Me îro silavek da gorra hevalekî pir ezîz !
Zinare Xamo
Me îro silavek da gorra hevalekî pir ezîz !
17 sal pir zû derbas bûn.  Mehmet Aslan Kaya 17 sal berê di rojeke wiha da di 51 saliya xwe da ji nişka ve, bêyî ku kesî nerehet bike, bêyî ku haya kesî pê xe wek çirayek&ecir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (455)


Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1676)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1771)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2042)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2333)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1906)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1978)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
10
Her sal roja 9ê nîsanê dema ez û xanim berê xwe didin gorristana Strandkyrkogardenê û diçin ser gorra Aslan xem û kovanek mezin digre ser dilê min. Dikevim derya xem û xeyalan. Ez û xanim bi rê da qala rojên borî, ji hev ra qala serpêhatiyên bûne xewn dikin.

Îro dîsa ew roj bû û ez û xanim li gorristana Strandkyrkogarden bûn û wek her sal dîsa bûn mîvanê hevalekî li ber dilê me pir ezîz, em çûn ser gorra Mehmet Aslan Kaya.

17 sal pir zû derbas bûn. 

Mehmet Aslan Kaya 17 sal berê di rojeke wiha da di 51 saliya xwe da ji nişka ve, bêyî ku kesî nerehet bike, bêyî ku haya kesî pê xe wek çirayekê vemirî û çû gerdûneke din.

Mirina wî ne malbata wî tenê, bi sedan, bi hezaran kesên ev kurdê fedekar û canfîdayê kurd û Kurdistanê û alîkarê her kurdê Stockholmê xemgîn kir. 

Mirineke pir zû bû, kesî bawer nedikir Mehmet Aslan Kaya, ev Xocê xizirê her kurdê Stockholmê ewê wiha ji nişka ve xatir ji me bixwesta…. 

Îro rojeke xweş bû, ne berf bû, ne baran bû. Ez û xanim piştî me xurîniya xwe kir em ketin rê. 

Li Gullmarsplan, li taxa me ya berê, ji ser gulfiroşa me ya her sal me nêrgizek xweşik kirî û çûn li otoboza xwe siwar bûn.

Bi rê da me qala rojên borî û sohbeta bi Aslan ra kir. 

Me qala hin gotin û xusûsîyetên wî kir. 

Me qala fedakariya wî kir. 

Me qala zanîna wî ya kompîtorê kir. 

Me got di warê teknîk û programçêkirinê da zana û alimekî mezin bû, wek şûrekî şamê li pişta hemû kurdan bû.

Lê pir zû ji pişta me çû.


Berî me hin dost û hevalên wî çûbûn ziyareta wî, wan jî gulên xwe danîbûn ser gorra wî. 

Ev 17 sal in tim wiha dibe, yek carê jî li ser gorra wî em rastîê hev nehatine. Tim ew berî me diherin.

Kevirê gorra wî hinekî xwar bûbû, bala me kişand. Lê med est nedayê. Bi wextê ra kevir ji ciyê xwe dileqe.

Gorristan xalî bû, bêyî me jineke din li aliyên din yê gorristanê bû. Û swêdiyekî kûçikê xwe li wan deran digerand.

Îsal xeberên me jê ra birin gelkî ne xweş bûn. 

Min jê ra got pismam, sal bi sal xwezî bi par ! 

Mixabin rewşa kurdan li her çar perçên Kurdistanê jî pir xerab e. Daîş ne bes bû, Îraqê û Tirkiyê jî xwe da ser. Nuha ew jî şerê kurdan dikin. Tirkiye êdî ûkere bi Daîşê û çeteyên din ra êrîşî kurdan dike.



Min jê ra qala îxaneta 16ê cotmeha par kir. 

Min got Îraqê bi alîkariya hin kurdên xayin Kerkûk, Xurmato û gelek derên din dagir kir û bi hezaran kurd dîsa koçber bûne.

Min got kurd hîn bêtifaq in, hîn biaqil nebûne.

Min got Efrîn jî ji dest me çû, Tirkiyê jî Efrîn dagir kir û dixebite gelek derên din jî dagir bike.

Min bi van xeberên xwe yên ne xweş û tahl di gorrê da kul û derdên wî zêde kir.

Xanimê got, Wêranşar li ku gorristana Strandkyrkogardenê li ku? Qederê tu anî bi ku ve derxist ?

Kê bîr dibir jiyana te ewê wiha biqede û emê jî van rojan bibînin?

Van gotinên xanimê ez kelogirî kirim…

Me gelek tiştên din ji hev ra got, me qala roja wefata wî kir. 

Me qala bihîstina wê xebera reş kir. 

Me got di ser wê roja reş ra vaye 17 sal derbas bûn û em hîn li xerîbiyê ne, hîn venegeriyane welatê xwe. 

Piştî vê sohbeta dirêj wexta xatirxwestinê hat. 

Xatirxwestina ji miriyan pir zahme e, dema meriv ji ser gorrê dide rê, hisekî pir xerîb, êşeke kûr xwe bera hinavê meriv dide, meriv xwe qeleş his dike.

Çimkî meriv nikane mirî ji gorrê rake!

Meriv terka wî dike…

Meriv diçe mala xwe û mirî di gorra wî da li pey xwe dihêle.

Meriv careke din his dike mirin çiqasî tahl û ne xweş e.

Îro vegera ji ser gorra Aslan bi min wek qeleşiyekê hat… 

Bi vê êşê me xatir ji lawikê mexsoyî, ji canfîdayê kurd û Kurdistanê xwest. 

Bi hustuxwarî û bi dilekî şikestî me terka wî kir. 

Me ew û nêrgiz û kulîlkên wî li gorristana Strandkyrkogardenê bi tenê hîşt, me pê ra bêbextî kir, em çûn mala xwe, ew ma di gorra xwe ya sar da…. 

Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Bir rehineden, bir suçtan lütuf devşirmek
Fehim Taştekin
Bu alışverişin ‘al’ı papaz, ya ‘ver’i? Doğrusu Erdoğan geçen Temmuz’da öne sürülen Halk Bankası eski yöneticisi Hakan Atilla’ın iadesi ile bankaya yönelik olası cezanın müzakere...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (14)


Brunson pazarlığında ‘Fırat’ın Doğusu’ var mı?
Fehîm Işik
Türkiye ve Rusya, Suriye’ye ilişkin pazarlıklarda ABD’den istediklerini alabilmiş değiller. Bu nedenle ortak söylemlerle ABD’yi köşeye sıkıştırmanın hesabını yapıyorlar. Ayrıca Suriye yönetiminin MSD ile gör...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (13)


Kürtler Bağdat’a dönerken…
Fehim Taştekin
Barzani, referandum gecesi “Yarım asırdır savaşıyorum. Halkımla birlikte kitlesel ölümlerden, sürgünlerden, kimyasal katliamlardan geçtim” diyordu. Başarılı geçen referandumla birlikte uzun soluklu mü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (38)


Kandil-Yerevan Yürüşümüz(2)
Dursun Ali Küçük
Abbas arkadaş tam bir kafa karışıklığı yaşıyordu. Bir cumhuriyet ve savaş hükümeti ilan etmenin koşulları bulunmadığını biliyordu. Diğer yandan cumhuriyet ve hükümet sözleri de ona çok cazip geliyordu. Bu cazibeye kapı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (31)


Kandil-Yerevan Yürüyüşümüz(1)
Dursun Ali Küçük
İlk gün Iğdır hattı boyunca gidiyoruz. Iğdır’ı Yerevan’dan ayıran Aras nehridir. Aras nehri çevresi ilk uygarlığın başladığı yerlerden biridir.Zerdüşt peygamberlerin tek olmadığı, Zerdüştlerden birinin Aras nehri civ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (29)


25 Eylül 20017 de ‘Dost’ Boyunduruğunu Parçaladık ii.
Hatice Yaşar
25 Eylül 20017  de ‘Dost’ Boyunduruğunu Parçaladık ii.
1992’deki ilk büyük kazanımı ne kadar Mam Celal’e borçlu isek  Kürdlerin; komşularıyla eşit siyasal haklara sahip olduğu gerçekliğinin ispatı olan referandumu da  Kek Mesud’un şartları ve de so...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1385)


Elysée’de ne konuşuldu? Afrin’den sonra Kürtler ne bekliyor?
Fehim Taştekin
Raco ve Cinderes’teki beklenmedik çekilmenin ardından YPG’nin Afrin’de şehir savaşına hazırlandığı belirtilmişti. Ancak Afrin’den de ani bir çekilme ile şehrin kontrolü Türk ordusu ve silahlı gruplara b...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (363)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media