×
PKK û Desthilata li Başûrê Kurdistanê

PKK û Desthilata li Başûrê Kurdistanê
Di van şerdan de eger PKK dixwaze ber bi axa Başûr ve paşve here, divê bi hikûmeta Başûr re li hev bike û li gorî serwerîya Başûr tevbigere. Na, heke PKK serwerîya Başûr nas nake divê di qada şer de bimîne û li dijî hicûmên dewleta dagirker têbikoşe....
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2377)


Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Fuat Önen
Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Di dawîya sala 2012yan de pêvajoyeke nû li Îmraliyê hat li darxistin. Çarçoweya vê pêvajoyê di peyama Ocalanî ya di Newroza 2013yan de hate destnîşan kirin. Di wê peyamê de işaretî 3 ruhan û xwişk û biratîyekê dihat kirin. Gîyanên ku dê “Kêşeya...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2514)


Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Fuad Onen
Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Yek ji wan (Mîthat Sancar), hewl dide ku meclîsa tirkan, dewleta tirkan, Ataturkê tirkan û ataturkçîtîya tirkan li pêş çavên me xweş bike. Yê din jî (Firat Aydinkaya), hewl dide ku kurdan li pêş çavên me reş bike,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2328)


BANGA HELWÊSTGIRTINEKE BI RÛMET
Fuad Onen
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne. Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. Her çend rayedar û berdevkên vê sîstemê vî şerî weke li dijî terorê bi nav bik...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2911)


DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Fuad Onen
DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Diplomasî, sîyaseta nazenîn e. Ji bo diplomasîyeke baş, berî her tiştî siyasteke baş, yekgirtî û Kurdistanî pêwîst e. Li başûrê welatê me mixabin siyaseteke bi vî rengî ne serdest e. Parlamana me heye, hikumeteke me heye lê siyaseteke serxwebûnxwaz û...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3280)


Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuad Onen
Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qala dagirkirina Qendîlê dike? Li Tirkîyê hilbijartin heye, argumenta her du bereyên dagirker (Cumhur û Mill...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2885)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û divê ev dewlet ji bakur-rojavayê Kurdistanê derk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2795)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê sîyasetmedarên Kurdistanê zanibin ku ev ne hilbijartina me ye, ev hilbijart...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2847)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuad Onen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyinê yê yekem Serok Barzanî ye. Ev bêyî ku em hûrgilîyên şerê cebheya Kerkûkê bizanibin wisa ye. Serokatî ne ciyê gazindan c...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3697)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuad Onen
YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fidel Castro û yên wekî wan de tûşî nîqaşên teorîk li ser netewe an netewepe...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4079)


Page 1 of 5First   Previous   [1]  2  3  4  5  Next   Last   
10

Grûba XebataDemokaratîk a Netewî a Kurd (*)


Navê grûba me gava ku ji tirkî tercumeyî kurdî dibe tê guherandin. Grûba me negrûba xebata netewî û demokratîk e. Navê grûba me Grûba Xebata Demokratîk aNetewî a Kurdî ye (GXDNK). Hinek heval dikarin bêjin ev ne tistekî grîng e, jibo çi tu li ser netewî û demokratîk an demokratîka netewî disekine. Di eslê xwede ne wer grîng e. Di derheqê demokratî u demokrasîyê de gelekî tê axaftin. Medemokrasi ji nêzîk de nediye û dengê wê ji dûr ve xwes tê.

Têkiliya kurdan ûdemokrasiyê jî weke têkiliyê lawikê Dêrikî û helawê ye. Dibên yekî Dêrikî bihevalê xwe re dipeyivî û gotiye "helaw pir xwes e" û hevalê wî jêpirsiye, "gelo te helaw xwariye?" Hevalê wî jî gotiye "na wellemin nexwariye, lê pismamê min li Amedê dîtiye ku yekî li ser nanê xwe kiriye uxwariye. Lewra ez dibêjim helaw xwes e." Hevalê wî jî gotiye "rast e,helaw pir xwes e."

Demokrasî çi ye?

Li her çar perçeyênKürdîstanê tu carî kurdan demokrasî nedîtinin û ne jî jîyanin. Demokrasîrewseke dewletê ye. Halek an siklekî dewletê ye. Heger li welatekî neteweyekçareya xwe bi destê xwe nenivîsîne, qedera xwe bi xwe tayîn neke, li wê derêbehsa hebûna demokrasiyê nayê kirin. Têkiliyên demokratik jî di nav civata kurdde ne xurt e, ji me re tê gotin ku demokrasî jî weke helawê tistekî xwes e, base. Dinya dibêje û hevalên me jî dibêjin, me dîtiye li rojava xelk bidemokrasiyê kêf dikin û divê li cem me jî ev demokrasiî hebe.

Îjar divê em hebek jinêzîk de li demokrasiyê binêrin. Grûba me jî di eslê xwe de, grûba demokratiyanetewî ye. Bi gelek babetan demokratî hene. Demokratiya ekolojîk heye.Demokratiya ekonomîk heye, a civakî heye. Demokratiya grûba me ne ew in.Demokratiya grûba me, demokratiya netewî ye.
Demokrasî di eslê xwede siklekî devletê ye. Heger devletek hebe û hevwelatiyênwê li hember zagonan wek hev bên qebûlkirin, em dikarin bêjin siklê vê dewletêsiklekî demokratîk e.

Di vir de problem ew eku demokrasi însanan wek hev nake. Wan weke hevûduqebûl dike. Li hember qanûnan hevwelatiyên wê dewletê wek hev têne qebûlkirin.Wekhevkirina însanan, ne problema demokrasiyê ye. Ji ber sedema ku liKurdistanê demokrasî tune, em nikanin ji Kurdistanê numûne bidin.
Wek numûne li Stenbulê Qoç, Sabanci û karkir, gundî, memur, bêkarên Stenbul lihember qanunê wekhev têne qebûlkirin. Di helbijartinan de her yek xwedî rayekêne, mafê teva heye ku bigerin, rojnameya derxînin, TVyan avabikin hwd. Ne kuwek hev in û di eslê xwe de ne wek hevin, demokrasî li wekhevkirina însanannanêre. Pirsgirêka demokrasiyê ew e, ku însan li hember qanûnan wek hev bêneqebûlkirin.

Base di warê netewî de demokrasî çiye? Çawa ku dewletli hember qanûnan, hevwelatîyên xwe wek hev qebûl dikin, di warê netewî de jîdivê çend netewe li dinyê hebin, di hebûna mafê çarenûsî de hemû wekhev bênqebûlkirin. Ji ber vê yekê demokratiya grûba me demokratiya netewî ye. Em talep dikinku netewa kurd li ser xaka Kurdistanê, divê qedera xwe bi destê xwe tayîn bike.Çarenûsiya xwe bi destê xwe binivîsîne. Ev talep talebeke demokratîk e. Gelekcaran li Kurdistana Bakur tê fahmkirin ku mafê çarenûsî prensîbeke sosyalîst e.Ev ne rast e. Mafê çarenûsî ne prensîbeke sosyalîst e, ne prensîbeke komunîste, mafê çarenûsî prensîbeke demokratîk e. Ji ber ku bi vê prensîbê em talep dikinku neteweyê kurd jî weke neteweyên dinyê bê qebûlkirin. Weke numûne, Luxemburgbi nufûsa xwe 450.000 e. Em nabêjin bila netewa Kurd û a Luxemburg wekhev bin.Ev nemumkun e. Li vê derê 40 milyon însan, li wê derê 450 hezar însan dijîn.Siklê civat, raman û aboriya wan ne wek hev e. Îmkana em wan neteweyan wek hevbikin tune.

Em dawa wî tistî dikinku li Luxemburgê mafê neteweyên wan çibe, li Kurdistanê jî divê ew be. Angoqedera xwe bi destê xwe tayîn bikin. Ji mafê çarenûsî jî tistê gruba me fahmdike eve: Mafê çarenûsî mafekî sîyasî ye, doza desthilatdarya sîyasî dike. Divêli Kurdistanê desthilatdarîya sîyasî hebe û netewa kurd biryarê li vêdesthilatdarîyê bide. Netewa kurd biryar bide ku desthilatdariyeke siyasî açawa dixwaze û temama dinyê û ev dewletên dagirker li Kurdistanê li hemberîradeya kurdan rêzbigrin. Ev netewe li welatê xwe desthilatdarîyeke çawabixwaze, bila ew bimese. Esasa demokratiya me ev e, demokratiyeke netewî ye.

Îjar, dema ku emdibêjin netewî û demokratîk tê fahmkirin ku ev grûb, grûbeke netewî ye û biriyên demokratîk kardike. Ne Werê ye.Serhildana 1925an, serhildana 1927-29an, a 1938 an , a 1921-23an, serhildanêndemokratîk in. Li Kurdistana Basûr 130 salan bênavbir serê çekdarî hatiyedayin. Ji bo mafê çarenûsî bi çi wasitan ser bê dayin, serekî demokratîk e. Ewserên bi destên pêsmergeyên qehreman bi çekdarî hatiye dayin jî serekîdemokratîk e. Ji ber ku talep demokratîk e.

Bila werê neyê fahmkirin ku ji bo em demokratîk bin,divê em riyên qanûnî bikar bînin. Na, naveroka serê me grîng e. Em çi dixwazin?Em dibêjin bila netewa me jî weke neteweyên dinyê xwediyê mafê çarenûsî be. Emdibêjin netewa kurd li ser xaka Kurdistanê divê xwedî desthilatdariya siyasîbe. Ev daxwazeke demokratîk e. Demokratiya me ji naveroka daxwaza me tê. Ezhêvîdarim ku navê gruba me bi vî awayî bê wergerandin u demokratiya me jî wenîbê fahmkirin.

Jibo bidestxistinamafê çarenûsî yekîteyeke demokratik

Weke kek Sebahattîn jîgot 'ser'a grûba me ew e ku, mafê netewa kurd heye li ser xaka xwe çarenûsiyaxwe bi destê xwe tayin bike. Em bi vê serîeta gruba xwe li dinyê, dewlet ucivakan dinêrin. Tistê li 'ser'a me tê, ji bona me mesrû ye û tistê ji derveyî'ser'a me be ji bona me gayrîmesrû ye.

Em bi vê 'ser'ê çidixwazin? Em bi vê 'ser'ê dixwazin ku hêzên demokratîk ên netewî yekbin. Gavali pêsiya me gaveke demokratîk a netewî hebe, ji bo ev gav bê avêtin û ev karbi serkeve yekîtiya hêzên netewî ferz e. Li tu derê dinyê tenê sosyalîstan, antenê demokratan, an tenê oldaran, neteweyên bindest azad nekirine.
Li dîroka neteweyên bindest binêrin, ji bo rizgariya netewî pêkanîna yekîtiyahêzên netewî pêwîst e. Ji ber vê yekê gruba me yekîtiya hêzên netewî, yekîtiyahêzên welatperwer weke vezîfeyekê daniye ber xwe. Ew hêzên Kurdistanî ên ku'ser'a vê grûbê qebûl dikin (mafê netewa kurd bi mafê çarenûsî binav dikin)dixwazin yekîtiyeke demokratîk di nav xwe de damezirînin.
Pêwist e çend pirs bên bersîvandin. Yekem ew e ku yekîtî peyvek xwes e û kes birihetî nikare li hember vê peyvê derkeve. Lazim e bê bersîvandin, "gelo emyekîtiyeke çawa dixwazin?" Ev yekîtî wê çawa lihev bêragirtin? Siklêrêxistina yekîtiya hêzên demokratîk divê çawa be? Ger em bikaribin bersîva vanpirsan bi hev re bidin û li ser bersîvên van pirsan bigêjin hev û du, jiboyekîtiya hêzên netewî li Kurdistana Bakur ava nebe tu sebeb tune. Berovacî jibo ev yekîtî çêbibe gelek sebeb hene.

Grûba me dixwazeyekîtiyêke çawa damezirîne?

Esasê programê, rizgariya demokratîk a netewî ye. Weke berî 1980antemama grûbên Kurdistana Bakur bi nav dikirin "Ulusal DemokratîkDevrîm". Yanî "Soresa Demokratik ya Netewî." Gava li pêsiyaneteweya me gaveke demokratîk a netewî be, divê programa grubê li ser vêprensîbê ava bibe: Soresa Demokratîk a netewî.

Ev yekîtî wê çawa bêavakirin? Heta nuha gelek caran hatiye ceribandin ku yekîtî tenê ji jor ber bijêr ve bê avakirin. Rêvebirên gruban hatine cem hev, biryara yekîtiyê danin ûderketine hember gel û ji wan re gotine "li pê vê yekîtiyê bimesin."Dema em li dîroka bizava azadiyê dinêrin, em dibînin ku ev uslûba yekîtiyê biser neketiye. Biryarên yekîtiyê ji ser masê derbasî nava gel nebûye. Grûba mehewl dide ku vê carê karê yekîtiyê ne tenê ji jor ber bi jêr ve bike, ji alîkîdin de, ji jêr ber bi jor jî kar bike.

Nuha di karê grûba mede aliyekî merkezî heye. Komîteya rêvebiriya grûbê heye û ew merkezî kar dike.Ji jor ber bi jêr kar dike. Komîteya rêvebir biryar dide divê gerek civînênherêmî çêbibin û van biryarên xwe bi awakî merkezî bi cîh tîne. Bes grûba me ligel vêya dixwaze, ji jêr ber bi jor jî tevgerekê li hev ragire.

Ev civînên li herêmêdibin, rê li karekî wer veke dê bas be. Ev hevalên ku vê roja yeksembê dev jikar u îstereheta xwe berdane û hatine vir,jibo ku bi me re alîkarbin; fikrê xwedi derheqa grubê de bêjin; rexneyan li kar bigrin û li kar xwedî derkevin da kuev kar ne tenê ji jor ber bi jêr, le ji jêr ber bi jor jî bimese.
Li ser modelên rêxistinî di grûpa me de gelek gengesî hene. Hin heval kongranetewî, hin heval meclîsa netewî, hin heval partîya kongrewî pêsniyar dikin ûhin heval jî dibêjin bila grûba xebatê heta demeke din weke însiyatîf karê xwedevam bike. Di van civînên herêmî de em dixwazin hun di derheqê van pirsgirêkanjî fikir u pêsnîyarên xwe ji me re bêjin. Bergiyê li me vekin. Da ku embizanibin ku wa ye hevalên herêma Mêrdîn di yekîtiya netewî de xesas in uyekîtiyeke netewî bi filan modelê dixwazin.

Ev modela yekîtîyêdivê çibe?

Bi raya min Kurdistandi dinyê de welatekî ne normal e. Welatekî xwedî hin taybetiyan e ku li tudeverên dinyê tune. Dixwazim çi bêjim?130 sal berê li dinyê 24-25 dewlet hebûn.Îro bûne 207 dewlet. Çend roj berê Qeradaxiyan referandûm çêkirin. Bawerimnufûsa wan li dor 500-600 hezarî ye. Di vê referandumê de biryar dan kudewletek Qeradaxa serbixwe dixwazin.

Luxemburg dewletekeserbixwe ye u nufûsa wê 450 hezar e. Ev dewlet, endamên Neteweyên Yekgirtî (NY)ne. Dema ku pirsgirêka Kurdistanê li NYê tê minaqesekirin, ew Luxemburg a 450hezar nufûsa wê heye, dikane di derheqê qedera Kurdistanê de ray bikarbîne.Berpirsiyarên 450 hezar kesan dikane di derheqê 40 milyon kurd de raya xwebêje, lê berpirsiyarên vî 40 mîlyonî di NYê de bê ray in.

Kurdîstan welatekîperçebûyî ye. Li dinyê neteweyekî nufûsa wî 40 milyon, çar perçe kirî û bêdewlet ji xêndî kurdan tune. Vana ji bo vî tistî dibêjim: li Efrîqa Basûr QongreyaNetewî heye û bi vê rêxistinê resikan serê xwe birin serî û bi vê modelê biserketin. Divê em vê modelê bivînin, li berçavan bigirin û dersa ji bo xwe jêbistînin. Gelek cepheyên Fîlîstîniyan hebûn û li ser wan cephe u rêxistinên xweRêxistina Rizgariya Fîlîstîn danîn (RRF). Divê em RRF jî binirxînin û ji bomodela yekîtiya hêzên netewî li Kurdistana Bakur dersan jê bistînin. LiHîndîstanê partiya qongrewî jî modeleke dinyê ye.

Divê em van modelantevan bivînin binirxînin, le divê em bizanibin ku modela ji me re lazim e ewêmodeleke Kurdistanî be. Weke numûne em çend ji wan modelên din ders bigrin jîdivê em modela xwe bi destê xwe çêbikin.

Grûba me ne partî ye ûkarê damezirandina partiyekê jî daneniye ber xwe. Lê di van sertanan de divê him ne partî be û him weke partî karbike. Grûbame ne cepheyek e. Ji bo cepheyekê divê gelek aliyên netewî yên bi hêz hebin ûwerin cem hev, da ku cepheyeke netewî ava bikin. Bi vê manê grûba me ne cepheye, lê grûba me divê weke cepheyekê jî kar bike.

Bawer im pistî van civînên herêmi, heta dawiya salê,li Amedê wê civîna berfireh a sêyemîn bicive. Di wê civînê de emê bigêjinmodelekê u programekê. Axir hun jî hewl bidin, ji me re alîkar bin, fikir ûrexneyên xwe bêjin da ku rêya me zelaltir bibe.

Çima Kurd li ser xaka xwe nebûne xwedî dewlet?

Di mesela yekîtiyê de dixwazim tistekî din jî bêjim. Nuha min got hejmaradewletan di 130 salan de ji 25 an gîhaye 207 an û kurd nebûne dewlet. Bas e, çisebebê vê yekê heye? Ev tistekî gelekî xerîb e ku 170 dewletên nuh ava bivin û40 milyon kurd nebin xwedî dewlet. Gelek sebebê vê yekê hene, le ezê tenê di dunuqteyan de sebebên vê pirsê binirxînim.

Sebeba herî girîng kukurd li ser axa xwe nebûne xwedî dewlet ew e ku; gelek hêz u teref li serKurdîstanê yekgirtî ne, lê kurd ji bo azadiyê, li Kurdistanê ne yekgirtî ne. Kîli hemberî Kurdistanê yekgirtî ye? 1916 an de peymana Sykkes-Pîccot çêbûye. Evpeyman di navbêna Frensa u Britanya de pêkhatiye û Rûsya jî besdar bûye. Vanher sê dewletan axa Kurdistanê li hev parvekirine. 1917 an de, pistî SoresaOktobrê, Rûsya bûye Sovyet û ji vê peymanê vekisiyaye. Brîtanya û Frensa ewpeyman mesandine. Di 1923 an de bi peymana Lozanê ev sînorê anuha li Kurdistanêheye bi cîh kirine. Frensa u Britanya ji bo perçekirina Kurdistanê li hemberkurdan yekgirtine.
Di 1926an de sê peyman çêbune (çend roj berê bawerim di Dema Nû de jî derket).Peymanek di navbêna Tirkiye û Îranê de çêbûye. Yek di navbêna Tirkiye û Iraqêde li ser destê Brîtanya çêbûye. Di eynî salê de peymanek jî di navbêna Tirkîyeû Suriyê de çêbûye li ser destê Frensa. Bi navê peymanên ewlekarî û hevkariyêev her sê peyman çêbûne û nuqteya herî balkês ew e ku hedefa van peymanan kurdu Kurdistan e û bêdewlet histina kurdan e.

Di van her sê peymanande biryar dane, ku heger li ser sînoran hinek esîr nerihetiyan derxin, ewê vandewletên bi hev re peyman çêkirine, dê bi hev re mudaxale bikin. Dixwazim hunli vê nuqteyê temase bikin; li alîkî dewletên rojava Brîtanya û Frensa ku wekeol jî îsewî (xirîstiyan) ne, li aliyê din jî Tirkiye, Îran, Iraq û Suriye heneû ew jî weke ol muhamedî ne. Îsewî û muhamediyan, rojavayî û rojhilatiyan disala 1926an de peyman çêkirine û biryar dane ku divê li Kürdîstanê dewlet avanebe. Her perçeyê ku wan ji Kurdistanê wergirtiye dê di destê wan de bimîne.Biryara wan jî ev e.

Kekê Sebahattîn bîska din got ku "ji ereban re 22 dewlet hatiyedamezirandin", rast e û ev jî projeya rojavayiya ye. Ji ereban re 22dewlet danîne, ne ku qencî bi ereban kirine, lê bawer im xerabî bi wan kirine. Rojavayiyan Kuweyt veqetandine u gotine bila ewdewleteke cihê be.

Ji bo kurdan tersê wêkirine. Ji bona neteweyê ereb 22 dewlet sazkirine, ew perçekirine û îdare kirine. Ji bo kurdan biryar dane ku Kurdistan perçe bive û li tuperçeyên Kurdistanê jî dewleta kurdan tunebe. Brîtanya u Frensa Kurdistan bêdewlet û perçekirî histine. Ji bona ku nexseya wan li herêmê xêzandine xeranebe, binêrin îsewî, muhamedî, rojhilatî û rojavayiyan bi hev re yekgirtine ûli ser Kurdîstanê plan çêkirine, Kurdistan perçe kirine.

Dijmin yekgirtî ye û kurd neyekgirtî ne

Em dikin nakin ev 80-90 sal e ku li tu perçeyêKurdistanê em nikanin yekîtiya hêzên netewî pêk bînin. Temase bikin liKurdistana Basûr, tevî ku ber bi dewletbûnê diherin, hîna yekîtiya hêzên netewîqasî ku lazim e, qasî ku dil dixwaze pêk nehatiye. Du tist heye; dijminyekgirtî ye û kurd neyekgirtî ne.

Ev bûye sebeb ku neteweyên nufûsa wan 500-600 hezarin, bûne dewlet û li Kurdistanê 30-40 milyon însan li ser xaka xwe bêdewletmane. Ji ber vê yekê karê grûbê karekî gelek pîroz dibînim. Ev programademokratîk a netewî sazkirina yekîtiya hêzên netewî weke hedef daniye ber xwe. Ev hedefên pîroz in.Aniha hun dikanin ji me hin kesan nerazî bin. Ev tistekî xwezayî ye. Ev kar neli ser tu kesan e, karê vê grûbê ne karê kesan e. Tu kes ne serokê vê grubê ye.Kesekî ku hegemonya wî li ser vê grubê jî tune. Hegemonya tu grûba jî li ser vêgrûbê tune. Hun dikanin ji min nerazîbin, werin vê projeyê xurt bikin û hunbimesînin.
Hun ji hin grûban ne razî ne, dibe, tabîî ye. Li hundirêKurdistanê gelek grûben welatperwer hen in û em di gellek nuqtan de ji hev nerazî ne, tabîî ye. Bes ev kar ne karê grûbekê ye. Ev kar, taleb dike ku liKurdistana Bakur yekîtiya hêzên netewî çebikê û bi ya min ev kar karekî gelekpîroz e û ji ber vê yekê jî ji roja ewil de, qasî ku ji min tê ez bi vê grubêre dimesim.

Em xwe ne li hembergrûban, li hember dewleta dagirker tarîf dikin

Di vir de dixwazimçend nuqtên din jî ji were bêjim. Nuqteya ku di nav grûbê de jî têmunaqesekirin, divê ev grûb çawa xwe tarîf bike ye. Yekem tarîfa grubê dîyar e.Ev grub grubek Kurdistanî ye, ne grubeke Tirkiyewî ye.

Duyem, ev grûb xwe li hember tu grûbê din tarîf nake. Ji roja ku hewildana vêgrubê çêbûye, ji civîna ku li Enqerê destpêkir, medya tirkan nûçe derxistin ûgotin hinek kurd têne ba hev jibo ku li hember DEHAPê partiyeke nuh çêbikin.Hin rojnaman gotin li hemberî PKKê cepheyeke nuh vedibe. Ev nûçe ne rastbûn. Wêçaxê jî me tekzîp ji Mîllîyetê re jî û ji Ozgür Gundem re jî sand û me got evkar karekî welatperwerî ye, dawa yekîtiya hêzên netewî dike. Ev kar, karê vêgrûbê xwe li hember PKKê tarîf nake. Xwe li hember dewleta dagirker tarîf dike.Prensîba vê grubê ne antî PKK ye. Prensîba vê grubê antî-koloniyalîst e. Diwelatê me de dewleteke dagirker heye û bi salan e vê dewletê temama mafên meyên netewî û însanî ji dest me girtiye. Ev dewlet nahêle em mafê xwe yên netewîu însanî bikar bînin. Ger ku emê xwe tarîf bikin, emê xwe li hember vê dewletêtarîf bikin.

Cihêtiyên me û DTPyê

Di seha vekirî demuhatabê me DTP ye. Projeya ku DTPyî diparêzin ne li gor 'ser'a grûba me ye. Emdibêjin "em Kurdistanî ne", hevalanê DTPyî dibêjin "em Tirkiyewîne." "Em dibêjin em dewleta unîter red dikin. Dewleta unîter li vêcografyayê ji mere nabe çareserî." Hevalanê DTPyî dibêjin "em dewletaunîter dipejirînin." Em dibêjin "alaya tirkan ne ala me teva ye. Emxwedî al in û tu kêmaniya me ji alaya me tune." Ew hevalana dibêjin"na ala tirkan ala me teva ye." Projeya ku ew bi navê demokratîka ekolojîk,demokratîka cumhuriya Trkiyê, konfederalîzma demokratîk diparêzin, Kurdistanêji bin kurda diksîne, Ev proje ne tenê bi destê van hevalana derdikeve pês. JiBaskin Oran heta bi Taha Akyol, gelek rewsenbîr u siyasetmedarên tirkan jidewleta xwe re dibêjin "hun nema kanin kurdan weke berê birêvebivin. Divêhun wersîyoneke projeya TC ya nuh li darxin." Hevalanê DTPyî jîwersîyoneke projeya TC ya nuh bi navê kurdayetiyê datînin pêsiya gelê me. Em lihember vê projeyê ne. Siyaseten çi projeyên ku Kurdistanê ji bin kurda biksînin,wê me li hemberî xwe bibînin û em ê bi tundî rexne bikin.

Nuqteya ewil a ku gruba me li hember hevalanê DTPyî derxîne pês, bi ya min divêev be. Nuqteya duduyan jî ew e ku DTP yî birayên me ne. Birayên me, li sersasiyê ne û li ciyekî sas in. Qesta min ji ciyekî sas ew e, ku divê ewKurdistanî bin, lê ew dibêjin em Tirkiyewî ne. Ew ciyê wan sas e. Li ser sasiyêne. Divê li hember dewleta unîter derkevin, li hember kemalîzmê derkevin, ji boneteweyê kurd ji tune de mafê çarenûsî bixwazin.

Tarîfa mafê çarenûsî em deynin alîkî, ango jibo mafê çarenûsî federasyon,Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe, Kurdistaneke konfederal kane bê xwestin.Vanhevalên ku ger ewê li ser navê kurdayetiyê sîyasetê bikin, ji tune de divê jibo neteweyê Kurd mafê çarenûsî bixwazin. Ew li ser sasiyên e û li ciyekî sasin. Divê grûba me ji bo siyasetek Kurdistanî, bêwestan wan vexwîne û wan davetbike. Divê gruba me weke DTPyî li me dinêrin, li wan nenêrin.Weke tê zanîn, evxet ji kevn de dibêje; "yên ne bi xeta me re bin xayin in, hevalê dewletêne." Madem ev tarza sîyasetê xelit e, heqê grûba me tuneye bi vê tarzasîyasetê li wan binêre. Ew dikarin bi çavên dijminan li me binêrin, lê em biçavê dijminatiyê li wan nanêrin. Em li wan bi çavekî ku ew birayên me yên liciyekî sas û li ser riya sas in dinêrin. Projeyên li ber wan ne projeyênKurdistanî ne. Projeyên li ber wan, Kurdistanê ji bin kurdan diksîne. Lewra jîem bi xurtî û bi tundî li hember projeyên wan in. Bi sebeba ku grûba me dixwazeyekîtiya hêzên netewî durust bike, divê em bêwestan wan dawetî sîyasetekeKurdistanî bikin.

Ez dixwazim ev hevalanê besdarî vê civîna me bune bi xurtî li grûbê xwedîderkevin. Ev grûb ne grûba min û kekê Sebahattîn û filankes û bêvankes e. Hunkî ji ciyê xwe rabin û bêjin ev karê we karekî serast e û ez jî dixwazim tev livî karî bivim, aniha çi heqê min di hundur vê grubê de heye, hun jî xwedîyê wanheqan in. Ez ji we hêvî dikim, hun bi xurtî li armancên grubê xwedî derkevin;li projeyên li ber grubê xwedî derkevin. Ji we tevare spas, bimînin di xwesîyê de.

Prensîba me ya serekedoza çarenûsiyê ye

Ez ji rexneyan neacizim û pêwîst e rexne hebe. Musterekên rexneyên ku ji min re tê ew in ku ezbarê giran datînim ber hevalan û ev bar nayê rakirin. Di civîna Enqerê de jîrexneyên wer hatin û gotin "daxwaza mafê çarenûsî îlana cengê ye",lewra jî belavoka dawiya civînê li ser navê civînê nehate belavkirin, lê li sernavê grûba ku di wê civînê de hate hilbijartin hate belavkirin. Rexneyek jî têbilêvkirin ku ez di siyasetê de toptancî me û nizanim gavê biçuk ên siyasîbinirxînim. Em toptancî li sîyasetê nanêrin."

Di siyasetê de aliyêtoptan jî heye aliyê perakende jî heye. Lê bi raya min siyaseta herî rastsiyaseta bi prensîb e. Em weke kurd, weke siyasetmedarên kurdan ji kurdan re çidixwazin? Prensîb ev e: Mafê çarenûsî ye. Divê ev prensîb serast bibe, çitaxwestekê netewî, danekeve binya vê prensîbê.

Bi def û zurnan qursênKurdî vekirin, bê def û bêdeng girtin.

Em reforman înkarnakin, red nakin. Bes dema ku em li reforman dinêrin em bi 'ser'a xwe lireforman dinêrin. 'Ser'a me ev e; tistê kêmî vê 'ser'ê ne Kurdistanî ye. Gerkarekî sîyasî bête kirin divê 'ser'a wê ne kêmî mafê çarenûsî be. Di 'ser'a wêde Kurdistan tunebe ev kar ne karekî Kurdistanî ye. Divê çita danekeve bin mafêçarenûsî. Weke talep, dema ku prensîba te ne serast be, wê talebên te jî neserast bin. Hin hevalan weke reform gotin ku "qursê kurmancîdixwazin." Bi def u zurnan qursên kurmancî vekirin.

Bas e li tu derê dinyêtu netewe li ser xaka xwe bi qursan fêrî zimanê xwe bûn in? Li Kurdistanêpêwîstî bi qursên kurdî heye. Ji bo kurdistaniyên ku ne kurd in pêwîstî biqursan heye, ne jibo kurdan. Weke numûne: Li Qosarê qursên kurdî vebin û tirkênli Qosarê herin di van qursan de bielimin kurdî. Lê ew hevalên ku qurs wekereform qebûl kirin ku kurd herin qursan û fêrî zimanê xwe bibin, ev nedaxwazeke welatperwerî ye, ne daxwazeke netewî ye.
Di warê ziman de talebeke reformê hebe, divê em bixwazin kurdî li Kurdistanêbibe zimanê fermî. Talebên netewî divê danekeve kerta dawîn. Dewlet ji bo kutevgera azadî rawestîne, dikane hin gavan bavêje, an hin reforman pêk bîne. Emdê vana bivînin û li gor sîyaseta netewî binirxînin. Lê mafê kesî tuneye li sernavê kurdayetiyê, bêjin "bila kurd herin li qursan fêrî zimanê xwebibin." Talebên me jî li gor prensîbên me ne. Ew qursên ku bi def û zurnanvekirin, bê def û bêdeng girtin. Weke talebek din jî bêjim, serokê wan jî wêtalebê dike.

Lêborîna Tevayî (GenelAf) an mafê siyaseta azad?

Hevalanê DTPlêborîneke tevayî dixwazin (genel af). Bas e hevalno ef ji kêre tê xwestin? Efji mucrîman re tê xwestin. Efû ji wan kesên sucdar re tê xwestin. Em têkoserênazadiyê wek mucrîman nabînin û mafê kesî tuneye ji siyasetmedarên Kurdan reefûyê talep bikin.

Li civîna Izmîrê jîmin got, jibo temama hevwelatiyên Kurdistanê re em mafê siyasetê yê azad talepdikin. Nuha bi hezaran hevalên me ji ber zilma Kemalîstan reviyane çûne derveyîwelêt. Bas e emê ji wan re efûyê bixwazin, ma vana mucrim in? Na, vana têkoserin, welatperwer in. Em ê ji wan re mafê sîyaseta azad û serbest bixwazin. Jiber ku prensîba wan Tirkîyewî ne, ew di hundur Tirkîyê de efûya tevayîdixwazin. Prensîba me Kurdistanî ye. Em ji bona temama Kurdistaniyan siyasetaazad u serbest dixwazin. Ango em ne toptancîn e. Em jî dikanin reforma talepbikin. Lê formulasyona talebên me li gor 'ser'a me ye.
Li derveyî 'ser'a xwe em tu taleba naxwazin. Weke numûne: Birêz Kemal Burkay ev20-30 salên wî ye li derve ye û dixwaze were welêt, siyasetê bike. Heqê kê heyetalep bike ku dewlet Kemal Burkay efû bike? Ibrahîm Güçlü, kek Zeynî û kekSedat nuha di zindana kemalîstan de ne. Wîcdanê we qebûl dike em bêjin vanhevalana efû bikin? Gelo van hevalên me mucrim in? Na, Hevalên me welatperwerin ,têkoser in, soresger in, li hember zilma dewletê derketine. Emê talep bikinhevalên me berdin; bila li Kurdistanê bi serbestî siyasetê bikin.Talebên me ûwan hevalana ne wek hev in, bi sebeb ku 'ser'a me ne wek hev e. Talebên gel liser 'ser'ê tê formule kirin. 'Ser'a te Kurdistanî be, dê talebên te jîKurdistanî be; 'ser'a te Tirkiyewî be, dê talebên te jî Tirkiyewî be. Divê evnuqteyan bas bê fahm kirin.

Wesiyeta Qadî Mihemed:"Bi Dijmin bawernebin, lê bi Îraniyan re qet bawernebin"

Ji bo yekîtiyê jihevalan re pêsnîyar dikim ku wasiyeta Qadî Mihemed bixwînin. Berî ku QadiMihemmed bê daliqandin kaxez u qelem danê û jê re gotinin "wasiyeta xwebinivîsîne." Du nuqtên esas hene di wasiyeta Qadî Mihemmed de. Yek, ew eku dibêje "bi dijmin bawernebin û bi Iraniyan re qet bawer nebin. Bi sebebku ew li perçeyê rojhelat in û ew perçe di bin zilma Iraniyan de ye."Dibêje "bi dijmin bawer nebin u bi Iraniyan re qet bawer nebin."
Di xala duduyan jî de dibêje ku "Kurd ji hev aciz nebin. Ger ji bonatevgera azadiyê kî derkeve pês ji wan aciz nebin û pisgiriya hev bikin."Du xalên esasi ne, di wesiyeta Qadî mihemed de. Divê em jî, ya yekem bi dijminbawernebin û bi dijminê TC qet bawer nebin. Çawa ku Qadî mihemmed dibê bidijmin bawer nebin û bi ê Iranî qet bawer nebin. Divê em jî bêjin bi dijminbawer nebin û bi ê tirkîyê qet bawer nebin.
Xala duduyan, em ji hev re tahammul bikin. Ez û birêz Sebahattîn an birêz EzîzMahmud, di gelek nuqtan de weke hev nafikirin. Lê divê em tahamula hev bikin.Em ji cudayiyên hev re bi rêz bin. Pirsgirêkek me Kurdan jî ew e ku em jidijmin re tahamul dikin, lê ji hev re tahamul nakin. Em derdikevin kolanan;esker, polîs û memurên Tirkan hene, bas e vana ne dagirkerin? Bi tirkî vana ne'îsgalcî' ne? Belê, îsgalcî ne. Em hemû tahamula wan dikin. Em diharin dibinmemurê vê dewletê jî. Bi wî qasî em tahamula dijmin dikin.

Bas e em ewqastahamula dijmin dikin, çima em tahamula hevûdu nakin? Di çend xalan de ez û evhevalana em wek hev nafikirin. Çi manî heye? Ez dizanim ku ev hevalana, ji tunede bi qasî min welatperwer in. Divê em ji hev re tahamul bikin û yekîtiyê li serwî esasî deynin.

Tistê kekê Aziz Mahmuddi derheqê kultura yekîtiyê de got, rast in û ez tev li wan dibim. Karêyekîtiyê, bi çanda yekîtiyê dê bi ser keve. Divê em ji hev re tahamul bikin ûji cudahiyên hev re bi rêz bin.
Ez ne bi wî usluba Medenî re me, ku dema qala hevalên MESOP an ê HAKPARê dikedibêje ‘bu adamlar’ (van kesan). Belkî ew peyv ji devê wî reviya, lê bi vêûslubê karê yekîtiyê namese. Divê em ehlaqekî yekîtiyê jî di nav xwe de durustbikin û karê xwe bi vî ehlaqî bimesînin.

Nuqteyek dawiyê jî ezbibêjim. Di hundur grûbê de ez nabêm tereftarên DYEyî hene, lê yên ku sîyasetaamerîkanî di herêmê de rast dibînin henin. Di hundur grûbê de ên sîyasetaewrûpiyan rast dibînin henin. Ez di hundir grubê de, li yên sîyaseta awrasyayîdiparêzin, rast nehatime. Lê dibe ku di rojên pês de ew jî hebin. Vaya ewêhebe. Bes grub ne emerîkanî ye, grub ne ewrûpî ye û grub ne awrasyayî ye. GrubKurdistanî ye. Di grubê de ên sîyaseta DYE, Ewrupa an Awrasyayê rast dibînin dêhebin. Lê divê kesek wan sîyasetên xwe yî ewrupî an emerîkanî li ser grûbê ferznekin.
Em nabêjin ku ew hevalanê tereftarê Ewrûpa, an ew hevalên YEyê wek projeyasaristaniyê dibînin bila dev ji fikrên xwe berdin. Em ne hatine vira ku fikrênxwe li ser hev ferz bikin. Em hatine, welew ku kesek siyaseta emerîkanî,ewrupî, awrasyayî rast bibîne jî, ger ku 'ser'a grubê dipejirîne, bila wer in,em li ser xetek Kurdistanî yekîtiya hêzên netewî durust bikin. Grûp Kurdistanîye û li ser vî asasî dê hêzên dinyê jî binirxîne. Bang a me ev e û spas ji bo we tevan.

(*) Axaftina Fewat Onen ya li Qosarê(Kiziltepe-Mardin) ya di civîna Grûba Xebata Demokaratîk a Netewî a Kurd de,4-10-2006

 

 

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

BİR AHLAKSIZ TEKLİF: EŞİT VATANDAŞLIK
Fuat Önen
BİR AHLAKSIZ TEKLİF: EŞİT VATANDAŞLIK
Îşgalciler bize al vatandaşlığı ver vatanını diyorlar. Demirtaşın kürtler daha ne yapsın size vatanlarını verdiler sözünü bu çerçevede anlamak lazım. Bu işgalciliğe tesllim olmak anlamındadır. 100 yıllık bu işgalci proje zaman zaman eşit vatandaşlık,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2333)


KOLEKTİF LİDERLİKTE, LİDER OLMAMALI MI?
Fuat Önen
KOLEKTİF LİDERLİKTE, LİDER OLMAMALI MI?
Bizim klasik literatürümüzde, üstte dava vardır, bu davayı gerçekleştirmek için, örgüte ihtiyaç vardır. Örgüt ikinci sıradadır. Bu örgütü yönetmek, sürdürmek için kadrolara ihtiyaç vardır. Bu kadrolar arasında biri, bu işe daha yeteneklidir. Dolayısı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2261)


BİREY – TOPLUM İLİŞKİSİ ve KOLEKTİF ÖNDERLİK MESELESİ
Fuat Önen
BİREY – TOPLUM İLİŞKİSİ ve KOLEKTİF ÖNDERLİK MESELESİ
Kuzey Suriye, Batı Kürdistan değildir. Kuzey Suriye, Sünni-Arap coğrafyasıdır ve bizim güneyimizdedir. Batı Kürdistan’ın güneyindedir ama Suriye’nin kuzeyidir. Önce orda teritoryal meselenin açıklığa kavuşturulması lazım. PYNK ile ENKS&rs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2159)


ULUSAL BAĞIMSIZLIK STRATEJİSİ ve DEMOKRASİ
Fuat Önen
ULUSAL BAĞIMSIZLIK STRATEJİSİ ve DEMOKRASİ
Devlet, Kürdistan için Kürdistanlıların birlikte yaşama hukukunun cisimleşmesi anlamına geliyor. Devlet Kürdistan için, Kürt toplumunun normalleşmesi anlamına geliyor. Biz anormal bir toplumuz. Bu anlamda birçoğumuzun kişiliği hastalıklı, çünkü çocuk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2147)


NİYE BAĞIMSIZLIKÇILIK, NİYE AYRILIKÇILIK?
Fuat Önen
NİYE BAĞIMSIZLIKÇILIK, NİYE AYRILIKÇILIK?
Şimdi siyasal temsiliyet nasıl olacaktır?  Bakın dünyanın hiçbir yerinde, hiçbir işgalci güç, hiçbir sömürgeci, hiçbir emperyalist durduk yerde senin siyasal temsiliyetini kabul etmez. Sen bunu kabul ettireceksin. Kürdistanî siyaset bunu kabul e...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1915)


GÜÇ BİRLİĞİ ve GÜÇ BİRLİĞİ’NİN GÜNEY KÜRDİSTAN’DAKİ TEMASLARI
Fuat Önen
GÜÇ BİRLİĞİ ve GÜÇ BİRLİĞİ’NİN GÜNEY KÜRDİSTAN’DAKİ TEMASLARI
Siyaset bir temas meselesidir, eğer Batı Kürdistan ile ilgili bir girişimde bulunacaksak, önce Batı Kürdistanlılarla temas edelim. Böyle bir öneride bulundum ve dedim ki Batı Kürdistan’da 42-43 parti var. 15 tanesi ENKS’de, 25 tanesi PYNK...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3858)


AYRILIKÇILIK, BAĞIMSIZLIKÇILIK - KÜRDİSTANİ SİYASET TARZI
Fuat Önen
AYRILIKÇILIK, BAĞIMSIZLIKÇILIK - KÜRDİSTANİ SİYASET TARZI
Yani kısaca şunu söyleyeyim, halk savaşı işte kırlardan kentlere gerilla mücadelesi, güneydeki peşmerge savaşı da budur. Şimdi bu bir köy toplumu gerektirir. Eğer sizin köylü nüfusunuz, %75’ten %25’e düşmüşse, siz hangi toplumsal realitey...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1900)


AYRILIKÇILIK VE BAĞIMSIZLIKÇILIK
Fuat Önen
AYRILIKÇILIK VE BAĞIMSIZLIKÇILIK
Bu yüzyıllık dönem içinde, bu devlet hiçbir zaman Kürdistan meselesinin eşit haklılık, adalet üzerinden çözümlemek için hiçbir projeye sahip olmamıştır. Yapılanların hepsi, işgalciliği yeni formlarda sürdürme çabasıdır. Bugün eğer “Kürtler vard...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2050)


Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş.
Fuat Önen
Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş.
Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş. Sosyal medyada buna dönük tepkiler yoğunlaştı. Kürt sorunu vardır diyen arkadaşlar bu açıklamaya kızmışlar. Dikkat edilirse kızgın arkadarkadaşların çoğu 2005 yılında Erdoğanın "kurt soru...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1606)


Kürt siyasetinde egemen siyaset tarzı
Fuat Önen
Kürt siyasetinde egemen siyaset tarzı
Kürdistan da bağımsızlıkçılık görünür değildir. Kuzey Batı Kürdistan’da da bu böyledir, Kürdistan’ın diğer parçalarında da bu böyledir. Yalnız şuna dikkat etmenizi isteyeceğim, son bir-iki yılda özellikle Orta Güney Kürdistan’da cid...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2020)


Page 1 of 9First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  Next   Last   
123movies