×
PKK û Desthilata li Başûrê Kurdistanê

PKK û Desthilata li Başûrê Kurdistanê
Di van şerdan de eger PKK dixwaze ber bi axa Başûr ve paşve here, divê bi hikûmeta Başûr re li hev bike û li gorî serwerîya Başûr tevbigere. Na, heke PKK serwerîya Başûr nas nake divê di qada şer de bimîne û li dijî hicûmên dewleta dagirker têbikoşe....
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2351)


Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Fuat Önen
Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Di dawîya sala 2012yan de pêvajoyeke nû li Îmraliyê hat li darxistin. Çarçoweya vê pêvajoyê di peyama Ocalanî ya di Newroza 2013yan de hate destnîşan kirin. Di wê peyamê de işaretî 3 ruhan û xwişk û biratîyekê dihat kirin. Gîyanên ku dê “Kêşeya...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2486)


Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Fuad Onen
Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Yek ji wan (Mîthat Sancar), hewl dide ku meclîsa tirkan, dewleta tirkan, Ataturkê tirkan û ataturkçîtîya tirkan li pêş çavên me xweş bike. Yê din jî (Firat Aydinkaya), hewl dide ku kurdan li pêş çavên me reş bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2308)


BANGA HELWÊSTGIRTINEKE BI RÛMET
Fuad Onen
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne. Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. Her çend rayedar û berdevkên vê sîstemê vî şerî weke li dijî terorê bi nav bik...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2887)


DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Fuad Onen
DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Diplomasî, sîyaseta nazenîn e. Ji bo diplomasîyeke baş, berî her tiştî siyasteke baş, yekgirtî û Kurdistanî pêwîst e. Li başûrê welatê me mixabin siyaseteke bi vî rengî ne serdest e. Parlamana me heye, hikumeteke me heye lê siyaseteke serxwebûnxwaz û...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3254)


Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuad Onen
Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qala dagirkirina Qendîlê dike? Li Tirkîyê hilbijartin heye, argumenta her du bereyên dagirker (Cumhur û Mill...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2861)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û divê ev dewlet ji bakur-rojavayê Kurdistanê derk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2774)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê sîyasetmedarên Kurdistanê zanibin ku ev ne hilbijartina me ye, ev hilbijart...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2823)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuad Onen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyinê yê yekem Serok Barzanî ye. Ev bêyî ku em hûrgilîyên şerê cebheya Kerkûkê bizanibin wisa ye. Serokatî ne ciyê gazindan c...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3672)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuad Onen
YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fidel Castro û yên wekî wan de tûşî nîqaşên teorîk li ser netewe an netewepe...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4057)


Page 1 of 5First   Previous   [1]  2  3  4  5  Next   Last   
25

Fuat Önen

Yek ji wan (Mîthat Sancar), hewl dide ku meclîsa tirkan, dewleta tirkan, Ataturkê tirkan û ataturkçîtîya tirkan li pêş çavên me xweş bike.


Yê din jî (Firat Aydinkaya), hewl dide ku kurdan li pêş çavên me reş bike, jenosîdkarîya tirkan li kurdanbar bike.

A rastî min nedixwest ku van karên qirêj û xwedîyên van karan muxateb bigirim. Bi sedem ku ev hicûm ne tiştekî nû ye. Û van kesan tu tiştekî nû li dîroka fermî û îdeolojîya fermî ya tirkan zêde nekirine. Problem ew e ku gotin û nivîsar ên van camêran li ser navê ME tê hesibandin û weke helwêsta kurdan tê pejirandin. Ji bo ku ez bêjim ev gotin li ser navê me nayên hesibandin, ev gotin dengê dagirkeran e ku di nav me de olan dide, min xwe mecbûr dît ku çend gotin bêjim.

Sancar tiştekî nû nabêje. Hemû argumentên dîroka fermî li pê hev rêz dike û bi kurtî dibêje ev dewlet ya me ye, me bi hev re ava kiriye lê dûre hin arîze derketine em dê wan jî bi hev re temîr bikin.  Jixwe Ataturk jî gelek hewl daye ku pirsgirêka kurdançareser bike. Berî Sancar, Aysel Tugluk jî, berî Tugluk, Abdullah Ocalan jî ev rêzikên dagirkerane qaşo ji nav “me” xêz kiribûn. Gotina ku Ataturk gelek hewl daye ku pirsgirêka kurd çareser bike, rast e. Lê ne tenê Ataturk hewl daye, temama hikûmetên tirkan hewl dane ku vê pirsgirêkê di bin alaya tirkande ji bo yekîtîya dewleta xwe û ji bo yekîtîya miletê xwe vê pirsgirêkê çareser bikin. Hewldana wan îro jî berdewam e. Bi sedem ku rasteqînîya welat û miletê kurdan ji bo wan mijara bekayê ye, hewl didin ku rasteqînîya welat û miletê kurdan ji holê rakin. Ango gelek hewl dane, hewl didin lê ev hewldanên wan jenosîdkarî ye. Sancar, Tugluk û Ocalan jî hewl didin ku vî karê jenosîdkar bi dengekî “kurd”, xweşik û rojane bikin.

Sancar ji bo pêvajoya 1919-23yan dibêje li hember îşgalê şerekî milî hatiye dayin û ev rûpelekî pîroz e bo me. Ev rêzika yekem a dîroka fermî ya tirkan e. Sancar di meclîsa tirkan de dersa dîroka wan dide wan. Baş e, ma  Sancar bi xwe jî ev ders ji wan fêr nebûye? Tişetkî ku ew pê nizanin dibêje? Na, Sancar hewl dide û dibêje ez ji we me lê bila herkes min weke hevserokê partîya kurdan bizanibe. Ev gotinên Sancar derûnîya tirkîtîyê ye. Lê em dizanin ku li holê şerekî milî nîn e. Berovacî wê şerekî dagirkerane û jenosîdkar meşandine di pêvajoya 1919-23yan de. Weke nimûne; Ataturk û kurê wî Topal Osman piştî avakirina Meclîsa Enqreyê, piştî bi çend mehan li Koçgîrîyê ev kar kirine. Li Koçgîrîyê yên ku şerê milî dimeşandin EM bûn û yên li dij me şerekî dagirkerane û jenosîdkar dimeşandin jî EW bûn,sembolên wan jî Ataturk û Topal Osman bûn.

Sancar dibêje “kongreyên herêmî, her yek weke çemekî bû û bi hev re herikîn bahrê ku ev behr jî meclisa tirkan e”.  Divê ev gotin bi we xerîbnehatibe. Ocalan jî di peyama Newroza 2013yan de qala bi hev re herikîna çemê dîcle û Kizilirmakê kiribû. Di rastîya xwe de ava (çemê) me û (çemê) wan tu carî bi hev re neherikine. Wan ava çemên me ji xwe re bi kar anîne û çemê me bi rojan bi xwînê herikandine(Çemê Mûnzûr û hwd).

Sancar gerîyaye û yekî weke xwe di meclisa yekem a tirkan de dîtiye, ev Dîyab Axa ye.  A rastî, ne tu û ne jî Dîyab Axa ne ji ME ne. Hûn dengê dijminan in û mixabin di nav me de olan didin û dixwazin hûn ji me bêne hesêbandin. Lê EM we ji xwe nahesibînin.

Firat Aydinkaya nas nakim, di pêşîya nivîsara wî de hatiye gotin ku lekolîner û parêzer e. Lê nivîsara wî dûrî hiqûq û lêkolînê ye. Bi pirsa ku kurd beşdarî jenosîda ermenan bûn an nebûn dest pê dike û di 8 xalan de Kurdan di vî karî de dike aktor, beşdarvan û berpirsiyar. Kurdan bi tîpa girdek û pirejmar (Kürtler) dinivîsîne. Ango miletê me îtham dike. Ev camêrê parêzer hay jê nîn e ku fail(kirde, aktor)ê jenosîdan dewlet in. Jenosîd karekî modern e, failê vî karî dewlet e, taşaronê jenosîdê kolonyalizm e û di serdema kapîtalîzmê de rû daye. Weke nimûne kes nabêje miletê tirk an miletê alman jenosîd li ermenan û cihûyan kiri ne. Gotin wisa ye: Dewleta Osmanî di deshilatîya îtîhad û Terakîyê de jenosîd li ermenan kiriye. Dewleta Almanan di desthilatdarîya Faşîstan (Hîtler) de jenosîd li cihûyan kiri ye. Baş e, ev xesasîyet ji bo her miletî tê nîşandan lê ku mijar miletê kurd be çima ji holê radibe?

Dewleta tirkan bi dehan sal e jenosîdkarîya xweqebûl nake. Gava ku cî li wan teng dibe dibêjin mûqatele (pevçûnên beramber) çêbûne û bi giştî di van pevçûnan de kurdan dikin teref û yêdinên(Öteki)ermenan. Aydinkaya jî heman tiştî dibêje. Dibêje kurd yêdinên ermenan bûn. Û heta îdîa dike ku kurd tevlî jenosîdê nebûna jenosîda ermenan bi ser nediket. Lêv ji diranan bilindtir e. Aydinkaya tiştên ku îdeologên tirkan nabêjin jî dibêje.

Ev nivîsar ne lêkolîn e an jî ne analîzeke nivîskariyê ye. Nivîsar xwe nasipêre tu çavkanîyan û ne bêalî ye. Dikarim bêjim erzûhaleke ji bo başçavuşan û rasterast hicûmeke li dijî nirxên kurdayetîyê ye. Weke nimûne; têkilî û nakokîyên di navbêna kurdan û ermenan de bi yek alî dinirxîne. Wek ku kurdanhema xwestine malê ermenan talan bikin, wan bikujin û ji ber xwe ve nivîsîye. Ev her du qewmên bi sedan sal bi aramî ku di gel hev dijîyan ji bo çi hatin hember hev? Gelo tesaduf e ku ji destpêka sedsala 19an de dewleta osmanî dest bi têkbirina mîregên kurda kir û gelek car ermenan ji bo xwe bikar anîn?Û ermen ji bo osmanîyan miletî sadiqa bû? Di dawîya sedsala 19an de şerê rusan û osmanîyan dikare bûbe sebeb ku ermenan bi piştgirîya rusan hicûmî kurdan bike? Di vê mijarê de di pirtûka min ya navê Jîyan û Helwest de bi berfirehî agahî hene û nivîsara Aydinkaya jî li jêrê datînim. Yên meraq dikin dikarin lê binerin. Ji bo wê ne hêja ye ku ez zêde li ser bisekinim. Tenê ji bo mantiq û nîyeta Aydinkaya jêgireke dirêj digirim û dinirxînim.

“Evet, bu karşı iddia sıkça dillendiriliyor. Bu karşı tezi geliştirenlere bakılırsa o dönemde Kürtleri temsilen merkezi bir irade yoktu öyleyse yani bu konuda karar verici irade yoksa eylem de kendiliğinden yok sayılmalı şeklinde bir apolojinin içinden konuşuyorlar. Bu muhakeme örüntüsü bana çok problemli görünüyor açıkçası.

Sözgelimi aynı mantığı holocausta uyarlayalım isterseniz. Biliyorsunuz soykırım esnasında merkezi “Yahudi iradesi” diye bir şey söz konusu değildi. Şimdi bu durumda merkezi Yahudi iradesi olmadığı için “Yahudiler soykırıma uğramadı” mı diyeceğiz! 

Îdeolojî û dîroka fermî mecbûr û mahkûmê derewan,texrîfata ne. Rast e ez jî dibêjim bi sedem ku di sala 1915an de rêxistin, sazî an dezgeheke ku kurdantemsîl dike tune ye. Jenosîd karekî plankirî ye, hêza dewletê divê. Dema ku sazî, dewletek nîn be û planeke jenosîdê û hêzeke ku karibe vê planê bi cîh bîne tune be tu nikarî kurdan weke aktor, kirde an berpirsiyarê jenosîdê pênase bikî. Ev nayê wateya ku hin kurdan weke hin tirkan, hin çerkezan û hwd tevlîvî karî nebûne. Tê wateya ku kes nikare kurdan weke aktor, fail, berpirsê jenosîdê îlan bike û barê dewleta osmanî li histuyê kurdan bar bike.

Bersîva Aydinkaya ecêb e. Dibêje dema cihû hatin qirkirin, sazîyeke wan navendî îradeyeke navendî tune bû. Wê çaxê divê xwedîyên wan îdîayan (weke nimûne ez) bêjin jenosîda cihuyan jî tuneye!!! Ma kesî cihu bi jenosîdkirinê tawanbar kiriye Aydinkaya??? Tu, kurdan di jenosîda ermenan de dikî kirde ne ku ermenan dikî kirde, an osmanîyan dikîkirde. Em dibêjin yên ku jenosîdê pêk tînin xwedî îrade û sazîyeke navendî ne. Tu diçî ji me re qala yên jênosîd li wan hatiye kirin dikî. Bi sedem ku cihû jî weke kurdan weke ermenan bê sazîyê navendî bûn tûşî jenosîdê hatine û tu kes nikare van civatên bêdewlet, bê îradeya navendî bike aktorê jenosîdan. Qasî ku ji nivîsara Aydinkaya tê fahmkirin ne yekî dûrî mantiq û îzanê ye. Lê dema ku tu bixwazî dîrok û îdeolejîya fermî biparêzî tu mecbûrî derew û texrîfatan dimînî.

Weke encam; xweşkirina dewletê û Ataturkçîtîyê jî reşkirina kurda jî diviyabû ne karê we bûya. Ev karekî qirêj e. Xwendekar û şopînerên we kurd in. Qîymeta vê bizanin. Û hûn baş bizanibin ku tirkên ji we re li çepikan dixin dê rojekê bi kêfxweşî we binax jî bikin.

Têbînî: Aydinkaya qala kurdên di burokrasîya Osmanîyan de cîgirtî dike. Ger çenekî lêbikole dê bibîne ku di sala 1915an de di burokrasîya Osmanîyan de kurd pir kêm lê ermenî zehf in.

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

BİR AHLAKSIZ TEKLİF: EŞİT VATANDAŞLIK
Fuat Önen
BİR AHLAKSIZ TEKLİF: EŞİT VATANDAŞLIK
Îşgalciler bize al vatandaşlığı ver vatanını diyorlar. Demirtaşın kürtler daha ne yapsın size vatanlarını verdiler sözünü bu çerçevede anlamak lazım. Bu işgalciliğe tesllim olmak anlamındadır. 100 yıllık bu işgalci proje zaman zaman eşit vatandaşlık,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2293)


KOLEKTİF LİDERLİKTE, LİDER OLMAMALI MI?
Fuat Önen
KOLEKTİF LİDERLİKTE, LİDER OLMAMALI MI?
Bizim klasik literatürümüzde, üstte dava vardır, bu davayı gerçekleştirmek için, örgüte ihtiyaç vardır. Örgüt ikinci sıradadır. Bu örgütü yönetmek, sürdürmek için kadrolara ihtiyaç vardır. Bu kadrolar arasında biri, bu işe daha yeteneklidir. Dolayısı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2224)


BİREY – TOPLUM İLİŞKİSİ ve KOLEKTİF ÖNDERLİK MESELESİ
Fuat Önen
BİREY – TOPLUM İLİŞKİSİ ve KOLEKTİF ÖNDERLİK MESELESİ
Kuzey Suriye, Batı Kürdistan değildir. Kuzey Suriye, Sünni-Arap coğrafyasıdır ve bizim güneyimizdedir. Batı Kürdistan’ın güneyindedir ama Suriye’nin kuzeyidir. Önce orda teritoryal meselenin açıklığa kavuşturulması lazım. PYNK ile ENKS&rs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2124)


ULUSAL BAĞIMSIZLIK STRATEJİSİ ve DEMOKRASİ
Fuat Önen
ULUSAL BAĞIMSIZLIK STRATEJİSİ ve DEMOKRASİ
Devlet, Kürdistan için Kürdistanlıların birlikte yaşama hukukunun cisimleşmesi anlamına geliyor. Devlet Kürdistan için, Kürt toplumunun normalleşmesi anlamına geliyor. Biz anormal bir toplumuz. Bu anlamda birçoğumuzun kişiliği hastalıklı, çünkü çocuk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2111)


NİYE BAĞIMSIZLIKÇILIK, NİYE AYRILIKÇILIK?
Fuat Önen
NİYE BAĞIMSIZLIKÇILIK, NİYE AYRILIKÇILIK?
Şimdi siyasal temsiliyet nasıl olacaktır?  Bakın dünyanın hiçbir yerinde, hiçbir işgalci güç, hiçbir sömürgeci, hiçbir emperyalist durduk yerde senin siyasal temsiliyetini kabul etmez. Sen bunu kabul ettireceksin. Kürdistanî siyaset bunu kabul ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1886)


GÜÇ BİRLİĞİ ve GÜÇ BİRLİĞİ’NİN GÜNEY KÜRDİSTAN’DAKİ TEMASLARI
Fuat Önen
GÜÇ BİRLİĞİ ve GÜÇ BİRLİĞİ’NİN GÜNEY KÜRDİSTAN’DAKİ TEMASLARI
Siyaset bir temas meselesidir, eğer Batı Kürdistan ile ilgili bir girişimde bulunacaksak, önce Batı Kürdistanlılarla temas edelim. Böyle bir öneride bulundum ve dedim ki Batı Kürdistan’da 42-43 parti var. 15 tanesi ENKS’de, 25 tanesi PYNK...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3759)


AYRILIKÇILIK, BAĞIMSIZLIKÇILIK - KÜRDİSTANİ SİYASET TARZI
Fuat Önen
AYRILIKÇILIK, BAĞIMSIZLIKÇILIK - KÜRDİSTANİ SİYASET TARZI
Yani kısaca şunu söyleyeyim, halk savaşı işte kırlardan kentlere gerilla mücadelesi, güneydeki peşmerge savaşı da budur. Şimdi bu bir köy toplumu gerektirir. Eğer sizin köylü nüfusunuz, %75’ten %25’e düşmüşse, siz hangi toplumsal realitey...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1868)


AYRILIKÇILIK VE BAĞIMSIZLIKÇILIK
Fuat Önen
AYRILIKÇILIK VE BAĞIMSIZLIKÇILIK
Bu yüzyıllık dönem içinde, bu devlet hiçbir zaman Kürdistan meselesinin eşit haklılık, adalet üzerinden çözümlemek için hiçbir projeye sahip olmamıştır. Yapılanların hepsi, işgalciliği yeni formlarda sürdürme çabasıdır. Bugün eğer “Kürtler vard...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2023)


Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş.
Fuat Önen
Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş.
Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş. Sosyal medyada buna dönük tepkiler yoğunlaştı. Kürt sorunu vardır diyen arkadaşlar bu açıklamaya kızmışlar. Dikkat edilirse kızgın arkadarkadaşların çoğu 2005 yılında Erdoğanın "kurt soru...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1584)


Kürt siyasetinde egemen siyaset tarzı
Fuat Önen
Kürt siyasetinde egemen siyaset tarzı
Kürdistan da bağımsızlıkçılık görünür değildir. Kuzey Batı Kürdistan’da da bu böyledir, Kürdistan’ın diğer parçalarında da bu böyledir. Yalnız şuna dikkat etmenizi isteyeceğim, son bir-iki yılda özellikle Orta Güney Kürdistan’da cid...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1994)


Page 1 of 9First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  Next   Last   
123movies