×
PKK û Desthilata li Başûrê Kurdistanê

PKK û Desthilata li Başûrê Kurdistanê
Di van şerdan de eger PKK dixwaze ber bi axa Başûr ve paşve here, divê bi hikûmeta Başûr re li hev bike û li gorî serwerîya Başûr tevbigere. Na, heke PKK serwerîya Başûr nas nake divê di qada şer de bimîne û li dijî hicûmên dewleta dagirker têbikoşe....
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2374)


Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Fuat Önen
Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Di dawîya sala 2012yan de pêvajoyeke nû li Îmraliyê hat li darxistin. Çarçoweya vê pêvajoyê di peyama Ocalanî ya di Newroza 2013yan de hate destnîşan kirin. Di wê peyamê de işaretî 3 ruhan û xwişk û biratîyekê dihat kirin. Gîyanên ku dê “Kêşeya...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2510)


Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Fuad Onen
Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Yek ji wan (Mîthat Sancar), hewl dide ku meclîsa tirkan, dewleta tirkan, Ataturkê tirkan û ataturkçîtîya tirkan li pêş çavên me xweş bike. Yê din jî (Firat Aydinkaya), hewl dide ku kurdan li pêş çavên me reş bike,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2325)


BANGA HELWÊSTGIRTINEKE BI RÛMET
Fuad Onen
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne. Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. Her çend rayedar û berdevkên vê sîstemê vî şerî weke li dijî terorê bi nav bik...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2907)


DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Fuad Onen
DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Diplomasî, sîyaseta nazenîn e. Ji bo diplomasîyeke baş, berî her tiştî siyasteke baş, yekgirtî û Kurdistanî pêwîst e. Li başûrê welatê me mixabin siyaseteke bi vî rengî ne serdest e. Parlamana me heye, hikumeteke me heye lê siyaseteke serxwebûnxwaz û...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3276)


Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuad Onen
Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qala dagirkirina Qendîlê dike? Li Tirkîyê hilbijartin heye, argumenta her du bereyên dagirker (Cumhur û Mill...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2880)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û divê ev dewlet ji bakur-rojavayê Kurdistanê derk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2791)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê sîyasetmedarên Kurdistanê zanibin ku ev ne hilbijartina me ye, ev hilbijart...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2842)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuad Onen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyinê yê yekem Serok Barzanî ye. Ev bêyî ku em hûrgilîyên şerê cebheya Kerkûkê bizanibin wisa ye. Serokatî ne ciyê gazindan c...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3693)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuad Onen
YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fidel Castro û yên wekî wan de tûşî nîqaşên teorîk li ser netewe an netewepe...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4077)


Page 1 of 5First   Previous   [1]  2  3  4  5  Next   Last   
26

Helwesta hêzênewlekarîyê yên Tirk û Sîstema Serwerîya Tirk

Hun bixêr hatinecivîna me ya Koma Xebatê ya Ruhayê. Ez di destpêkê de ji hevalên amadekar ûbeşdarên civînê re sipas dikim. A rastî ez ê di civîna îro de nepeyivîma; min êli hevalan guhdarî bikira. Lê belê min xwest ku ez li ser çend xalan nêrînênxwe pêşkêş bikim. Xala yekem li ser helwesta hêzên ewlekarîyê yên Tirk e. Hêzênewlekarîyê li Wanê bi talîmata qeymeqam, li Amedê bi talîmata walîtîyê civînênme bi kamerayê qeyd kirin, nuha li Ruhayê jî bi biryarnameya dadgehê li salonêamade ne ku lêgerînê bikin û bi kamerayê qeyd bikin. Ez ê gotinên xwe yên liser van kirinên neqanûnî yên Sîstema Serwerîya Tirk bi Tirkî bikim, da ku ew jîtêbigihêjin.

Yekem, hebûna SîstemaSerwerîya Tirk li welatê me ne meşrû ye. Gelê Kurd maf û jîrektîya xwe heye kuxwe li ser axa xwe birêve bibe. Li welatê me hebûna Sîstema Serwerîya Tirk xwedisipêre desteserkirina vî mafî û ji lew re neheq e, ne meşrû ye.

Duyem, li gora qanûnênTirk ên di merîyetê de jî ji alîyê polîsan ve çavdêrîkirin û bi kamerayêqeydkirina civînên li salonên sergirtî ne qanûnî ye. Ji alîyê hêzên ewlekarîyêve çavdêrîkirin û bi kamerayê qeydkirina civînên li salonên sergirtî li dijîqanûnên wan bi xwe ye jî û armanc çavtirsandin û gefxwarin e. Bi dîtina min evnayê qebûlkirin û ez wê bi tundî protesto dikim.

Sêyem, a girîngtir ev e: Min biryara dadgehê xwend. Ji bo koma me dibêje ‘qaşoKoma Xebatê ya Netewî ya Demokratîk a Kurd’. Li vê derê peyva ‘qaşo’ anku‘xwedê giravî’ ji bo peyva Kurd a di navê koma me de hatiye bikaranîn. Nûner ûîdeologên Sîstema Serwerîya Tirk li kuderê peyvên Kurd û Kurdistan dibînin,hema gotina ‘qaşo’ pêve dikin. ‘Qaşo netewa Kurd, qaşo Kurdistan, qaşo dewletaKurd, qaşo ala Kurdan’ û hwd. Sîstema Serwerîya Tirk ku sîstema înkar ûîmhakirinê ye, her tiştekî aîdî Kurdan wek sûnî, çêkirî dide xuyakirin û bipeyva ‘qaşo’ piçûk dixe. Divê em li dijî vê îsyan bikin, ez îsyan dikim. Ewênku her tiştekî aîdî Kurdan sûnî didin xuyakirin û bi peyva ‘qaşo’ piçûk dixin,gelo ew bi xwe, mefhûm û sîstemên wan bi xwe çiqasî zelal in, çiqasî rasteqînin?

‘Qaşo’ Şerê Rizgarîya Tirk û gelê Kurd

Ez gotinên dawîyê di serî de bibêjim: ewên ku hewl didin ku rasteqînîyênnetew, welat, dewlet, ala Kurdan bi peyva ‘qaşo’ piçûk bixin, bi rastîhewl didin ku çêkirîbûn û qaşobûnên xwe veşêrin.

Me giştan di salên xwendekarîyê de çîrokên ‘Şerê Rizgarîya Tirk’ xwendin.Bi rastî li vê cografyayê şerê rizgarîya Tirk qewimîye? Hevalno, şerekî wehatuneye. Ew qaşo şerê rizgarîyê ye. Şerê Dinyê yê Yekem bi alîyekî xwe şerêhilweşîna împeretorîyên navendî yên feodal e. Piştî vî şerî împeretorîyênAvûstûrya – Macarîstan, Alman û Rûs jî hilweşîyane. Li rûyê erdê kesekî ji şerêli ser lingan hiştina împeretorîyan re negotiye şerê rizgarîyê, Ji xêndîTirkan! Şerê 1914-18an jî, şerê 1919-23an jî ne şerê rizgarîyê ye. Di 1914-18ande, Împeretorîya Osmanî tev li şerê parkirinê bûye, têk çûye û ji hev ketiye.Şerê 1919-23an jî şerê li ser lingan hiştina dewleta ji Osmanî mayî,adaptasyona wê bo sîstema nuh a navnetewî û di nav xwe de şerê îqtidarê ye.Dîsa ev şer, şerê parçekirina Kurdistanê ye; bi sîstema navnetewî re di ahengêde, bê dewlet, bê statuyeke sîyasî hiştin û weha birêvebirina Kurdistanê ye. Bitu awayî ne şerê rizgarîyê ye. Ji alîyê Kurdan ve, şerê îmhakirina netewî ye.

Baş e, gelo ew dewleta ku piştî vî şerî hat damezirandin netew-dewletek e?Na, hevalno. Di nav sînorên hikumranîya vê dewletê de ji yekê bêtir netew dijînû netewa Kurd ku yek ji van e, ji her tewre mafên netewî-demokratîk bêparhatiye hiştin, înkar û îmhakirina wê hatiye xwestin. Ev dewleta mijara gotinêji bo me Kurdan qaşo netew-dewletek e. Di rastîya xwe de, dewletekekolonyalîst, înkarker û îmhaker e.

Gelo bi awayê ku li Tirkîyê tê tarîfkirin. Netewa Tirk neteweke rasteqîn e?Na, hevalno. Dewleta ku ji Osmanî ma wek netew-dewletekê hat tarîfkirin, di1923an de ji ber ku neteweke Tirk tunebû ku ji vê dewletê re bikin bingeh, hewldan ku ji bermayên Osmanî netewekê biafirînin. Bi projeyeke îmhakirinarasteqînîya netewa Kurd qala hebûna neteweke wisa dikin. Netewa ku qal dikinqaşo-netewek e, ne neteweke rasteqîn e. Din nav cografya KT de, tenê yekneteweke rasteqîn heye ku li ser axa ku lê dijî piranîyê pêk tine, dîrokî ûotentîk e; ew jî netewa Kurd e. Her tewre avahî, sazî, teorî û mefhûmên ku vêrasteqînîyê înkar dikin ‘qaşo’ ne. Ji alîyê xwedîyên van çêkirîyan, van ‘qaşotî’yanve bi peyva ‘qaşo’ hewldana piçûkxistina her tiştekî aîdî Kurdan, dike ku merivserî hilde, ez îsyana xwe îfade dikim.

Ala Rengîn

Dîsa jî, bi destûra we ez ê rêzekê ji qaşo helbestvanekî qaşo şerêrizgarîya netewî bixwînim, “Ya ku alayan dike ala xwîna li ser wan e, ax hekeyên ku ji bo wê dimirin hebin, niştiman e”. Ez dizanim ku serok Sabahattîn ê birefleksa humanist îtiraz bike. Bê guman kesek ji me ji xwîn û mirinê zewqênastîne û em dixwazin ku pirsgirêk bê xwîn, bê mirin bên çareserkirin. Lê belêdîsa jî divê em qebûl bikin ku ev rêzik rastîya têkoşînên rizgarîya netewî yênsedsala çûyî îfade dike. Têkoşîna sîyasî ne li gora nîyet û xwestekan, lê ligora rastîyan tê kirin. Li vir ez vê pirsê dikim: Gelo li ser rûyê erdê alayekheye ku ji bo ku li ser xaka xwe bi azadî li ba bibe ji bo wê bi qasî ‘AlaRengîn’ xwîn hatiye rijandin? Bi qasî ku ez dizanim, tuneye, hevalno. Dîsa biqasî zanîna min, li dinyê ji bo ku wek niştiman bê qebûlkirin, tu xakan bi qasîxaka Kurd zarokên xwe canfîda nekirine. Teva ku me li her perçeyekî wê bi dehhezaran zarokên niştimên cangorî kirine jî, Kurdistan wek welatê me nayêqebûlkirin, Ala Rengîn li ser xaka me bi azadî li ba nabe. Û ji alîyê qaşorizgarîxwazên netewî, qaşo netew-dewletparêzan ve hewl tê dayin ku bi peyva‘qaşo’ bê piçûkxistin; aha îsyana min li dijî vê ye.

Başûrê Kurdistanê an Bakurê Iraqê?

Di van salên dawî de li başûrê welatê me di rêya dewletbûnê de gavên girînghatine avêtin. Li Başûrê Kurdistanê Ala Rengîn nisbeten bi azadî li ba dibe; evherêma ku teva ku Saddam bi xwe jî wek Kurdistan qebûl dike, lê KT ji bo kunavê Kurdistanê lê neke wek Bakurê Iraqê bi nav dike, êdî wek herêma Kurdistanêtê binavkirin û qebûlkirin. Ev yek destketîyeke Kurdên hemû perçan û dilxweşîyame giştan e. Celal Melîkê ku gava din axaft, li ser navê Kurdbûn ûwelatparêzîyê hîn jî vê herêmê wek Bakurê Iraqê bi nav dike, ev mixabinîyek e,ez wî bi tundî şermezar dikim. Ew der ne Iraqa Bakur an Bakurê Iraqê ye, ewBaşûrê Kurdistanê, Navend-Başûrê Kurdistanê ye. Di vê roja ku êdî kolonyalîstjî jê re dibêjin herêma Kurdistan -mecbûr tên hiştin ku wanî bibêjin- bi israrwek Bakurê Iraqê binavkirina wê, heke ne dijminatîya Kurdan a bi zaneyî be,averêbûna vî (ji rê derketina) hevalê parêzvanê komara demokratîk e.

Wek ‘provokasyon’binavkirina libabûna Ala Rengîn xeflet e

Dîsa vî hevalî biqesta Koma me ya Xebatê gotiye ku li Bakurê Kurdistanê daxwaza serxwebûn,federasyonê provokasyon e; ji ber van daxwazên provokatîv pêşî li têkoşîna meya li ser hîmê daxwazên demokratîk tê girtin. Ev xeflet e! Daxwazên Koma Xebatêzelal in. Bernameya me bi qasî ku herkes bikanibe jê fêhm bike zelal û xwerûye. Em doza wî mafî dikin ku li rûyê erdê ji bo her netewekî maf tê hesibandin:Divê gelê Kurd li ser axa xwe pêşedema xwe bi xwe tespît bike. Divê rasteqînîyanetew û welatê gelê Kurd bê qebûlkirin. Divê rêz ji bo mafê li ser xaka xwedewletbûna Kurdan bê girtin. Kurd yek ji gelên herî kevnar û otentîk ên herêmêne; divê ew li welatê xwe azad bijîn; divê Ala Rengîn li ser vê axê serbest liba bibe. Daxwaz û bernameya Koma Xebatê ev e. Wek provokasyon dîtina vê xeflete.

Ewên ku ji Mehmet Agarre dibêjin “birêz”, ji Kurdan re dibêjin provokator, xayîn, ajan…

Her weha, ev derdoraku dema ku dewlet, Sererkanî (Genelkurmay), partîyên sîyasî yên Tirk dibinmijara gotinê, peyvên wek demokrasî, lihevkirin, dîyalog ji dev nakevin, hetaji kesekî wek Mehmet Agar jî re ku ji qetilkirina bi hezaran Kurdan, a merivênwan bi xwe berpirsiyar e re dibêjin ‘birêz’ û qala dîyalogê dikin, bi peyvên wekprovokator, xayîn, ajan êrîşê dibin ser derdorên Kurd ên ku wek wan nafikirin;ev yek nayê qebûlkirin, ev ne welatparêzî ye. Ez vê helwestê bi tundî şermezardikim. Gotina xerab aîdî xwedîyê xwe ye. Dîsa nêzîkbûna heman hevalî ya ku“girse li kuderê be, divê meriv li wê derê be; komên ku federasyon, serxwebûnêdixwazin, komên marjînal in” jî çewt e. Rastî bi girse nayê pîvandin.

Her weha xuya ye kuvan hevalan ji bîr kirine ku ew bi çi xurt bûne. Ew bi sîyaseta Tirkîyeyîbûnêxurt nebûn. Ew bi sîyaseta Kurdistanîbûnê xurt bûn û nuha vê hêzê jiTirkîyeyîbûnê re dikin pişt. Ev yek ji alîyê sîyasetê ve asîmîlekirina Kurdane. Ev yek hewldana bi pergalê ve întegrekirina Kurdan e. Ev derdor xwişk ûbirayên me ne, lê li cîhê çewt û di rêya çewt de dimeşin. Tirkîyeyîbûn cîhekîçewt e, parastina dewleta unîter (yekpare), daxistina pirsa netewî bo astaziman, çand û lêborîna giştî rêyeke çewt e. Teva hemû êrîşkarîyên wan yên lidijî me, ez vê fikra xwe ya ji bo vê derdorê ducar dikim: Ew xwişk û birayên mene; di 25 salên dawî de ew ji me bêtir rûbirûyî zilma Sîstema Serwerîya Tirkbûne, barê têkoşîna me ya rizgarîyê hilgirtine, ji bo wî berdêlên giran dane.Ez careke din li vir bang dikim, werin, em li ser hîmê Kurdistanîbûnê, ji borizgarîya netewa xwe pev re têbikoşin.

Koma Xebatê li welatêxwe dewletbûna gelê Kurd diparêze

Wek ku min li jor jîgot, bernameya Koma Xebatê zelal û xwerû ye. Em li welatê xwe dewletbûna gelêKurd diparêzin. Armanca azadîya netewî ne ew kar e ku çînek (tebeqeyek),derdorek, komeke îdeolojîk bi tena xwe bi ser bixe. Lewra, em yekgirtina hêzênnetewî diparêzin. Awayê pêkanîna vê bi hebûnên di dest de girêdayî ye.

Ez bi kurtî vanramanan ducar dikim. Bakurê Kurdistanê goristana rêxistinan e. Rêxistinên Kurdku di 1975an de li pey hev derketin holê, ji ber ku nedikanîn pêwîstîyêntêkoşînê bersiv bikirana ji hev ketin. Ya ku li pêyan ma û xwedî hêza nûnerîyêye jî bi tercîha Tirkîyeyîbûnê ketiye rêya ji alîyê sîyasetê ve asîmîlekirinatêkoşînê. Avahîyên nuha yên kom, derdor û rêxistinên me, kesayetîyên me yênsîyasî dûrî organîzebûnê, dûrî pêkanîna rêxistina nûnerîya netewî ne. Emnikanin li ser hîmê avahîyên rêxistinên nuha, derdorên sîyasî ku hewl didin kuji bermayên rêxistinên kevn bên pêkanîn, kesayetîyên ku di nav xwe de û li doraxwe nikanin organîze bibin rêxistina nûnerîya netewî biafirînin. Bi dîtina min,modeleke rêxistinê ya li ser hîmê koordînasyona avahîyên nuha yê nikanibepêwîstîyên me bersiv bike.

Pêwîstîya me bitevgereke nuh î netewî yî yekgirtî heye. Divê em ji nasnameyên hev ênîdeolojîk, sîyasî û rêxistinî re rêz bigirin, lê wek şoreşgerên Kurdistanî hewlbidin ku tevgereke nuh pêk bînin. Divê bi yekîtîya vîyan û îradeya ku em li vêderê pêk bînin, em pêkanîna tevgereke nuh armanc bikin. Divê em paşvemayinênxwe, rêknexistîbûnên xwe li tevgerê ferz nekin, lê li ser hîmê aîdîyeta tevgerayekgirtî pev re veguherin, pev re têbikoşin. Divê em bi vê şiûrê di civînagiştî ya sêyem de bername û rêznameya xwe birêkûpêk bikin. Divê emrêkxistîbûneke bi armanca pêkanîna kongreya netewî pêk bînin û banga pev retevgerînê li hemû kom, partî û derdorên nuha bikin. Ji ber vê yekê divêrêznameya me ji endametîya sazî û kesan re vekirî be. Divê em bi aîdîyetatevgera yekgirtî birêkxistina yekser bikin bingeh û banga yekgirtina netewî ligelê xwe bikin.

Ez we hemûyan dawetdikim bo afirandina tevgera yekgirtî ya netewî ya ji reng û dengên cudapêkhatî, ji bo baldarîya we sipas dikim...

*Axaftina Fûad Onen yaCivîna Herêmî ya Ruhayê ya Koma Xebatê, Yekşem, 24/12/2006, Ruha - OtelHaran...

 

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

BİR AHLAKSIZ TEKLİF: EŞİT VATANDAŞLIK
Fuat Önen
BİR AHLAKSIZ TEKLİF: EŞİT VATANDAŞLIK
Îşgalciler bize al vatandaşlığı ver vatanını diyorlar. Demirtaşın kürtler daha ne yapsın size vatanlarını verdiler sözünü bu çerçevede anlamak lazım. Bu işgalciliğe tesllim olmak anlamındadır. 100 yıllık bu işgalci proje zaman zaman eşit vatandaşlık,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2326)


KOLEKTİF LİDERLİKTE, LİDER OLMAMALI MI?
Fuat Önen
KOLEKTİF LİDERLİKTE, LİDER OLMAMALI MI?
Bizim klasik literatürümüzde, üstte dava vardır, bu davayı gerçekleştirmek için, örgüte ihtiyaç vardır. Örgüt ikinci sıradadır. Bu örgütü yönetmek, sürdürmek için kadrolara ihtiyaç vardır. Bu kadrolar arasında biri, bu işe daha yeteneklidir. Dolayısı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2255)


BİREY – TOPLUM İLİŞKİSİ ve KOLEKTİF ÖNDERLİK MESELESİ
Fuat Önen
BİREY – TOPLUM İLİŞKİSİ ve KOLEKTİF ÖNDERLİK MESELESİ
Kuzey Suriye, Batı Kürdistan değildir. Kuzey Suriye, Sünni-Arap coğrafyasıdır ve bizim güneyimizdedir. Batı Kürdistan’ın güneyindedir ama Suriye’nin kuzeyidir. Önce orda teritoryal meselenin açıklığa kavuşturulması lazım. PYNK ile ENKS&rs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2150)


ULUSAL BAĞIMSIZLIK STRATEJİSİ ve DEMOKRASİ
Fuat Önen
ULUSAL BAĞIMSIZLIK STRATEJİSİ ve DEMOKRASİ
Devlet, Kürdistan için Kürdistanlıların birlikte yaşama hukukunun cisimleşmesi anlamına geliyor. Devlet Kürdistan için, Kürt toplumunun normalleşmesi anlamına geliyor. Biz anormal bir toplumuz. Bu anlamda birçoğumuzun kişiliği hastalıklı, çünkü çocuk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2142)


NİYE BAĞIMSIZLIKÇILIK, NİYE AYRILIKÇILIK?
Fuat Önen
NİYE BAĞIMSIZLIKÇILIK, NİYE AYRILIKÇILIK?
Şimdi siyasal temsiliyet nasıl olacaktır?  Bakın dünyanın hiçbir yerinde, hiçbir işgalci güç, hiçbir sömürgeci, hiçbir emperyalist durduk yerde senin siyasal temsiliyetini kabul etmez. Sen bunu kabul ettireceksin. Kürdistanî siyaset bunu kabul e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1909)


GÜÇ BİRLİĞİ ve GÜÇ BİRLİĞİ’NİN GÜNEY KÜRDİSTAN’DAKİ TEMASLARI
Fuat Önen
GÜÇ BİRLİĞİ ve GÜÇ BİRLİĞİ’NİN GÜNEY KÜRDİSTAN’DAKİ TEMASLARI
Siyaset bir temas meselesidir, eğer Batı Kürdistan ile ilgili bir girişimde bulunacaksak, önce Batı Kürdistanlılarla temas edelim. Böyle bir öneride bulundum ve dedim ki Batı Kürdistan’da 42-43 parti var. 15 tanesi ENKS’de, 25 tanesi PYNK...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3840)


AYRILIKÇILIK, BAĞIMSIZLIKÇILIK - KÜRDİSTANİ SİYASET TARZI
Fuat Önen
AYRILIKÇILIK, BAĞIMSIZLIKÇILIK - KÜRDİSTANİ SİYASET TARZI
Yani kısaca şunu söyleyeyim, halk savaşı işte kırlardan kentlere gerilla mücadelesi, güneydeki peşmerge savaşı da budur. Şimdi bu bir köy toplumu gerektirir. Eğer sizin köylü nüfusunuz, %75’ten %25’e düşmüşse, siz hangi toplumsal realitey...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1895)


AYRILIKÇILIK VE BAĞIMSIZLIKÇILIK
Fuat Önen
AYRILIKÇILIK VE BAĞIMSIZLIKÇILIK
Bu yüzyıllık dönem içinde, bu devlet hiçbir zaman Kürdistan meselesinin eşit haklılık, adalet üzerinden çözümlemek için hiçbir projeye sahip olmamıştır. Yapılanların hepsi, işgalciliği yeni formlarda sürdürme çabasıdır. Bugün eğer “Kürtler vard...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2046)


Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş.
Fuat Önen
Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş.
Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş. Sosyal medyada buna dönük tepkiler yoğunlaştı. Kürt sorunu vardır diyen arkadaşlar bu açıklamaya kızmışlar. Dikkat edilirse kızgın arkadarkadaşların çoğu 2005 yılında Erdoğanın "kurt soru...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1604)


Kürt siyasetinde egemen siyaset tarzı
Fuat Önen
Kürt siyasetinde egemen siyaset tarzı
Kürdistan da bağımsızlıkçılık görünür değildir. Kuzey Batı Kürdistan’da da bu böyledir, Kürdistan’ın diğer parçalarında da bu böyledir. Yalnız şuna dikkat etmenizi isteyeceğim, son bir-iki yılda özellikle Orta Güney Kürdistan’da cid...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2016)


Page 1 of 9First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  Next   Last   
123movies