|  Login
  
Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Zinarê Xamo
Min got xwezî min bikanîbûya îro xeberên xweştirbida te û kêfa te bianiya, di bin vê axa sar da ruhê da şad bikira, lê mixabinsal bi sal, xw...

Çuqas sal derbas bin jî em te ji bîr nakin
Zinarê Xamo
Ezbawer dikim ewê kêfa Aslan gelkî ji vê yekê ra hatibe, çimkî ew tim ji xwe bêtir li kesên din difikirî, dixwest pariyê devê x...

Çi heyf ku ez îsal jî bi xeberên xweş û bi mizgîniya Kurdistana serbixwe netatim ser gorra te.
Zinarê Xamo
Pismam, wek min do(9/4-15) nivîsî, do em nikanîbûn werin ser gorra te. Me zanîbû çavê te li riya me ye, lê me li hev ranagirt. Mixabin em rojek&e...

Salek din jî derbas bû…
Zinarê Xamo
Erê pismam*, qeda li dinyayê keve, sal û zeman zû derbas dibe. Wa ye salek din jî derbas bû pismam. Ez û Hêvî em îro dîsa bûn m...

Mirin, weleh tu pir bêbext î !
Zinarê Xamo
Bira qeda li vê dinya derewîn keve, vaye careke din ez û xanim, em rêwiyên ser gorra miriyan in; em dikin herin sergorra Aslan(Mehmet)Kaya, dîsa bîstekê...

Xwezî mirina te xewn bûya
Zinarê Xamo
Îro yanzdemîn salvegera wefataAslan Kaya ye. Min gelkî dixwest ku ev mirin ne rast, xewnek bûya. Lê mixabin ne xewn e, rast e, Aslan(Mehmet) Kaya, mirivê bêe...

Di 10 saliya wefata te da me pir bêriya te kiriye
Zinarê Xamo
Ez îsal neçûbûm ser gorra Aslan* Kaya yêgorrbuhuşt. Min îro ev wezîfa xwe ya hevaltî û qedirşînasiyê heft mehan biderengî be j&...

Hevalê hêjayî kek Sidîq!
Îbrahîm Malgir
Tu hevalekfedakar û dilpak û şoreşgerek ne tewandî bû. Tû tehemulkar û însanek drûst bû.Min îşev bêrîya te kir û ez kel&uc...

Waye îsal jî dereng hatim serdanate...
Zinarê Xamo
Tê bîra te, carê di sohbeteke me danizanim çawa bû, te ji min ra got, ”tu wekî gundiyan dipeyivî ya jî tu wekîgundiyan li meselê din&...

Mîvaniyeke derengmayî
Zinarê Xamo
Ez dizanim tu guh nadî tiştên wiha, bînfirehiya te bîsînor e, sebra te jiya Hz. Eyûb zêdetir e, tu gazinan ji tu dijwariyê nakî. Lê axir d&...

   «   [1]  2  3  4  »      
  
18

 Pismam*, em îsal jî hefteyekêdereng bûn mîvanê te.
Her çiqas tu nedî ruyê me jî lê ez bawer dikim nuha çavê te li riya meqerimî...
Û herî bêtir jî li riya zeyiya te, Hêvî xanimê.
Çimkî gotinên te û wê pir diketin serê hev, kêfa te pir ji gotinên wê ra dihatû loma jî te tim ew dida peyivandin.

Dema tu bi wê ra dipeyivî, te gotinênkurdî jê dipirsî, şaş bigota jî te ya wê rast û ya min jî ”çewt” qebûl dikir.

Li hember wê, tu şansekî min ê”qezenckirinê” tunebû.
Dema mesele dibû ez û ew, mêzîna te tim bi alî wê da giran dikşand.

Li gel ku tu merivekî adil û rastgo bû, lê ji bo ku tu wê biheq û min jî neheqderxî, te dev ji adilbûn û rastgoyiya xwe berdida, te bi wê zanîna xwe ya kûr ûbi wê retorîka xwe ya xurt mesele li bin guhê hev dixist û tu dibû berdevkê wê.
Te digot, abla Hêvî baştir zane…

Sohbeta bi jineke gundî ya qerejdaxî ra kêfa te dianî, dilê te geş dikir, tedixwest hema ew bipeyive û em jî lê guhdarî bikin.

Bi alîkariya te, gava yek gotina wê jî bi ser ya min keta, tu pê gelkî rûgeş ûbextewar dibû.
Lê ji şansê te ra, ew jî yeka di axaftinê da pir ”çikûs” e, heta meriv dest pêneke gotin ji dev nayê der.

Tê bîra te, carê di sohbeteke me da nizanim çawa bû, te ji min ra got, ”tu wekîgundiyan dipeyivî ya jî tu wekî gundiyan li meselê dinêrî”, axirê tiştekî wihaji devê te derket.
Normal Hêvî bi qasî pêxemberekî ji te hez dikir, min qet texmîn nedikir kurojekê li hember te ”rabe” û ”rexne” bike, lê wê rojê kir. Hema ji nişkave got:
-Ma çima gundî ne însan in?
Ji ber ku te jî weke min, tiştekî wiha ji Hêviyê nedipa, loma jî tu şeqizî, jifediya zimanê te li hev geriya, tu mat bû…
Tertilandina te ya wê bîstikê hîn jî li ber çavê min e.
Te pir fedî kir, te çend caran uzrê xwe xwest û te jê ra got, ”weleh tu rastdibêjî abla, min gotineke beradayî kir...”

Lê di eynî wextê da min dît ku bê kêfa te çuqasî ji vê gotina Hêviyê ra hatibû,tu pir dilşa bûbû ku jineke kurd ya gundî û nexwenda wêrîbû te wiha rexne û”mat” bike…
Tu dibînî, ez dîsa ji meselê dûr ketim, xwedêgiravî min dikira ji te ra sebebêderengmana xwe bigota…

Tu zanî îsal ya di dawiya adarê ya jî di destpêka nîsanê da bû, şevekê ji nişkaveli ber datayê(kompeturê)tu ketî bîra min.

Hêviyê li salonê li telewizyonê temaşe dikir, hema ji nişkave ez ji ciyê xwehol bûm û çûm salonê, min got, ”xanim, ma roja wefata Aslan kînga ye?”
Aqilê wê weke defterê ye, sal, meh û rojan ji bîr nake, got ”9-ê nîsanê ye.”
Min got, ê 9-ê nîsanê hefta pêş me ye…
Min li teqwîmê mêze kir, 9-ê nîsanê roja îniyê ye.
Me got pir baş e, roja îniyê piştî kar emê bibin mîvanê te.
Roja sêşemiyê(13/4) piştî şîvê li derve min cixare dişand, ji nişka ve hat bîramin ku me soza xwe ji bîr kiriye...

Min cixare avêt û bi hêl ketim hundur, bi dengê hêlî min got:
“Xamin, ma ka roja îniyê em diçûn ser gorra Aslan?”
Feqîrê şeqizî, got ”wîîî, weleh min jî ji bîr kir.”
Axx, off lê êdî dereng bû, tiştekî me bikira tunebû.
Me hîşt îro(16/4).
Min û xanimê saet li dora 17-an li Gullmarsplanê hevûdu dît.
Ez çûm ser eynî gulfiroşa hersal û min pirsa kîjan çîçek di vê demsalê da ewêbaş be ji xanima gulfiroş kir.

Berî ku pêşniyara xwe bibêje, pirsa yê em diçin ser gorra wî, gelo mêr e jin e,ji me kir.
Min got hevalekî min e.
Li ser vê, me li ser nêrgizeke zer li hev kir.
Me çîçeka xwe kirî û me berê xwe da rawestgeha otoboza xwe.
Dinya ewr bû, asîman reş xeniqî bû, peşkên baranê dihatin.
Min ji xanimê ra got, te dît, min şemsiye bi xwe ra neanî, ez ditirsim em şil ûpil bibin.
Xanimê destê xwe da kumê paltoyê xwe û got, ”wele yê min kumê min heye, demabarî ezê kumê xwe bikşînim serê xwe, tu li xwe bigrî…”
Em li otoboza xwe siwir bûn û li rawestgeha goristana te daketin.
Erê hîn dinya ewr bû, lê baran maran tunebû…
Me îcar gorra te rehettir dît. Nava goristanê û ser gorra te pir paqij bû, qeynuh paqijî kiribûn.
Wisa xuya bû berî me jî hinek bûbûn mîvanê te, 2 çîçek danîbûn ber serê te, lêpezkûzî ya kogiyan çîçek xwaribûn tenê qafik mabûn.

Me aliyê rastê yê kevirê ber serê te kola û nêrgiza xwe çand û hinek jî av lêkir.
Ji ber ku te ji caxarê gelkî hez dikir, min caxareyek vêxist û yek jî xist navnêrgiza ber serê te, ji bo ku piştî em çûn tu bikşînî…

Li vê cîhanê tenê cixarê sebir û aramî dida te, tu bêyî nan û av dibûyî lê bêyîcaxare nedibû…
Loma min tu bê cixare nehîşt.

Ez fikirîm, min ji xwe ra got, ez salê carekê têm ser gorra te, lê wiya jînikanim
di wê rojê da werim, carnan ji bîr dikim...
tiştekî pir ecêb e, heta em li ba te bûn ji asîmanan yek peşka baranê jî nehatxwarê, lê piştî ku em çûn ketin otobozê û otoboz çendsedmîtruyan çû, ji nişkave baraneke bi zirp dayê…
Min di dilê xwe da got, weleh tu ji min nexeyidî ye, ev baran nîşan dide ku temazereta me qebûl kir û loma jî em ji şilbûnê xelas bûn…
Di vê nabênê da bi kurtî be jî ez ji te ra hikî jî qala halê kurdan û siyasetêbikim…
Li gor par îsal rewşa kurdan bi giştî piçekî baştir e…
Meha borî li başûr hilbijartin çêbûn, kurdan hêza xwe muhafeze kirin.
Esas dikanîbûn çend mebûsên din jî derxistana, lê ji ber berberî û bêtifaqiyadi nabêna hêzan da çend mebûs kêm derxistin.

Hukûmet hîn ava nebûye, lê hemû hêz jî muhtacî kurdan e. Di pêşerojê da kurdêbi kê ra tifaqê bikin hîn ne diyar e.
Lê bi tevayî karwanê kurdan li başûr ketiye rê, êdî kes nikane wan rawestîne,zû dereng ewê dewleta xwe ava bikin.
Li ba me meselegeh baş dibe, geh xerab dibe.
Xwedêgiravî ev çend meh in hukûmeta AKP-ê “pakêteke kurd” hazir kiriye û gerekveke, lê venakin, dibin û tînin, navên nuh lê dikin bes hîn netçceyeke berbiçavtuneye.
Bi baweriya min li gel hemû teşxele ûastengiyan li ba me jî ewê rewşa kurdan di rojên pêş da baştir bibe, kurdên hinmafan bidest xin.

Lê ev maf çi ne, ne çi ne, hîn ne diyar e, ev yek hinekî jî di destê îstîkrar ûjîriya siyasetmedarên kurdan da ye.

Yanî di destê serok û berpirsiyarên PKK-ê da ye û belhazir ew jî hîn li destêOcalan dinêrin.
Lê netîce dewlet çi bike û PKK jî siyaseteke çuqasî şaş bimeşîne dîsa jî perenake, milet dev ji têkoşîna xwe bernade.

Daxwaza federesyon û Kurdistaneke serbixwe roj bi roj di nava kurdan daberfirehtir dibe.
Erê serxwebûna miletê te nebû qismetê te, lê ez wisa bawer dikim ewê bibeqismetê min û heger nebe ya min, herî dereng ewê bibe ya zarokên me.
Ez xebereke din bidim te, ez vê havînê, meha hezîranê diçim welêt...
Erê erê, te çewt nebihîst, piştî 31 sal sirgûn û hesret, ez, xanim û qismekîzarokan em diçin.
Ji nuha da heyecana çûnê ez girtime.

Ma tê bîra te, di orta salên 70-î da ez û tu li qahwexaneya Serayê, ya Şaban yajî li ya Ahmet rûdiniştin û xort jî li dora me kom dibûn û em diketin “gewriya”hev ya jî gewriya hinekên din û wan jî li me guhdarî dikir...

Min gelkî dixwset nuha jî me li Wêranşarê dîsa eynî sohbet bikira...
Lê ez çi bikim, felekê bi me ra bêbextî kir, ev îmkan zû ji destê me girt.
Ji mecbûrî ezê te li vir bihêlim û bi tenê herim, ne li wan çayxaneyan be jî,lê îcar ne bi wan xortan ra, bi kalên rîsipî ra ezê sohbet û qala te bikim...
Soz, dema vegeriyam, ezê werim ji te ra qala rêwîtiya xwe bikim.
De nuha bi xatirê te...

*Mehmet(Aslan)Kaya

Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Çuqas sal derbas bin jî em te ji bîr nakin
Zinarê Xamo
Ezbawer dikim ewê kêfa Aslan gelkî ji vê yekê ra hatibe, çimkî ew tim ji xwe bêtir li kesên din difikirî, dixwest pariyê devê x...

ASLAN KAYA
S.Adnan Turan
Birbirini besleyen ve tetikleyen milliyetçilikleilgili ulusal sorunun çözümü için önerdikleri ve/veya tartışmaya açmak içinyazdıkları, bakın ne k...

ASLAN ADINA ÇAĞRI
Abdulkadir Ulumaskan
Kendisi böyle yaşarken bazıları da Kürtlerindeğerlerini ve onun emekleri üzerine ticaret yapıyorlar. Aslan'ı andığımız bugünlerde özellikle onu tanıyan onun yardım ve emeğiyle...

GülhanePark'ı
Turan GÖKALP
Evet O bir derviş,O bir ermişti.Yamalı bohça olan düşüncelerime,kişiliğime neşter vuruyordu. Gülhane'dekikonuşmaları benim için bir düşünsel ve kişilik eğitimi i...

Değerlerini Yaşatmak Boynumuzun Borcudur...
SuperUser Account
Aslan’ınanlaşılırlığı Kürdistan’ın derinliklerindedir. Anlaşılması, Kürdistan’ınderinliğinin anlaşılır kılınmasıyla ilgilidir.Onun için Aslan’ıtanımak, taşımak...

Min fahmkir ez fahmnakim
Abdulkadir Ulumaskan
Anlatmaktan çok onu anma şeklinde onunlabazı anılarımı yazmayı düşünüyorum. Ki o bunu hiç sevmezdi ve yaşasaydı kesin:’Bu küfr dır.’ Derdi. Aslan ab...

Aslan ile sesli düşünmelerim
NaciMir Ali
Viranşehir’in tozlu-sıcakyollarında matematik öğrettiğin gençlerin arasında mıydım? Riyaziyenin ruhunukeşfe çıktığında;”Sir İsaac Newton benim kan kardeşimdir.”ded...

Aslan Abi
SuperUser Account
Düsündüğü gibiyazan, konuşan az insan var aramızda. Gurunen oki aslan abi düşündüğü gibiyazmış ve en önemlisi düşündüğü gibi yaşadi. On...

Aslan’ı Kaybetmek
Metin Sandalci
İlişkilerinde ortak değerleroluşturmak, Aslan’a özgü bir değişim dönüşüm sürecini başlatırdı.Karşısındakini değiştirip dönüştürürken bu değişim,...

Aslan kaya ülkenin hayatta ikenanlayamadığı deger
Ahmet MIRDESSİ
Aslanı anlayabilmek ve tanımakiçin onunla azda olsa beraber olmak ve paylaşmak gerekirdi,kısa da olsa birdönem beraber olabilme şansı yakaladım fakat yeterince anlama fırsatı olmadıama yin...

   «   [1]  2  »