Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e

Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civat...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (924)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
admin
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. L&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1080)


Serxwebûna Kurdistanê
admin
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. D...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1184)


Qirîza Dewleta Tirk
admin
Qirîza Dewleta Tirk
Reyadarên vê dewletê, hertim dibêjin pirsgirêka me pirsgirêka hebûn û nebûna dewletê ye. Rast e. Yalçin Kuçuk dibeje ”em nekevin Musulê dê Diyarbekir ji des...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1455)


Kutilkên diya min, qeyda Fuad Onen û biyopolîtîka Foucault
Ferzan ŞÊR
Bîranîneke Fuad Onen ji bo fahmkirina kolonyalîzma biyopolîtîkî ya tirkan di warê teorî û pratîkê de bi awayekî xwezayî destnîşan dike. Ger ez neqil bikim ew ê ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1376)


Helwest û çalakî
Fevzi Namli
Di rewşek weha de gava li Amedê, Cizîrê, Şirnex, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Gever û Dêrikê êrîşên hovana yên dewleta dagirker li ser gelê kurd berdewam dikin. Di heman dem&ec...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1377)


Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
… Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yan&eci...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3360)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  »      
  
02

(Encamnama Hewldana TEVKURDê Ya Li Ser Hilbijartinên Herêmî)
Wek ku tê zanîn TEVKURDê di derheq Hilbijartinên Herêmî yên Adara 2009an de, ji bo ku di navbera hemû alîyên sîyasî yên Kurd/Kurdîstanî de bloqek hevpeymanî ava bibe hewldanek piralî dabû destpêkirin.
TEVKURDê, nameyek sîyasî/fikrî (*"Bang Li Kurdîstanîyan/Ji Bo Hilbijartinên Herêmî Dest Bidin Hev") ku têde mafê desthilatdarîya netewa kurd diparêze û di Îdareyên Herêmî de daxwaza statuyeke de factoyî dike û neqşa rê("Ji raya giştî re"**)ya ji bo vê xebatê pêşnîyarî terefan kiribû û ji raya giştî re jî, dabû deklare kirin.
TEVKURDê di vê daxwiyanîyê de dabû dîyarkirin ku; ewê ji serî heta dawîyê, pêvajoyê vekirî/alenî û nivîskî bi meşîn e û raya giştî jî, ji hemû merhaleyên pêvajoyê agahdar bike.
TEVKURDê weke ku ji raya giştî re dabû dîyar kirin; bi DTP, HAK-PAR, KADEP, TŞD., TOPLÛM-DER/MİZGÎN,KCD,HÎVDA,Nûbihar (Herweha MESOP, DEMA NÛ Û RİZGARÎ/KOMAL jî, ji xwe di nav TEVKURDÊ de têne temsîl kirin.) re weke terefên sîyasî yên yekîtîya neteweyî hevdîtinan pêkanî û pêşniyara xwe ya bloqeke hevpeymanî li wan kir.
Herweha bi KURD-KAV, ENSTÎTUYA KURDÎ, TZP-Kurdî, KURD-DER, KURDÎ-DER, BARO, ODEYA BİJİJKAN,PLATFORMA DEMOKRASÎYÊ, ÎHD, MAZLÛM-DER, MUSTEZAF-DER, OZGUR-DER, KOMELA RÊZAN, HÛDER, KOMELA PÎR SULTAN APTAL, DÎHA, DEMOS, NÇM, PKRÛRN (Platform Komeleyên Rojhilat û Rojhılata Navîn)KURDÎSTAN TV. Weşanxanên kurda, Serokê Şaredarîya Mezin Osman BAYDEMÎR, Serokê Şaredarîya Sûrê yê berê Abdulah DEMİRBAŞ û bi gelek şexsîyetan re di vê derbarê de hevdîtinan pêkanî ewan ji pêvajoyê agahdar kir.
Piştî tûra yekemîn ya hevdîtin, zîyaret, agahdarî û bersîvgirtinan xelasbû û bersîvên muxataban hatin girtin, li ser pêvajoyê raportek hate amadekirin û encama van hevdîtinan bi daxwiyanîyekî ("Agahdarî ji bo raya kurd"***) ji raya giştî re hate deklare kirin. Herweha, li gorî destnîşankirina neqşa rê di vê daxwiyanîyê de hate dîyarkirin ku ewê di 18.01.2009an de bi beşdarîya nûnerên hemû terefên sîyasî civîneke piralî were pêkanîn.
* * * * * *
Wek ku hatibû plan/program kirin di 18.01.2009an de, li navenda TEVKURDê civîneke piralî hate pêkanîn. Di vê civînê de; nûnerên DTPê, HAK-PARê, KADEPê, TŞD.û TOPLÛM-DER/Mizgînê beşdar bûn. Di derheqa pêvajoyê de dosyayek berfireh pêşkêşî beşdarvanan hate kirin. Li ser hewldana TEVKURDê, pirsa yekîtîya neteweyî û hilbijartinên herêmî guftûgo û nîqaş hatin kirin. TEVKURDê ji muxataban xwest ku li ser zemîna mafê çarenûsî û bi perspektîfa yekîtîya neteweyî deklerasyonek hevmuşterek were îmza kirin.
Her çiqas di fikra yekîtîya neteweyî de bîr û rayên terefan nêzî hev bûn jî, belê di derheqa tifaqa hilbijartinan de derkete holê ku awira terefan ji hev cudaye. Bi taybetî tawrê DTPê.
DTP: Nûnerên DTPê her çiqas perspektîfa yekîtîya neteweyî pejirandin jî, belê gotina wan û tawrê wan ewbû ku, "Ev hilbijartin di navbera DTPê û dewletê de bûye qada 'man û nemanê', ji wê bonê jî,divê ku piştgrîya DTPê were kirin…"
TEVKURDê û beşdarvanên civînê bi giştî dan dîyar kirin û ji nûnerên DTPê re gotin ku "herî zêde ji vê bonê jî pêwîst e ku bloqeke hevpeymanî ava bibe. Madem ku dewlet bi giştî AKPê destek dike, û dixwaze DTPê û di şexsîyeta DTPê de(bi gotina DTPyîyan)tevgera kurd qels bike, li vê gorê divê DTP jî, ji herkesî pirtir lêbixebite ku bereyekî kurd-Kurdîstanî ava bibe. Ev bere yan jî bloqa kurd, di pratîkê de piştgrîya herî mezin dide DTPê û hem DTP hem jî tevgera kurd bi gîştî ewê qazanç bike."
Heger bi kurtayî were bahs kirin, fikr û rayên terefan wehanin:
KADEP: Nûnerê KADEPê (wekî ku di nameya partîya wan ya bersîvdayînê de jî hatibû dîyar kirin) bi hemû awayî piştgrîya xwe li çerçeva ku TEVKURDê pêşnîyar kirye, bê şert û menfîet dîyar kirin û gotin ku, "heger DTP di vê hevpeymanê de cîh negre, wê demê ev daxwaza TEVKURDê ya hêja jî, mixabin ku nagihîje armanca xwe."
HAK-PAR: Nûnerên HAK-PARê (wekî ku di nameya bersîvdayîn ya Serokê Partîyê de jî hatibû dîyar kirin) dubare piştgrîya xwe ji konsepta TEVKURDê re dîyarkirin û gotin ku "Çi mesûlîyet were ser milê me, em jêre nabêjin na û bi her awayî em amadene ku piştgrîya bloqa neteweyî bikin.
TOPLÛM-DER/Mizgîn: Nûnerên MİZGÎNê jî dane dîyar kirin ku "Tu enteresa me ji hilbijartinan re nîn e û ne di leh ne jî di aleyha kesî de emê mudaxeleyî hilbijartinan nekin. Belê heger bi perspektîfa yekîtîya neteweyî bloqeke hevpeymanî were îmza kirin, wê demê emê bi her awayî û bê qeyd û şerd, fîîlî piştgrîya bloqa hevpeymanî bikin."
ŞOREŞGERÊN DEMOKRAT: Nûnerên TŞD. jî dane dîyarkirin ku, "Ya herî rast avakirina platformeke mişterek e. Belê ev nebe jî, bi navê partîyên ku dikarin bikevin hilbijartinê(HAK-PAR,KADEP)bi namzetên mişterek beşdarîya hilbijartinan bikin."
Piştî muzakere kirinan hate famkirin ku deklerasyoneke hevmuşterek ji vê civînê dernakev e. Ji xwe nûnerên DTPê gotin,"Selahîyeta me nîn e ku em deklerasyonekî îmze bikin. Hem ji bo deklarasyona sîyasî hem ji bo pirsgirêkên pratîkî emê ji organa xwe ya merkezî biryarê derxin û bersîva teklîfa we bidin"
TEVKURDê wê çaxê ji terefan re û bi taybetî ji nûnerên DTPê re gote ku, "di 25 Çile 2009-an de civîna Meclîsa TEVKURDê heye. Meclîsa me, dê di derheq vê helwdanê de encamnamekî amade bike û fikr û raya xwe ji raya giştî re deklare bike. Em ji DTPê dixwazin û hêvî dikin ku berî 25-ê mehê bersîveke nivîskî û "fermî" bidin me."
Mixabin ku 25-ê mehê hat û derbas jî bû, belê heta nuha jî tu bersîvek resmî/nivîskî ji DTPê negihîştî ye destê me. Di 25-ê mehê de Meclîsa TEVKURDê civîya û pêvajoyê û tawrê terefan nirxand.
* * * * *
Fikir û banga Meclîsa TEVKURDê di vê derheqê de ev e:
1- TEVKURDê bi îdraq û berpirsiyarîya doza Kurd-Kurdîstan û bi perspektîfa yekîtîya neteweyî li gel hemû terefên siyasî û cıvata sivîl-demokratîk hevdîtin, dîyalog û enformasyoneke hêja pêkhanî ye. Herweha Meclîsa me destnîşan dike ku pêwîst e xebat û hewldanên bi vî rengî werin be- rdewam kirin.
2- Her çiqas encameke konkret derneketibe holê jî, eleqe û pêşwazîya terefên siyasî û cıvata sivîl-demokratîk, li ser navê Tevgera Yekîtîya Neteweyî ji bo me cîyê şanazîyê ye û hêvîya me mezintir kirye.
3- Di serî de tawrê HAK-PAR û KADEPê hêjayî îhtîramê ye. Herdû partî jî, bi berpirsîyarîyekî cidî tevgerîyan û xwe dane ber berpirsîyarîyê. Herweha tawrê ŞD.ûTOPLÛM-DER/MİZGÎNê jî, hêjayî gotinê ye. Tesbît û qenaeta me ewe ku, heger DTPê ji gotinên rêvebiran pêşdetir gavekî resmî bavêta, pir bi hêsanî dikaribû bloqa hevpeymanî di navbera hemû hêz û alîyên kurdan de bihata sazkirin. Belê mixabin, DTPê biryareke resmî neda.
4- Tevî ku em ji fikir û nîyeta rêvebirên DTPê yên şexsî tu gumanan nakin û hêja di nirxînin jî, belê tawrê DTPê yê resmî–rasttirîn bêtawrîya DTPê-bû sebep ku hewldana TEVKURDê neçû serî. Heger DTPê ji dervayî gotinan, di pratîkê de gaveke piçûk jî bi avêta, bawerîya me ew bû ku di pêvajoya yekîtîya neteweyî de dê qonaxek nûh û hêvîdar bihata destpêkirin.
5- Meclîsa me bi vê wesîlê bang li hemî partî-grûbên siyasî û berbijêrên kurd dike ku, pêvajoya hilbijartinê û rêvebirina Îdareyên Herêmî, di çerçeva mafê xwe bi bxwe îdarekirina neteweyî de weke statuyeke de facto'yî bikarbînin.
Herweha Meclîsa me bang li gelê kurd û hilbijêran jî dike ku, deng û piştgrîya xwe bidin wan partî, tawir û berbijêrên ku di tifaqa Kurd/Kurdistanî de dilsozin û aşkere mafê desthilatdarîya miletê kurd diparêzin û dixwazin statuyeke de facto 'yî pêşxîn in.
Meclîsa me vê encamnamê bi hurmet pêşkêşî raya kurd dike.
02 Sibat 2009-Dîyarbekir
Meclîsa Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd
TEVKURD

Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (not required)

Website

CAPTCHA image
Enter the code shown above:

  
Kürdistan‘da işgal manzaraları!..
Ahmet Kahraman
Paris’i işgal eden Hitler unsurları da böyleydi. Onların karargahları da, Amed‘deki Türk valiliği gibi kum torbalarıyla çevriliydi. Kum torbalarının gerisinde mevzilenmiş nöbetçiler, gün 24 saat boyunca y...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (71)


Ordular, katil taburları değildir
Ahmet Kahraman
Evrenin güçleri, birinci ve İkinci Dünya savaşlarında insanlığa karşı işlenen suçlar vahşetinin dehşetinden sonra, Cenevre‘de bir araya gelip savaşların kaide ve kuralarına ilişkin hukuku düzenlediler. Hukukun teme...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (71)


Bizimkiler saygıyla terk etmeyi, saygıyla istifaya gönderilmeyi dahi bilmiyorlar.
Hejarê Şamil
“Barzani peşmergenin başına geçti, bekleyin, iyi şeyler olacak” gibisinden yazılar, yorumlar ucuz propaganda ve kendini tatmin etmeden öte bir anlam taşımamaktadır. O tiren geçti, gitti. Peşmergeliye geri dönen Say...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (68)


Bir zamanlar Güney Kürdistan vardı
Ahmet Kahraman
Sanki halk, onlar babadan oğula geçen saltanat kursunlar diye savaşmıştı!.. Sonra gördük. Ülkenin askeri tepeleri ve ekonomisinin teslim edildiği Türk devletinin organizasyonu ile Kürt düşmanları, 16 Ekim’d...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (97)


Barzani ve İstifa
Hejarê Şamil
Mesud Barzani, 17 Ekimde her şeyi (binlerce şehadeti, tc, iran bankalarindaki milyardların dönemsel kaybını vs. vb.) göze alarak Referandumu, Halkın iradesini savunma savaşının kararını vermeli, bu savaşın öncüllüğün&uum...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (118)


Güneyin ‘iyi Kürt’leri…
Ahmet Kahraman
Öfke deliliğin anlık hali ise eğer, Türk devleti kesintisiz delilik krizleri geçiriyordu. Başbakan Erdoğan en başta, bütün sözcüleri, günde bir kaç kere kırmızı çizgilerimiz diye haykırıp tehdit...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (117)


Abadi ve Erdoğan’ı Güldüren Zayıflık
Fehîm Işik
KYB’den Pavel Talabani’yi, Ala Talabani’yi, Lahor Şêx Cengi’yi eleştiriyoruz. Peki, peşmergelerin neredeyse yüzde 90’ı çekilip Kerkük’ü, Şengal’i Haşdi Şabi’ye teslim etmesin...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (143)


   «   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  »      
DESTPÉK      Tarix-belge      TEVKURD      Aslan Kaya -Baz      Fuad Önen      Media