Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (849)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1012)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1107)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1379)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1333)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1323)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3280)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
17

Aqilê mirov ji kîsê xelkê be, ji peyatiyê xerabtir e. Mirov bê ku bizanibe dibe peyayê xelkê

Pirsgirêka neteweyî pirsgirêka temama mirovên wê neteweyê ya xaka wê dagir bûye ye. Siruşt, ekolojî û hemû tiştên li ser wê ji vê pirsgirêkê heta radeyek mezin muteesîr dibin. Dema welatek ji teref hêzekê, neteweyekê, anjî dewleteke begane bê dagirkirin û ji teref vê hêzê pêşketina welat û neteweya li ser vê xakê dijî, di hemû warên jiyanê de (siyasî-rêxistînî, civakî, aborî, kulturî-manewî ûhw.) bi darê zorê tê rawestandin, dewlemendiya wê tê talan kirin; Ango, hêza dakirker neteweya welatê wê bindest bûye, mecbûrî koletiyê dike. Ji ber van sedemana pirsgirêka neteweyî dibe fakteke di têkilîyên di nav hêza dagirker û netewa bindest de. Têkiliyek werê, ya bi darê zorê û li ser esasê îşgalê hatiye avakirin, dibe sedemê bingehîn ê nakokîya di navbera dewleta dagirker û netewa mahkûmî di bin nîrê dagirkerîyê de bijî. Mirov dikare hebûna pirsgirêkek werê ya di halê atil de, wek potansiyel nakokî (konflikt) binav bike.
Di têkîliyên dewletên dagirker û netewa kurd de tarîfa li jor hatiye kirin, têra rastiya rewşa netewa kurd nake. Rewş aloztir e. Jiber ku li gel tarîfa li jor her weha hebûna kurd û Kurdistanê hatiye înkar kirin. Ango welat û netewe bi tixûbên siyasî hatiye perçekirin û bi yasa û bîryarên siyasî hatiye bêstatu kirin. Qetlîemek sistematik (însan, aborî, neteweyî, kultur-ziman, siruşt û ekoljiya Kurdistanê) ya li ser demê hatiye raxistin, tê meşandin. Ango siyaseta netewa kurd bi hemû faktorên wê yên neteweyî ji ortê bê rakirin tê meşandin. Lewra divê tarîfek kurdan a pirsgirêka neteweyî di vê çerçovêyede îfade dike hebe.
Li welatên pirsgirêka neteweyî mewcûd e, bi xebata rêxistînî ya tevgera neteweyî û bi kok girtin û reh berdana şiûra neteweyî di civakê de; helwest û çalakiyên li dijî sîstema dagirkeriyê dikare pirsgirêka neteweyî ya atil aktuel bike û ji bo çareserîyê têxe rojeva têkîliyên navneteweyî. Her weha bi rexmê li welatê dagirbûyî tevgereke neteweyî xurt tunebe jî, faktorê derve, ango dewlet an hêzên di wê herêmê de xwedî berjewendî û nifûz bi piştgîrî û mudaxeleyên siyasî-leşkerî dikarin tevgera neteweyî aktîf bikin. ji bo dewleta dagirker bê hêz bikin, nifûza xwe li wê herêmê fireh bikin, dikarin pirsgirêka neteweyî bi rexmê dewleta dagirker, ji bo çareseriyê di rojeva têkîliyên navneteweyî xin.
Ji despêka salê 1800î dê heta dema me, li Kurdistanê dem demî pirsgirêka neteweyî bi serhildan û çalakiyên rêxistinên neteweyî aktuel bûye. Lê jiber mudaxeleyên hêza dagirker û hevpeymanên wan yên navneteweyî, pirsgirêk di leyhî netewa kurd de çareser nebûye (rewşa başûrê Kurdistanê ya dema me îstîsnayek e) û hertim hatiye şikandin. Lê gelê kurd ji têkçûnê re serî dananiye û li hemû perçeyên Kurdistanê heta dema me tekoşîna xwe ya ji bo mafê neteweyî berdewam kiriye.
Li bakurê Kurdistanê ji salên 1960î heta destpêka salên 1990î rêxistinên sîyasî-neteweyî xebata xwe di çerçova birêxistinkirina gelê kurd û çalakiyên siyasî û kulturî yên şiûra neteweyî pêşde dixe, meşandin. Tarîfên xwe li ser zemîna nirx û îdealên neteweyî û mafê çarenûsa netewa kurd îfade kirin.
Ji destpêka salên 1990î û vir de tevgera neteweyî jiber gelek sedeman, çi ji ber yên rêxistinî û çi jî ji ber mudaxeleyên dewletê û guhertinên li dinyê û herêmê rû dan, roj bi roj lawaz bû; atomîze bû; hat li asteyek marjînal rawestiya. Ango pirsgirêka neteweyî bi mudaxeleyên dewleta dagirker û şikestina tevgera neteweyî ya birêxistinî, vegeriya rewşa nakokiyek atil-potansiyel. Wek mirovekî felc ê li dijî rûdanên neyînî, nikaribe xwe biparêze.
Guhertinên li dinyê û li herêmê di destpêka salê 1990î de rû dan, têkçûna sîstema sosyalîst, şerê Irakê û Emerikayê û bi taybetî destkeftiyên kurdên başûrê Kurdistanê, rê lê vekir dewleta tirk siyaset û tarîfên xwe yên ji bo kurdên bakur û tevaya Kurdistanê diberçav re derbas bike û tedbîrên nuh bistîne. Delîlên siyaseta dewletê ya nuh ev bûn: ji alyekî de bi darê zorê bi hezaran gundên Kurdistanê xera kirin û bi milyonan kurd ji gund û cîh warê wan derxistin. Ango siyaseta guhertina struktura civakî û demografiya Kurdistanê hate meşandin. ji aliyekî din jî, bi qetlîam, tehdît û îşkenceyên sîstematîk, siyaseta tirs û bêdengkirinê li Kurdistanê li ser gelê kurd hate meşandin.
Dewlet bi siyaseta qetlîam, tirs, bêdeng kirin, felc kirina tevgera neteweyî ranewestiya, her weha siyaseta têk birina nirx, îdeal û şiûra neteweyî meşand.
Bingehên siyasî-rêxistînî û îdeolojîk ên vê prosesa ku bi germî tê minaqeşekirin di destpêka salên 1990î de hate danîn. Dewletê bi alîkariya hin hevkarên xwe yên tirk û kurd, zemîn ji vekirina partiyên endam û dengdanên wan kurd, lê naveroka wê tirkiyetî û statuko parastin bû, vekir. Rêxistina wek PKKê û hin kesayetiyên bermayên tevgera kurdî piştgiriya vê prosesê kirin. Partiyên di vê demê de hatin damezirandin, ji alîyekî de hemû potansiyel û enerjiya gelê kurd herikandin nav vê siyasetê û ji alîyê din naveroka hemû nirx û îdealên neteweyî û tarîfa pirsgirêka neteweyî vala kirin û îdeal û tarîfên wek kurd û tirk birayê hev in, enasiri eslî yê Komara Tirkiye ne, nasyonalîzma kemalîst pêşverû ye, ”komara demokratik” ûhw daxistin rojeva me. Her weha li dijî damezirandina rêxistinên neteweyî, û li dijî doza mafê neteweyî kirinê derketin û welatparêzên kurd bi gotinên wek nasyonalizma primitiv îtham kirin.
Bi taybetî PKK, ji aliyekî de bi hezaran gencên kurdan xwedêgiravî ji bo ”serxwebûna” Kurdistanê derxistin serî çiyan û ew didan şehît kirin, ji alyê din de jî bi aktîfî û bi pêşdariya kadroyên xwe yên li bajaran di partiyên kiras kurdî-legal de va prosesa xurt kirin. Bi van tarîf û îdealên koktirkiyetî, kurd hemû angajeyî hilbijartina kirin û ew fêrî hevkariya bi partiyên tirk re kirin. Ango, nixrx îdeal û şiûra statuko parastin û tirkiyeyî bûyinê di mejî û şiûra kurdan de çandin û nirx, îdeal û şiûra neteweyî-kurdî bin pê kirin. Her ku evê prosesa bi kok û şax bû, PKKê jî îdealên ji bo wan bi hezaran gêncên kurd can û malbatên xwe feda kiribûn, bêrumet û bin pê kirin. Bi şîarên wek aşîtî û parastina yekîtiya dewleta Tirkiyê û bi talebên tirkiyetiyê PKK bûye aktorekî aktif, vekirî yê vê prosesê.
Bi awayekî giştî hemû partiyên endam û dengdarên wê kurd in û bi yasayî-legal û eşkerê hatine damezirandin û xebat kirine, niyeta wan çi dibe bila bibe, kêvirên reya vê prosesê pêçandine.
Mirov bi kurtayî dikare bêje, jiber guhertina mêzêna konjuktura siyasî ya dinyê û herêmê yên ji salên destpêka 1990î de rû dane û berdewam dikin, dewleta Tirk mecbûr dike pirsgirêka neteweyî-kurdî ya di halê atil de aktuel bike. Ji bo kontrola di destê wê de ye bi alîkariya rêxistin û hevkarên xwe yên li jor hatine diyar kirin, naverok û îstîqameta pirsgirêkê diguherîn û berê wê ber bi tirkiyebûnê de diherîkîne. Aktuelkirina pirsgirêkê û talep û rêbazên çareseriyê jî di nav van aktoran de, li gor berjewendiyên dewleta Tirk û bi awayekî lihevkirî hatiye qebûl kirin.
Nakokiyên di nava rêxistin û dezgeyên dewletê de rû didin, ji ”çareseriya” pirsgirêkê bêtir, nakokiyên nav xwe, yên ji bo desthilatiyê û paşeroja dewletê ye. Lewra dewlet bi hemû dezge, rêxistin û hêzên leşkerî li ser vê çerçovaya çareserîyê lihev kirine. Li Tirkiyê di helwesta li dijî pirsgirêka neteweyî – kurdî, ji teref hemû partiyên siyasî, dezge û saziyên dewletê lihev kirîye. Kesek ji wan bi serê xwe û bi çi şêweyê dibe bila bibe nikare vê pirsgirêkê aktuel bike û di rojeva gengeşiyên çareserîyê xe.
Pirsgirêk ji teref dewletê de hatiye aktuel kirin û bi têgeyên wek: ”kurd sorunu” ”kurd açilimi” û ”demokratik açilim” tê binav kirin. Hemû van têgeyan çêkirîne; li ser zemînek şayik û di kurdî de bê wate ne. Armanc ji vê tenê ew e: bi van têgeyên koka wan ji derve de hewil didin naverok û wateya pirsgirêka neteweyî vala bikine. ji bo wê hukûmet, dezge û sazîyên fermî û sivil ên dewletê, îdeologên şerê psikolojik, hemû wesiteyên ragîhandinê, partiyên siyasî, leşker ûhw pirsgirêkê di çerçoveya ew dixwazin tarîf dikin û rojê navekî lê dikin. Mirov dikarê vê pirsgirêka aktuel bûye wek pirsgirêka Dewleta Tirk binav bike. Jiber ku di navenda pêşniyar û şêweyên çareserkirina wê de berjewendiyên dewletê û berdewamiya statukoya li ser netewa kurd tê meşandin heye.
Mixabin, rêxistin, masmediya, siyasetmedar û ronakbîrên kurd, ji dêlva li ser sedemêm pirsgirêka neteweyî (îşgal û perçekirina Kurdistanê) rawestin û li ser vî bingehî tarîf, têge, îdeal, nirx û daxwazên neteweyî derxin pêş; ew jî di bin tesîra bombardûmanên dewletê de mane û angajeyî gengeşeyên tarîf û têgeyên vê prosesê bûne.
Mirov hêvî dikir ku rêxistin, siyasetmedar û ronakbîrên kurd jî karîbana vê rojeva dewletê û mijara xistiye navenda guftûgoyan rast bibînin, derz bikin û bi tarîf û nirxandinên xwe yên berjewendiyên netewa kurd diparêzin, ji raya kurdî der heqê van gengeşiyên manipulativ û berovacî kirina pirsgirêkê eşkere kiribana. Lê wer diyar e gelek ji wan bixwe manipule bûne û bûne enstrumenteke melodiya hewil dide pirsgirêka neteweyî ji naverok de bixe.
Wek numûne: Berêz Vildan Tanrikulu û Medenî Marsil di hevpeyvînek bi rojnameya tirk ”Birgun” de, li ser pirsa rojnamevan a ku dipirse: ”Mirov dikare bêje, dewleta Tirkiyê der heqê çareserkirina pirsgirêka kurdî de guhertinên siyasî û stratejîk dike?” Bersîva berêz Vildan û Medenî ev e: Erê mirov dikare bêje guhertinek siyasî û stratejîk dibe.” (Kurdinfo. 8-9-2009)
Sedemek girîng ya rê lê vedike ku rêxistin, siyasetmedar û ronakbîrên kurd manipuleyî vê prosesê bûne, tênegihîştina stratejiya dewletê ya derheqê bakurê Kurdistanê ye. Stratejiya dewletê ev e: Divê Bakurê Kurdistanê di herhalûkarî de di sistema dagirkirîyê û di nav tixûbên siyasî yê Dewleta Tirkiyê de bimîne. Di prosesa sed salan de siyaseta li dijî netewa kurd tê meşandin, çi hişk an jî çi nerm, ne stratejî guhertin e, berovacî ji bo parastina stratejiyê manewrayên siyasî ne. Prosesa di dema me de tê meşandin û ”pirsgirêka” hatiye aktuelkirin, manewrayek siyasî ya parastina vê stratejiyê ye. Heger kurd bê ku teslîmî vê prosesê bibin an jî bê ku bi temamî reda wê bikin, dê karibin pirsgirêkê rast binirxînin û hêlên wê yê erênî û neyinî ji bo netewa kurd çinin bibînin.
Mafê rêxistin, dezge û hemû kesayetên kurd heye der heqê vê prosesê de raya xwe bêje û helwesta xwe diyar bike. Lê mafê hemûyan jî heye der heqê ray û helwestên tên diyarkirin de rexneyên xwe bêjin û divê bêjin. Heger gengeşiyek werê çênebe û kî çi bixwaze û wê bêje, dê karibe rê li agahiyên gemarî, manipulatif û ne di berjewendiyên netewa kurd de veke û bê bersîv bimînin. Ji bo wê divê em ambargoyê daneynin ser rexneyan û divê yên bîr û rayan dibêjin karibin hesabê tiştên gotine bidin û rêzê ji bîr û rayên cûda ên rexnegir re jî bigrin.
Wek numûne: Berêz Cemal Özçelik der heqê ehemiyeta têgeyan dinivîsa: ”Piraya nakokiyan ji aloziya têgeyan rû didin. Têgeyên li ser balansa berê têkçûne.” Divê berêz Cemal çend minak ji wan têgeyan diyarkiriba. Jiber ku ti mînak nedaye, dê spekulasyona nekim. Lê mirovê têgeyên dema buhurî minaqeşe dike, divê wan bi nav jî bike. Her weha tê gotin:”Lê yên karibin şûna wan bigrin tam nehatine pêşxistin”. Lê ji bo yên karibin şûna wan bigrin jî tiştek nehatiye gotin. Di dewamiya nivîse de tê gotin: ”Hinek bi awayekî ortodoks xwe bi têgeyên berê girê didin û hundurê xwe vala dikin”. Divê mirov bipirse: kî ne van hinekan û xwe bi kîjan têgeyan girê didin? Rêxistin, sazî an kesayetî ne? Ew jî ne diyar e. Berêz Cemal bêyî ku minakekê bide îddîayên mezin dike; rêxistin û kesayetiyên kurd bi van îddiayan tawanbar dike û dibêje ”hundurê xwe vala dikin.” Bi van gotinan nasekine û dewam dike û dibêje: ”Divê mirov bizanibe dê ji teref kesekî din bi hin tiştan neyê tawanbar kirin, çi difikire, karibe bêje”. Berêz Cemal bi xwe re di nakokiyê de ye û bêrêztiyê li yên bîr û raya xwe gotine dike û wan bi ”ortodoksi” û ”hundurê xwe valakirin”ê tawanbar dike. (’Demokratik Açılım’ Hakkında Birkaç Tespit. Cemal Özçelik. Kurdinfo. 5-9-2009.
Gava der heqê tiştekî bîrûrayek, helwestek an jî rexneyek tê kirin û divê bê krin, divê xwediyê bîrûrayê, an rexneyê bi barê tiştê dibêje rabe û ji rexneyan re hazir be. Heqê Berêz Cemal tuneye devê raya kurdî gem bike û bêje: ”Divê mirov bizanibe dê ji teref kesekî din bi hin tiştan neyê tawanbar kirin, çi difikire, karibe bêje”. Helwest û rayek werê dê tenê ji gemarîkirina zanîn, têge û şiûra neteweyî re xizmet bike. Her weha dê derfetê bide terefên hewildidin wate û naveroka pirsgirêka neteweyî vala bikin û dejenere bikin. Ji bo wê jî, kî çi dibêje, divê karibe û lazim e xwedî berpirsiyar be û di zanebûna wateya tiştê dibêji de be.
Numûneyek balkêş derheqê têgeya xaka netewa kurd a naveroka wê ji teref berêz Umit Tektaş çawa tê îfadekirin balkêş e. Berêz Tektaş dibêje: ”Nêzî sed sal e ku netewa kurd li ser çar axê dijiye.” (Tevkurd. Nr. 2 2009 r.23) Kurd ji hezar salan û heta vê demê li ser xakek yegirtî dijîn. Heta nuha ti siyasî hêzek (dewlet) an jî teknolojiyek bilind çênebûye, karibe axa neteweyeke ya yekgirtî perçe bike. Gelo berêz Umit Tektaş bi kîjan hêz, zanebûn û hunerê netawa kurd li ser çar xakan bi cîh û war kiriye? Gelo kurd li ser çar giravên di çar deryayên guhertî de dijîn? Ez nizanim çavkaniyên tesbîta berêz Tektaş çinin. Hêvîdar im di diyarkirina merama xwe de, zahmetiyên di warê zimande kişandibe.
Xaka Netewa kurd, ango Kurdistan ji teref dewletên dagirker bi tixûbên siyasî hatiye perçekirin. Ew çawa bi biryarên siyasî hatin danîn û çawa bi deverên mayinkirî, bi hezaran leşker û têlên bi sitirî ûhw tên parastin, rojekê jî dê bi tekoşîna netewa kurd ya ji bo mafê neteweyî van tixûbên siyasî rabin. Xaka netewa kurd çawa berî tixûbên siyasî bên danîn û bi zorê tên parastin yekgirtî bû, dema van tixûban û piştî rakirina wan jî dê her yekgirtî be.
Gengeşiyên li ser pirsgirêka aktuel bala gelek mirovên kurd dikşîne. Der heqê vê mijarê de gelek nivîs hatin nivîsandin. Nivîsa Murad Ciwan a bi navê ”Veqetiyana kurdan ji Tirkiyeyê kar e yan zerar e?” (NETKURD. 06-22.08.2009) bi nav û naveroka xwe bala mirovan dikşîne.
Têkîliyên netewa kurd bi dewletaTirk re ne têkîliyên ticaretî ne, ku mirov li ser mayina bi hevdu re hesabê kar û zerarê bike. Tesbîtek werê, ji serî de naveroka têkîliya dewleta dagirker a bi darê zorê li ser netewa kurd hatiye ferz kirin berovacî dike. Tarîfa vê têkîliyê ev e: Kurdistan ji teref Dewleta Tirk dagir bûye; hemû mafê netewa kurd bin pê bûye; û jiber van têkîliyên ne yeksane, netewa kurd, liberxwedana mayin û nemayinê dide. Her weha ji bo ji dagirkeran, ji rewşa bêrûmet û nemirovane azad be, kêmayî dused sal e ku netewa kurd tekoşîna rizgariya welatê xwe dide. Bedelê ji bo wê hatiye dayin di mantiq û kalkulatura ticaran de hilnayê.
Berêz Murad Ciwan nivîsek dirêj, der heqê ji bo çi divê kurd bi tirkan re bin û bihevre mayina wan dê çiqwasî li qezenca kurdan be, nivîsandye. Ez dê hewil bidim, helwest û fikrên bi gotinên Murad Ciwan di hundurê dunikan (””) de bidim û derheqê wan de şiroveyên xwe bêjim.
Murad Ciwan dibêje: ”Di nav vê Tirkiyeya mezin a bi sê deryayan dorpêçkirî de, herêma herî paşvemayî û îhmalkirî Kurdistana bakur e. Eger kurd veqetin ê wî beşê herî paşvemayî bidestxin û ji wê hebûna muazzem a beşên din ên Tirkiyeyê bêpar bimînin. Ji nişka ve ê Kurdistana veqetiyayî bibe welatekî paşvemayîyê bêparê ji çavkaniyên îndustriyê, ji pêwistiyên jiyanê ên curbecur. Ê bibe welatekî feqîr. Gelo rast e ku meriv pişta xwe bide nîmetên wê qonaxa nuhpeydabûyî, veqete û ber bi asoyeka nediyar ve biçe?”
Van gotinana ji Murad Ciwan bêtir îstîxbaratçî û akademisyenê Tirk Mahîr Kaynak tîne bîra min. Ew jî heman gotina dibêje. Jiber wê dikarim bêjim nerînek werê ne ji rastiya rewşa kurd û Kurdistanê çebûye û ne nerînek kurdî-welatparêz e. Nerînên werê ji derve de hatiye îtxal kirin, nerînek ticarî û komformist e. Nerînek werê pirsgirêkê ne bi berçavkê neteweyî, berovacî bi eşqeke tirkiyebûnê û wê bi kurdan şêrîn kirinê hatiye nivîsandin.
Sedemê feqîr mayina Kurdistanê, encamê siyaseta dagirkeriyê ye. Heta Kurdistan bindest bimîne, dê feqîrî û şûnde mayînî para netewa kurd be. Heger kurd netewabûna xwe red bikin; xaka welatê xwe pêşkêşî dagirkeran bikin; doza desthilatî û mafên neteweyî nekin, jî, dê ” hebûna muazam” her li beşên xwe bimîne.
Ji gotinên Murad Ciwan têdighêm ku, heger kurd bi tirkiyetîyê ne razîbin û redda mafê xwe yên neteweyî nekin, ew dê ”feqîr û şûnde” bimînin û ”ber bi asoyeka nediyar de” biçin. Murad Ciwan, ji kurdên her çar perçeyên Kurdistanê re dibêje divê hun welatekî û neteweyek yekgirtî jibîr bikin û dê li fêda we be, heger hun di bin nîrê dagirkerên xwe de bijîn. ”Belê, baweriya min a îro ew e ku veqetiyana kurdan, ne tenê ji bo kurdên bakur, ji bo kurdên perçeyên din jî zerareka mezin e.”
Murad Ciwan, ji bo tirkan empatiyekê dike (berî demekê kesên wek Naci Kutlay û Aysel Tugluk jî ji bo wan empati kiribûn) û sedemên tirs û endîşeyên tirkan fam dike û dibêje: Di vî warîde berpirsiyariyek e li ser kurdan ku ew bersiva tirs û endîşeya tirkan bidin. Heger kurd dawa veqetandinê bikin, ew dê nikaribin li hemberî tirs û endîşeyên tirkan tiştekî bikin û dê endîşe vegerin rastiyê, ”her alî ê şûrê xwe bikêşe; êdî dimîne li ser wê ku bê Xwedê dide kê.”
Gelo kîjan kurd kare xwe di şûna tirkên zulma li ser netawa kurd dipejirîne xe û wan fêm bike. Mirovê bi hestê li dijî dagirkeriyê û ji bo azadî û rizgariya welatê xwe perwerde bûbe û tekoşîn dabe, dê nikaribe empatiyek werê bike. Tenê mirovê ruh kole yê xweziya xwe bi jiyana dagirkeran tîne û di pencera wan de li kurd û Kurdistanê dinere, dikare heq bide tirs û endîşeyên tirkan. Tenê mirovên werê dikarin baweriyê bidin tirkan, ew dê ji wan re ne xeter bin.
Mirov meraq dike, gelo mirovekî kurd ê xwedî îrade û şiûreke neteweyî, li Kurdistanê an li dervê Kurdistanê dijî, dikare şûrê dewletên dagirker û bi taybetî ya Dewleta tirk, ku ji dema osmanî û sefewîyan de li ser tevaya Kurdistanê kişandiye, li ser serê xwe his neke û nebîne. Gelo bi sedhezaran leşker, polîs, istîxbarat, tank, top, firokeyên herbê, dezge, rêxistin û saziyên dewletê li Kurdistanê çi dikin? Heger ev ne şûrê dewletê yê li ser serê kurdan kişandiye, çiye? Mixabin tirkên tên Kurdistanê vî şûrê kişandî dibînin û aciziya xwe diyar dikin, lê Murad Ciwan wê nabîne û ji kurdan re dibêje heger hûn dawa mafê xwe yê rewa bikin, dê tirk şûrê xwe bikşînin û dê şûrê NATO jî bi yê wan re, li ser serê kurdan bê hejandin. Gelê Kurd, hertim tehdîtên werê ji tirkan bihîstine. Suleyman Demirel, Mumtaz Soysal, Taha Akyol, Awni Ozgurel û yên wek wan gelek in û heroj kurdan tehdît dikin. Gelo fikrên ”dûrbîniya” Murad Ciwan ji kîjan çavkaniyan tên. Hêja ye ew li ser bifikire.
Murad Ciwan ilim, aqlîselîmî û heqîqetên praktiki dide ber pozê kurdan û pêşniyara divê kurdên hemû perçeyên Kurdistanê rêxistinên xwe yên ji bo doza mafê neteweyî fesix bikin û bi program û çalakiyên xwe bibin tirkiyeyî, iraqî, suriyeyî û îranî.
Pêşniyara mîmarê wê Yalçin Kuçuk: yekîtiya şerqê; yê wê di nav raya kurdî de aktuel kir Abdulla Ocalan: federasyona Rojhilata Navîn; Murad Ciwan jî heman tiştî wek fikreke nuh afirandibe, bi navê yekîtiya dewletên dagirker dide ber kurdan.
Gelek numûneya yekîtiyên dewleta çêbûne. Yekîtiya Ewropa (YE) jî yek ji wan e. Ji bo yekîtiyek werê çêbibe, divê subjektên siyasî ango dewletên herêmê berjewendiyên xwe di yekîtiyek werê de bibînin; wê aktuel bikin û ji bo pêk bê, bi dehan salan xebatê bikin. Fantaziya Murad Ciwan ji hemû van faktoran mahrûm e; prosesek werê tuneye û ne di bala dewletên dagirker de ye.
Di rewşek werê de dûrbînî û pêşniyara dê dewletên dagirker yekbin û dê rê ji kurdan re vebe; divê kurd pêşevaniya vê prosesê bikin, tê vê wateyê: kurdno! dawa mafê xwe yên neteweyî nekin. Fikrek werê, di rewşek werê de ne tenê, ne ilmî, ne aqlîselîmî û bi heqîqetên praktiki re lihevnakin, herweha tenê ji têkbirina bîr û bawerî û şiûra neteweyî; binpêkirina nirx û îdealên neteweyî û bêhêz û bêhêvîkirina tevgera neteweyî re xizmetê dike. Ango inkara kurd û Kurdistanê dike. Kokên vê fantaziyê ideologên tirk in û ew hewil didin wê ji devê hin kurdan bi gelê kurd bidin qebûlkirin.
Murad Ciwan perçebûyina netewa kurd û Kurdistanê meşrû dibîne û yekbûna kurdan ne mimkun dike û dibêje: ”… Kurdistaneka ji Tirkiyeyê veqetiyayî dikare li gel dewleta federe ya Kurdistana başûr têkeve nav konflîktan jî. … Di şertekî wiha de Herêma Kurdistanê ê hem nikaribe, hem jî nexwaze ji Iraqê veqete û bê bi Kurdistana veqetiyayî re bibe yek. Her wiha îhtîmaleka gelek piçûk e ku kurdên Herêma Kurdistanê ên 4-5 milyon ên xwedan petroleka devasa, bixwazin vê petrola xwe bi Kurdistaneka veqetiyayî ya neatraktîv, ne ewle ya bi 25-30 milyon nifûs re parvekin.”
Murad Ciwan çîroka ”li ser banekî du mewsiman” tîne bîra mirov. Ji aliyekî de dibêje heger kurdên bakur (ên feqîr) veqetin, dê bi kurdên başûr yên dewlemend re bibin sedemê şer. Lê ji alîyekî dî de jî behsa dewlemendiya bakur dike û dibêje: ”… Hebûn û dewlemendiyên sererdê û binerdê ên Kurdistanê, çandiniya wê, madenên wê, çem, av û enerjiya wê lingekî esasî yê Tirkiyeya îro ye.”
Murad Ciwan hesabê kar û qezencê, ji bo kurd karibin bi hev re bijîn bi awayekî û ji bo kurd bi tirkan re bimîne bi awayekî din dike. Kurdên başûr bi feqîriya bakur tehdît dike, lê tirkan jî bi dewlemendiya bakur teşwîq dike. Hêja ye mirov bipirse: Heger ne fen e, ev çi ben e. Murad Ciwan dizane ew dewlemendiyên li bakur hene, hemû pêwîstiyên hayatî yên kurdên başûr in. Kurdên başûr, ji bo van pêwîstiyên xwe pêk bînin, ji dewletên dagirker re situyê xwe xwar dikin; minet û tehdîtên wan bi bedelên mezin qebûl dikin.
Mirovekî ji siyasetê fêm bike, dê zanibe desthilatî û îdarekirina welatekî, gava dibin tehdîta hêzên dagirker de be, dê ne temen dirêj be û di nava xwe de, dê ne bi îstîqrar be. Mirovên desthilat bin, ewlekariya hêza xwe û ya welatê xwe di bihêzbûn û îstîqrarê de dibînin. Ji bo desthilatdarên kurdan, potansiyela bihêzbûn û ewlekariya wan di yekbûna netewe û welatê wan de ye. Jiber ku Kurdistan bi nufûsa xwe û bi cografya xwe xwedî potansiyelek gelekî mezin e; bi jeostratejik û jeoekonomik ehemiyeta xwe ji bo hemû dewletên mezin herêmeke girîng e. Kurdistanek yekbûyî, dê hemû dengeyên dewletên li herêmê, yên dibin sedemên bêîstîqrariyê, têk bibe. Ew dê biçûk bibin û jeopolitik ehemiyeta wan ya li herêmê kêm bibe.
Dema bakurê Kurdistanê rizgar bibe, dê kurd çavparsekiyê nekin û çavê xwe bera perê petrola kurdên başûr nedin. Ew dê bi berpisiyariya mirovên bilind yên welatê xwe rizgar kirine, ji birayên xwe başûrî re bêjin: birano! va ye me herêma xwe rizgar kir, lê hun xwedî tecrubeyên dehan salan e, we welat îdare kiriye, hêzên leşkerî û îdarî avakiriye, sazî û dezgeyên dewletî danîne, parlamento û hukumeta we heye; fermo hun pêşevaniyê bikin û em bihev re welatê xwe îdare bikin û ava bikin. Hûn û mezinaya xwe; we divê bi zaravayê xwe yê soranî û tîpên xwe yên erebî jî werin. Em dixwazin birûmetî welatê xwe biparêzin û ji bo gelê xwe xizmetê bikin. Gelo kîjan rêvebirê kurd bi petrola dewasa û dewlmendiya li bakur, dê nexwaze li ser cografyek û nufûsek werê mezin desthilat be?
Diyar e Murad Ciwan siruştiya desthilatiya siyasî nizane. Desthilatiya siyasî jî wek ya sermiyandariyê ye; nikare xwe di tixûbên teng de mahkûm bike û li benda îflasa xwe bimîne. Nifûza xwe fireh kirin di siruştiya wê de ye. Ne axayekî kurdan, ne beg û mîrên kurdan bi quncika xwe ya teng razî bûye. Tarîxa Kurdistanê şahidê wê ye. Herweha dewletên mezin û imperyayê hatine damezirandin jî berhemên vê siruştiya sîyasî ne.
Murad ciwan dibêje: ”Eger kurd ji Tirkiyeyê veqetin ew ê ji hemû wan qezenc, destkeftî û nîmetên vî welatê bi potansiyela xwe ya muazem dide … xwe bêpar bihêlin.” (Mahir Kaynak heman tiştan dibêje). Tenê kurdên desthilatiya tirkan qebûl dikin û çavê wan li qezencên li ser talana Kurdistanê hatiye stendin, karin ji fikrek werê re bêje amîn. Mixabin, kurdên werê hertim hebûne û anha jî gelek in.
Murad Ciwan neheqiyê li tarîxa tekoşîna netewa kurd û şêhîdên Kurdistanê dike û dibêje: ”Kurdan ku bi sedan sal e her awe fedekarî kir, êş û azar kişand da bên bigihên rojên minaqeşeyên li ser pirsgirêka kurd û platformeka diyalogê. …” Armanç û hedefên tevgera neteweyî, di programên rêxistinên wan de hene. Gelo mînakek ya rêxistinek neteweyî-kurdî ya kû daxwaza ”minaqeşeya pirsgirêka kurd” û ”platforma diyalogê” kiribe û ji bo wê bi dehan salan mucadele dabe, heye? Lewra armanc û hedefên rêxistinên tevgera neteweyî-kurdî rizgariya Kurdistanê û mafê çarenûsiya netewa kurd bûn.
Di dawîya vê nivîsêde çend gotin jî li ser fikir û helwesta, rewş hatiye guhertin û pêşketina mirovan. Gava guherîn li ser zemîna mirov wek dewama prensip, nirx, norm û idealên mirov pêk bê, bi wate ye û pêşketin e. Lê gava guherîn di prensip, nirx, norm û idalên mirov de li ser zemînek begane guhertî pêk bê, jê re dibêjin cîh guhertin, ne pêşketin.
Mirov ji bo nirxên pîroz sûnd duxin. Sûnda wan jî heta nirxên pîroz bê paraztin derbas dibe. Mixabin, di 20-30 salê taliyê de gelek kesayetiyên demekê ji bo nirxên pîroz sûndek xwaribûn, bi rexmê nirxên pîroz ên ji bo wan sûnd xwaribûn naparêzin, fêm nekirine ku sûnda wan betal bûye. Mirovên ji bo nirxên neteweyî û mafê çarenûsa netewa kurd sûnd xwaribe û ji bo wan tekoşîn dabe, lê îroj li ser navê guhertin, pêşketin û realistbûyinê înkara wan nirxan dikin, sûnda wan jî betal e.
Lîderek an rêvebirekî dînî, netewî an eskerî dikare di şerê ji bo doza xwe de bişkê, ji bo di şerî de şikestiye, dê hevalbendên wî terka wî nekin û ji bo bi serxwe de were, dê piştgiriya wî bikin. Lê, lîder an rêvebirê di şerî de hevalên xwe bihêle û sef biguhere, dê kesek xwedîtiyê lê neke û cîhê çûye ji hemuyan ve diyar e. Lê heger di rewşek werê de, mirov helwesta rêvebirê xwe mahkûm nekin û li pê wî biçin, navê vê helwestê li dijî gelê xwe rawestandin e.
17.09.2009
 

Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Ordular, katil taburları değildir
Ahmet Kahraman
Evrenin güçleri, birinci ve İkinci Dünya savaşlarında insanlığa karşı işlenen suçlar vahşetinin dehşetinden sonra, Cenevre‘de bir araya gelip savaşların kaide ve kuralarına ilişkin hukuku düzenlediler. Hukukun teme...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (6)


Bizimkiler saygıyla terk etmeyi, saygıyla istifaya gönderilmeyi dahi bilmiyorlar.
Hejarê Şamil
“Barzani peşmergenin başına geçti, bekleyin, iyi şeyler olacak” gibisinden yazılar, yorumlar ucuz propaganda ve kendini tatmin etmeden öte bir anlam taşımamaktadır. O tiren geçti, gitti. Peşmergeliye geri dönen Say...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5)


Bir zamanlar Güney Kürdistan vardı
Ahmet Kahraman
Sanki halk, onlar babadan oğula geçen saltanat kursunlar diye savaşmıştı!.. Sonra gördük. Ülkenin askeri tepeleri ve ekonomisinin teslim edildiği Türk devletinin organizasyonu ile Kürt düşmanları, 16 Ekim’d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (37)


Barzani ve İstifa
Hejarê Şamil
Mesud Barzani, 17 Ekimde her şeyi (binlerce şehadeti, tc, iran bankalarindaki milyardların dönemsel kaybını vs. vb.) göze alarak Referandumu, Halkın iradesini savunma savaşının kararını vermeli, bu savaşın öncüllüğün&uum...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (58)


Güneyin ‘iyi Kürt’leri…
Ahmet Kahraman
Öfke deliliğin anlık hali ise eğer, Türk devleti kesintisiz delilik krizleri geçiriyordu. Başbakan Erdoğan en başta, bütün sözcüleri, günde bir kaç kere kırmızı çizgilerimiz diye haykırıp tehdit...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (52)


Abadi ve Erdoğan’ı Güldüren Zayıflık
Fehîm Işik
KYB’den Pavel Talabani’yi, Ala Talabani’yi, Lahor Şêx Cengi’yi eleştiriyoruz. Peki, peşmergelerin neredeyse yüzde 90’ı çekilip Kerkük’ü, Şengal’i Haşdi Şabi’ye teslim etmesin...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (75)


Bağımsızlık Referandumu Olmasaydı...
Hejarê Şamil
Yürütülen dava milli bir davadır partiler arası veya partiler davası değil ki…  Zayıf koşullarda diyalog önerisi yapmak, yenilginin dolaylı itirafıdır. Barzani yenildi. Yenilgi ihanet değildir. Yenilgi yenilgidir sade...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (44)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media