Me îro silavek da gorra hevalekî pir ezîz !
Zinare Xamo
Me îro silavek da gorra hevalekî pir ezîz !
17 sal pir zû derbas bûn.  Mehmet Aslan Kaya 17 sal berê di rojeke wiha da di 51 saliya xwe da ji nişka ve, bêyî ku kesî nerehet bike, bêyî ku haya kesî pê xe wek çirayek&ecir...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (583)


Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1732)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1820)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2093)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2394)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1940)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2016)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
01

"Kesek ger tevnegere nikare hay ji zend û bendên xwe hebe" 
 Rosa Luxemburg 
 Rojekê diya min kutilk çêdikirin. Min dêhna xwe dayê, kutilkên di ava keliyayî de dema ku dipijin derdiketin ser rûyê avê, yek ji wan jî ji hev belav nedibûn. Min ji diya xwe pirsî bê çima ji hev nabin di nava avê de, savar e dawiya dawî. Diya min behsa xwêyê kir, mirov berî kutilkan bavêjê, avê dikelînin û xwê dixin nav avê. Di demên lîseyê de min dê ji qanûnên kîmya û fîzîkê fêrî sedema wê bûbûya. Lê dê û dapîrên me, pêşiyên me qet hay ji wan qanûnan nîn bûn. Qanûnên xwe bi xwe dîtibûn. Nexwe ilm û zanist tim bi awayekî pratîkî di nav jiyana me mirovan de bi awayekî hebûye. 

Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê tu carî nikaribim wekî wî xweş bi lêv bikim, loma rasterast jê digrim, wiha dibêje Fuad Onen di pirtûka xwe ya bi navê Ray, Raman û Bîranîn de:

 Wê çaxê, her çiqas nuha jî heye, gava ku tu diçî dibistanê tu qeyd dibî. Gava ku em zarok bûn li Dêrikê qeyd, me tenê ji bo hespan dizanîbûn, ew zincîrên ku tavêjin pêyên hespan. Îcar dema ku digotin "em ê te jî bibin li dibistanê qeyd bikin" yên hebekî ji me mezintir, xort an zilamên mezin  henekên xwe bi me dikirin. Me nizanîbû ku qeyda mektebê tiştekî din e.Digotin hûn ê herin dibistanê wê lingên we qeyd bikin. Bi rastî min jî bawer dikir, lewra ew peyva tomarkirinê ango qeydkirin li cem min   tunebû. Ne di zimanê min de, ne di mejiyê min de, gava ku tu diçî dibistanekê an daîreyeke resmî li wir navê te dinivîsînin, tesbît dikin ku te   serî li dibistanê xistiye, ev jî qeydkirin e. Min wisa nedizanî, min digot qey wê wek hespan me jî qeyd bikin. Derveyî qeyda hespan min tu qeyd nizanîbû. 

Di vê pasajê de sê xwendinên siyasî-civakî li ber me ne; berteke xwezayî ya dijkolonyalî, biyopolîtîka û îfşakirina dagirkeriyê (bi jinûvexwendinê re).
 Qeyda kurdî û qeyda tirkî ji hêla deng ve dike ku mirov kenên xwe bi hev du bike.  Li vir em rabin bêjin ew yekem kurdên dijkolonyal bûn ku bi zanîn têkiliyeke di navbera qeyda kurdî û qeyda tirkî de danîn, helbet gotin dê cihê xwe negre û bibe şîroveyeke çewt. Belê ew, yekem kesên dijkolonyal bûn lewra kenên xwe bi tirkî dikirin. Dijkolonyaliya wan helwesteke xwezayî bû, lewra li dijî xwezaya wan karekî dihat meşandin. Ew ken jî wekî refleksek bû. Dûre çi bû, serweriya tirkan bi rê û rêbazên biyopolîtakayê "kurdên pirr modernnnn" ava kirin, wan kurdan vê carê kenên xwe bi tirkiya "qebe" ya kurdan kirin.

 Li gor Foucault du awayên îqtîdarê hene. Yek jê xwe bi riya erka "mirinê"  li ser mirovan ferz dikir ku jê re digot "îqtîdara serdema împaratoriyê". A din li şûna mirinê dabînkirina jiyanê û domandina jiyanê  bi cî dike. Navê vê teknolojiya îqtîdarê jî biyopolîtîka ye. Bi riya jimartina nifûsê, bi zanîna rêjeya zayîn û mirinan, bi riya genetîkê, bi riya xwînê û seksuweliyê, bi riya gelek normên dîtir îqtîdar xwe di nav civakê de bi cî dike, xwe di bedena takekesan de saz dike. Her kes bi zanîn an nezanînî dibe polîsê xwe. Piranî jî nezanînî ye. Em vê dikarin li ser meseloka Fuad Onen jî rave bikin. Demên berê dewlet ango em bêjin îqtîdarên wê demê dema davêtin ser gund û bajaran bi fermana  padîşah û şahînşahan mirov dihatin kuştin. 

Bes fermanek bû. Îro di serdema biyopolîtîkayê de qeyd hene, qeydên nexuyayî.  Hûn li lingên xwe binêrin tiştek tune ye, rihetî hûn dikarin bimeşin, bifikrin û di gelek warên civakî de tercîhan bikarbînin, li gor wan tercîhan bijîn. Hûn dikarin dijî îqtîdarê jî şer bikin. Lê ew qeydên îqtîdarê bi têgînên Foucaultî di lingên we de ne, di mejiyê we de ne. Îqtîdar bi îhtîmalên bêjimar dikare van qeydên nexuyayî bişopîne.
 Lê mirov her çiqas xwedî qeydên nexuyayî bibe jî dikare wan îfşa bike, wan têkiliyên îqtîdarê, şêweya xebitînî îqtîdarê deşîfre bike. Bîranîna Fuad Onen vê jî li ber me dixe. Çawa?

Em vegerin ser Bi ya min Fuad Onen wekî zarokê objeya wê kenê, mezin bû, bû kirdeya îfşakarê etimolojiya kolonyalîzmê. Fuad Onen di pirtûka xwe  ya qalkirî de diyar dike ku bîranîn bi tevahî ne objektîv e, bîranîn tiştên ku mirov dixwaze wiha be jî  dihundirîne. Dema mirov behsa bîranên xwe dike, di heman demê de behsa tiştên ku dixwaze wiha be jî dike. Bîranînên Fuad Onen hem wekî rastiyek, hem jî wekî ku ew di kitêba xwe de diyar dike hinekî çêkirî ye. 
Em ji kamerayê nikarin li rabirdûya Fuad Onen binêrin û wê meseleko ku vedibêje teqez bikin. Em ji devê Fuad Onenê kurd, rewşenbîr, komînîst û berî van tevan ji devê mirovekî dijkolonyal guhdarî dikin. Lewra kesekî ku bi van karan rabûbe, bêjinga bîranînên wî jî li gor van esasan form digre. Loma ji nav gelek bîranînên xwe ji me re qala "qeydê" dike. Ev ne bi zanînî be jî, wekî şêweya xebitîna biyopolîtîkayê û dijberî wê biyopolîtîkayê rastiya wê deşîfre dike.

 Em vegerin ser çîroka xwe ya destpêkê. Dema mirov tiştekî xwezayî bibîne, heya ku laqê tiştekî ne xwezayî (zanîna fîzîk û kimyayê) neyê li ser têkiliya wê ya xwezayîbûn û nexwezaybûnê nafikre. Ango girîngiya zanîna xwe ya pratîkê heya ku bi teoriyekê teqez neke pê bawer nabe. Di nav jıyana asayî de jî teorî heye, jiyana  asayî bi xwe teorîk e. Çawa ku kurdên "nezan" kenê xwe bi  peyveke tirkî ya Fuad Onenê zarok kiribin, Fuad Onenê mezin jî bi "zanayî (bi arasteyên teorîkî)" şêweya xebitîna kolonyalîzmê berbiçav dike. Her du kirin jî biqasî hev nirxdar û bi qîmet in. Belkî bertekên xwezayî û jixweber hebkî qîmettir be jî.


Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Bu cehenneme ateş lazım!
Fehim Taştekin
Türkiye birkaç gündür Kobani ve Tel Ebyad’a top atışları yaparak nabız yokluyor. Bu, biraz Suriye sahnesindeki uluslararası güçlere yönelik ciddiyet gösterisi, biraz müdahaleye gerekçe yar...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (44)


X-large'tan X-small'a: Çaresizliğin hikâyesi
Fehim Taştekin
Malum Türkiye, 2014 sonrasında IŞİD’e karşı savaşta ABD’nin Kürtlerle kurduğu ortaklığı önleyemedi. Ankara’nın istediği ABD’nin TSK ve müttefik milis güçleriyle birlikte hareket etmesiydi. Şimdi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (44)


Rus Ruleti ve Kürtlere Göz Koyan Katil Sürüleri!
Dursun Ali Küçük
Esad, öldüğü ve bittiği halde Kürtlere hiç bir şey vermez. İran ve TC içinde bu geçerli... ABD ve koalisyon Cenevre'de Kürtlerinde temsili için yol vermeli ve Kürtler bunu zorlamalıdır... E...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (44)


Bir rehineden, bir suçtan lütuf devşirmek
Fehim Taştekin
Bu alışverişin ‘al’ı papaz, ya ‘ver’i? Doğrusu Erdoğan geçen Temmuz’da öne sürülen Halk Bankası eski yöneticisi Hakan Atilla’ın iadesi ile bankaya yönelik olası cezanın müzakere...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (59)


Brunson pazarlığında ‘Fırat’ın Doğusu’ var mı?
Fehîm Işik
Türkiye ve Rusya, Suriye’ye ilişkin pazarlıklarda ABD’den istediklerini alabilmiş değiller. Bu nedenle ortak söylemlerle ABD’yi köşeye sıkıştırmanın hesabını yapıyorlar. Ayrıca Suriye yönetiminin MSD ile gör...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (56)


Kürtler Bağdat’a dönerken…
Fehim Taştekin
Barzani, referandum gecesi “Yarım asırdır savaşıyorum. Halkımla birlikte kitlesel ölümlerden, sürgünlerden, kimyasal katliamlardan geçtim” diyordu. Başarılı geçen referandumla birlikte uzun soluklu mü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (86)


Kandil-Yerevan Yürüşümüz(2)
Dursun Ali Küçük
Abbas arkadaş tam bir kafa karışıklığı yaşıyordu. Bir cumhuriyet ve savaş hükümeti ilan etmenin koşulları bulunmadığını biliyordu. Diğer yandan cumhuriyet ve hükümet sözleri de ona çok cazip geliyordu. Bu cazibeye kapı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (78)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media