Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (692)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (870)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (983)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1253)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1257)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1238)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3147)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
10

 Pêvajoya yekîtîya hemû hêzên neteweyî demokrat û li ser esasê mafê çarenûsî çaserkirina pirsa Kurd ku ji alîyê Grûba Xebatê a Neteweyi û Demokratîk a Kurd ve bi civîna Enqerê a 4-ê İlona 2005-an hatibû destpékirin û bi civînên 17–18-yé Çîleya Pêşîn a 2005-an a Dîyarbekir gihîştibû asteke bilind, ji nuha û pêve ewê bi navê Tevgera Yekîtîya Neteweyî a Kurd were bî bîranîn .

 
Xal 1: Nav, vavend û kurtenav :
 
Navê yekîtîyê, Tevgera Yekîtîya Neteweyî a Kurd e. Navenda xwe Dîyarbekir, kurtenavê xwe TEVKURD e.
 
Xal 2: Karektêr :
 
Tevgera Yekîtîya Kurd; ji wan partî, hewldan, grûb, însîyatîf, sazî û şexsîyetên sîyasî yên ku xwedî perspektîfa yekîtîya neteweyî ne û wek hemû miletên medenî li ser xaka xwe bi azadî û serefrazî jîyana netewa Kurd diparézin pêktê.  
 
TEVKURD di xebata xwe de; rewayeti (meşrûîyet), tevgirêdana demokratîk, pluralîtî, beşdarî û eşkerebûnê dipejirîne.
 
Xal 3: Armanc :
 
Tevgera Yekîtîya Kurd, ji bo ku hevbeşîyén têkoşîna rizgarîya neteweyî derxîne holê û van hevmuşterekîyan pêşxîne û bi gel bide qebûl kirin; ji bo ku hemû fikir, bawerî û hêzên neteweyî demokrat yên cudareng li gor perspektîfa yekîtîya daw û dozê nêzîkî hevûdu bike; ji bo ku çanda yekîtîyê pêş bixe û hemû hêzên welatperwer li gor hedefa bernama Yekîtyê têxe nava xebat û tevgerê, erk û wezîfe hildigre.   
 
Tevgera Yekîtya Neteweyî a Kurd, di avakirina yekîtîya neteweyî de hevqebûlkirin, rêz û îhtîram lihevgirtina hemû fikir û alîyên hêzên netewî li hamberé hev esas digre. Ji bo xwe avakirina Kongreya Neteweyî ya ku îradeya neteweya Kurd a hevbeş temsîlbike armanc datine.
 
Xal 4: Organên wê :
 
KONGRA YEKîTîYÊ :(KY)
 
KY-ê, organa bilindtirîn a TEVKURD-ê ye. KY-ê, ji Damezrênerên Yekîtîyê, endamên Meclîsa Yekîtîyê, delegeyên hilbijartî ên Kongrên Herêmî, nûnerên partî/hewîrdorên şîyasî û pêşengên sîyasî/fikrî yên ku ji alî Meclîsa Yekîtîyê ve bi sîsîya didoyê (2/3) dengan bêne hilbijartin, pêk tê.                                                
 
Civandina KY-ê
 
a. KY-ê, bi asayî salê carekê dicive. Ev dem herî zêde heta du salan dikare were paşdexistin . Cîh, roj û rojeva Kongrê, kêmtirin berîya mehekî ji alîyê Meclîsa Yekîtîyê ve (MY) tê tespît kirin, ji Yekîneyên Herêmî (YH)re tê pêşkêş kirin.
 
b. Ew pêşnîyariyên biryaran ku ji alîyê MY-ê an Komîteya Rêvebîr ve (KR) de hatine amade kirin, divê berîya 30 rojî jî ji YH re werin şandin.
 
c. Kêmtirin berîya 20 rojan, lîsteya delegeyên ku beşdarî KY-ê dibin tê amade kirin.
 
d. KY-ê, bi pîranîya nûneran (ji nîvî yek zêde) pêk tê.
 
e. Hejmara hilbijartina delegeyên KY-ê, çi li Kurdîstan çi li metropolan be bajarên ku nifûsa wan heta 300 hezarî be heri zêde 15 û yên ku nifûsa wan ji 300 hezarî zêdetir be 30 kes in. Nûnerên dervayî welêt bi rêbazekê cuda tên dîyar kirin.
 
f. MY-ê, wexta ku pêwîst bibîne divé berîya mehekî nûnerên partî û alîyên sîyasî û şexsîyetên nivîskar, rewşenbîr, hûnermend ûwd. weke delege dawetî KY-ê bike. Hejmara van delegan ji çaryeka (1/4) delegên hilbijartî zêdetir nabe. MY-ê ji bo partî, grûb û alîyên sîyasî weke sazî tevlî Yekîtîyê bibin û bibin endam dê rêbazeke taybet amade bike. 
 
Civîna Awarte
 
KY-ê ya awarte yan li ser banga ji çara yeka (1/4) delegeyan yan jî bi biryara ji sisîya didoyê (2/3) hemû endamên MY-ê tê civandin.
 
Rêvebirin
 
a. KY-ê, ji alîyê Berdevkê Yekîtîyê ve, heger berdevk amade nebe ji KR endamek cîgirîya wî/wê dike. Ev nebe bi biryara MY-ê endamek Meclîsê civînê vedike.
 
b. Dîwana KY-ê, ji alîyê serokek, du cîgir û bi qasî ku hewce dike katiban ve pêktê. Dîwan bi dengên vekirî tê hilbijartin. Heger di hejmartina dengan de zehmetî/pirsgirêk derkeve, KY-ê dikare an bi xwendina navan an jî bi dengdana veşartî Dîwanê hilbijêr e.
 
c. Dîwan, divê li gorî pîvanên hiqûqa giştî, demokratîyetê û prensîbên Yekîtîyê karûxebata kongrê birêve bibe.
 
d. Kêmtirîn bi pêşnîyara ji dehan yekê (1/10) endamên KY-ê dibe ku mijarek cuda di rojevê de cîh bigre. Pêşnîyarên di derheqa guhartinên destûr û rêznmê de, ancax bi pêşnîyarîya ji pênca yek (1/5) nûnerên ku di KY-ê de amade ne, dikevin rojevê. Piştî axaftina 3 kesên lehdar û 3 kesên li hamber, ji bo ku pêşnîyarî têkeve an nekevê rojevê bi rîya dengdana vekirî biryar tê girtin. Piştî dengdana erêkirinê, pêşnîyarî di komîsyonê de wek raporekê tê amade kirin û di KY-ê de li serê gengeşî tê kirin.
 
e. Ew kesên ku ji bo organan berendam in, dema ku di derheqê endametîya wan de, an jî ji bo berendametîya wan nerazîbûnek çêbibe, berya hilbijartinan pêwîst e Diwan biryarekî bide
 
Selahîyetdarî
 
a. KY-ê, sîyaset û pîvanên tevgerandina Yekîtîyê dîyar dike; pêdivîyan bi rê dixe, armanc û hedefan datîne.
 
b. KY-ê, Meclîsa Yekîtîyê hildibêjere.
 
c. Raportên xebat û rewşa malî ya MY-ê ya dema borî gengeşî dike û di derbarên wan de biryar dide.
 
d. KY-ê, dikare biryara xwe fesîhkirinê an jî bi tevgereke din re yekbûyînê bigre. Biryarên di van mijaran de ancax bi beşdarîya ji sîsîya duduyê (2/3) tevayîya dengên KY-ê têne girtin.
 
e.Pêşnîyarên di derbarên guhertinên destûr, rêzname û sîyasetên bingehîn yên Yekîtîyê de ancax îmza ji dehan yek (1/10)ê delegeyên KY-ê têne kirin.
 
f. Biryarên KY-ê, hemû organanên Yekîtîyê û endaman girê dide. Ev biryar ji raya giştî û endaman re têne dîyar kirin.
 
g. Di KY-ê de, guhertinên di derbarê destûr û rêznamê de bi biryardayîna ji sîsîya duduyê (2/3) dengên nûneran pêktê.
 
MECLÎSA YEKîTîYÊ
 
Piştî KY-ê organa herî bilind ya Yekîtîyê ye. Ji 35 kesên ku ji alîyê KY-ê ve hatine hilbijartin û nûnerên partî/sazîyên sîyasî ne ku, piştî kongrê bi biryara ji sîsîya duduyê (2/3) MY-ê ve hatine qebûlkirin pêktê. Hejmara van kesan ji 10 kesan zêdetir nabe.  
 
Hilbijartin
 
MY-ê, pêwîste li gorî têgih û gîyana Yekîtîyê pêkwer e. Weke prensîb divê hemû alîyên cudareng; rêxistin û şexsîyet têda bêne temsîlkirin;
 
a. KY-ê, hilbijartina MY-ê bi dengên veşartî, hejmartina vekirî û domdar pêk tîne.
 
b. Delegeyên KY-ê, yan bi pisûlayên dengan yên ku li ber Dîwanê ne, yan jî bi rîya fotokopî û teksîrên ku ji alîyê Dîwanê hatine tesdîqkirin, navê wan berendamên ku dixwazin dengan xwe biwandin binivîsin.
 
c. Di pisûlayên dengdanê de, hejmara berendamên MY-ê kêmtir 18 kes û zêdetir 35 kes tên dîyar kirin. Dema ku ji van kêm û zêdetir navên berendamên MY-ê bê nivîsandin, ev pisûlaya dengdanê naye pejirandin.
 
d. Dema ku kesên berendamên MY-ê wek hevûdu deng bigrin, navên wan bi dorê tên kişandin û ji KY-ê re tê dîyar kirin.
 
Civandin
 
a. MY-ê, herî dereng ji sê (3) mehan carekî dicive. Rojeva MY-ê, li gor hizr û pêşnîyarîyên Komîta Rêvebir, ji alî Berdevkê Yekîtîyê tê amade kirin û 7 roj pêşîya civînê ji endamên MY-ê re tête şandin. Heger reşnivîs, belge, proje û nivîsarên bên tetkîk kirin hebin jî, dê ew jî beriya civînê bi 7 rojan ji endamên MY-ê re were şandin.
 
b. Li ser daxwaza ji pênca yek (1/5) endaman, mijarek dikare bikeve rojeva MY-ê.
 
c. Li ser daxwaza KR, yan jî ji pênca yekê (1/5) endamên MY-ê, Berdevkê Yekîtîyê an endamekî ku ji alîyê KR ve hatibe wezîfedar kirin,dikare bi rojeva dîyarkirî MY-ê bangî civîna awarte bike.
 
d. MY-ê, ji bo agahdarî û têgihîştin berfireh bibe, dikare kes û alîyên cihê dawetî civînên xwe bike. Dawetvan dikarin fikr û remanên xwe bînin zimên, belé nikarin beşdarî dengdanê bibin.
 
e. Endamekî ku di salekî de du caran bê sedem beşdarî civînên MY-ê nebe, bi biryara MY-ê dawî li endametîya wî tê.
 
Awayên Bîryardayînê
 
MY-ê, di pêvajoya qerar standinê de realîta pirdengî û pirengîya Yekîtîyê û cudahîyên fikrî, rêxistinî li berçav digre û her li konsensusê digere. Bi beşdarîya ji sisîya dudoyé (2/3) dengan biryaran digre. MY-ê, berî ku biryaran bigre heta ku mumkûnbe di nav organan de fikr û nêrînan nîqaşa dike û nêrînên nivîskî distîne.
 
Desthilatdarîyên MY-ê
 
a. MY-ê, ji programkirin û bicîhanîna biryarên ku di KY-ê de hatine girtin mesûl e.
 
b. MY-ê, ji bona ku sazî û grûbên sîyasî beşdarî Yekîtîyê bibin, biryaran digre. Pirsgrêkên di navbera alîyan û Yekîtîyê de çareser dike.
 
c. MY-ê, ji wan kar û mijarên ku di navbera herdû kongreyan de derdikevin holê û nakevin nav desthilatdarîya kongreyê, mesûl e.
 
d. Bangî KY-ê dike, rojevê amade dike. Raportên malî û xebatê amade dike. Ji bona guhertinên rêzname û destûra Yekîtîyê reşnivîsan amade dike û pêşkêşî KY-ê dike.
 
e. Ji bona Kongreyên Yekînên Herêmî (YH) wextname amade dike û pêvajoya meşandina kongreyan dîyar dike.
 
f. MY-ê, ji bona mijarên pêwîst rêbazan amade dike.
 
KOMÎTA RÊVEBiR
 
a. KR,li gor pîvanên kêrhatîbûn,berhemdarbûn,lihevbûn û temsîl a meylan ji yazde (11) kesan pêk tê.                                                                
 
b. KR, ji mehê carekî dicive.
 
c. KR, di nav xwe de Berdevk, Sekreter, Sayman hildibijêre.                                                      
 
d. Dema ku endamekî KR kêm bibe, MY-ê ji nav endamên xwe wî ciyê vala dadigre.
 
e. Heger endamekî KR du cara li ser hev û di salekî de 4 caran beşdarî civînên KR nebe, bi beşdarîya ekserîyeta endamên KR ji wezîfe tê girtin.
 
f. Rojeva KR ji alîyê Berdevkê Yekîtîyê ve û li gor pêşnîyarên endamên KR tê amade kirin û ji endamên KR re tê şandin. Dema ku ji sisiya yekê (1/3ê) endamên KR daxwaz bike, dikare civîna awarte pêk bê.
 
g. KR, ji pêkanîna xebatên navendî, kordînasyona karûbarên Yekîtîyê û ji bicîhanîna biryarên organan mesûl e.
 
h. KR, ji bo ku prensîb û biryarên Yekîtîyê werin cîh û girseyî bibin, xebatê dike.
 
i. KR, biryarên MY-ê dişopîne û pêk tîne.
 
î. KR, YH-î yên nû rêdixe û derxistina weşanan organîze dike.
 
j. KR, ji bo pêşxistina kar û xebatên cudareng komîsyonan ava dike.
 
k. Li gorî prensîbên destûr û rêznamê û biryarên organan xebata Yekinên Herêmî organîze û kontrol dike.
 
 l. KR, hejmar û vatînîyên qedroyên îdarî yên ku li navendê bên wezîfadarkirin tespît dike.
 
YEKİNEYÊN HERÊMÎ
 
LH-î, ji alîyê MY-ê û KR de tên ava kirin.
 
Kongreyên Yekîneyên Herêmî (KYH)
 
a. Salê carekê, di çarçeva biryara MY-ê de, di roj, cîh û rojeva ku ji alîyê YH-ê de hatîye tespît kirin de dicive.
 
b. Bi beşdarîya kes û alîyên herêmî yên ku destûr û rêznama Yekîtîyê dipejirîn in, dicive.
 
c. Rêveberîya YH-î hildibijêr e.
 
d. Di herêmê de ew kes û alîyên ku hatine vexwendin, wekî hilbijêr têne qebûl kirin. Di komcivînê de wekî ku di rêznamê de hatîye destnîşankirin delegeyên KY-ê têne hilbijartin.
 
Rêveberîya Yekînên Herêmî (RYH)
 
a. Rêveberîya YH-î kêmtirîn 5, zêdetirîn ji 15 kesan pêk tê.
 
b. RYH-î, ji nav xwe berdevkekî hildibijêr e.
 
c. RYH-î, ji 30 rojî carekî dicive. Rojeva civînê ji alîyê berdevîk de tê amade kirin. Bi teklîfa ji sisîya yekê (1/3) endamên hazir xalên nû dikevin rojevê û têne nîqaş kirin.
 
d. Dema ku berdevîk di civînê de ne amade be, wê demê endamekî ji alîyê RYHê de hatîye hilbijartin, berpirsîyarîya berdevîk pêk tîne.
 
e. Berdevkê RYH-î, xebatên YH-î organîze û koordîne dike.
 
f. Biryarên RYH-î, bi sisîya diduyê (2/3) dengên tevahîya endamên RYH-î tête girtin. RYH-î, xebatên Yekîtîyê gorî rêzname, destûr û biryarên KR û MY-ê bi înîsîyatîf dimeşîne. Di vê çerçevê de dema ku hewcedarî derkeve holê, sîyaseta herêmî pêktîne û bir êve dibe.
 
g. RYH-î, rojeva kongreya xwe, rapora xebatê û bûtçeya xwe amade dike.
 
h. RYH-î, li gorî xebata Yekîtîyê û pêdiviyên herêmî Grûbên Xebatê ava û organîze dike.
 
Xal 5: Awayên Civandina Organan û Biryargirtinê
 
Hemû organ bi pîranîya endaman dicive. Di organan de bi sisê diduyên (2/3) endamên beşdar biryar tên girtin.
 
Xal 6: Reaksîyonên dijberî prensîbên Yekîtîyê û mekanîsma navxwe, ji alîyê MY-ê ve têne nirxandin û çareserkirin.
 
Xal 7: Sîstema endametî û alîkarîyê ji alî MY-ê ve tête tesbît û tayînkirin.
 
Xalên Muwaqet
 
 
 
1-      Ev Rêzname piştî kongra damezrêner a Tevgera Yekîtîya Neteweyî (         …..2007) dikeve jîyanê.
 
2-      Ev rêzname piştî pejîrandina xwe hemû organên Yekîtîyê grêdide û hemû berpirsîyar jê mesûl dibin.
 
 
 
10 Gulan 2007 - Dîyarbekir
Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Kürdistan’ın ve Kürt Partilerinin Dostları ve Düşmanları!
Dursun Ali Küçük
Kürdistan’ın ve Kürt Partilerinin Dostları ve Düşmanları!
Bunlarda genellikle Kürdistan’ın arka cephesi “dostlar” dan oluşur. Kürdistan dört parçaya ayrıldığı ve parçalandığı için her sömürgeci devlet veya bunlara yakın düşen bölge de...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (900)


Kandile Operasyon Ne zaman?-
Dursun Ali Küçük
İlahide çatışma ve iç savaş denilirse, biz birbirimizle uğraşırken, boşa kan dökmeye devam edip iyice bataklığa girersek, bir bakarsınız TC, İran, Irak, Suriye Kürdler karşı anlaşmışlardır. Bu kez TC ve İran desteklediklerini ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (663)


Genaral Said'ın Flaş Dıskındeki Askeri Dersler!
Sait ÇÜRÜKKAYA
Genaral Said'ın Flaş Dıskındeki Askeri Dersler!
Yıldırım savaşı, (Almanca Blitzkrieg, okunuşu → Blitskriig) II. Dünya Savaşı'nda Almanların savaş doktrinidir. Doktrinin amacı hızlı ve ani saldırılarla, düşmanın düzenli bir savunma kurmasını engelleyip sonra da hızlı bir şekilde...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (975)


El Bab Hüsranından Rakka Hayaline
Mustafa PEKÖZ
Rusya’nın belirlediği sınırlar içerisinde hareket eden Türk ordusu ve Radikal İslamcı Güçler, El Bab’dan çekilecek ve bölgeyi Esad askeri güçlerine teslim edecektir. Bu bakımdan Türk as...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (631)


süpekulesyonlara yanıtımdır
M. Selim Çürükkaya
 süpekulesyonlara yanıtımdır
Kardeşim, Kürtler'in değerini ancak yaşamını yitirdikten sonra kavradığı rütbesiz bir Genaraldi.  Çekimde olan Fin devlet televizyonunun kamerasının önünde patlama oldu. Her şey ayan beyandır.  Kardeşim mayınlar...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1178)


“İmralı Süreci”
Sait ÇÜRÜKKAYA
“İmralı Süreci”
. Dağdayken tüm olayları  ayrıntılı değerlendirebilecek kapasitemiz ve olanağımız yoktu. Şimdi ayrıldık diye tekrar subjektif bir değerlendirme  yapmanın yanlış olacağı düşüncesindeyim. Objektif olarak örneğin ben, Kongr...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1435)


Kürd Gençliğinin Rol Modeli Dr Süleyman
Yusuf Ziya Döger
Kürdler onun hayatını dikkate almalı ve oradan millet olmanın sırrını çözmelidir. O gelecek nesillerin rol modeli olacak bir yaşam ortaya koydu. Şehadeti makbul ve yolu Kürd gençleri için rol olmalıdır. Ç&uu...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (775)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media