|  Login
  
Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Zinarê Xamo
Min got xwezî min bikanîbûya îro xeberên xweştirbida te û kêfa te bianiya, di bin vê axa sar da ruhê da şad bikira, lê mixabinsal bi sal, xw...

Çuqas sal derbas bin jî em te ji bîr nakin
Zinarê Xamo
Ezbawer dikim ewê kêfa Aslan gelkî ji vê yekê ra hatibe, çimkî ew tim ji xwe bêtir li kesên din difikirî, dixwest pariyê devê x...

Çi heyf ku ez îsal jî bi xeberên xweş û bi mizgîniya Kurdistana serbixwe netatim ser gorra te.
Zinarê Xamo
Pismam, wek min do(9/4-15) nivîsî, do em nikanîbûn werin ser gorra te. Me zanîbû çavê te li riya me ye, lê me li hev ranagirt. Mixabin em rojek&e...

Salek din jî derbas bû…
Zinarê Xamo
Erê pismam*, qeda li dinyayê keve, sal û zeman zû derbas dibe. Wa ye salek din jî derbas bû pismam. Ez û Hêvî em îro dîsa bûn m...

Mirin, weleh tu pir bêbext î !
Zinarê Xamo
Bira qeda li vê dinya derewîn keve, vaye careke din ez û xanim, em rêwiyên ser gorra miriyan in; em dikin herin sergorra Aslan(Mehmet)Kaya, dîsa bîstekê...

Xwezî mirina te xewn bûya
Zinarê Xamo
Îro yanzdemîn salvegera wefataAslan Kaya ye. Min gelkî dixwest ku ev mirin ne rast, xewnek bûya. Lê mixabin ne xewn e, rast e, Aslan(Mehmet) Kaya, mirivê bêe...

Di 10 saliya wefata te da me pir bêriya te kiriye
Zinarê Xamo
Ez îsal neçûbûm ser gorra Aslan* Kaya yêgorrbuhuşt. Min îro ev wezîfa xwe ya hevaltî û qedirşînasiyê heft mehan biderengî be j&...

Hevalê hêjayî kek Sidîq!
Îbrahîm Malgir
Tu hevalekfedakar û dilpak û şoreşgerek ne tewandî bû. Tû tehemulkar û însanek drûst bû.Min îşev bêrîya te kir û ez kel&uc...

Waye îsal jî dereng hatim serdanate...
Zinarê Xamo
Tê bîra te, carê di sohbeteke me danizanim çawa bû, te ji min ra got, ”tu wekî gundiyan dipeyivî ya jî tu wekîgundiyan li meselê din&...

Mîvaniyeke derengmayî
Zinarê Xamo
Ez dizanim tu guh nadî tiştên wiha, bînfirehiya te bîsînor e, sebra te jiya Hz. Eyûb zêdetir e, tu gazinan ji tu dijwariyê nakî. Lê axir d&...

   «   [1]  2  3  4  »      
  
15

 Ez îsal neçûbûm ser gorra Aslan*Kaya yê gorrbuhuşt. Min îro ev wezîfa xwe ya hevaltî û qedirşînasiyê heft mehanbi derengî be jî bicî anî.
Min do bi şev Aslan di xewna xwe da dît.
Ez nizanim em li ku bûn, em çend heval bûn û em li ser tiştekî bi heraretdipeyivîn.

Gava ez bi xwe hesiyam min wiha his kir fena ku Aslan ji min bi gazin bû, fenaku bibêje, ma tu li ku ma, tu çima nayê mîvaniya min?

Di dema salvegera wefata wî da ez diçûm welêt, min pê ra negîhand herim sergorra wî û dû ra jî min roj bi rojan da û ma heta nuha.
Dema ez ji xew rabûm, min xewna xwe ji xanimê ra got. Min got, dibê em îroherin ser gorra Aslan.
Îro hewa li Stockholmê qet ne xweş bû, ewr û dinya gelkî sar bû.
Piştî xurîniya sibê, saet di 12.30-î da em ji mal bi rê ketin.
Îsal cara pêşî bû min îro kum dida serê xwe û lepik dikir destê xwe.


Li Stockholmê erebeya meriv tunebe meriv perîşan e. Min nêt kir ez telefonîhevalekî bikim, bira were me bibe, Hêviyê got na, emê bi trênê û otobozê herin.

Û me wer kir.
Me çû li ser riya xwe guleke xwe ya zivistanê û mûmeke xwe kirî û me berê xweda gorristanê, ba Aslan...

Ji bo çûyani ser goristana ”Strandkyrkogarden” yanî Goristana Peravê, meriv dumetro û otozekê diguherîne.

Dema em ji mal bi rê ketin dinya qet nexweş bû, lê dema otoboza me nêzîgoristanê bû, roj derket û dinya bû sayî.

Xanimê got, bala xwe bidê, çi merivekî baş e, ji bo ku em neqefilin roj derketû dinya xweş bû.
Min got, rast e, kêfa wî ji hatina me ra hat, ev roj jî nîşana kêfxweşiya wîye.

Em bi gavên hêdî û bi dilekê xemgîn çûn li ber gorra wî sekinîn. Me silav dayê,gula xwe danî ber serî û mûma xwe jî vêxist .

Berê piraniya gorran bilind bûn. Lê nuha hemû gorr bi erdê ra dûz kiribûn,kevirê ber serî tenê li ciyê xwe mabû.

Ew kulîlk û darên berê me li kêleka gorra wî çandibûn tunebûn, rakiribûn, ji bopaqijkirineke hêsantir herder rast û dûz kiribûn.

Aslan ji çayê û cixarê pir hez dikir, min cixareyek berê danî ber serî û dû raji xwe ra jî yek vêxist û min xwe teslîmî bêdengiyê kir.

Ez çûm Wêranşarê, qahwa Şaban û ya bin komeleya me, wan rojên me yên xortaniyêû minaqeşeyên me yên germ. Dema em diketin gewriya hev û xort li dora me dibûnfitlên egalê.

Dûra dor hat gerên me yên li Stenbolê, li wan çayxaneyên Kûmkapiyê,
sohbetên me yên li yazixaneya rahmetiyê Şêxmûs Onen û yên li mala Fûad Onen kuhetanî destê sibehan…

Ev bîranînên derwîn hemû weke şirîdeke fîlm di hişê min da bihurîn û li binguhên hev ketin.
Min got Aslan, yaho Wêranşar li ku û ev gorristana ”Strandkykogarden” li ku?Malneket, ma çi îşê te li vir heye, tu û van deran?

Dû ra min jê ra qala çûna xwe ya Kurdistanê û serpêhatiyên xwe kir, min got libeşûr kurd azadbûne, halê wan xweş e. Lê em, Wêranşara te hîn di bin îşxalatirkan da ye, gelê te hîn bindest e. Artşê tirk herr oj hîn bi tonan bombe biser serê keç û xortên kurd da dibarîne û nahêlin li serê çiyan, di şikeftan da jîbisitirin.

Min jê ra qala erdheja Wanê û xezeba xwezayê jî kir, min got ne artêşa tirktenê, Emerîka û xwaza jî li

kurdan hatiye xezebê.



Sohbeta me dirêj bû, min jê raqala gelek bûyeran kir, lê ez nikanim li vir qal hemûyan bikim.
Ez bawer dikim ji zûda bû sohbeteke wiha xweş nekiribû, gelkî bêriya serdan ûsohbetên wiha kiribû, min him dilê wî û him jî dilê xwe rehet kir.

Min ji bîr kiribû kamareyê bi xwe ra bibim, ji bo ku em çend risman bi hev rabikşînin.
Me bi telefonê du risim kişandin. Min xwest hevalên wî jî gorra wî bibînin ûsilavekê bidin kevirê ber serê wî….

Ez risman nuha di facebookê da diweşînim.

Bi bêdilî me xatirê xwe jê xwest û weke hercar me dîsa ew li wir, li mala wî ya”Strandkyrkogarden” tik û tenê hîşt…

2011-11-13

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Çuqas sal derbas bin jî em te ji bîr nakin
Zinarê Xamo
Ezbawer dikim ewê kêfa Aslan gelkî ji vê yekê ra hatibe, çimkî ew tim ji xwe bêtir li kesên din difikirî, dixwest pariyê devê x...

ASLAN KAYA
S.Adnan Turan
Birbirini besleyen ve tetikleyen milliyetçilikleilgili ulusal sorunun çözümü için önerdikleri ve/veya tartışmaya açmak içinyazdıkları, bakın ne k...

ASLAN ADINA ÇAĞRI
Abdulkadir Ulumaskan
Kendisi böyle yaşarken bazıları da Kürtlerindeğerlerini ve onun emekleri üzerine ticaret yapıyorlar. Aslan'ı andığımız bugünlerde özellikle onu tanıyan onun yardım ve emeğiyle...

GülhanePark'ı
Turan GÖKALP
Evet O bir derviş,O bir ermişti.Yamalı bohça olan düşüncelerime,kişiliğime neşter vuruyordu. Gülhane'dekikonuşmaları benim için bir düşünsel ve kişilik eğitimi i...

Değerlerini Yaşatmak Boynumuzun Borcudur...
SuperUser Account
Aslan’ınanlaşılırlığı Kürdistan’ın derinliklerindedir. Anlaşılması, Kürdistan’ınderinliğinin anlaşılır kılınmasıyla ilgilidir.Onun için Aslan’ıtanımak, taşımak...

Min fahmkir ez fahmnakim
Abdulkadir Ulumaskan
Anlatmaktan çok onu anma şeklinde onunlabazı anılarımı yazmayı düşünüyorum. Ki o bunu hiç sevmezdi ve yaşasaydı kesin:’Bu küfr dır.’ Derdi. Aslan ab...

Aslan ile sesli düşünmelerim
NaciMir Ali
Viranşehir’in tozlu-sıcakyollarında matematik öğrettiğin gençlerin arasında mıydım? Riyaziyenin ruhunukeşfe çıktığında;”Sir İsaac Newton benim kan kardeşimdir.”ded...

Aslan Abi
SuperUser Account
Düsündüğü gibiyazan, konuşan az insan var aramızda. Gurunen oki aslan abi düşündüğü gibiyazmış ve en önemlisi düşündüğü gibi yaşadi. On...

Aslan’ı Kaybetmek
Metin Sandalci
İlişkilerinde ortak değerleroluşturmak, Aslan’a özgü bir değişim dönüşüm sürecini başlatırdı.Karşısındakini değiştirip dönüştürürken bu değişim,...

Aslan kaya ülkenin hayatta ikenanlayamadığı deger
Ahmet MIRDESSİ
Aslanı anlayabilmek ve tanımakiçin onunla azda olsa beraber olmak ve paylaşmak gerekirdi,kısa da olsa birdönem beraber olabilme şansı yakaladım fakat yeterince anlama fırsatı olmadıama yin...

   «   [1]  2  »