×
PKK û Desthilata li Başûrê Kurdistanê

PKK û Desthilata li Başûrê Kurdistanê
Di van şerdan de eger PKK dixwaze ber bi axa Başûr ve paşve here, divê bi hikûmeta Başûr re li hev bike û li gorî serwerîya Başûr tevbigere. Na, heke PKK serwerîya Başûr nas nake divê di qada şer de bimîne û li dijî hicûmên dewleta dagirker têbikoşe....
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2351)


Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Fuat Önen
Mirovê Aqil: Mîthat Sancar
Di dawîya sala 2012yan de pêvajoyeke nû li Îmraliyê hat li darxistin. Çarçoweya vê pêvajoyê di peyama Ocalanî ya di Newroza 2013yan de hate destnîşan kirin. Di wê peyamê de işaretî 3 ruhan û xwişk û biratîyekê dihat kirin. Gîyanên ku dê “Kêşeya...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2486)


Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Fuad Onen
Du fîgurên 23-24ê Nîsanê: Mîthat Sancar û Firat Aydinkaya
Yek ji wan (Mîthat Sancar), hewl dide ku meclîsa tirkan, dewleta tirkan, Ataturkê tirkan û ataturkçîtîya tirkan li pêş çavên me xweş bike. Yê din jî (Firat Aydinkaya), hewl dide ku kurdan li pêş çavên me reş bi...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2308)


BANGA HELWÊSTGIRTINEKE BI RÛMET
Fuad Onen
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne. Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. Her çend rayedar û berdevkên vê sîstemê vî şerî weke li dijî terorê bi nav bik...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2887)


DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Fuad Onen
DIVÊ KURD YEKÎTÎ Û SERXWEBÛNA KURDISTANÊ JI XWE RE BIKIN MIJARA MAN Û NEMANÊ
Diplomasî, sîyaseta nazenîn e. Ji bo diplomasîyeke baş, berî her tiştî siyasteke baş, yekgirtî û Kurdistanî pêwîst e. Li başûrê welatê me mixabin siyaseteke bi vî rengî ne serdest e. Parlamana me heye, hikumeteke me heye lê siyaseteke serxwebûnxwaz û...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3254)


Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Fuad Onen
Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li Qendîl ê operasyoneke leşkeri bimeşîne
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qala dagirkirina Qendîlê dike? Li Tirkîyê hilbijartin heye, argumenta her du bereyên dagirker (Cumhur û Mill...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2861)


HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINA TIRKAN, HDP Û HELWESTA HIN PARTÎYÊN KURDAN
Em nabêjin ku hilbijartina Tirkan me aleqedar nake, em dibêjin ku ev hilbijartina dewleteke dagirker e, hebûna dewleta Tirkan li Kurdistanê ne rewa ye, ev dewlet bi hemû dam û dezgehên xwe dagirker e û divê ev dewlet ji bakur-rojavayê Kurdistanê derk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2774)


HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Fuad Onen
HILBIJARTINÊN DEWLETÊN DAGIRKER Û HELWESTA KURDAN
Ne xwezayî ye ku sîyasetmedarên Kurdan wek yên Tirkan bipeyivin, nakokîyên di nav sîyaseta Tirkan de mezin bikin û di nav sîyaseta Tirkan de ji xwe re li cîyekî bigerin. Divê sîyasetmedarên Kurdistanê zanibin ku ev ne hilbijartina me ye, ev hilbijart...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2823)


TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Fuad Onen
TÊKÇÛNA ŞERÊ CEBHEYA KERKÛKÊ
Şerê li cebheya Kerkûkê rû da, bersîva dewletên dagirker û parêzerên sistemê ye. Di vê cebheyê de em têkçûn. Berpirsê vê têkçûyinê yê yekem Serok Barzanî ye. Ev bêyî ku em hûrgilîyên şerê cebheya Kerkûkê bizanibin wisa ye. Serokatî ne ciyê gazindan c...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3672)


YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Fuad Onen
YEKÎTÎYA KURDAN Û YA PARTÎYÊN KURDAN JI HEV CUDA NE
Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fidel Castro û yên wekî wan de tûşî nîqaşên teorîk li ser netewe an netewepe...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4057)


Page 1 of 5First   Previous   [1]  2  3  4  5  Next   Last   
04

Kerkûk, Amed, Mahabad, Qamişlo: Dilê Kurdîstanê
Xwişk û birayên delal, hevalên hêja, hun bi xweşî û başî hatin civîna Koma Xebatê. Ji we tevan re û di kesayetîya we de li her çar parçeyên Kurdistanê ji bizava azadîyê re serketinê dixwazim...

Mijara me yî îro Kerkûke. Her ku qala Kerkûkê dibe, birayên me yên li Başûr dibêjin “Kerkûk dilê Kurdistanê ye”. Ev gotin rast e, lê bi bawerîya min kêm e. Kurdistan welatekî ne tenê dagirkirî, lê dabeşkirî ye jî. Dabeşkirina welatekî ne tenê dabeşkirina axa welêt e, dabeşkirina dil û heşê welêt û hevwelatiyan e jî. Ji ber vê yekê dilê me jî yê welatê me jî parçekirî ye. Kerkûk perçekî dilê Kurdistanê ye, Mahabad perçek e, Amed û Wan, Efrîn û Qamişlo, her yek perçek ji dilê Kurdistanê ye. Perçekî dilê me li Kerkûkê, yek li Amedê, yek li Mahabadê, yek li Qamişlokê davêje. Dabeşkirina welatê me pirsgirêka me ya herî mezin e. Wer ji me tê pirsîn ku di 130 salên bihurî de hejmara devletan ji 25an çûye 210-12an, lê di nav wan de dewleteke Kurdan tuneye, gelo ji ber çi ye? Em dikanin bibêjin ku sedema herî girîng parçekirina welatê me ye. Emperyalîstên rojavayî û despot û kolanyalîstên rojhilatî bi xesasîyeteke muhendîsî welatê me parçe kirine û di hemû parçeyan de, em bê statuyeke sîyasî hiştine; da ku em nebin dewlet û sazûmana wan a navnetewî xera nebe. Ew sazûmana ku bi dehan salan welat li me kiribû zindan, ji başûr de perçivî û hilweşandina wê li her perçeyî ne dûr e, sedema tirs û êrîşên dagirkeran ji ber wê ye.

Komara Tirkîyeyê ji ber Kurdistana Bakur bela xwe difroşe Başûr
Hevalên hêja sedema ku Kerkûk ji sîstema serwerîya Tirkan re bûye pirsgirêk jî, parçekirina Kurdistanê ye. Divê em karê xwe rast fahm bikin û rast bikin. Komara Tirkîyê (KT) ji ber Kurdistana Bakur bela xwe difiroşe Başûr. Ger Kurdistan parçe nebûya û parçeyê herî mezin ne di bin dagirkerîya KT de bûya, li dinyê dewleta ewil a ku Kurdistana Başûr nas bikira û pê re dest bi têkilîyan bikira, wê KT bûya. Weke ku tê zanîn û sîyasetmedarê Tirkan jî tim tînin ziman, heta çend sal berê her du serokên Kurdan bi pasaportên Tirkan digerîyan. Mixabin rast e ku dema hêzên PDK û YNK şer dikirin hêzên artêşa Tirkan dibû nabêncîyê wan. Hîna jî beşek leşkerên Tirkan ji ber vê yekê li Kurdistana Başûr in. Îro jî di ticareta derve ya dewleta Kurdistana Başûr de KT xwedî parek mezin e. Pirsgirêka KT, ne Başûr lê Bakurê Kurdistanê ye. Başûr ji ber Bakur dibe hedefa gef û tehdîdên KT. Em li vir ne tenê piştgirîya Başûr dikin, lê di heman demê de em Amedê diparêzin. Piştgirîya başûrê welatê me ji bo me gaveke girîng e di têkoşîna azadkirina bakurê welatê me de.
Berdevk û rêvebirên Sîstema Serwerîya Tirk (SST) di piçûk kirin, tehdîd kirin û gef xwarinê de, li hemberî Kurdan bê pîvan û bê sînor bûne. Li vir ez ê li ser peyvên 2-3 berpirsiyarên SST rawestim. Yek jê rêvebirê partîya bi nav sipî lê di emel de reş û kesk, Evdila Gul e. Di axaftinek xwe de dibêje ku:’Me Kerkûk daye Iraqeke yekperçe û heke Iraq perçe bibe, em wê peymana ku me Kerkûk daye Iraqê êdî nas nakin’. Ji bona ku mirov bikanibe di hevokekê de ewqas çewtî bîne ziman, qey divê mirov rêvebirê SST be!
1- We Kerkûk nedaye kesekî. Hîna di sala 1916an de bi peymana Sykes-Picot axa dewleta Osmanî li Asya di navbera 3 dewletan de hatiye parvekirin...Erzirom,Wan, Bedlîs û axa derdora wan ji Rûsyayê re, temama Mezopotamya u lîmanên Akka û Hayfayê ji Brîtanyayê re, sînorê Sûrîyê, herêma Kîlîkya, Xarpêt û derdora wê jî ji Fransayê re mabû. Dîsa li gor vê peymanê di herêma di bin nifûza Îngilîz û Fransîyan de wê dewlet an konfederasyoneke Ereban bihata danîn.
2- Dewleteke bi navê Iraq tunebû. Sê eyaletên Osmanî bi navê Basra, Bexdad û Mûsil hebû, ku ji van Mûsil Başûrê Kurdistanê ye. Kuweyt berê qeza Bexdadê û dûre qeza Basrayê bû. Îngilîzan li gor berjewendîyên xwe Kuweyt kirin dewleteke cîhê, ji dawîya mayî jî dewleteke bi navê Iraq afirandin. Hun li ku bûn, dewleta Iraqê ya yekperçe li ku bû?
3- Li binê peymana Enqerê ya ku Gul qal dike, îmza “Haşmetlû Büyük Britanya ve Irlanda Kiraliyeti Müttehidesi, Mâverayi Ebhar Britanya arazisi Kirali ve Hindistan Imparatoru hazretleri ” heye. Xwiya dike ku dewleta we bi Brîtanya Mezin re ew peyman imze kiriye û ew jî zûde perçe bûye. Wek nimûne, Hîndîstan û gelek axa Brîtanyayê ya ji deryayê wêde ji dest çûye, we çirre negot, ‘em qebûl nakin, kanî Kerkûka Osmanîyan?’
4- Bosna, Sirbîstan û Qeredax jî axa Osmanîyan bû û dewleta Yûgoslavî jî perçe bû, we çirre doza axa Osmanîyan nekir?
Kêla mahna tije nabe û dawîya derewên SST nayê. Lê pirseke din heye, nuha temama dinyê ji we re bêje, ‘werin, me Başûrê Kurdistanê da we’, gelo hun ê biwêrin bigirin? Hevalno hun baş bizanibin ku wê newêrin bigirin. Sedem ew e ku peymana 1926an piştî serhildana 1925an di navbera dewleta Îngilîz û Komara Tirkan de çêbûye. Van her du dagirkerên Kurdistanê ji serhildana 1925an ders wergirtine. Gîhane wê qeneetê ku her du perçeyên Kurdistanê bi hev re nayên îdarekirin. Ji bo ku Kurdistan bê statu bimîne, pêwîst dîtine ku Başûr û Bakur ji hev cîhê bin. Ji ber vê yekê KT dev ji îdiaya ku Mûsil perçekî Tirkîyê ye berdaye. Îro jî helwesta KT eynî ye. Em bêjin, ‘werin, ji we re Kurdistana Başûr’ jî qebûl nakin. Ew dagirkerên ku îdî dibînin ku nikanin Amedê birêve bibin, wê çawa doza rêvebirina Kerkûk û Hewlêr û Silêmanîyê bikin? Ev fort û zirtên SST ji bo kêmkirina desthilatîya Başûr e. Difikirin ku bi vî awayî wê kanibin Amedê di bin kontrola xwe de bihêlin.
Helwesta Serokê Partiya Hêzên Çekdar
Em werin ser berpirsiyarê Partîya Hêzên Çekdar. Serokê vê partîyê Yaşar Buyukanit li DYA çend tişt gotin ku hewce ye li ser bê peyivandin.
1- Buyukanit dibêje ku “Komara Tirkîyê ji sala 1923an û vir de tu carî bi astengîyeke wek ya îro rûbirû nebûye û tu caran di bin tehdîd û tehlîkeyên wenî xurt de nemaye”. Hevalên hêja, ev tesbîta YB di cîh de ye; rast e; KT hatiye dawîya xwe. Ev komara ku li ser asasê ji holê rakirina rasteqînîya welat û netewbûna gelê Kurd hatiye avakirin, nikane wek berê bimeşe û li ser pê bimîne. KT berovacî îdiayên wan, ne li hemberî ‘duwelî muazamma’, lê di tengala wan de hatiye damezirandin. Ev komar perçekî sazûmana navnetewî hatiye damezirandin, pişta xwe daye nîzama navnetewî û bi wî awayî li ser pê maye. Îro ew nîzam belav bûye, dinya li pergaleke nuh digere û KT bê pişt maye. Dinya diguhere û bi awayê berê li ser pê mayin ne mimkun e. Îro KT li dinyê û li herêmê dewleta herî statukoparêz e. Li kîjan quncika dinyê ji bo Kurdan guhertineke erênî çêbibe, KT ta digire, dawîya xwe bi vî awayê zordest û dagirker dibîne. Gelê Kurd li Başûr azadî û dewletbûn tahm kiriye, li tu parçeyê Kurdistanê wek berê di bin dest de hiştin ne mimkun e. Ji ber vê yekê, tirs û tesbîta YBê serokê Partîya Hêzên Çekdar di cîh de ye.
2- YB dibêje ku “hin kes di xewna xwe de perçebûna KT dibînin, lê ew ê bi kabûs hişyar bibin”. Ez vê gotin û tehdîdê ji xwe re qebûl dikim. Rast e, em di xew û xewnên xwe de Kurdistaneke azad dibînin. Lê ne tenê di xew û xewnan de, em bi hişyarî jî wê dibînin. Em Kurdistana azad bi şev û roj dibînin, dixwazin û doz dikin. Ev rewşa me jî kabûsa wan e.
Hevalên hêja, bi navê Edip Başer mexlûqek heye, leşkerekî teqawît e. Di sîstema hiqûqî ya Tirkîyê de tu statuya wî tuneye. Weke koordinatorê PKK tê zanîn. Statuyeke wenî jî di resmîyeta Tirkîyê de tuneye. Vî mexluqê bê statu piçûkxistin û tehdîdkirina Kurdan ji xwe re kiriye kar. Birêz Şerafettîn Elçîyê Serokê KADEPê di bernameyek TV de bi awayekî gelekî nazik got, ‘bi raya me federalîzm ji bo çareserîya pirsgirêka Kurdan pêwîst e’, Edîp Başer ew tehdîd kir û got cîhê kesê wenî difikirin li vir tuneye. Îcar ku serokê DTP yê şaxê Amedê got ‘Em êrîşeke li ser Kerkûkê wek êrîşeke li ser Amedê dibînin’, vî mexlûqî îcar jî ji rêzdar Hilmi Aydogdu re got mexlûq. Ev mexlûq û temama mexlûqatan gerek bizanibin ku têkoşerên Kurdan ne bi tenê ne, li ser xaka xwe ne û di nava gelê xwe de ne. Dawîya fort û zirtan tuneye. Li ser axa welatê me tu derê ku we bombebaran nekiriye, tu malbata ku şehîd, girtî, zîndanî nedane nemaye. Îdî bibînin û têbigihêjin ku em bi kuştinê naqedin û bi tehdîdan dev ji doza azadîya gelê xwe bernadin.
Rêvebir û berpirsiyarê SST di piçûkkirin û tehdîtkirina Kurdan de bi hev re ketine qayîşê. Erkan Mumcuyê serokê ANAPê di vî warî de ji heq û hedê xwe derbas kir û weha got: “Camêr destûr çêkiriye. Behsa Barzanî dikim. Di destûra xwe de Sewr ji xwe re kiriye çavkanî. Yanî îradeya emperyalîstan xistiye destûra xwe. Ez bi vî xulamê emperyalîstan re çi bipeyivim... Vî kesî xwe kûçikê emperyalîzmê îlan kiriye. Ez naxwazim dewleta min bi kûçikên emperyalîzmê re bipeyive.”
Peyveke bi Osmanî heye dibêje “uslûbû beyan aynîyle însan”. Li gor vê peyvê, em dikanin bêjin ku Erkan Mumcu weke uslûba beyana xwe ye. Ji uslûbê em werin esasê, em dê bêjin ku ji Sewrê heta bi Lozanê, Enqerê, CENTOyê, NATOyê yên ku peyman bi emperyalîstan re çêkirine ne Mesud Barzanî û pêşîyên wî ne. Ger bi wan re peyman îmze kirin kûçiktî be, li 1500 km wêde negerin, li dora xwe binêrin. Ji bo peyva Erkan Mumcu gotineke xweş heye bi Tirkî “it ürür kerwan yürür”. Bi Kurdî em dibêjin “karwan dihere, seg direye”.
Li gor hiquqa me Kerkuk Kurdistan e
Hevalên hêja mijara me Kerkûk e, Kerkûk perçeyek ji dilê Kurdistanê ye û pêwîst e ji her rengî û dengî welatparêz yek bin û bi yekdengî bêjin ‘Kerkûk Kurdistan e’. Rêvebirên SST ji bo mudaxaleya Kerkûkê qala peymana Enqerê dikin û vê peymana 1926an ji bo tehdîdên xwe dikin pêlik. Sala 1926an ji bo KT saleke girîng xwiya dike. Divê neyê jibîrkirin, ev sal piştî sala 1925an e ku serhildana Kurdan Tirkîye hejandibû. Bi bawerîya min her çend tê gotin ku KT di sala 1923an de hatiye damezirandin jî şikilgirtin û bicîhbûna wê di sala 1925an de destpê dike. Tirk dibêjin Peymana Lozanê peymana damezirandina dewleta me ye. Qismen rast e, lê bicîhbûn û şikilgirtina dewletê di peymanên 1925-26an de ye. Çend peymanên vê salê ev in: 18-10-1926 Bûlgarîstan, 17-12-1925 Yekîtîya Sovyetan, 22-4-1926 Îran, 30-5-1925 Fransa (Sûrîye û Lubnan), 5-6-1926 Brîtanya Mezin (Iraq), 1-12-1926 Yewnanîstan. Piranîya van peymanan wek peymanên dostanîyê, ewlekarîyê û hevkarîyê hatine binavkirin. Lê bi taybetî peymanên di sala 1926an de bi Îngiltere, Fransa, Îran, Iraq û Sûrîyê re hatine îmzekirin, peymanên dabeşkirin û bê statu hiştina Kurdistanê ne. Dîsa di van peymanan de madeya hevbeş û balkêş ev e ku her 6 dewletan li hemberî serhildanên Kurdan biryara bi hev re karkirinê sitendine. Peymana 1926an a bi navê Peymana Enqerê di çavdêrîya Netewên Yekbûyî de hatiye îmzekirin, belam KT di wê tarîxê de ne endamê NY ye. Endambûna KT ji bo NY sala 1932an e. Ev peyman tu mafê mudaxaleya Kurdistana Başûr nade KT.

Li vir pêwîst e li ser hiqûqê jî çend gotin bên kirin. Di nav van hiquqnasên hêja de ji bo min zehmetî hebe jî dixwazim tiştnan bibêjim. Çi ya netewî çi ya navnetewî Hiqûq îradeya serdestan e. Bê guman di hiqûqên dewletan yên navxweyî de jî di yên navnetewî de jî nirxên însanî, civakî û dadmendîyê hene. Di hundir pêvajoya dîrokî de destxistîyên bindestan jî di nav hiqûqê de cîh sitendine. Hewcedarî heye ku em li temama nirxên hiqûqî yên azadîxwaz, aştîxwaz, wekhevîxwaz xwedî derkevin û em xwedî derdikevin. Mixabin gelê Kurd bi rasteqînîya netew û welatê xwe di nav hiqûqa navnetewî de tuneye. Hiqûqa Yekîtîya Netewan (YN) di eslê xwe de îradeya serketîyên cenga dinyê ya yekem e. Serwerîya Îngiltere, Fransa û DYA di YN û hiqûqa YN de eşkere ye. Hiqûqa Netewên Yekbûyî (NY) jî wenî ye û li gora berjewendîyên serketîyên cenga duyemîn e.
Serwerîya YKSS, DYA, Îngiltere di huqûqa NY de zelal e. Tiştê di dema şerê sar de li hiqûqa navnetewî hatiye zêdekirin jî îradeya lihevkirina hêzên navnetewî ye û bi taybetî lihevkirina DYA û YKSS ye. Wek nimûne, di qada navnetewî de bicîhkirina KT bi lihevkirina Îngîltere û Sovyetê, bicîhkirina Îsraîl jî bi lihevkirina DYA û Sovyetê mumkun bûye. Ew hiqûq netewan bi dewletan tarîf dike. Li gora vê tarîfê netewa Kuweytê, netewa Iraqê, Netewa Tirkîyê heye, lê netewa Kurd tuneye. Her çend mafê çarenûsî di hiquqa navnetewî de bêniqaş tê pejirandin jî, lihevkirinên navnetewî rê nedaye Kurdan ku mafê çarenûsî bikar bînin. Ango hiqûqa navnetewî netewa Kurd nabîne. Îro pergala navnetewî belav bûye û dinya li pergaleke nuh digere. Dinyake nuh pêk tê. Pergaleke dinyê ya nuh, wekhevîxwaz û azadîxwaz daxwaza me ye jî. Divê ev pergala nuh rasteqînîya welat û netewa gelê me bibîne. Pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêkeke sîyasî ye, çareserkirina wê jî sîyasî ye û mijara mafê çarenûsî ye. Ew hiqûqên netewî an navnetewî, ger rasteqînîya welat û netewa me nas neke, li gora me ne meşrû ye û ne însanî ye, û divê em doza hiqûqeke nuh bikin.
Xakî Kurdistan Dilê Min Bi Qurban Pir Ciwan Û Paqijî
Hevalên hêja dinya nuh dibe û dinyake nuh ava dibe. Pêwîst e em bi heşekî nû li dinyê binêrin û dinyê rast fahm bikin. Wek ku li jor hatibû gotin, dabeşkirina welatekî dil û heşê welat û hevwelatîyan jî dabeş dike. Gelek caran dabeşbûna welat dibe sedema girtina heş jî, heş şêlî dibe. Bi sedema ku welat parçe bûye, em di nav sînorên perçan de li welêt dinêrin û gelek caran xwe wek perçekî welat û dewleta dagirker dibînin. Van salên dawî, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê di nav rewşenbîr û xwendayên me de girtin an lihevgerîna heş zêde bûye. Bi dev em çend bibêjin, ‘em Kurdistanî ne’ jî, di bin heşê me de Tirkîyeyîbûn xurt e. Heşê me bi Tirkîyeyîbûnê xera bûye, arîze tê de çêbûye. Ez dixwazim ji Başûr û Bakur bi peyva du sîyasetmedaran li ser vê bisekinim. Li ser navê Kurdîtîyê gotina ‘dewleteke serbixwe ji bona Kurdan ne mumkun e’ işareta lihevgerîna heş e. Salek berê 600 hezar Karadagî gotin em dewletek serbixwe dixwazin, li dinyê kesî ne got ‘ne mumkun e’. Filîstînî dewletek serbixwe dixwazin, kes nabêje ‘ne mumkun e’. Li rûyê dinyê ji bo her neteweyî dewletbûn mumkun e, ji bona Kurdan çima ne mumkun be? Şerdê rojane dibe ku îro rê nede dewleteke serbixwe, lê ev nabe sedem ku meriv bibêje, ‘dewleteke serbixwe ji bo Kurdan ne mumkun e’. Li ser navê Kurdewerîyê gotina ‘dinya global bûye, dema netew-dewletan derbas bûye, ji Kurdan re dewlet ne pêwist e’ jî encama lihevgerîna heş e. Di pêla sêyem a globalîya dinyê de bi dehan dewletên nuh hatine holê. Li dinyê kesî negotiye dema netew-dewletan derbas bûye û ji me re dewlet ne pêwîst e. Dewletbûna Kurdan li ser xaka Kurdistanê mumkun e, pêwîst e û parastina mafê çarenusî li ser her sîyasetmedarekî Kurd ferz e. Sebeba ku dagirkerên Kurdistanê naxwazin Kerkûk tev li Kurdistanê bibe ev mumkunbûna dewleta Kurd e. Azad bûyin û yekbûna Kurdistanê ji ber vê yekê kabûsa dagirkeran e. Çawa ku dagirkerên Kurdistanê ji bo bindesthiştina Kurdistanê yek digirin, wisa û ji wê bêtir pêwîstîya me Kurdan bi yekîtî û hevkarîyê heye. Bersîva herî xurt li hemberî êrîşa dagirkeran a li ser Kerkûkê, bi heşekî hevbeş, têkoşer û netewî yekgirtina hêzên welatparêz e.
Hevalên hêja mijara me Kerkûk e, Kerkûk perçekî xaka Kurdistanê ye. Li ser vê mijarê peyva zêde ne pêwîst e. Hozanekî me wenî gotiye:
“Xakî Kurdistan dilê min bi qurban
pir ciwan û paqijî,
xwîn rijandin pir kurên te
wa ye li her alî rijî...
Not: Ev nivîsa Fewad Onen jibo Konferansa Kerkukê (04-Adar-2007) ya ku Koma Xebatê (KXKND) amade kiribû hatibû nivîsîn, lê mixabin ev konferans hate qedexekirin.
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

BİR AHLAKSIZ TEKLİF: EŞİT VATANDAŞLIK
Fuat Önen
BİR AHLAKSIZ TEKLİF: EŞİT VATANDAŞLIK
Îşgalciler bize al vatandaşlığı ver vatanını diyorlar. Demirtaşın kürtler daha ne yapsın size vatanlarını verdiler sözünü bu çerçevede anlamak lazım. Bu işgalciliğe tesllim olmak anlamındadır. 100 yıllık bu işgalci proje zaman zaman eşit vatandaşlık,...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2293)


KOLEKTİF LİDERLİKTE, LİDER OLMAMALI MI?
Fuat Önen
KOLEKTİF LİDERLİKTE, LİDER OLMAMALI MI?
Bizim klasik literatürümüzde, üstte dava vardır, bu davayı gerçekleştirmek için, örgüte ihtiyaç vardır. Örgüt ikinci sıradadır. Bu örgütü yönetmek, sürdürmek için kadrolara ihtiyaç vardır. Bu kadrolar arasında biri, bu işe daha yeteneklidir. Dolayısı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2224)


BİREY – TOPLUM İLİŞKİSİ ve KOLEKTİF ÖNDERLİK MESELESİ
Fuat Önen
BİREY – TOPLUM İLİŞKİSİ ve KOLEKTİF ÖNDERLİK MESELESİ
Kuzey Suriye, Batı Kürdistan değildir. Kuzey Suriye, Sünni-Arap coğrafyasıdır ve bizim güneyimizdedir. Batı Kürdistan’ın güneyindedir ama Suriye’nin kuzeyidir. Önce orda teritoryal meselenin açıklığa kavuşturulması lazım. PYNK ile ENKS&rs...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2124)


ULUSAL BAĞIMSIZLIK STRATEJİSİ ve DEMOKRASİ
Fuat Önen
ULUSAL BAĞIMSIZLIK STRATEJİSİ ve DEMOKRASİ
Devlet, Kürdistan için Kürdistanlıların birlikte yaşama hukukunun cisimleşmesi anlamına geliyor. Devlet Kürdistan için, Kürt toplumunun normalleşmesi anlamına geliyor. Biz anormal bir toplumuz. Bu anlamda birçoğumuzun kişiliği hastalıklı, çünkü çocuk...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2111)


NİYE BAĞIMSIZLIKÇILIK, NİYE AYRILIKÇILIK?
Fuat Önen
NİYE BAĞIMSIZLIKÇILIK, NİYE AYRILIKÇILIK?
Şimdi siyasal temsiliyet nasıl olacaktır?  Bakın dünyanın hiçbir yerinde, hiçbir işgalci güç, hiçbir sömürgeci, hiçbir emperyalist durduk yerde senin siyasal temsiliyetini kabul etmez. Sen bunu kabul ettireceksin. Kürdistanî siyaset bunu kabul ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1886)


GÜÇ BİRLİĞİ ve GÜÇ BİRLİĞİ’NİN GÜNEY KÜRDİSTAN’DAKİ TEMASLARI
Fuat Önen
GÜÇ BİRLİĞİ ve GÜÇ BİRLİĞİ’NİN GÜNEY KÜRDİSTAN’DAKİ TEMASLARI
Siyaset bir temas meselesidir, eğer Batı Kürdistan ile ilgili bir girişimde bulunacaksak, önce Batı Kürdistanlılarla temas edelim. Böyle bir öneride bulundum ve dedim ki Batı Kürdistan’da 42-43 parti var. 15 tanesi ENKS’de, 25 tanesi PYNK...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3759)


AYRILIKÇILIK, BAĞIMSIZLIKÇILIK - KÜRDİSTANİ SİYASET TARZI
Fuat Önen
AYRILIKÇILIK, BAĞIMSIZLIKÇILIK - KÜRDİSTANİ SİYASET TARZI
Yani kısaca şunu söyleyeyim, halk savaşı işte kırlardan kentlere gerilla mücadelesi, güneydeki peşmerge savaşı da budur. Şimdi bu bir köy toplumu gerektirir. Eğer sizin köylü nüfusunuz, %75’ten %25’e düşmüşse, siz hangi toplumsal realitey...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1868)


AYRILIKÇILIK VE BAĞIMSIZLIKÇILIK
Fuat Önen
AYRILIKÇILIK VE BAĞIMSIZLIKÇILIK
Bu yüzyıllık dönem içinde, bu devlet hiçbir zaman Kürdistan meselesinin eşit haklılık, adalet üzerinden çözümlemek için hiçbir projeye sahip olmamıştır. Yapılanların hepsi, işgalciliği yeni formlarda sürdürme çabasıdır. Bugün eğer “Kürtler vard...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2023)


Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş.
Fuat Önen
Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş.
Türk Devlet Başkanı "kürt sorunu yoktur" demiş. Sosyal medyada buna dönük tepkiler yoğunlaştı. Kürt sorunu vardır diyen arkadaşlar bu açıklamaya kızmışlar. Dikkat edilirse kızgın arkadarkadaşların çoğu 2005 yılında Erdoğanın "kurt soru...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1584)


Kürt siyasetinde egemen siyaset tarzı
Fuat Önen
Kürt siyasetinde egemen siyaset tarzı
Kürdistan da bağımsızlıkçılık görünür değildir. Kuzey Batı Kürdistan’da da bu böyledir, Kürdistan’ın diğer parçalarında da bu böyledir. Yalnız şuna dikkat etmenizi isteyeceğim, son bir-iki yılda özellikle Orta Güney Kürdistan’da cid...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1994)


Page 1 of 9First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  Next   Last   
123movies