Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (849)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1012)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1107)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1379)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1333)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1323)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3280)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
02

Bavê Nazê: “Em nikarin behsa Romana Kurdî bikin!”

Welatperwer / Hevpeyvîn – Romanûsê navdar Bavê Nazê ku herî dawî “Dara Pelweşiyayî” derxist, diyar kir ku hêj mirov nikare behsa “romana î” bike.
Bavê Nazê, destnîşan kir ku heta pirengiya qehreman di romanê de tunebe, dê romaneke serketfî çênebe û got destnîşan kir ku di romanên heyî de leheng ne serkeftî ne.
Romanûsê Bavê Nazê ku li Mêrdînê hate dinyayê û neçar ma koçî gelek bajar û welatên biyanî bike, piştî bi dehan salan cara ewil ji bo Fûara Pirtûkan a TUYAP’ê hate Diyarbekirê. Em li ser “romana î” û berhemên wî, bi Bavê Nazê re axivîn.
Di romanê de hizir pir girîng e. Li gorî te di romanê de hizir çi ye?
Hizir bawerî ye, hêvî ye, zanîn e, xwenasîn e. Ev hemû rastîbûyîneke weke jiyanê ye ji bo pirsê. Eger leheng derbasî cengek hizrê bibe, beriya ku derbasî hestê bibe, em ê bibînin ku hemû jiyana wî ya îdeolojîk, civakî, ayînî hemû dide ber xwe.
Xwendevan û romanûs gelek caran bi awayên cuda nêzî lehengan dibin. Tu vê yekê Çawa dinirxînî?
Her tim dema axaftin tê ser romanê, ji romanivîs tê xwestin ku bi her awayî dûrî destdirêjiya qehremanê xwe be. Çawa tê xwestin divê ew gavê xwe bavêje. Erê leheng ji aşopa nivîser e lê ewqas jî li derveyî nivîser e.
Naveroka romanê ji kîjan hêmanan pêk tê?
Divê hizreke veşartî, nepenî û kûrbûnek hebe. Di eynî katê de pêwîst e ku ji wê hizrê, ji wê nehîniyê problemek, arîşeyek hebe. Di eynî wextê de helwesta nivîser ku li hemberî vê arîşeyê çêdibe divê hebe. Lê dîsa li vir mercek heye, ew arîşeya ku li vê derê di hundirê naverokê de peyda dibe, divê hîç mudahale nebe. Helwesta ku hebe û tunebe ji xwe bi xwe re aloziyekî tîne. Li vir pirî caran mixabin nivîserên me dema derbasî babetê dibin, du tiştan ji hev dernaxin.
Tu bi awayeke gelemperî romana î çawa dibînî?
Nêrîna min a ji bo romana î pir hişk e. Romana î weke têgehek, weke berhemeke edebî mixabin tune ye. Ez dişêm bêjim ku çend berhemên bi navê romanê di edeba î de hene lê mixabin negihiştine ew asta ku tê xwestin.
Gelo çi bandor li te kir ku tu romanê binivîsî?
Her nivîserek di laboratuara xwe de riyeke wî/wê ya taybet heye. Diya min di şeş saliya xwe de sêwî ma. Di zaroktiyê de, tim me li çîroka diya xwe guhdar dikir. Dema dibû êvar me digot dayê çîroka xwe ji me re bibêje. Çîroka wê gelek bi êş bû, bi tirs bû. Her ku em diêşiyan û em ditirsiyan jî, her me jê dixwest ku çîroka xwe bêje. Wê ji wê êşê çîroka xwe digot. Di pêşerojê de dema ez mezin bûm, dema diya me nexweş diket ji me re digot “Kengê tu dê bibî doktor û tê min rihet bikî?”. Min digot na dayê, ez ê bibim nivîser û ez ê li ser jiyana te binivîsim. Bi saya çîroka diya xwe, min gava pêşîn a nivîseriyê avêt.
Dikarî hinekî behsa çîroka nivîsandina pirtûka xwe ya “Çiyayê Bi Xwînê Avdayî” bikî?
Romana min a pêşîn bû. Qet ne di hişê min de bû ku ez romaneke wiha binivîsim. Em xwendekarên zanîngehê bûn. Min li paş xwe nihêrî, êvar bû. Gêncek, xortek, di zarokatiya min de, her tim li gund, li ber dîwar rûdinişt, li ber mirinê bû. Ji me re dihate gotin vî xortî hez ji keçekî kiriye, keç jî dane kurê apê wê û ji bo vê evînê nexweş ketiye. Wê çaxê ji vê nexweşiyê re digotin nexweşiya giran. Encama wê çi nêzik çi zû mirin bû. Ev gênc beriya ku bimire, xwestiye bi keça ku hez jê kiriye re bibîne û piştre bimire. Ew keçika ku mêr kiribû, diçe ba gênc. Wî gêncî jê re gotiye “ez ê di nêzik de bimirim, heke kurê pêşî ji te re çêû, navê min li kurê xwe bike.”
Ev çîrok bû egera vê yekê ku pirtûka xwe li ser çîrokeke evînî binivîsim. Keçik û kur ji du malbatên cuda bûn, dijminê hev bûn. Lê ji hev hez dikirin. Dema min li ser van nivîsand û min ji hevalên xwe re xwend, hevalên min gotin “Tu çi ji me dixwazî? Ma tu tiştekî nû tê de heye?”. Di jiyana me ya rojane de keç û xort hev direvînin. Heke dixwazî tiştekî bi me bidî, tiştekî nû bide. Ew îşareta ku wî hevalî got, di min de çirûskek çêkir û min mijar bi awayeke din hunand.
Di wê romana te de leheng ji çiya tê bajarê bi navê D. Ew tîpa D ku te weke bajêr nîşan daye gelo Diyarbekir e?
Belê bajarê Diyarbekir ango bajarê Amedê ye. Bajarê Amedê tevî ku min nedîtibû jî min wisa nivîsand. Ji ber ku nediwêrîm navê Diyarbekir binivîsim, min ew bajar bi tîpa D îşaret kir. Piştî demekê ku kitêb hate weşandin, yekekî Diyarbekir pirsyar kir, got “Bavê Nazê! Te Diyarbekir dîtiye?”. Min got na, min heta niha nedîtiye. Got “ew cihê ku te îşaret pê kiriye, bi rastî li Diyarbekirê heye. Te çawa ev tişt kiriye?” Min jê re got, ev rastiya jiyanê ye.
Hûn lehengên xwe yên romanê çawa diafirînin?
Bêguman ev pirseke gelekî cidî ye ji bo romanê. Beriya her tiştî merc e ku hîç çênabe qehreman amadekirî derbasî romanê bibe. Çawa mirovên pirî caran bê vîze diçin Ewropayê û penaberiya siyasî dixwazin, ew jî didin wan, qehreman çênabe bêyî vîze derbasî berhema edebî bibe. Eger qehreman di prosesa pêşketina rûdanan de guhertin pê re çênebe, bizanibe ku ew qehreman çawa zarokekî ku ji dayika xwe mirî çêbibe, ew jî mirî derbasî hundirê romanê dibe. Ji ber vê yekê jî qehreman ji bo ku jiyana xwe zindî be, pêwîst e, bi her awayî, bi hest û hizra nivîser bê ceribandin, têkel bibe. Her wiha jî bi her awayî têkeve cengê, bi rewş û şiyanên xwe. Ew rewş û şiyanên qehreman ên ne li gorî hev, dihêle ku ew têkeve dijberiyê. Tu bixwazî û nexwazî jî bi vê dijberiyê dê milmilanî û nakokî çêbibe.
Divê milmilanî û nakokiyê de ev qehreman an dê têkçûyî derkeve û yan jî dê bi ser bikeve. Eger ji vê milmilaniyê têkçûyî derket û xwe wenda nekir, ev dişibe nîşaneya mezinahiyê. Eger serkeftin derket û dîsa xwe wenda nekir, dîsa dibe nîşaneya mezinahiya wî. Ji ber vê yekê jî merc e. Ev qehreman divê weke rastiya jiyanê be û weke her awayî jî rojane be, di wan rûdanên ku çêdibe de bê guhertin. Heke neyê guhertin, ev tê wê maneyê ku qehremanekî mirî ye.
Cudabûna alfabeyan di nava an de arîşeyeke çawa derdixe?
Sitûnên zimanê edebî alfabe ye, rêziman e û ferheng e. Ji bo ku em bikaribin bi zimanekî têbigihin û îhtiyaciya me bi tercûman nebe, merc e ku ferhenga î yek be. Ferhenga î yek be, dê bibe egera wê yekê ku -însan li ku dibe bila bibe – dê bikaribe bixwîne. Mirov têbigihin jî tênegihijin jî dê bixwînin. Ji ber vê yekê jî eger em bixwazin di pêşerojê de em bikaribin bê alîkariya tercûman ji hev fêm bikin, têbigihin, merc e ku alfabeya me û ferhenga me bibin yek. Di heman katê de jî pêwîst e ku çend zimanên me yên edebî hebe. Yanî kêmanî divê çar zimanên edebî yên î hebe. Zimanê fermî eger yek be, ev pêşerojê hikûm dike.
Hûn di romana î de pirengiya lehengan çawa dinirxînin? Serkeftî ne yan na?
Romana î nîn e ku heta pirengiya lehengan jî hebe. Dema ku bibe pirengî, ew sifetên qehremanî dê tê de peyda bibin. Qehremanên di romanên î de dema derbasî romanê dibin hema mirov dikare bêje nîv mirî ye. Û tu carî pirengiya xwe nestandiye. Eger pirengî bi çend axaftinan be, ez wê qebûl nakim. Ew romanên ku heta niha min xwendine, tevî ku hindek elementên romanê tê de peyda dibin, pirî caran di warê hunandinê de, avakirinê de, di warê pêgirêdana peykerê romanê, ew sîstema bûyeran, eger sedî bîst û pênc serkeftî be, ez dikarim bêjim bila pirengiya romana î be. Lê mixabin ew tişt nîn e.
BAVÊ NAZÊ / PORTRE
Di sala 1946′an de li gundê Kiçûka ya Nisêbîna Mêrdînê hate dinyayê. Di 1957′an de derbasî Sûriyeyê bû û di 1969′an de jî derbasî Sovyetê bû. Bavê Nazê ku di 1980′an de li Zanîngeha Moskowê doktoraya xwe kir, di 1981′an de careke din berê xwe da Sûriyeyê. Lê Bavê Nazê di 1983′an de careke din neçar ma vegere Sovyetê. Di 1985′an de derbasî Swêdê bû û di 1988′an de careke din vegeriya Sovyetê û dest bi rojnamevaniyê kir. Ew li Sovyetê di rojnameyên Armanc, Berbang û istan Pres de xebitî. Di navbera 1995-99′an de li Moskowê rojnameya Axîna Welat derxist. Di 2001′ê de bi zimanê rûsî rojnameya bi navê istan derxist. Di 2003′an de derbasî Herêma Federal a istanê bû û li Zanîngeha Duhokê dest bi dayîna dersên edebiyatê kir. Ew hê jî li Koleja Zaxoyê ya bi ser Duhokê dersên teoriya edebiyat û olojiyê dide. Bavê nazê heta niha ev berhem weşandine:
“Çiyayê bi xwînê avdayî”, “Hêsr û Baran”, “Stokholmê Te Çi Dîtiye Bêje”, “Govenda li Ber Mirinê”, “Miriyê Heram” û “Dara Pelweşiyayî”.
Maşallah Dekak / AKnews
http://www.welatperwer.com

Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Ordular, katil taburları değildir
Ahmet Kahraman
Evrenin güçleri, birinci ve İkinci Dünya savaşlarında insanlığa karşı işlenen suçlar vahşetinin dehşetinden sonra, Cenevre‘de bir araya gelip savaşların kaide ve kuralarına ilişkin hukuku düzenlediler. Hukukun teme...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6)


Bizimkiler saygıyla terk etmeyi, saygıyla istifaya gönderilmeyi dahi bilmiyorlar.
Hejarê Şamil
“Barzani peşmergenin başına geçti, bekleyin, iyi şeyler olacak” gibisinden yazılar, yorumlar ucuz propaganda ve kendini tatmin etmeden öte bir anlam taşımamaktadır. O tiren geçti, gitti. Peşmergeliye geri dönen Say...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5)


Bir zamanlar Güney Kürdistan vardı
Ahmet Kahraman
Sanki halk, onlar babadan oğula geçen saltanat kursunlar diye savaşmıştı!.. Sonra gördük. Ülkenin askeri tepeleri ve ekonomisinin teslim edildiği Türk devletinin organizasyonu ile Kürt düşmanları, 16 Ekim’d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (37)


Barzani ve İstifa
Hejarê Şamil
Mesud Barzani, 17 Ekimde her şeyi (binlerce şehadeti, tc, iran bankalarindaki milyardların dönemsel kaybını vs. vb.) göze alarak Referandumu, Halkın iradesini savunma savaşının kararını vermeli, bu savaşın öncüllüğün&uum...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (58)


Güneyin ‘iyi Kürt’leri…
Ahmet Kahraman
Öfke deliliğin anlık hali ise eğer, Türk devleti kesintisiz delilik krizleri geçiriyordu. Başbakan Erdoğan en başta, bütün sözcüleri, günde bir kaç kere kırmızı çizgilerimiz diye haykırıp tehdit...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (52)


Abadi ve Erdoğan’ı Güldüren Zayıflık
Fehîm Işik
KYB’den Pavel Talabani’yi, Ala Talabani’yi, Lahor Şêx Cengi’yi eleştiriyoruz. Peki, peşmergelerin neredeyse yüzde 90’ı çekilip Kerkük’ü, Şengal’i Haşdi Şabi’ye teslim etmesin...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (75)


Bağımsızlık Referandumu Olmasaydı...
Hejarê Şamil
Yürütülen dava milli bir davadır partiler arası veya partiler davası değil ki…  Zayıf koşullarda diyalog önerisi yapmak, yenilginin dolaylı itirafıdır. Barzani yenildi. Yenilgi ihanet değildir. Yenilgi yenilgidir sade...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (44)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media