Administrator Account posted on August 26, 2012 16:15
Helwesta min a di hevkêşeya karê nivîskarî, xebata siyasi û jîyana rêxistinî de jî wisa ye. Kengî û bi çi sedeman ava bûye ji bo min jî ne pir zelal e. Lê di vî warî de, ez xwedîyê helwesteke wisa me: Karê nivîskariyê ji bo min tenê ku perçeyekî xebata sîyasî û jîyana rêxistinî be rewa ye. Ji xêndî xwe, ji bo tu kesên din jî wisa nafikirim, ango ev ne helwesteke giştî ye, bi taybet û tenê ji bo nivîskarîya min e. Weke sedemên vê helwestê dikanim du bûyeran nîşan bikim ku bandor li avabûna vê helwestê kirine.
Yekem, di sala 1977an de em weke derdora DDKDa Îzmîrê ketin pêvajoya xwenirxandinê û gîhaştin wê qenetê ku Tevgera Azadiya Kurdîstanê li Bakur xetimî ye. Li gora me ev xetimandineke piralî bû. Aliyên vê xetimandinê yên teorik, sîyasî û kadroyî hebûn. Me bawer dikir ku xebata teorîk bi xwe, di wê demê de pratîkeke gelek girîng e û me wisa jî destnîşan dikir.
[Read the rest of this article...]