanî ên dagirker ve tê birêvebirin, normalîzasyon di xwebirêvebirin û dewletbûyina wî neteweyî de ye.


Hêvîdar im ku israra Kurmancî wek perçeyekî helwesta normalîzasyonê bê dîtin.

          Navê wan ‘telebe’ bû

     Serdemeke germ, tund, romanesk bû. Navê wan “telebe” bû, li her derekê xwîya dibûn, lê li tu deran bi cî nedibûn. Di destpêkê de qirnê berî wan her temî li wan dikirin, netebitîbûna wan wek kelecaneke xortanîyê didîtin. Dilgerm, wêrek, fîdakar, xwedî xeyal û îdeal bûn. Ji wan dihat hezkirin û mezinên wan ji bo wan xem dixwar. Heyf bûn ev xortên delal û xwende. Şêx Seîd, Îhsan Nûrî, Seyîd Riza, Qadî Mihemed, Mele Mistefa berî wan serî hildabûn û têk çûbûn, îhtîmala biserketina wan pir kêm û ya têkçûna wan zêde bû, ji lew re li hewldanên wan tenişta kêfxweşîyê mijara xemê jî bû.


     Van telebeyên me di zikê 3-4 salan de ev bêhêvîtîya piştî bêdengîya 30 salan şikandin. Êdî ne tenê ji wan dihat hezkirin, rêz jî li wan dihat girtin. Bi tevlêbûna çend kadroyên berî xwe di demeke kurt de Bakûrê Kurdistanê serobino kirin, îklîma sîyasî guherandin, zor dan tevna civatê û zor dan hedê xwe jî. Bi hicûmên sîstemê yên îdeolojîk, sîyasî û leşkerî re rû bi rû man. Li hember van hicûman bê parastin û bê amadekarî bûn. Ketin, rabûn; kuştin, hatin kuştin; rexneyên bêînsaf li wan hatin girtin. Mixabin destana wan hîna nehatiye nivîsandin.


     Yek ji wan teleban bûm û ev ji bo min anuha jî cîyê kêfxweşî, şanazî û serbilindîyê ye. Bi destpelînkê û tenê bi xurtîya dil, ji bo fetihkirin û guherandina cîhanê bi rê ketin, gelekî xweş û hêjayî pesinandinê ye. Bi dirûşma “Kurdistaneke Serbixwe, Yekgirtî û Sosyalist” têkoşan; bêyî ku mirov li bejn û bal û temenê xwe binere, çi qasî helwesteke afirîner e. Bi ya min îro ya ji me re herî pêwîst ev helwest e.Di beşa yekem a vê pirtûka li ber destên we de em li ser wê serdemê peyivîn. Mixabin çarçoveya hevpeyvînê nehişt ku ez heqê wê serdemê û wan lehengan baş bidim. Ev kurtenivîsa li jêr ji bo wan e:

     “‘Û gelek mirovên ku di nîvê rê de ketin û li erdê man wê xwe rasteqîn (realîze) nekin û neyên bibîranîn.’ T. Eagleton.

Ez fikirîm ku yên ku vê yekê baştirîn fahm bikin em in. Em hejmara kesên di nav tevgera me ya azadîyê ya sedsalan de wendabûyî nizanin. Lê rastîyeke misoger heye ku hejmara tevaya wendayîyên me ji nifûsa gelek dewletên li dinyê bêtir e. Ev yek ji bo me hem xemgînî hem jî şermezarî ye. Hebûna dewletên ku bi hejmara hemwelatîyên wan kêmî tevaya wendayîyên me ne xemgînîyê dixe dilên me. Her weha li gel ku me ji hejmara hemwelatîyên wan dewletan bêtir mirov wenda kirine, dîsa jî em nikanin bibin dewlet; ev rasteqînî jî me bi fedî û şermê dixe.


     Di vê hevoka T. Eagleton de xaleke din a ku min dixe nav ramanan jî ketîyên me ne. Divê em ketîyan jî tesnîf bikin. Bi min weha xuya dibe ku em kanin di çar beşan de kom bikin:
     1- Yên ku ketin û man: Ew wendayîyên me yên vî şerê demdirêj in. Serbilindîya me ne. Ew kes in ku di şerê me yê bicîhkirina xeyalên me yên hevpar de, bêyî ku xwe realîze (rasteqîn) bikin, ketine û ranebûne. Peyva, “Jibîrkirin îxanet e” herî pir ji bo wan rast e. Ew kes in ku bîranînên wan rêberên têkoşîna me, xwîna wan a sor lampeyên ser rêka me ne.
     2- Yên ku ketin û ranebûn: Ew kes in ku ketin ji xwe re kirin derfet û fersend. Ew jîrek in ku kanin krîzan veguherînin derfetan. Dibêjin ku krîz ji ‘rizq’a Erebî, ji dema biryardayinê ya Grekî tê. Weha tê fahmkirin ku wek demeke derfetê ya şopandina rizqê xwe, li ketinê nêrîne û biryar dane ku berepaşî hêla ku jê hatine biçin. Ew di sektorên avakarî, tûrîzm, medya, sîyaset, reklam û hwd de di pozîsyonên pir bi bandor û rayedar de ne. Ji wan hejmareke ne kêm jî nikanîbûne krîzê wek derfet bi kar bînin û bi erdê re kaş bûne, şerpeze bûne. Heke em tenê bibêjin ku ev hevrêyên me yên berê êdî ne ji me ne, ev têrê nake, divê em her weha lê zêde bikin ku ew li dijî me ne jî.


     3- Yên ku ketin û nikanîbûn rabûna: Di nav lepên awayekî anarşîzma organan de ne. Dilên wan jî, mejîyên wan jî dibin qadên şerekî navxweyî. Heman şer di navbera dil û mejîyên wan de jî pêk tê. Car caran hemû wêrekîya xwe dicivînin û hewl didin ku rabin jî. Lê belê dema ku li pêyan bin jî, xwêlî ketinê ne. Sehên wan î rastê (aqliselîm) zêde pêşde ketine, lê yên çepê zêde xeritî ne. Tevlihevîyeke di navbera hêrs û xemgînîyê de didin mirov. Ne destê me lê digere ku em navên wan li deftera wendayîyan binivîsin, ne jî li deftera bergsor qeyd bikin.


     4- Yên ketin û rabûn: Difikirin ku egîd li cîhê ku dikeve radibe, tenê nafikirin, weha dilivin jî. Ew hîn di dema ketinê de bala xwe li rabûnê kom dikin. Tercîh dikin ku li ser lingan bimirin, da ku li ser çongan kaş nebin. Gotina yên ku ketin û rabûn jî ji bo van ne rast e, ew zîz dibin, diguherin û bê monetan, bi berdewamî şer dikin. Ew mirov dixin dîlameyeke weha ku yan ji wan hez bike yan ji wan nefret bike. Rûyê me sipî dikin.
     Ez vê hevoka Terry Eagleton a ku nîvê şevê ez hestyar kirim, li dawîyê jî didim û bi we re parve dikim, çima? Ez jî nizanim.


     ‘Û gelek mirovên ku di nîvê rê de bikevin û bimînin, wê xwe rasteqîn (realîze) nekin û neyên bibîranîn’...”

              Li Kurdîstanê şerê çekdar û PKK

     Li Kurdistanê derûnî û fahmê civakî her dem ji şerê çekdar re vekirî maye. Bi sedem ku di kûraya dîrokê de Kurdistan her qada şer bûye, çi şerên bîyanîyan, çi şerên Kurdan ê li dijî bîyanîyan û dagirkeran û çi şerên navxweyî ev derûnî li ser lingan hiştiye. Her çend li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê navbir hebe jî, di tevgera azadîyê de şerê çekdar her li kar maye. Li Bakurê Kurdistanê destpêkirina şerê çekdar a piştî navbirek dirêj (1938-1984) fenomenek girîng e û pêwîst e bi cidîyet û berpirsî bê nirxandin. Serdema 1984-1993 ji ber vê yekê di dîroka nêzîk a Kurdistanê de xwedî cîyekî taybet e. Bi amadekarîyeke sivik û bi îmkanên kêm dest pê bû. Di dewreke wisa de deng veda ku êrîşên SST gîhaştibûn asta herî dijwar, rê li texrîbatên pir mezin vedikir û ji nuh de bêdengîyeke mayînde ji xwe re dikir armanc. Ji ber vê yekê jî bi tevayî wek şerekî demkî (miweqet) hat nirxandin. Di eslê xwe de, wan salan di hindur tevgera azadîxwaz a Bakurê Kurdistanê de tu kes û tevger ne li dijî şerê çekdar bû, berovacî wê herkesî pêdivî û pêwîstî bi şerê çekdar didît. Bi hezaran wendakirîyên bênav ê vê serdemê hene û mixabin destana wan jî hîna bi rêk û pêk nehatiye nivîsandin. Destana wan lehengan ji alîkî de di bin sîya serokê wan de dimîne; ji ber ku ji alîyê PKKê ve dîrokek yek kesî û yek rengî tê nivîsandin, lehengîya wan pakrewanan di tarîyê de dimîne. Ji alîyê din ve di damezirandina PKK de hebûna destê dewletê, di nav kesên li derveyî PKKê de gûmanek neheq dide ser destana wê serdemê û wan lehengan.


     Hegemonê vê serdemê PKK ye. Mijara beşê duda ya vê hevpeyvînê jî PKK ye. PKK fenomenek komplîke ye. Di çarçoveya hevpeyvînê de me hewl da ku bi awayekî nuh di hindurê çend perîyodan de PKK binirxînin. Li ser PKK li gel an li hember bi sedan pirtûk bi hezaran nirxandin hene. Ev pirtûk îdia nake ku bi vê hevpeyvînê PKK bi her awayî nirxandiye, tenê ji bo nirxandinê terz û teknîkek nuh hatiye ceribandin û bi hêvî ye ku di nîqaş û nirxandinên li ser vê mijarê de asoya xwendevanan firehtir bike...

          ‘Açilima Tirkan’ û Tevkurd

     Em di zaroktîya xwe de xort, di xortanîya xwe de zilam bûn û dewama wê tunebû. Amadekarîya me ji bo mirinê xurt ji bo jîyanê lawaz bû. Dinya wek ku em difikirîn nezîvirî. Berovacî xewn û xeyalên me heta li dijî wan zîvirî. Fahmê malxwêtîyê dûrî me bû, lê em malxwê bûn, em bi heşê xwe profesyonel di jîyana xwe de karker, karmend an tiştine din bûn. Di projeksîyona me de navserebûn tunebû, lê me berê xwe dabû pîrtîyê. Xeyal û îdealên me berê me dida jîyanekê, ji alîyê din jîyanê berê xwe dabû me. Mejî û dilê me bûbû qada şerekî dijwar. Şer hem di hindurê mejî û dil de, hem jî di navbera mejî û dil de li kar bû. Serdema 1990-2000 di vî şerê hindurîn de bi ketin û rabûn, carinan rawestan, wek beştê ku bi zor bê binavkirin, li derekê binav bibe jî, jê wê de dîsa bi ser avê keve, derbas bû.

     Normal dîtina anormalîyan di sala 2005an de bi banga serokwezîrê Tirkan gîha asteke bilind. Piştî 20 salên şerekî tund, Serokwezîr got, “Li Tirkiyê pirsgirêka Kurd heye”. Ev bang ji alîyê wan kadroyên ku bi dehan sal in digotin, “Kurdistana serbixwe û yekgirtî” ve hat pesinandin û ji bo wan bû cîyê hêvîdarîyê. Beşa sêyem a vê pirtûkê li ser TEVKURDê ye û destpêka wê pêvajoyê ev anormalî ye. SST di bin dirûşma “Aştî û biratîyê” de derîyekî nuh ê teslîmîyetê vekiribû û di nav têkoşerên westîyayî û nivrawestîyayî de rêwîyên vi derî gelek bûn ( di sala 2013an de pêvajoya İmrali berdewama 2005an e, tenê li gora dem û konjonkturê hatiye rojanekirin). Rojeva civîna 2005an a li Anqerê ya veşirî piştgirîya ‘açılım’a Serokwezîrê Tirkan bû, lê hîna nav ne ‘açılım’ bû. Piştî gengeşî û pevçûnên tund, rojeva veşirî hat têkbirin û hindikayîya beşdaran berê civînê da Kurdistanê. Bi navê Grûpa Xebatê civîna 2005an a li Dîyarbekir berovacî civîna Enqerê, li dijî SST meydanxwendinek bû. Pêvajoya TEVKURDê di pirtûkê de hatiye nirxandin, li vir dixwazim du tiştan bêjim:


     1- Tirk dibêjin, “Di şer de, çewtîya ku li cîhê civandin û amadekarîyên leşkeran tê kirin, di seranserî şerê enîyê de dom dike”. Di destpêka TEVKURDê de ev anormalîya li jor hat tesbîtkirin û kompozisyona kadroyên damezirîner ên westîyayî û nîvrawestîyayî ji bo TÊVKURDê qelsîya bingehîn bû.


     2- Di destpêka avakirina TEVKURDê de min got, ”Bername, rê û konsepta TEVKURDê ku navenda wê yekîtîya neteweyî bû rast e, ger em bi ser nekevin, nayê wateya şaşbûna rêça me, ew ê bê wateya bêkêrbûna me”. Nuha jî wisa difikirim û qebûl dikim ku di biserneketina TEVKURDê de para bêkêrîya min jî heye. Rêça ku em ketibûnê rast bû, berpirsîya têkçûnê divê ji rêwîyan re bê nivîsandin.

          Formata vê pirtûkê ne normal e

     Pirtûka ku cilda wê ya duyan li ber destê we ye jî bi formata xwe ne normal e. Bi formata xwe wek hevpeyvînek çemkî (nehir roportaj) ye. Lê ev awayê hevpeyvînan bêtir li ser mijareke taybet e. Di ya me de, hema hema mijarên ku em li ser nepeyivîn nemane. Avantaj û dezavantajên vê formatê hene. Bi ya min ev format bi giranî ji bo xwendevanan avantaj û ji bo Axêver dezavantaj e. Xwendevan dikane di jîyana Axêver de şikilgirtin, avabûn û guherînên ray, raman û helwestên wî wek pêvajoyeke xwezayî bişopîne, binirxîne, rexne bike. Axêver tazî û bêparastin e. Bê amadekarî ruqalî pirsên di spektrûmeke berfireh de bûye. Di heşê wî de çi hebe ew daxistiye ser kasetan û dûre ser kaxezan. Ev dikane ji wêrekîyê wêdetir wek quretî jî bê dîtin û ku xwendevan wisa bibînin ne neheq in jî. Hêvîya Axêver ew e ku xwendevan pirsgirêkên ku ji formatê sadir dibin, bidin alîkî û esasên ray, raman û helwestên axêver bidin ber rexneyên bêînsaf.


     Di hevpeyvînê de bûye mijara axaftinê û min gotiye, “Îmamê Henêfî esilkurd e. Kekê Şefîk Pêşeng li ser Înternetê ji min pirsî ka çavkanîyên vê tesbîta te çi ne? A rastî li ser Îmamê Henêfî lêkolîneke min a taybet tuneye û çavkanîyên min meleyên medresan ên Kurd û oldarên welatperwer bûn. Min jî wisa bersîv da kekê Şefîk, dûre bi lêkolineke kurt ez nuha gîham qen’etekê ku esilkurdbûna wî îhtîmaleke qels e û îhtîmala ku esilê wî Ecem be xurttir e.


Li ser eşîrên Kurdistanê xwedîyê hin analîzên taybet im û ji wan bi bawer im. Bingheha van analîzan xwendin û fikirîn û çavdêrîyên min ên dûr û dirêj in. Lê belê ji ber ku hevpeyvîn e, ew analîz bê çavkanî, jêgir û referans hatiye ber xwendevanan. Bi ya min di vir de tu pirsgirêk tuneye. Di wê beşê de li ser eşîrên Dêrikê jî em peyivîn, lê ev ne mijareke sereke ye û tenê li ser çend eşîrên navenda Dêrikê hin çavdêrî hatine notkirin. Mijara eşîrên berhevkirî bi numûneya çend eşîrên navendê hatiye şîrovekirin. Kurd neteweyekî qedîm ê axa xwe ye. Heta sedsala 20an jî li Kurdistanê Kurd asimile nebûne û berovacî vê yekê, hindikayîyên ne Kurd ên wek Ereb, Tirk, Tirkmen, Cihûd di pêvajoyeke xwezayî de Kurdîfîze bûne. Ev analîz ji alîyekî ve jî li ser îhtîmala ku hin malbatên Dêrikî esil-Tirk an esil-Cihûd bin, sekinîye. Wek ku hatiye binavkirin, ev tenê îhtîmal e û ji bo lêkolînerên nifşê li pê me danîna işaretekê ye. Kurdbûn an Kurdistanîbûna van malbatan li derveyî nîqaşan e û qet nebe bi qasî malbatên din Kurd û Kurdistanî ne û ev yek jî bi zelalî hatiye dîyarkirin. Wek heqaret şîrovekirina van işaretan çi bi nezanî çi bi qestî cîyê xemgînîyê ye.


     Tiştên wisa muhtemel e ku bêtir jî hebin. Lê wek ku di pêşgotina cilda ewil de jî min nivîsîbû, min nexwest tama axaftinê ji hevpeyvînê biçe û wek helwestek ehlaqî di hevpeyvînê de çawa hatibe gotin, di teksta li ber destên we de jî min wisa hişt.

          Sipasdarî

     Muhammed Gozutok, Can gulşenoglu, Fehîm İşik û Fewzî namli li ser cilda yekem nirxandin û rexneyên xwe nivîsandin, sipasdar im ji van hêjayan re. Piştî weşandina cilda duyem hêvîdar im ku bi rexne û nirxandinên nuh di nav me de gengeşîyeke navxweyî vebe. Serdar Roşan jî bi navê “Fuad Onen û Nasyonalîzma Kurd” meqaleyek nivîsî û bal kişand ser “nasyonalîzm”a min. Ev ji nirxandina pirtûkê bêtir rexneyeke ideolojîk e. Bi ya min di nav rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurdan de nasyonalbûn û nasyonalîzm, ango netewetî û neteweperwerî têkilhev dibin. Li dijî fahmê Tirkîyetîyê israr û hewldana xurtkirina fahmê Kurdistanî helwestek neteweyî ye û ez xwedîyê vê helwestê me. Lê ez vê helwestê perçekî fahmê xwe yê komunîzan dibînim. Sîyaseta komunîzan li Kurdistanê bi hedefa Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî watedar dibînim. Balkêş e ev helwest hem ji alîyê “Çepên Tirk” hem ji alîyê neteweperwerên Kurd wek neteweperwerî tê rexnekirin. Alîyek dibêje ku tu bi vê helwesta xwe ji komunîzmê dûr ketiye, alîyê din dibêje bi vê helwesta xwe tu ne komunîst, lê neteweperwer î, ango tu ji me yî. Mijar hêjayî nîqaşê ye û heke derfetê bibînim ez ê li ser vê mijarê binivîsim.


     Verşandina kasetan û derbaskirina ser kaxezan karekî zehmet e; sebir, xurtayî û jêhatîbûnê dixwaze. Mamoste Evdirehman vê carê ev kar bi tena serê xwe kir û bû nivîskarê vê cildê, sipasdar im. Mamoste Şemsedîn bi helwest, têbînî û temîyên xwe muharîqê vê hevpeyvînê ye, sipasdar im.


     Mamoste Baran vê carê barê redaksîyonê hilda ser xwe, ez ji tengasîyekê xelas kirim sipasdar im. Her çiqas hinek peyvik û awayên me yên nivîsê di bêjinga wî re derbas nebûbin jî, bi gelemperî têgîn, uslûb û awayê hevpeyvîna me hatine parastin.
     Hevalên min ên ezîz Seydxan, Fewzî, Baran û Metîn vê carê jî bi pêşxwendinên xwe yên hêja û bi temîyên xwe yên giranbiha gelek şaşî û kêmasîyên min berî ku bigihêje xwendevanan sererast kirin, sipasdar im.


     Li Mêrdîn, Dîyarbekir û Îzmîrê hevalan ji bo belavkirina cilda yekem xwe westandin, ji tevan re sipasdar im.

Her ku tevdigerim deyndarîya min zêde dibe, mixabin.

Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Durum, 1975’in ‘Aşbetal’inden Beter
Fehîm Işik
Peki, uzlaştıkları Irak ordusu Haşdi Şabi ile birlikte ne yapıyor? Kerkük’e asılan Kürdistan bayraklarını indirerek ayaklar altına alıyor. Kerkük İl Meclisi’nin toplantı salonlarına İranlı dini liderlerin posterlerini ası...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5)


‘Suçlu sensin!..’
Ahmet Kahraman
Şimdi, Amerika’yı suçlamak kolay. Ancak, başlarına gelecekleri, çok önceden anlatmaya çalışmış, hatta Türklerin yüklediği petrol tankerine de el koymuş, ama uyandıramamışlardı, onları. Sonunda olan olmuş, &uu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (18)


Kerkük dersi
Hejarê Şamil
Kerkük, yüzyıllar boyunca düşmanlarımızın ve yabancı sömürgecilerin idaresinde bulunan bir Kürdistan kentidir. Son altı ayda Kürd idaresi altındaydı. Bu altı aylık gurura, umuda darbe vurulduğu doğrudur. Oysaki y&uu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (19)


Kürtlerin kazanımlarına yazık oldu
Ahmet Kahraman
Kürt düşmanları Araplar, Acem ve Türkler, anında bir ve beraber oldular. "Kardeş” dedikleri Kürtlerin canı olan kazanımlarını ellerinden almak için çember oluşturup ortak manevralara başladılar. Türklerin...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (26)


Kurmaysızlık Hezimeti-Kerkük
Hüseyın Turhallı
Buna göre mesela Dr. Süleyman Pêşmerge güçlerinin komutanı olsaydı kesinlikle şunları yapardı. Pêşmerge güçlerinin elinde tuttuğu sınır hattından başlayarak bütün geçiş hatlarını mayın v...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (26)


Savaşın ve Diplomasinin İlk Raundunu Kürdistan Kazandı
Dursun Ali Küçük
Haşdi Şabi Kürtler için yeni İŞİD’dir. Kürtler koalisyon ile birlikte özellikle kara savaşında İŞİD’i ve bütün türevlerini, dolayısyla TC’yi yendiler. Kerkük yeni koşulların Kabane’s...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (24)


Kürtler hala düşünüyor!..
Ahmet Kahraman
Ulusalcı generalleri tutuklayıp hapisle “terbiye" ettiler. Sonra “aldanmışız" diyerek, onları duvarlar arasından çıkarıp öptüler. Ardından ittifak kurdular. İttifakı adliye, medya gücü ve polisle takviye ederek,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (24)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media